Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Tiştê herî pêkenok û komîk ev e ku dewleta Turkîya bi navê

ilmê profesor, zimanzan îi alimên xwe ên sexte dide pêş îî ilmê

jî sexte dike, qirêj û çepel dike. Ji dema Mustefa Kemal hetanî

îro bi hezaran alimên xweyê sexte dayê pêş, li ser tunebîina

zimanê Kurdî rapor îi pirtiîkan daye nivisandin, konferanmsan

daye çêkirin, gotinên alimên Ewropîjî li gorî ilma xwe ya sexte

daye guhartin ii danîye ber gelê xwe, ber gelê Kurd îi gelê cîhanê.

Di salên dema Mustefa Kemal da qaborê qafê mirîyan tanin

konferansa îî şiklê Tuikan derdixistin holê. Zimanê Turkan roja

cîhanê nîşan didan û zimanekê bi navê Kurdî nîne digotin. Kurd,

Turkê çîyayî bfin fi zimanê wan jî zimanek ji Turkî, Erebî fî

Farisî bi avayek pîç derketibû holê. Di dema I2'ye Elûnê da

zimanê Kurdî ji xart-xurta şikênandina berfê çêbibû.

Belê ji

alîyên dî va ev alîmên sextekar qenc dizanibfîn ku di nav zimanê

Turkan da bi hezaran peyvên Kurdî hebfîn. Peyvêb ku bi

"çar", "ser..." destpêdikin, peyvên ku bi "kar", "dar..." bidawî

dibin, hinekên farisî xaric bi temamî Kurdîn e û Turkan van

peyvan ji xwe ra kirine mal. Mînak çarşev, çarşamba, çardak,

serdar, serserî, serpfîş, cefakar, hurmetkar, sefakar, sirdar, alakadar,

zordar. . .

Devleta Turk dibêje zimanek bi navê Kurdî û miletek bi navê

Kurd tune îi bi gelê xwe jî dide bawerkirin. Belê çewa cin ji

hesin ditirse, dewleta Turk, berpirsîyar û karbidestên wan wilo

ji vî zimanê tune ditirsin. Tiştê ku tunebe meriv jê natirse. Zimanê

Kurdî, Kurd îi Kurdistan him tûne îi him jî, ji vê tuneyîyê

ditirsin, dibizidin, qedexe dikin !...

Makyawel di pirtûka xweya ku bi navê hukumdar da şîretan

dike, dibêje."Ew welatê ku bê zeftkirin, pêwiste berî her karî

zimanê wî gelî bê windakirin. Dema ziman winda bibe, ew gel

jî winda dibe, êdî nikare desthildan bike, welatê xwe paşkî bistîne,

azad bibe."

Makyawel ji bo windakirina ziman gelek rê û bendan nîşanî

hukumdar dide. Ne hacete em van şîretan yekeyek li vir bêjin.

125