Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURMANCÎ

Jînenîgarî

DEHAYÊ KURD

el-DÎNAWERÎ

Navê wî yê rastîn

Ebû Henîfe Ehmed kurê

Dawud Dînawerî ye. Lê di

qada zanyarî û zanistê de

wek Dînawerî tê nasîn an

jî naskirin. Mirovê zanyar

ê Kurd Dînawerî an jî el-

Dînawerî di sala 820’î de

li bajarê Kurdan Dînawera

di navbera Kirmanşah

û Hemedanê de hatiye

dinyayê. Di 28’ê Tîrmeha

896’an de jî li vî bajarê

qedîm ê Kurdan çûye ber

rehma Xwedê.

Heya dema Dehayê

Kurd el Dînawerî, li ser

axa Kurdistanê û cihên

ku bi Îslamiyetê pîroz

bûne; şopa dehayekî

wisa zana û bi bandor

peyda nebûye. Jixwe di

qada zanyariyê de jî wek

dehayê herî mezin dihat

naskirin. El- Dînawerî

wek damezrînerê, zanista

teqeziyê(Îlmê Kat’iyyet)

jî tê pejirandin.

Dehayê Kurd Dînawerî

di wextê xwendekariya

xwe de, perwerdeya

astronomî, mekanîk û

matematîkê li Îsfexanê; li

Kufe û Basrayê jî perwerdehiya

zimanzanî û helbestê stendiye.

Wek gelek zanyarên Kurd, Dînawerî jî bi zanyariya

xwe û pisporiya gelek zanistên ji hev cuda bal kişandiye

û di wextê xwe de gelekî navdar bûye. Dînawerî,

bi wê pisporiya xwe ya di warê zanistên cuda de, li

gelek herêmên Kurdistanê xwendekar perwerde

kirine.

Dehayê Kurd Dînawerî ji zanista dîrokê heya

bi florayê, ji helbestan heya bi matematîkê gelek

berhem nivîsandine. Bi taybetî jî bi xebatên xwe

yên di qada retorîkê de gelek navdar bûye. Ji ber ku

bi eleqeyeke mezin û zêde li ser civaka gelê Kurd

sekiniye; bi vê armancê jî xebata xwe ya ewil jî li ser

Kurdan nivîsiye. Wextê ku biryara nivîsandina pirtûka

xwe ya bi navê, Kokên Kurdan (Ensab el- Ekrad) distîne,

ji daneyên antropolojîk û etnografîk derdikeve

rê û li gorî van daneyên zanistî pirtûka xwe ya ewil

Kokên Kurdan nivîsiye. Çar jibergirtinên vê pirtûkê

gihaştine roja me. Ev kopyayên pirtûkê ji bo dîroka

giştî ya Kurdan wek çavkaniyên sereke û yên ewil tên

zanîn.

Bêguman cihê Dînawerî, heya dema wî, him di şaristaniya

Îslamiyetê de him jî di ya Kurdan de bêhempa

bû. Dînawerî çiqasî; stêrezan, zanyarê madenê û

endazyarê pîşesaziyê be, ewqas jî botanîst, zoolog,

dîroknas, civaknas, erdnîgarnas, filolog, rexnekarê

wêjeyê jî bû. Bi senifandinên ku kirine alema zanyariyê

heyranî xwe kiriye. Wek mînak di pirtûka xwe

ya bi navê Pirtûka Riwekan(Kitêp el- Nebat) de digel

şîroveyên li ser madenkarî û mekanîka firneyên

biteqîn ev pirtûk ji 6 cîldan pêk hatiye. Di vê berhema

Pirtûka Riwekan de li ser riwek û senifandina wan

ya morfolojîk, hîdrolojî û morfolojiya axê de gelek

agahiyên nû xistine alema zanistê. Ev pirtûka riwek-

26 | Kovara Zanko • 2015 Hezîran