20.11.2014 Views

27-07-14

27-07-14

27-07-14

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

ROJ LI WELAT HILTÊ!

27 Tîrmeh Yekþem 2014 E-mail: awelat2002@yahoo.com Buha: 75 Kr / KKTC 1 TL Hejmar: 2631

www.azadiyawelat.biz

Guherîn û bîrdozî

Têkoşîna azadiya gelê kurd têkoşîneke neteweyî û

civakî ye. Gelê kurd hem ji bo mafên xwe yên

neteweyî û demokratîk, hem jî ji aliyê civakî ve

li dijî zordestî û kedxwariya navxweyî têdikoşe.

Civaka kevnare ya kurd civakeke lipaşmayî bû.

Hefsarê civakê di destên hinek kes û malbatên...

SAMÎ TAN 2

Kobanê ci be

KCK’ê Mehsûm

pîroz kir

Hevserokatiya Desteya Rêveber a

KCK’ê Serokdewletê Iraqê Fuad

Mehsûm pîroz kir. KCK’ê diyar kir ku

hilbijartina Mehsûm ji bo hemû

civakên Iraqê şanseke mezin e...

POLÎTÎKA R6

Leşkerê tirk

ê tecawizkar

Leşkerê artêşa tirk ê li Fermandariya

Katrana Cizîrê tecawizî jineke ji Rojava

kir. Parlamenter Faysal Sariyildiz

got ku ger leşkerê tecawizkar neyê

cezakirin ew ê bimeşin qereqolê...

JIN R3

Sengal jî ew e

ŞENGAL BI KOMKUJIYÊ RE RÛ BI RÛ YE

Çeteyên DAIŞ’a ku ji hêla hêzên dagirker ve

hatine afirandin, hewl dide li ser hemû gelan

komkujiyê pêk bîne. YPG/YPJ herêmên di

bin kontrola xwe de diparêze, lê pêşmerge

herêmên di bin kontrola xwe de naparêzin.

BELAVOKÊN KOMKUJIYÊ BELAV DIKIN

Piştî çeteyên DAIŞ’ê Mûsil dagir kirin gefên

komkujiyê li êzidî, şebek û xiristiyanên li

herêma Nînovayê dijîn dixwin. Hat diyarkirin

ku çeteyên DAIŞ’ê niha jî li navenda Şengalê

belavokên gefxwarinê belav dikin.

PARASTINA ŞENGALÊ ERKA HER KESÊ YE

Parlamentera berê ya Ewropayê Feleknas Uca

got ku ger li dijî Şengalê êrîşek pêk bê dê bajar

veguhere goristanê. Uca diyar kir ku pêwîst e

tevahî hêzên kurdistanî ji bo parastina vê

herêmê di nav hewldanan de bin.... RÛPEL - 5

Komên êrîşkar ên dewletê

êrîşî penaberan dikin

Li Qoserê êrîşên li hemberî penaberan didomin.

ÎHD’a Mêrdînê diyar kir ku komên

êrîşkar ji aliyê dewletê ve tên parastin...

RÛPEL - 6

Di salekê de hezar û 519 çete kuştin

Herêma Kobanê ev salek e ji 3 aliyan ve rastî

êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û alîgirên wê tê. Şervanên

YPG/YPJ’ê û gelê Kobanê berxwedaneke

bêhempa meşandin. Di şer û çalakiyên leşkerî

yên li herêmê de zêdetirî hezar û 519 çete hatine

kuştin. Her wiha 161 şervan jî şehîd ketin.

Hunermend Nêrgiz Hewravan dema ku xebatên

muzîkê dimeşand tevli nava YPJ’ê bû. Di şervaniyê

de jî dest ji strangotinê berneda hêj stranên şoreşgerî

dibêje. Nêrgiza ku di êrîşê de ji lingê xwe birîndar bû

jî stran digot bi vê yekê nîşanê her kesê da ku mirov

dikare hem bibe şervan hem jî hunermend... R - 3/11

Li dijî lîstikên

qirêj têbikoşin

Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek

diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirêj divê

yekitiya civakî bê bidestxistin û di mijara

gihandina perspektîfa neteweyî

ya demokratîk de xebatê dimeşînin...

POLÎTÎKA R 6

Mîhrîcana

Çanda Kurd

22’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd a

Navneteweyî îsal dê 13’ê îlonê li Dusseldorfê

were lidarxistin. Mîhrîcana

ku ji aliyê NAV-DEM’ê ve tê lidarxistin

bi bernameya xwe jî balê dikişîne...

ÇAND R10

Dîcle

diherike

Mhhmet ACAR / R- 13

Serdema

zanînê

Adar JIYAN / R- 8

Tecrîda li Îmraliyê rastiya AKP’ê ye

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin 3 sal li pey xwe hişt û dikeve sala 4’emîn.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Îbrahîm Çîçek gotin ku ev tecrîda ku tê meşandin nakokiya herî mezin a AKP'ê ye

TECRÎDA ÎMRALIYÊ KET SALA 4’EMÎN

Parêzer Rezan Sarica got ku dema ev pêvajo

ji holê rabû ew ê bibînin ku bi çi re

rû bi rû ne û wiha axivî: “Wê demê dê

civak bibîne ku li ser Îmraliyê polîtîkayeke

çawa heye. Divê em vê yekê bibînin.

Tecrîd ketiye sala 4’emîn. Ev jî tê wateya

ku li Îmraliyê ewlehiya tiştekî nîne.”

NAHÊLIN PARÊZER BIÇIN HEVDÎTINÊ

Parêzer Îbrahîm Çîçek anî ziman ku ligel

bi Ocalan re hevdîtin tên kirin û heyetên

siyasî diçin jî tecrîd ranebûye û fikra

tecrîd bi dawî bûye şaşîtî ye. Çîçek da

zanîn ku bi çûyîna heyetên siyasî û parêzeran

tecrîd bi dawî nabe, divê tecrîd ji

aliyî rejîma înfazê ve bê nirxandin... R - 2

Welat sewir o

ziwan sewir o

Zana AZADÎ / R- 14

‘EZ BI TEVGERA KURD SERBILIND IM’

Namzedê serokomariyê û Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di

çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Antalyayê û li wir tevli

bernameya hilbijartinê bû. Demîrtaş got: “Ez bi Tevgera Azadiya

Kurd a ez di nav de mezin bûm serbilind im.” Demîrtaş got ku ew bi

nasnameya xwe ya kurd namzedê hemû gelan e. Her wiha li gelek bajaran

ji bo Demîrtaş buroyên hilbijartinê hatin vekirin... RÛPEL - 6

Demokratbîyîş

Zerweş ESNAW / R- 14

Lozan û agêyrayişê

dewan

Mûnzûr BOTAN / R- 14

Berçavka

Mahîzerê...

Yildiz GULTEKÎN / R- 9

KIRMANCKÎ

Wazenê dîrok

çin bikerê

Peynîya îqtîdarê AKPî xirap

kerdişê xozayîya Kurdistanî

rê viraştişê awbendan zêdîya

û di Çewlîgî de zî nobedaran

hêrişê dewijan kerdî... R - 15

Kurd nêşkeno

birayê xo bikişo

Di Geverê de verên Serekê

Şaredarîya Gird a Amedî

Osman Baydemîr vat ke yew

kurd nêşkeno yew kurdan

destê wedarno... R - 15

Di Stenbolî de

faşîstîya erebî

Koalîsyona muxalîfan SMDK

di Stenbolî de di dibistan akerdo

û gedeyê kurdan ra

ders dayo la dibistanan de

kurdî qedexe kerdo... R - 15

2 27 Tîrmeh 2014 Yekşem AKTUEL Azadiya Welat

Ocalan hê jî di

bin tecrîdê de ye!

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd

T

Abdullah Ocalan tê meşandin 3 sal li pey xwe hişt

û dikeve sala 4’emîn. Parêzerên Ocalan Rezan

Sarica û Îbrahîm Çîçek diyar kirin ku ev tecrîda

tê meşandin nakokiya herî mezin a AKP’ê ye

Omer ÇELÎK / DÎHA

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

ku li ser navê wî di qada navnateweyî

de kampanya tên destpêkirin û

fîkrên wî sînor derbas kirine hê jî li

Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin. Di

çarçoveya çareserkirina pirsgirêka

kurd de ev salek û nîv e heyetên siyasî

diçin Îmraliyê parêzerên wî bi hincetên

vala ev 4 sal in nikarin biçin hevdîtinê

û tên astengkirin. Ev tecrîda li hemberî

Ocalan li gorî parêzerên wî nakokiya

herî mezin a AKP’ê ye.

Ji avakirina komarê heta niha kurd bi

bêhiqûqiyeke giran re rû bi rû man. Lê

di encama têkoşîna siyasî û civakî de

îro hewl didin ku mafên xwe bi dest

bixin. Aktorê sereke yê vê hewldan û

têkoşînê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah

Ocalan e. Ocalan di 1999’an de bi binpekirina

pîvanên hiqûqî yên

navneteweyî ji aliyê hêzên

navneteweyî ve radestî Tirkiyeyê hat

kirin û ji wê rojê heta niha jî Girtîgeha

Îmraliyê bû cihê binpêkirina hiqûqê.

Ocalan li Îmraliyê bi hiqûqeke taybet

re rû bi ma, nêzîkatiya dewletê ya li

hemberî Ocalan di bingeha xwe de bû

nîşaneya polîtîkaya dewletê ya li dijî

gelê kurd. Îro ligel ku ji bo çareserkirina

pirsgirêka kurd dewlet bi wî re

hevdîtinê pêk tîne jî Ocalan hê jî di bin

tecrîdê de ye.

MAFÊN WÎ TÊN BINPÊKIRIN

Parêzerên wî yên Buroya Hiqûqê

ya Asrinê ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta

niha bi hincetên

derhiqûqî nikarin

bi Ocalana re

hevdîtinê pêk

bînin. Parêzerên

Ocalan Rezan

Sarica û Cengîz

Çîçek armanc û

sedema astengkirina

hevdîtinê

nirxandin. Parêzer

Rêzan Sarica aliyê tecrîdê ya hiqûqî

nirxand û got ku astengkirina hevdîtinê

berpirsyariya hiqûqî ya hikûmeta

Tirkiyeyê ji holê ranake. Sarica got ku

mafê girtiyekî yê hevdîtinê ev 3 sal in

tê binpêkirin û ligel ku gelek caran serî

li dozgerî û dadgeha înfazê dane û gilî

kirine jî hemû serlêdanên wan hatine

redkirin.

Ji ber ku serlêdanên wan hatin redkirin

û riyên hiqûqê yên hundir neman

parêzeran serî li DMME’yê dan û hin ji

wan bi encam bûn hin ji wan jî di asta

biryarê de ne. DMME’yê di 18’ê gulanê

de der barê 4 dosyayan de biryar dabû û

di encama biryaran de hatibû gotin ku

cezaya muebetê yê girankirî “Li dijî

mafên mirovan ê gerdûnî ye.” Ev biryar

tê wateya guhertina hikmê der barê

Ocalan de. Ligel vê biryara DMME’yê

daraza tirk têkildarî biryarê sererastkirineke

qanûnî pêk neanî.

Li gorî Sarica divê qanûna dema

azadbûna muwekîlê wan bê derxistin.

Heta ku wisa nebe ev yek dê bê wateya

ku Tirkiye girêdana xwe ya rêgezên

gerdûnî yên hiqûqê înkar dike. Sarica li

ser rejîma înfazê ya Îmraliyê rawestiya û

anî ziman ku ji ber nikarin kontrol bikin

ev yek wan dixe nava fikaran.

TECRÎD KET SALA 4’EMÎN

Ligel tecrîda li dijî Ocalan beriya

demeke wekî DMME’yê, Dadgeha

Makeqanûnê (AYM) di lehê Ocalan de

biryar da û qedexeya li ser pirtûkên wî

rakir. Li gorî Ocalan ev biryara AYM’ê jî

polîtîkayên li dijî Ocalan mehkûm dike lê

ligel vê jî tecrîd nehat rakirin. Sarica der

barê vê mijarê de ev tişt anîn ziman:

“Dema ku ev pêvajo ji holê rabû em ê

bibînin ku bi çi re rû bi rû ne. Wê demê

civak dê bibîne ku li ser Îmraliyê

polîtîkayake çawa heye. Divê em ji

niha ve vê yekê bibînin. Tecrîd ketiye

sala 4’emîn. Ev jî tê wateya ku li

Îmraliyê ewlehiya tiştekî nîne. Divê

hemû kes vê yekê zanibin.”

Parêzer Cengîz Çîçek jî aliyê

tecrîdê yê siyasî nirxand. Çîçek ewil

got ku feraseta girtîgeha giravê di warê

civakî û hestî de tecrîdkirin e.

TECRÎD BI DAWÎ NEBÛYE

Çîçek li ser hevdîtinên ku bi Ocalan re

tên kirin jî rawestiya û got ku ligel bi

Ocalan re hevdîtin tên kirin û heyetên

siyasî diçin jî tecrîd ranebûye û fikra

tecrîd bi dawî bûye şaş e. Çîçek anî

ziman ku bi çûyîna heyetên siyasî û

parêzeran tacrîd bi dawî nabe, divê tecrîd

di aliyî rejîma înfazê de û li gorî

pêkanînên li Îmraliyê bên nirxandin.

Çîçek têkildarî tecrîda li Îmraliyê axaftina

xwe wiha domand: “Tecrîda li dijî

muwekîlê me bi her awayî didome. Bi vî

rengî dixwazin têkiliya wî bi gel û rêxistina

wî re qut bikin, têkiliya wî bi

têkoşîna wî ya polîtîk ve qut bikin. Ji bo

me jî parastina birêz Ocalan tê wateya

parastina mafên hiqûqî û demokratîk ên

gelê kurd. Parastina Ocalan tê wateya

parastina têkoşîna azadiya gelê kurd.”

FIKRÊN OCALAN BELAV DIBIN

Çîçek li ser hevdîtinên heyetên ku ev

salak û nîv e didome jî ragihand ku ligel

hevdîtin tên kirin jî şert û mercên

Îmraliyê nehatine guhertin. Çîçek anî

ziman ku nakokiya herî mezin a AKP’ê

ya li hemberî pirsgirêka kurd û rêberê wê

ev e. Çîçek bi lêv kir ku ev nakokiya

bingehîn e û Erdogan li aliyekî qala çareserkirina

pirsgirêka kurd dike lê li aliyê

din li qadan darvekirin an jî nedarvekirina

muwekîlê xwe wekî amûra siyasetê bi

kar tîne û wiha pêde çû: “Dewlet bi

awayekî hiqûqa rewa nêzî tevgerên

polîtîk û rêberên wan ên li ser axa xwe

dibin. Lê Tirkiyeyê di encama 15 salan

de ligel hemû nêzîkatiyên baş û gavên ji

bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatine

avêtin jî tecrîda li dijî Ocalan

neterikandiye. Ev tenê girêdayî AKP’ê

jî nîne, ev nêzîkatiya dewletê ye.

Bandora Ocalan a polîtîk sînor derbas

kiriye. Li çar parçeyên Kurdistanê û

dîasporayê bandora wê heye.

Paradîgmaya Ocalan li dijî modernîteya

kapîtalîst e. Dixwaze paradîgmaya civaka

demokratîk pêş bixe. Dema ev

paradîgma tê pêşxistin bêguman bi

hêzên şaristaniya kapîtalîst ve pevçûn jî

çêdibe. AKP jî li herêmê nûnertiya vê

şaristaniyê dike.” STENBOL

Tecrîd bêcidiyetiya

AKP’ê nîşan dide

ÇÎÇEK hincetên tecrîdê jî wekî

bêcidiyetî bi nav kir û wiha axaftina

xwe bi dawî kir: “Beriya rojekê bi

malbatê re hevdîtin pêk tê lê roja

din serlêdana parêzeran tê redkirin.

Ev tercîheke durû ya polîtîk e. Di

encamê de ev derdikeve holê.

Dewlet çiqas

bikeve nava pêvajoyên

cuda jî polîtîkaya

wî ya Îmraliyê

zelal e.” Çîçek

da danîn ku hevdîtina

malbatê û

ya parêzeran ji

hev cuda ye û

wiha dawî li axaftina

xwe anî:

“Dewlet çûn û

hatina zêde ya Îmraliyê li gorî berjewendiyên

xwe nabîne. Çûna heyetên

siyasî cihê hevdîtinên parêzeran

nagire. Berpirsyariya parêzeran

cuda ye. Wekî mînak berpirsyariya

me ya kontrolkirina rejîma înfazê ya

Îmraliyê heye. Dîsa divê em rewşa

tenduristiyê ya muwekîlê xwe bişopînin.

Ji ber vê yekê jî hevdîtinên

siyasî û parêzeran ji hev cuda ne û

yek derbasî şûna ya din nabe.”

XAÇEPIRS

1

2

3

4

5

6

7

8

9

Ji çepê ber bi rastê ve

Awêne

Samî

Tan

berzo.berbang@gmail.com

Guherîn

û bîrdozî

êkoşîna azadiya gelê

kurd têkoşîneke

neteweyî û civakî ye.

Gelê kurd hem ji bo

mafên xwe yên neteweyî

û demokratîk, hem jî ji

aliyê civakî ve li dijî zordestî

û kedxwariya navxweyî

têdikoşe. Civaka

kevnare ya kurd civakeke

lipaşmayî bû. Hefsarê

civakê di destên hinek

kes û malbatên zordest û

kevneperest de bû.

Hinekan li ser navê hoz

û eşîran, hinekan li ser

navê bîr û baweriyê,

hinekan jî li ser axatî û

begîtiyê civaka kurd li

gorî dilê xwe bi rê ve

dibir. Hêzên serdest û

zordest ên kurd bi

gelemperî hêzên noker

bûn; hefsarê wan jî di

destên dagirkeran de bû.

Di vê civakê de takekesên

azad tune bûn, serdestan

li ser navê êl û

êşîra xwe, li ser navê

civat û murîdên xwe, li

ser navê berdestî û xulamên

xwe biryar didan.

Dengê wan difirotin partiyên

dagirkeran û li ser

navê wan dibûn şaredar

û parlamenter.

Ev civak li gorî dilê

dagirkeran bû.

Dagirkeran ji kurdên

wiha pir hez dikir, li aliyekî

ew wekî xulamên

xwe didîtin, li aliyê din jî

ew dibûn mijara henek û

pêkenîna wan. Kurd

nezan bûn, safik bûn; ji

bo wan masîgir, ji bo

xelkê kûsîgir bûn.

Kurdan ji bo mirîşkekê

qira hev dianîn, lê hêzên

dewletê dihatin, ew giş

bi hev ve girê didan, li

ser pişta wan siwar

dibûn, dest diavêtin

jinan, deng ji wan dernediket.

Dema yekî ji gund

ji yê din re bigota, “Pozê

1 2 3 4 5 6 7 8 9

1 - Nexweşiyek... Kesê ku di karekî de xwedî rayeya fermankirinê ye 2 - Daçekek ku wateyê

xurt dike... Qewmê ji bo ku guh nedaye pêxemberê xwe Hûd ji hêla Yezdan ve hatiye

tunekirin... Kurtebêja Ksenonê 3 - Paytexta Sûriyeyê 4 - Kurtebêja Antîmonê... Perikên

çavan 5 - Cînavaka kesê yekemîn a yekjimar... Ji bo denglêkirina li kesê kal 6 - Dinya, cîhan...

Rastêşek 7 - Ji bo malbata mezin 8 - Ji bo zavê birayê bûkê 9 - Şivika darîn a zirav a ku serî

tûj e û bi kevan tê avêtin... Ne kevin... Baneşana bêhntengiyê

Ji jorê ber bi jêrê ve

1 - Rêxistina polîsan a naziyan... Kurteya ajansa fermî ya Tirkiyeyê 2 - Zîl, kulîlkên nû

vedibin re tê gotin... Wekî gijbûna pirça

canê ajelan û tiştên wisa... Jin an jî mêrê ku hevsera/ê

wî/wê miriye 3 - Kar û xebat... Pirtûka pîroz a ku tê 1 N O Þ H

bawerkirin ji Hz Dawid re hatiye şandin 4 -

A R G Û N

Cureyekî xwînê... Tiştê ku tehma wî tehlokî, tirşokî û S Î Û R

qemitokî 5 - Tiştanok, têderxistinok... Xwarina

sereke 6 - Cejn, eyd... Kulîlka ziqûmê 7 -

Hesinê ku li binê piyê hespan dixin... Notayek 8 -

Nîşandeka ku dengan dide xuyakirin, mirov çawa

li amûrekê dixe û distrê 9 - Rûpela sereke ya kovar

û pirtûkê... Bazirganê ku zadî dikire û difroşe

2

3

4

5

6

7

8

9

1 2 3 4 5 6 7 8 9

E C Î

Ç Î R

H O

M A S T E S A

E I R A O D E

N A N G E R Z

D E K O M A R

I S A R N A L

K E S A R Î A

sola te xwar e” şerekî

giran dest pê dikir, bi

dehan mirov ji hev

dikuştin, di dawiyê de

axa û şêx diketin navberê,

cezayekî giran li her

du aliyan dibirîn, xwedêgiravî

ew li hev dianîn, lê

di encamê de her du alî

jî ziyandar dibûn.

Têkoşîna azadiya gelê

kurd ev rewş guhart. Bi

yekemîn guleya ku li

hêzên dagirker hat

teqandin, tirsa bi salan

hat kuştin. Bi geşbûna

têkoşînê re bandora

hêzên serdest û noker jî

hat şikandin. Têkiliyên

feodal û paşverû cihê

xwe ji têkiliyên demokratîk

re hişt. Mirovan bi

doza xwe re xwe jî nas

kir, êdî mirov polîtîze

bûn, bi rêxistin bûn, vîn

û îradeya takekesî û

rêxistinî ya mirovan derket

holê. Ne tenê têkiliya

serdest û bindestan, her

wiha têkiliya jin û

mêran; têkiliya mirovan

a bi xwezayê re jî guherî.

Bi milyonan jin û

mêr, keç û xort, kal û pîr

daketin qadan, reng û

dengê berxwedanê li

seranserî welat belav bû.

Dagirkeran nedixwest vê

guherînê, vê civaka nû û

nûjen bibînin, her tim

qala kurdên berê dikirin.

Bi awayekî dixwestin me

bixapînin lê di rastiyê de

xwe dixapandin. Me jî

tim digot, “Em ne kurdên

berê ne, kurdên berê

êdî nayên, li wan negerin,

dem û dewrana çûyî

li we venagere.” Me jî

digot, qey bi rastî ew

têkilî ji binî ve guherîne,

me ew têkiliyên paşverû

li dûv xwe hiştine. Lê

belê hin bûyerên ku van

demên dawî li

Kurdistanê diqewimin,

nîşan didin ku me jî

hinekî zêde bi çakbînî li

mijarê nihêrtiye.

Têkiliyên civakî wisa bi

hêsanî naguherin, guherîna

di van çil salên

dawîn de pêk hatiye, hê

di şaneyên civakê de

nehatiye raçandin. Hê

guherîneke di ser re pêk

hatiye, ji bo guherîneke

bingehîn û bi kûrahî,

dem û xebat divê.

Di têkoşîna gelê kurd

de têgiha ku herî zêde tê

ser zar û zimanan têkoşîna

bîrdozî ye. Lê belê li

dijî têkiliyên paşverû

têkoşîneke xurt a bîrdozî

nîne. Mijara têkoşîna

bîrdozî mixabin di destên

hinek kesan de bûye

çeka şerekî navxweyî, bi

zîhniyeteke sovyetîk, bi

çavên komîserên siyasî li

vê mijarê tê nihêrtin.

Hin caran jî şerê bîrdozî

dibe navgîna şerê desthilatdariyê.

Li dijî bîrdoziya

dagirker û nokeran têkoşîneke

bîrdozî nîne. Li

dijî kemalîzmê, li dijî

kevneperestiya olî, li jî

êlperestiyê têkoşîneke

bîrdozî nayê meşandin.

Li şûna wê kes der barê

hev de raporan dinivîsin

û giliyên hev dikin. Navê

vê jî dibe têkoşîna

bîrdozî.

Helbet dê di rewşeke

wiha de hêzên kevneperest

û paşverû ji nû ve

serê xwe rakin û li cihê

ku tu qala avakirina pergala

xweseriya demokratîk

dikî, dê şerê hoz û

êşîran bi rojan berdewam

bike. Hêzên dagirker bi

vê yekê gelekî dilgeş û

kêfxweş dibin, em jî bi

tenê li çongê xwe didin.

J IN

Azadiya Welat

27 Tîrmeh 2014 Yekşem3

Bo şehîdên

jin mewlûd

hat dayîn

Meclisa Jinan a HDP’a Başakşehîrê ji bo

gerîlayên PKK’ê Aynur Gumuş (Canda),

Suna Ozdemîr (Roza Semsûr), Şukran

Gulsul û Ebru Muhîkanci (Eylem Ararat) ku

di şerên demên cuda de şehîd ketibûn

mewlûd dan. Di mewlûdê de Endamên

Meclisa bajar ên HDP’ê û endama Kongreya

Islama Demokratîk (DIK) Suheyla Înan

amade bûn. Mewlûdê bi deqeyek rêzgirtinê

dest pê kir. Di mewlûdê de Endamên

Meclisa bajar ên HDP’ê û endama DIK’ê

Suheyla Înan axivî. Suheyla diyar kir ku li

Rojhilata Navîn di bin navê îslamê de gel

qetil dikin, ev şerma herî mezin e û divê tu

kes bêdeng nemîne. STENBOL - JINHA

Di nava þer de dixwazim

stranên xwe jî bibêjim

Hunermend Nêrgiz Hewravan dema ku

xebatên muzîkê bi rê ve dibir tevli YPJ’ê

bû lê dest ji strangotinê berneda. Nêrgiza

ku di êrîşê de ji lingê xwe birîndar bû

stran got û bi vê yekê nîşanê her kesê da

ku mirov dikare bibe şervan û hunermend

Tekoşîn TEKÎN - Asiye TEKÎN / JINHA

Gelê Rojava li hemberî êrîşên

DAIŞ’’ê yên hov têkoşînek

mezin dimeşîne, ciwanên

rojavayî jî tevli nava refên YPG

û YPJ’ê dibin. Ji 19’ê tîrmehê û

şûnde ciwanên rojavayî têkoşîna

azadiyê dimeşînin şerê ku li

hemberî çeteyan didomînin.

Nêrgiz Hewravan (15) ku li

Navenda Çanda Muzîkê ya

Rojava xebat dida meşandin yek

ji jinên ciwan ên ku li hemberî

êrîşên DAIŞ’ê beşdarî nava

YPJ’ê bûye. Nêrgiz di zarokatiya

xwe de stranên şoreşgeriyê dibêje,

lê belê ji ber şer dest ji xebatên

muzîkê berda û tevli nava

YPG’ê bû lê di eniyên şer de jî

stranên şeroşgerî got. Nêrgiz ku

di encama şer de ji lingê xwe

birîndar bû stranên şoreşê çêdike.

Nêrgiz dibêje ku ew hestên

xwe bi stranan dibêje û wiha got:

“Gelê kurd tune tê hesibandin.

Dibêjin tirk û ereb hene, lê kes

nabêje kurd hene. Dema ez zarok

bûm pir difikirîm û min ev yek ji

xwe dipirsî. ‘Çima her kes dixwaze

kurdan tune bike’ dema ku

ez li ser van fikran hûr bûm min

dît ku dixwazin ên neheqiyê ji

holê radikin tune bikin li ser vê

bingehê min fikrên xwe kirin

stran û min dest bi nivîsandina

stranên şoreşgerî kir.”

Nêzgiz wiha nêrînên xwe anî

ziman: “Ez stranên xwe ji dil û

can dibêjim. ‘Ji min re digotin

dema tu mezin bibî tuyê bigihîjî

cihên girîng.’ Ez mezin bûm û

Şoreşa Rojava dest pê kir. Çeteyan

êrîşî ax, namûs û şerefa gelê

kurd kirin. Ez jî ji bo welatê xwe

ji êrîşên çeteyan biparêzim tevli

nava YPJ’ê bûm. Hedefa min a

sereke azadkirina jinan bû.”

Nêrgiz ku piştî perwerdeya

YPJ’ê di pêvçûnê de birîndar

bûbû ev tişt anî ziman: “Dema

ku ez birîndar bûm ez rakirim

nexweşxaneyê. Min li nexweşxaneyê

di dema tedawiyê de stranan

digot. Min xwest wekî YPJ’î

bibim mînak. Min nîşan da ku ez

hem dikarim şer bikim, hem

dikarim bibim şervan, hem jî

dikarim bibim hozanvan. Wekî

jinek kurd çi ji destên min were

ez ê bikim. Dema ez birîndar

bûm ez fikirîm ez ê çawa bi

mehan rawestim lê min sebir

nedikir. Min dixwest ez baş

bibim û dîsa biçim gel hevalên

xwe yên ku me bi hev re şer

dikir şer bikim. Ez dixwazim

dema ez şer dikim stranên xwe

jî bêjim.”

Nêrgiz herî dawî bang li tevahî

gelê kurd kir ku piştgirî bidim

têkoşîna Rojava. KOBANÊ

Li Wanê li her

gavekê tacîz!

Hulya EMEÇ / DÎHA

Li Tirkiyeyê her roj bûyerên

tacîz û tecawizê zêde

dibin û ji ber ku ceza nayên

birîn qetilkirina jinan zêde

dibe. Li bajarên Tirkiye û

herêmê kolan bûne cihê ku jin

travmayên mezin bijîn, tacîzên

devkî jî hatine asta ku pêşî lê

neyê girtin. Li Wanê jin di her

qada jiyanê de bi tacîzan re rû

bi rû dimînin û ji ber ku civak

vê wekî rewşeke normal

dibîne xetere mezintir dibe. Li

kolanan jin nikarin bi tena serê

xwe bigerin û xwendekara

lîseyê Ceren Çelîk anî ziman

ku tacîz zêdetir dibin, serê her

gavê jin rastî tacîzê tên. Çelîk

diyar kir ku divê ev rewş bi

lezgînî bê çareserkirin.

Welatiya bi navê Hîlal

Barçîn di kolana mezin a

Wanê de, dixebite diyar kir ku

ditirsin bi tena serê xwe li

kolanê bimeşin û bal kişand

ser tacîzên fîzîkî. Barçîn da

zanîn ku divê li hemberî

tacîzan bêdeng nemînin û

wiha got: “Ji ber ku jin bêdeng

dimînin evqas bûyerên tacîzê

zêde dibin. Mêr zextan

dimeşînin, lê wekî ku jin sûcdar

bin tevdigerin.”

Aktivîstî Komeleya Jinan a

Wanê (VAKAD) Munevver

Olmez diyar kir ku jinên rastî

tacîz û tecawizê tên serî li wan

didin, ji ber parastina qanûnî

nîne, şertê ku tacîzê isbat bikin

dixwazin û wiha got: “Ji ber

vê yekê tu jin naçe emniyetê û

gilî nake. Li Wanê ji 7 salî

heta 70 salî hemû jin rastî

tacîzê tên. Servekirî yan jî sergirtî

ferq nake.” Olmez destnîşan

kir ku di civakê de her

tim jinên ku rastî tacîzê tên

sûcdar tên nîşandin û ev yek jî

tacîzê meşrû dike û wiha

axivî: “Çi dibe bila bibe, divê

jin ji xwe bawer bin. Divê

nefikirin gelo dê malbata min

çi bibêje, derdor çi bibêje û

teqez bertekê nîşan bidin.”

Endama Mafên Jinan a

Baroya Wanê parêzer Ebru

Çelikkalelî anî ziman ku ev

bûyer wekî ‘êrîşa zayendî’,

‘îstîsmara zayendî’, ‘tacîza

zayendî’ ji hev hatine

cudakirin û qanûn zelal

nîn in. WAN

Li aqubeta Nadir Nayci pirsîn

Li Cizîra Şirnexê ji bo aqûbeta

xizmên xwe yên di salên 1990’an de

bûne qurbanên kuştinên kiryar ne

diyar û hatine windakirin, Dayikên

Şemiyê her hefte çalakî li dar dixin.

Dayik vê hefteyê jî di 283’emîn

hefteya xwe de li Kolana Hunerê ya

Cizîrê hatin ba hev û aqubeta xizmên

xwe pirsîn. Dayikan wêneyên xizmên

xwe yên hatine windakirin rakirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê

Faysal Sariyildiz, rêveberên

Şaredariya Cizîrê, MEYA-DER, ÎHD

û DBP’ê jî piştgirî dan dayikan. Di

çalakiya vê hefteyê de çîroka windakirina

Nadir Nayciyê di sala

1993’an de li gundê Basîsk ê ji

aliyê cerdevanan ve hatibû

binçavkirin û carek din jî agahî jê

nehatin girtin, hat vegotin.

Ramazan Nayci ku çîroka windakirina

bavê xwe vegot diyar kir ku

bavê wî ji bo hespê xwe deyne gundê

Biyakopê ji Cizîrê çûye û li gundê

Basiskê, bi fermana Sercerdevan

Kamil Atak û Fermandarê

Cendirmeyan Cemal Temîzoz hatiye

binçavkirin. Nayci wiha got: “Ji bo

rewşa bavê xwe bipirsim, çûm cem

Temîzoz, wî ji min re got ku bavê

min ê 65 salî ‘Terorîst’e. Yekî 65 salî

çawa dibe terorîst. Ez bang li dewletê

dikim. Bavê min ji gundê Basîskê

derneket. Ez dizanim ew li kîjan

gomê hatiye definkirin. Dewlet

naxwaze wan derxe holê. Ez dixwazim

demildest hestî be jî, hestiyên

bavê min bên derxistin û berpirsiyar jî

bên cezakirin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê

Faysal Sariyildiz, destnîşan kir ku

pêwîst e kesên li hemberî kurdan

komkujî pêk anîne bên darizandin û

da zanîn ku heta êşa di dilê dayikan

de biçek neyê kêmkirin, dê aştiyek

mayînde nayê vî welatî. Piştî

axaftinan çalakiya rûniştinê pêk

hat. ŞIRNEX - DÎHA

Şaredariya Elbakê

Lijneya Jinan

damezirand

Di bin banê Şaredariya Elbaka

Wanê de Lijneya Jinan hat

damezirandin. Lijneya Jinan bi

tevlibûna Hevşaredara Elbakê

Aynur Tarhan, endamên

meclisa şaredariyê yên jin,

xebatkarên şaredariyê yên jin

hatiye damezirandin civîna

xwe ya yekem li şaredariyê pêk

anî û damezirandina xwe îlan

kir. Piştî rêzgirtinê civînê dest

pê kir û Hevşaredar Aynur

Tarhan axivî. Tarhan anî ziman

ku ew ê di çarçoveya paradîgmaya

“Şaredariya ekolojîk,

azadparêziya jinan a

demeokratîk” de bi gel re bên

ba hev.

Piştî axaftina Hevşaredar

Tarhan endamên meclisa

şaredariyê yên jin û xebatkarên

şaredariyê yên jin jî têkildarî

lijneyê nêrîn û pêşniyarên xwe

anîn ziman. Endamên lijneyê

diyar kirin ku ew ê bi awayekî

ji dil û can tevli xebatan bibin

û xizmetê biafirînin.

Piştî axaftin û nirxandinan

ji bo Lijneya Jinan berdevkiya

ku ji 4 kesan pêk tê û dê ji 6

mehan carê bê guhertin biryar

hat girtin. Di encama hilbijartinê

de ji endamên meclisa

şaredariyê Suheyla Korkmaz,

Rukiye Kiliç û ji xebatkarên

şaredariyê civaknas Sezgîn

Sadak û Mîhrîban Teknazîk ji

bo berdevkiya demî ya 6

mehan hatin hilbijartin.

WAN - DÎHA

Destdirêjiya leşkerên tirk a li hemberî jinan zêde dibe

Rûken ADALI / ANF

Li ser sînorê ku berî niha bi

çend rojan zilamekî rojavayî di

nav erdê xwe de bi guleyekê hat

qetilkirin, vê carê jineke rojavayî

rastî tecawiza leşkerekî hat.

Helwesta dijminahiyê ya

yekîneyên artêşa tirk ên li ser sînor

li hemberî rojavayiyan vê carê jî

bû sedem ku jineke rojavayî rastî

tecawizê bê.

Jineke ciwan ji aliyê leşkerên

Fermandariya Boluka Katran ve hat

desteserkirin û rastî tecawizê hat.

Agahî ji aliyê şahidên bûyerê ve ji

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê

Faysal Sariyildiz re hat ragihandin.

Karkerên ku li tesîseke nêzî

qereqola sînor a Katran dixebitin,

hovîtiya rû daye bi şahidiya xwe û

hûrgiliyên wê vegotin: “Bûyer 16’ê

tîrmehê saet di navbera 15.00-

16.00’an de li cihê ku leşkeran

nobet digirtin pêk hat. Jina ciwan a

bi navê H.H. a ji Girkêlegê dema

xwest sînor derbas bike, du leşkeran

pêşiya wê girtin û wê birin

kulubeya leşkeran. Bi qasî 30

deqeyan di kulubeya leşkeran de

ma. Jina ciwan dema bi awayekî

bêhal derket derve piştî demekê ket

erdê. Karkerên şahidên bûyerê çûn

alîkariya jina ciwan. Jin bi awayekî

bêhal û cilên li ser qetiyayî bûn.

Karkeran jina ciwan birin tesîsê.

Jina ciwan ku destpêkê tiştên hatine

serê wê nexwest bêje, paşê got.

Leşkeran destpêkê 200 dolar jê

xwestine wê pere dane lê leşker bi

wê têr nebûne, leşkerekî dest

avêtiye jina ciwan. Jina ku nexwest

navê xwe bêje paşê ji Şirnexê derbasî

bajarekî din bû.”

JI AKP’Ê CESARET DIGIRIN

Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê

Faysal Sariyildiz têkildarî mijarê ji

ANF’ê re axivî û wiha got: “Bi rastî

jî di vê mijarê de mirov nikare

tiştekî bêje. Rewşeke derveyî

mirovatiyê ye. Di êrîşa tecawizê de

leşkeran ji polîtîkayên hikûmeta

AKP’ê yên der barê Rojava de

cesaret girtine. Ne karekî ku leşkerek

bi xwe bike ye. Aşkera ye ku ji

nêzîkatiya dewletê ya li hemberî

Rojava cesaret girtine.”

EV REWŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Sariyildiz diyar kir ku dê bûyerê

bişopînin û wiha berdewam kir:

“Gelê kurd di her şert û mercî de

wê li rûmet û pêşeroja xwe xwedî

derkeve. Em dewletê hişyar dikin.

Dîrok, saet û cihê bûyerê diyar e.

Şahid hene. Divê tavilê der barê fermandar

û leşkerên qereqolê de doz

bê vekirin û bên cezakirin. An na

em ê bi dehezaran kesî li wir kom

bikin û sînorên ku êdî wateya xwe

winda kirine derbas bikin.” ŞIRNEX

4 27 Tîrmeh 2014 Yekşem NÛÇE

Azadiya Welat

‘Pergala cerdevantiyê bila bê rakirin’

ÎHD û xizmên windayan çalakiya xwe ya

heftane li dar xistin. Di çalakiyan de

aqubeta kesên windahî hatin pirsîn. Di

çalakiya lli Êlihê de jî hat xwestin ku

pergala cerdevaniyê bê rakirin

Dayikên Şemiyên yên li

Amed, Êlih û Stenbolê vê

hefteyê jî aqubeta xizmên xwe

yên winda pirsîn

AMED: Bi pêşengiya Komeleya

Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê,

bi dirûşma “Bila winda bên dîtin,

kiryar bên darizandin” di hefteya

285’emîn de aqûbeta windayan hat

pirsîn. Di çalakiya ku pankarta

wêneyên windayan li ser hebû

“Bila winda bên dîtin, kiryar bên

darizandin” hat vekirin de, aqûbeta

Reşît Tokçu yê di sala 1999’an de

li Gevera Colemêrgê piştî leşkeran

operasyonê pêk anî hat qetilkirin

hat pirsîn.

Sekreterê ÎHD’a Amedê

Abdulselam Înceoren, çîroka Reşît

Tokçu ku di 29’ê hezîrana 1999’an

de li zozanê Mergazera Gevera

Colemergê, di encama bombebaranê

de jiyana xwe ji dest da vegot. Înceoren

destnîşan kir ku dema Tokçu

diçe zozanan ji alî leşkerên tirk ve

zozan bi balafirê tê bombekirin û di

encamê de Tokçu birîndar dibe.

Înceogen got ku li gorî agahiyên

malbata Tokçu daye, Reşît Tokçu

birîndar dikeve destên lêşkeran,

Tokçu ji zinarê diavejin û heta niha

tu agahî jê nehatiyê girtin.

Her wiha Înceoren, destnîşan kir

ku piştre operasyona leşkeran

berfireh dibe, bi milîtanên PKK’ê re

dikeve pêvçûnê û wiha got: “Li gorî

Êlih

Stenbol

agahiyan, di encama pêvçûnan de 7

gerîlayên PKK’ê şehîd dikevin. Piştî

pêvçûnê cenazeyên milîtanên PKK’ê

Amed

yên ku şehîd ketine di terazinan de

diavêjin. Malbat, ji ber ku operasyon

berdewam dikin û ewlehiyê ji bo

Tokçu tu serlêdaneke fermî nake.

Çewa ku heta niha negihîştibin

cenazeyê Tokçu, aqûbeta wî jî nayê

zanîn.” Piştî axaftinan 5 deqe

çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH: ÎHD’a Êlihê û xizmên

windayan li Êlihê jî bi heman

armancê li Parka Yilmaz Guney

hatin cem hev û çalakiya hefteyî li

dar xistin. Di çalakiyê de ji bo Nazli

Bidikçi ya ku di 5’ê tîrmehê de ji

aliyê cerdevanan ve hat revandin

bang hat kirin. Rêveberê ÎHD’a

Êlihê Bariş Evîz daxuyanî xwend û

diyar kir ku pergala cerdevaniyê

wekî berê niha jî dibe sedema windayan.

Evîz anî ziman ku pergala

cerdevaniyê bi zanebûn ji aliyê

dewletê ve tê pêşxistin û wiha got:

“Birîna komkujiya gundê Zanqirtê

nehatibû dermankirin cerdevan her

roj dibin sedema mirinan û sûc

dikin. Cerdevanan herî dawî li gundê

Guluce yê Hezoyê jina ciwan a bi

navê Nazli Bidîkçî revandin. Nayê

zanîn ku Bîdîkçî ji ber çi hat

revandin.” Piştî daxuyaniyê çalakiya

rûniştinê hat lidarxistin.

STENBOL: Dayikên Şemiyê yên

Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya

487’an li Qada Galatasarayê li dar

xistin. Daxuyaniya heftane xwîşka

Hayrettîn Eren Îkbal Eren xwend.

Eren diyar kir ku kesên dewletê bi rê

ve dibin dîsa ji ber cejna Remezanê

dê peyman bidin û wiha got: “Dê

behsa cejnê bibe vesîleya

kêfxweşiyê. Kesên em mehkûmî

goristanan kirin, em bêcejn hiştin û

zilim ji me re rewa dîtin dê wekî her

carê bi dirûtiya xwe derkevin

pêşberî me. Cejn ji bo me tê wateya

hêrsa li hemberî kesên em bê dayik,

bav, bira û xizim hiştine. Em ê di vê

cejnê de jî gorên zarokên xwe di dilê

xwe de hilbigirin.” DÎHA

‘Em ê Rojava

biparêzin’

Ji bo gerîlayê PKK’ê Ekrem

Ozkaya (Bager) ku li Çiyayê

Gebarê di pevçûnekê de şehîd

ketibû, nûnertiya MEYA-

DER’ê û malbata Ozkaya li

Edeneyê mewlûd da. Endamên

TUHAY-DER, Însiyatîfa

Dayikên Aştiyê, DBP, HDP,

Dayikên Aştiyê û zêdeyî sed

welatî beşdarî mewlûdê bûn.

Li qada ku mewlûd lê hat

dayîn posterên Rêberê Gelê

Kurd Abdullah Ocalan, alên

PKK û KCK’ê, wêneyên gerîla

Ozkaya hatin daliqandin.

Piştî rêzgirtinê Dayika

Aştiyê Emîne Çîg axivî û wiha

got: “Şehîdên me ji bo me canê

xwe feda kirin. Riya wan riya

me ye. Em ê Rojava bi rûmeta

şehîdên xwe û serkeftina gerîllayên

xwe ji çeteyan rizgar û

azad bikin.” EDENE - DÎHA

Endamên HDP’a

Sancaktepeyê li dijî êrîşên

çeteyên DAIŞ’ê yên li

Kobanê û êrîşên Israîlê yên

li dijî Fîlistînê ji Cadeya

Demokrasiyê heta Qada

Festîvalê meşek li dar xist.

Komê cadeya Enqereyê ya

kevin ji trafîkê re girtin û bi

pankartên “Ji Kobanê heta

Filistînê gel li ber xwe

didin”, “Ji Kobanê heta

Filistînê silav li ên li ber

xwe didin” hatin hilgirtin û

dirûşmên “Bijî berxwedana

Hatin koçberkirin û rastî cudakariyê hatin

Malbata Ektîren yek ji malbatên Ektîren da zanîn ku wî bûyerên hatine Edeneyê gelek zehmetî Umut Ektîren jî diyar kir ku ew

ku di 1993’yan de ji gundê Dêşî li herêmê ji bîr nekiriye û sedema kişandine û wiha got: “Me gelek di germa Çukurovayê de bi xwîşk

yê Dêrika Mêrdînê koçber bûne û koçberiya xwe jî bi gotina “cerdevanan

zehmetiyên madî û manewî û birayên xwe re di şert û mercên

li bajaroka Kuçuk Dîkîliya

destûr nedidan ku em kişandin. Me li gund axa xwe giran de xebitîne û wiha axivî:

Seyhana Edeneyê bi cih bûne ye. zeviyên xwe biçînin, hemû mal û diçand. Cerdevan û leşkeran destûr “Piştî ku tevgera kurd li Tirkiyeyê

Selahattîn Ektîren diyar kir ku ew milkên me talan kirin, em jî neçar nedan. Em mecbûr man ku li û cîhanê hin tişt bi dest xistin ev

ji ber zilm û zora cerdevanan man ku koç bikin” tîne ziman. ciheke em qet nas nakin bi feraset jî roj bi roj şikest û dê ev

reviyane û kurapê wî jî di encama

pereyeke pir kêm bixebitin. Ligel nijadperestî jî ji holê rabe û hebûna

kuştinên “kiryar nediyar” de hatiye ÊŞA ROJÊN KOÇBERIYÊ ku evqas sal derbas bûne jî em hêj

gelê kurd bê qebûlkirin.”

qetilkirin.

Ektîren bi lêv kir ku dema ew êşa wan rojan dikişînin.”

EDENE - DÎHA

Dîlê nexweş di hucreyê de tê girtin

Kadrî OZKAN / DÎHA

Dîlên nexweş ên di girtîgehan

de her diçe rewşa wan giran

dibe û ligel serbest nayên berdan

rastî pêkanînên rêveberiyên girtîgehan

ên bi îşkenceyê tên.

Dîlê nexweş ê bi navê

Bayram Yaruk ê ku 26

sal e di girtîgehê de ye li

1’emîn Girtîgeha Tîpa F

a Kandirayê hat derbkirin

û piştre jî cezayê

hucreyê lê hat birîn.

Yaruk ligel rapora wî

ya “Taybetmendiyên

Kesayeta Kumeya B”

Ji bo Kobanê û Filistînê meş

ROjava”, “Gelê Rojava tenê

nîne”, “Bijî YPG” hatin

berzkirin.

Piştî meşê li ser navê

HDP’a navçeyê Mehmet

Ozvariş axivî û got ku hêzên

emperyalîst bi polîtîkayên

xwe dixwazin hem Rojhilata

Navîn hem jî şoreşa Rojava

têk bibin. Ozvariş diyar kir

ku AKP piştgiriyê dide

çeteyên DAIŞ’ê û banga

xwedîderketina şoreşa Rojava

kir. Çalakî bi dirûşman bi

dawî bû. STENBOL - DÎHA

heye dîsa di hucreyê de tê girtin.

Yaruk ji ber nexweşiyên psîkolojîk,

KOAH, fitiqa piştê û dîtinê, nikare

bimeşe û mîdeyê wî gelek caran li

nexweşxaneyan hat dermankirin.

Hîlal Yaruk li girtîgehê bi xalê

xwe Bayram Yaruk re

hevdîtin pêk anî, diyar kir

ku xalê wê ji ber li dijî

lêgerîna tazî derket hatiye

derbkirin û wiha got:

“Piştre rêveberiya girtîgehê

der barê xalê min de

lêpirsîn da destpêkirin. Di

encama van lêpirsînan de

xalê min du caran cezayê

hucreyê girt. Xalê min ji

min re got li girtîgehê komeke

gardiyanan bi taybet li ser

hukumxwaran zextan pêk tîne.”

Yaruk, bi lêv kir ku ji bo

pêkanînên dijmirovahî yên li hemberî

xalê wê pêk tên bi dawî bibin

serî li Komeleya Civaka Sivîl a

Pergala Înfazê ya Ceza (CÎSST)

dan. Yaruk, destnîşan kir ku komeleyê

ji ji bo ev pêkanîn berdewam

nekirin serî li Komîsyona Mafên

Mirovan a Meclisê, Saziya Mafên

Mirovan a Tirkiyeyê, Lijneya

Mafên Mirovan a Kocaeliyê, Lijneya

Şopandina Girtîgehan a Kocaeliyê

û Midûriyeta 1’emîn Girtîgeha

Tîpa F a Kandirayê dan. STENBOL

Bûyera Serêkaniyê

li Cizîrê hat

şermezarkirin

Di 21’ê tîrmehê de li Serêkaniya

Rihayê li sînorê Rojava leşkerên

tirk li dijî yekîneyek HPG’ê kemîn

danîn û di encama kemînê de

pevçûn qewimîbûn. Piştî daxuyaniya

di dema bûyerê de 2

gerîlayên HPG’ê ji yekîneyên xwe

qut bûne hat dayîn, endamên YDG-

H’ê li Cizîrê hem bûyer hem jî

operasyonên leşkerî şermezar kirin.

Endamên YDG-H’ê li kolanên

Yasef û Nuseybîn hatin cem hev û

rê ji trafîkê re girtin û kontrola nasnameyan

kir. Ciwanên demek dirêj

rê kontrol kirin piştî demekê rastî

êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi

TOMA, wesayîtên zirxî û

bombeyên gazê êrîşî ciwanan kirin.

Ciwanan ji bi kevir, guleyên

hewayî, bombeyên deng û molotofan

bersiva polîsan da. Piştî êrîşa

polîsan a bombeyên gazê bêencam

ma vê carê jî polîsan demek dirêj

gule berdan hewayê. Ligel vê yekê

dîsa ciwanan bombeyên deng û

molotof avêtin polîsan. Ji ber ku

polîsan gelek bombeyên gazê

bikaranîn gelek welatiyên bazara

cejnê dikirin nerehet bûn û ji ber vê

yekê bertek nîşanî polîsan da.

Pevçûnên di navbera ciwan û

polîsan de heta derengiya şevê

berdewam kir. ŞIRNEX - DÎHA

5 27 Tîrmeh 2014 Yekşem NÛÇE Azadiya Welat

Þengalê ji DAIÞ’ê bipêrêzin

Piştî çeteyên DAIŞ’ê Mûsil bi dest xistin, Şengal

û kurdên li wir bûn hedefa çeteyan.

Çeteyên DAIŞ’ê niha jî li navenda Şengalê

belavokên gefxwarinê belav dikin. Feleknas

Uca got ku yekane alternatîfa li pêşiya Şengalê

ew e ku parastina xwe bi hêz bikin

Piştî çeteyên DAIŞ’ê Mûsil bi

dest xistin, êzidî, şebek û

xirîstiyanên li herêma Nînovayê

bûn hedef. Çeteyên DAIŞ’ê niha jî

Arşîv

li navenda Şengalê belavokên

gefxwarinê belav dikin.

Parlamentera berê ya

Parlamentoya Ewropayê Feleknas

Uca der barê mijarê de agahî dan.

Uca komkujiya di sala 2007’an de

ya li hemberî êzidiyan pêk hat ku

di encam de 400 êzidiyan jiyana

xwe ji dest dan bi bîr xist û got ku

îro jî heman gef heye.

Uca diyar kir ku DAIŞ’ê belavokên

ku dê Şengalê bixînin belav

kirine û wiha got: “DAIŞ’ê gefa,

‘Em ê roja cejnê bên çaya we

vexwin, pêwîst nake em we bikujin,

em dewleta îslamê ava dikin,

hûn jî neçar in bibin misliman” li

gel kirine.”

Uca bi bîr xist ku Rêberê Gelê

Kurd Abdullah Ocalan di sala

2007’an de bal kişandibû ser

parastina êzidiyan û wiha axivî:

“Yekane alternatîfa li pêşiya Şengalê

ev e ku parastina xwe bi hêz

bikin. Şengal bajarê Kurdistanê

ye, ger li hemberî herêma Şengalê

êrîşeke çekdarî pêk bê dê ew bajar

veguhere goristana bi hezaran

mirovan. Ger herêma Şengalê

bikeve wê berxwedana destana

Derwêş û Edulê jî bikeve.”

Parlamenter Uca destnîşan

kir ku pêwîst e tevayî hêzên kurdistanî

jî ji bo parastina vê herêmê

di nav hewldanan de bin.

BRUKSEL - ANF

DAIŞ reviya lê

şop û kiryarên

wê man

Lezgîn ÎBRAHÎM / ANHA

Şervanên YPG/YPJ’ê

beriya çend rojan gundê

Çel Oxlî yê 45 km li rojavayê

herêma Kobanê ye bi navê

Pêngava ‘Tolihildana Şehîdên

Kobanê’, ji çeteyên DAIŞ’ê

rizgar kiribûn.

Beriya komên çete bi tirmbêl

û çekên xwe ên giran ji

gundê ku ji 15 malan pêk tê

birevin bi şopên kiryarên xwe

ên xirab xwe dan nasîn.

Çeteyan xanî û dergezên malan

xerab kirin û bombe li cihên

cuda ên gund çandin.

BOMBE BI CIH KIRIN

Ciwanên ku bi şervanên

YPG’ê re çete ji gund derxistin

diyar kirin ku çeteyan hemû

malên gund gulebaran kirine û

hemû tiştên bi nirx yên

welatiyan dizîne. Çeteyan di

navbera malên welatiyan de

bombe çandin û bombe bi têlên

tenik girêdayî hiştin da ku

dema kes rastî têlên were, bi wî

ve biteqe. Yek ji wan

bombeyan bi seyekî ve teqiya.

Hêzên rêjîmê êrîşî

çeteyên DAIŞ'ê kirin

HESEKÊ - Hêzên rêjîma

Sûriyeyê deverên başûr û

rojhilatê başûrê bajarê Hesekê ku

di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de

ye bi top û balafiran hedef girtin.

Hat gotin ku hêzên rêjîmê top ji

Çiyayê Kewkeb û barageha

Leşkerî ya bajar davêtin çeteyan.

Her wiha balafriên şer ên hêzên

rêjîmê gundê Tinênîr ê ku rojhilatê

Çemê Xabûrê li ser riya Hesekê

Şedadê dikeve, hedef girtin.

Mar pê veda

lê derbas nekirin

KOBANÊ - Welatiya bi navê

Xaliya Mustefa ji stuyê xwe

ve rastî dadana mar hatibû û ji bo

dermankirina lezgîn berê wê dan

deriyê sînor ê li bakurê Kurdistanê.

Tevî ku pêdiviya wê bi dermankirina

lezîgîn heye jî rayedarên dewleta

tirk rê nedan ku derbasî bakûrê

Kurdistanê bibe. Pisporê

nexweşiyên hundirîn Dr. Ednan

Mustefa got ku hewcedariya Xaliya

bi 5 derziyên dijberî jehrê heye.

Hamas û Israîlê

agirbest îlan kirin

QAMIŞLO - Li Xezayê ku Israîl 3

hefte ne bênavber êrîşan pêk

tînîn, aliyan di agirbesta demkî ya 12

saetan de li hev kirin. Agirbesta

mirovî ya ku li paytexta Misrê

Qahîreyê ji aliyê Wezîrê Karên Derve

yê DYA John Kerry û Sekreterê Giştî

yê NY Ban Kî-Moon hat pêşniyar kirin

ji aliyê Hamas û Israîlê ve hat

qebûlkirin. Berdevkê Hamasê Samî

Abu Zhurî got ku 'Di mijara

agirbesteke mirovî ya 12 saetan em

gihiştine nêrîna yekîtiya neteweyî.’

Bo gundê xwe biparêzin şer dikin

Îsmaîl ESKÎN / DÎHA

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li

hemberî Kantona Kobanê

didomin û çîrokên balkêş ên şervanên

ku di nav refên YPG/YPJ’ê de

cih digirin, hene. Şervan li hemberî

dagirkirin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê

24 saetan di çeoeran de şer dikin û ji

bo jiyaneke azad têdikoşin. Ev saleke

gundê Boraz bi êrîşên çeteyên

DAIŞ’ê re rû bi rû dimîne, Mizgîn

Cûdî ji ber êrîşên çeteyan gundê xwe

terk dike û biryar dide ku li hember

DAIŞ’ê şer bike. Cûdî ji bo gundê

xwe ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar

bike, tevli şervanên YPJ’ê dibe.

Cûdî anî ziman ku gelek caran

çeteyên DAIŞ’ê ji wan re peyamên;

“Em ê werin gundê we û jinan bikin

kole” şandine û wiha got: “Hatin

gund, çi hebûn birin. Me bi zehmetî

xwe xilas kir. Çeteyan malên me

talan kirin, piştî ku YPG hat çete

reviyan.” Cûdî da zanîn ku piştî vê

talanê bi tevî birayê xwe biryar girtiye

ku ji bo gund biparêzin û perwerdehiya

çek bibînin tevli YPG’ê

bibin û wiha axivî: “Ez nikarim

destûrê bidim, werin gundê min talan

bikin. Li hember van çeteyên ku

dibêjin em ê we şerjê bikin, ji bilî

çek rakirinê tu derfet nema.”

Cûdî diyar kir ku li gundê wan

gelek mêr reviyane û bawer nekirine

ku dê jin li hember çeteyan şer bikin

û wiha got: “Ev saleke ez tevli YPJ’ê

bûme, piştî ku gundê me hat rizgarkirin,

ez hatim eniya ku li rojhilatê

Kobanê ye. Ji bo vî gelî ez

amade me li hemû eniyan şer bikim.

Piştî ku gundê me ji destê çeteyan

hat rizgarkirin, min fêm kir ku li

ku derê bibe bila bibe, ger gelê me

rastî zilmê bê divê em li wir şer

bikin. Niha hevalên min gundê me

diparêzin.”

Şervanê YPG’ê Welat Kobanê jî

destnîşan kir ku ji ber ku YPG li

hember çeteyên DAIŞ’ê gel û axa

welat diparêze bi bandor bûye, ji ber

vê yekê tevli YPG’ê bûye û wiha

got: “Birayên min PDK’î ne û li

hemberî şoreşê derdiketin, lê min dît

ku YPG ji bo me şer dike, ji ber vê

yekê ez tevli YPG’ê bûm. Ev

berxwedana ku em pêş dixin tenê ji

bo gelê Rojava nîne. Em ji bo çar

perçeyan şer dikin. Eger em li vir

gelê xwe neparêzin, em li tu cihî bi

ser nakevin. Ji ber ku hemû girêdayî

hev in. Em destûrê nadin DAIŞ

komkujiyan pêk bîne.” KOBANÊ

GULEYÊN HEWANÊ

Şervanên YPG’ê hejmarek

ji bombeyên di navber malên

gund de hatine çandin dîtin. Li

gorî agahiyên YPG’ê hin ji

wan wekî cereyên gazê bûn û

bi madeya TNT’ê dagirtî bûn û

di bin komek kevirên mezin de

hatine bi cihkirin ku ji bo dema

biteqe zirarek mezin bide

welatiyen. Bombeyên din jî

mîna guleyên Hawanê bûn û li

cihên vala hatibûn danîn.

DÊ WELATÎ VEGERIN

Yek ji Fermandarê YPG’ê

ku çeteyên DAIŞ’ê ji gund

derxistin Heqî Kobanê diyar kir

ku ew gund ji bombeyên ku

çeteyan li pey xwe hiştine paqij

dikin û wiha got: “Dema me

gund ji bombeyan paqij kir dê

welatî vegerin ser gundê xwe.

Em bang li hemû gelê kurd

dikin ku yeketiya xwe ava

bikin û li hemberî çeteyên

DAIŞ’ê şer bikin.” KOBANÊ

YPG’ê li dijî

DAIŞ’ê çalakî

pêk anî

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li

hemberî Kantona Kobanê berdewam

dike. Berxwedana şervanên

YPG/YPJ’ê ya li hemberî

çeteyên ku dixwazin bikevin

Kobanê jî didome.

Li gorî çavkaniyên ji

Yekîneyên Parastina Gel (YPG),

hatin girtin şervanên YPG/YPJ’ê

li dijî bargehek çeteyên DAIŞ’ê

ya li gundê Geteşê rojavayê

Kantona Kobanê, çalakiyek pêk

anîn. Hat ragihandin ku di encama

çalakiyê de gelek çete hatin

kuştin û hin jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku çeteyên

DAIŞ’ê gundên rojhilat û

rojavayê Kobanê bi hawanan,

topbaran dikin. KOBANÊ - ANHA

6 27 Tîrmeh 2014 Yekşem POLÎTÎKA Azadiya Welat

KCK: Hilbijartina Fuad Mehsûm şansekî mezin e

Hevserokatiya Desteya Rêveber a

KCK’ê, Serokdewletê nû yê kurd ê

Iraqê Fuad Mehsûm pîroz kir. KCK’ê

diyar kir ku hilbijartina Mehsûm ji bo

hemû civakên Iraqê şansekî mezin e û

wiha dewam kir: “Birêz Celal Talabanî di

feraset û xeta xwe de serokomarê nû

hilbijartiye û ev jî gelekî girîng e.”

Hevserokatiya KCK’ê der barê

Serokdewletê nû yê Iraqê Faud

Mehsûm ku di 24’ê tîrmehê de ji aliyê

Parlamentoya Iraqê ve hat hilbijartin de

peyamek weşand. KCK’ê da zanîn ku

hilbijartina Fuad Mehsûm ku rêhevalê

lîderê YNK’ê Celal Talabanî ye, dê ji

bo pêşketinên azadî û demokrasiyê

roleke girîng bilîze.

KCK’ê di peyama xwe de wiha got:

“Di demeke ku li Iraqê pirsgirêkên

mezin tên jiyîn de birêz Celal Talabanî

di xet û feraseta xwe de serokdewletê

nû hilbijart û ev jî gelekî girîng e.

Hilbijartina birêz Fuad Mehsûm biryareke

di cih de ye û ji ber jî bo serokomariyê

hatiye hilbijartin em wî pîroz

dikin. Birêz Celal Talabanî bi salan serokomarekî

serkeftî bû. Ji bo hemû mafên

gelên Iraqê hewldaneke mezin da. Birêz

Talabanî bi serokdewletiya kurdan re

ispat kir ku dê Iraqek nû bê afirandin.”

KCK’ê wiha dawî li daxiyaniya xwe

anî: “Em bawer in rêhevalê Celal

Talabanî, Fuad Mehsûm jî dê di pêşketina

azadî û demokrasiya Iraqê de roleke

girîng bilîze. Di pêşîgirtina pevçûnên

mezhebî û aloziya navbera şiî û suniyan

de bibe xwedî hewldanake zelal. Li

Rojhilata Navîn li her welatî pêwistî bi

kesên ku yekîtiya demokratîk û çareserkirina

pirsgirêkan pêk tîne heye. Dema

gel bi hev re û wek hev bi awayekî

demokratîk bijîn di navbera wan de

wateya sînor û dîwaran jî namîne. Ji

ber vê hilbijartina Fuad Mehsûm ji bo

hemû gel û baweriyên cuda yên Iraqê

şansekî mezin e. Em bi vê wesîleyê wî

careke din pîroz dikin û serkeftinê dixwazin.”

BEHDÎNAN - ANF

Namzedê hemû

gelên bindest e

Namzedê serokomariyê û hevserokê

HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Antalyayê

axivî û wiha got: “Ez bi Tevgera Azadiya

Kurd a ez di nav de mezin bûm serbilind

im.” Demîrtaş got ku ew bi nasnameya

xwe ya kurd namzedê hemû gelan e

Namzedê serokomariyê

Selahattîn Demîrtaş têkildarî

hilbijartinên serokomariyê li

Antalyayê civîna gel li dar xist.

Di civînê de ligel nûnerên

saziyên civakî gelek welatî amade

bûn. Demîrtaş di civînê de diyar kir

ku dewlet bi rêya medyayê bi salan

gel berdane hev û wiha got:

“Serokwezîr bi destên xwe bi gotinên

wezîran, bi piştgiriya darazê bi

vî awayî ev tişt ji Tirkiyeyê re gotin.

Bi salan bi gotina ‘Elewî xwedî

baweriyeke jirêderketî ne’ elewî

xerab nîşan dan. Heta dema nêz bi

gotina ‘Misliman ji bo rejîmê tehdît

in’ xwestin li ser wan cudatiyan

çêbikin. Bi salan ji bo nasnameya

jinê tune bihesibînin û jinan wek

welatiyek wekhev qebûl nekin ew

xerab nîşan dan. Jixwe ermenî li vî

welatî hîn jî kûfrek e, rûm heqaret,

cihû têgîneke biçûkxistinê ye.

Dengê xwe nadin

nijadperestan

didin Demîrtaş

Însiyatîfa Aştiyê li Taksîmê ji bo

namzetê serokomariyê yê gelan û

guhertinê Selahattîn Demîrtaş li

Taksîmê çalakiya piştgiriyê li dar

xistin. Di daxuyaniya ku dan de

xwestin hemû derdorên demorat,

sosyalîst û aştîxwaz dengên xwe

bidin Demîrtaş.

Endamên însiyatîfê yên bi alên

li ser ‘aştî’ nivîsandî ji Tunelê heta

Qada Galatasaray meşiyan, bang li

hemû gelê aştiyê dixwaze kir ku

dengên xwe nedin diz û nijadperestan,

bidin Selahattîn Demîrtaş.

Di çalakiyê de welatiyên derdorê

jî piştgirî dan çalakvanan. Li aliyê

din di meşê de bê navberê dirûşme

hatin berzkirin.

Li Qada Galatasaray a di bin

dorpêça polîsan de endama

Desteya Rêveber a Meclisa HDP’ê

Arîfe Kose axivî û wiha got:

“Temînata wekhevî, aştî û azadiyê

Demîrtaş e.”Piştî axaftina Kose li

ser navê Însiyatîfa Aştiyê Meral

Oral û Nadîre Gur daxuyanî

xwendin. Oral û Gur êrîşên dewleta

Israîl ên li hemberî gelê Filistînê

şermezar kirin û gotin ku divê ji

vê hovîtiyê re mirov bêje bes e.

Oral û Gur di daxuyaniya dan de

wiha gotin: “Ji aliyê me ve ya esas

jiyan, aştî, edalet û di şert û mercên

wekhev de bi hevre jiyankirin

e. Lewma di hilbijartinên serokomariyê

de dilê me pir rehet e.

Dengên me ji namzedê gelan û

guhertinê Selahattîn Demîrtaş re

ne.” STENBOL - ANF

Serokwezîr êzidî wekî gotineke

heqaretê timî bi kar tîne. Ango niha

kesên wekî dewletê û serokwezîr

nafikirin û di paceya wan de li

dinyayê nanêrin, wekî cinawirên ku

mirov wan li cihê mirovan nabîne

tên destgirtin.”

Demîrtaş got ku mirovên

dewlet dixwaze ava bikin ji bilî

komeke goşt ku rûhê wî jê hatiye

stendin ne tiştekî din e û wiha

dewam kir: “Ji ber mirov bi

zimanê xwe yê dayikê heye.

Mirov bi baweriya xwe heye.

Mirov bi rûmeta xwe heye. Tişta

ku mirov ji zindiyên din cuda

dike ev e. Em ji bo statûyê nebûn

namzed. Helbet ez bi Tevgera

Azadiya Kurd a di nav de mezin

bûme serbilind im.”

Demîrtaş bi bîr xist ku di

civînekê de jinekê jêre gotiye ‘Tu

hê nikare bêjî ez tirk im, tê çawa

bibî serokkomar’ û wiha axivî:

“Ger ez tirk bûma min ê gotiba ez

tirk im. Ez kurd im û bi vê nasnameya

xwe namzedê serokomariyê

me. Lê ez ne tenê namzedê

gelê kurd im. Ez namzedê hevpar

ê tehavî kesên din, xizan û kedkaran

im.” ANTALYA - ANF

Hewl didin pêşî li

destkeftiyên gelê

kurd bigirin

Hevserokê DBP’ê Kamuran

Yuksek ji bo pevçûna di navbera

eşîrên li Colemêrgê pêk hat bi

dawî bike hevdîtin kirin, da zanîn

armanca bûyerên li Colemêrg û

Amedê pêk tên ev e ku pêşî li

hewldanên zêdekirina destkeftiyan

û ketina pêvajoya siyasî bigirin.

Yuksek destnîşan kir li dijî

polîtîkayên qirêj divê yekitiya

civakî bê bidestxistin, di asta herî

jor de bên cem hev û di mijara

gihandina perspektîfa neteweyî ya

demokratîk de xebatê dimeşînin.

Yuksek bal kişand ser eşîran û

wiha got: “Pir zêde bi vê lîstine,

texrîb kirine. Bi salan e partiya me

der barê veguhertina tevna sosyolojîk

de xebat meşandin.

Encamên diyarkirî jî derketine

holê. Lê di demên dawî de dîsa di

vê mijarê de sazbûna eşîran

derdixin holê û em dibînin ku li

ser wan siyasetê dikin û hewl

didin bibin desthilatdar. Dewlet

ji bo ku dîsa eşîran bike bin

kontorla xwe, li dijî pêşengên

eşîran nêzîkatiyek wisa nîşan

didin. Em wisa difikirin ku ev

polîtîkaya dewlet an jî hinek

aliyan e. Di xebatên ku me li

herêma kiriye de bi taybet me

xwest em balê bikişînin ser

vê.Me ev şopand. Tahrîkên

gelek cidî hene. Peywireke

girîng dikeve ser milê ciwanên

kurd jî. Divê li dijî pirsgirêkên

civakî bi hestiryartir bin.”

COLEMÊRG - ANF

Bi dehan buro hatin vekirin

Li Silopiyê buro

hat vekirin

LI SILOPIYÊ ji bo namzedê

serokomariyê Selahattîn

Demîrtaş duyemîn buroya

hilbijartinê hat vekirin.

Bi sedan kesên ku ji bo

Hevserokê HDP’ê û namzedê

serokomariyê Selahattîn

Demîrtaş li ber avahiya

DBP’ê kom bûn ber bi buroya

hilbijartinê ya li taxa

Yeşîltepeyê ve meşiyan.

Rêveberên DBP’a Sîlopiyê,

MEYA-DER, Dayikên

Aştiyê, endamên meclisa

şaredariyê û gelek welatî beşdar

bûn. Di meşê de bê navber

dirûşmên “Bijî Serok

Apo”, “Bê Serok jiyan nabe’’

û ‘’Bijî berxwedana YPG,

YPJ’ê’’ hatin berzkirin.

Girseya ku hatin buroya hilbjartinê

piştî rêzgirtinê buro

vekirin. ŞIRNEX - DÎHA

Li Qoserê komek êrîşî penaberan dike

Li Qoserê êrîşên li hemberî penaberên

Sûriyeyê şevê din jî berdewam

kir. ÎHD’a Mêrdînê destnîşan

kir ku ev komên êrîşkar ji aliyê

dewletê tên parastin.

Li Qosera Mêrdînê êrîşên li

hemberî penaberên Sûriyeyê

şevêdin berdewam kir. Ev çend

rojên dawîn e li hemberî penaberan

êrîş berdewam dike. Şeva din jî ji

ber êrîşan gelek polîs û Toma hatin

cihê bûyerê. Koma êrîşkar bi keviran

êrîş li erebeyek bi pleqeya

Sûriyeyê kir û bi dirûşma ‘Em

kesên ji Sûriyeyê naxwazin” meşek

li dar xist.

Ji ber êrîşên li Qoserê ÎHD’a

Mêrdînê daxuyaniyek nivîskî da. Di

daxuyaniyê de hat ragihandin ku

mafê îlticayê mafekî gerdûnî ye û

wiha hat gotin: “Kesên penarber ku

li Mêrdîn û navçeyên wê rastî

tundiyê tên. Kes an jî komeke êrîşê

pêk tîne diyar e û dewlet jî li ber

van çavên xwe digire. Bi van êrîşên

provokator tê xwestin ku mexdûrên

şer bên lînckirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin

ku penaberên ku ji rewşekê ne

berpirsyar in divê werin parastin û

der barê kesên êrîşkar de muameleyên

fermî bê destpêkirin. Her

wiha hat destnîşankirin ku

neparastina penaberan sûcekî li dijî

mirovahiyê ye û wiha hat gotin:

“Çapemeniya herêmî jî divê dev ji

hedefnîşandana penaberan berde û

li gorî regezên rojnamegeriyê tev

bigerin.” MÊRDÎN - DÎHA

Ji suryaniyan li dijî hovîtiya DAIŞ’ê banga têkoşînê

Desteya Serokatiya Konseya

Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB),

diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ 9’ê

hezîranê Mûsil bi dest xistin êrîşên

li hember gelên asûrî-suryani-keldanî

û kurd zêde bûne, li hemberî

êrîş û komkujiyan bang kir da ku

nûnerên gelê asûrî û kurd bên gel

hev û têkoşîna hevpar bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku

çeteyên DAIŞ’ê li hemberî

mirovatiyê sûcên nayên efûkirin

kirine, bi çalakiyên hov hewl didin

mirovan bitirsînin. Di daxuyaniyê

de tê gotin ku piştî çeteyên DAIŞ

Ji bo namzedê Serokomariyê

Selahattîn Demîrtaş li gelek bajaran

xebat tên meşandin. Li Stenbol,

Amed, Çewlik, Mersîn, Dîlok û Îskenderunê

buro hatin vekirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê

Husamettîn Zenderlîoglu, di

çarçoveya xebatên hilbijartinê de li

Stenbolê bi komeleyên herêmê re

hat cem hev. Civîna yekem li

Buyukçekmeceyê pêk hat û piştre jî

li Gongurenê li Komeleya Piştevanî

û Alîkariyê ya Timoqê ya Hezoya

Êlihê hat cem hev.

Zenderlîgolu li vir axivî û wiha

got: “Birêz Demîrtaş destên xwe

dide hemû gelan û xeta bindestan

temsîl dike û ji ber vê yekê jî em

biçin ser sindoqan û dostên xwe

îkna bikin.”

AMED: Li navçeyên Erxenî,

Çêrmûg û Şankuş ên Amedê

buroyên hilbijartinê hatin vekirin û

bi hezaran kes tevli bûn. Li Erxeniyê

bi coş û kelecaneke mezin buro hat

vekirin. Her wiha li taxa Ofîsa

Yenîşehîrê jî buro hat vekirin.

Hevseroka DBP’ê Emîne Ayna, bi

hevşaredarên Yenîşehîr, Sûr, Peyas,

Mûsil bi dest xistin, li hemberî

gelên xirîstiyan pêkutiyên dijmirovî

pêk anîne û asûriyên li herêmê dijîn

neçar mane cih û warên xwe terk

bikin.

MUB’ê destnîşan kir ku çeteyên

DAIŞ li gel şiî û xirîstiyanan ku

êrîşî kurdan jî dike ol û etnîkan dike

hedef û ev rewş ji bo gelên herêmê

li hemberî çeteyên DAIŞ û hêzên

tunehesibandin ên li herêmê bibin

yek firsendeke dîrokî ava kiriye.

MUB’ê bang li aliyên vîna gelê

kurd temsil dikin kir da ku bi nûnerên

gelê asûrî-suryanî-keldanî re

Rezan û her wiha rêveberên

navçeyan, endamên KESK’ê û nûnerên

saziyên civaka sivîl re tevli

vekirina buroyan bûn.

ÇEWLÎK: HDP û DBP’ê bi daxuyaniyeke

çapemeniyê starta hilbijartinê

dan. Hevserokê DBP’a

navendê Halîs Yurtsever axivî û

diyar kir ku ji bo gel di nava aştiyê

de bijîn Demîrtaş bûye namzedê

Serokomariyê.

MERSÎN: Li Mêrsînê jî bi

heman armancê xebat hatin kirin. Di

çarçoveya xebatan de li taxa Çay a

Akdenîzê û taxa Barbaros a Tarsusê

buroyên hilbijartinê hatin vekirin.

ÎSKENDERÛN: Bi heman

armancê HDP’a Îskenderûnê jî

buroya hilbijartinê vekir û dest bi

xebatên hilbijartinê kir.

DÎLOK: HDP û KCD’ê li

Dîlokê ji bo xebatên hilbijartinê li

Parka Yeşîlsu kon vedan. Gel eleqeyek

mezin nîşan da. Her wiha

belavok hatin belavkirin. Hevserokê

HDP’ê yê navendê Mehmet

Karayilan axivî û diyar kir ku dê di

1’ê tebaxê de li Qada Demokrasiyê

mîtîngê pêk bînin. ANF- DÎHA

bên gel û biryarên rakirina

xeteriyan li ser gelan hevbigirin.

MUB’ê li hemberî hovîtiya

DAIŞ bang li tevayî mirovatî û

Neteweyên Yekbûyî kir da ku bi

gelên suryanî û kurd re bikevin nav

piştevaniyê û wiha hat gotin:

“Dema wê ye ku Nînova bi Hewlêr,

Amed, Qamişlo û Mêrdînê re bibe

yek. Li gel ji bo vê lihevkombûna

dîrokî em bang li gelê suryanî-keldanî-asûrî-aramî

dikin, bang li gelê

kurd jî dikin mînaka Gozarto

(Rojava) li her qadê bidin jiyandin.”

STOCKHOLM - ANF

7 27 Tîrmeh 2014 Yekşem PÎROZBAHÎ Azadiya Welat

Cejna we

Pîroz Be

Cejna we

Pîroz Be

Em dixwazin ku Cejna Remezanê ji hemû gelan re edalet,

azadî û aştiyê bîne. Em ji bîr nekin ku gelê rojavayê

Kurdistanê îro di rojên gelekî zehmet re derbas dibe. Divê ku

em bi hemû derfetên xwe piştgiriya gelê Rojava bikin û bi

wan re bibin yek. Em ê ji bo rawestandina xwînê û rondikan,

li welatê xwe û li cîhanê

ji bo anîna aştî û azadiyê her tim têbikoşin...

Êdî em naxwazin xewnên aştî û biratiyê bibînin, bila ligel

wekheviyê bibin rastiyên jiyana me. Werin em tev bi hev re

dengê xwe li dijî komkujiya li ser gelê rojavayê Kurdistanê tê

meşandin bilind bikin û piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe.

Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê bibe destpêka azadiyê û

rastbûna xewnên hemû gelên aştîxwaz.

Cejna Remezanê li hemû gelên cîhanê pîroz be...

Hevşaredarên Şirnexê Serhat Kadirhan

Ozlem Onuk û Endamên Meclisa Şaredariyê

Şaredariya Qoserê

Cejna we

Pîroz Be

Cejna we

Pîroz Be

Li Rojava şerekî qirêj tê meşandin.

Cejnek din bi xemgînî Tê. Em vê cejnê bi

xemgînî pêşwazî dikin. Lewre li Rojava û Xezayê êrîşên

hovane hene û bi hezaran kes di bin gulebaran û

bombebaranê de ne.

Bi heviya ku ev cejn bi xwe re aştî û azadiyê bîne...

Li cîhanê wekî hemû deman îro jî aştiyeke bi qasî laçika

dayikan spî divê û xeyalên vê aştiyê li dergûşa şaristaniyê, li

Mezopotamyayê veşartî ne. Di van rojan de komkujî li dijî

gelê me yê rojavayê Kurdistanê û Xezaya Filistînê pêk tê.

Em hêvî dikin ku Cejna Remezanê ji cîhanê re, ji Rojhilata

Navîn û ji welatê me re aştî û biratiyê bîne...

Hevşaredarên Hezexê Mehmet Mehdî Aslan

Nevîn Gîresun Oyman û Endamên Meclisa Şaredariyê

Hevşaredarên Rezan a Amedê Bîrsen Kaya Akat û

Eşref Guler û Endamên Meclisa Şaredariyê

ZAR K

27 Tîrmeh 2014 Yekşem

KOBANÊ

KARÎ

AMÛDÊ

METÊ

REVÎ

XA ç E P e R S

KOTÎ

NÊM

VOLT

TÎR

TAL

Dema we hejmar

gihandin hevdu dê

wêneyê me temam bibe...

Boyax

TÊRE

TELIK

LEKE

KIL

MAKE

KELDA

ROT

DÊRE

KÛT

MAR

LÛT

KALO

LETE

TER

Hadrekerdoxe: EHMEDÊ BIRA

Dawî

Labîrent

Destpêk

Cudahî

Hevalên jîr û jêhatî baş li wêneyên kêlekê

binêrin! Di navbera her du wêneyan de 3 (Sisê)

cudahî hene, 3 cudahiyên di navbera van her du

wêneyan de bibînin!

FÊRGEH

ADAR JIYAN

adarjiyan1@hotmail.com

Serdema zanînê

Hevalên hêja û birûmet!

Zanyarî di her dem û serdemê

de wekî pêdiviyeke

mirovahiyê derketiye holê.

Belê zanîn û zanyarî ne

heman tişt in.

Serdemên berê jî zanyarî

hebû; belê zanîn(azîneya

zanistî) tunebû. Zanyarî jî li

gorî îro pir kêm bû. Wê

demê her kes bi zanyariyê

eleqedar nedibû. Tenê

kesên ku ji bo zanyariyê

peywirdar dibûn wekî zanyar

dihatin qebûlkirin.

Zanyarên berê ne li gorî

qaydeyên zanînê; pirê caran li

gorî fermana serwerên demê

tevdigeriyan. Peywira wan jî

ne dahûrandin, nirxandin û

rexnekirin bû; veguhastin û

ferzkirin bû.

Zanyarên wê demê ji

pêxember, ramanwer, rîspî,

dinyadîtî û mirovên gerok

pêk dihatin. Belê ji ber ku wê

demê kesên zanyar pir kêm

bûn, agahî her gav ji çavkaniyekê

tenê der dibû.

Pêgirêdana mirovan a bi wan

kesan jî, ne ji ber rastî û

duristiya wan bû; ji ber nezanî

û neçariya mirovahiyê bû.

Wan kesan çi bigota ew wekî

qanûn û rasteqîniyeke misoger

dihat dîtin.

Rastî û nerastî, başî û

xerabî, feyde û xisar hemû li

gorî zanyariya wan kesan

dihat pejirandin. Referansa

(çavkaniya) wan jî ne zanîn û

hişmendî bû; bawerî, qinyat û

yeqînî bû. Lewre agahiyên wê

demê, xwe ne dispartin lêkolîn,

dahûrandin, rexne û ceribanên

jiyanê.

Ji her ku agahî hemû bi

rêya veguhastin û ferzkirinê

pêk dihatin, azîne û rêbaz jî

cezakirin û xelatkirin bû.

Yên ku ji wan agahiyan bawer

dikirin, dihatin xelatkirin; û

yên ku bawer nedikirin jî

dihatin cezakirin. Cezayê wê

demê jî aforoz (hermakirin) û

ricimandin bû.

Mirov bêgav bûn ku wan

agahiyan wekî rastiyekê bibînin

û bipejirînin. Tu formûl,

rêgez û qaydeyên zansitî tune

bûn. Venêrîn, rexne û dahûrandin

qedexe bûn.

Di navbera demê û zanyariyê

de têkiliyek pir girîng

heye. Mirovahî di gelek heyn

dewr û dewranên demê re

derbas bûye. Ew dewran jî

hemû li gorî sazûmana asîman,

pergala rojê, tevgera

dinyayê û her wiha li gorî

guherîn, veguherîn û pêşveçûnên

civakî tên binavkirin.

Heyv, stêrk, gerstêrk û

hemû cîsmên fezayê di valahiya

asîman de, bi hevkêşî û

hevhîkariyeke xurt, di peyk û

rêgeha xwe de dimeşin(dizivirin).

Beş û bendên

rojê ( ‘sibe’, ‘nîvro’, ‘esir’, ‘êvar’,

‘şev’, ‘şeveq’ û hwd.) hemû

girêdayî vê pergalê pêk tên.

Gemş û heynên demê;

(‘qirn’, ‘serdem’, ‘sedsal’, ‘sal’,

‘demsal’, ‘meh’, ‘hefte’, ‘roj’,

‘wext’, ‘saet, ‘xulek’, ‘deqîqe’,

‘çirke’, ‘gav’ û hwd.) jî dîsa li

gorî vê pergalê tên senifandin

û binavkirin.

Bi rastî mijara me li vir

‘Dem û Serdema Zanînê’

ye.. Belê gava ku wateya

‘dem’ê baş neyê dayîn, ‘serdem’

bi xwe jî baş nayê

fehmkirin. Ji bo wê, em ê

hinekî li ser têkiliya navbera

mirov û demê rawestin.

Di navbera mirov û demê

de jî têkiliyeke pir xurt heye.

Dem, domana jiyanê ye.

Mirov, wê domanê li gorî şert

û mercên xwe û geşedaniyên

nû dinirxîne û dide navandin.

Serdem, beşek ji demê ye. Û

ji hêla mirovan ve wekî

domaneke dûvdirêj a ku gelek

qewam, lêqewmîn û geşedaniyên

nû di xwe de dihewîne,

tê binavkirin. Belê gelek

hemwateyên vê peyvê (têgihê)

yên din jî hene. Bo

nimûne, ‘qirn’, ‘çax’, ‘çerx’

‘werçerx’, ‘dewr’, ‘dewran’

‘heyn’ û ‘heyam’

Dem, domaneke bêlayan

e. Kî çi navî lê bike, dê ew wî

navî hilde. Mirovahî, serdema

îro wekî ‘Serdema Zanînê’ bi

nav dike. Kê, kengî û çawa ev

nav lê kiriye ne diyar e. Çi

qasî rast û di cî de ye, ew

mijara nîqaşeke din e. Belê

tiştê ku em dizanin divê

zanîn di xizmeta mirovahiyê

de be û hemû mirovên vê

dinyayê, jê sûdê wergirin.

Hekena dê serdema îro ji bo

hinekan wekî ‘serdema zanînê’

û ji bo hinekan jî wekî

‘serdema nezaniyê’ bê dîtin.

Her wiha yên ku ji zanîn û

teknolojiya vê serdemê sûdê

werdigirin ‘mirovên nûjen’ û

yên ku jê bêpar (mehrûm)

dimînin jî wekî ‘mirovên

hoveber’ bên binavkirin. Wê

çaxê, serdema îro, ji bo her

kesî ne serdema zanînê ye.

Jixwe hemû dem û serdemên

borî jî dîsa bi vî

awayî hatine binavkirin. Bo

nimûne; ‘Serdema

Ronîdariyê’ ango

‘Ronesans’ê jî wisa ye. Li gel

ku di ser wê serdemê re du

qirn zêde (du sed û bîst û

pênc sal) derbas bûne jî,

haya gelek civakên (welatên)

dinyayê ji vê ronîdariyê

nîn e.

Serdema modernîzmê(nûjenparêziyê)

jî bi

heman awayî tê binavkiirn.

Nûjenparêziya ku ji bo hin

mirovan bihuştê û ji bo hin

mirovên dojehê ava bike, ne

nûjenparêzî ye. Heke

nûjenparêzî be jî, qet ne tiştekî

baş e. Û dûrî mirov û

mirovheziyê ye.

Dem û serdem çi dibin

bila bibin, geşedanî û pêşveçûnên

ku di wê dem û serdemê

de pêk tên girîng in.

Ango tiştên ku pêk tên ji

bo mirovahiyê çi qasî feydedar,

bixêr û bikêrhatî ne, ew

girîng e. Gava tiştên ku di

wê serdemê de pêk tên, ji

feydeyê bêtir xisarê; û ji xêrê

bêtir şer(xerabî) û şîretê

bidin mirovahiyê, tunebûna

wan ji hebûna wan çêtir e.

Zarokên şîrîn û delal!

Bêguman, tiştê herî

bibandor û xwedanhêz

zanîn e. Û îro ro di rewacê

de ye. Zanîn jî wekî demê

tiştekî bêlayan e. Û ji bo

her kesî heye. Kî çawa û ji

bo çi bi kar bîne,

zanîn/zansit ew e. Belê

dîsa em dibîjin ya girîng ne

zanîn e; awa û çawaniya

zanînê ye.

Pêdiviya me bi zanîna ku

di xizmeta mirvahiyê de be,

heye. Pêdiviya me bi zanîn

a ku mirovahiyê ber bi

karesatên mezin ve dike û

cudatiyê dixe navbera mirovan

qet tuneye.

Û zanîna îro ya erênî ji

bo me hemûyan, ji girîngiyê

wêdetir pêdivî ye.

QERF Û HENEK

27 Tîrmeh 2014 Yekşem

Azadiya Welat

9

Kewê

Berçavka Mahîzerê...

Dayê min heta vî emrê xwe qet

berçavk ne daye ber çavên

xwe. Dema ez qîz bûm, min carekê

berçavka pîrika xwe da ber çavên

xwe, ez şaşo-maşo bûm, tiştên dûr li

ber cavên min pir mezin xuya dikirin

û serê min jî pêra gêj dibû. Ez

qerfên xwe li ewên ku berçavkan

didin ber çavên xwe nakim, ez behsa

wan berçavkên reş dikim.

Carna tu dibînî hinek qet eleqaya

wan ji berçavkan tune ye, dîsa jî bi kar

tînin, hinek jî weke nedîtekan dikin,

şev û roj didin ber çavên xwe.

Îca van rojan jî xuyek li

Mahîzerê peyda bûye, nizam ji ku

derê dîtiye û standiye, hema şev û

XÊZIKNAME

Ez

Israîlê

bi tundî

şermezar

dikim

Haya te ji

wî welatî

hebe.

Ha...Bira

bira ye

bazar

xuyaye

Yildiz Gultekin

yildizgultekin@hotmail.com

roj berçavka reş li ber çavên wê ne.

Dema diçe çêlekên xwe jî didoşe

dîsa wisa diçe. Ji xwe roja sifte, çêleka

wê ew nas nekir, dema çû şîr bidoşe,

ew berçavka reş daye li ber çavên xwe,

dema cêleka wê ew nas nekir, hema

pihînek dayê, ew li ser piştê ket, çêlekê

kire orinî bi ser wê de çû, xwe ji bin

lingê çêlekê bi zorê xelas kir.

Me çend caran jê re got; keçê,

erê em dizanin, seba tav li çavên te

dide tu wê bi kar tînî lê her car wê

ya nede ber çavên xwe, binêr zarok

her roj qerfên xwe bi te dikin. Got;

heeey, mala min ê, hûn ji min dexesiya

dikin, ya we tune ye, loma hûn

wisa dibêjin, ez bi van berçavkan

Peyva bismîla, gotina ya Allah û

banga Allah û Ekber , wek benîştê

devê Fata dîn, di devê Feqî Baqî

de dihat çûtin. Çar carî kitêba kilamê

qedîm xitim kiribû lê hêj

şîroveya kîteyekî jî nedizanî. Jiyana

wî mal û mizgeft bû. Jiyana mayîn

li xwe heram kiribû.

Rojekê radibe ku qamet bîne,

di şibakê de hirboqiya qîzên li ser

kaniyê dibîne û ji karê qiyametê

dikeve. Ji neçarî dibêje:

“mislamekî xêrxwaz , bila

qameta limêjê bixwîne, ez zaf

nexweşim.” Û berê xwe dide

malê. Bi rê de camêrekî jê dipirse:

“Feqî Baqî, te îro gedê min

qet nedît lo?”

“Xwedê gotiye xulqê min,

rast biaxife, fesadiyê neke, derewa

meke... niha bersiva te li gel

min nîne. Here lê bigere. Meşa

xwe bi domîne.”

“Baqî, ev bersiva te neyartiya

xwedê ye, tobe bike.

Ji min re bêje.”

Li ser sedirê rûniştî bû.

Selewata xwe anîbû û çend

rûpelê kitêbê xwendibû û ew

dîmena keçikên li ser kaniyê li ser

rûpela kitêbê dihat lîstin. Tevgera

gewdê wî bala diya wî dikişîne û

wî ji wê rewşê rizgar dike:

“Berxê min Baqî tu li ser hişê

hemû karê xwe dikim, dev ji min

berdin.

Ê, îca me gotina xwe got, wekî

din jî tu bifikire. Duh em hemû

keçik li hevûdu civiyan û çûn qirşikan.

Mahîzera me jî ew berçavka reş

li ber çavên wê, xwe li wirde û virde

li ba dike hat. Heta êvara dereng me

qirş dan hev, ew carana destê xwe

davêje hin pelusên nerm, dibîne ku

ne qirş in, li der û dora xwe dinêre

ka em wê dibînin, dîsa qirşikan berhev

dike. Dema êvarê, hinekî tarî

ketiye erdê, em dixwazin hê ji şevreş

nebûye bighêjin malê.

Me ji xwe re qala hin tiştan dikir

û em di birê de diçûn, li bietara rê

kendalekî kûr heye, hemû hêşînahî

ye, dema meriv bikeve tu dereke

merivan naêşe.

Hew me bihîst dengê terpîniyekê

hat, em li paş xwe zivirîn waye

Mahîzer tune ye, virde û wêde, me

di kurahiya wî kendalî de dengê wê

bihîst. Qîje qîja wê ye, hewara wê

diçe dawiya dinê.

xwe yî? Liv û tevgera te, ramûsan

dayîn, te min wek pelê zivistanê

perpitan, te xêre Feqî?” Diya wî,

wî dabû dest. Bi vê vegotinê xwe

ji nav lepê diya xwe rizgar kir:

“Xwezî te min hişyar

nekiribûya dayê can? Çi xeyalekî

xweş bû dayê?”

“Xeyalê xêrê bê înşallah?”

“Pêxemberê me (S.A.V.) di

pêşiya min de dimeşiya. Ez jî li pey

wî bûm. Di dewsa lingê minê rastê

de kaniya şîr dipijiqî. Di yê çepê de

jî çayir û çîmen hêşîn dibû. Min

fistanê wî yê spî maç dikir, wî jî

rihê xwe li rûyê min dida. Bexçekî

li pêşiya me bû. Ji min re got: ez ê

te bibim bihûşta Baqî. Mixabin te

min ji rê vegerand dayê can?”

“Maşelah şikur ji rebê min re.

Vêga tu teberikî., ez te tewafkim.

Kurê min.” Birê wî ji kekê xwe

dipirse: “Li gorî kitêbê bê emrê

Xwedê tu xulq nikarî ruhê xulqekî

bistîne ne? “amen” Li Rojava îro

ew çeteyên hov serê me û dil û

gurçikên me jê dikin, çima ruhê

me distîne? “nizanim” baş e; em jî

ji bo hebûna xwe, xwe diparêzin

çima xwedê ruhê wan wehşa

nagire? Gelo, haşa, xwedê jî qirkirina

me kurda dixwaze?” Feqî

Baqî di valahiyê de dibêje:

“Vê rêya ku ez tê de dimeşim

nameşim negihame tu cihekî jî.

kêmasiyekî heye. Tu şahidî. Tu

Dibêje; Ev der şevareş e, ez tiştekî

nabînim. Dema wê wisa got,

kenekî da ser me, em bi kenan nikarin

wê ji wê newalê derxin. me kindirekî

dirêj avête jêr, wê bi destekî

kindir girtiye û destê din jî piştiyê

qirşikan girtiye, ew çax gunehê min

pir pê hat, lê ya herî nebaş, hê jî ew

berçavka reş li ber çavên wê ye.

Min got; hey mala te ava bûyê,

bûye şevreş, tarî ketiye erdê, waye tu

pêşiya xwe nabînî, qet nebe êvaran

wê ya ji ber çavên xwe derxe.

Hema polî poşman ew berçavk ji

ber çavên xwe derxist. Cavên wê

wisa werimîne, weke defê bûne.

Keçê, porkurê çi bi çavên te hat?

Got; mêsa hingiv pê vedaye, seba

kes min bi vî halî nebîne, lewma

min ew berçavk da ber çavên xwe.

Hun dibînin, ez dikim û nakim

werima çavê min naçe, seba mêş li

çavê min ê dinê jî nexe, lewma min

wisa kir. Erê erê hun jî bi min bikenin.

Ew bi xwe jî li xwe û halê xwe

keniya. Çi rojek bi eşq bû...

Baqî çima wer kir?

BIRÎNDARÊ ÇAVRÊ

bêjî fesadiye, tu nebêjî vir e

ew jî neyartiya Xwedê ye.

Vegera çar aliya jî hem

tawanbariye, hem jî xêr e,

hem helal e,

hem jî

heram e.

Ya di

bana xanî de

qulek heye. Ya di

dîwarê de derizandinekî

heye yan jî ez di gorê

deme... Kumê serê xwe

datîne, kitêba xwe dadleqîne...

Ez xwe ji ser vê rêyê didim

alî. Ev ne rêka min e.”

Birê wî jê dipirse:

“Misilmanê îro

gelo çend jê di

xewnên xwe

de, Xweda û

roniya çavê me

dîtine?” Bi hêrs ji birê

xwe re dibêje:

“De rabe ser xwe! Min

wan çiqas di xewnên

xwe de dîtibe, ew jî

ewqas wan di xewnên

xwe de dîtine. Carek din

pirsê wiha ji min nepirse,

kitêba min vêga hatiye

guhertin û ji mal

derdikeve û benîştê

devê xwe davêje.”

Zindana Karamanê

P êkenok

Dêwê

bêzirav

Li gundekî Mêrdînê mirovekî

wekî dêwekî hebû, navê wî

Hemo bû, ew mirovekî bihêz

bû lê ziravê wî tune bû, mirovekî

tirsonek bû. Mirovekî din

jî li gund hebû, navê wî Evdo

bû, ew jî gelekî hûrik û qam

kurt bû lê têra xwe bi ceger bû.

Carekê pevçûn di navbera

Hemû û Evdo de derdikeve.

Hemo dikeve ser dilê Evdo û

wî di bin laşê xwe yê wek yê

dêwekî de winda dike. Evdo

zirt û fortan lê dike û dibêje

min berde, heke ez rabim ez ê

te bikujim. Hemo jî ziravê wî ji

zirtên Evdo diqete û newêre wî

berde. Hemo di ser dilê wî de

ji tirsa diricife û dawî dibêje

heke tu soz bidî tu yê li min

nedî ez ê te berdim. Lewre

carna zirt û fort jî

bi kêrî mirovan

tên.

XAÇEPIRSA ÇENGEL Ji malpera www.wergerine.com hatiye girtin BERSIVA

HEfTAYA BORÎ

CAND&HUNER

ÇAND

27 Tîrmeh 2014 Yekşem

10

Kurd dê li

Dusseldorfê

bicivin

22’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd

a Navneteweyî îsal ew ê 13’ê

îlonê Dusseldorfa Almanyayê

were lidarxistin. Mîhrîcana ku ji

aliyê NAV-DEM’ê ve tê lidarxistin

bi bernameya xwe jî balê dikişîne

Mîhrîcana Çanda Kurd a

Navneteweyî ya 2014’an bi

pêşengiya NAV-DEM’ê di 13’ê

îlonê de li Dusseldorfê tê lidarxistin.

Bernameya Mîhrîcana

Çanda Kurd a Navneteweyî ku

kurdistaniyên li Ewropayê dijîn

her sal bi awayekî kevneşop li

dar dixin, diyar bû.

22’yemîn Mîhrîcana Çanda

Kurd a Navneteweyî wê di 13’ê

Îlonê de li Dusseldorfa Almanyayê

pêk were. Mîhrîcana îsal a ji aliyê

NAV-DEM’ê ve tê organîzekirin û

gelek çalakiyên çandî wê tê de

hebe, bi navê ‘Şahiya Gelan

Mîhrîcana 2014’an’ tê lidarxistin.

Mîhrîcana wê li kêleka Çemê

Rehnê li navnîşana Kaîser-

Wîlhelm-Ringê pêk were. Di mîhrîcana

bi şiyara ‘Ji Ocalan re azadî ji

Kurdistanê re statu’ û ‘Şoreşa

Rojava rûmeta kurdên azad e’ de li

gel panel, şano û govendê, her wiha

wê li konên bên vedan çand û gelên

cuda bên nasandin.

MÊVANÊN MÎHRÎCANÊ

Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel

Koç der barê amadekarî û

bernameya mîhrîcanê de agahî dan

û diyar kir ku ji Ewropa, Kurdistan

û Tirkiyeyê wê kesayetên siyasî di

bernameya mîhrîcanê de amade bin

û dixwazin mîhrîcan di rewşeke

şahiyê de derbas bibe. Koç wiha

got: “Bi vê şahiyê re em ê xwedî li

Şoreşa Rojava û Berxwenda

Kobanê derkevin. Em ê careke din

nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku

weke kurdên li dîasporayê em

xwedî li pêvajoya muzakereyê ya ji

aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah

Ocalan ve hatiye destpêkirin

derdikevin û destek dikin.”

Koç ragihand ku Serokwezîrê

Kantona Kobanê Enwer Muslim jî

wê weke axaftvan beşdarî mîhrîcanê

bibe û wiha got: “Bi vê wesîleyê,

êrîşên çeteyan ên li hemberî

Kantona Kobanê û berxwedana gel

wê ji gelê me yê li Ewropayê re

bên vegotin.” Koç di dawiya

axaftina xwe de bang li kurdistaniyan

kir ku di 13’ê îlonê de bi

hêzeke mezin beşdarî mîhrîcanê

bibin û ligel xwe dostên ji gelên

cuda jî tevli şahiyê bikin.

Bernameya mîhrîcana ku dê di

meha îlonê de pêk bê jî zelal bû. Li

gorî daxuyaniya ji aliyê NAV-

DEM’ê ve hat dayîn, di 12’ê îlonê

li qada mîhrîcanê wê bi sernavê

‘Şoreşa Rojava û Pêşeroja Rojhilata

Navîn’ panelek bê lidarxistin. Di

panelê de dê wekî axaftvan

Hevseroka HDP’ê Fîgen

Yuksekdag, Serokwezîrê Kantona

Kobanê Enwer Muslim, rojnamevan

Ferda Çetîn û Hunermend

Pinar Aydinlar beşdar bibin.

Bernameya sereke ya mîhrîcanê

dê di 13’ê îlonê şemiyê dest pê

bike. Di bernameya çandê ya mîhrîcanê

de jî Dengê Mezopotamya

(Koroya Zarokan), Koma

Berxwedan, Pinar Aydinlar,

Necmeddîn Xulamî, Hanî, Dengê

Xwezayê, sînevîzyon û govend dê

hebin. DUSSELDORF - ANF

Payîzê li Amedê mîhrîcana fîlman tê lidarxistin

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê

Amedê Firat Anli ragihand ku di

pêşengiya Akademiya Sînemaya

Rojhilata Navîn (OSAD) de bi

piştgiriya Şaredariyên Bajarê

Mezin a Amed Rezan, Peyas, Sûr

û Yenîşehîrê di navbera 27’ê cotmehê

û 2’yê mijdarê de wê

2’yemîn Mîhrîcana Fîlm a

Amedê bê lidarxistin.

Ragihandina mîhrîcanê li

Salona Encumanan a Şaredariya

Bajarê Mezin de bi tevlibûna

Hevşaredar Firat Anli,

Hevşaredara Yenîşehîrê Ulku

Baytaş, Rêveberên Akademiya

Sînemaya Rojhilata Navîn M.

Hadî Sumer, Rezan Bayram,

Mehmet Yalçin pêk hat.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Anli

ve hat dayîn. Anli diyar kir ku

Mîhrîcana Fîlm a Amed a îsal bi

temaya ‘Azadiyê’, dê diyarî

Şoreşa Rojava bikin û wiha got:

“Mîhrîcan di heman demê de

nasandina dewlemendiyên dîrokî

û çandî yên Amedê ye. Armanc

dike ku derhêner, çêker, lîstikvan

ên bi wesîleya mîhrîcanê bên

Amedê li bajar bigihîne hev.”

Anli diyar kir di çarçoveya

Mîhrîcana Fîlm Amed de ligel

nîşandana fîlman ji bo tevkariya

li çêkirina fîlman, gelek beşên

piştgirîdayîna projeyan û ji bo

ciwanên bi sînemayê re eleqedar

dibin perwerdeyê bibînin, panel,

atolye, pêşangeh jî dê hebin.

Li gorî agahiyên Anli wê

Mîhrîcana Fîlm a Amed ji van

beşan pêk bê:

Beşa fîlmên metrajdirêj a

navneteweyî ya bi xelat. Beşa

fîlmên metrajkurt a navneteweyî ya

bi xelat. Beşa fîlmbelgesel a

navneteweyî ya bi xelat. Beşa piştgirîdayîna

projeya belgefîlm a

navneteweyî ya bi xelat. Beşa piştgirîdayîna

senaryoya metrajdirêj a

navneteweyî ya bi xelat. Beşa

filmên bên pêşandan

Mîhrîcan, di beşên fîlmên dirêj,

kurt û belgefîlman de her wiha ji bo

piştgirîdayîna projeyan di navbera

25’ê tîrmeh û 27’ê îlonê navnîşana

www.amedfilm.com de dê ji

hemû kesên serlêdan bikin re

vekirî be. AMED

Tîpa F

Navê Orjînal: F Tîpî

Derhêner: Ezel Akay, Sirri

Sureyya Onder, Bariş Pîrhasan,

Reîs Çelîk, Huseyîn Karabey,

Aydin Bulut û Vedat Ozdemîr

Lîstikvan: Erkan Can, Firat Taniş

Cure: Dram & Dem: 100 deqe

Detaya Fîlm:

Girtîgehên Tîpa F

piştî di 19’ê kanûna

2000’î de li hemberî

girtiyên şoreşger

komkujiya bi navê

‘Vegera Li Jiyanê

pêk hat vebûn. Ev

operasyon ji çavên

10 derhêneran hatiye

amadekirin...

Oxir be Katya

Navê Orjînal: Elveda Katya

Derhêner: Ahmet Sonmez

Lîstikvan: Kadîr Înanir, Yelîz Şar

Cure: Dram & Dem: 111 deqe

Detaya Fîlm: Katyaya ku di sêwîxaneyan

de mezin bûye piştî ku hîn

dibe ku bavê wî deryavanekî bi

navê Yunus e û ji

Trabzonê ye berê

xwe dide Trabzonê.

Yunus qaptan li

bajar yekî otorîter û

muhafazakar e.

Ligel vê yekê zewicandiye.

Hayê wî jê

tune ye ku berî

salan Nadyayê

ducanî maye...

Kuştina bikubarî

Navê Orjînal: Killing Them Softly

Derhêner: Andrew Dominik

Lîstikvan: Brad Pitt, Ray Liotta

Cure: Sûc & Dem: 97 deqe

Detaya Fîlm: Di lîstikek pokerê de

ku ji aliyê çeteyeke herêmî tê lîstik

û li ser maseyê gelek pere hene

diziyek pêk tê. Diz

3 kesên ku her çend

xwe biaqil dzanin jî

li pey xwe gelek

şop û rêç hiştine. Li

ser vê diziyê çeteya

herêmî ji bo ku

diziyên li ser pokerê

lêbikole Jackie

Coganê bêînsaf

peywirdar dikin...

2014

MÛSA ANTER XELATÊN

ROJNAMEGERIYÊ YÊN

ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA AZAD Û MÛSA ANTER

◗ Cemiyeta Rojnamegerên Azad her sal bi navê,

“Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniyê û

Mûsa Anter” pêşbirkê li dar dixe.

◗ Pêşirk bi zimanên kurdî û tirkî tê lidaraxistin.

◗ Pêşbirk di 4 kategoriyên ‘Nûçeyên Kurdî”,

“Nûçeyên Tirkî”, “Wêne” û “Karîkator” de tê lidarxistin.

◗ Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Ku jurî

guncaw bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê

binirxîne.

◗ Beşdar di kategoriyekê de herî zêde dikare bi 3

berheman beşdar bibe.

◗ Nirxandinên têkildarî kategoriyên karîkatur û wêneyan

ligel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin,

dê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî li ber

çavan bên girtin û wisa bên kirin.

◗ Xelata kategoriyên Nûçeya Kurdî, Nûçeya Tirkî,

Wêne û Karîkatûrê 5.000 TL ye.

◗ Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û girê

dayî destûra cemiyetê dê bikaribe bên weşandin.

◗ Berhemên laîqî xelatê hatîn dîtin, dê di 15’ê Îlona

2014’an de bên aşkerakirin.

◗ Xelat dê bi merasîmek di 20’ê Îlona 2014’an bê

lidarxistin de bên dayîn.

◗ Pêwiste ku berhem bi riya APS an jî bi awayek

tahaûdî bên şandin. Ji windabûna berhemên ji bilî

van riyan, bi riyek din hatine şandin, Cemiyeta me

berpirsyar nîne.

ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ

◗ Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine

diyarkirin bi cih bînin, dikarin tev li pêşbirkê bibin.

◗ Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û

rêveberên Cemiyeta Rojnamegerên Azad ên bi hilbijartinê

hatine ser kar nikarin tev li pêşbirkê bibin.

◗ Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin dê an nehatibin

weşandin (Karîkatûr û wêne) û an jî piştî 20’ê Îlona

2013’an hatibin weşandin.

◗ Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek

din de hatine pêşandan lê xelat û mansiyan negirtîn jî

tev li pêşbirkê bibin.

NAVNÎÞANÊN RAGIHANDÝNÊ

Cemiyeta Rojnamegerên Azad Taxa Dabanoglu Kuçeya Camîî No: 7 Sûr/Amed

(Özgür Gazeteciler Cemiyeti Dabanoðlu Mah. Kadı Camii Sk. No: 7 Sur/Diyarbakır)

Elektronik posta adresi: info@ozgurgazetecilercemiyeti.org

Telefonên Ragihandinê:

Salîh SEZGÎN / 0536 988 47 97 / 0507 388 54 57 & Aydin BOLKAN / 0533 513 18 64

✓ Weşanên ji çanda Çapemeniya Azad tên ji sala 1993’yan heta niha

Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter

didin. Xelat îsal ji hela Cemiyeta Rojnamegerên Azad ve tê dayîn.

◗ Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din

de mafê xelat, mansiyan û pêşandanê girtiye, dê derbarê

beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn

û xelat dê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê

beşdar xelatê paşve bide. Ev rerwş ji bo beşdarên

din tu mafên nû dernaxe holê.

◗ Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê

berhemê, cih û dema kişandin/xêzkirina wê, ku hatibe

weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê,

Tv’ya tê de hatî weşandin, dema weşandinê û

kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin

bê şandin.

◗ Beşdar divî forma serlêdanê (yên formê neşînin

divê kurtejiyan, navnîşanên raihandinê û agahiyên

derbarê berhemê de wekî nivîsek bixin nav

dosyayê) ya di navnişana

www.ozgurgazetecilercemiyeti.org dagirin û bi

(2) du wêneyan bixin dosyaya serlêdanê.

◗ Beşdar dikarin berhemên xwe piştî îlankirina pêşbirkê

bi riya postayê bi awayek çapkirî û an jî di

hawira dijîtal (CD/DVD) de, herî dawî heta 7’ê îlona

2014’an seat 17.00’an bişînin navîşanên hatine

kifşkirin.

◗ Ku berhema ji pêşbirkê re hatî şandin aîdî pêşbirkvan

nebe, ji bo berhemê wekî ya xwe nişan bide,

ketibe nav hewildanek guherandine wêneyê û lêhbandina

jüriye dê ji pêşbirkê bê derxistin.

◗ Mesrefên rê û cîwarbûnê yên kesên xelat girtî dê ji

hêla cemiyetê ve bê pêşwazîkirin.

NÛÇE

◗ Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî,

perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor

û hwd tev li pêşbirkê bibin.

◗ Her wiha li gorî nûçeyên jinê û hîstiyarî û eleqedariya

têkildarî nûçeyên derbarê jinê de, dê Xelata

Nûçegihaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz tê dayîn.

◗ Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûcheyan bê amadekirin

û wandin.

WÊNE

◗ Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê

jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin.

◗ Divê berhemên di kategoriya wêneyê de tên şandin,

ji aliyê ebatî ve wiha be: Aliyê kin herî kêm 2000

pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina

wê12 be.

◗ Beşdar dikarin berhemên xwe bi riya hawira dîjîtal

(CD/DVD) jî bişînin.

◗ Ku jurî pêwistî bibine, dikare ji beşdaran orjînala

(Raw) wêneyê jî bixwaze.

◗ Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî

ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li

ber çavan neyên girtin.

KARÎKATÛR

◗ Pêwist e ku li ser guncikê çepê yê milê piştê yê

karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.

◗ Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê

berheme orjînal be. Bi şerta ku hunermend îmze bike

(îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.

◗ Pêwist e ku ebadên karîkatûrê A4 (21x29.7cm) herî

zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu

zemînan nehatibe zeliqandin.

JURIYA NÛÇEYÊN KURDÎ:

Ramazan Umar

Suna Tunç

Kenan Kirkaya

Leyla Yildiztan

Azad Garzan

JURIYA WENÊYAN:

Ramazan Ozturk

Gultekîn Tetîk

Îsa Çelîk

Çerkes Karadag

Îrfan Uçar

JURIYA NÛÇEYÊN TIRKÎ:

Hûseyîn Aykol

Nadîre Mater

Ertugrul Mavîoglu

Fatîh Polat

Berat Gûnçikan

Serdar Altan

Zehra Dogan

JURIYA KARÎKATURAN:

Halîl Încesu

Tan Oral

Gulay Batur

Sarkîs Paçaci

Dogan Guzel

11 27 Tîrmeh 2014 Yekşem FORÛM Azadiya Welat

Bîlançoya berxwedana Kobanê ya salekê

Nazdar EBDÎ / ANHA

Di 18`ê tîrmeha 2013`an de

dewleta tirk, bi riya deriyê sînor

ê bi Til Ebyedê re, di seatên êvarê de

û bi awakî veşartî, 4 wesayîtên bi

cureyên cuda yên çekbarkirî, ji El-

Nusar û Dewleta Islamî ya Iraq û

Şamê (DAIŞ) re şandin. Piştî ku ew

cebilxane li çeteyan hat belavkirin,

wan ji aliyê xwe ve bendên kontrolê

di hundir bajêr de zêde kirin û heya

nêzî gundê Yabsê yê 3 km rojavayê

Til Ebyedê û 60 km rojhilatê bajarê

Kobanê ye, hin bend danîn. Xendek

kolandin û tê de bicih bûn. Li dora

Mala Gel girt û ketin û derketina ji

wir qedexe kirin.

Di wê demê de 4 kesan hewl dan

dibistana gundê Yabsê biteqînin, lê

komîteyên parastinê ew girtin. Piştî

demekê derket holê ku di nava

kesên ku dê teqîn pêk anîbana Emîrê

El Nusrayê li Til Ebyedê kesê bi

navê ‘Ebû Museb’ hebû. Di encama

buyerê de li Til Ebyedê nakokî û

tevleheviyan dest pê kir.

ÊRÎŞ Û TALANA ÇETEYAN

Di seat 05.00 ji sibeha 20`ê

tîrmeha 2013`an de, çeteyên DAIŞ`ê

bi çekên giran û tangan, êrîşî taxên

kurdan ên bajarê Til Ebyedê mina El

Lêl û El Cisir kirin. Di encamê de

kurd ji taxên xwe derketin û koçber

bûn. Di heman demê di bin nav û

idîayên ku mal û milkên kurdan ji

misilmanan re helal in, çeteyên El

Nusra û DAIŞ`ê sivîlên kurd li ser

nasnameyê revandin û ketina

malên kurdan û talankirina mal û

milkên wan îbahet kirin.

Di heman rojê de çeteyan êrîşî

saziyên sivîl ên kurdan mîna Mala

Gel û malên welatiyên kurd kirin

û teqandin.

Di 22`yê tîrmehê de çeteyan êrîşî

gundên kurdan ên li derdora Til

Ebyedê kirin. Wê demê di encama

gulebaranê 20 kes birîndar bûn û

keçika bi navê Dîlber Mistefa (17) a

ji gundê Xerbîsan ê rojavayê Til

Ebyedê jiyana xwe ji dest da.

Di heman rojê de, çavkaniyên

herêmî diyar kirin ku di seatê serê

sibehê de, bi sedan çeteyên El Nusra

û DAIŞ`ê ji Tirkiyeyê derbasî Til

Ebyedê bûn. Her wiha diyar kirin ku

bi dehan wesayîtên bi çeteyan

barkirî ji Reqayê gihîştin bajar.

YPG/YPJ’Ê MUDAXELE KIR

Di 21`ê tîrmeha 2013`an de,

piştî êrîşên berberî yên DAIŞ`ê û

El Nusrayê li ser sivîlan,

YPG/YPJ`ê ji bo parastina sivîlan

dikeve dewrê. Di encamê de, di

navbera wan û çeteyên DAIŞ û El

Nusrayê de li gelek gundên Til

Ebyedê yên mina Sikeriyê, Yabsê,

Gir Hiso, Qiz Elî, Kendal, Til

Findir û hwd pevçûn rû dan.

Di vê demê de êrîşên çeteyên

DAIŞ`ê li hember gundên rojhilatê

herêma Kobanê dest pê kirin. Li

hemberî êrîşan YPG/YPJ`ê parastina

sivîlan esas girt. Di 12-22 û 23`yê

tîrmehê de 32 çete hatin kuştin,

gelek birîndar bûn, gelek wesayîtên

wan hatin rûxandin û gelek çek û

cebilxane hatin desteserkirin.

Di rojên 24 û 25`ê tîrmeha

2013`an de li gundên Til Ebyedê 67

çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin, tangek

û 4 wesayîtên çeteyan gatin

rûxandin û wesayîteke doçka li ser

tevî kesên tê de hat desteserkirin.

Di 26 û 27`ê tîrmeha par de,

YPG/YPJ`ê ji bo tolhildana Şehîd

Çalakiyên mehên zivistanê

DI HER SÊ mehên zivistanê de

(Kanûn, çile û sibat) li gundên rojhilatê

herêmê pevçûnên demî di navbera

YPG/YPJ`ê û komên çete yên DAIŞ`ê

rû didan. Ji ber ku di wê demê de bi

barîna baranê re û xwezaya herêmê

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Kobanê ev salek e ji 3

aliyan ve rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û alîgirên wê tê. Di şer û çalakiyên

leşkerî yên li herêma Kobanê de zêdetirî hezar û 519 çete hatine

kuştin. Her wiha 161 şervanên YPG/YPJ’ê jî şehîd ketine

Dilovan, li hemberî çeteyan

çalakiyeke bi bandor li dar xist. Di

encamê de li gundên Til Ebyedê bi

dehan çete hatin kuştin, lê hejmara

kuştiyan nehat zelalkirin.

Di pevçûnên roja 29`ê tîrmehê de

3 çete hatin kuştin. Di wê demê de li

ber pevçûnan, çeteyan gundên kurdan

topbaran dikirin, vala dikirin,

milkên welatiyan bi temamî talan

dikirin û sivîlên kurd li ser nasnameyê

direvandin.

Di 2`tê tebaxa 2013`an de, dema

2 çeteyan hewl didan mayinên li

hember kesan biçînin li nêzî gundê

Til Xidit hatin kuştin.

Di 3`yê tebaxê de di encama

pevçûnên li gundên Sûsik,

Sarincê, Çelbê, benzînxeya Xelfo

û Bîr Kino yên rojhilatê herêmê

de, 3 çete hatin kuştin.

REWŞA ROJAVAYÊ HERÊMÊ

Di 4`ê tîrmehê de çeteyan dest

bi êrîşên ser rojavayê herêmê

kirin. Di wê demê de êrîşî gundên

Qinaye, Êlecax, Boraz, Degirman

û Iwênê kirin.

Di encama bersivdayîna

YPG/YPJ`ê de 8 çete hatin kuştin.

Di heman rojê de li gundê Sûsik û

Çelbê yên rojhilatê herêmê 4 çete

hatin kuştin û tirimpêleke ku

doçka li ser hat rûxandin.

Di 6`ê tebaxê de li aliyê rojhilatê

herêmê 2 çete hatin kuştin. Di

pevçûnên 7`ê tebaxê yên li

gundên rojavayê herêmê 18 çete

hatin kuştin.

Di 13`ê tebaxê de li aliyê

rojavayê herêmê de 32 çete hatin

kuştin û şervanên YPG/YPJ`ê

çeke doçka desteser kirin.

Di vê navberê de topbarana

çeteyan ji gundên rojhilat û rojavayê

herêmê dewam dikir. Di wan topbaran

de gelek sivîlan jiyana xwe ji

dest dan. Di 16 û 17`ê tebaxê de Li

tevgera çeteyan asteng dikir. Di 10`ê

kanûnê de li gundê Bîr Kino emîrekî

DAIŞ`ê hat kuştin û cenazeyê wî rakirin

bajarê Til Ebyedê. Di 3`ê Sibatê de 8

çete Emîrek di nav de li gundên Sûsik,

Bîr Kino û Girê Sor hatin kuştin.

gundên rojhilat û rojavayê herêmê

15 çete emîrek di nav de hatin

kuştin û 3 wesayîtên çeteyan hatin

derbkirin.

ÇALAKIYÊN MEHA ÎLONÊ

Di 6`ê îlonê de di encama

çalakiyeke bi bandor li gundê Bîr

Kino yê rojhilatê herêmê bi dehan

çete hetin kuştin. Di 8`ê îlonê de li

gelek gundan 7 çete hatin kuştin,

wesayîteke ku çete radikirin û

wesayîteke ku doçkayek li ser tevî

kesên tê de hatin tunekirin.

Di 9`ê îlonê de 3 çete hatin

kuştin. Di 11`ê îlonê de 11 çete hatin

kuştin û wesayîteke wan hat

rûxandin. Di 13`ê îlonê de

YPG/YPJ`ê li hemberîr çeteyên

DAIŞ`ê li gundê Bîr Kino

çalakiyeke bi bandor li dar xist.

Di encamê de 18 çete hatin kuştin,

2 tirimpêlên doçka li ser û 2

doçkayên çeteyan di çeperên wan

de hatin rûxandin û 2 wesayît

hatin şewitandin.

Di 15`ê îlonê de li gundê Sûsikê

rojhilatê herêmê 81 çete hatin kuştin

û çeteyan 40 birîndar bi riya ambulansên

ku li ser sînor hatibûn bi cih

kirin rakirin nexweşxaneyên

Tirkiyeyê. Di 17`ê îlonê de li derdora

gundê Sûsik 9 çete hatin kuştin.

Di 18`ê îlonê de li derdora gundê

Sûsik û Bîr Kino 6 çete hatin kuştin.

Di 19`ê îlonê de YPG/YPJ`ê li

hemberî çeteyan li gundê Sûsik

çalakiyeke bi bandor li dar xist. Ji

her sê aliyan ve êrîşî gund kirin. Di

encamê de 40 çete hatin kuştin. Di

heman demên pevçûnan 6 ambulansên

Tirkiyeyê li ser sînor hatibûn

bicihkirin ji bo cenaze û birîndarên

çeteyan rakin nexweşxaneyên

Turkiyê. Ji 20 heya dawiya îlonê, li

gundên Sûsik û Melûh El Gumer 16

çete hatin kuştin.

ÇALAKIYÊN COTMEHÊ

Di 13`ê cotmehê de li gundê Bîr

Kino 3 çete hatin kuştin. Piştî 2

rojan di 15`ê mehê de li aliyê rojhilatê

herêmê 8 çete hatin kuştin û

tirimpêleke BMW hat rûxandin. Di

roja 19`an de li gundê Bîr Kino 6

çete hatin kuştin.

Di 29`ê cotmehê de li gundê

Sûsik fermandarekî tabûra Ehrar El

Şam a DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Salim

Çalakiyên

meha mijdarê

DI 1’Ê MIJDARÊ de 4

çete li gundê Bîr Kino hatin

kuştin. Di 4`ê mehê de

YPG/YPJ`ê

operasyona şoreşgerî ya

bi navê ‘Operesyona

Tolhildana Şehîd Şervan’ li

hemberî bargehên çeteyên

DAIŞ`ê li gundên Sûsik, Bîr

Kino û Melûh El Gumer

dest pê kirin. Di encamê de

17 çete hatin kuştin û 3

wesayît hatin rûxandin û

kesên tê de hatin kuştin. Di

5`ê mijdarê de li gundê Sûsik

2 çete hatin kuştin û di navbera

gundê Bîr Kino û

Yarqo tirimpêleke çeteyan

hat rûxandin û kesên tê de

hatin kuştin.

Di 9`ê mijdarê de li gundên

Bîr Kino, Sûsik û

Evdiko 4 çete hatin kuştin.

Di 14`ê mehê de

YPG/YPJ`ê li hember bargehên

çeteyan li gundê Bîr

Kino çalakiyên bi bandor li

dar xistin. Di encamê de 2

bargehên DAIŞ`ê bi temamî

hatin rûxandin, 16 çete hatin

kuştin, 2 wesayît hatin

rûxandin û yek hat derbkirin.

Di 15`ê mehê de li gundê

Melûh El Gumer 4 çete

hatin kuştin.

Di 23`yê mijdarê de li

gundê Bîr Kino 3 çete, li

gundê Sûsik 2 û li Melûh El

Gumer çeteyekî hatin kuştin.

Di 24`ê mehê de

YPG/YPJ`ê li hemberî bargeheke

çeteyan li gundê Bîr

Kino çalakiyeke li dar xist.

Di encamê de 6 çete hatin

kuştin û wesayîteke veguhestinê

hat rûxandin. Di 25 û

26`ê mijdarê de li gundên

Bîr Kino, Melûh El Gumer

û Sûsik 9 çete hatin kuştin,

wesayîteke li Melûh El

Gumer û yek li Sûsik hatin

rûxandin.

hatin kuştin, di heman demê de li

gundê Bîr Kino 4 çete hatin kuştin.

ÇALAKIYÊN MEHA ADARÊ

Komên çete ji 8`ê adara par de

piştî dorpêçkirina herêma Kobanê ji

sê aliyan de rojhilat, rojava û başûr û

vekişandina hêzên xwe ji derdora

bajarê Heleb, Idlib, Hema û Humsê

dest bi êrîşeke nû kir.

Di wê demê de gundên Fêwente

û Bîr kêtik û Evdîko bi tang û topên

hawan topbebaran kirin li ser vê

yekê şervanên YPG/YPJ`ê bersiva

êrîşan dan. Di encamê de 4 çete

hatin kuştin. Di hema rojê de komên

çete wesayîteke veguhestina

welatiyan ku ji Minbijê derktetibû

hedef girtin. Di encamê de jinek

birîndar bû û zarokek hate kuştin.

Di 10`ê adarê de piştî pevçûnên

dijwar bi tabûra Ehfed El-Resul a

girêdayî komên çekdar ên opozîsyonê,

komên çete bajaroka Sirînê ku

45 km dikeve başûrê herêma

Kobanê kontrol kirin, û ji wir êrîşî

Embarên Sirînê kirin. li aliyekî din

dest bi êrîşan li hemberî gundên

rojhilat kirin û piştî du rojan êrîşî

başûrî herêmê jî kirin

Di 11`ê adarê de piştî

pevçûnên bi komên çekdar ên

opozîsyonê re komên çete bajaroka

Şêxlera Jorîn û pira Cereblusê

ya ku 40 km dikeve rojavayê

herêmê xistin bin kontrola xwe, 2

hemwelatî serjêkirin, 7 revandin û

10 endamên opozisyonê kuştin.

Di 12`ê adarê heya 9’ê adarê

YPG/YPJ’ê û Eniya El Ekrad li

hemberî çeteyan çalakiyên bi bandor

li dar xistin. Di encama çalakiyan de

ji 200’î zêdetir çete hatin kuştin.

Di 21’ê adarê de roja Newrozê

de komên çete otombîleke bombebarkirî

rêkirin kantona Kobanê ji bo

pêkanîna komkujîyekê lê

YPG/YPJ’ê bombeyê bêbandor kir.

60 çeteyên DAIŞ’ê li gundên rojhilatê

kantonê hatin kuştin, tangek

hate ruxandin, Di navbera 22 û

24’ê adarê de jî bi dehan çete

hatin kuştin û birîndarkirin. rojhilatê

kantona Kobanî hatin kuştin û

du wesayît hatin derbkirin.

Di 25`ê adarê de di pevçûnên li

aliyê rojavayê herêmê 9 çete hatin

kuştin.

Di 26`ê adarê de li gundên

rojhilat û rojavayê herêmê 42 çete

hatin kuştin, wesayîteke çeteyan

hat rûxandin û yeke din ku doçka

li ser bû hat derb kirin.

Di 28`ê adarê de li aliyê rojhilatê

herêmê 2 çete hatin kuştin,

wesayîteke doçka li ser hat

rûxandin. Di 29-30 û 31`ê adarê

de li gundên rojava û rojhilatê

herêmê 20 çete hatin kuştin û

wesayîteke leşkerî tevî kesên tê de

li rojhilatê herêmê hat rûxandin...

(Dê bidome) KOBANÊ

12 27 Tîrmeh 2014 Yekşem PÎROZBAHÎ Azadiya Welat

Cejna we

Pîroz Be

Cejna we

Pîroz Be

Em Cejna Remezanê bi hêviya ku azadî û aştî li cîhanê

serwer bibe di serî de li gelê kurd li hemû gelên cîhanê û

alema Îslamê pîroz dikin...

Werin em tev bi hev re piştgiriyê bidin gelê xwe yê

Rojava ku bi ambargo û şerekî qirêj re rû bi rû ye û hêza

xwe bikin yek...

Ma wazenêy Roşona Remezanê bi hêvîya aştî û azadîyê de

heme cîhanê ra serwer bibo û ma sifteyin roşonêy heme şarê

kurd, heme şarê cîhanê û alema îslamê pîroz kenêy. Ma

verên hetkarê bidêy şarê xo yê Rajawanî, çimkî şarê

Rojawanî binê ambargo de yê û oca de şerekî leyminî est o...

Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Taşdemîr

û Endamên Meclisa Şaredariyê

Hevşaredarên Gêla Amedê Petek Çapanoglu

Mahmut Yokuş û Endamên Meclisa Şaredariyê

Cejna we

Pîroz Be

Cejna we

Pîroz Be

Cejn di dilê zarokan de xwedî wateyeke mezin e. Em jî

dixwazin jiyan li gorî vê wateyê bi ser bikeve da ku hemû

rojên mirovahiyê bibin rojên aştî û biratiyê. Bi vê dilgermiya

zarokan em jî Cejna Remezanê li alema îslamê, bi taybetî jî

li gelê kurd pîroz dikin... Di her cejnê de kul û derdên giran

dibin para kurdan. Vê cejnê jî şerekî qirêj li dijî kurdên

Rojava tê meşandin, werin em bi hev re piştgiriyê bidin gelê

xwe yê Rojava...

Bi hêviya jiyaneke têr aştî û demokrasî em Cejna Remezanê

li hemû gelê xwe pîroz dikin. Meha wekhevî û edaletê xwedî

taybetiyeke cuda ye. Em bi hêviya xweşî, aştî û aramiyê cejna

we pîroz dikin... Em ji bîr nekin ku gelê rojavayê Kurdistanê

îro di rojên gelekî zehmet re derbas dibe û lazim e ku em bi

hemû derfetên xwe piştgiriya gelê xwe bikin...

Hevşaredarên Çinara Amedê Ahmet Cengîz

Rûkiye Eryilmaz û Endamên Meclisa Şaredariyê

Hevşaredarên Sûrê Seyît Narîn

Fatma Şik Barut û Endamên Meclisa Şaredariyê

WÊJE 13

Azadiya Welat

27 Tîrmeh 2014 Yekşem

MEHMET ACAR

Ji bo bîranîna hevala Dîcle

(Meral TEKÎNALP) a di 27’ê

tîrmeha 2008’an de li Çewlikê

şehîd ket.

Sal 2008. Demsal havîn bû.

Germahiya meha tîrmehê li ser

eniya Dîcleyê dibû xwêdan û

diherikî erdê. Ji ber birîna xwe ya

giran nikaribû bimeşe. Ax, xwîn,

xwêdan û jiyan careke di kesayeta

Dîcle de dibûn yek û ber bi rojê,

ber ve Firatê ve diherikîn.

Dîrok wekî dîmenê fîlmekî di ber

çavên Dîcle de derbas dibe. Destê

xwe diaveje berîka xwe û dixwaze

pênûsa xwe derxe. Lê belê nabîne û

ji ber vê yekê gelekî aciz dibe.

Dîroka hezeran salan li ber

çavên Dîcleyê diherike. Na! Na!

Dîcle bi xwe dibe dîrok bi zelaliya

xwe ber bi pêşerojê ve diçe.

Her dîmenek bandoreke cuda li

ser Dîcleyê çêdike. Bi her dîmenî

demsalek dijî. Bihar, havîn, payîz û

zivistana reş û tarî. Carna bêdeng,

dilşadî û bi rûkenî diherike, wê

demê wekî pepûleyek xwe di nav

gulistana gul û kulîlkan de seh

dike. Hinek caran jî radibe raperînê

û dibe qîrîn.

Xwîn zêde diherike. Birîn û êşa

wê her ku diçe giran dibe. Her

dilopa ku bi axê re dibe rengê

xwezayê diguherîne û lez dide

rêwîtiya ber bi welatê stêrkan ve.

Dîmenên ku di ber çavên Dîcleyê re

derbas dibin her ku diçin zêde dibin

û ji berê bi leztir diherikin. Dîroka

nehatiye nivîsandin û bîranînên ku

hatine jibîrkirin. Dixwaze bi dest û

awirên xwe hinekan ji wan bide sekinandin

û di nava şînbûna wê de

winda bibe lê belê ne hêz û ne jî

lezbûna wê têr nake. Biryar digire

ku hinekî çavên xwe bigire û

bîranînên di tehma evînê de tenê di

warê giyanî de seh bike û bi dilekî

germ wan hembêz bike.

Zarokatiya xwe difikire. Her sibe

beriya her kesê şiyar dibû û beriya

her tiştî di nava gulistana malê de

digeriya. Nedihişt tu kes xisarê bidê

Her dîmenek

bandoreke cuda li

ser Dîcleyê çêdike.

Bi her dîmenî

demsalek dijî.

Bihar, havîn, payîz

û zivistana reş û

tarî. Carna bêdeng,

dilşadî û bi rûkenî

diherike, wê demê

wekî pepûleyek

xwe di nav

gulistana gul û

kulîlkan de seh

dike

Dîcle diherike

û her dem li ber wan nobet digirt.

Dema ku gulên rengîn yek bi yek

bêhn dikir çavên wê dikeniyan û ji

kefxweşiyê nikaribû di cihê xwe de

bisekine. Wekî xezalek ku nû bi

piyan bikeve zû diwestiya lê dîsa li

her derê gulistanê digeriya. Gelek

caran zehf diwestiya û di cihê xwe

de radiza. Ji dayika xwe gelek hez

dikir û her dem ji bo wê gul û

kulîlkên rengîn berhev dikirin. Heya

tevli nava refên gerîla bû jî evîna wê

ya herî mezin dayika wê bû. Di nava

tevgerê de jî ew evîna wê tu carî

kêm nebû. Berovajî, bi felsefe û bîrdoziya

Rêber APO her ku diçû zêde

dibû û wateya xwe ya dîrokî digirt.

Nêzî sê salan li qada Serokatiyê

ma û li rojavayê Kurdistanê xebitî.

Hemû demên xwe dagirtî derbas

kir. Xebatên wê herî zêde li ser

wateya jiyanê û azadiya jinan bûn. Ji

bo di warê hest, fikr û raman de

bigihîje encamê her roj jiyana

Serokatiyê dişopand û li ser lênûsa

xwe dineqişand. Ew pirs, meraq û

legerîna wê bala Serokatiyê dikişand

û jê re digot; “Tu jineke navazad î. Ji

bo ku tu vê temam bikî pewîst e tu

şerekî mezin bidî meşandin.” Wê

peyva Serokatiyê ne tenê li lênûsa

xwe her wiha li dil û ramanê xwe

nivîsandibû û giyana xwe bi wê xurt

kiribû. Perwerdeya ku ligel roja me

dîtibû bawerî û hêzeke gelekî mezin

dabû Dîcleyê. Mejî û dilê xwe bi

evîna rojê şûştibû û xwe wekî

giyana xwe sivik hîs dikir. Her wiha

sozên ku dabû serokatiyê û

berpirsyariya ku dabû ser milên xwe

baş dizanibû. Ji ber vê yekê ew deh

salên ku li welatê evîndaran derbas

kiribû gelekî dagirtîbûn. Herî zêde li

zagrosan mabû û li wir bi kulîlkên

zozanan re hevaltî kiribû.

Dema ku heval derdiketin

baxçeyê akademiyê destpêkê kevok,

werdek hemû zindî hemû bi aliyek

ve direviyan û şopa xwe winda

dikirin lê belê dema ku Serokatî

bihata hemû disekinîn û diçûn ser

dest, mil pişt û serê wî. Vê yekê

gelekî, bala Dîcleyê kişandibû û

bûbû evîndarê vê dîmenê.

Hevala Dîcle bûbû evîndara

çiyayên asê yên ku deriyê xwe ji

yên wekî Îskenderê mezin re

girtîbûn û piştî hezar salan bi dilgermiyek

mezin keç û xortên xwe

yên cewherî hembêz dikirin.

Dîcle herî zêde ji rêwîtiya ku di

nîvî de mabû aciz dibû. Di warê hest

û dil de bîranînên demên borî gelekî

ew şad dikirin. Hundirê çavên wê

dikaniyan û dilê wê bi evîneke

mezin lê dida. Kîna wê ya li hemberî

dijmin mezin bû. Dijmin ne tenê ax

û welatê kurdan dagir kiribû, her

wiha dixwest xewn û xeyalên wan jî

di nava dojeha xwe de winda bike.

Cûdî hemû berfa xwe helandibû

û bûkîtiya xwe heya demsaleke din

ji holê rakiribû. Nebî Nuh demeke

dirêj hemû amadekariyên xwe

kiribûn û hemû zindî û rêwiyên

keştiyê li benda Dîcleyê sekinîbûn.

Çemê Dîcleyê li benda wê bû.

Derfet nedîtibû careke din wê hembêz

bike û di nava pêlên dîroka wê

de xwe winda bike. Nehiştibûn

dîroka hezaran salan bi taybetî

dîroka xwedawendan careke din ji

çemê qedîm guhdar bike.

Îşev stêrkên asîman gelekî ronî

xuya dikirin. Jixwe hinek ji wan

hebûn ku Dîcleyê nav li wan kiribû.

Her şev bi wan re qise dikir û ji ronahiya

wan hêzê digirt. Bêhneke din

ji bo hevala Dîcle wê jiyana nû dest

pê bikira. Tenê şahidên van dîmenan

wê stêrkên asîman bûna. Jixwe

rêwîtiya herî dawî, rêwîtiya ku hemû

deman ji nû ve diafirîne û ber bi

wargehên wan ve diçe ye.

Îşev mêvanek din ber bi ronahiya

wan ve bask dida. Dengê

narincokê bêdengiyê têk dibir û li

bin banê asîmanê Çewlikê

giyanek nû xwe bera nava xwezayê

dida. Dîcle di havîneke wisa

germ de dibû xelekek ji giyana

14’ê Tîrmehê… Dîcleyê vê giyanê

di kesayeta xwe de hemdem dikir.

Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya

RÎZEYÊ

YILMAZ YUREK

Em navenda Amedê temaşe dikin.

Ronahiya bajar, bi taybetî jî lembeyên

Seyrantepeyê ku li her du

aliyên rê li ser dîrekan birêz bûne

dîmenên xweşik diafirînin. Mirov ji

temaşekirinê têr nabe. Dem dema

parvekirina xewn û xeyalan e. Dê

Viyan Serdar bibe şoreşger û 22-23

sal şûnde bibe dozdar û şopdara

bavê xwe. Dê li ser rê û rêça xewn û

xeyalên bavê xwe bibe şopdara

bavê xwe.

Wêneyên darên guzan: Em li

gundikê Miha ne. Bihar e. Hemû pelên

daran vebûne. Her der şîn û şênahî ye.

Em bi dehan heval di nav kûrahiya

daristanê de belav bûne. Demsal wextê

pêngavên nû ye. Hevalê Huseyîn

Mahîr civînên gelemperî li dar dixe.

Hevalê Kivircik Selîm perwerdeya

siyasî dide. Hevalê Serdar û Amed jî ji

amadekariyên leşkerî re pêşengiyê

dikin. Tetbîqat li ser tetbîqatê tê lidarxistin.

Em berî êvarê xwe ji kaşê jor ber

bi gomê ve berdidin. Gom vala ye,

bêxwedî ye. Heval li bin darên guzan

kom dibin. Civînek pêk tê. Piştre heval

dikevin nav avê. Serdar, Huseyîn,

Kivircik Selîm, Amed, Fîşek

Fîkret,Welat, Otomatîk Mervanê

Biçûk, Zogurlu, Akîf... Bi dehan heval

li qadê belav bûne. Xuşaxuşa av û

jiyanê ye. Her tişt ewqas zindî, ewqas

herikbar, ewqas xweşik û nepêkan e ku

ev wêne winda yan jî kevn bibe.

Wêneyê dew: Bihar e. Em li nêzikê

Huseynikê bi cih bûne. Berî êvarê

hevalê Azad (Îhsan Haran) ji me re

xwarin û pêxwarin tîne. Bîdonek jî

dew aniye. Bêhn û tehma dewê biharê

cuda ye. Kifş e ku di meşkê de hatiye

kilandin. Bi texmîna min ji destê dayika

Mewlûde derketiye. Bêhneke pir

xweş jê difûre. Baran jî hûr hûr dibare.

Efsaneyek ji nifşên nû: Serdar

Baran û bêhna axê! Şênahî, baran û

dew! Ji her derê bêhnên xweş difûrin.

Di hembêza xwezayê de her tişt bi

rengê xwezayê diherike. Mirov dibêje;

“Jiyan ev e.” Lê ev jiyana giranbuha bi

têkoşîneke mezin, bedelên giran

diafire. Xwîn û xwêdan mîna çem di

nava hev de diherikin.

Dinya hêdî hêdî reş dibe. Heval

amadekariya şîvê dikin. Her kes li

benda vexwarina dew e, lê agahiya

operasyonê tê. Divê em heta şefeqê

bigihîjin çiyayên pişta Licê. Hevalê

Serdar dibêje: “Heke em dew

vexwin dê xewa me were.” Divê ku

em dew birijînin lê destê kesê nagire

ku birijîne... 22-23 sal şûnde di sohbetek

bîranîn de dê hevalê Ahmet

bigota; “Heyfa dewê wê şevê.”

Wêneyê apê Mihemed û dayika

Mewlûde: Em bi dehan heval li mala

hevalê Serdar rûniştîne. Apê

Mihemed û dayika Mewlûde ji li

cem me ne. Apê Mihemed çarmêrgî

rûniştiye û ji me re diaxive.

Leşker her tim wî dibin û

îşkenceyên hovane lê dikin. Hevalê

Serdar li qadê ye û her roj çend çalakî

û pevçûnên mezin pêk tên. Leşker vê

yekê dikin hincet, teror û wehşetek

mezin li ser malbatê pêk tînin. Apê

Mihemed bi serbilindî û şanazî dibêje:

“Min ji fermandar re got, tu cihê

Serdar ji min çêtir dizanî? Heke ji te tê

tu here wî bîne...” Apê Mihemed wê

gavê heftê salî ye, lê pir zindî û çalak e,

li ser xwe ye. Dayika Mewlûde jî wisa

ye. Lê dilê wan bi kul û birîn e. Kurê

wan ê biçûk Huseyîn (Nûrî) li Serê Spî

şehîd ketiye. Cêwikê wan Hesen û

biraziyê wan Sedat jî dîl ketine, dê bi

salan li zindanê razên.

Lê belê ji bo Apê Mihemed û dayika

Mewlûde ango ji bo malbata

HARAN hîn destpêk e. Di salên 1980

û 1990’î de de bi hezaran heval li qadê

dimînin û piraniya wan Apê Mihemed

û dayika Mewlûde nas dikin.

Gerîlayê yekemîn ê malbatê hevalê

Serdar e. Di heman demê de pêşeng û

rêberê malbatê ye. Di malbatê de cara

yekemîn ew partiyê nas dike. Bi nasîn

û tevlibûna wî malbat jî bi tevahî

dikeve nav meşa şoreşê. Piştê wî

Huseyîn Haran tevli gerîla dibe.

Gerîlayê malbatê yê yekemîn Serdar,

şehîdê yekemîn jî Nûrî ye.

Hêja Apê Hemza Haran (birayê

Apê Mihemed) û Vahyedîn Haran

(kurê Apê Mihemed û dayika

Mewlûde ye) di operasyonan de ji

aliyê leşkeran ve nehatine înfazkirin.

Hêja Îhsan Haran (Azad, birazî û

zavayê Apê Mihemed) ji aliyê kontrgerîla

ve nehatiye windakirin. Dîsa

hêja her du kurên wan ên din Yusuf

Haran (Serdar Huseyîn) û Cevdet

Haran (Remzî) di şer de şehîd neketine.

Hêja her du kurên wan ên

mezin ji ber biryara înfaze neketine

rewşa îlegalîte û veşartinê. Hêja

gund û xaniyên wan nehatine şewitandin

û ji cih û warê dê û bavê xwe

sirgûn nebûne. Yanî hêja ji bo malbatê

fermana qirkirinê derneketibû,

biryarên înfazan nehatibûn girtin.

Piştî sala 1993’an endamên malbatê

li ku bihatana dîtin dê bihatana

înfazkirin. Fermana dewletê ji bo

malbata Haran ev bû...

Wêneyên gerîla: Em li pişta Hênê

di nava daristanekê de bi cih bûne.

Cihê me ne bi ewle ye û ji ber ku daristan

e em derdora xwe nabînin. Lewma

me sê-çar nobedar danîne. Berî êvarê

em dinêrin ku wayê nobedarê me sê

hevalan daye pêşiya xwe û tê. Hevalê

nobedar dibêje: “Min ev kontra dema

ku dixwestin bikevin nava me girt û

anî.” Heval her sê hevalan bi rêzdarî û

germahî pêşwazî dikin. Hevalê nobedar

şaş û matmayî dimîne. Hevalê Serdar

dikene û dibêje: “Heval ev kontrgerîla

nîn in, gerîla ne gerîla.” Nobedarê me

fermandarê herêmê û du hevalên pê re

ku ji bo civînê dihatin cem me wekî

kontra dibîne û berê çekê dide wan.

Hevalên din jî ji bo ku şaşîtiyeke mezin

neqewime deng dernaxin û dibêjin;

Mme bibe cem hevalan”

Wêneyê Hafiz Akdemî: Em li

nêzîkê Çelebî bi cih bûne. Zarok û kal,

jin û mêr hemû endamên malbatê û

mîlîsên qadê di nava tevgerê de ne. Li

hawirdora me xelekên ewlehiyê hatine

honandin. Beriya ku leşker ji qereqolan

derkevin em bi van dihesin. Em di

nava xelekên hezkirin û ewlehiyê de li

ser hin bername û plansaziyan diponijin.

Di firavînê de mehîr jî heye. Gelo

li vê qadê hevalê ku mehîra dayika

Mewlûde nexwaribe yan jî bi Apê

Mihemed re sohber nekiribe heye?

Piştî nîvro cenazeyê rojnameger

Hafiz Akdemîrê ku ji aliyê kontrayan

hatiye qetilkirin di riya ber me de derbas

dibe. Wesayîta ku cenaze dibe di

bin kontrola panzerê de diçe gundê

Sîsê. Em çekên xwe paqij dikin. Çawa

bûye di lûleya Sixo ya min de guleyek

maye û diteqe. Hevalê Serdar wekî her

gavê pir cesûr e. Ji ber ku berê çeka

min ber bi jor ve ye tu zerar çênebe. Ji

tevgera wan em fêm dikin ku panzêr bi

teqînê nehesiyaye.

Wêneyê pakrewan Serdar: Hevalê

Serdar efsaneyek zindî ye. Bi evîn û

evîndarî û têkoşîna xwe dişibe

Derwêşê Evdî. Têkiliya wî û hevjîna

wî hevala Meyase wekî destana

Derwêşê Evdî û Edûlê ya nûjen

derdikeve pêşberî me. Şehadeta hevalê

Serdar jî dişibe ya Derwêşê Evdî.

Dijmin nêzî deh salan li pey şopa

hevalê Serdar e, lê nikare xwe bigihîjinê.

Lê ev car mêtingerî, xiyanet û

deştê bi hev re dafik danîne pêşiya

hevalê Serdar. Hevalê Serdar û hevalê

pê re li deştê hatine dorpêçkirin. Çember

li ser çemberan hatine avêtin. Ne

pêkan e ku ji van çemberan bikaribin

derkevin, lê dê heta dilopa xwîna xwe

ya dawî bi lehengî şer bikin. Dê mîna

destana Derwêşê Evdî destaneke nûjen

bi tîpên zêrîn bê neqişandin di dîroka

Kurdistan û mirovahiyê de.

Hevalê Serdar, bi kesayet, jiyan û

têkoşîna xwe her tim mîna guleya di

lûleyê de bû û tu carî ji mebest û

armanca xwe şaş nedibû. Heta nefesa

xwe ya dawî dozdar û şopdarê

serokatî û şehîdan bû. Evîndarê gel û

welat bû. Bi dehan caran di şerên

giran de destanan nivîsand lê her

kêliya jiyana wî bi serê xwe mîna

destanek derbas bû.

Ew wekî Serdarê dilan di nava

xelekên ji stêrkan de di deriyê Egîdan

de derbasê welatê stêrkan bû. (Dawî)

Girtîgeha Tîpa D a AMEDÊ

Azadiya Welat

VERROJ 14

27 Temmuze 2014 Yewşeme

K irmanckı

Têgeyrayîş

Zerweş Esnaw

Zerwesesnaw@gmail.com

Demokratbîyîş

Tirkîyaye de hîrisî ra vêşêr

ziwanî est î. Nê ziwanan ra

ma vajî hema hema pêro vînîbîyayîşî

ver de yî. Heyanê darvîst serran

de ko nînan ra tena hîrê, çar hebî

bimanî. Ê bînî zî ko bihelîyî. Xora

nînan ser ro wayîrvejîyayîş û baldayîş

zî çin o.

Nê ziwanî pêro terk bîyî qederê

xo. Dewlete seba ke heme çîyan de

yewkerdiş wazena, xemê aye nîyo

ziwanî vînî benî. Averşîyîşê ziwanê

aye heme çîyî ra muhîmêr o. Bi

goreyê texirîyayîşê aye ciwîyayîşê

nê ziwananê heremkîyî hewce

nîyo. Goreyê aye havila nê ziwanan

şarî rê çin o, nê ziwanan reyde şar

wayîrê yew gureyî nêbeno, hewce

nêkeno nê ziwanî biyerî ciwînayîş,

wa pêro bihelîyî, tena ziwano serdest

bimano.

La seba têkoşînî kurdan ra ko

gelek ziwanî bixelisîyî. Kurdî hinî

ameyî yew derax ke ti hinî înan

bikişî, ê hinî ziwanê xo ra fek ver ra

nêdenî. Ziwan şinasnameyê to yo,

şinasnameyê mîletê to yo. Înan ra

vêşêr sebebê estbîyîşê mîletî yo.

Dinyaye de çirê hende mîletî

est î? Seba ke yew nîyî, hende

mîletî est î. Ziwanê her mîletan

yew bibîyinî ma şênayinî bivajî

hende mîletî est î?

Ma bivajî ke dinyaye de her kes

ziwanê Franskî vojor bikerdinî, o

wext mîletî pêro bîyinî Frans.

Sewbîna mîletan ra behs nêbîyinî,

çimkî sewbîna mîlet çin o ke ti

behs bikerî. Ziwanê pêro yew bibî

xora dinya çewî rê nêmanena.

Bizanê ke hinî peynîya dinyaye

ameya. Ko dinya serûbin biba.

Ziwanê Kurdkî seba cirmdayîşî

ra ko vera vera xo bixelisno, xeyrê

aye ziwananê bînan zî xo rê yew

çare bivînî û xo yewkerdişî ra bixelisnî.

Ziwanxelisnayîş tena mîletan

nêxelisneno, xo ra pa dinya zî xelisneno,

dinya bêrengîn nêmanena.

Dinya zafziwanan reyde xo hina

pak û dewlemend vînena û xo hina

şa û bextewar vînena.

Bizanê ke ziwanê Lazkî xo

xelisnayo, bîyo ziwanê perwerdeyî

û dibistanan de yeno musnayîş.

Ney ra weşêr çi est o? Ziwanê to

xelisîyayo û gedeyê to hinî ziwanê

xo de perwerde vînenî. Reyna

ziwanê Suryankî biciwîyo û xo

dibistanan de îfade bikero. Nê

ziwanê kehenî ra kam nêwazo

havil nêgêro? Nê ziwanê qedîmî ra

her kes ko zaf çî bimuso. Ziwan

biciwîyo, kultur ciwîyeno, kultur

biciwîyo zengîneyî vejîyena raşte.

Kultur kulturan xurt keno, weye

keno. Çare yewkerdiş, yewdîyîş,

yewlete nîyo. Çare demokratîkbîyîş

o. Eke demokratîkbîyîş rewna ra

awan bibîyinî perseyî rewna safî

bîyinî û hende tarûmareyî nêbîyinî.

Dewletî çendê ke hemwelatîjanê

xo rehet ver ra dayî, demokrasîyê

xo xorîn û hîra kerdî hende sereyê

xo û hemwelatijanê xo asan kerdî.

Averşîyîş û zengînbîyîş zaf

perezeynayîşî reyde nê hîna zaf

demokrasî, hîna zaf mafdayîşî

reyde beno. Mîletê kê xo senî vînenî

û senî wazenî biciwîyî wa ay

hawa biciwîyî. Dewlete seba şarê

xo est a, seba mesudîya şarê xo est

a. Nek seba zulmkerdiş û mafwerdişî

çin a. Eke şar wazeno ziwanê

xo bipawo, aver bibero û şar wazeno

ziwanê ey bibo ziwanê perwerdeyî,

o wext dewlete ca de nê gureyî

biyero ca. Eke ma vanî dewlete

semedê şarî est a, cayê xo de nêvindero,

nê gureyî safî bikero.

Şar demokrat bibo, tesil dewlete

zî demokrat bena. Şar zor bido

dewlete, dewlete ko tesil xo bitada,

xo bikera dewleta demokratîke. Şar

tîya de şinasnameyê xo yê etnîkî nê

mafê heme etnîkan ser ro bixebitîyo.

Ereqê xo seba mafê înan birişno.

Demokrat no yo ke kê xo rê çi

biwazî, şarî rê zî biwazî.

Kurdistan zî seba ke cayê ke mijarê stratejîk

û jeopolîtîkî de muhîm o. No semedî ra

zî, her tim şer vejîyayo. Kurdistanî nîno

înkarkerdişî. Tarîxa ke ser de cuyeno û

raşteya civata ke girêdayeyo

MÛNZÛR

BOTAN

ZANA AZADÎ

Dinya de seba şerî zaf şarîy, kultur

û ekonomîyî de, tesîrê ke gird

cuyenê. Şerî mîyan de mendêy. No

semed ra zî, netew û netewan ya

binî telukeya vinbîyîşî de mendêy

û ya zî vinî bîyê. Bi çarçiweya

dema newe ser de, Rayverê Şarê

Kurd Abdullah Ocalanî 21’ê Adare

Amedî de ravêyeyî neweyî, da

dest pê kerdiş.

Oca de Rayverî vat ke: “Ganî

do dewlete verî agêrayişê dewan

biakero û ganî şarê kurdî zî bi

îradeya xo ageyro dewên xo. Eger

dewlete destûr nêdo se şarê kurdî

dewên xo ra biageyrê. No dema

newe ya ravêreyeyî de, pirsgirêk

bivejo.”

Ma persî qey Rayverê Şarê

Kurd Abdullah Ocalan dewan

agêreyişa no qiymetî de veynena û

qey dewleta tirk zî dewa şarê kurdî

veşna û vila kerd?

Kurdistanî mîyanî xo de

parçe kerdî

Şerî ra her cayê de şaran zirar

dîy. Kurdistan zî seba ke cayê ke

mijarê stratejîk û jeopolîtîkî de

muhîm o. No semedî ra zî, her tim

şer vejîyayo. Mêtingeran seba

dagirkerdişa Kurdistanî ser

xebityayê û hemverî no daqirkerdişan

zî şarê kurd û Kurdistanî

her tim, dijî êrîşên lejkerî û kulturî

de, xo û nirxên xo pawitê û têkoşîna

xo zî domnayê. Dewletê dagirkeran

çi çax ke bi polîtîkayan xo de

bêserkewt bîyê, no demî zî

Welat sey cennetî yo, la sewir o. Welat

dayî ya, wexto ke welat sewir bo,

dayî zî sewir a.

Wexto ke, dayî sewir bi, ziwan zî

sewir o.

Raştî ra ziwane ma sewir o.

Qedexe yo û her serr zî roje ziwanê

dayî yo.

Ziwanê ma de yew mekteb est a?

Ne.

Ziwanê ma de yew dersxanê est a?

Ne.

Nika zaferê dayîyan qijanê-tut,

domam- xo ra kurdî qise kenî?

Ne.

La bi kam hew ziwan qise kenî?

Bi ziwanê dagirkeran qise kenî.

Raştî hina va, la ma reyna ferqê

qirkerdişê hina tehluqe de nîye.

Biewnê fîlozofên Kurd ser ziwan

çi vato.

Fîlozofen xerîb çi vato.

Verînanê ma çi vato.

Polîtîkaya tirkkerdişê ser dewan veşnay

Lozan û agêyrayişê dewan

Kurdistanî mîyanî xo de parçe

kerdî. Sifteyin Kurdistan serra

1639 de bi Pêameyişa Kasr-i Şîrînî

de dewleta Osmanî û Îranî mîyanî

xo pay kerdê û dema 22 Temmuze

1923’ê Pêameyişa Lozanî de zî

Kurdistan kerdê çar parçe.

Pêameyişa Lozan û Plana Şark

Islahatî (1925) de kurdan pê nêhesibnayê

û bere qirkerdişî zî tirkan

ra akerdî. Lozanî de sifteyin

Kurdistanî parçeya Tirkîya kerdê û

peynî zî bi plana Şark Islahatî de

waştê şarê kurdî mîyanin ra

wedarnê.

Qirkerdişê Dêrsim, Koçgîrî

û Zîlanî

No semed ra zî, artêşa tirk serra

1925 bi qirkerdişê Dêrsim, Koçgîrî

û Zîlanî dest bi qikerdişê kurdan

kerd. Peynî de zî rayverî kurdan

Seyîd Riza û sewbîy şoreşgeran

darde kerdî û zafin zî koç kenêy.

Hewna dewleta tirk dema 90’in de

seba şixulnayişê polîtîkaya

tirkkerdişê ser serra 1970 û 1990

de heme dewan Kurdistanî veşna û

vila kerdîy.

Şarê kurdî, bi polîtîkaya sirgunî,

eştişê zîndananî û vila kerdişê

dewan, waştîy ke çîn bikerî.

Hewna serra 1990 semedê kurdan

zaf muhîm yew serr o. Çimkî no

serrî de artêşa tirk şaristanîy û

Gera ma seyî no çîye re ders veji.

Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanî,

semede çi Mem û Zîn û kîtabe din

Kurdî nuştî hina qise keno.

“Zelal vera da, qilerîn-lîşin- şimit.

Ziwane kurdî sey încî.

Kom kerd û ard nîzame û hina qeyseba-

peronî cefa anta.

Wa şarê bîn nêvaje

Kurd tenê bê merîfet, bê esl û bê

mîratî.

Tewir mîllet wayîrê kîtabî.

Kurd tenê bê hêsabin.”

Filozof Melayê Cizîrî seba aşqê xo

ya ziwan û Kurdîstan na tewir vano.

“Ez aşiqê nazîk û waştîya ya.

Mevajenê bê ser û bê sermaye

ya.

Gulê baxçê cennete Botanî ya.

Şewçilayê şewê Kurdîstanî ya.”

Filozofê xerîb Mîamî, seba mîlletê

dewên Kurdistanî ra her roj hêrişan

kerd û hemverê nêy hêrişan de zî,

têgeyrayişê kurd û netewa kurd ke

girêdayeyeê axa xo ra nêvejyê bi.

Xoverdayişên bêhempa viraştîy û

hewna zî domyeno. Çimkî

têgeyrayişê kurdan, do waştenê

pêameyişê Lozanî vila bikero û no

semed ra zî kurdîy zanê ke do

mafên xo bigê û şoreşa xo bi vate

bikerê.

Tena kulturê xo ser de

bikar bîaro nîyo

Rayverê Şarê Kurd Abdullah

Ocalan ravêreyeyî ser de wina ardo

ziwan: “Welat erdnîgarîyeke tenê

çîyên ke peran ano û hilberînerî

yeno kerdiş û kulturê xo ser de

bikar bîaro nîyo. Ruhê ey dergûşaka

ke ey weye kerdo û tarîxa ci,

keyê ey o. Ey ra mahrûm mendiş,

ze bêruh û bikeye mendiş o. Kesê

ke civatî bê keye û bê ruh verado,

şikyeno ke bi halê madî û manevîzî

verado. Netîceyî de semedê ke ney

planî bi ca bîarê Plana Islahkerdişê

Şarkî viraştîy. Bi esasê komployan

ze ke îsyan vejîyayo day mojnayiş

û bahane kerdîy ra pey kera kera

ser de nêverday.”

Waştê ke qiseyen ke kurd û

Kurdistan tede ravêreno heme

xirabe bikerê û qala nêy qalan nêkerdêy.

Dema komarî ra pey, netewê

bindestê ke, zimanê xo qise nîkenî

hina qal keno û hîşyar keno.

“Eke mîllete bindest bi ziwanê

xo nê, bi ziwanê mîlleta serdest qise

bikerenê yena no mane ke, çîyê dişmen

zerre ra qêbûl kenî. No çîye

seba rewakerdişa serdestîya

serdestan de paştîdayîşa en girda.”

Ma biewnê no qise û biewnê

mîllete kurd.

Milletê kurd se kena. Ziwanê

tirkî qise kena. Dişmen kena zerre

xo. Tehlûke esasî ina vat.

Seba ziwanî Fîlozofê Çîn

Konfîçyus, 2500 serrî vercû hina

qise kerd o. “Eke şima wazenê ke

seba xo şarê ke bindest bikerê, verê

heme çîyon ziwan û deyiranê ci

biheriminê.”

Dişmenê ma T.C .se kerd?

Eynî sey Konfîçyus 2500 serrî

PÊAMEYİŞA LOZAN û

Plana Şark Islahatî (1925) de

kurdan pê nêhesibnayê û

bere qirkerdişî zî tirkan ra

akerdî. Lozanî de sifteyin

Kurdistanî parçeya Tirkîya

kerdê û peynî zî bi plana

Şark Islahatî de waştê şarê

kurdî mîyanin ra wedarnê.

No semed ra zî, artêşa tirk

serra 1925 bi qirkerdişê

Dêrsim, Koçgîrî û Zîlanî

dest bi qikerdişê kurdan

kerd. Peynî de zî rayverî kurdan

Seyîd Riza û sewbîy

şoreşgeran darde kerdî û

zafin zî koç kenêy. Hewna

dewleta tirk dema 90’in de

seba şixulnayişê polîtîkaya

tirkkerdişê ser serra 1970 û

1990 de heme dewan

Kurdistanî veşna û vila

kerdîy.

Şarê kurdî, bi polîtîkaya

sirgunî, eştişê zîndananî û

vila kerdişê dewan, waştîy ke

çîn bikerî. Hewna serra 1990

semedê kurdan zaf muhîm

yew serr o. Çimkî no serrî

de artêşa tirk şaristanîy û

dewên Kurdistanî ra her roj

hêrişan kerd û hemverê nêy

hêrişan de zî, têgeyrayişê

kurd û netewa kurd ke girêdayeyeê

axa xo ra nêvejyê bi.

Xoverdayişên bêhempa

viraştîy û hewna zî

domyeno. Çimkî têgeyrayişê

kurdan, do waştenê pêameyişê

Lozanî vila bikero û no

semed ra zî kurdîy zanê ke

do mafên xo bigê û şoreşa

xo bi vate bikerê.

ke war û cayê xo de cuyayê bê ca û

bênetew verday.

Ciwanên ke welatê maya xo ra

amey visnayişî birîndar bîy û jana

canontişî ontêy. Welatê maya xo ra

wayirnêvejyayiş tarîx û kulturê xo

ra fekveradayiş o. Peynî de zî

civatbîyiş û netewbîyayişî ra fek û

dest veradayiş o. Raşteya civata

kurd de bêwelatay nîno şinasnayişî,

bi ey şiklî nêşkeno xo bidomno û

nêşkeno xo tasfîye û vilabîyayişî ra

rizgar bikero.

Raşteya welatateke qirkerdişî û

mijyayişê gunî bibo zî, raşteya

Kurdistanî nîno înkarkerdişî. Tarîxa

ke ser de cuyeno û raşteya civata

ke girêdayeyo û ze waştişê

azadîya ke layiqê xo vîneno,

neferê peynî heta ke bibo,

eşbîyayiş do bidomyo.”

(Problema kurd û Çaresereya

Netew û Demokratîk Rûpel 123)

Ma vîra mekerê ke, veşnayişê

dewan û xirabekeridişê înan

hewna bi Lozan û Islahata Şarkî

domyeno. Ageyrayişê dewan zî

sey estbîyayişê Kurdistanî û

gameke tarîxî yo. Lazimo ke

heme kesîy ney wina bizanê.

Welat sewir o ziwan sewir o

vercû qise kerda, hina kerd o.

Tirkan ziwanê ma qedexê kerd,

ziwanê ma qedexê kerd, ziwane ma

heriminê, yarî ye xo ziwanê ma ra

kerd.

Deyîre ma ra va, nê deyîrekilam-

tirkî ye.

Deyîre ma kerd deyîrê xo û heriminê.

Helê bi ewnê verînanê-baw û

kalan- seba ziwan çi vato.

“Merdim bi reng û vengê xo

rindek o.”

“Ziwan nîme însanî yo.”

Ma bi ziwanê xo qise nîker ma

seyî bi reng û vengê xo benî rindek.

Ma bi ziwanê xo qise nîker ma

seyî benî însanê temam.

Însane nîme nê beno însan.

Kirde nîme nê beno kird-kurd,

dimil, kirmanc, zaza.

K

27 Temmuze 2014 Yewşeme

irmanckı

Azadiya Welat

Di Tuzlayê

de cînayetê

karê

STENBOL - Di her ke şona di Tirkîyayê de

merdişê karkeran zêdîyena. Zatî Tirkîya

di no babetê de Dinya de lîsteyî yewin a.

Hetanê nika zî qet hukûmatan wayirvejîyayişê

karkeran yew bername nêviraştî.

Heremê Tersaneyê Tuzlaya Stenbolî, di

Tersaneya Hîdro Dînamîkî de westaya

qeyxakerî Ferhat Tan cuyayişê xo vinî

kerd. Ame bander bîyîşê Tan peynîya

tepişyayişê ceryanî cuyayişê xo vinîkerdo.

Cenazeya Tanî seba otopsîyê berdî

Tiba Edlîyê û oca ra zî seba defînkerdişê

berdî Goristana Esenyaliya Pendîka

Stenbolî. Merdişê karkeran ser qet di

şantîyayan de ewlehîyê nîno girewtiş.

15

XEBERÊ KILM

DI STENBOLÊ DIBISTANA SMDKÎ DE

Kurdan ra ziwanê kurdî qedexe kerdî

Di otogaran de

heycana roşanê

STENBOL - Di bi hezaran kesî seba

firseta roşanê pêroyina Tirkîyayê

otogaran ra herikyay. Stenbol di

Tirkîyayê en gird şaristano û otogarî

no şaristanî de zî zaf qelebalixî

est o. Heme fîrmayan bîletê xo rotî.

Keseke bîlet girewt o, xo zaf bi

şans dî la keseke bîlet nêdîyê êdî

benda Roşana Qurbanê bibê ya zî

bi wesayetê xo şaxsî rayîran ra

bikewê. Wendekar Burhan Dogan

vat ke ey weş zanayo ke bîlet

biqedîyo û no ser lez girewto.

Her roj nêmerdişê

xo ra şikir kenê

MANÎSA - Karkerê înşaetê çi wext

bibo se bibo xebatê xo domnenê,

çimkî mecbûreke malbatê xo ra

biewnê la karê karkerê înşaetê zaf

zehmet o. Karê xo ser Cevher

Ozdemîr vat ke înan taybetê ewlehîya

karkeran ser xebat domnenê

û wina vat: “Pirsgirêkê ma gird,

karkerê înşaetî de qet heqê xo ser

nêfikrîyenê û hîşyar nêbenê. Di

mîyanê karkeran de rekabet

polîtîkayê leyminîya karsazan o.

Ma ganî têkoşînê xo bidomnê.”

Viraştişê HES û awbendan Kurdistanê xirapkerdişê

ra dewam kenê. Di Bangilana Çewlîgî

de viraştişê awbendê ser Necat Altinova vat

ke do viraştişê na awbendê hem dewê înan

hem zî dewê Qemeran û Hovît ra zirar bido û

no ser zî qet viraştişê awbendî nêwazenê

Edîp KAYNAR / DÎHA

Di Bangilana Çewlîgê de

çarçiweya projeya Kalehan - 1

HESî awbend bêro viraştiş labelê

viraştişê na awbend dîroka

Kurdistan û Çewlîgî çin bikero. Di

19 temmuze mîyanê xebatkar û

rayedarê înaetî qerqîzayayiş cuyabi

û peynî zî no qerqîzîyayiş lejî ra

agêrabi la dema lejî zî ewlehakarê

şîrketî xebatkaran bi çekî gef

wendbi. Dewijan viraştişê awbend

û gefê şîrketî ser qise kerdî.

Dewij nameyê ey Necat Altinova

vat ke do viraştişê na awbendê hem

dewê înan hem zî dewê Qemeran û

Hovît ra zirar bido û wina vat: “Qet

viraştişê awbendî rê rizayê dewijan

nêameya girewtiş. Dewê ma, dewa

ke zaf kan a û dîrokî dewê ma zî

hetanê bi hezar serr peynî şona.

Tena mîzgeftî 480 serr

verê ameya

Koalîsyona Hêzê Şorişger û

Muxalefetîya Sûrîyeyê (SMDK) di

Stenbolî de di dibistan akerdo û

gedeyê sûrîyeyij û rojawanijan ra

ders da û Tirkîya zî nê dibistanan ra

hêzake gird da. SMDK bi hîmayeya

dewleta tirk aşkera kerd ke a hukûmata

Sûrîyeyê nêşinasnena û

cayê Esadî ra zî newe yew hukûmat

tayîn kerdbi.

SMDK nê dibistanan bi

viraştiş. Tena mîzgeft nê, di dewê

ma de zîndan, hemam û goristanan

est o û no ser zî ma qet awbend

nêwazenê. Hetanê nika zî qet yew

rayedar nêameya ma reyde pêvînayiş

nêkerdo. Nê wezaret nê zî wekîl

nêame û nêvat; rewşa şima çi bibo.”

Hewna dewija nameyê ey

Ramazan Orman zî destnîşan kerd

ke di şantîyeya awbendî de xebitnayişê

rê dorûverê ra merdim anenê,

AKPijan zî her tim înan çareserî ser

xapineno. Orman vat ke verê weçînayişê

Serekê AKPa Çewlîgî Yusuf

Coşkun ameyo û înan ra vato bêrê

înan ray bidê do înan heme pirsgirêkê

înan çareser bikerê la nika

weçînayiş qedîyayo û çew nêzdî

înan daxî nêameyo.

WARAN DAGIR KERDÎ

Dewij nameyê ey Salîh Orman

zî cîresna ke taybetê viraştişê

peynîya awbendê heme waran

ameya dagir kerdiş û no ser zî înan

hîna nêşkîyenê karê heywanî

bikerê û wina domna: “Di

dema vîyarteyê de en

tikey 200 manga û 1000

mêşnayê ma estbî û seba

ke warê ma dagir kerdî, no

ser zî heme heywanî ma

telef bîyê û taybetê viraştişê

awbendan rê warê cuyayişê

nameyê dibistanê Cana Sûrîyeyê di qezaya

Stenbolî de akerdbi û heme mufredatî zî

SMDK dîyar kerdbi. Nê pirtûkan zî di Dîlokî

de ame weşan kerdiş û dibistanan de ameynê

wendiş û di dibistanan de zî perwerde bi

ziwanê erebî yena dayiş û di saetê ziwanê

tirkî yena dayiş. Nê dibistanan ra zî 390 wendekar

mezûn bîy û karneyê wendekaran ser

zî ‘Wezaretê Terbîye û Talîma Hukûmata

Demkîya Sûrîyeyê’ mohre dabi piro.

Rayederê dibistanê Amed Keleş vat ke

her ke şona tikey bena. Nika vanê

qey gedeyan koyî ra vejîyenê, ma zî

verba no vatişê vanê ke şima

gedeyan warê cuyayişê nêverdayê

ke! No ser zî gedeyan sekerê, koyê

ra nêvejî sekerê? Qet di Kurdistanî

ser yew polîtîkayê ekonomîya

dewletî çinya.”

SAREYÊ MA RA VERADÊ

Dewij nameyê a Ayten Dînler

cîresna ke ciwanê dewê di şantîyaya

awbendê de xebityaynê la amey

vetiş û wina qedîna: “Ma di no

dewê de cuyenê, her roj 4 û 5

makîne yeno xebityeno û sareyê ma

ra gamar vareno. Heme xozayîyê

ma xirap bîyo, ma yew roj nêşîyê

berê şantîyeyê la nika hem gedeyê

ma karê vejenê hem zî sere înan

gule veradonê. Çi heqê înan esto ke

gedeyê ma ra gule veradonê. Belkî

siberoj sareyê gedeyê ma gule verabidê.

Ma qet nêzdîbîyîşê înan

qebul nêkenî.” ÇEWLÎG

SMDK înan reyde kombîyayiş viraşto û înan

ra vato ke tesilî têkiliyê şima do PKK reyde

nêbo û di dibistanan de zî qet bi ziwanê kurdî

ders nêdî. Keleş destnîşan kerd ke di normalî

de nê dibistanan de qanûnê Tirkîyayê

qedexe yê la nê dibistanan bi destûrê

ameyê akerdiş. Hewna di babetê ser sazîyê

Qeymaqamtîya Başakşehîrê, Şaredarîya

Başakşehîrê û Mudirîya

Perwerdeyeyîya vatê ke xeberê înan nê

dibistanan ra çinyo. STENBOL - DÎHA

Seba rîyê awbendê dîrok çin bibo

HES û awbendan

şermezar kerdî

BI BERPIRSÎYARIYA

Hewlkerdişê Pawiyayişê Mîrasê

Xoza û Kultura Dêrsımî de di

Newela Mûnzûrî de viraştişê

awbendan şermezar kerdişê rê

Raşteyê Seyîd Rizayî aşkera

ame dayiş.

Aşkerayê ra rayedarê DBP,

HDP, EMEP, sazîyê sîvilî û

zaf hûmarîy de kesî beşdar bî.

Beşdarwanê pankart akerd û

dirûşmeyê ‘Ma di Dêrsimî de

awbend nêwazenê’ û ‘Di

Mûnzûr azad bibo’ qîray.

Bi nameyê komê pwt. Bariş

Yildirim qise kerd. Yildirim vat

ke di parqa Neteweya Newala

Mûnzûrî de viraştişê awbend û

HESan ra serra 1985’ê de

qeçaxê ame destpê kerdiş û û

wianv at: “Ma Daniştayîra doz

akerdbî û ma qezenc kerdbî.

Ganî nika Newala Mûnzûrî lîsteya

Kultura Dinyayê de ca

bigirewtbi. Ma qet destûr nêdî

bivirazê.” DÊRSIM - DÎHA

12 polêsê cemaetê

eştî zîndanî

STENBOL - Di dema vîyarteyî de

mîyanê AKP û cemaet qefelnayişê

dersaneyan û operasyonî nêrayîrtî

ser lej vejîyaybî. Çarçiweya

‘Sîxurtîyê’ polêsê AKPî, polêsê

Cemaetî ra operasyon viraştbi û di

operasyonan de zî nêzdê 100 heb

polêsê ameybî girewtiş. Nê

polêsan ra 17 polêsê dozgerî

sewqê dadgeha nobedarî kerdbî û

dadgehê de zî 12 polêsê cemaetî

amey girewtişê û bi nê girewtişan

di 20 polêsê zîndanî de yê.

Koxuşê gedeyan bedilnay

Di Amedî di bira Mehmet û

Şehmus Denlî bi rotişa kaxizê

qezencê malbatê xo kerdî. Nê

birayan bi îdiaya beşdarê

çalakîyêbîyîşê ameybi girewtiş û

peynî zî nê gedeyan seba ke koxuşa

gede nêbîyîşê berdbî zîndana

Tîpa E a Amedî koxuşa 10’î

labelê di oca de zî gedeyan tade,

zilm û îşkence ameybi kerdiş.

Dema pêvînayişê zî di

îşkenceyê dayika birayan Emîne

Denlî bander bibi û dayik zî serpiro

ÎHDa Amedî kerd û hewlkerdişê

ÎHDî ser zî koxuşê

gedeyan ame bedilyayiş.

Qewimyayişê ser pwt. Gamze

Yalçin vat ke hewlkerdişê înan

ser koxuşê gedeyan ameya

bedilyayiş û wina vat: “Ma zî

gedeyan reyde pêvînayiş kerd,

raşt o gedeyan ra tade, zilm û

îşkence ameyakerdiş. Gedeyan

ma ra vatê ke yew mehkûmê

edî, înan îşkence kerdo, sareyê

awê ra ronayo, ling û destê

înan ranzayî ra giredayo. Nika

seba ke koxuşê gedeyan

bedilyayo, no ser gedeyan pirsgirêk

nêoncenî. Heqê mehkûmê

edlî zî înan serpiro sûcê kerdî.

Ma her tim di hetê gedeyan de

ca bigerê.” AMED - DÎHA

Yew kurd nêşkeno birayê

xo ra destê wedarno

Di verba lejê aşîretê rê rayverê kanaetî, rayedarê

DBPî, xişnê malbatan û rayverê Geverê di werdişê

fitarî de amey yew ca. Werdişê nanê di parqa

Kultura Musa Anterî de ame dayiş û werdişî ra

Hetrakerdoxê Hemserekê DBPî Hamît Geylanî,

Hemsereka KCDî Aysel Tugluk, verên Serekê

Şaredarîya Gird a Amedî Osman Baydemîr, verên

Serekê Şaredarîya Colemêrgî Fadil Bedîrhanoglu û

rayedarê DBP û HDPî beşdar bî.

Di werdişê de verên Serekê Şaredarîya Gird a

Amedî Osman Baydemîr qise kerd. Baydemîr vat

ke eke çika şarê Gever û Colemêrgî di mîyanê

yewitîyê weş bitepişî, ewqas şarê kurd di mîyanê

xo de yew bibê û wina vat: “Di ma heme şarê kurd

yew ê, hetanê nika di Kurdistanê de her tim hêzê

faşîst di mîyanê kurdan lejê aşîretî vetî la verba nê

polîtîkayan şarê ma qet her tim xo ra aqilyay. Ma di COLEMÊRG - DÎHA

40 serrê ke mîyanê şerê de yê û ma yew destê

Tahran, yew destê Baxda, yew destê Şam û yew

destê xo Şamî ra derg kerdî. Ma wa pirsgirêkê

xo bi biratî de çareser bikerê.”

DEST WEDARNAYIŞ HERAM O

Baydemîr destnîşan kerd ke wa kurdan

verba nê hêrişê nijadperestîyê yew bibê û

wina qedîna: “Ma tifaqa xo her tim hêzdar

bikerê û nê tifaqa xo zî Rojhîlato

Mîyanê û Dinyayê ra bimojnê. Ez

bawera ke di en nêzdî demê ma şarê

xo Gever û Colemêrgî ra mizginîya

aştîyê bidê. Heme sazîyê ma di pirsgirêke

Geverî de qewimya wayir

vejîyay, no ser zî ez înan spas kena.”

Remezana

şerîf

pîroz be

Agirî

Amed

Colemerg

Dîlok

Edene

Paşîv Nîvro Esir Êvar Eşa Paşîv Nîvro Esir Êvar Eşa Paşîv Nîvro Esir Êvar Eşa

03:10 12:21 16:13 19:36 21:12

03:30 12:33 16:21 19:42 21:14

03:18 12:19 16:07 19:27 20:59

03:46 12:44 16:31 19:52 21:22

03:54 12:52 16:39 20:00 21:30

Enqere

Erzirom

Êlih

Îdir

Mêrdîn

03:49 13:02 16:54 20:17 21:54

03:16 12:29 16:21 19:43 21:20

03:27 12:29 16:18 19:39 21:10

03:05 12:17 16:09 19:32 21:09

03:31 12:31 16:18 19:39 21:09

Mûş

Riha

Stenbol

Şirnex

Wan

03:21 12:28 16:18 19:39 21:13

03:40 12:38 16:26 19:46 21:16

03:59 13:18 17:12 20:35 22:15

03:23 12:24 16:12 19:32 21:03

03:15 12:20 16:10 19:31 21:04

27 Tîrmeh 2014 Hejmar: 2631 Sal: 7 www.azadiyawelat.biz E-mail: awelat2002@yahoo.com

AZADIYA WELAT

Zozan Basin - Yayin Adina

İmtiyaz Sahibi

Ramazan ÖLÇEN

Yazi İşleri Müdürü

İsmail ÇOBAN

Yönetim Yerî:

Gevran Cad. Zafer Apt. Kat: 4

No: 8 Yenişehir

DİYARBAKIR

Îdare Tel: 0 (412) 251 38 88

Yayin (Weşan)

TEL: 0 (412) 237 48 90-91

Fax: 0 (412) 237 48 89

Baski (ÇAP):

Stenbol: Gün Matbaacilik,

Reklam, Film, Basim, Yayin,

Tan. San. Tic. Ltd. Şti.

Telsizler Mevkii Beşyol Mah.

Akasya Sok. No: 23/A

Küçükçekmece / İSTANBUL

Tel: 0 (212) 580 63 81

Edene: Arslan Güneydogu

Gazetecilik,

Matbaacilik, Kagitcilik

Yeni Dogan Mah. 2108 Sok.

No:13/A Yüregir / ADANA

Tel:0 (322) 346 03 71-72

Genel Dagitim:

Turkuvaz

Dagitim Pazarlama

Yaygin süreli yayindir.

NÛNERIYÊN ME:

Êlih: 0 (488) 215 48 37

Mêrsîn: 0 (530) 388 46 70

Edene: 0 (322) 359 51 04

Îzmîr: 0 (232) 445 36 65

Riha: 0 (414) 312 37 11

Qoser: 0 (482) 312 11 44

Cizîr: 0 (486) 616 73 34

Wan: 0 (432) 215 16 87

Enqere: 0 (312) 230 43 18

PIRSGIRÊKÊN XWE YÊN

ABONETIYÊ RAGIHÎNIN

Amed: 0 (412) 228 07 22

Stenbol: 0 (212) 251 87 75

EZ KURDISTAN IM

BEDLÎS

27

Amadekar: Azad ZAL

azadzal@hotmail.com

ERDNÎGARÎ

Bajar di nav parelelên 37° 54´ û

38° 58´ bakur û merîdyenên 41° 33´

û 43° 11´ rojhilat de ye. Sînorên

bajêr li bakûr bi Agirî, li rojava bi

Mûşê, li başûr bi Sêrtê, û li rojhilat

jî bi Gola Wanê tê dorpêçkirin.

Pîvana erda herêmê qismek

(1.874 km²) ji Gola Wanê 8.551 km²

pêk tê. Ji kismê reşahiyê ji %71

çiya, ji %10 deşt, ji %3 zozan û ji

%16 jî plato ye. Ji vê erdê ji %80 ji

bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tûtin,

gûz, genim û çawdar çandiniyên

herî pir li herêmê tên çandin in.

Avhewa: Li herêmê avhewayeke

di navbera reşahî û Behra Sipî de

serdest e. Zivistanan pir sar, havînan

jî hênik derbas dibe.

Çiya: Sîpan (4.058 m), Ziyaret

(3.002 m), Nemrûda Bedlîsê (2.935 m)

û Turşik (2.828 m) çiyayên herî bilind

ên herêmê ne. Nemrûd: Axa bajarê

Bedlîsê ji çiyayên dijwar û bilind pêk

tê. Li bakûrê bajêrî, Çiyayê Nemrûd ku

bilindiya wî 2935 metre ye û di nav sînorên

Tetwanê de ye çiyayek volkanîk

e. Gelek golên volkanîk hene. Ya balkêş

ew e, ku Gola Sar (şîn) û Gola

Germ (kesk) her çi qas nêzikê hev bin

jî, di Gola Sar de, zebeş di avê de diperçive

û di Gola Germ de jî hêk di demekî

kurt de ji kela avê dipije. Gola

Nemrûd ku di nav nêvenda çiyayê kratera

Nemrûd de ye, ji alî meziniyê de

di dinyayê de ya duyemîn e. Sîpan: Ji

van çiyayan yek jî çiyayê Sîpan e, Li

bakûrê Gola Wanê ye û bilindiya wî

4058 m ye. Lûtkeya wî bi qeşayiyan

hatiye rûkişandin.

Deşt û zozan: Ji ber herêm çiyayî

ye li herêmê deşt û zozan li herêmê

kêm in. Deşta Revha, Xelat, Arîn û

Elcewaz deştên biçûk ên herêmê ne.

Bilindbûna zozanên herêmê jî digîhîjin

1.900 m yî.

Çem û gol: Li herêmê gola herî

mezin Gola Wanê ye. Wekî din li herêmê

golên krater jî hene. Wek Nemrûd,

bilindbûna wî ji behrê 2400 m ye.

Mezinbûna golê jî 10 km² ye. Mezinbûna

Gola Nazlûk 3,5 km² û ya Arînê

TURÎZM

jî 13,5 km².

Çemên ku li herêmê diherikin

Botan, Xerzan, Bedlîs û Oranz in.

DÎROK

Li gorî hin çavkaniyan navê bajarê

Bedlîsê yê kevn ji dema Îskenderê Makedonî

de maye. Îskender piştî ku herêmê

dagir dike, ji bo ku li herêmê

keleheke dijwar ava bike, bi navê

“Lîs/Lais/Lîz” ango “Badlîs” serleşkerekî

xwe tayîn dike. Piştî ku keleha

Bedlîsê temam dibe, Îskender bi xwe

tê û nikare kelehê bixe bin deste xwe,

vedigere. Piştî wê, serleşkerê bi navê

Lîs ji Îskender re dibêje; “Keleh

dijwar e, nayê fethkirin, tu jî

hatî te nikaribû. Mexseda

min ew bû ku ez vê rastiyê

nîşan bidim.

Ji ber vê

yekê serleşker

tê efûkirin

û bajar bi navê

wî dimîne.” (Ensîklopediya

Îslamê,

Cild: 2,

rûpel: 657-

6664). Li

gorî hin

çavkaniyên din

de, navê bajar wek “Paxiş” derbas

dibe, li gorî heman çavkaniyan navê

“Baxaxêş”, “Baxêş” bi Ermenîkî ye,

dibe ku bingeha xwe ji zimanê Aramî

an jî Asîrî bigire. (S. Nîşanyan;

http://www.nisanyanmap.com) Bi Asûrîkî

“Bît” tê wateya “welat, niştiman”,

“Bet/Bed” tê wateya “keleh”ê. Ji ber

wê li gorî rîwayet û çavkaniyên ku efsaneya

Îskenderê Mezin vedibêjin, di

heman demê de bingeha nave wê jî

piştrast dikin. Asûrî jê re “Bît-Lîs”,

Pers û Yewnan; “Bad-Lîs / Bad-

Lais”, Bîzansî; “Bal-Lais-on/Babaleison”

an jî “Baleş”, Ereb; “Bad-Lîs”,

Ermenî; “Baxaxêş, Baxêş, Paxêş, Paxîşî”

dibêjin. Bi Kurdî jî navê vî bajarî

“Bed-Lîs / Bedlîs” e.

Dîroka herêma Bedlîsê wekî cîwaren

din yên Kurdistanê gelek kevnar e.

Li lêkolîn û tespîtên dîroknasan dîroka

Tetwan, li ber gola Wanê ciyek turîstîk

e. Xelat jî ji alî tarixa xwe ve pir kevn e.

Kela Bedlîsê, Tirba Şerefxan, Mizgefta

Mezin û ya Kureyş, medreseyên herêmê

cihên herî pir tên ziyaret kirin.

Ku riya we bi Bedlîsê ket, heta hûn Çiyayê

Nemrûd û Gola Nemrûd nebînin,

Kumbetên Xelatê nebînin, Keleha Bedlîsê,

Medreseya Îxlasiye, Mizgefta Şerefiye

û kumbetên ku li navenda bajar in

nebînin ji Bedlîsê venegerin. Her wisa

divê hûn kebaba Bedlîsê ya bi navê

“Buryan” û “Avşor” bixwin. Heke ku

hûn seyrana xwe ya Bedlîsê berên bestir,

yê ji kok boyaxê, gopala Xelatê, bindeqa

Xîzan, gûza Adilcewazê, hingivê

Mûtkiyê û penêrê kûp nestînin û vegerin

nexwe hûn ji bo çi çûne?

BAJARNAME

BEDLÎS

Navend Bedlîs

Parêzgeh Bedlîs

Herêm -

Alî

Bakurê Kurdistanê

Dewlet Tirkiye

herêma Bedlîsê digihîje hezarsala

6mîn a berî zayînê. Di dema ku pêşevanên

Aryenî li herêmê peyda dibin ev

der jî bi wan şên dibe. Hawê ku tê

zanîn desthilatdariya pêşîn ya li ser herêmê

desthilatdariya Mîtaniyan e. Ji

ber ku Mîtanî, zimanê Xurrîkî bi kar

dianîn, ji dewleta wan re “Xurrî-Mîtanî”

tê gotin. Heta sedsala 13mîn a beriya

zayinê Xurrî-Mîtanî

desthilatdariyê li herêmê dimeşînin. Di

sedsala 12mîn a beriya zayînê de Hîtîtî

desthilatdariya xwe saz dikin. Piştî wê

Ûrartûyî li herêmê

dibin

desthilatdar.

Şûn de

Asûrî, piştî

wan Med û şûn

de jî Pers li herêmê

dibin serwer. Bi têkbirina

Persan re Îskenderê

Makedonî (333 b.

z.) desthilatdariyê

dike.

Dîroka serdestî

desthilatdariya

li ser Bedlîsê her çi qas bi vî awayî

be jî, dîroka niştecihên wê cuda ye û

hûnaka wê xweser e. Li herêmê wekî

erdnîgariya kevnar a Kurdistanê ji mêj

ve li vir kom û komik û civakên xwediyê

vî welatî jiyane. Li herêma Bedlîsê

jî ji berî hezarsala 6an a berî

zayînê de jiyana civakî heye. Vê jiyana

civakî her xwe diparêze. Li hember

desthilatdariyê xwe diparêze û di ber

xwe dide. Wekî êl û eşîr û federasyona

hozan her tim li hember dewlet û împaratoriyên

desthilatdar xwestine statuya

xwe biparêzin. Di pirtûka

Şerefxanê Bedlîsî, ya bi nave “Şerefname”

de dîroka berxwedêriya niştecihan

jî heye. Li gor vê pirtûkê di wê

demê de, li herêmê 25 eşîrên Kurdan

ên ku ji hev cuda dijiyan hebûn. Ev

eşîr tên ba hev û biryara hevkariyê digrin.

Ango federasyoneke eşîrî çêdikin.

Federosyan dixwaze ku navenda herêma

Bedlîsê, ango bajarê Bedlîsê bidest

bixe. Wê demê hukumdarê gurcî,

Tadît li herêmê serwer e. Eşîr êrîşê artêşên

vî hukumdarî dikin û kelê û bajar

bidest dixin. Bi giştî ji wan re “Rojkan”

tê gotin. Navê eşîrên ku federasyonê

ava dikin ev in: Qeysan, Baykan,

Modkan, Zoqeysî, Zeydî, Keleçeran,

Xirbelan, Balkan, Xiyartan, Goran, Bireşan,

Sekran, Garisî, Bêdoran, Belakurdan,

Zerdûsan, Endakiyan,

Pirtayan, Qewalisî, Girdîkan, Suhrewerdiyan,

Kaşaxiyan, Xaldan, Istûkan

û Ezîzan. (Şerefname, Şerefxanê Bedlîsî)

Piştî vê demê her çi qas Bîzansî û

Sasanî êrîş bibin ser herêmê jî ji ber

yekîtiya eşîran bi ser nakevin. Di sedsala

11an de Selçûqî desthilatiyê dikin,

piştî wê Merwanî dibin serwer. Di sedsala

13’an de talangeriya Mongolan li

herêmê pêk tê û tar û mar dibe. Şûn de

Eyûbî dibin serwer, şûn de Teymûrê

Qot talan û wêran dike. Piştî Teymûr

herêm dikeve bin kontrola Şerefxaniyan.

Şerefxanî dibin desthilat û serwerê

herêmê. Wekî desthilatên herêmî

Şerefxanî her tim xwedî desthilat bûne

û li herêmê bi hêzên dagirker re carina

şer kirine û li ber xwe dane, carina jî

hevkariyê kirine. Di dema desthilata

emewiyan, ebasiyan, merwaniyan de

heman rêbaz pêk hatile. Di sala

1537’an de wekî bajar dikeve bin desthilata

osmaniyan. Ango di sedsala

16’mîn de Bedlîs bi tevahî dikeve bin

desthilata osmaniyan. Lê her çi qas

desthilatî ya osmaniyan be jî birêvebirin

di destê şerefxaniyan de ye. Şerefxanî

heta 1894an rêveberiya vê herêmê

dikin. Şûn de rûs dagir dikin. Heta

1915’an herêm dibe qada şer û pevçûnê,

bajar têk diçe. Bajarê Bedlîsê

kavil dibe. Bi avakirina Komara Tirkiyeyê

re Bedlîs dikeve bin desthilatiya

Tirkiyê. Wekî bajar ji berk u gelek hejmara

şêniyan kêm dibe di sala 1929an

de desthilatdarên Tirkiyê Bedlîsê dikin

navçeya Mûşê. Lê di sala 1936an de

dîsa wekî parêzgeh tê diyarkirin. Di

bin desthilatdariya Tirkiyê de wekî

parêzgeh digel navçeya navend 7

navçeyên wê hene.

NAVÇE

ARCÎGEH / ELCEWAZ: Rûber

812km², bilindahiya ji deryayê 1.650

metre ye. Arcîgeh 94 km ji Bedlîsê dûr

dikeve. Gorî serjimêra sala 2000î bi

giştî hejmara niştecihan 34.171 e.

XELAT: Rûber 1.044km² ye. Hejmara

niştecihên navendê 23.000 û bi

giştî jî nêzîkî 45.000 e. 26 gund û 2

mezreyê wê hene.

XÎZANÎZADE KEMAL FEWZÎ: Nivîskar,

helbestvan û tekoşerê doza azadiya

Kurdistanê, di sala 1891’ê de li Xîzanê ji

dayik dibe. Di 27’ê Gulana 1925’an

de li Mizgefta Mezin a Amedê

digel tekoşerên doza Kurdî

tê bidarvekirin. Li Stenbolê,

di dibistana leşkerî

de dixwîne. Bi derketina

Îttîhat û Terrakî re,

ew jî tevlî siyasetê

dibe û li ser doza gelê

Kurd dajo. Di nava

refên Kurdistan Tealî

Cemiyeti de têdikoşe.

Bi şikestina serhildana

Şêx Seîd ew jî tê girtin. Di

zindanê de bi rojan êşkence

dibîne. Bi fermana Mistefa

Kemal îdama wî tê derengxistin ku ew

bêhtir îşkenceyê bibîne. Fewzî, li zindanê

berxwedaneke mezin dide û di

dadgehê de berevaniyeke dîrokî dike.

Ew û Bavê Tûjo, Hecî Axtî, Seyîd Evdilqadir

û Mihemed Tewfîq li Mizgefta

Mezin a Amedê tên îdamkirin. Berî ku

bê îdamkirin wiha dibêje; “...Kurdistan

wek bihuşt e û ya me ye. Xwediyê malê

em in. Kî çi dibêje bila bibêje.... Tu

hêzek nikare li hember vê bibe asteng,

lewra ew yê me ye...”

BEDÎUZZEMAN SEÎDÊ KURDÎ:

Di 1878’an de li Bedlîsê, li navçeya

Xîzanê, li gundê Nûrsê ji dayik bûye.

Navê bavê wî sofî Mîrze ye, navê diya

wî jî Nûrê ye. Perwerda destpêkê û ya

navîn li welêt diqedîne. Xebatên welatperweriyê

dimeşîne. Beşdarî Şerê Cîhanî

yê yekem dibe. Li Rûsyayê, du

salan êxsîr dimîne û paşê vedigere

welêt û dîsa xebatên xwe yên welatperweriyê

didomîne. Paşê, dev ji van

xebatan ber dide û bi temamî xwe dide

ÇUXÛR (NORŞÎN): Rûber

650km², bilindahi ji deryayê 1.320

m ye. Serjimara navendê 22.521 û bi

giştî jî nêzîkî 50.000 e. Di sala

1988an de bûye navçe. 25 gund û 13

mezrayên wê hene.

XÎZAN: Di sala 1936an de bûye

navçe. Hejmara niştecihan li navendê

12.000 û bi giştî jî nêzîkî

45.000 kes dijîn.

MOTKÎ: 20 km li rojavayê Bedlîsê

ye. Rûber 1.060 km² ye. Li navendê

li dora 5.000 kes dijîn.

TETWAN/ TUX / TUXTEWAN:

Rûber 1.235 km², bilindahî ji rûyê avê

1.700 m ye. Li gorî serjimara sala

2000’î hejmara niştecihên navendê

65.901 û bi giştî jî 80.046 e. 56 gundên

navçeyê hene. Tetwan ji aliyê bermayiyên

dîrokî ve gelek dewlemend e.

ÇAND Û HUNER

Xwarênên herêmê: Şekalok: nîsk

û nok di beroşê de tê kelandin. Qaşilkên

hişk (zuha) yê xiyaran di beroşek

din de tê kelandin. Kiftên ji qîme û

bulxur çêkirî dikeve nav beroşa ku

nîsk û nok tide dikele. Hinek av û xiyarên

hişk dikeve navê û piştre rûnê

sorkirî bi ser tê reşandin û tê serwîs

kirin. Buryan: Li devera Bedlîsê kebaba

Buryan xwarinekî gelek navdar

e. Ev xwarin e, ku ji goştê karikê tê

çêkirin, di mehên Hezîran, Gelawêj û

Tirmehê de tê xwarin.

Cil û berg: Zilam “şal û şapik” li

xwe dikin. Bi ser şal û şapik de kefiyek

li pişta xwe girê didin. Pêlava

ku dikin nigê xwe jê re “xarik” tê

gotin. Gorên ku dikin nigê xwe ji

hirî tên çêkirin. Jinên Bedlîsî piranî

fîstan û entarî li xwe dikin. Di bin

fîstan de jî derpiyek ku jê re “direl”

tê gotin, li xwe dikin. Di niga de

çarox û gorên ji hirî hene. Şarpeyek

ku jê re dibêjin “laçik” bi kefî re li

serê xwe girê didin.

NAVDARÊN BEDLÎSÊ

riya dînî. Li gelek deran dikeve zindanê

û tê surgûnkirin. Li Rihayê di

23’yê adara 1960’î de wefat dike.

WILLIAM SAROYAN: di 31’ê tebaxa

1908’an de ji dayik dibe.

Di 18’ê gulana 1981’ê de

diçe ser dilovaniya xwe.

Ermenî ye, bi eslê xwe ji

Bedlîsê ye. Malbata wî

koçî Amerîkayê kirîye

û ev jî li wê derê tê

dinyayê. Di 1939’an de

hêjayê Xelata Pulîtzerê

tê dîtin lê ew xelatê

red dike. Li Amerîkayê

wekî kurteçîroknûsê herî

baş tê nasîn. Ji aliyê

UNESCO’yê ve sala 2008an

sala William Saroyan hat diyarkirin.

29 pirtûk, 23 lîstikên şanoyê, 14 çîrokên

wî digel çend stranan hene.

A. GULGEŞ DERYASPÎ: Nivîskar û

romannûsa jin ya kurd di kanûnê

1978’an de li gundê Ximêçûrê ku girêdayî

Bedlîsê ye tê dinyayê. Ew dibistana

seretayî li gundê xwe dixwîne. Piştî pazdehsaliya

xwe, ew bi malbatî mala xwe

bar dikin, li Tetwanê bi cî dibin. Wekî nivîskar

serboriya wêjeyê ya wê, ji zaroktiya

wê de bala wê li ser wêjeyê bû, di

sala 1994’î de dest bi nivîsê dike. Lê bi

awayê cidî di sala 2000’î de çend tekstên

şanoyê dinivîse û piştre jî çend

hêçan dinivîse. Di sala 2007’an de romana

xwe ya yekemîn dinivîse û roman

bi navê “Tariya Bi Tav” di sala 2010an

de tê çapkirin. Di 2013’an de romana wê

ya duyemîn a bi navê “Xezal” ji weşanên

J&Jyê derdiçe. Wekî romannûsa jin

ya yekemîn tê nasandin. “Beriya romana

romannivîsera kurd Guldeş Deryaspî,

li Swêdê jineka kurd a nivîskar ya

bi navê Zarîfe Demîr kurteromaneke bi

sernavê “Kela Bilind” nivîsîbû. ”(L.P.)

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!