Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Naskirina min ji Qanatê Kurdo re

Mamo Cûmî

Hêja ye ku biraderên, mîna Hûsên Hebeş û Tosinê Reşid

jibo nodsaliya kurdnasê welatparêz, Qanatê Kurdo

pirtûkekê amadebikin. Şanazî ye ku mirov beşdarî karekî

wiha liser Qanatê Kurdo bibe.

Pêncê meha yekê 1985-an em jibo du heftan çûbûne

Sovyetisana berê. Me çend rojên xwe li mala birayê Celîlê

Celîl û xûşka Gulîzarê derbaskirin. Hîngê me kalê rehmetî

Casimê Celîl û xûşka Cemîle jî dîtin. Casimê Celîl em

vexwendine cîgehê helbestvanên Rewanê jî. Li hotêlê Îşxanê

Eslan jî tê me dibîne. Pê re balefirra me berê xwe da

Lênîngradê (Pêtêrbûrg). Li hotêlê me haya Ordîxanê Celîl jî

anî ku em hatine wan bibînin. Kurt, birayê Ordîxan em

vexwendine cem xwe mal.

Roja dinê ez û birayê xwe Ordîxan, em çûn mala rehmetî

Qanatê Kurdo. Berfê erd hilanîbû, Lênîngrad sipî dixuya.

Kêrtika sarbûnê, wekî tê bîra min, dora 35-an di bin sifirê re

bû.

Xanima rehmetî rûs bû, derî ji me re vekir. Q. Kurdo bi

nexweşiya kansêrê ketibû û li mal rûniştibû. Birayê Ordîxan

dibêje Qanat: Qanat, me êzdiyek ji te re aniye! Em li dem û

xweşiya hev dipirsin û rûdinin.

Em yekê dibêjin û yekê nabêjin, berî ku em biçine Sovyetistanê,

me ji apê Osman Sebrî re got ku em rêwiyê Sovyetistanê

ne. Apo reşpelik û silavên xwe ji Qanatê Kurdo re

dispêre me. Apê Osman pirr ji Q. Kurdo hezdikir. Qanat jî

gelekî pesna Apo dida û hal û demên wî dipirsiya. Xwesteka

her gring a Apo ev bû: „ Rehmetî Reşidê Kurd rêzimana xwe

û tiştên dinê biribûne Sovyetistanê ku çapbike; li wir man û

nehatine çapkirin. Bipirse ka li cem kê mane“ *.

Rehmetî Qanat pirr liser rewşa kurdên Sûriyê rawestiya;

çêre hatina helbestvanê navdar Cigerxwîn dikir, pirr pesna

helbestên wî dida. Wêneyên ku bi hev re giritibûn, pêşe me
dikir. Lê nexweşiya kansêrê ew westandibû. Carcarina

xanima wî digot ê: Tu yî nexweş î, xwe mêşîne, pir dey meke

Kurt, paşî ku em ji Sovyetistanê vedigerin, bi çend mehan

Q. Kurdo çavên xwe didehev. Ez radibim gotarekê sernivîsa

wê „Nemirê kurd, Qanatê Kurdo, çavên xwe girtin“, bi navê

Dewrêşê Datlî, di Gelawêjê de belavdikim:

„ Berî çend rojan min bihîst ku Qanatê Kurdo, serokê

kurdnasiyê di înstîtûta Rojhilatnasiyê de, li Lênîngradê

çaven xwe girtin. Ne heyfa kesên çê, ku bimirin û lipêş

çavên me wenda bibin, nemaze li pêş çavên gelê kurdê

bindest û welatparvebûyî û bi gerekiya xebatkarên mîna wî

ne. Gava ez çûm Sovyetistanê, ji nav seredanên min de yek

jê bo Q. Kurdo bi hevaltiya O. Celîl bû. Bi rastî va seredana

hanê ji bîra min naçe; deng, şor û şîretên Q. Kurdo hê di

guhên min de ya teze ne. Gava ku ez û O. Celîl ketine mala

wî, O. Celîl bezî destê kebaniya wî ya rûs ramûsa. Edetên

wan li min hinekî xerîbbûn. Ez mat hîştim, paşê O. Celîl

destê xwe da Q. Kurdo jî. Gava ku ez jî li pê wî derbasbûm,

wekî ez dikevime ciyekî, ku cara tu kes neketêye, hîngê ku

Qanat lipêş çavên min î gewre bû û çavê min tijî kiribûn.

Q. Kurdo di navbera min û O. Celîl de rûnişt, hindik hindik

daxistime dengkirinê, ku rewşa gel û welatê xwe binase.

Qanat ji min pirsî: Hele liser bindestiya kurdan şorê bike, we

çawa dêşînin Çi ton zorê li we dikin Hûn çawa bi zimanê

dê dinivisînin Çilo kovara dertînin... Dema ku min jê re

bersivên pirsên wî didan, carekê liser kêleka xwe li O. Celîl

dinêrî û carekê li min dinêrî, serê xwe dihejand û digot: Kurê

min berdewam ke, min tiştên weha li vir nedîtine, nakevine

serê min; ez î biçûk bûm û î sêwî bûm. Pişt re hikumeta

sovyetî ez tîmarkirim û bi xwendin dam. Hiku-meta me rêya

zimanê kurdî ji me re vekir, ku em zimanê dê yê şîrîn, wekî

her gelekî sovyetî hoybibin û dîrok, tore û kelepûra xwe

vekolin û vedin. Guh bide apê xwe, ez nimûnake navnetewî

ji navnetewiya hikumeta sovyetî hewal dim:

Rojekê, min bi navê xwe Kanat Kudoyêv liser kaxezê danî

bû ... pîştî wextekê ez lêgeriyam û min navê xwe tê de nedît
... ê berpirsiyar got: Tu kurd î, ne rûs î. Hûn kurd çawa

navên xwe lêvdikin, wilo jî divê tu binivisînî. Navê te di lîstê

de Kurdo hatiye, ne Kurdoyêv ...“

Hîngê mirina helbestvanê kurd Cigerxwîn teze bû, Qanat

gote min: Kurê min Cigerxwîn jî carekê bûbû mêvanê me ...

Cigerxwînê gorbihiştî digot: „Qanat, ez hatime Hecê,

Lênîngrad Heca min e ... em niha çendî poşaman in, ku me

dengê wî li cem xwe tomarnekir, sedcar mixabin,ku ew jî ji

dest me çû“. Piştî gavekê bermaliya wî nan danî. Çima ku

Qanat bi nexweşiya penceşêrê ketibû, xwe parêz kiribû û bi

me re şîv nexwer. Xwerina wî ji ya me cihê bû.

Q. Kurdo apê Osman Sebrî ji bîr nekiribû. Xwerina xwe bi

kutahî anî û got: Hele rewş û xweşiya Apo çawa ye Berî

nêzîkî salekê min pirtûkek ji wî re şandibû. Gelo pirtûk giha

bê an na Haya te jê heye Apê Qanat - min bersiv da - berî

ku werime Sovyetistanê, rêya min bi Sûriyê ketibû ** û

karîbû Apo bibînim. Vêca Apo gote min: Tu wê ji min re

Qanat û ên dinê silav kî, ez xweşî û kamîraniya ji wan re

hêvî dikim. Ji min re çêrî tu pirtûkan nekir. Haya min ji wê

nîne.

Li dawiyê Q. Kurdo hêze xwe kir, rabû ser xwe û pirtûkek

diyarî min kir. Diyariya te - min got - liser serî û herdu

çavan. Piştî em rabûne ser xwe û bi rêketin Qanat û

bermaliya xwe bi me re dergehê mêtroyê dawestîn û me

xatir ji hev xwest.

• Piştî ku em têne Fransa, em bi cî dikin, ku ew berhemên

Reşîdê Kurd li Rewanê mane. Hêja Şakirê Xudo ji me re

dişîne. Em beşê helbestan bi navê Kerwan amadedikin û

Komela Jinên Kurdistanê wan li Swêdê di sala 1991-ê

belavdike. Berhema rêzmanê jî, ku Reşîdê Kurd

rastkiribû û hinekî guhartibû me amadekir, lê hên

nehatiye belavkirin.

• Min wiha nivîsandiye jibo ku neyê naskirin ku kurdekî

sûriyê ev gotara nivîsandiye.
Di nav bîranînên min de çend

gotin jibo mamoste Qanatê Kurdo

Riza çolpan

Di paş sala 1970ê de ez bêtir bi doza gelê kurd ve hatim

girêdan, bûm nasê hin rêxistinên siyasî ên kurdisatnî, bûm

nasê kovar, pirtûk û rojnameyên kurdî. Bi taybetî jî ez di

rûpelên kovara „Roja Nû“ û rojnama „Dengê Komkar“ de

bûme nasê alfabê, tîp, xwendin û nivîsandina kurdî. Di

rûpelên van weşanan de ez bûm nas û bengiyê zanyarekî

wek Heciyê Cindî, zanyar, zimanzanekî wek Qanatê Kurdo,

nivîskar û hozanekî wek Casimê Celîl, bavê romana kurdî;

nivîskarê binavûdeng Erebê Şemo.

Li vir ez dixwazim rastiyeke din jî, ji xwendevan û ji hemû

gelê xwe ê nav „Kurd“ re bibêjim. Di piştî salên 1970-ê de ez

hînbûbûm heyrana van kesan, min dixwest, ku herim van

kesan bibînim, dest û tiliyên wan maçkim, bibim nasê wan,

him jî ez bûbûm komûnîstekî tûj û tundwer, ku rojekê bi zû

biçim Sovyetê, bi taybetî jî Moskova - ku ew bajar jibona min

wek Keba olperistan bû - bibim heciyekî komûnîst. Çawa ku

hûn jî dizanin, gelek kesên xemdar, hin caran xem û xeyalên

xwe tînin cîh. Ez jî ji wan kesan yek im. Jiber ku di xem û

xeyalên min de dîtina van kesan û hecîbûna komûnîstî hebû.

Jibona ev jî min roj bi roj xwe amadedikir, ku rojekê bi zû

herim, daxwaziya dilê xwe bînim cîh, wan zanyar û hêjayên

gelê kurd jî bibînim, bibim nasê wan, dest û tiliyên wan

maçkim.

Sal hatibû xwe gîhandibû 1983-an. Dem havîn, çardehê

meha tîrmehê bû. 14.7.1983-an ez li Sydney li balefirê siwar

bûm, çûm jibona du rojan li Sîngaporê mam. Di roja

16.7.1983-an de jî min xwe gîhand Moskova, çûm hotêla

Kosmos de bi cîh bûm, dor re derketim der, çûm ber pûtê

Lênîn, min pût maçkir, li ber pût û di bin şiklê das û çekûç

de jî çend wêneyên xwe kişand û gihîştim mirazê dilê xwe.

Ango êdî daxwaziyeke dilê min hatibû cîh, ez bûbûm
heciyekî komûnîst, lê daxwaziya mina duwem hîn nehatibû

cîh.

Ez dirêjnekim; ligor bernama gera min, berê ez çûm

paytexta Azerbeycan Bakû jibona çend rojan li wir bûm

mêvan, dor re çûm paytexta Gurcistan Tiblîsê, min ew welat

jî dît, li wir bûm nasê gelek kurdperwerên Kurdistanê. Di

roja 24.7.1983-an de jî min xwe gîhand Κrêvanê, çûm di

hotêla nav „Divin“ de bicîhbûm. Li wê jî qasa sê rojan mam,

belam min ne xwest di nav wan sê rojan de kesekî bibînim.

Jiber ku ligor bernama gera me, diviyabû ez li piştî gera

Lênîngradê dîsa vegeryama Κrêvanê, li wê qasa heftekê

bimama, dor re jî dageriyama Ewropa. Bi kutasî di nav wan

sê rojan de ez tenê bûm nasê karkerkî bernama Radiyoya

Kurdî a Κrêvanê, navê wî lawê kurd jî Behrî bû.

Sê rojên min di nav etmosfêreke baş de derbasbûn, di roja

27.7.1983-an de dîsa li balefirê siwarbûm, çûm Lênîngradê,

di hotêla Moskova de bicîhbûm. Li Tiblîsê kurdperwereke

Kurdistanê, xwîşka mina axretê Leyla Çildergûş, birayê wê

Ando û Têmûr têlêfona Ordîxanê Celîl dabûn min. Çito ku

ez li hotêlê bi cîh bûm, min îcar rabûm, çûm ji Ordîxan re

têlêfon vekir, ew camêra jî di zikê demeke kurt de hat, me

hevdu dît, em bûn nas û heval. Dor re min ji Ordîxan re

„Kekê can ez dixwazim Qanatê Kurdo bibînim“ got, lê

Ordîxan bersîvek ne da min, bêdeng ma. Wexrê ku wê

heyamê de navbera herdu zanyarên kurd tunebûye, li hev

subûne. Jibona ev jî, wî camêrî ne têlêfona mamoste Qanatê

Kurdo da min, ne jî navnîşan. Ez jî pirr neçûm ser bi rikî jî

dûv ne ketim, jiber ku ez têgihîştim ku ew li hev suketine.

Di roja 27.7.1983-an de ez li tev grûpê derneketim gerê, ji

ber ku min dixwest ez riyekê bibînim û herim ba mamoste

Qanatê Kurdo bibînim, dest û tiliyên wî maçkim, bigihîjim

mirazê dilê xwe. Jiber ku wî di kûrahiya dilê min de textekî

zêrîn û gewherî çêkiribû, her dem ew liser wî textî rûdinişt,
ji min re dibû xwîn û hêz, dibû peroş, hestên min coş û geş

dikir, dibû bav û mamoste, ez perwerde dikirim. Bê derew

di dilê min de jî bû Erebê Şemo, mamoste Qanatê Kurdo,

Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Cigerxwîn û malbeta

Bedirxanan ciyekî usa hebû, îro jî dîsa ew cîh di dilê min de

disekine û xwe bêtir jî diparêze.

Li derva hewa germ bû, ez jî di hindurê hotêlê de dihatim û

diçûm, li hevalekî digeriyam, ku ez çito riyekê bibînim û

herim mamosteyê xwe yê hêja bibînim, destên wî maçkim, jê

re bibêjim: „Mamoste, tu ji min re wek bav î !“. Di nav hîs û

kelecanê de yekcar ofîsa hotêlê hat bîra min û ez yekser çûm

di deriyê ofîsê de ketim hindur, min ji sitî kardara ofîsê tika

kir, ku ew ji min re têlêfona profêsorekî nav „Qanatê Kurdo“

bibîne. Wê zeryanê jî ji min re „Keremke, danişe“ got, çû di

berkêşekê de pirtûkek derxist, lênihirî û dor re „ Aha, va ye

min ji te re têlêfon û navnîşana profêsor Qanatê Kurdo dît“

got. Têlêfon û navnîşan ji min re nivîsand û da min. Min jî ji

wê re sipas kir û derketim der çû têlêfonkir, îcar li hember

dengê sitiyekê dereket. Min berî bi înglîzî hin tişt ji wê sitiyê

pirsiya, dor re jî „Ez kurdekî herêma Dêrsim im“ got, îcar

wê sitiyê „Ez jî kurd im, navê min Zera Usib e, ez arîkara

mamoste Qanatê Kurdo me, lê Mamoste di vê demê de li vir

nîne, çûye gund, heke ku wexta te heye li taksiyekê siwar be,

were vira, li vira jî em bibin nasên hev û dor re ezê te bibim

cem Mamoste“. Got û ez dilşa kirim. Min jê re sipas kir

dengweşa têlêfonê danî şûnê û yekser derketim der li

taksiyekê siwarbûm, li pêş deriyê înstîtûta Rojhilatnasiyê, ya

ku mamoste Qanatê Kurdo tê de serokê Pişka Kurdî bû,

peyabûm û çûm ketim hindur, bûm nasê xwîşka xwe a delal

Zera Usib, ku îro ew jî profêsor û zanyareke kurd e, jibona

zimanê gelê xwe karguzariyeke hêja û rêkûpêk dike.

Di roj û dema ku ez û sitî zanyara kurd Zera Usib bûn

nasên hev, di eynî wextê de hozanê kurd ê herî binavûdeng

Abdela Peşêw jî li wê bû. Ez bûm nasê wî hozanê kurdî û
mirovê dilşewat, kurdevînê hêja jî; lê sed heyf ku em ewqas

li gel hev ne man, ne bûn hevparê derd û kurlên hev.

Em qasa saetekê ligel hev man, dor re me xatirê xwe ji kek

Abdela xwest, ez û Zerê derketin der, çûn li tirênê siwarbûn,

me berê xwe da aliyê gundê mamoste Qanatê Kurdo.

Gundê mamoste Q. Kurdo jî li nêzî tixûbê Fînlenda ye.

Wexta ku me xwe gîhand ber deriyê Mamoste, Zerê deng lê

kir „Mamoste“ got, yekser ew hêja û zanyarê gelê kurd

derket der ji me re „Hûn xêr hatine“ ber me meşiya, lê min

wer zanî ku cîhan bûye mal û milkê min. Jibona ew jî min

xwe bi lez gîhand Mamoste, xwest herim destên wî maçkim,

lê nehêşt, belam min bi hêza milên xwe ve ew daxwaziya

dilê xwe anî cîh, destê wî apî, mamoste û zanyarê kurd

maçkir. Jiber ku keda wan destan jibona min bê pîvan bû.

Wî bi wan dest û tiliyên xwe ve, ji gelê xwe ê nav kurd re

karguzariyên herî hêja û giranbiha kiribû. Bi dehan pirtûk

jibona ziman, ferheng û wêjeya kurdî nivisîbû, bûbû

mamoste û pêşekarekî vê xebata hêja, ku va kara jî jibona

gelê kurd karekî biçûk ne bû, karekî biçûk jî nîn e.

Mamoste Q. Kurdo mirovekî bejn navçe, lê kûbar û narîn

bû. Ew çucaran li profêsorên bûrjûvan, ewên pozbilind,

xwehez, raymezin, qure û cil nûjen de ne diçû. Ew ne

dişibiya profêsorên tirkan û welatên Rojhilata Navîn. Ew

mirovekî dilnizm, ji zarok re zarok, ji mezinan remezin, ji

zanyaran jî, zanayekî herî bijare bû. Min ew law û zanayê

gelê kurd usa dît ûusa naskir. Va dîtin û nirxandina min e

jibona mamoste Q. Kurdo.

Belê em liser lingan bûn nasên hev. Dor re em çûn baxçeyê

malê, di bin siya darekê de rûniştin, rewş demên hev pirsiya,

bêtir bûn nasên hev.

Di baxçeyê Mamoste de jî her cûre dar hebûn, baxçe bi gul

û çîçekên şîlan û dirikan ve hatibû xemilandin. Dem jî dema

dirikan bû. Li pişt gelek giftûgoan û qisekirinê, îcar

Mamoste rabû, çû ji me re sîniyek tijîdirikên sor û tamşîrîn

anî, me bi hev re xwar, lê min şermdikir ku li gel wî dirikan
ixwim. Jibona ev jî wî rewşa min zû dît û ji min re „Kurê

min divê tu wek hevalekî can û nêzîk li ba min tevger bikî û

biaxifî. Di xwarin û axaftinanan de şerm nîne. Bes e ku çêr û

gotinên vala û virr neyên gotin. Navê te Riza ye, lê min Seîd

Alî Riza yê dêrsimî nedît. Ew nebû nesîbê me gelek kurd û

rewşenbîrên kurd, lê li Xwedê şikir îro min di hindava te de

ew mêrxasê kurd, serokê tevgereke kurdistanî, cangoriyê

Kurdistanê dît“ got, çav tijî histêr bûn, ez jî bûm hevparê wê

hîsa Mamoste, agir li dilê min jî ket, kela dilê min jî rabû,

histêr di çavên min de jî daketin ser gepên min, lê Mamoste

ez xemrevîn kirim, babet guhart ser reva min a Australiya.

Min jî ji wî re çîroka jiyan û reva xwe bi kurtî got. Dor re

me bi hev re dirik xwarin. Paşê Mamoste gazî amojnê kir, ji

me re texte amade kir, me bi hev re xwarin xwar; bi eşqa dilê

Şems û rizgariya Kurdistanê kase rakir, vodka vexwar, dûr û

dirêj derd û kulên xwe ên jibona welatê bav û kalan

Kurdistana çeleng anî ziman.

Dor re Mamoste ez birim oda xwe a xebatê, kar û barên

xwe ên nivîsandî, pirtûkxana xwe nîşanî min kir, çend

pirtûkên xwe jî destxet kir da min, me bi hev re wêneyên

xwe kişand, li pey wê jî ez di nav histêrên çavan de li

Mamoste cudabûm. Min xatirê xwe li zanyarê hêja xwest,

dîsa bi tev zeryan û zanyara kurd Zera Usib şûn ve hatim

Lênîngradê. Di roja 30.7.1983-an de jî dageriyam paytexta

Ermenistan Κrêvanê. Li wê jî bûm nasê mamosteyê

zargotina kurdî, zanayê qedirbilind Heciyê Cindî, hozan û

nivîskarê hêja Casimê Celîl, kurê wî Celîlê Celîl, keça wî

Celmîla Celîl, Tosinê Reşîd, bermaliya wî Nûra Cewherî,

Tîmûrê Xelîl, Hesenê εso û gelek kesên din, lê min bavê

romana kurdî Erebê Şemo ne dît, ew çûbû rama Xwedê. Li

pey gera Sovyetê jî, îcar ez dageriyam Ewropa, çûm Swêdê,

bûm nasê mamoste Cigerxwîn, serok, hozan û nivîskarê hêja

Kemal Burkay û gelek kesên din.

Bi kurtasî di wê gera min a yekem de ez usa bûm nasê

mamoste Qanatê Kurdo û van kesan. Lê di dilê min de ciyê

mamoste Qanatê Kurdo, Heciyê Cindî û Casimê Celîl cihê
û. Îro li pey mirina wan dîsa ciyê wan û hemû zanyar,

rewşenbîr, nivîskar, hunermend û mamosteyên zimanê

kurdî û wêjeya kurdî cihê ye.

Bila ew di nav nûrê de razin, gelê kurd çucaran wan û

efrandinên wan bîrnake. Ew hertim di dilê gelê kurd de dijîn

û bîrnabin. Jiber ku ew kesên mirî nînin, zindî ne. Ji ber vê

yekê jî ez di pêşberiya giyana wan law û hêjayên gelê kurd

de xwerdibim, ji dil de wan bîrtînim.