Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
tin, bi biyaniyan re be şer e"(i7). Li gor Platon

ger ku lihevxistinek di nevbera Yûnaniyan

de çêbibe jî div6 Yûnanî kole neyên

girtin. Heta ku ji dest bê, divê dewlerên

Yûnanî li hevdû nexinas). Ev raman welatperwerî

ye û di v6 ramanê de bingeha neteweperestiyê

jî heye. Tovên neteweperestiya

hemdem, bi awayekî servekirî di v6 ramanê

de hene.

Li gor Platon aştî, azadî û huzûr ancax di

dewleta ku fîlozof

îdare dikin de dikare

pêk bê. Ne arîstokrasî, ne olîgarşî û ne jî

demokrasî nikarin v6

yekê pêk bînin.

Çimkî, " Gava ku te li bajarekî parsek dîtin,

bizanibe ku li wir rêbir, diz, b6dîn û

katîl6n bi xwîn jî hene"(i9).

Li serê dewlerê rûniştandina fîlozof, qedir

û rûmeta zanînê hesibandine. Di dewleta

Ehmedê Xanî de jî fîlozof, ango zanîn

û zanyarî hîmekî esasî ye. Herçiqas ew serokê

dewlerê bi fîlozofiyê bi nav neke jî, ji

bo kesê ku ew6 seroktiya dewlerê bike li

wesfên fîlozofiyê digere. D6 rêz6n jêrîn de

ev yek gelek aşkera ye:

Ger dê hebûya me jî xwedanek

Alîkeremek, letîfedanek

Ilm û huner û kemal û îzan

Şêir û xezel û kitêb û dîwan

Ev cins bi bûya li ba wî mamûl

Ev neqedî biba li nik wî meqbûl

Min dê elama kelamê mewzûn

Alî bikira li banê gerdûn

Bîna ve rihê Melê Cizîrî

Pê hey bikira Elî Herîrî

Keyfek wê bida feqiyê Teyran

Heta bi ebed bimayî heyran(2o)

Ew xwedan6 ku E. Xanî li ser wesfên wî

disekine serok û rêberê dewleta wî, ango fîlozofê

Platon e. Çawa ku fîlozofê Platon

h6za xwe, zanîn û şehrezatiya xwe

ji kirêban,

ji xwendin û nivîsînê distîne, wusa jî

div6 ku serok6 dewleta E. Xanî jî ji kirêban

hes bike, li ba wî qîmet û rûmeta xebata

zanistî hebe. E. Xanî jî di avakirin û îdarekirina

dewlerê de, zanîn û fîlozofiyê hîmek

bingehîn dibîne û ew jî wekî Platon pê bawer

e, heta ku yên ji kirêb, helbest û dîwan6

hes dikin ney6n ser hukum, ew6 derdên

gel, ango derd6n dewlerê neqedin; alozî û

tevlihevî ji hol6 ranebin. Çawa ku li ba fîlozofê

Platon rûmeta berjewendiyên madî

tune û fîlozof qîmerê nade v6 yek6, ji zanîn6

hes dike û li rastiy6 digere, wusa jî div6

serokê dewleta E. Xanî bi pey menfaerên

şexsî nekeve, lcirêb û zanîn6 ji xwe re bike

pîvan û rêber.

E. Xanî jî wekî Platon bingeha hemû neçêyî

û xerabiyan ji zanîn û ji felsefey6

dûrketin

dibîne. Bi ya wî dema herî xerab,

wexta ji felsefeyê dûrketin û xebata zanistî

û felsefî nehesibandin e. Gava ku menfaet

bi ser heskirina xebata zanistî û felsefî ket,

êdî pergala civakî xera dibe û nîrxên exlaqî

ciyê xwe ji pûl û pere re dihêlin.-E. Xanî

weha dinivîse:

Xasma di vê esrê da ku himyan

Maşûq û hebîbê bo me hemyan

Yanê ji timayê dirav û dînar

Heryek ji me re we bûne dildar

Ger îlmê temam bidî bi pûlek

Bifirosî tu hîkmetê bi solek

Kes nakete mîterê xwe camê

Ranagirtin kesek nîzamê.(zi).

36 Nûdem No: ij Payiz 199J