03.06.2015 Views

s

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Rûm, Ecem û Ereban e.

Bi qasî îbnî Haldûn ji bo E. Xanî jî edalet

girîng e. Ew jî wekî îbnî Haldûn ji bo

p6kanîna edalerê avakirina dewlerê hewcedariyek

zarûrî dibîne. Ji bo E. Xanî nebûna

dewlerê bêedaletî, alozî û tevlihevî ye. Nebûna

dewletê di destê viya û wiya de ji vî

şerî bazdana wî şerî ye.

Di îdarekirina dewlerê de E. Xanî rolekî

girîng dide çîna karbidest. Bi ya wî mîr,

ango gava ku serok6 dewlerê alîkar, wezîr û

şêwirmend6n xwe baş nebij6re, dê di îdarekirina

dewlerê de qusûr û k6masî her hebe.

Karê dewletê rast û adil nemeşe. Çimkî ji

bo mîrekî (serokê dewlerê- hukumdar) jîrîtî

û ronakbîrî bi serê xwe rêr nake; divê mîr

dilsaf mebe û bi h6sanî bikaribe karan ji

hevdû biqetîne, ç6yî û neç6yiy6 ji hev cuda

bike. Gava ku mîr di îdarekirina dewletê

de vê zanîn û qabilyeta xwe nîşan nede,

ew6 di destê wezîr, ş6wirmend û alîkarên

xwe de bibe pêleystok û bimîne. Ew kesên

ku nêzikên mîr in û xwediyê xeraz6 ne, d6

her tişrên xwe wek rastî bi mîr bidin bawerkirin

û ji merheleyekê bi şûn de, êdî

ewê hewce nebînin ku bi mîr jî bişêwirin.

Di îdarekirina dewletê de ji bo ku mîrek

nekeve rewşeke weha xerab, di v6 di serî de

xwe

ji van kes6n çikûd, b6nîjad, kêmaqil,

niyetxerab, exlaqnebaş biparêze; wan ji xwe

re neke heval, rêber, pêşeng û wezîrê dewletê.

E. Xanî weha dibêje:

Mîrin hene aqil in, ezîz in

Lê sadedil in, di bê temîz in

Ew sade ji bilh û natemanî

Dil nadine menşea kelamî

Wan dil guh e, guh bi dil ve nîne

Raşçav in û merdimek sipî ne

Herçî ku dibêjine xerazdar

Bawer dikin ew bi rastiyê xwar

Nabên: Eve qenc e ya xirab e

Nabên: Eve xet e ya sewab e

Qasirnazer in di bê teemmil

Hazirxezab in di bê tehemmil

Exlad dibin ew bi aqlê mexrûr

Ekser digerin ji danisê dûr

Bedxab û bexîl û bedsekalan

Bedesil û sefîh û bedfîalan

Tînin dikine refîk û rehber

Bednamê dibin wezîr û serwer

Disipêrine wan kesan umûrê

Ew êdxine dewletê qusûrêUi).

E. Xanî baş dizane ku dewlet ji serî de t6

îdarekirin; gava ku nexweşî ket serî, ew6

hêdî hêdî tevahiya laş jî bigire. Çimkî ew

dizane ku serî rizî bû, ew6 laş genî bibe. Li

gor nêrîna E. Xanî ji bo mîrekî, di kargeriya

dewletê de hebûna guh û hebûna çav;

yan6 dîtin û bihîstin tu car rêr nake; divê

dîtin û bihîstin bi hîskirinê re, ango bi hîskirina

dil re bibe yek.

Çimkî kargeriya

dewlerê, îdarekirina mirovan bi ten6 bi guh

dayinê, bi dîtin6 û bi fermanan dayinê

nabe; divê deriyê dilê mîrê dewlerê vekirîbe.

Ev yek ji bo E. Xanî pirr girîng e ku dib6je,

" Wan dil heye, guh bi dil ve nîne." Divê

guh û çav bi dil ve, dil jî bi mêjî ve girêdayî

be ku kar bi duristî bimeşin. Ew mîrê

ku nikaribe v6 yekê p6k bîne karê dewleta

wî baş nameşe û bi gotina îbnî Haldûn, an

mîrîtiya wî û an jî dewleta wî li ber rêkçûn6

ye. Lê herçî mîrên ku jîr in û bi rastî jî mirovê

dewlerê ne û xwedan siyaset in, hemû

tiştên wan bi pîvan e. E. Xanî weha didomîne:

42 Nûdem No: ij Payiz 199J

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!