12.07.2015 Views

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

www.nefel.comHaco Axayê HevêrkîHaco AxaHaco Axayê Hevêrkî ev nav li Haco hatiya kirin. Navê eşîra wî lê hatiya kirin.Hevêrkî jî xiristiyan, musilman û êzîdî ne û ji 24 eşîrên biçûk pêk tên. Her eşîrekgirêdayî serokekî ye û di dawiyê de jî tev girêdayî serokatiyekê ne. Axa, yan jîserokê vê eşîrê Mala Osmên in, Haco, Çelebî, Saroxan, Xelefê Circo û Elîkê Batê… Hevêrka jî weke gelek êl û eşîrên din ê kurdan, girêdayî Mîrê Bota bûn.Eşîrên navdar di nav Hevêrka de ev in: Alika, Beravî, Bûtika, Çomera,Delmemika, Dêra, Domana, Dorika, Erebiya, Omerka, Rayît, Elîka, Saliha,Şemika …ûhd.Tora HevêrkaHaco kurê Haco ye, ji ber ku Hacoyê pêşî berdewamiya desthilatdariya Mîrê Botali herêmê û li hember dewletê rabûye û mahkûm e, dewlet sala 1880 Hacoyê pêşîbi Cimo dide kuştin û serê wî jêdikin, birayî Haco, Çeçan jî pêre tê kuştin.Dema Hacoyê pêşî tê kuştin, jina wî bi Hacoyê diduyan ducanî ye, Haco liMidyadê tê dinyayê û li wir mezin dibe. Elîkê Batê tola apê xwe Hacoyê pêşîdihlînê û bi destê xwe Cimo dikuje.1

Piştî ku Haco mezin dibe bi kurapê xwe Elikê Batê re li meznatiya eşîra xwedigerênê. Haco li herêma Torê xurt dibe û Elîk jî û birayê wî Xelîl li nav Omeriyaû Mihelmiya xurt dibin.Haco û Elîkê Batê bi hev re eşîrê dixin bin destê xwe û dibin xwedî hêz ku êdî kesli herêma wan nikare xwe li ber wan bigre.Piştî damezrandina Cimhûriyeta Mistefa Kemal (1920) û belavbûna ÎmpratoriyaOsmanî, Komara Tirkiyê bi hemû hêza xwe, berê xwe dabû Kurdistanê û dixwazêberxwedana kurdan bişkînê.Sala 1919 Elîkê Batê li Midihê, ji aliyê artêşa tirk-osmanî û hevalbendên wan vehate kuştin. Bi vê yekê, tevgera Hevêrkiyan şikestineke mezin dixwê lêhewildanên Haco û Hevêrkiyan yên berxwedanê berdewam dikirin. Di nav hêzênçekdar yên Hevêrkan de şervan ji Ava Mezin heta bi Qamê Selhê û NewalaHedilê ji her 24 eşîrên kurdên misilman, êzîdî û suryanî hebûn.Li gelek deveran şer û pevçûn dibûn. Yek ji cihê ku di wê demê de – destpêka sala1923- bû qada şerê giran Taqa bû, ku li bakurê Mizîzexê dikevê li sêgoşeyaXerabya, Êwertê û Mizîzexê.Wê demê qerargeha Haco li Bagokê, li Badibê ye û ew li wir dimîne. Xelefê Circoyê pismamê Haco, li Mizîzexê zilm û zoreke mezin li gundiyên herêmê dikir lê evyek li hesabê Haco nedihat. Dema Haco li ser gilî û gazincên Hevêrka û gundiyênderdorê ji bo vê pirsê tê Mizîzexê, artêşa tirk bi hêzeke mezin tê ser wî û ji DiyarêBacinê gundê Mizîzexê didine ber topan. Di vî şerî de Koçerê, diya MihemedêKoçerê û Ferhoyê Ferzê ji Mala Osmên birîndar dibin.Haco û Hevêrka, ku piştî kuştina Elîkê Batê hêza wan hinekî lawaz bûbû û hin bihin bi xwe dihatin, plan û programên wan yên berfirehkirina serhildanê hebûn.Lewma wan nedixwest bi artêşa tirk re têkevin nav şerekî dirêj ku bi rojanberdewam bikê. Wan hêzên xwe ji Mizîzexê ber bi Taqa ve kişandin.Şerê 30 rojîÇelebiyê pismamê Haco, yê ji roja roj de alîgirê dewletê bû, wê demê li Êwertê licem Şaboyê Mûred dima û bi hêzên dewletê re di nav têkiliyan de bû. HêzaDekşûriya (Kercosî) û Çelebî bi koordînasyona serleşkerên tirk, li Taqa rê li berHaco digrin û bi hatina hêza tirk re êdî şer giran dibe.Haco Qesra Seyxo li Taqa dike qerargeha xwe û nêzîkî 30 rojî berxwedanekemezin dike. Di vê demê de, ji gelek aliyên Torê, hêzên Hevêrka jî bi hawara Taqave tên û di encamê de hêza tirk û hevalbendên wê dişkin û berê wan li QijleyaMidyadê rast dibe.2

Şikêra MamedorêDi vî şerî de ji mala Osmên, Osê Ferho (birayê Hiseynê Ferho) û Seîdê HiseynêInizê Izêr, ji Suryaniyên Mizîzexê, Hedoyê Barsê (bavê Steyfoyê Besikê) û jiSalîkayê Taqî jî, Hemoyê Pûrtî, Mihê, Haciyê Ûsivê Seqet, Felît, Xelîlê Mihemajî di nav de 12 mêr têne kuştin. Bi gotineke din; xwîna mala Osmên, êzîdî ûsuryaniyan li Şikêra Mamedorê tevlî hev dibê.Piştî şikestina artêşa tirk, Haco ji Taqa derbasî Helexê dibê û ji wir jî vedigerêBagokê, Badibê. Berxwedan û şerê Taqa, dibe pêpelûkeke girîng di berdewamiyatevgera Hevêrkiyan de û hêviyên pêşerojê xurtir dibin.Di wê demê de Fransî li Sûriyê ne. piştî demeke negelekî dirêj Haco bi hawaraBinxetê ve diçe û di encamê de şerê Beyandûrê rûdide.Serîhildana Şêx SeîdDi dema serhildana Şex de Haco bi kurmamên xwe ve mala Batê û hevalbendênxwe ve jî li hemberî tirkan rawestiyan. Ew rasterast derbasî nav şer nebûn û lihember dewletê xwe eşkere nekirin, lê ti xizmet jî ji dewletê re nekirin. Ev yek jitirkan re hat xuyakirin û dît ku ev piştgêrî ye ji tevgera Şêx re. Ji ber wê jî dewletatirk her weke dijmin li wan dimeyzand, ta ku çara ji Haco re nema û wî ji cihêxwe koç kir. Di 18ê heyva sibata sala 1926 de, Haco, Xelîlê Batê û pismam ûhevalbendên wî ji ber dewletê direvin û li binya xetê li cem Fransa bi cî dibin.Cimhûriyeta Atatirk dibe dewlet û bi dewleta Fransa re sînorên nuh tên danîn.Haco ji aliyê Fransa ve mehkûm e, ew jî ji ber bûyera sala 1923 Beyandûr qewimîbû . Haco li Beyandûr şerê leşkerê Fransa kiribû. Efserekî fransî bi navê Rogan divî şerî de hatibû kuştin.Ji ber vê yekê Haco di destpêkê de hewl dide ku here Îraqa di bin inglîzan de. Jibo wê hevalê xwe Gelê Şabo, bi xwe fileh e û ji eşîra Hevêrkan e, rêdike Mûsilê,da ku bi inglîzan re biaxive û cihekî li Îraqê bibîne, lê Gelê Şabo destvaladivegere. Inglîzan şert û mercên giran dan pêşiya wan, şertê inglîzan yê pêşî ev bûku Haco û zilamê xwe bê tifing xwe bidin dest, û şertê didwan ko ew li başûrêÎraqê bi cih bibin. Ev şert bi Haco pir giran bûn êdî Haco beryar da ku here û xweteslîmî fransiyan bike.Fransa Haco rêkir Beyrûtê û li wir wî afû dike. Li pey efûyê Haco û zaroyên Hacoû pismam û hevalbendên wî li binya xetê li cem Fransa bi cih dibin.Piştî ku Haco li binya xetê bi cih dibe, ji fransiyan re eşkere kir, ku ti dijminatiyawî bi Fransa re nîne û şerê di nav wan de qewimiye ne hema wî bi serê xwe kiriyelê bi navtêdana tirkan jî ev şer bûye. Tirkan dixwest ku ew bi karekî li ser sînor lihemberî Fransa rabe lê wî bi xwe qîma xwe ti carî bi wê neaniye. Haco bi rastî jîev şer ne ji bo ti kesî kiriye, lê ew bêçare maye ku li hember zordariya Fransatevgerekê bike.3

Generalê Faransî, Haco û matran HibêLi gor ku min ji malbata xwe bihîstiye tirkan jimarek fîşek ji Haco re şiyandine,da pê herê şerê Fransa bike, lê dema Haco fîşek ji tirkan wergirtine meqbûz ji wanstandiye, ev meqbûza han jî bi xwe re hiştiye û ev maqbûz jî bû sedema kufrnasiyan ew efû kirine.Ya hişt ku Haco herê şerê fransiyan ne dewleta tirk bû, lê ji ber ku beşek ji êla wîli biniya xetê ketibû ber zordariya Fransa de. Ya din ya pêwîst e ku werê gotin kuta wê demê tû dijminayetiyeke kûr di navbera kurd û tirkan de hîn peyda nebûbû.Ev bûyer di sala 1923 de ye, yanî berî şoreşa Şex Seyd bi du salan e, lê eger çawabe jî rastiya vê bûyerê dîse jî ev e, ku Haco bi hawara êla xwe ve çûye. Ya din yaku gerek e were gotin ku bûyera şerê Beyandûr di pey şerê taqa de bû, weke mindi destpêkê de da xuyakirin ku Haco di destpêka sala 1923 de li Taqa şerê tirkankir. Li vir pirsek heye, gelo çawa şerê tikan li Taqa kir û di pey re bi demek nêzîkfîşek ji tirkan werdigre û û diçe şerê Fransa.Sala 1923 piştî şerê Taqa Haco ji aliyê dewletê ve mahkûm bûbû, lê ji ber kupêwîstiyên xwe dewletê mehkûmê xwe bi pera ciza dikirin. Di ber bûyera şerêTaqa de Haco jî bi 3000 hezar zêran hate ciza kirin. Haco ew zêr ji nav eşîra xwedane hev û pê xwe ji mehkûmiyatê azad kir. Şerê Beyandûr di pey re, wekî minberya niha da xuyakirin, çê bû.Şerê Beyandûr çawa qewimîDi sala 1923 de yek ji hevalbend, dost û ji eşîra Hevêrkan bi destê Fransa hategirtin û dibin eşkencê de hate kuştin. Hawar geha Haco da bi wan ve here, ew jî biriya çend mezinê herêmê yên ji Binxetê hatin Mizîzexê cem Haco û jê re gotin emêdî nema karin ji ber Fransayê bikin der, û gotin em xwe tavêjin baxtê te. Haco jiwan re got rabin herin cihê xwe û ezê bi we ve bêm. Haco zû bi hawara wan veçû, wî xwe bi nêzîkî 300 peyayên xwe ve berda binya xetê. Haco li Tilşeîrê planaêrîşkirina parêzgeha Beyandûr danî û du kes ji vê êrîşê kirin berpirsiyar, yek jiwan Xelîlê Batê kurapê Haco bû û yê din jî kurê wî Çeçan bû.Xelîl û Çeçan bi zilamê xwe re parêzgeh wêran kirin û gelek leşker jî tê de kuştin.Di wê demê de qumandarê parêzgehê yê fransî bi navê Rogan bû. Di dema êrîşê4

de Rogan ji bo karekî li ser riya Dêrika Hemko bû. Xeber jê re çû, bê çi liBeyandûr qewimiye, lewma ew jî vegeriya. Lê Haco li devera bi navê DiyarêTopê di riya wî de bû û şer dest pêkir. Di encama vî şerî de Rogan hate kuştin.Gelek kes tevlî vê bûyerê bûn, ji bilî kurdan hin erebên herêmê jî tevlî bûn. Evrewş ji xwe re weke ferzendeke dîtin da ku heyfa xwe ji fransiyan hilênin û dazilma wan ya dijwar li ser xwe rakin.Li gor goman û baweriya min ev şer hem tolhidanek eşîrtî bû, hem jîberxwedaneke neteweyî bû jî, berxwedanek li hember zor zordariyê bû. Lê ji alîkîdin ve jî mebesta Haco ji tolhildanê hindekî mezintir bû, Haco dixwest ku xwe ûêla xwe bihêz bike û navê xwe bilind bike, ji ber ku ne wisa rewan bû ku Hacohema bi tenê ji ber tolhildaneke eşîrtî xwe bixe devê topê,ji ber ku di wê demê de serhildan li hember Fransa ne hema wisa hesan bû.Fransa û Tirkiya di şerê cîhanê yê pêşî de wek dijmin li hember hev bûn. Sûriya tademeke ne dûr di bin destê împeratoriya Osmanî de bû. Dibe ku Haco di wêserdermê de ew tevlîhevî ji hev dernedixist lê di baweriya min de ku ji vêtevlîheviyê karîbû qizincan ji xwe û êla xwe re werbigre. Ez bawer nakim kuHaco di wê çaxê de fransî û tirk baş nas kiribin, lê ez bawer dikim ku wî ferzend jidestê xwe ber ne didan. Ev bûyer du salan berî şoreşa Şêx Seyd bû. Li gorbaweriya min hîn aliyê neteweyî li cem Haco eşkere nebûbûn, lê piştî sala 1925ew alî diyar dibin.Rewşa Kurdan di salên berî 1925 deBerî sala 1925 kurdan bi gelamperî xwe parçek ji împratoriya Osmanlî didîtin, lêpiştî ruxandina împratoriyê bi destê Îtîhad û Taraqî. Tirkan bi îdîolojiyênnijadperest xwestin miletên din di nav xwe de asîmîle bikin. Kurdan êdî bi destberxwedan û doza mafên xwe kirin. Kurdan di wê demê de li gelek deveran li berxwe didan, şorşa Şêx Sayîd, Dêrsim û serhildan li gelek deverên din jî çêbûn.Berî 1925 an jî Haco xwe weke dijminê tirkan didît, lê belkî ne bi rengekîneteweyî bû. Dijminatiya wî bi wan re, ji ber wê bû ku zora wan jî li ser xweqabûl nedikir. nimûna şerê Taqa xuya ye.Piştî şoreşa şêxDi sala 1926 de Haco binxet dibe û Fransa wî afû dike û li herêma Cerihê bi eşîraxwe re gundan ava dike. Zaro, pismam û eşîra xwe lê belav dike. Di destpêkê deev gund ji çend malan dihatin ava kirin, lê di pey re gund ro bi ro mezin dibûn.Mebasta Haco ji vê yekê ev bû ku karibe eşîra xwe ji nû ve li derdora xwe bidehev. Gelek kes ji derveyî eşîrê jî xwe li Haco digirtin, di nav wan de kesên welatperwar hebûn ew li cem Haco xwedî cihê bilind bûn.5

Haco bi Mir Celadet û çend kurdên welatperwer re piştî zîyarata gora Salahadîn Al ayobî li ŞamêRoja 05.02.1927 piştî xebateke bê westan girgirekên kurdan karîbûn li bajarêBihemdûn, li Libnanê civîneke welatperwerên Kurdistanê li dar bixin. Di wêcivînê de dev ji hemû xebatên ku berê serbixwe dihatin kirin berdan û li hemberwê organeke nûh bi navê "Xoybûn"hat ava kirin.Haco, Mir Celadet û doktor Ahmad Nafiz û zarwên Haco Hesen, Çeçan û CemîlXoybûn bi despêkiriya malbata Bedixaniyan hat ava kirin, bi destê CeladetBedirxan û birayê wî Kamîran Bedirxan, malbata Cemîl paşa, Haco, dr. Nafiz beg,Arif beg Ebas, Memdûh Selîm û Oman Sabrî jî beşdariya avakirinê bûn û ew bihêz kirin.Daxweza Xoybûnê rizgarkirin û sexwebûna Kurdistanê bû, lê di wê demê deorganîzekirin û bi rêvebirina şoreşeke nuh li hember tirkan armanca herî gring bû.Sala 1930 Şoreşa Çiyayê Agrî dest pêkir û Xoybûn rêvebirê vê şoreşê bû.Plana Şoreşa Ciyayê AgrîAmadekirin û destgirtina Şoreşa Ciyayê Agrî bi beşdariya kesayetiyên kurdênronakbîr weke Celadet Bedirxan, Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, MohemedCemîl Paşa, Haco, Hemzeyê Meksî, Memdûh Selîm Beg hat amadekirin û beryarhat dan ku li çiyayê Agrî bi rêveberiya genêral Îhsan Nûrî Paşa serhildan werekirin.Bo ku şoreş biserkeve biryar hate dan ku eşîrên kurd yên li biniya xetê ji aliyêxwe ve dest bi tevgerekê bikin, da êrîşên tikan li ser şoreşê sivik bibin. Ji ber wê jîdan û standin bi malbata Şahîn li Kobanê, Mustafa Beg û birayê wî Şahîn Beg,Îbrahim Paşa li Serê Kaniyê û mabata Resûl Axa re li dêrikê hatin kirin.7

Haco û kurê xwe yê mezin Hesen bi Mîr Celadet Bedirxan re, Hemze Begê Meksîre, Zaroyên Bozan re ji Kûbanê û gelek axa û girgirek û rewşenbîrên kurdan rekara xebatên mezin li hemberî tirkan dikirin.Celadet Bedirxan Naîyfê Paşê û HacoPlan ew bû ku kurd ji Binxetê êrîşî Tirkiyê bikin, bi vî awayî:1- Ji Tirbespiyê Haco û Mîr Celadet Bedixan û Resûl Axa.2- Ji Serê Kaniyê Xelîl Ibrahîm Paşa.3- Ji Derbêsiyê Qedrî Beg Cemîl Paşa.4- Ji Kobanê Mustafa Beg Şahîn.Mîr Celadet Bedirxan li Tirbesipiyê li cem Haco bû wî xebat di navwelatperwerên kurd de dikir. Mîr di nav mala Haco de nêzîkî sînor dijî, wî gelekroj li nav gundên wan derbas kirin. Li gundê Mizgeftê ew mihvanê Çeçanê Hacobû. Li Mizgeftê latek hebû Mîr diçû û li bin siha wê dirûnişt, ta îro jî navê latêmaye Lata Mîr.Celadet Bedirxan, Haco li gondê Mizgeftê li cem Çeçanê HacoTêkçûna planêHaco kurê xwe Hesen rêdike nav eşîra xwe ji bo ku li hemberî tirkan pişygêriyêbigire, di wê demê de Hisênê Çelebî pismamê Haco li serxetê serkêşiya eşîrêdikir. Wî bi Hisên re levhatinek kir da ku ew jî li hember tirkan bi wan re rabe.Hêza Haco ber bi sînor ve çû, lê mixabin, Hisênê Çelebî lê qolibî û bi tirkan re8

awesta, û ji Haco re şand ku xwe bi paş de vekişêne yan jî ew û tirk bi hev re wêbên şerê wî. Tirkan gelek çek dabûn Hisênê Çelebî, Haco tê anî der ku gelekî zore û ew nikare li hemberî tirkan û eşîra xwe bi hev re rawaste, ji ber vê yekê wîxwe bi paş ve kişand. Lê ya ku hişt ku Haco û Mîr Celadet Bedirxan derbasî vîşerî nebin, ew bû ku kesên din yên beryara derbasbûna şer dabûn li herêmên xwetiştek bi ser nexistinbûn. Haco û Mîr bi tenê nikarîbûn terazûya hêzan biguherin, jiber wê ew bi şûn de vegeriyan.Bersiva FransaPiştî vê bûyerê hikûmeta Fransa Haco bi sê zaroyên wî ve: Hesen, Çeçan û Çemîldûrî sînorê Tirkiyê kirin û sergonî Şamê kirin. Piştî demekê rê dan ku Haco bi serêxwe li Hisiça bi cî bibe û zaroyên wî Hesen Çeçen û Cemîl vegerin gundên xwe.Haco, ta ku çû ser dilovaniya xwedê, li wî bajarokî ma. Berî wê bûyerê jî gelekcaran Fransa ji Haco re gotibû ku bi ti karî li hember tikan nerabe. Li Mîr CeladetBedirxan û birayê wî Kamîran jî hatibû qedexekirin ku ji Şamê derkevin. Û kesênyên ketibûn ber vê qedexekirinê mecbûr man demekê xwe di nav eşîra Haco deveşêrin, lê di pey re vegeriyan Şamê.Şoreşa Çiyayê Agirî bi serkêşiya Îhsan Nûrî Paşa demekê berdewam kir, lêmixabin neyektiya kurdan bû sedema ku ev şoreş bi ser nekeve. eger xoybûnkarîbana li hember tirkan şer berferhtir bikrana û eger kurd di wê demê dehişyatirbana wê qizincên mezin bi dest xwe xistibana.HacoMana Haco li Hisiça dirêj kir, Fransa nema xwest ku Haco vegere ciyê xwe naveşîr û xelkê xwe, Fransa nema dixwest ku ti aloziyan bi tirkan re peyde bike.Lê helwesta Haco bo bidestxistina mafên gelê xwe her berdewam dibû. Haco dozamafên kurdan ji Fransa dikir û fransa gelek soz jî ji Haco re didan, Helbestvanênemir Cegerxwîn di jîne nîgarîya xwe de dibêja bê Çawa frensa ji wan re geleksozên giranbiha didan, heta sozên serxwebûnê jî bi wan re didan, lewra jî kurdên9

cizîrê, hevalbendên Haco yên hevalbendê Farensa daxwaznamak emzekirin û liser destê Farnsa rêkirin Civata Miletan ”Isbetilumem”. Cegerxwîn di bêje Bersivame li ser navê Haco Axa zû vegeriya û gotin, daxwazname we gihişte destême, niha em lê ve dinêrin, di çaxek nêzîk de wê daxwaza we bi cî bibe. Lêgelek neçû, di sala 1940 an de Haco Axa serê xwe danî”, lê Ferensa di cengêde şikest û bû bê qîmet. Civata Miletan ”Isbetilumem” di bin zincîrê tengan ûtekelikên topan de hat pelixandin û hew serê xwe rakir. Ferensa bi zoraleşkerê Ingiltera ji Sûrî hate derxistin, leşkergeha wan dan destê leşkerê sûrî.Ereb gihan doza xwe û em kurd, hevalbendên Fernsa gelek ditirsiyan kudewleta Sûrî ya ereb piştî çûna Ferensa me biêşînî.Haco li Hisiça bû berdevkê kurdan û navedeke ku kurdan xwe lê digirt. Haco navdi xelkê Amûdê û Derbêsiyê dida, da ku di wê herêma vala de gundan ava bikin.Haco gund, ax û milkê wan bi navê wan tapo kir. Eger em îro ji rûsipiyê vêherêmê bipirsin ewê bêjin ku piraniya gundên wan bi saya serê Haco di dest wande mane.Haco di sala 1940 de çû ser dilovaniya xwedê û ez vê nivîsa xwe bi du hilbestandawî dikim. Hibesta pêşî ya Cegexwîn e, ya diduyan ya Seyda Ehmedê Namî ye:Helbesta Cegerxwîn li ser HacoDe rabe ser xwe xweşmêrê hêjaHacoyê Haco rêberê kurdaNe çaxa te bû tu çûye goreTe em tev hiştin ber zilm û zorêDe rabe ser xwe xweşmêrê hêjaHacoyê Haco reberê kurdaEm kurê te ne tev bêxwedî neDara te çandî gul daye şîneEm pey soza te ne va em bi dorêTa em herne nava vê gorêÇaxa te serê xwe dakir me Hesenê dewsa te rakir.Helbesta Ehmed Namî li ser HacoDiljaniya Haco AxaDer sal hezar û nehsed û çil,Bîst û didiwê Nîsana têrgul;Axê me Haco yê dilovan,Xemxwarê feqîr û jarên kurdan.Yezdanê mezin bi rehmeta xwe,Dil şad kirî bi ceneta xwe.10

Bîst û sisiyê meha gotî,Tîra felekê dilê me sotî.Tabût gihabû ser mezarêRengê xwe dida riwê Biharê.Ezmanê Cizîrê bû tarî,Wê gavê ji ewran xwîn dibarî.Ew dem te digo ew e qiyamet,Zahîr ko me dîn dused elamet.Em xerqeyî pêlê hesretê bûn,Sewda yi serê me wê demê çûn.Xortê me ketin deravê kalan,Bi hêl û qiwet misalê dalan.Ser ta bi qedem hemî birîn bûn,Têk da bi tebayî sernexwîn bûn.Rûdenê keça hemî wekî co,Bê eql û hewes ji derdê Haco.Şev ta seher melûl û gêj in,Xwîn in ko ji çavê res dirêjin.Çerxa felekê neyar û bêbext,Doza te çiye, bi min re her wext?Nahêle bi dilxweşî ku rûnin,Nisxa xereza te em bixwînin.Serdarê ciwan û xort û kalan,Bê sûc û guneh te kir bi talan.Em mane di hesret û xemê da,Tîra ko dil ketî te lêda.Bes ko kedera te em helandin,Can û cegerê me tev kewandin.Qehr û xezeba xwe bes birêje;Cewra te li me kirî ji mêj e.Celwa xezeba xwe dagerîne;Sûcek me tunîne ev çi kîn e.Qîrên û hewarên xort û bûkan,Lerzîn dikete dilê biçûkan,11

Fîxan ji me çûne banê barî,Hêja bi me re dikî neyarî.Ko rêçeşinasê miletê kurd,Xemgîr li ser wî miletê kurd.Haco tu navê kurdewarî,Razayî li benda efwa barî.Emrê te meger gihabû şêstî,Nazdarê welat tu zû nivîstî.Wextê te nebû, niha tu razî,Doza me bi dilxweşî bixwazî.Insaf bike ev ne edl e, zilm e;Rojek te ne kir kerem digel me.Bistanê bi hendesê te danî,Guhdarî hene bi dergevanî.Pêta li dilê te yê birîndar,Xortê me ji xewnê kirine hisyarDer heqê te de nizam çi bêjim,Bê sebr û qerar û dîn û gêj im.Feryad dikin ji bê mecalî,Hestir diwerin ji her du alî.Tirba te li pêsberê me herdem,Pê sebr dikin heta xweş in em.Ger çendî qewî li me nihan bû,Navê te yî xweş ji nû eyan bû.Namî bes e, ey şivanê derdan,Hêja bi xweşî dikî xeberdan.Wek mirxê hezîn bi davê dilxweş,Rûne bi tenê li kuncikî reş.Çendî ko bibêjî, hem binalê.Heta bigihînê dewrê salê,Dîsa tu nizanî ev çi hal e,Derdê di dilaye, bê mecal e.Lê hêvî dikim ji Xwahê gewre,12

Vî ewrereşî li me bigore.Daxwaz li me êdî zû xuya bê,Şêrîn e welat niha qe nabê.Ey Xwahê mezin tu cendî pakî,Haco tu bi rehma xwe şa kî.Kêmayî hebin jî, lê nebîne,Pir cewr û cefa ji bo me dîne.…………………………..Nivîskar: Şahozê Haco13

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!