12.07.2015 Views

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

Li ser vê fayla .pdf bitikîne. - Nefel

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Şikêra MamedorêDi vî şerî de ji mala Osmên, Osê Ferho (birayê Hiseynê Ferho) û Seîdê HiseynêInizê Izêr, ji Suryaniyên Mizîzexê, Hedoyê Barsê (bavê Steyfoyê Besikê) û jiSalîkayê Taqî jî, Hemoyê Pûrtî, Mihê, Haciyê Ûsivê Seqet, Felît, Xelîlê Mihemajî di nav de 12 mêr têne kuştin. Bi gotineke din; xwîna mala Osmên, êzîdî ûsuryaniyan li Şikêra Mamedorê tevlî hev dibê.Piştî şikestina artêşa tirk, Haco ji Taqa derbasî Helexê dibê û ji wir jî vedigerêBagokê, Badibê. Berxwedan û şerê Taqa, dibe pêpelûkeke girîng di berdewamiyatevgera Hevêrkiyan de û hêviyên pêşerojê xurtir dibin.Di wê demê de Fransî li Sûriyê ne. piştî demeke negelekî dirêj Haco bi hawaraBinxetê ve diçe û di encamê de şerê Beyandûrê rûdide.Serîhildana Şêx SeîdDi dema serhildana Şex de Haco bi kurmamên xwe ve mala Batê û hevalbendênxwe ve jî li hemberî tirkan rawestiyan. Ew rasterast derbasî nav şer nebûn û lihember dewletê xwe eşkere nekirin, lê ti xizmet jî ji dewletê re nekirin. Ev yek jitirkan re hat xuyakirin û dît ku ev piştgêrî ye ji tevgera Şêx re. Ji ber wê jî dewletatirk her weke dijmin li wan dimeyzand, ta ku çara ji Haco re nema û wî ji cihêxwe koç kir. Di 18ê heyva sibata sala 1926 de, Haco, Xelîlê Batê û pismam ûhevalbendên wî ji ber dewletê direvin û li binya xetê li cem Fransa bi cî dibin.Cimhûriyeta Atatirk dibe dewlet û bi dewleta Fransa re sînorên nuh tên danîn.Haco ji aliyê Fransa ve mehkûm e, ew jî ji ber bûyera sala 1923 Beyandûr qewimîbû . Haco li Beyandûr şerê leşkerê Fransa kiribû. Efserekî fransî bi navê Rogan divî şerî de hatibû kuştin.Ji ber vê yekê Haco di destpêkê de hewl dide ku here Îraqa di bin inglîzan de. Jibo wê hevalê xwe Gelê Şabo, bi xwe fileh e û ji eşîra Hevêrkan e, rêdike Mûsilê,da ku bi inglîzan re biaxive û cihekî li Îraqê bibîne, lê Gelê Şabo destvaladivegere. Inglîzan şert û mercên giran dan pêşiya wan, şertê inglîzan yê pêşî ev bûku Haco û zilamê xwe bê tifing xwe bidin dest, û şertê didwan ko ew li başûrêÎraqê bi cih bibin. Ev şert bi Haco pir giran bûn êdî Haco beryar da ku here û xweteslîmî fransiyan bike.Fransa Haco rêkir Beyrûtê û li wir wî afû dike. Li pey efûyê Haco û zaroyên Hacoû pismam û hevalbendên wî li binya xetê li cem Fransa bi cih dibin.Piştî ku Haco li binya xetê bi cih dibe, ji fransiyan re eşkere kir, ku ti dijminatiyawî bi Fransa re nîne û şerê di nav wan de qewimiye ne hema wî bi serê xwe kiriyelê bi navtêdana tirkan jî ev şer bûye. Tirkan dixwest ku ew bi karekî li ser sînor lihemberî Fransa rabe lê wî bi xwe qîma xwe ti carî bi wê neaniye. Haco bi rastî jîev şer ne ji bo ti kesî kiriye, lê ew bêçare maye ku li hember zordariya Fransatevgerekê bike.3

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!