12.03.2014 Views

Western Kurdistan Association

Western Kurdistan Association

Western Kurdistan Association

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

kirba.!!! Te digot: lawo!.. ev tev zarokên me kurda ne.. ev tev berxên ber kêrê ne.. li me ferman

e…

Rast e dayê ev tev zarokên me Kurda ne.. bi destê şeytan û iblîsên erd û ezmanan hatin şewtandin..

li me nezana ferman e.. zarokên bê guneh şewitandin, teyr û tulûrên buhiştê tev fetisandin û bi

xwendina lavija şeytanî re gihan armanca xwe. Lê me çikir ??!!... Em bi xwendina Sûreta Yasînê

daketin.. Em bi gotegot û çiqeçiqa ber bayê aşê vala ketin.!! Em bi êşa mirîşt ji hêkê ye, yan hêk ji

mirîşkê ye ketin!! Ka rêber û serok, ka axa û maqûlên kurdan!!??. Ka rewşenbîr û nivîskarên

leheng û şêr!!??.. Ka Kurdên …,..,… ne tenê wisa bû. Lê, lawên te wa te jibîr kirin. Dayka

pakrewanan jibîr kirin.. tenê wêneya te wek wêneyek bê can û rewan tê belavkirin. Ez bawerim tu

kesî nepirsiye ew wêne ya kê ye?! û xwediyê vê wêneyê kiye û navê wê çiye?! û çi kiriye?!..

Dayêêê…ji neçarî ezê hinek gazinan bikim. Di vê civata daholvanan de, tenê navûdeng ji mêran

re ye. Tenê salixdan û pesindan ji axa û maltêran re ye..!!. Bila dilê te bi halê te neşewite . Ez

dizanim nivîskar û rewşenbîran keda te ne anîn ziman û te jibîr kirin..!!.. Ez dizanim daholvanan

hin kirin leheng û hin jî bin pê kirin. Erê dayê, karê me Kurda ev e.. Em dikarin dawetekê bê dahol

û zirne li darxin. Em dikarin li dahol û zirna xelkê jî xin. Lê, dayê tu hatî jibîr kirin..!! Ne ji bo

tutiştî, tenê ji ber ko tu jin bû. Tu ji malbateke xizan/feqîr/ û welatparêz bû. Lê sed aferîn ji wan

rojnamevanên biyanî /Rojnama Elmûsewir- ya Mesrî/ re ko berî lawên te keda te anîn ziman û

rastiya te ji xelên te re diyar kirin. Lê dayê ew ne lawên Kurdan bûn!! Lê ka law û neviyên te

çikirin!!?..

Mexabin di dema îro de, daholvan û zirnevanên me pirtir bûne bê ko rastiyê vekolin û lê bipirsin û

wek bûyî.. wek heyî.. bibêjin û mafê her kesî li gorî keda wî bînin ziman. Lê ez bawerim wê

dîroka gelê te qet wê mêranî û lehengiya te jibîr neke. Wê li sedem û ûşt û gunehkarên wê qetilamê

bipirse.. wê xwedî li pakrewan û diya pakrewanan derkeve.

Di roja îro de, lawên te yên xwedî birûmet xwedî li dîroka xwe derdikevin. Belê, tu nema tê jibîr

kirin…. Ez bawerim wê navê te li serê sernameya pertûka dîrokê bi tîpên zêrîn bêye nivîsandin.

Erê…Erê…dayê, rast e birayê min Muhemd ji wê dojehê riha bû.. û laşê wî yê şewitî.. bi dem û

rojê re.. ji wê şewatê rehet bû.. lê ji pêt û agirê şewata ahing û derûna hundirê xwe rehet nebû.

Rabûn û rûniştina wî.. tevger û jiyana wî tev kul û derd û birîn bû. Tirsa agirê sînemê û sawa iblîs

û şeytanan xwe bera hundirê wî dabûn… şewata birayê wî Ehmed ji ber çavên wî nediçû. Ev agirê

sînemê her û her pê re ma û xwe ji hizir û dil û hişê wî bernedida. Ew agirê di hundirê wî de, roj bi

roj, mezin û gûr dibû. Bi dengê qêrîn û hawara zarokan re har û dîn dibû.. Tew kula mezin bavê

min bû. Bavê min.. kuldar û xemxurê wî bû.. Ne bijîşk û hekîm man .. ne derman û ocax man…

qet tutişt bi lawê wî yê nesax kêr nekir. Bavê min bi wê kulê mir. Erê dayê.. kula me bi kul be û di

canê dijminan de der be, ew kul bi te re jî çû gorê... lê diyar e we soz bi hev re dabû… Birayê min

Muhemed jî pir dirêj nekir.. bê ko xatir ji min bixwaze ewî jî barkir ji vê jînê… Tu bawer ke dayê

xatir nexwest û barkir…koçkir û ez bi tenê hiştim. Erê, ez bi tenê hiştim….

Tenê ez dizanim bi çûna wî re.. bi mirina wî re.. bi mirina vî pakrewanî re.. çirîska dawî ji agirê

sînemê vemirî.

@@ë†íuìì@êÔíÕyì@ñ†‹ÙÜa@kÉ“Üa@æà@çbn†‹Ø@Þn¥@Üa@ßì‡Üa@ÒÔíà@íèbà

@@þà@†aíu@N†

@@@2010M11M15@ç‡åÜ

@@buˆí¹@çbn†‹Ø@l‹Ì@LÞ‚‡à

@a‰è@À@óÙÜa@óÜb¨a@ôÝÈ@ßíÕÜa@a‰è@Öåî@ça@æÙº@æîc@hÐ@Blb÷‰Üa@ÚnÝØc@bj÷ˆ@æÙm@@çgB@çbàÜa@âî‡Ô@À@ÞïÔ@‡ÕÜ

@æà@óîŠíÜa@óîŠíéá§a@öbûŠ@âÅÉà@çbØ@bîŠí@À@þráÐ@Lò‹ÑÜbi@ðÈbánuaì@æî‹‚⁄Ü@k«@ênÉïji@ñ†‹ÙÜbÐ@LçbàÜa

@bÈì@ðàbä@‡¼c@†bàa‡Üaì@‡ibÉÜa@ðÝÈ@‡á«ì@ðÝmíÕÜa@ñ‹Ù’ì@âÅÉÜa@‡Üb‚@âéåáÐ@ãíïÜa@ônyì@ðä‹ÑÜa@âÙ¨a@‰åà@†‹ÙÜa

@b›îc@†‹ÙÜa@æà@âè@l‹ÉÜaì@bîŠí@æÈ@aíÉÐa†@æî‰Üa@ça@báØ@NNNâèÌì@íÝ@ñŒíÐì@ðÝÙ“ï“Üa@kî†cì@âïÈÜa@yì@ðiíîýa

@@Nãþýaì@l‹ÉÜa@oš‹Õäfi@ëýíÜ@ñ‰Üa@ðiíîýa@æî‡Üa@þ–@ZÞrà

@sïy@×a‹ÉÜa@a@âq@æàì@熊ýa@a@L×a‹ÉÝÜ@μÝna@μïäbîÜa@æà@òŠb’hiì@LÞ—ïÐ@Úݾa@bîŠí@ÚÝà@Š†bÌ1920@ãbÉÜa@À

@ýg@LðäbåjÝÜa@ÞybÜa@ôÝÈ@êåïy@À@ína@ñ‰Üaì@Ša‹§a@âé“ï§@bîŠí@âïÝni@bä‹Ð@êmŠ‰äa@báåïy@×a‹ÉÜa@ôÝÈ@bÙÝà@xím

BINXET is Newsletter of Western Kurdistan Association-London, No: 68 5

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!