10.07.2015 Views

Kovara W Hejmara 30-î Derket - Pen-Kurd

Kovara W Hejmara 30-î Derket - Pen-Kurd

Kovara W Hejmara 30-î Derket - Pen-Kurd

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Ji edîtorXwendevanên hêja!Em wek Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kovara W, sersala we û tevahiya kurdîhez û têkoþêrênziman pîroz dikin. Bi hêviya peyva zimanê kurdî li dar be!Sala nû her çiqas hêviyên nû bi mirovan re çêbike jî, pêþiyê pêdivî bi nirxandina sala borîheye. Em dikarin bibêjin ku sala 2009’an salek bû ji van 200 salên dawîn ên têkoþîna gelêkurd. Wek wan salan bi hêviyên xurt ji bo azadî û mafên xwe têkoþiya, li ber xwe da, hewlda ku pêþve biçe. Kurtêlxur û hestîkoj jî her li ser riya xwe bûn, wek benekî birêx li lingên melefiyan. Ji bo kirin û helwestên serdestan pêdivî bi nirxandinê tune. Ku çavên Ceylanê bênbîra we bes e. Yan jî sêdarên rihbigûyan...Wek tê zanîn DTP bi yekdengî girtin. Dibe ku bê gotin; partiyek bû hat girtin çû, wê di þûnawê de yeke din bê avakirin. Lê ev ne rast e, divê em, ên ku vî tiþtî dikin baþ nas bikin û hay jixwe hebin. Lewre gur bi piranî postê mihê li xwe dikin û beriya ku mirovan gez bikin hiþ ûmêjiyê mirovan dagir dikin. Di pêvajoya dawîn de ev rewþ baþtir derket holê. Çi AKP’yî, çiErgenekonî tu cudahî di navbera wan de tune ye. Gava ku mijar kurd bin, ji rîkoyan bigireheta lîboþan, ji gurgebozan bigire heta qaþoçepgiran tev bi yek dengî dizûrin. Payînahelwesteke din bêhiþî ye.Ji aliyê ziman ve jî ligel gilî, gazin û gotinên jiberkirî þiyarî û pêþketinên berbiçav hene.Kurdîhez her ku diçe zêdetir dibin xwedî dam û dezgeh û ev yek jî hêviyê mezintir dike.Gelek mijarên gilî û gazinan hene lê bi baweriya me divê dem û enerjî ji bo vê yekê neyênveqetandin. Çi ji me bê em bikin wê pêþketinên pir baþ û xweþ derkevin holê.Xwendevanên hêja!Bêguman tiþtên ku li ser sala borî û pêvajoyê bên gotin gelek in. Lê em ê zêde li sernesekinin. Di vê hejmarê de jî heta ji destê me hat me hewl da ku em kovareke bi dilê webigihînin ber destê we. Mijara dosyeya me “Romana Kurdî” ye. Ji ber ku mijareke berfireh e ûgelek nivîs û nirxandin hene, em ê di du hejmaran de biweþînin. Ango mijara dosyeya bê jî“Romana Kurdî” ye. Beþa yekemîn wê di vê hejmarê de li ber destên we be. Tevî ku têra xwenivîs li ber destên me hene jî, kesên ku bixwazin dikarin nivîsên xwe biþînin û bi qasî kuderfet destûrê bidin em ê bîr û baweriyên wan bi xwendevanan re parve bikin.Di vê hejmarê de em CD’ya dokumentera Cegerxwîn wek diyarî li xwendevanên xwe belavdikin. Ev jî diyariya me ya sersalê ye. Em hêvîdar in hûn ê pê kêfxweþ bibin. Ji bîr nekinCD’ya xwe bixwazin.Di hejmara 29’an de kêmasiyeke me çêbûye; nivîsa bi navê “Dêranî gundê Xurûcê” ya ku jialiyê Hîlmî Akyol ve hatiye berhevkirin, wek a Aþemê Þukrî di naverokê de cih girtiye û jiyanû fotografê dengbêj bi çewtî di kovarê de cih negirtiye, em ji ber vê kêmasiyê ji mamosteHîlmî û xwendevanên xwe lêborîna xwe dixwazin.Û me ji ber rewþa aborî buhayê kovarê kir 5 TL, em hêvîdar in xwendevanên me, rewþa mefehm bikin.Di serê adarê de W û bihar dê bi hev re bên. Li benda me bin!

FERMO NAVEROKA HEJMARA NÛ*Ji edîtor / 2*Hevpeyvîn bi Helîm Yûsiv re - Elîxan LORAN / 3*Du helbest - Ozgur DOGA / 9* Komîtas - Polat CAN / 10* Diyalogên qusiyayî - Dilþêr BÊWAR / 12* Mêvan tên - Kawa ÞÊXÊ / 13* Xeletiyên der barê Feqiyê Teyran de - Xweþmêr / 16* Ma li welatê we ker tune ne - Ezîz NESÎN / 19* Pênc helbest ji dîwana “Pelên Reþ” - Kawa NEMIR / 26* Werêameyîþê marê qolî - Mehmûd NÊÞITE / 28* Qenepe- Behlûl ZELAL / 30* Em tî ne- Feratê DENGIZÎ / 32* Dotmam - Kendal MÎREK / 34* Li min negire - Sadedîn ÇIRA / 35* Dosye - Romana kurdî -1- / 36* Bi romanûsan re guftûgo, Edîp POLAT, Lokman AYEBE,Menaf OSMAN, Omer DILSOZ, Þener OZMEN / 37* Roman - Omer DEWRAN / 52* Mirin berî her tiþtî - Yûnûs EROGLÛ / 57* Helbest û sembol - Kamran Simo HEDILÎ / 60* Dilberê eman - Omer FÎDAN / 63* Min ji te hez kir - Berfo BARÎ / 64* Þahmaran - Hogir BERBIR / 65* Masî 14 - Berçema MIÞRÎTAN / 68* Rûspiyê edebiyata me - Mikaîlê REÞÎD 69* Nezîre - Mihemed RONAHÎ / 72

* Cêr þikestin - Huseyîn GUÇLU / 73* Du helbest - Þengul OGUR / 74* Du helbest - Zekî KAYAR / 75* Bîranînên sewsî - Xecê OMERÎ / 76* Çarîn - Hemkoçerê CIZAWIR / 77* Bi xatirê te - Yûsûf BAGI / 78* Pepûle - Ercan DOGAN / 79* Rengên min - Evdê Koçer CANO / 79* Xêz - Ahmet BÎLGE / 80

NavnîşanKalem Sk. No: 32 / 4 Huzurevleri Kayapınar/DIYARBAKIRTel & Faks: (0412) 237 43 16kovaraw@yahoo.comkovarawe@hotmail.comwww.kovaraw.comŞertên AbonetiyêNava Welat, salek: 30 TLWelatên Dereke, salek: 70 EURO

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!