12.07.2015 Views

hejmara 25'an a kovara w ya nû (adar-nîsan) derket - Pen-Kurd

hejmara 25'an a kovara w ya nû (adar-nîsan) derket - Pen-Kurd

hejmara 25'an a kovara w ya nû (adar-nîsan) derket - Pen-Kurd

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

HEJMARA 25’AN A KOVARA W YA NÛ(ADAR-NÎSAN) DERKETJi edîtorXwendevanên hêja û delal,Pêşiyên me gotine an kew an jî xew. Bi kew û xewê jî nehatine ser û gotine yê têkevegovendê divê xwe bihejîne. Tê de hîç şik û guman tune ye ku bo wêjeya me geş bibedivê em jiyana xwe ya ku jixwe li me hatiye herimandin, em çêtir û bêtir li xwebiherimînin. Tenê bi herimandineke katarsîsî ku jixwe bergîdaniya wê kew e, wêjeyame dikare bi ser xwe ve were.Herimandina ku em qala wê dikin teht û zinar û dîwar in, divê tu carî em ji wannerevin, dijberî wê divê em bi lêxistina seriyan van teht û zinar û dîwaran tewaf bikin.Dema serê me li cihên hişk bikevin em ê bikaribin hişê xwe bi ser hev de bicivînin ûbikaribin kincê romana me ya ku bûye jînenîgarî, çîroka me ya ku bûye bîranîn ûhelbesta me ya ku bûye helbeşq ber bi avê de berdin û bi tekane çalakiya yekkesaneango bi xwendinê jiyanê li xwe biherimînin.Dema ku em telaqê etariya wêjeyî –ji ber ku etar çi bi wî re be wî difiroşe û ji vêetariya ku wêjeyê li qeyd û kelepçeyên jînenîgarî, bîranîn û eşqên ciwaniyê dixe, tuwêje ava nabe, bi ser de wêjeya heyî jî diçe ava- bidine destên xwe/wan, wê were vêwateyê ku em li xwe mikur hatine. Mukirhatina me jî rastgobûna min-nekirhatinê

ye.Di vê hejmara me ya nû de me dosyeyek li ser raz û sembolên ku di wêjeya me yadevkî de hene, amade kir. Di dosyeya me de nivîskarên dosyeyê ev raz û sembolênku di çîrok û xeberoşkên me de hene ji hev veçirandine, kategorîze kirine û di hiş ûbinhişê me de cihê xwe çawa girtine yek bi yek analîz kirine.Alice Walkera Reşik di helbesteke xwe de dibêjî “Em dizanin ku çima Qesra wan aSpî spî ye” Em jî bi T’ya pêşîn ya TRT 6’ê dizanin û bêtir fahm dikin ku T li ser serêkurdan çawa dibe çakûtek. Nançandên avdonka goştê diziyê û “kurdên eşîr û êl(!)”îro ro bûne “kurtêl”û ji wan tirê ew nanên şewitî û qîjotî bixun wê pereyan li erdêbibînin! Wê li darê dinê qismetê wan zêde bibin.Ne pêwîst e ku em qala Rojînê jî û klama wê ya Hêja bikin ku digot “xwe erzan firotlawo” û qala Nilüfer Akbalê bikin ku wê jî digot “Destê xo bide min / Simê cengêwelatî / Cengê welatî” Kîjan dest? Kîjan Ceng? Û kîjanWelat? Di nezera Nîluferêde dest bûye “serdest û desthilatdarî”, ceng bûye “Cengîzhan” û welat jîbûye“Irmağının akışına ölürüm”Belê xwendevanên delal,Em 16’ê adara 1988’an û “sêv” û “bêhna sêvan” ji bîr nakin û komkujiya Helepçeyêşermezar dikin. 8’ê adarê Roja Jinên ku stûna jiyanê ne û 21’ê Adarê Newroz li wepîroz be. Di vê hejmara xWe de, me dîtbarî û sêwirandina kovarê piçekî guherand,wekî ku hûn jî dizanin Adar e!Heta hejmareke din bimînin di nava gul û kulîlkên biharê de...NAVEROKA HEJMARA 25’AN A KOVARA W’YÊ• _ Ji edîtor /• _ Deriyê şeşan - Şengul OGUR /• _ Kerikfiroş - Selmet GULER /• _ Guldesteyek - Husen HEBEŞ /• _ Bavê min girtî ye - Behlul ZELAL /• _ Geşt - Selahattîn ÇAM/• _ Nizanim - Yilmaz DEMÎR /• _ Sê darik - Ferate DENGIZÎ /• _ Sibeh - Rodî ZINAR /• _ Ji ku dîsa hat bîra min - Bilge KARASU /• _ Çend pirsgirêkên dîrokî yên hunera şêwekarî- Fewzî BÎLGE /• _ Hêteke bayê zemên - Elîxan LORAN /• _ Lixwe(ve)gerîna sîmetrîk - Dilawer ZERAQ /• _ An kew e an xew e - Selîm BEREKAT /• DOSYE:• DI WÊJEYA DEVKÎ DE RAZ Û SEMBOL /• _ Şaristanî - Ronî WAR / 37• _ Di wêjeya kurdan a devkî de raz û sembol - Mihemed RONAHÎ /• _ Di gotinên devkî de hişmendiya gel - Dilxwaz HERDEM/

• _ Di çîrokên gelêrî de raz û nîşaneyên berbiçav - Azad ZAL /• _ Hîmên wêjeyê - Ferate DENGIZÎ /• _ Ji aliyê perwerdehiyê ve wêjeya devkî - Serwet DENÎZ /• _ Min dixwest - A.Menaf OSMAN /• _ Dilê çîrok-bêj - EdgarAllan POE/• _ Her yek yekî derîne - AliceWALKER /• _ Haiku - Berken BEREH /• _ Kokteyl - Arjen ARÎ /• _ Ferhenga çarpeyvî - Welat DILKEN /• _ Wê şevê…- ŞÊRKO /• _ Mirin te dît ez kî me - Îlhamî OZER /• _ Dengbêjek û stranek- Hîlmî AKYOL /• _ Pirtûkxaneya W- Elîxan LORAN /• _ Payebilind û giran e - Sîpan XIZAN /Navnîşan:Kalem Sk. No: 32 HuzurevleriKayapınar/DIYARBAKIRTlf:(0412) 237 43 16E-Mail:kovaraw@yahoo.comkovarawe@hotmail.comWEB:www.kovaraw.comŞerten Abonetiye:Nava Welat, salek: 25 YTLWelatên Dereke, salek: 70 EUROe.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!