11.07.2015 Views

zdÓ ˚ zdiyetÓ li «iyayÍ KurmÍnc - Pen-Kurd

zdÓ ˚ zdiyetÓ li «iyayÍ KurmÍnc - Pen-Kurd

zdÓ ˚ zdiyetÓ li «iyayÍ KurmÍnc - Pen-Kurd

SHOW MORE
SHOW LESS
• No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Çiyayê Kurmênc(( Efrîn ))Êzdî û ÊzdiyetîDr. Mihemed. E. ElîEFRÎN … 2008NIVÎSA KURDÎ1PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

2PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

PêşgotinBi demê re, di nav pêşdeçûna civakên mirovê berê de, gavli dû gavê, baweriyên olî yên mirov zengîntir bûn û nav,rêwresm û lave jî ji baweriyên olî re hatin afrandin.Li Rojhilata Navîn jî rewş wilo bû, belkî jî ew biolbaweriyên xwe ji gelek herêmên cîhanê yên din dewlementirbû. Tiştê diyar li vê herêmê ew bû, ku piraniya olbaweriyên kuderhatin nêzîk hev bûn û di gelek warên ramanî û felsefî dedigihîştin hev. Ew jî ber ku meletên herêma Rojhilata Navîn, lidirêjiya sedsalan, pir derbas nav hev bûne û bi şêweyekîxwezayî û di riya têkilhevbûnên çandeyî, şaristanî, nijadî û olîyên demdirêj re, gelek tiştên hevbeş di nav wan de peyda bûne,ji xwe yek jî ol bûn.Em kanin bêjin, ku ola Êzdî jî di vê pêvajoya ramyarî ûçandeyî de cihê xwe digre, ew jî di heyama şaristanî ya rojhilatîde hatiye afrandin û nasîn. Gelek rêwresm û baweriyên olî dihundurê wê de jî hene, ji kûraniya dîrokê de dikşên, gelek jê jî,mîna yên olên bi Kitab û Pêxember in.Hêja ye em bêjin, ku wargehê jidayîkbûna ola Êzdînavenda welatê Kurda ye, hemî bawermendên wê Kurd in,berger û laveyên wê jî bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin û têngotin.Wekî ku tê zanîn, hebûna Êzdîtiyê û Êzdiyan, wek bawerîû bawermend, ji zû de li bakurê Sûrya niha hebûn, gelek pirtûk,rêwînger û rojhilatnasan li ser wê yekê deng kirine. Wanhemiyan jî Êzdî wek nofeke Kurdî, xudî taybetiyeke olî ûcivakî ye cuda binav kirine. Me jî ji hêla xwe de xwast, dîrok ûbaweriyên wan li navça Çi.Kurmênc (Efrîn) vekolînin û bidinnasîn. Em hêvîdar in, ev kar ji dîroka gelê Kurd û kelepûra wîre sûdar be, û çand û ramana mirovatiyê jî pê dewlementirbibe.3PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ma em spasiya her du mamosteyên hêja Mistefa Henan ûSiyamend Birîm bikin, wekî ku bi hûrnêrînî li lêdanakompûterê vegerî.Dr. Mihemed. E. ElîEfrîn…. 19.5.2007Spas….4PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Beşê YekêÊzdiyetî li NavçaÇiyayê Kurmênc5PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

6PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Lêkolîna yekêDestpêk:Ola ÊzdîEger em çêrokên “Pêxember û Şandeyên Xwedê” ûbaweriyên olî yên ku wan pê bangkirine bişopînin, kok ûbingehên olên kevin ên ku li Rojhlata Navîn peyda bûne, jiolên pûtperestî de bigre û ra yên Xwedênas û ya dawîn Îslambikolin, emê bibînin ku pêwendine pir xort di navbera wanhemiyan de hene. Ta radekê, mera bê erêna kane bêje, ku ew olzincîreke pevgirêdayî ye ji raman, felsefe, bawerî û rêwresmênnêzîk hev. Ango em kanin bê tirs bêjin jî, ku her olek ji wan,bitaybetî jî yên Xwedênas, pala xwe dane ser olbaweriyên olênberî xwe û li ser bingeha wan rabûne.Û bi demê re, gava ku olek ji wan (ji ezmên dadiket) yanpeyda dibû, ew ola nû li gor asteyên pêşdeçûna civakê ûşaristaniya dema xwe dihat nûjenkirin û bi şêweyên nû dihatdarijtin. Li ber roniya wan guhertinan, bawerî û rêwresmên nûjî, li gor nîr û serdemên ku her olek tê de peyda dibû, bi serolbaweriyên berê de zêde dibûn.Di vê pêvajoyê de, Zeredeştê ku di sedsala heftan berîzayînê de li herêma Mediya (Kurdistana Êranê) derehatiye ûxwe wek Pêxember daye nasîn, cara destpêkê bû, ku ramanayekîtiya Xwedê aniye meydanê û gotiye, ku Xwedê yek e, bêhevpar e û gerek e ew bi tenê were pîrozkirin.Zeredeşt jî digot, wî name ji ezmên ji Xwedêyê Gewrewergirtiye, li gor nama wî ya Xwedêwî ya ezmanî, hemîXwedêyên ku li welatên Mezopotamiyayê û Êranê dihatin7PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

pîrozkirin, di Xwedêyekî bi tekûbitenê de hat bicihkirin, ew jîbi Xwedêyê Gewre “Ehoramezde” bi nav dibû.Li gor raman û ola Zerdeşt, zemîn û ezman û hemîheyberên (giyanewer û ne giyanewer) ku di navbera wan dehene, bi vîna Ehoramezde hatine afrandin. Wî hemî firîşte(melayke), çi yên çêxwaz û çi yên şerxwaz, hinek ji wan diolbaweriyên kevin de jî hebûn, afrandine.Dîsa li gor baweriyên Zeredeşt, hêzên çêxwaz ku biteşeyên giyanî (Spênte Mayno) tên binavkirin, pevçûnekeherdemî bi hêzên giyanî yên şerxwaz re dikin. Zeredeşt ewhêzên şerxwaz bi teşeyekî giyanî bi navê (Engre Mayno –Ehrîmen) nimûnandiye. Delameta Engre Mayno û piştgirên wî,tenê şer û nerindiyan bi nav afrandeyên Xwedê yên pak ûçêxwaz de berdin.Lê belê, Zerdeşt mizgînî dida bawermendan, û dida zanîninû dupat kir, ku li dawiyî dê daxwaza Xwedêyê Yekta û teşeyêngiyanî yên çêxwaz bi ser keve. Lê belê bê alîkariya dilsoz yamirovan hêzên çêxwaz dê bi ser nekevin, ango ji mirov têxwastin ku li kêleka Xwedêyê xwe û teşeyên giyanî yênçêxwaz bisekine.Ev cêwîtiya ku di warê sinciyane de li dijî hevin, ew bingeha dozkirina ola Zerdeşt bû, û pişt re bû bingehekegiştî ji hemî olên yekirinî yên ku li dû Zerdeştiyê hatin jî.Di wan olan de jî, ew ramana cêwîtiyê bi darêjine din, û biteşeyine giyanî yen nû, çi ji hêla nêv û çi ji aliyê delametê de,wek xwe man û pir nehatin guhertin. Paşê jî, li demine nêzîktir,Xwedêyê Zerdeşt (Ehoramezde) yê yekta, li ba her olekê, hermiletekî û li her navçekê jî bi navekî hat binavkirin û nîşandan.Û serkêşê şerxwaziyê “Engra Mayno” jî, hat kotîkirin ûqedra wî hat şikandin. Lê belê ji bo ku kirdeyên pevçûnaherdemî di navbera çêxwazî û şerxwaziyê de bimînin, ew diolên ku li dû Zerdeştiyê hatin de jî ma û rola xwe ya şerxwaz û8PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

çepel parast. Ew herdem kêmaniyan û nerindiyan di afrandeyênXwedê yên pak de diçîne û pevçûna herdemî bi vîna Xwedê reû afrandeyên wî yên rind re dajo. Ew teşeyê Zerdeştiyê yêşerxwaz “Engra Mayno”, li ba olên yekirinî jî bi “Firîşteyêşerxwazî û xinaniyê - Iblîs” hat binavkirin.Bingehên dîrokî yên Ola ÊzdîHin nêrînên hemdemî li derbarî ola Êzdî:Li dema me, nêrînên têvel li derbarî ola Êzdî tên gotin.Hinek dibêjin ola Êzdî ji bermahiyên olên Arî ûMezopotamiyayî yên kevin e. Hinek jî wê bi hêla Zeredeştiyêve têvedidin. Hin din jî dibêjin, Êzdîtî Firîşteyê Xinaniyê, rojêû êgir pîroz dike. Hinekan jî gotiye ku ew rêyolek e, ji Îslamêveqetiye û şopa Yezîd lawê Mi'awiyeyê Umewî dajo. Ûgotinên bilî wan jî hene û tê kirin.Lê li gor zanînên ola Êzdî, nêrînek ji wan negihîştiyerastiyê. Çinkî piraniya wan gotinan, hin zanîn û gotinênçepûrast ji virûwir anîne, hinek jî ji jêderên ne Êzdî birine, hindin jî ji jêderên Êzdî ku pir sivik û rûkî hatin wergirtin. Lewrerastiya baweriyên Êzdîtiyê û koka wan ya dîrokî bi zelalînehatiye naskirin û nasandin. Belkî ji ber wê jî, piraniya xelkê,gelek Êzdî jî di nav de ne, hîn rastî û koka Êzdîtiyê, binsaziyênramanên wê yên felsefî, rêwresm û perestvaniyên wê yênbingehîn baş nas nakin.9PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Şirovekirineke dîrokî:Herêma Rojhilata Nêzîk/Navîn ji hêla Xaknîgarî ve, parvedu beşên sereke dibe, navçeyên çiyayî li bakur, û deverên deştîû çol li başûr.Beşê çiyayî, ji çiyayên Zagros û Torosê û ji deşt û zewrêndi navbera sirtên wan de, peyda dibe. Ew cih ji berbanga dîrokêde, ji hêla gelên Lolo, Gotî, Kaşî, Horî, Hitît û hinên din de hatibû şênkirin. Li hezarê yekê berî zayînê, militine Arî yen din jîbi ser navçeya çiyayî de hatine û lê bi cih bûne, hinek ji wan evbûn: Med, Skêts, Kêmir...Beşê deştî jî, ji Nîvgirava Erebî û Çola Welatê Şamê pêktê, ew jî ji hêla hin miletan ve şên bû, wek gelên Ekadî, Bablî,Aşorî, Ken'anî, Aramî, 'Ebrî, û hd.Navça deştî ya herî başûr ji welatê Mezopotamiyê jî ji aliyêgelê Somerî ve hati bû şênkirin.Zaniyar û lêkolînvan, gelên ku li beşê çiyayî dijîn bi“Gelên Çiyayî” binav dikin. Ên li herêma çolan jî dijîn bi navê“Miletên Samî” dinasînin. Gelê Somerî jî wek miletekî cida ûserbixwe dibînin.Ew hersê şax ji miletan, ji hêla nijadî, şaristanî û zimanî de,wek sê malbatên gelên cida tên dîtin.Lêkolînên şûnewarî destnîşan dikin, ku jiyana giyanî yagelên Rojhilata Nêzîk a kevin zor dewlemend bû û baweriyênolî û perestvaniya mirovê civakên wan jî pirerengî bûn.Wek hatiye zanîn jî, di serdemên dîrokî yên pêşîn de,pêşveçûneke şaristanî, dewlemendiyeke giyanî û zanînekemirovî û civakî ya zor balkêş li Rojhilata Nêzîk hati bûmeydanê, lê tevî wê yekê, ew civak di warên olbaweriyan denegihîşti bûn asta ku kani bin sazûmaneke olî ya lihevhatî ûsergihayî li saz xin, û kani bin bi awakî hêsan û zelal bersivên10PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

pirsên ku li derbarê hin tiştan dihatin kirin, bidin, wek:Afrandina gerdûnê, jiyan, mirin, nemirîtî… û hd. Û tevî kumirovê wan deman, di warê raman û pêjna xwe de başdewlemend bibû, lê ew ji bo bersivdana wan pirsan sergêj dibûû bi ser nediket.Yek ji hewildanên bersivdanê, mirovê berê bawer dikir kugelek Xwedê li gerdûnê hene, û karûbarên gerdûn û jîndaran birê ve dibin. Wan ew Xwedê bi nav û bi delamet kiri bûn û hemîjî pîroz dikirin.Di vî warî de, nêzîkbûna xaknîgarî ya miletên RojhilataNêzîk û têkilhevbûna wan a demdirêj, dihîştin ku ew di gelekwarên çandeyî û şaristanî de, nemaze di hêla olbaweriyan de,têkilhev bibin û piraniya caran baweriyên xwe yên olî jî bi hevbiguhêrin.Ango gelek caran, baweriyên olî û Xwedêyên miletekî, bidestlata wî ya siyasî re, yan li gor giringiya delameta wîXwedêyî, diçûn ba miletekî din, yan navçeke din, û li ba gelinedin jî dihatin pîrozikirin.Bi tevahî, ew rewşên olbawerî, ta navîna hezarê yekê berîzayîna Pêxember Îsa bi wî rengî diçûn û jiyana mirov ûkomelgehê jî bi wî rengî dimeşî.Li wê çaxê, û piştî ku ew raman demeke dirêj di hiş ûagahiya mirov û civakê de hatin keyandin, mirovekî bi navêZeredeşt li herêma Çiyayî li welatê Medya biderket, wî xwewek Pêxemberê Xwedê nasand û doza oleke xwedênasî kir.Ramanên Zeredeşt guhertineke dîrokî ye zor gewre peydakir, û şoreşeke mezin di warê têgihîştin û baweriyên olî yênmirov û çanda civakên wê demê de çê kir.Motik û bingeha ola Pêxember Zerdeşt yekirina Xwedê bû.Wî hemî Xwedêyên ku dihatin pîrozkirin dan alîkî û doza11PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Xwedêyekî tekûbitenê kir. Zeredeşt digot Xwedê yek e, û dozaperestvaniya Xwedêyê yekta û gewre “Ehoramezda” kir.Û wilo, di navbera sêsed sal de, piraniya gelên bêla Êranê ûherêmên çiyan /Zegros û Toros/, dev ji Xwedêyên xwe yênsirûştperestî berdan û bawerî bi ola Zerdeşt a nû anîn û rahatina Pêxember Mihemed û ola Îslamî li ser ola Zerdeşt man.Lê tevî ew guhertina felsefî ya kûr ku di bingeha ramanaolî de çê bû, Zeredeşt hin Xwedê û baweriyên serdemên berê jî,ku demeke dirêj di baweriyên mirov de cih girti bûn, wek berêhîştin, wî tenê delametine nû di bin sersiya Ehoramezde despartin wan Xudêyan û ew di sîstema sazûmana Xwedêyî ya nûde bi cih kirin.Wek nimûne, Xwedêyê rojê û rastiyê “Mîsra” ku li ba gelêHorî pir pîroz bû, di Zeredeştiyê de jî ma û bû serokêdadmendên dinya din.Lê li deverine din jî, Zerdeştî bi temamî bi ser neket, lewrehinek ji Xwedêyên berê, bi delametên xwe yên berê diman ûdihatin pîrozkirin, wek Xwedêyê Mezopotamî “Nebo”, ku rasedsala sisiyan piştî zayînê li hin deveran dihat pîrozkirin, ûperestgeheke wî ye mezin li Na.Efrînê li ser Çi.Lêlûn hebû.Di nava van guhertinên gewre di warê olbaweriyan de,bawermendên ola “Ezdahî”, wekî ku Xwedênasên destpêkêbûn, ew jî dê keti bin bin bandora Zeredştiyê, lê bêguman,gelekan ji wan, dê di kûraniya raman, wijdanê û çanda xwe de,gelek baweriyên berî Zeredeştiyê hilanî bin.Wekî ku hatiye zanîn, Ola Îslamî li destpêka belavbûnaxwe, berve welatên gelên ku li ser ola Zeredeşt bûn çû,Kurdistan jî di nav de bû. Û bi rûxandina Impiretoriya Sasanîre li ber hêrişa Erebên Misliman, parêzerê siyasî yê Zerdeştiyêtêkçû, zerdeştî bi xwe jî pir lawaz bû û ola Îslamî şûna wê girt.12PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Li wê demê, Xelîfyê Mislimanan ê diduyan Umer binElxetab fetwek da, tê de Zerdeştî wek “Xudan Kitab” û olekeEzmanî bi nav kir, yanê (yan dê Îslam bibin, yan Cizye bidinyan jî dê toşî şer bibin).Ola Îslamî di demeke kine de li nav gelên Bêla Êranê û linav gelên derdora wê jî, ku li ser ola Zeredeşt bûn, belav bû;Lê ne hêsan bû, ku hemî baweriyên olî yên berê, ewên dikûraniya agahiya civakên wan gelan de hati bûn çandin, yekcarbihatana hilanîn û tinekirin.Loma jî, bêguman, dê gelek tişt ji çand û rêwresmênolbaweriyên kevin di jiyana xelkê de mabin, gelek ji wan radema me jî hîn hene, wek mehrecana Newrozê, dadan ûpîroziya Êgir, sonda bi rojê, hêvê, stêrkan û hd. Bi taybetî jî, evtişt li herêm û navçeyên ku ji navendên destlata Îslamî û jibaregehên wê yên serbazî dûr bûn, dihatin dîtin û li dar diketin.Ji ber wê yekê, dema ku destlata xilafeta 'Ebbasî sist bû, ûtevî ku hîn demeke dirêj jî di ser doza Pêxember Miĥemed rederbas nebibû, gelek binol, rêyol û şiroveyên têvel di hundurola Îslamî bi xwe de serî hildan, hin ji wan felsefe û nêrînan raderbas lîwanên Xelîfetan bi xwe jî bûn.Li derbarî Ola Êzdî, ew jî bi nav û naveroka xwe ya niha, lidestpêka sedsala dozdehan zayînî, yanê li dawiya serdema'Ebbasî hat meydanê.Ola Ezdî li navça Şêxan li derdora bajarê Mûsilê liKurdistanê derhat û ji wir de belav bû. Bawerî û rêwresmên olaÊzdî yên ku em niha dinasin, li ser destê “Şêx 'Edî kurê Misafir– Şêxadî” hatine danîn.Li derbarî netewa Şêxadî, tiştekî birdar tineye, lê piraniyalêkolînvanan dibêjin, ku rûniştina wî di nav Kurdan de,binavkirina hin mirovên wî bi “Hekarî” û ristina lave û sirûdênolî bi zimanê Kurdî, bêtir Kurdîtiya wî dupat dikin.13PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Zanînên ola Êzdî Şêxadî wek Pêxember dibînin, ew dibêjinXwedê ew ji Êzdiyan re şandiye da ku ola Êzdî ji tinekirinêbiparêze, dibêjin jî ku bi hatina wî pirsa Pêxembertiyê gihîştiyedawiya xwe. Li gor zanîn Êzdîtiyê, ew jî oleke ezmanî ye û jiberê de hebû, Şêxadî jî Pêxemberek e ji Pêxemberên Xwedê kuji ola Êzdî re daketiye.Gumana mezin ew e, ku sedema pêgirtina Kurdan bi olaÊzdî û helwesta wan a erênî jê, bi çand û baweriyên olî yênKurdan ên berî Îslamê ve girêdayî ye. Ji xwe ola Kurdan akevin a nêzîktir, çi ji aliyê demê û çi ji aliyê çand û baweriyande jî, ola Zeredeştî bû.Li destpêkê, ola Êzdî bi rengekî fereh ji hêla gelek hozênKurd li deverên Şêxan, Şengal û li navçeyên derdora wan vehat pejrandin û belav bû, paşê jî ew di demeke kin de, jisînorên Êranê de bigire û ra bigihê derdora Helebê li rojava,yanê li ser navçeke fereh ji welatê Kurdan belav bû. Belkî yakiri be ku ew zû belav bibe, çûnhatina hozên Kurdan bû diçarçewa dewleta Eyûbî de.Pêxember Şêxadî sîsetemeke bawerî û rêwresmî ye olî yenû darijt. Li gor wan baweriyan, cihê ku Şêxadî lê rûdinişt, gorû mêrava wî li “Laliş”, wek “Ke'be” û “Hec” hat pîrozkirin ûtewaf pê dibe. Ava “Kaniya Sipî” jî ku li Lalişê ye, wek “avazemzemê” hat bikaranîn, lave û srûdên Şêxadî jî wek deqênpîroz hatin rêzdarkirin.Lê belê wek me li jor got, ola Êzdî jî wek bilî xwe, gelekolbaweriyên olên kevin di xwe de parastine û carina delametinenû jî dane wan, wek nimûne pîrozkirina Êgir û Rojê wekî kuroniya Xwedê û pakiya wî dinimînin, û gelek tiştên din jî hene,li ba Êzdiyan wek xwe mane .14PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Lê tiştê herî balkêş ew e, ku Êzdî rêzdariya hersê olênezmanî Cihû, Filef û Îslam, ewên ku li herêma Rojhilata Navînderhatine, digirin.Êzdîtî li ser xwe çi dibêje?Emê tiştên ku Êzdî li ser bingeha dîrokî ya ola xwe dibêjin,hewaldin.Ji hêla baweriyan de:Li gor zanîna Êzdiyan, li demên pir kevin, ola wan bi navê“Ezdayî, Ezdahî” yanê Xwedêyê ku ez dame û afirandime”dihat nasîn. Ango bawervanên ola Ezdahî ji berê de hebûn,Xwedsênas û bawervanên “ola Xwedê” bûn û li ser ola ÎbrahîmXelîl bûn, hîn jî wilo mane û ew yek parastine. Çinkî Qewlekîolî heye dibêje (1) :Siltan Êzîd bi xwe Padşe yeHezar û yek nav li xwe danayeNavê mezin her Xweda yeJi vê qewlê tê têgihîştin ku navê Xwedê li ba Êzdiyên berêjî “Êzîd” bû.Di deqeke Mîxî de jî ku ji serdema Somerî de maye hatiye,Ku “Êzdî”: Giyanên çêxwaz û pak in û yên li ser riya rast in (2) .Ji hêleke din ve, perestgehên Êgir ên Zeredeştî jî bi navê“Perestgehên Êzîde” dihatin binavkirin. Ji van tiştan têtêgihîştin, ku li dema hatina Zeredeştiyê jî Êzîd navekî zorpîroz bû.1 - Qewl: Srûdên olî ne, bawerî û bingehên ramanî û felsefî yên olîdibêjin.2 - Kovara Metîn, hejmara Tebax 1994, rûp 85.15PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Kesk: Şana aştî û şîndaniyê ye.Pişt re wî balindeyek bi navê “Angir” afirand, durr li serpiştê danî û çel hezar sal li ser rûnişt.Paşê, Xwedê heft Firîşte ji nûra xwe di hef rojan deafirandin, ew jî ev bûn: Izraîl li roja Yekşemê, Ezazîl li rojaDuşemê, Dirdayîl li roja Sêşemê, Israfîl li roja Çarşemê,Mîkayîl li roja Pêncşemê, Şemnayîl li roja Înê û Cibrayîl jî liroja Şemiyê, û Ezazîl/ Melek Tawisê jî kir serokê wan. Li vêderbarê Qewl dibêje:Ew in melekên kibîrBerî xasa bi çendî bedîlÇûn hizreta Melekê CelîlPişt re, Xwedê ji durrê peya bû û bi dengekî pê de Qîrî. Wêhîngê durr peqî, perçe perçe bû, av ji hundurê wê derket û bûderya. Pişt re Xwedê Cibrayîl şand, ji perçeyên durrê roj û hêvçê kirin, ji hûrikiyên wê jî stêr çê kirin û bi ezmên vedaliqandin.Paşê Xwedê gemiyek çê kir, lê siwar bû û sî hezar sal li serderyayê gerî.Piştî wê, Xwedê bi dengekî gewre bankir, kevir pê hişkbûn, zemîn afirî û gilover bû, çar alî jî jê re hatin çêkirin,Xwedê bi xwe jî ji ezmên daket û li Lalişê “ango li Buhuştê”danişt.Pişt re, Xwedê çiya, dar û geye afirandin û sî hezar Firîştejî afirandin da ku perestvaniya wî bikin û fermana wan jîradestî Melek Tawis kir.Wê hîngê, Xwedê ji Firîşteyên xwe re got, ez dixwazimAdem bafrînim û bikim mirov da ku milet li ser zemînê peydabibin. Wî ferman da Cibrayîl, da ku av, agir, ba û axê ji çaraliyên zemînê wîne. Ew ax çar rengî bû: Sipî, Zer, Sor û Reş17PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

(rengên nijadên mirov) û Xwedê govdê Adem ji wan tiştanafirand.Qalibê Adem 700 sal bê giyan ma. Li wê demê giyan dibuhuştê de di qendîlekê de hati bû parastin. Û dema ku Xwedêferman da, da ku wî bibin bi govdê Adem de berdin, giyên jiXwdê tika kir, ku wî bi rêwresmên şahiyê bibin, û wilo ew biaheng û bi defikê û pîkê birin.Piştî ku Xwedê giyan bi govdê Adem de berda, ew dibuhuştê de hîşt û rê dayê ku ji bilî gênim, her tiştekî bixwe, ûAdem sed salî di buhuştê de ma.Wê hîngê, Ezazîl ji Xwedêyê xwe pirsî û got: Xwedêyêmin, çawa tamara Adem dê pir bibe û te ew di vê rewşê dehîştiye? Xwedê ji Ezazîl re got: Tu çawa dibînî wilo bike.Wê hîngê Melek Tawisî Adem qayîl kir ku gênim jî bixwe,û gava ku Adem genim xwar, û ji ber ku ew tersî daxwazaXwedê bû, Xwedê Adem ji buhuştê derxist û daxiste serzemînê.Adem sed salî li ser rûyê zemînê bi tenê ma û herdem digrî.Wê hîngê, Xwedê ferman da, da ku Ĥewa ji parsûya bin çengêAdem yê çepê bafrînin, û wilo Ĥewa hat afrandin, û bi Ademre zewicî, tamara mirov jî pir bû û li ser zemînê belav bû.Li ser vê babetê Qewl wiha dibêje:Siltan Êzîd bi hezar û yek nav eEv dinya li ba wî si'et û gav eSiltan Êzîd dizane li behra çend keşkûl av eEwî Hewa kire bûk û Adem kire zave18PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Emê li jêr, qewlê Êzdîtiyê ya afrandina gerdûnêhewaldin (1) :Afrandina Kinyatê((Qewla zibûnî dilmeksûr))Zibûnekî min î dilmeksûr eHeke ji ba 'ezîz melek Fexredîn bêtin destûr eEm dê medĥa deyn(bidin) ji beĥrên kûr eZibûnekî min î kêm taqet eHeke ji ba 'ezîz melek Fexredîn bêtin îcazet eEm dê ji beĥrên kûr deyn osfet eLi min cema dibûn babzer eJi wê beĥrê deyn xeber eTê hene durrên cewahr eLi min cema dibûn zerbab eDê ji wê beĥrê deyn tebab eBeĥr e û doj e û qîr di nav eMedĥa bidin ji kitîrTextê tenê dibû emîrEw e alim ew e xebîrPadşê min ji durrê bûHisnetek jê çê bûŞaxa meĥbetê lê bûLê bû şaxa meĥbetêLi destê Sultan Êzî heye qelema qudretêElhemdullah û şikir ez avêtime ser pişka sunnetêAşiqa ew mîr dît û kir nas e1 - Jêder: Pîr Xidir Silêman: Pirtûka Êzdiyetî, Rûpel 37, çapxanafêrkirina bilind, Hewlêr 1996.19PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Jêk vavartin muĥbet e û kas eKire riknê çendî esas eKire rikin û rikinîDurr ji heybetê hincinîTaqet nema hilgirîTaqet nema li ber bisebirîDurr bi renga xemilîSor bû sipî bû sefirîDurr bi renga geş bûBerê ne 'erd hebû ne 'ezman hebû ne 'erş bûKa bêje min padşê min bi kê re xoş bûPadşê min xoş suĥbet eLêk rûniştibûn muĥbet ePadşê min li wê derê kir ĥedd û sedd ePadşê min ĥedd û sedd li wê çêkirinŞerî'et û ĥeqîqet jêk cihê kirinSunnet mixfî bû hingî dehir kirinSunnet mixfî bû hingî kir diyar ePadşê min ĥeqîqet nav da dihinareGotê: 'Ezîzê min, sunnet li kû bû li kû girtibû war e?Çi mewlayekî min î ĥukim rewaMersûm nazil bû ji cewaBi qudretê surra sunnetê maliq westa bû li hewaBi qudretê maliq westa bû sunnet eÛ bir ji ber padşê xo îcazet eGotê: 'Ezîzê min, me ĥizret meĥibet eÇi mewlayekî min î ĥukim giran eLi nav van dana zor erkan eMuĥbet û Xerzê Nûrî dane wan bi nîşan e20PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Xerzê nûrî bab eDû cewher keftine nav eÊk 'eyne êk çav eÊk 'eyne êk beser ePadşê min da durrê bi neder ePadşe dizane kî li ser e kî li ber e?Qendîl ji bana nizilî, muĥbet e kefte nav ePadşê min pê hilînabû çav eKa bêje min çi gote durrê jê weriya bû av e?Av ji durrê weriyabûye derya û pengiyaPadşê min merkeb best û tê geriyaPadşê min li merkebê dibû siwar ePadşe ye û her çar yar eTêk seyrîn çar kenar eLi Lalişê sekinî û got : Ev e ĥeq war eĤeq war e û sekinîPadşê min hêvan avête beĥrê beĥr meyinîDuxanek jê duxanî, her heft 'ezman pê nijinînPadşê min 'ezman birast eMuĥbeta ji qevda rast ePadşê min mekan dane text veguhast ePadşê min li 'ezmên kiribû sefer eEw bû çar sefer kiribû ker bi ker eKire riknê çendî menber eAşiqa we jê xeber daŞaxekî dî jê berdaKire riknê çendî 'erda'Erd mabûye behitî21PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Xedudekê xeditîGot: 'Ezîzê min, 'erd bê wê surrê natebitîPiştî çel salî bi hejmar e'Erdê xo ranegirt heşar eHeta Laliş bi nav de dihate xwar eLaliş ko dahateLi 'erdê şîn dibû nebat ePê zeynî çiqas kinyat eKo kinyat pê dizeyinînÇar qisme têk hincinînAx û av û ba û agrî qalibê Adem Pêxember jê njinîŞembû dane asas eÎniyê kir xilas ePiştî heftsed sal, heft surr hatine durran û kas ePiştî heft sed sal heft surr hatine hendav eQalib mabûye bê gav eGote Ruĥê tu bo çî naçiye nav eRuĥê got li ba aşiqa: We me'lûm eHeta bo min ji bane nên saz û qedûm eNîveka rûĥê û qalibê Adem Pêxember zor tuxûm eSaz û qedûm hatin û hindirîNûra muĥbetê hingivte serîRuĥ hat û qalibê Adem Pêxember şiyarîAdem Pêxember ji wê kasê vedixwar û vedijiyaMest bû hejiyaGoşt lê huriya, xûn tê geriyaAdem Pêxember ji wê kasê vedixwareKerameta wê kasê hate diyar eLew Adem Pêxember pêngijî pê dibû şiyar e22PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Adem Pêxember ji wê kasê vedxwar û pê xoş têKerameta wê kasê hat û gehiştêLew Adem Pêxember hilgirt û bire behiştêPadşê min î rebb el-semed eJi Adem wê bûn coqet eJêk vavrtin heftê û dû millet eBûye bedîla nûĥê nebiyaQewmek dê dahir be li dilê wan heye zor kifriyaEw jî wê li xudê xwe bine yaxiyaPiştî wê hêwanêQewmek dê dahir be di dil de namîne îmanêEw jî dê ĝerq bin bi ava tofanêPiştî wan bedîlaQewmek dê dahir be neyê 'edîlaNuqtek dê nazil be ji qendîlaWê li nav dahir be Brahîm XelîlaBirahîm Xelîl ji nuqtek sadiq eBi sê herfa dibû multeq eHeta xudê xo nas kir bi heq eĤeta xudê xwe bi heq nas kirLigel 'Azir û Nemrûd û senema beĥs kirLew giyanê xo ji kifriyê xilas kirPiştî wan Xelîlullay eÎsa ye û Mûsa yeMehemedê nû kamil eMuĥiba wî dê hingifte hindek dil eXitmê Mîra seyyidê mursil eYa seyyid el-MurslîÇend bedîl hatin û bihurîÇend xas hatin, min hijmirî23PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ew siltan Şêxadî ye,tac e ji ewil heta bi axirî(Di biservehî -2- de li dawiya pirtûkê, ev qewl çawa li navçaEfrînê tê gotin hatiye danîn).Wekî ku tê dîtin, gotina Êzdîtiyê li derbarî afrandina mirov,di xêzên xwe yên qalng de, nêzîk ya mezopotamî, Tewrat ûÎslamê ye. Ew di warê çêroka tofana Nûh û Pêxemberan de jîhîç ji wan nedûr e.Rêzdariya Rojê û Êgir di Êzdîtiyê de:Carina, bawermendên ola Êzdî bi perestvaniya Rojê û Êgirtên binavkirin. Ew yek jî ji rastiyê dûr e, çinkî Êzdî XwedêyekîTekûbitenê pîroz dikin û ti hevparan jê re nabînin.Rastî û bingeha pîrozkirina Rojê û Êgir jî wiha ye:Êzdî rojê û êgir wek du tişt û şanên Xwedê dibînin, loma jîew wan pîroz dikin. Ew dibînin jî, ku ronahî şana pakî ûzelaliya Xwedê ye, hebûna Xwedê jî di her tiştên ku ronahiyêdidin de diyar dibe. Wekî ku em dizanin, agir û roj, diZeredeştiyê de jî ji baweriyên resen in.Êzdîtî û Melek Ezazîl:Gotina Êzdîtiyê li derbarê vê mijarê wiha ye:Li destpêkê Xwedêyê gewre ji roniya xwe ya rûmetdar heftFirîşteyên mezin afrandin: Izrayîl, Ezazyîl, Dirdayîl, Israfîl,Mîkayîl, Şimqayîl û Cibrayîl, û komelgeha Firîşteyan ya giyanîya destpêkê ji wan damezrand, ew li dora textê wî yê gewredanîn, ji xwe re kirin alîkar û birêvebirina karûbarên gerdûnê ûhemî afrandeyan bi wan hilpesart. Û ew ferman jî kirin da ku jiwî bitenê re perestvaniyê û secdê bikin.24PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Piştî ku Xwedê gerdûn û zemîn çê kirin û ji her rengekîjiyan bi nav de berda, govdê Adem jî afirand û giyan bi wî de jîberda, wê hîngê ferman da Firîşteyan da ku ji Adem re secdekin, wê hîngê hemî pêriyan secde kir, tenê Ezazîl secde nekir!!Xwedê jê pirsî û got tu çima bejna xwe ji Adem re neşkînî?Ezazîl got Xwedê xwe: Xwedêyê min ê gwere, te em ji surraxwe ya 'ezîz afirandine û Adem jî ji şênberên zemînê çê kiriye,dema te em afirandin, te em agahdar kirin ku ji bilî te ji ti kesîre bejna xwe neşkînin û perestvaniyê tikesî jî nakin, min jîXwedeyekî ji bilî te nas nekiriye, û ez sozê xwe bi te re naxim.Wê hîngê, Xwedêyê gewre ji Ezazîl re got: Birastî tuFirîşteyekî guhdarî û dilsozî, te tembiya min ji bîr nekir, ûXwedê rabû gerdenek/tokeke zêrîn xist gerdenê wî û ew kirserokê Firîşteyan û ji wê hîngê de bi “Tewûsê Firîşteyan” hatbinavkirin.Ji hewaldana Êzdiyetiyê tê têgihîştin, ku dema Ezazîl jiAdem re bejna xwe neşkand, Xwedê ew seza nekir, li bervajîwê, li ser dilsozî û pêbendiya (iltîzam) wî bi tembiya Xwedê re,ew hat pesinand û ji Xwedê ve nêzîktir bû.Di vê mijarê de, gotina Îslamê jî baş naskirî ye, ew dibêje:Gava ku Melek Iblîs (Ezazîl) şora Xwedê şikand, Xwedê ew jikomelgeha Firîşteyan û ji paytexta Xwedêyî qewtandin, lêsezakirina wî hîşt roja qiyametê û ew bi navê “FirîşteyêŞerxwazî û Xinaniyê-Iblîs” bi nav kir.Ev cidatiya ku li derbarî Firîşte Ezazîl di navbera gotinênher du olan de heye, yek ji xalên herî peyvkêş e û cihêdanûstandinê ye di navbera olên ezmanî de.Bawerî heye, ku Şêxadî jî yek ji ewên ku di vê pirsê de xudînêrîn bû. Di vê mijarê de, tê bawer kirin, ku Şêxadî nêrîna ku jiramana sade û ji hişdariya miro’ve nêzîktir bû, vebjartiye. Ewhelwest li bingehên felsefî ku Xwedê afrandeyên xwe li ser25PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

afrandine jî tê, wek: Xwedê payebilind e, yekta ye, bê heval ûbê hevpar e, û cihê lave û bergera her afrandekî û herperestvaniyekê ye. Lê Adem ji afrandeyên Xwedê ye ûkoleyekî wî ye, loma jî ew şûna Xwedê nagre, netê perestkirinû secde jî jê re nabe. Ango, perestvanî tenê ji Xwedêyêafranda’re tê kirin, lê ew di navbera afrandeyan bixwebixwe deçê nabe. Û eger radeya afrandeyekî di binyata sîstema Xwedêyîyan cîhanî de çi be, û delametên wî yên ezmanî û zemînî jî çibin, perestvanî ji afrandeyekî Xwedê re wek gawirtî ûînkarkirina yekîtiya Xwedê tê jimartin.Helwesta Êzdîtiyê li derbarî Ezazîl bi vê nêrîna jorîn têravekirin. Ango Êzdîtî nabêje ku Ezazîl gunekar e, û ji paytextaXwedê jî nehatiye qewtandin, li bervajî wê, Êzdîtî dibîne kuXwedê dilsoziya 'Ezazîl bilind nirxand û ew kir serokêFirîşteyan. Û wilo, Ezazîl “Melek Tawis” di Êzdîtiyê de bi sincû delameta xwe ya pîroz maye û ne “Firîşteyê Xinaniyê” ye.Eger salixên Melek Tawis, di beşê pêşîn de ji gotina Îslamîmîna salixên Ezazîl in, lê ew di beşê diduyan de ji gotinaÊzdîtiyê, Firîşteyekî xêrxwaz e, ji Xwedêyê xwe re guhdar e, ûdilsoz dimîne û ticarî xinaniyê jî nake.Bi tevahî mera kane van xalan li ser vê pirsê bêje:1- Melekê Tawis ê Êzdî û “Frîşteyê Xinaniyê-Iblîs” ne yekin. Û digel ku ew di beşê yekê de ji çêroka olî, di her du olênÊzdî û Îslamî de, mîna hev in, lê ew di beşê diduyan de cida ne.Di wê beşê de, Melekê Tawisê Êzdî ji sîstema Xwedêyî netêavêtin, û wek Firîşteyekî dilsoz bi Xwedêyê xwe re dimîne û bikardayînên qenc ku pê hatine hildipesartin jî radibe.2- Teşeyekî giyanî li mûdêla teşeyên şerxwazane û ji Xwedêre ne agahdar wek Engra Mayno yê Zeredeştî, û FirîşteyêXinaniyê ku di olên ezmanî yên din de hene, di sîstemaXwedêyî ya ola Êzdî de netê dîtin. Ramana Êzdîtyê li ser vê26PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

mijarê dibêje: Her karek di gerdûnê de, çi çê û çi neçê, jiXwedê tê, tikes ji bilî wî nikane pê rabe û ne gengaz e jî kukanibe bike.Qewl dibêje:Amîn Amîn AmînTebarek Ellahû idînEllahû eĥsenûl xaliqînXêra bide şera wergerînYanê çêxwazî û şerxwazî yekser bi vîna Xwedê dibe,Xwedêtiyeke cêwî (xêr û şer) di ola Êzdî de xuya nabe. Angodi Êzdîtiyê de, pêdvî bi hebûna teşeyekî ezmanî ku şerxwaziyêû çepeliyê di afrandeyên Xwedê de biçîne û eşkere dijberiyavîna wî bike û ta roja qiyametê jî bimîne, netê dîtin.Em bawer dikin, ku ev tiştên me li jor gotine, ne tenê gotinadibêje ku “Êzdî perestevaniya Firîşteyê Xinaniyê” dikin, lawazdike, lê ew wê bicarekê ji holê radike jî.Di navbera Êzdî û Zeredeştiyê de:Carina bawermendên ola Êzdî bi “Zeredeştiyê” tênbinavkirin. Hin jî dibêjin, Zerdeştî pêşketinek bawerane ye jiola Ezdahiyê, û Êzdîtî jî şêweya pêşdeçûna Zeredeştiyê ye liherêmên rojava ji welatê Mediya.Gelo! Ma ra kîjan radeyê em kanin Êzdîtiyê bi Zeredeştiyêbi nav bikin, û çi pêwendî di navbera wan her du olan dehene?.Emê li vir nekevin nav hûrmûrên her du olan, ji ber kulêkolînên fereh û kûr pê gerek in, em jî ji wî karî re ne amadene û ne jî mijara lêkolîna me ye. Lewre me dît, tenê hin tiştênku di navbera wan her du oln de hevbeş in li ber çavan raxin.27PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Li gor zanînên ku me li ser koka her du olan Zeredeştî ûÊzdîtî nas kirine, ew her du ol di hin warên bingehîn de digihênhev, hin rêwresmên Zeredeştiyê ji hêla Êzdiyan ve tên li darxistin. Lê belê ew her du ol di gelek tiştên bingehîn de jî ji hevdûr in.Li gor zanîna xwe, me kanî ev tiştên hevbeş, di navberawan her du olan de ferq bikirana:1. Li derbarî demên destpêka gerdûnê û afrandina wê: Her duol dibêjin, ku Xwedê ji ber xwe de hebû û bitenê bû. Piştre, wî gerdûn ji Durreke pîroz afirand. Paşê jî stêr, zemîn,av, geye, sewal, mirov û hemî tiştên gerdûnê di çend rojande afirandin.2. Hemî Firîşte û teşeyên giyanî ku ji afrandeyên Xwedê ne,bi fermana wî dilivin û dixebitin û rola bingehîn dikarûbarên gerdûn û afrandeyan de di destê wan de ye.3. Sê bingehên Êzdîtiyê yên flesefî yên sereke hene:- Rastî: Gotina rastiyê, kirina rastiyê û karê qenc.- Nasîn: Nasîna Xwedê, mirov û pesendkirina zanînê, ûdi wan hemiyan de jî nêta pak.- Fedîkirin: Fedîkirin ji Xwedê, mirov û ji karên çepel.Ev hersê tiştên bingehîn, ta radeke bilind digihên her sêbingehên felsefî yên ola Zeredeşt, yanê: Ramana çêxwaz,gotina çêxwaz û karê çêxwaz.4. Ronahî/agir di her du olan de pîroz e. Ew jî şana pakî ûzelaliya roniya Xwedê ye.5. Avdaz, pênc çax nimêj û guhdana pakbûna giştî, di her duolan de ferz in. Hin liv û rêwresmên wek hev jî di nimêjaher du olan de hene, jê: Li dawiya nimêjê, mirovêbawervan pişta nava xwe vedike, paşê jî sê caran li navaxwe dalîn û li pêş û li paş girêdide, ev yek jî pêwîstiya28PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

pêgirtina bawermendên her du olan bi hersê bingehênfelesfî yên olî bi bîr tîne û pêbendiyê xort dike.6. Êzdî dibêjin, li dawiya her hezar salî, Xwedê Pêxemberekîji ola Êzdî re dişîne û wî ji windabûnê xelas dike. Ev yek jîmîna baweriya Zeredeştiyê bi hatina “Rizgarkerê Çavlirê -Sawşînat” e, ewê ku dê li dawiya demê were cihanê ûmirovatiyê ji çepeliyên Ehrîman rizgar bike. Baweriyahatina Pêxemberan jî stûneke bingehîn di her du olan de.7. Cilên rêberên ola Zerdeştî û xerqeyên “Techile” li babawervanên her du olan şana pîroziyê ne.8. Êzdî zanînên ola xwe nanivîsin, Zerdeştiyên pêşîn jîzanînên ola xwe nedinivîsandin, wan jî bawer dikir, kunivîsandin wateya şoran wêran dike.9. Her du astên olî Pîr û Mirûd di Zerdeştiyê û Êzdiyê de jîhene.Ji bilî wan, em kanin kirdene din jî li derbarînêzîkhevbûna wan her du olan bêjin, wek ew her du ol li welatû warên Kurdan derhatine.Lê belê digel wan hemî tiştan, mera nikane bi hêsanî û bizelalî bêje, ku Êzdîtî bi şêweyekî yekser û sergihayî jiZerdeştiyê kişiye, yan jî Zedeştî ji Êzdahiyê yan ji Êzdîtiyêhatiye. [kurteşirovek li ser Zerdeştiyê di biservehî -2- de li dawiyapirtûkê heye].29PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

30PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Lêkolîna DiduyanBawerî û Perestvanî di ola Êzdî deÊzîd bawer dikin, ku Xwedê yek e , ji berê de heye, hertişt afrandiye, gerdûn di destê wî de ye, hemî afrande di binşora wî de ne, Firîşte jî bi vîna wî dilivin û fermandar in.Qewl dibêje:Xwedê yek e yî bê hevpar û bê heval eHer ew e, her ew e, ne xwarin e ne xew eŞehda dînê min bi navê Xudê û Melekî Taws didêt rew eJi nav Firîşteyên Xwedê heft ên mezin in, ew xizmetkarênserekene di paytexta wî de. Her yek ji wan li ser zemînê biŞêxekî tê nimûnandin, Dirdayîl bi Şêxesen, Israfîl bi Fexridin ûhwd. Firîşte Ezazîlê jî, ku bi (TêrTawis tê nimûnandin), serokêFrîşteyan e û karûbarên cîhanê û mirovan pê hatiyehilpesartin (1) .Êzdî baweriyê bi hebûna jiyanê û axretê, ĥeşr û ĥesêb, ecirû sewab, buhuşt û dojeh û gelek tiştên ku di olên ezmanî yêndin de hene, dikin. Wekî me berê jî got, sê bingehên felsefî diola Êzdî de hene:- Rastî: Gotin û kirina karên rast û qenc.1 - TêrTawis şana serbilindiyê û qiyametê ye… û nîşaneke herdemiyêye di warê olbaweriyên Pûtperestî de. /Fîlîp Sîrîng: Nîşandek di huner,ol û jiyanê de, rûp 194-195/.31PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

- Nasîn: Nasîna Xwedê, mirov, zanist, û hezkirina wan bidilekî pak.- Fedîkirin: Fedîkirin ji Xwedê, mirov û ji kirina karên nebaş.Perestvanî û Laveyên serekedi ola Êzdî deEmê, lavij, berger, rêwresm û karûbarên olî yên sereke diola Êzdî de hewaldin.1. Pênc tiştên olî yên sereke hene, gereke her Êzdiyek wan zanibe:- Şêx.- Pîr: Hejmara Pîran çel e.- Hoste: Ew zanayê olî ye, ji asta Şêxan yan ji Pîran e.- Mirebî: Ew ji Şêxên Şêxûbekrî ne.- Birayê Axretê: Ew ji Şêxan yan ji Pîran e. Ji herÊzdiyekî ku gihşît temenê 35 saliyê tê xwastin, ku BirayekîAxretê ji xwe re bigre. Qwel li vê derbarê dibêje:Şêx ferz e û Pîr nîşan eHoste û Merebî suĥbeta wan eFerza Birê Axretê ferzek giran e2. Berger (Nimêj):Pênc çaxên pêkanna wan hene: Berbang, rojhilat, nîvro,rojava û hêvarê/şîva.Êzdî cihê rojê ji nimêja xwe re dikin qublet. Li ser wê yekêQewl wiha dibêje:32PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Qublet elbdûr (roj) qubleta me yeZimzim heca me yeKaniya Sipî mora me yeŞêşems meferê me yeÊzdî berî her bergerekê dest û rûyê xwe dişo, li çaxênberbangê û rojhilat, berê xwe dide rojhilat, li nîvro berê xwedide başûr û li rojava jî berê xwe dide rojava, bergera hêvarê jîli dema xewê di nav nîvînan de tê kirin û bi “Bergera Xwedê”bi nav dibe.Bawermend pişta xwe li nava xwe girêdide, xwe pêxasîdike, destên xwe vekirî datîne ser sîngê xwe, bi rêzdarîdisekine û lava xwe dibêje.Her çaxeke nimêjê laveke xwe heye pê tê binavkirin. Û jiber ku di Êzdîtiyê de kar jî perestvaniye ye, bawermend kanelave û bergera xwe bêje û karê xwe jî berdewam bike.Emê niha lave û bergerên her demnimêjekê hewaldin:Lava Şifaqê ((Beyta Cindî))((Bi giştî, Şêx, Pîr û oldar vê nimêjê dikin))Cindiyo rabe roj eBes vê xewê hindojeXewa berê sibê zor 'ezab û dojeCindiyo rabe rabeBes vê xewê tu şab eXewa berê sibê zor 'ezab eRabe ji xewên şêrîn eBes gorê teng bibîneFeqîr bê kerbe bê kîn eRabe ji xewên tarî yeXew heram dibû li cindî ye33PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Wê li xudanên maşan û cenbeqî yeRabe ji xewê sibê yeXew heram dibû li medeh eWê li xudanên xerqeh eRabe ji xewên hingoraXew heram dibû li mêrdaraWê li xudanên kewnan û karaRabe ji xewên merxûnaXew heram dibû li zirergûnaWê li xudanên danan û stûnaMalo nîveka şevê yeDengekî bilind wî tê yeHere te debore ji pê yeMaşa te maşeka çê yeWê li ber xilmeta mewlê yeMalo dîkil wê dixûninVan şevan xew lê nîninCindî holê distîninCindî nakin nû xewêDê bi serê xwe çine gewêDigel mîrê xwe nakin derewêDîkilê perê wî sipî yeWê dixûnê li 'erşê 'êlî yeWê li ber melkê bêrî yeBang û hawarên me ji dîwana Şêxadî yeDîkilê perê wî sor eWê dixwîne li 'erşê jor eWê li ber melekê bi mor eBan û hawarên me ji dîwana qublet bidor e34PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Dîkilê perê wî zer eWê dixwîne li 'erşê ser eWê li ber melekê ekber eBang û hawarên me ji Şêşemsê teter eDîkilê perê wî kesk eTû vê xewê bes keRabe ji Şêxadî bixwaze maş û berat û rizq eDîkilê 'erşa bang daYê erda cewab daŞêxadî wê di hekar daPadşê min wê di dilê bi reĥm daDîkilê koke kok eWê dixwîne li me'şûqeWê li ber melekê foq eEle biramo li dîwana Şêxadî kiribû şewq eDîkilê perê wî bi reng eJi 'erşa tên deng eHaway şara tên ceng eMalo feqîr dizergûninMîrê xwe bi çava nabîninMaşê xwe ji mîrê mezin distîninCindiyo rabe roj eFeqîr çûne ber roj eXunav ketî peykan û bişkojan û xerqeh eRabe ji xewê sibeh eFeqîr çûne ber dergeh eXunav ketî peykan û bişkojan û xerqeh eRabe ji tarî bav eQesd bike merzên av eCiwan bike destan û çav e35PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Eva bû edetê me zirbav eCindiyo tuyî nivistîLi xulmetê yî sistîLew mîrê mezin tu ji maş êxistîNe xwastim lew nivistimHeke bixwastama nedivistimLew mîrê mezin ez ji maş êxistimCindiyo mexe rojêÛ menive bi şevêHer roj ku roj hiltêTe maşê xwe ji mîrê mezin divêCindiyo mexe rojanÛ menive bi şevêSerî hilîne bibîne milkan û baxanBehişta baqî milkê siltan Êzî 'eleyhîsslamCindiyo tuyî rênasMe şerab divê ji kasên xasLi wê hewdê yele biramo milkê XidruliyasCindiyo tuyî nûrînMe şerab divêt ji kasên zirgûnLi wê hewdê yele biramo milkê Şemsedîn û FexredînDilê min î bi kovan ePîrê bi navê Libnan ePîrê Libnano gyanoZeynet bi navê Şêx Mendê Fexranokofê te yî qewî yelê cema dibûn welî yepîrê Libnano gyanozeynet bi surra şêxê Adiyakofê te yî bi cî de36PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

lê cema dibûn mirîd epîrê Libnano gyanozeynet bi sura Siltan Êzîd ekofê te yî mezin elê cema dibûn momin epîrê Libnano gyanozeynet bi sura şêx Sin ekofê te yî bi cî delê dine bûye dihikirpîrê Libnano gyanozeynet bi sura Şêxubekirkofê te yî nûrîn elê cema dibûn zergûn epîrê Libnano gyanozeynet bi sura Şemsedîn û Fexredîn ekofê te yî bi tertîf emêra jê dibir nesîb epîrê LibnanoXidr-lyas bi xwe neqîb ekofê te yî giran efirî çûbû ezman eli erşan dewran danemîrê sicayê sican enasirdînê Baban eşêr Mehmed Reşan epîrê Terciman edawûdê bi Derman erastî sipartî gyan emîrê Heselmeman eserwerê me her çelan e37PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

pîrê Libnano gyan ezeynet bi sura şêx Mendê Fexran eçûme diyarê wê nûrêkela te wê dixurepîrê Libnano gyanoli wê hewşê li şûrêçûme diyarê behiştêew dîndara min xweş têcindî mîr bû, libsê reş lêçûma banê kafêyome merzên behrêyopîrê Libnano gyanokesê wa li ber gezrêyoçûme silavgehêferecê me li qubehêpîrê Libnano gyano**********Lava sibêa. Beşa yekêAmîn Amîn AmînTebarek Ellahû eddînEllahû eĥsenûl xaliqînBi himeta ŞemsedînFexredîn, Nasirdîn, Sicadîn, BabadînŞêşems qiweta dînSiltan Şêxadî tacjil ewellîn ĥeta axirînHeq el ĥemdilla rebill alemînXêra bide şera wergerînMehderekê dixwazinBi rehma Şêxadî rezay melek (Şêxesen) kerema Şêşems38PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

. Beşa diduyanNûr ji nûrê şefiqîSibĥan ji te xaliqîMelek li ber tifiqîJi malê heta malêŞêşems xudanê sîqalêEm ji Şêşems nabrin xeyalêDerecê heta derecêŞêşems xudanê ferecêEm dê dest û damanên Şêşems kinŞûna Ke'bitillah û HecêJi stûnê heta stûnêŞêşemsxudanê me'rîfet, erkan û nasînêJi çavî heta devîMora Şêşems lê dikevîMydana germa nahêlin binivîSerî heta piyaYa Şêşems danîne serên rêyaEm ji Şêşems nabirin hêviyaYa Şêşemstu li me veke dergeha reĥmetêTe em anîbûn ser vê xulmetêSunî ku disunîneZebûnin dimandîneEm bi Şêşems bihêvî neSunnet ku Sunnet eZebûne kêmtaqet eMe bi Şêşems eyanet eÇi du'aya extiyarê mergehê kirî39PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Cêşê melek Fexredîn qewalê ŞêxadîDu'a qebûl pîrê libinaWan çi du'a kirîMe ew du'a kirî.((Temam Xwedê û Siltan Şêxadî, baqî Ella)).*****************Lava nîvroYa Xwedê.Tu bidî xatirê Ĥesen zerbaba (keramet)Def û şibabaÊzdîn e mîr bavê bavaMezinê çendî siĥaba.Ya Xwedê...Tu bidî xatirê durra sipî ye,Padşe û bêrî yeNefesa ĥeq sira Siltan Êzdî yeMelek Şerfedîn, xêr û sebîl, şerbik û çira ye.Ya Xwedê...Perî qendîl dergehê dîwan siltan Şêxadî kîTu bidî xatirê Ixtiyarê MixfîSira li pê pira sîratê.Ya Xwedê...Tu bidî xatirê mezin meydana melekaSer holê sekiniye dewrêşê QatanîSerdarê heştê hezar siwarên mala AdiyaPîrê Libna, pîra Fat, Sitiya Ês, Maka Şêxadî, Xatûna Fexra,Şêxfexrê Adiya, Şêx Mend, Nasirdîn, Sicadîn, Kafê ûZemzemê, qublitil bidûr, Êzdînemir kî.Ya Xwedê...Tu bidî xatirê Kaniya sipî40PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Pîr Bab, Pîr Mendê Gorî, sira Tawisî Melek, her heft kurênPîrê, sûka me'rîfetê, pênc ferzên ĥeqîqetê, dîwana aĝêQelendera, dergeha Mîr li Mîr Amadîn kî.Ya Xwedê...Tu bidî xatirê Idrîsî Xeyat, banî 'erş e,Melek Zîn, Melek Fexredîn, Çel Mîrî li ber secadê kî.Ya Xwedê...Em mirazê xwe ji te dixwazinDîn û îman û kemal e.(( Temam Xwedê û siltan Şêxwadî))*****************Lava rojavaYa siwarê rojhilatê û rojavayê...Win bidine xatirê Dotê(roj) û Dayê(hêv)Win me xelas kin ji qedayê ji belayêWin bidine xatirê kaniya sipiyêYa Şêşems…Tu li halê mala xwe bipirsî û me jî vê carêWin bidine xatira erş û kursîGa û masîHeyat li kursîYa Şêşems...Tu li halê xwe û mala me bipirsîWin bidine xatirê lûĥ û qelemaHewa û Adem eÎsa bin meryem eYa Şêşems...Tu li halê xwe û me jî bipirsî li hemo dem eWin bidine xatira çerxan û felekaHoriyan û melekaSurra Tawsî melek û çarde tebeqa41PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ya Şêşems...Tu pirsyareke xêrê li mala xwe û me jî bikeWin bidine xatira behiştê û darêKafê û mixarêSura Êzî û bêtilfarêYa Şêşems...Tu pirsyareke xêrê li mala xwe û me jî bikî vê carêWin bixatira darê kinKasê kinExtiyarê mixfî pê pira selatê kinYa Şêşems...Win pirseke mala xwe û me jî bikinWin bidine xatira durra sipî yeMelekê bêrî yeSurra Êzî yeYa Şêşems...Li dîwana sultan ŞêxadîTu bo mala xwe û me jî bike hêvî yeWin bidine xatira durra sor eÊzdîn mîr eQubletli bidûr eYa Şêşems...Bang û hawarên me bêt Melekê jor eWin bidine xatira durra zer eAx û av û agir eErd û ezman û ber eÊzdîn mîr û her çar surr eYa Şêşems...Tu li banga mala xwe û me jî wereWin bidine xatira sûka me'rîfetêMêrê li ber bedlê dike xilmetêDerwêş şev û roj dike 'îbadetêHer pênc ferzên heqîqetêŞêx û Pîr, Hoste û Merebî, yar Birayên Axretê42PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ya Şêşems...Tu li mala xwe û me jî bikî sexbêranWin bidine xatira kursiya rehmanaMelekê canaBehra qudsê canaYa Şêşems...Me ji te divêt dîn û îmanaWin bidin xatira Izrayîl, Cibrayîl, MîkayîlŞifqayîl, Dirdayîl, Ezafîl, EzazîlHer heft melekên kibîr di dest de mifte û kilîlEw jî li ber hezreta Melekê Celîl((Temam Xwedê û siltan Şêxadî))****************Lava Hêvarê/ Bergera Xwedê((Bi tevahî, ji hêla Şêx, Pîr û oldaran ve tê kirin))Her ew e, her ew e, ne xwarin e ne xew eŞeha dînê min bi navê Tawisî Melek dibe rewaŞehda dînê min yek EllaMeqlûb û mergeh selaSilavên mêra li Lalişê, meqlûbîBerî mehê, cotên quba li wî erdîErdê Êzîdxan e, ser dikşîne ber Şêxadî'Ibadetê sucudehêSiltan Şêxadî padşê min eŞêxubekir mewlayê min eSiltan Êzî padşê min eHesen Meman Pîrê min eŞêx Mend Şêxê min eŞêxubekir mirebiyê min eTawsî Melek tehde û îmanê min e43PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Kaniya Sipî mora min eKaf, mixar û zimzim ĥeca min eQubetilbidûr qublete min ePîrê cerwa xudanê min eŞêşems mesebê min eBînaya çavên min eEl hemdilla ji AdiyaVavartin ji kafira rafidiyaEm avêtine ser pişka sunniyaMinet kirin ji mîraVavartin ji gawira ji xenzîraEm avêtin ser pişka Şêxan û PîraMinet kirin ji minetêVavartin ji gawira ji şiretêAvêtin ser pişka Şêxê sunntêHeke xudê kir Êzdî neSer navê Sltan Êzdî neEl hemdilla em bi ol û terîqeta xwe razî ne.((Piştî bidawîkirina vê bergerê, gerek e bawermend navê Şêx,Pîr û Mirebiyê xwe bibîr wîne)).3. Rojî:Rojîgir ji si'ûra de ra fitara xwarin û vexwarinê dibirin.Rojiyên ola Êzdî de di van çaxan de ne û wiha tênbinavankirin:a. Rojiya Êzîd (rojiya ferzan): Sê roj in. Li roja Sêşemaserê meha Kanûna Yekê ya Rojhilatî dest pê dibe û li fitara rojapêncşemê kuta dibe. Bawermend li dema Si'ûra vê laveyêdibêjin:44PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

((Eyneta dînê Êzdî te li me kiriye ferz, ku em sê roj rojî li bo tebigirin)).Berî fitarê jî wiha dibêje:((Ya Xwedê westana me li boşê nedî, xilmeta me qebûl bikî)).Li roja rojiyê ya sisiyan li ser fitara, Qurbanek/xwînek têrijandin û cîran û dost tên vexwandin. Li wê şevê û li siba înêjî, cejina “Cejina Êzîd” tê pîrozkirin.b. Rojiya Xudana: Bawermendên Êzdî li hefteya berîrojiya Êzîd, sê rojan rojiyê digrin. Xêra wê rojiyê jî wiha belavdibe: Roja yekê ya Şêşems e, ya diduyan a Fexredîn e, yasisiyan jî a xudanê rojiyê û bav û bapîrên wî ye (1) .c. Rojiya Çele/ rojiya Xêrê: Ew çel roj rojî ye, û li duçaxan tê girtin:1. Çelê Zivistanê: Li roja 21 meha Kanûna Yekê, yanê lidestpêka werzê Zivistanê dest pê dibe.2. Çelê havînê: Li destpêka werzê Havînê, ji 21 mehaHezêranê de dest pê dibe.Lê belê, li roja bîstan ji rojîgirtin, Birayê Axretê kanerojîgir û şêxan vexwîne ba xwe, bi hev re fitarê vekin, û bêyîku çel roj rojî sergihayî bibe, Çele tê pejrandin. Lê eger rojîgirbixwaze, kane çelê xwe bidawî bike.Piştî ku çel roj rojî temam dibe, li roja dawîn, rojîgirqurbanekê dike, Şêxê xwe, merov û cîranên xwe vedixwîne baxwe . Ew roj bi “Cejna Çelê Rojiyê” tê binavkirin.4. Ĥec:Ĥeca Êzdiyan Lalişê li Kurdistana Êraqê ye, ew li berwargeh û mêrava Şêxadî tê kirin. Çaxa Ĥecê li 23 meha Êlûna1 - Şêşems, Xwedêyê rojê ye li ba gelê Xaltî, /Dr.Xelîl Cindî, rûpel 18/.Xaltî ji gelên Çiyayî ye û ji bapîrên Kurda ye.45PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

ojhilatî ye. Rêwresmên Ĥecê heft rojan dirêj dikin.Bawermendê Êzdî kane bêtirî carekê here hecê.5. Zekat: Tibaba zekatê bê sînor e. Mirovê Êzdî zekata xwedide Şêx, Pîr û kesên xizan jî.Cejn û rojên pîroz di Êzdîtiyê deGelek cejin û rojên pîroz li ba Êzdiyan hene, hejmara wanyazdehan derbas dike (1) . Jê: Sersal, cejina Êzîd, Çelên Havînê ûZivistanê, Simata Çelmîrê, Bilinde, Xidir Ilyas, Qapaĝ,Cumayê… û hd.Emê cejin û boneyên ku Êzdiyên Na.Efrînê pîroz dikin ûrêwresmên ku li dar dixin, hewaldin:1. Cejina Sersalê:Ev cejin li roja Çarşema yekê ji meha Nîsanê bi demjimêrarojhilatî ye, ew bi Çarşema Sor jî binav dibe (2) . Wateyeke vêcejinê ye mezin di ola Êzdî de heye. Ew cejina vejîna ûdahatina Tawis Melek e û rojek pir giring ji bo bergera Xwedê.Gotina olî li derbarî vê boneyê dibêje, ku ew rojajidayîkbûna Şît kurê Adem kalikê Êzdiyan e, û roja jidayîkbûnahemî afrandeyan e. Di vê mehê de sirûşt nû dibe û hêk/hêlînvedibin, loma jî hêk şanek giring e li vê cejinê, ew bi rengênkesk, zer, sor ligel rengê sipî tê fodilkirin. Bawerî heye, ku evcejin ji dîrokek pir kevin de maye.Li roja çarşema sor, Êzdî seredana Şêxên xwe dikin,derdikevin nava sirûştê û ahengan li dar dixin.1 - Ji bo vê mijarê li vê pirtûkê veger:/ Ebdirezaq Elhuseynî: Êzdî liniha û pêşeroja wan, çapa heftan 1980/.2 - Rojnama zayînî ya rojhilatî sêzde rojan li şûn ya rojavayî ye.46PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ev cejin, ta berî bîst salan, li meha Nîsanê bi şêweyê gelêrî ûkilaskî dihat kirin. Xelk diçû ber pîrozgehan, qurban dikirin,xwarin belav dikirin û şahiyên cejinê li ber def û zurnê li dardixistin (1) . Li roja me, şahiyên mezin li ber pîrozgehên ŞêxBerkêt, Parse Xatûnê û Çêlxanê tên lidarxistin.2. Gerandina Senceqê:Êzdî bawer dikin, ku Senceq nîşaneke Xwedêyî û pîroz e.Senceq bi xwe pûtekî Têrtawûs e, ji me'denê Bironz hatiyeçêkirin.Heft senceqên Êzdiyan hene. Mîrê Êzdiyan wan wiha lideverên Êzdiyan belav dike:1. Tawisê Enzelî li Welat Şêx.2. Tawisê Şengalê.3. Tawisê Helebê.4. Tawisê Na.Xalta.5. Tawisê Çiyan (Hekarî).6. Tawisê Rûsya ji bo Kurdên Ermenistanê.7. Tawisê Tebrîzê.Li sala 1881ê destlata Osmanî destê xwe danî ser hinsenceqan û ew winda kirin.Li werzên Biharê û Payîzê Qewal senceqan li ser Êzdiyandigerînin û rêwresimên wê li dar dixin. Ew senceqê datîninnava oda rûniştinê, li dorê rûdinin û srûdên olî yên bitaybetî wêboneyê dibêjin, bawervanên Êzdî jî tên wê Senceqê pîroz dikin.1 - Giringiyeke taybet ya vê alava saz ya pufkirinê di ola Êzdî deheye. Dibêjin, piştî ku qalibê Adem hat afrandin, giyan bi riya Zurnêdi guhê wî re hat berdan.47PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Li boneya gerandina senceqê, li cejnan û li ber dergehênpîroz û bi hilatina rojê re, strûda olî “Beyta Sibê”, li ber dengêdefikê û pîkê, ji hêla bawervanan ve tê gotin:Hê hê ji wê hiltên roj eŞêxê Nûrê bişkoj eDestê Şêşems selat û doj eJi wê ku roj hilateJi berî mang derhateŞêşems zeynan dibû welat eJi wê hiltên tav eŞêxê Nûrê zerbav eSûnnet kiribû tebab eJi wê tê qemer eŞêşems ser kursiya zer eSûnnet kiribû dehir eBeyta SibêJi wê hiltên tî yeJê diçe manga sipî yeŞêşems û Şêxadî sunnet kiribû qewî yeJi wê hiltên şems eMe nedît li nav ti kes eWekî bab û pisê, pê ava kiribûn meclîs eBerî aşiqên momin eŞêşems bînaya çavên min eBan û nedrên Şêşems ji ber diçineRoj hate taştan eŞêşems bestî dîwan eMaşa wê dide mêran eRoj hate taşta mîr e48PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Şêşemsî wezîr eMang û nedrên Şêşems da cels û ruhaqên mîr eRoj hate nîvro yeManga sipî jê diçêyeŞêşems î bi misk û mo yeNîvro dageriyaManga sipî jê diçêyeŞêşems î bi misk û mo yeNîvro dageriyaJê diçe manga sipî ye, Şêşems û Şêxadî yeSunnet kiribûn qewî yeRoj hate 'erşê jor eŞêxadî yî xefûr eMang û nedrên Şêşems da behrên kûr eRoj hate, 'erşê semedaAşiqa we jê xeber daMang û nedretê Şêşems ji ezman heta bi erdaRoj hate 'erşên 'êlî yeŞêşems we dibêjiyeDa biçine silava Kaniya Sipî yeŞêşems dibêje mêran eDa biçin silava Dawidê bin Derman eDawid we dibêjeHey Şêşemsoyê ewlî yeDa biçin silava Şêxadî yeRoj hate û ava bûŞêşems li 'erş rawesta bûAşiqa silawat lê veda bûŞemis û Fexir diçine49PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Li dergehê siltên inEw maşa didin û distîninŞemis û Fexir biran eLi dergehê rawestan eLê maşa didine biran eŞêşemso navê te mîr eHey babikmo yî feqîr eBi şevê û rojê wê li nêçîr e, nêçîra dîndara mîr eEw babê şêx HevindîWê li dereca bilindîŞêxadî tu wê xûndîEw babê şêx Hesin îWê li dereca mezin îSunnet bi Şêşems sekinî, bînaya çavên min îEw babê Şêx Avdel îWeliyo surre li bal îWê li hizreta Melkê Celal îEw babê Alî Reş eHey Şêro ji Laliş eDîwana Şêxadî bi te xweş eEw babê Şêx Babik îWeliyo surre li nik îWê li hizreta xaliq îEw babê Amadîn eWeliyo borî bi zîn eWê li hizreta siltîn eEw babê Babad îTu dermanê fuad îŞêxê min e Şêxadî, sed xweziya wê ruhê jê dibe razî50PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ew babê Şêx Xidirê yeWeliyek jê diçê yeŞêxadî hinare pê ye, kire qasidê mewlê yeEw babê Şêx Tokil îEw e surra ji ewil îWê ji berî qal û ber îWê berî, berî qalaMe sûk dît bazaraQumaşê beha dikin hezar e, me rasmal nema bû dêndar eTirbetiyên me de çê neBi digrin bi mênên eQumaşî beha dikin, rasmal ji me divêneEwan surra mîr beyinandHinciyê li rêya heqîyê xilitandJi bê nasînî îmana xwe şehitandWin îmanê bernadinCewhera dernadinDa we li dîwanên xasa li ser nedinÎman ew e ya we birîÇav nedine xelkê mişemrîDa li taliya we nebe kifrî'Etar hatin kitirînXiwace dê difeşirînRêya heqîyê maye mişerîŞêxadî û Şêx Hesin eBeĥra wan ya mezin eMerkeb lê diçineDil bi wan emîn eŞe bi wan sêkineLeşkerên giran li ber nefsên wan diçine51PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Şêxadî û Şêx BerekatBi wê nûrê dikir xelatEw zû li bangiyê dihatŞêxadî ji Şamê dihateLi şerqiyê dikir xebat eMehmed Reşan dikir xelat eXelat kir Mehmed ReşaDabûyê maşê şeşaJi hew paş kir serwerê mêraEw Babê Sitiya BilxanêRûniştî bû li dîwanêSunnet mabû li covanêEw babê Sitiya ÊsiyêRûniştî li ser kursiyêSunnet mabû li hêviyêEw babê Sitiya nisretêRûniştî bû li hizretêSunnet mabû li xilmetêJi wan re dibêjin qisetêHey şêro ji heqîqetêNav û karên Şêşems ji me'rîfetê((Oxleman, oxleman, dikrê te digere ji şerqê heta bi Şam.Oxledin Şêxadî û melek Şêxsin, Şemsê Êzdîya, xudanêkerametê, cêşên geliyê Lalişê, meded halê me û sunnetê.Em kêm in Xudê temam.)).52PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

- Cejna Xidir Ilyas:Ev cejin dikeve şeva roja Înê ya yekê ji meha ŞubataRojhilatî. Rojek yan sê roj rojî tê girtin. Li hêvara Înê jî, keç ûxort Pêxûnê dixwin, bawerî heye, ku xewnên wê şevê bicihtên, nemaze di warê zewaciyê de, belkî ji ber wê jî ew carina bi“Cejina Miraza” jî tê binavkirin (1) .- Cijna Rojiyê / Cejna Êzîd: Em berê çêrê bûne.- Cejna Biçûk:Dikeve roja Weqfa cejna Rojiyê li ba Mislimanan. Wek têgotin, li demeke berê, kelak bi navê “Kela Rojê” di navberabajarên Hemê û Selemiyê de hebû, xudanê wê mîrekî Êzdî binavê “Sîfala Şems” bû. Ew carekê dîl hat girtin û li roja Weqfêhat serbestkirin, loma jî Êzdî wê rojê pîroz dikin.- Cejna Çelê Rojiyê: Hat çêrêkirin.- Cejna Qurbanê:Ev cejn dikeve roja yekê ji cijna Qurbanê li BaMislimanan. Li vê cejnê “Tac Ĥile” tên vekirin. Vekirina “TacHilê” ji rêwresm û olbaweriyên kevin û giring in li ba Êzdiyan.Tac Ĥile, heft perçe cilên pîroz in, ji deziyên rîsî hatineristin û çêkirin û bi rengê mor hatine cîlawkirin.Li siba roja cejna Qurbanê, xudanê Tac Ĥilê qurbanekêdike û xwe amade dike, û ji sibê de pêşwaziya Şêx ûbawermendên Êzdî dike, û pişt re Tac Ĥila tên vekirin1- “Pêxwûn”, ji heft cure tene ligel xoyê tên qewrandin û hêrandin û liwê hêvarê tê xwarin. Navê wê bûye Pêxûn jî, ji ber ku ew ji tiştên “bêxwîn” tê çêkirin. Guman heye, ku têkliya vê cejinê bi “cejna Evînê-Velentayn” re hebe, cejna Velentayn dikeve 14 Şûbatê. RahibêRomanî Velentayn ku li navîna sesdsala sisiyan berî zayînê li bajarêRomayê jiyaye.53PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Xudanê Tac Ĥilê perçeyên wê datîne ser Stêr (1) , pişt reÊzdî diber re derbas dibin, perçê wê yê bi navê Xerqe meçdikin û destê Şêx jî maç dikin. Pişt re, jin û zarok diçin û mêr limêvaxanê dimînin.Pişt re xwarin tê danîn, Şêx Qewlên bi taybetî wê minasebîdibêje, hin zanînên olî şirove dike, şîretan li bawermendan dikeû li ser rewşên dîn û dinyayê jî daxive. Li taliyê, kesên kuamade bûne, dest, serî yan cilên Şêx radmûsin û minasebe biwê yekê bidawî dibe.Li derbarî koka kevin a Tac Ĥile, gotina Êzdîtiyê dibêje:Piştî ku beran ji Ibrahîm Xelîl re ji ezmên de dahat û ew şerjêkir, hiriya wî jî rist û kire cil û li xwe kir û ew “Tac Ĥileya”yekê bû. Ji ber wê jî, Tac Ĥile wek “Cilên Nûranî/XerqeyaNûranî” tê pîrozkirin, û ew destnîşana cilên Firîşteyan jî dike.Mîrê Êzdiyan Tac Ĥileyan dide hin Êzdiyên ku ji ola xwere dilsoz in, û pêwîst e ew ji pileya Şêxan bin.Perçeyên Tacĥilê ev in:1. Tac: Ji bo dana serî ye.2. Kulik: Kumekî biçûk e, di bin Tacê de tê danîn. Gerek eher Êzdiyekî oldar kumikekî di bin desmalê de bidê.3. Kemberbest: Kembereke rîsî ye.4. Mêzer: Êzdiyên oldar li Şengalê û li Welat Şêx wê didinserê xwe. Berê, Êzdiyên Na.Efrînê jî ew didanê, lê nihatenê Êzdiyên navsal û Şêx Husên Şêxê Êzdiyên Efrînê wêdide serê xwe (2) . Mêzer carna bi “Şe'r yan 'Igal” jî bi navdibe.1 - Stêr, cihê ku nivîn li ser tên danîn. Kurd bi tevahî û Êzdî bi taybetîjê re dibêjin “Ûcaq”, û wî cihî wek cihekî pîroz dibînin û li pakbûnawî pir miqate dibin.2 - Zanyar Mortkart di pirtûka [Dîroka rojhilata nêzîk a kevin, rûpel40-41] de wiha dibêj: Ji serdema Cemde-Nesir, yanê ji beşê diduyan54PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

5. Cube: Cila govde ye, ji pêşiyê ve vekiriye, du piyên wêyên dirêj hene, bin çengê wan qulkiriye, bawerî heye, kuew mîna cilên kahinên Zerdeştî yên kevin in (1) .6. Keşkûl: Percakî rîsî ye, mîna Keşkul, Quf yanZembîleke biçûk e, lewre carna jê re Zembîl tê gotin.7. Elekanî: Piştek e, li nava mirov tê gerandin. Ew jideziyên rîsî yên lihevbadayî hatiye çê kirin, her deziyekjê re Peng tê gotin (2) , Şêx Husên dibêje, ew ji 72 penganhatiye hûnandin, ew dora 2 mitran dirêj e.Heft Tac Ĥileyên pîroz hene, ew Firîşteyên Nûranî li serzemînê dinimînin. Hejmara wan bi qaserî ya Senceqa ye. Wektê zanînîn, Senceq jî heft Frîşteyên mezin li ezmên dinimînin, liserê wan jî Melek Tawis e.Nûraniyên ku Tac Ĥileyên xwe hene, ev in:1. Şêşems. 2. Şêx Mend. 3. Şêx Nasirdîn.4. Şêxobekir. 5. Şêxesen. 6. Şêxê Fexra.7. Şêx Sicadîn.Ev Tac Ĥile li navça Efrînê hene:de ji serdema berbanga dîroka Somerî, şûnewar dertên, diyar dikin, kukoka xwe ji bêla Êranê ne (welatê gelên Arî ku Kurd jî di nav de), jiwan şûnewaran: Morên dûzik û masûrkî, por û benikên serî ('Igal), jibo ku qiral ji xizmeciyan bihata naskirin, wî 'igal dida serê xwe.1- Di goreke Medî de li nêzîk bajarê Silêmaniyê, di nav wêne û neqşênku li ser dîwarên wê, Kahinekî ola Zerdeştî li kêleka Ûcaqê êgirsekiniye, li goriya destûrê Medî, wî xeftanekî pî dirêj û ti dest tê redernehatine li xwe kiriye, [Diyegonof, rûpel 383]. Salixa wî xeftanîmîna Cube/Xerqeya Tac Ĥile ye.2 - Ew pişt, pişta Zeredeşt ya pîroz bibîr tîne û jê re “Eyvia Enghen”yan jî Geştî dihat gotin. Zeredeşt ew dida nava xwe, ew ji 72 deziyanpêk dihat û destnîşana (Elîsne) dikir. Elîsne beşên pirtûka (Evêsta)bûn, hejmara wan jî 72 beş bûn. Zeredeşt zanişwerên ola xwe di wanre diyar kirine. [Ola Zeredeştî, Nûrî Sma'îl, rûpel 14-15].55PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

- Heft Tac Ĥile li Gu.Qîbarê li ba van malan hene:Navê bapîrkXudanê Tac ĤilêŞêx MendMistoyê DewrêşNasirdînHenanê HeskêŞêşemsMenanê Ce'ferŞêşemsMehmûdê Keleş? Wehîdê Evdê HesenŞêxobekirHeyderê XelîlŞêkobekirBekirê Şêx Nasir- Du Tac Ĥile li Gu.Qestela Elî Cindo hene, yek li baĤesenî Evdokê ye, ya din jî li ba Osê Evdê Cûnê ye.Çiraliqek jî, ku ji hûrmûrên Tec Ĥile ye, li ba Os Mendêye.- Li Gu.Feqîra Tac Ĥilek li ba Se'îdê Îbê Îskanê ye, şeşperçeyên wê hene, belkî ew Tac Ĥileya herî sergihayî beli ba Êzdiyên Efrînê (1) .Wek tê gotin, berê hin Tac Ĥile li ba maline Êzdî yen din jîhebûn, lê ew niha Îslam bûne, mîna mala Ĥec 'Evdo liGu.Kefirsefrê, mala Şindî li Gu.Maratê û li ba maline jiGu.Qurtqulaqê jî. Lê ji bo ku ew bi nav destan nekevin, wanew xistin bingehên xaniyên xwe.Li derbarî pirsa: Kînga û çawa Tac Ĥile gihîştineÇi.Kurmênc? Êzdiyên ku me jê pirsîn, nikanîn bersiveke rastbidana, tenê digotin: Ew ciline pîroz in, ji bav û kalên me de jime re mane û bi destên mirovan nehatine dirûtin.1 - Ez li cejina Qurbanê ya sala 1997an li vekirina wê amade bûm.56PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Karê Nasiktiyê:Êzdî ji nasik re “Feqîr/Naskê Feqîr” dibêjin. Nasik jîmirovekî oldar e, tergedunya kiriye û bûye Sofî. Êzdiyê kudixwaze bibe Feqîr, gerek e temenê wî pêtirî sî û pênc salan be,oldar be, rih, simêl û porê xwe kur neke û birayê wî yê axretê jîhebe.Mirovê ku ji Feqîrtiyê re were pejrandin, jê re “BûkaŞêxadî” dibêjin. Wê hîngê, gerek e ew li cejna Êzîd yan aCumayê, sê rojan xwe ji ber çavan veşêre, piştî ku derket jîgerek e qurbanekê bike.Paşê, civateke ji Birayê Axretê, Şêx, Pîr, Baba Şêx, Koçek,Qewal û Mîrê Êzdiyan tê girêdan û rêwresmên Feqîrkirinê destpê dibin. Lê eger ew li welatekî dûr be, ew civat tenê ji Şêx, Pîrû Birayê Axretê pêk tê.Di wê civatê de, di ber defikê û pîkê re, sê Qewl tên gotin.Yek: Qewla Şêxesen. Didu: Qewla Şêxûbekir. Sisê: QewlaÊzîdmakê. Pişt re, Xerqeya Fêqîr li wî mirovî dikin, guçilêXerqeyê maç dikin û hemî radibin wî pîroz dikin.Ew Xerqe mîna cilên Tac Ĥilê ne û ta mirinê li govdê Feqîrdimînin, eger mir jî pê ve tê veşartin. Eger Xerqe rizî jî, wê dicihekî ku dest negihênê de vedişêrin, û wilo ew dirize û dibeax. Xerqa Fêqîr ji çend perçe kinc pêk tê:1. Kulik. 2. Berdilk. 3. Meftûl, dikeve ustu.4. Kember best, dide nava xwe. 5. Girêfana Ĥeqîqetê.Her Êzdiyek, eger pileya wî di asta olî de çi be, kaneXerqeyê li xwe ke û bibe Feqîr. Nasikê Feqîr, di nav civakaÊzdî de cihê rêzdariyeke pir bilind e.Guman heye, ku nasiktî berî dora 200 sal li Çi.Kurmênhebû /Li benda Pîrozgeha Melekadî veger/, rêwresmên wê jî li berpîrozgeha Melekadî, li başûrê Gu.Qîbarê, li ser Çi.Lêlûndihatin kirin. Dibêjin jî, ku li kêleka wê pîrozgehê dareke57PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

“Zergozê” hebû, bi pelên wê “Xerqe dihatin Morkirin”, angorîsê Xerqeyê bi ava çiloyê wê dihat ridarkirin/boyekirin û rengêmor distand.Birayê Axretê (1) :Ew ji ferz û rêwresmên Êzdîtiyê yên bingehîn û giring e. Jiher Êzdiyekî ji asta Mirûdan tê xwastin, “bira yan xûşkekeaxretê” ji nav asta Şêxan vebjêre. Ew bira yan xûşk, dibemirovê herî nêzîk di jiyana wan de.Birayê Axretê li dema zewaciyê li kêleka birayê xwedisekinin, li dinyayê û li axretê jî, ji ber wî de fîdekar e ûgunehan jî ji ber ve radike. Gava ku mirov dimre, ew xûşk ûbira wî vedişêrin.Ramana vê baweriya olî ya bingehîn ew e, ku BirayêAxretê alîkariya Birayê xwe yê Axretê bike da ku kani be di serPira Sîratê re derbas be. Ji ber wî jî, pêwîste ew hîç birayêxwe/Xûşka ji xwe nexeydîne û herdem wî/wê razî bike. Lê lidema me, ev ferza olî tenê li ba hin kalepîran maye.Vebjartina Birayê Axretê bi vê şêweyê tê kirin:Ji mirûd tê xwastin qurbanekê bike û nasên xwe vexwînexwarina Simatê. Pişt re, civatê agahdar bike ku ew dixwazebirayê xwe yê axretê binav bike. Wê hîngê, dema ku ew birahat vebjartin, Birayê Axretê lê merc dike, ku gunehkarî û tiştênguneh berde. Mirûd jî wê yekê dipejrîne û sê caran tobe dike.Wê hîngê, Birayê Axretê tîne bîra wî ku şahidê wan MelekŞêxesen e û vê gotinê dibêje: ((Ixtiyarê Mixfî “Melek Şêxesen”li ser pira Sîratê)).Ji Mirûd tê xwastin, ku salê heft parçe kinc ji Birayê xweyê Axreta re diyarî bike, Şêxê Bira jî kane tenê carekê wêdiyariyê lê vegerînê.1- Birayê Axretê, mîna “Eşbîn” e li ba Filehan.58PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

- Hilanîna Biskê:Hin gerdişên ÊzdiyanÊzdî berî temenê yeksaliyê porê zarokên xwe kur nakin.Piştî ku lawik yeksalî dibe, wek ferz, qurbanek tê kirin, Şêxpiçek por ji cênîka kurik ê rastê dibire û laveya wê boneyêdibêje. Pişt re vexwandî hinek pere û diyarî didin kurik û lavanjê re dikin.Lava hilanîna biskê ev e:Lava BiskêRojeka ji rojan eEm destûrê Xwedê û mêran eBiska şêxalê Şemsan eRoj e, kaniya sipî didaneLê danîn ĥed û sed û ol û erkan eMicade û Çelxan eLeylet Qedir sîret reĥman eKaf bilind bû çû ezman eDu çiya li hev dan wekî beran eŞemsê Êzdî lê danî nîşan eYa siltan Şêxadî ji te dest e ji te lavan eYa Xwedê.. qurbana vê biskê jê re qebûl bikîHeger gay e û heger beran eHoz hoz bimbarek bePîroz.- Mirin:Li dema mirinê, hin rêwresmên taybet li ba Êzdiyan têndîtin. Şêx mirî dişo, kiras û derpiyekî sipî lê dike, serê wî bişaleke sipî girê dide, goreke sipî dike lingan, û pişt re wî59PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

hildigrin dibin nava mezel. Jinên Êzdî jî bi darebestê re diçinnava goristanê.Li dema hilanîna darebestê û li ser gorê ev lave tê gotin:FatĥeAmîn Amîn AmînTebarek Ellahû idîn, Ellahû eĥsenû mîn kull xaliqînHimeta me Şemsedîn, Fexredîn, Nasirdîn, Sicadîn, Amadîn,Babadîn,Şêşems e qiweta dînMelekî Tawis tacjil ewlîn heta axirînXêra bide şera wergerînHeq el ĥemdilla rebil alemînŞehda dînê min yek EllahMelek Şêxesen heq ĥebîb EllahLi piraniya caran, doşekek ji pembî di binê gorê de radixinû mirî li ser piştê li ser dirêj dikin, serê wî li rojava û rûyê wîberve ezmên bi hêla rojhilat de berve rojê dikin.Paşê, piştî ku mirî binax dibe, Şêx li ber serê wî disekine,berê xwe bi rojhilat ve dike, xwe pêxas dike, destê xwe datîneser sîngê xwe û Qewla Saremergê ya Telqînê dibêje. Lidawîhatina telqînê, şênî jî Fatihê dibêjin.Laveke taybet ji boneya mirinê heye tê gotin, Êzdî kane wêli ber mezel, pîrozgeh û li cih û li boneyên wek wan bêje, ew jîev e:Heq tu xweda yîXudanê mor û mayîYa rebî kes ne ji te û tu ne ji kesa yîYa rebî tu layiqî medĥa yîKes nizane tu çawa yîKes nizane tu çi lewnî çi reng î60PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Kes nizane tu çi sewtî çi deng îYa rebî tu reĥm îXaliqê ji ezel de, tu qedîm îLi vê dinê tu kar tînîVî ezmanî vê stûn radiwestînîLi hemû derda tu hekîm îSed xwaziya wî rihî tu bidê jê nestînîZor derecan bigihînîTu bi rehma xwe ey Xwedê tu me bireĥmînîPiştî veşartina mirî, Şêx li hersê rojên serxwaşkirinê li bamala mirî dimîne, li civata serxwaşkirinê rûdine û li ser mijarênol û dinyayê daxive.Li roja heftê ji mirinê, heftek tê kirin, piştî xwarinê Şêxlaveya sivrê dibêje, û bi wê yekê rêwresmên mirinê digihêndawiya xwe.Gorên Êzdiyan ji yên Mislimanan netên naskirin, tenê li sergorên Êzdiyan Ayetên Quranê û laveyên Mislimantiyê netênnivîsandin. Li van salên dawîn, hin nivîsar li ser gorên Êzdiyantên neqşandin, wek:((Şêx Mend şêxê min e, Şêx Bekir Mirebiyê min e, EsnalkaPîrê min e)). ((Şihada dînê min yek Ella, Melek Şêxesen ĥeqĥebîb Ella))...- Sinetkirin:Piştî temenê yek saliyê, lawik tên sinet kirin û pişt re biava Kaniya Sipî li Lalişê tê şuştin. Lê li Na.Efrînê, tenêqurbanek tê kirin, mirov û cîran tên vexandin û şahî li dardikevin. Lê ew rêwresm niha pir kêm bûne.61PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

- Zewacî:Şêweyê zewaciyê li ba hemî Kurdên Na.Efrînê, çi Êzdî ûçi Îslam, wek hev in.Pirjinî li ba Êzdiyan netê dîtin, ji bilî hin rewşên pirawarte, mîna jina stewr/zarokan nîne, yan nexweş û ketî be,yan jî bimire.Li roja zewaciyê, bûk û zave ji hêla Şêx ve tên“nikeĥkirin”. Bûk zave ligel du nêrevanan li ba Şêx amadedibin û Şêx vê pirsê ji wan dike:((Bi qewil û resûlê Xwedê, li ser dînê Ezdahî, mezhebêŞemsanî, te ev ji xwe re jin/mêr qebûl kir?)).Piştî ku bersiva erênî ji her duyan dibihîse, Şêx vê laveyêdibêje û zave jî li dû wî dubare dike:((Ya Şêxadî ya Şêşmsî, ya Melek Fexredîn, ya Êzîd ya Ezda,we bismîllahî weselat weselam 'ele seyidîna Şêxesen heq hebîbella. Ya Xweda tu xêr bikî)).Lê hin sînor û merc li ba Êzdiyan di zewaciyê de hene,gerek e netên derbaskirin. Wek: Zewaca di navbera hersê şaxênŞêxan de (Adanî, Qatanî, Şemsanî) qedexe ye. Pîr, Mirûd ûQewal jî neçar in ji pileya nofa xwe bizewicin.Lê belê li dema me, ew sînorên zor hişk hinekî hatinederbaskirin, û jiyan û şaristaniya nûjen pêdviyên xwe dane pêşwan bend û mercan.- Kinc û qiyafet:Bitevahî, mêrê Êzdî niha Rihên xwe bernade, lê berdanaSimêlan ji salixên mirovê Êzdî ye.Ji aliyê lixwekirina kincan de jî, hemî Kurdên navça Efrînêmîna hev li xwe dikin. Berê Êzdiyan 'Igal dida serê xwe, dibin62PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

desmala serî de Kumek (Kulikê Pîroz) jî datanîn. Lê li vandehsalên dawîn 'Igal pir hindik tê dîtin.Kincên binî jî, li ba jinan û mêran qil sipî ne, ew yekÊzdiyan cida dike. Tiştekî din heye, gerek e yaqa kirasê mirovêÊzdî gulover û bê pişkov be.Êzdî kincên ji rengê şîn li xwe nakin û şora (Şîn) jînabêjin, lê ev yek niha pir sivik bûye. Tê bawerkirin, ku ji boheramkirina rengê (şîn) re du sedem hene:Yek: Kincên rêberên olî yên berî Zeredeştiyê (şîn) bûn,mîna ku tê zanîn, Zeredeşt jî ew kinc û reng ĥeram dikirin.Didu: Bêjeya (şîn) bi tîpa (ş) dest pê dibe, ew tîpa yekê yeji navê Frîşteyê Xinaniyê, ew jî li ba Êzdiyan Firîşteyekî sexteû nebextewr e û navê wî hilnadin.- Kirîftî:Kirîftî ji 'adetên naskirî ne li ba Kurdên navça Efrînê, bitaybetî jî li ba Êzdiyan. Li gor wê, gava ku kurikek têsinetkirin, kesê ku wî dike hemêza xwe, xwîn dikeve navberamala wî û mala kêwik û dibin (Kirîfên) hev, li gor wê yekê çênabe ku ew her du malbat ji hev bizewicin. Lê li roja îro, ev'adet hemahema hilhatiye, ji ber ku hemî sinet li ba bijîkan û linexwaşxanan tên kirin.63PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Hin tiştên gunehdi Êzdîtiyê de- Vexwarina meyê, dandina fayîzê, zinekarî û hemî tiştênku ziyanê digihînin mirov û civakê, ĥeram in.- Çê nabe Êzdî gotinên kifriyê bêje, li şipê yan di kaniyande bimîze, yan jî tif ser axê, êgir û nav avê ke, ji ber kuew hemî tiştine pîroz in.- Çê nabe mêrê Êzdî jina bira, xal û apê xwe, yan jî met ûxaltîka xwe bizewice.- Êzdiyên Efrînê dewêr şerjênakin, belkî sedemek jê jî ewbe, ku Misliman goştê dewarê ku bi destê Êzdiyan têşerjêkirin naxwin. Şerjêkirin bi xwe jî, di Êzdîtiyê dekarekî ĥeram e, guman heye ku ev helwest ji Zeredeştiyêde mabe, ji ber ku qurbankirin û şerjêkirina dewêr di wêolê de hîç ĥeram bû.- Çê nabe mirovê Êzdî navê Firişteyê Xinaniyê (Ş) hilde.- Ĥeram e ku Êzdî keskahiyên mîna Xes û Qernebiyanbixwe. Lê belê li roja me, piraniya Êzdiyan tiştê ku pêxweş e dixwin.Sincî û salixên Êzdiyan ên civakîBi tevahî, mirov Êzdî bi rastgotiyê tê nasîn, di Êzdîtiyêmirovê verek dijminê Xwedê ye. Li ba Êzdiyan pakbûn jî jiÎmanê ye û pir lê miqate dibin. Êzdî doza hevkarî û fîdekariyêjî dikin, Qewl dibêje:Çûme dîwana wî PadşayîMin lê dîtin xweş û şayîSerê hemuyan tifaq û tebayî64PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Çêtirîn salxdan li derbarê sincî û salixên Êzdiyan, lidestpêka sedsala bîstan ji hêla Qis Hênrî Lamans de hatiyegotin, ew wiha dibêje:((Ezdî bi silixên xwe li pêş gelek miletên din in ku libakurê Sûryê rûdinin. Ew kesine mêvanhez, camêr û zarxweşin. Karûbarên wan diyar û aşkere ne, tu herdem kanî bi gotinênwan bawer bikî. Hemî bi qilafet, dilêr û jîr in. Li gor gotinadewlemendên Helebê, Êzdî çêtirîn karkerên herêmê ne û ew bênakokî bi wan re dijîn. Rastî û durustî ji sinciyên wan in, digelku ew ji sedsalan de jî toşî zordariyê bûne, lê wan ew sincîbernedane. Lê belê, rewşa zordariyê ya demdirêj, hîştiye ku ewzû bipijiqin û pir gumandar bibin)) (1) .Bi rast jî, hîn gelek ji wan sinciyan li ba Kurdên navçaEfrînê bi tevahî û li ba Êzdiyan bi taybetî, tê dîtin.1 - Qis Hênry Lamans: Kovara “rengerengiyên kolîja rojhilatnasiyê” yazanîngeha Qidîs Yûsuf li Bêrûtê, sal 1957, rûpel 395.65PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Rêbertiya civakîû Pilevaniya olî di Êzdîtiyê de- Rêbertiya civakî:Serkêşiya siyasî ya civaka Êzdiyan di destê Mîrê Şêxan deye. Şora wî di karûbarên Êzdiyan û civaka wan de ya yekê ûdawiyê ye. Navenda Mîr li navça Şêxan/Welat Şêx liKurdistana Êraqê ye. Postê Mîrîtiyê jî bi şêweyekî bapîrane têbirin.- Pilevaniya Olî:Di ola Êzadî de, Baba Şêx li serê pilevaniya olî radiweste.Rêzdariya wî mîna ya Baba ye di ola Fileh de. Navenda BabaŞêx li Welat Şêx li Kurdistana Êraqê ye. Bitevahî, gerek eBaba Şêx ji pileya Şêxê Fexra be.Jêderên Êzdî dibêjin, berî ku Şêxadî dakeve, yanê berîsedsala yazdehan, pilevaniya olî li ba Kurdan hebû, ew jî jibaweriyên ola Zerdeştî de ma bû.Di pilevaniya ola Zeredeştî de Kahin hebûn, ew kahin jimiletê Med dihatin vebjartin û bi Şêşems dihatin nimûnandin,pileyên Pîr û Mirûd (şêniyê sade) jî di Zeredeştiyê de hebûn.Jêderên Êzdî dibêjin, Şêxadî guhertin di pilevaniya olî yaZeredeştiyê de çê kir. Wî pileyên Pîr û Mirîd wek xwe hîştin,pileyek bi navê Şêxan jî danî û ew jî kir sê beş.Li dema me, pilevanî di Ola Êzdî de wiha ye:1. Pileya Şêxan:Pileya Şêxan Sê nofên in, Şemsanî, Adanî û Qatanî:66PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

a. Şêxên Şemsanî:Ew digihên Şêx Şemsidînê Tewrîzî yê Şemsanî. Rûniştinawî li Lalişê bû. Ew zanayekî Ola Êzdî yî gewre bû. Çar law jêman: Şêx Şems, Şêx Fexredîn, Nasirdîn û Sicadîn.- Şêx Şems/Şêşems: Êzdî dibêjin, Şêşems ola Êzdî rizgarkiriye, rola wî ya olî zor giring e. Şêşems şana roniyaXwedê ye û nûra Xwedê di govdê wî de bicih bûye. Dehlawên wî hebûn, ew jî ev bûn:1- Şêxesen, ew malxoyê Xatûna Fexra ye (keça apê wî ye). 2-Şêx Babik. 3- Şêx Amadîn. 4- Şêx Babadîn. 5- Şêx Hevind. 6-Şêx Tokel. 7- Şêx Xidir. 8- Şêx Alê Şemsa. 9- Şêx Evdal.10- Şêx Alê Reş.Sê keçên wî jî hebûn: Sitya Belqan, Sitiya Ês û SitiyaNisret.- Şêx Fexredîn/ Şêxê Fexra: Ew Olzanekî mezin bû, rolawî di parastina ola Êzdî de giring bû. Sê kurên wî hebûn: ŞêxMend, Şêx Bedir û Şêx Aqûp.- Şêx Nasirdîn.- Şêx Sicadîn.Şêxên Şemsanî li gor Pîrên xwe jî wiha parve dibin:- Şemsanî: Pîrê wan Pîre Fat e, jê li Na.Efrînê mala Necêr liGu.Endarê ye.- Şêxê Fexra: Pîrê xwe Pîrê Eslanek e, jê mala 'EvdalîŞemo li Gu.Birca 'Evdêl e.- Nasirdîn: Pîrê xwe Pîrê Hecalê Memon e, ew li gundênBasûfanê û Turundê rûdinin, hejmara wan dora sed malî ye.Şêx 'Elî Berkat ji wan e.67PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

- Şêx Mend: Pîrê xwe Pîrê Eslanek e, ew li gundênBasûfanê, Xezîwê (mala Hemgulî), Turundê (mala Şêx Ĥus) ûli Îska jî hene. Lê piraniya wan li Gu.Qestela Elî Cindo rûdinin.Pêwîst e em bêjin, ku hemî Şemsanî ji hoza Dina ne.b. Şêxên Adanî:Ev nof bi navê Şêx “Adî” hatiye binavkirin. Di nofa Adanîde ev Şêx hene:- Şêx Hesenê Dasnî (Şêxesen), ew bi Ebûl Berekat kurê Sexir jîtê nasîn, ew biraziyê Şêxadî ye. - Şêx Şerfedîn. -Şêx Zênidîn.- Şêx Ibrahîmê Xitmî. - Şêxmûsê Sor. - Şêx Mûsa, ew bi“Şêxê Sêwiyan” jî tê naskirin.Zaroyên Şêxadî tine bûn, loma jî biraziyê wî Şêx HesenêDasnî “Şêx Ebûl Berekat” destê wî rakir, lê belê ew li sala644g/1246an.z li ser destê xudanê Mûsilê Bediridîn Luilui hatkuştin.Piştî Şêx Hesenê Dasnî, kurê wî Şêx Adiyê Diduyan “ElKurdî” şûna wî girt. Wî jî çend law li şûna xwe hîştin, jê: ŞêxŞerfedîn, Ibrahîmê Xitmî, Şêx Zênidîn û Şêx Mûs.Du gov ji nofa Adanî li navça Efrînê hene. Ew jî ev in:1. Şêxesenî: Li Gu.Xezîwê, Mala Şêx Birîm, jê Şêx HusênŞêxê Êzdiyên Efrînê û Mala Şêx Melê (Hesen Besrokî). LiGu.Feqîra jî, Malên Şêx Cinêd û Mîro.2. Şerfedîn: Mala Şêx Zêndo li gundên Bircê û Xezîwê.Bi tevahî, Adanî ji hoza Xaltî ne.C. Şêxên Qatanî:Şêxê wan Şêxesen e, Pîrê wan Sîva ye û Mrebiyê wanHesen Pîrik e. Ev nof ji koka xwe de digihên Derwêş AdemêQatanî.68PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ev malbat di nofa Şêxên Qatanî de hene:1. Şêx Mihemed: Bi Şêx Mihemdê Batinî tê nasîn. Hinnivîskar wî bi Mihemedê Kurdî yê Erbîlî jî bi nav dikin.2. Isma'îlê Enzelî.3. Şêx Evidilqadir4. Şêxobekir: Ev berztirîn malbat e di vê nofê de. Ew Şêxêyekê ye ku Xerqeya Şêxadî diyarê bûye. Ew Mirebiyê hemîNûraniyên Êzdî ye. Şêxên Şêxobekrî yên Anqosî ji vê nofêne, ew jî ev in:- Li Gu.Qîbarê: Malên Şêx Nasir û Şero.- Li Gu.Qestela 'Elî Cindo: Malên Evdokê, Seydê DêlîBeko û Şêx Ĥenan.- Li Basûfanê: Mala Menanê Feqîr.Şêxên Qatanî, bi tevahî, ji hoza Reşî ne.2. Pileya Pîr:Pîr bi wateya “rêber û hişmend” tê. Rêzdariyeke Pîr a bilinddi Ola Êzdî de heye. Çel Şaĝên Pîran hene.Pîr li navça Efrînê:Li Gu.Feqîra, Mala Îskanê ji Pîrê Omer Xala e. Li Gu.Bircêjî Pîrê Eslaneka ne.3. Pileya Mirûd:Mirûd hemî Êzdiyên din in.Ji bilî ew nofên olî, bawermendên bi navê Feqîr, Qewal ûKoçek jî hene, ew hin kes in, rewş û delametên olî yên taybet jixwe re vebjartine. Ew li Na.Efrînê netên dîtin.Ev cedwelê jêrîn, Şêx, Pîr, Mirebî û hozên EzdiyênNa.Efrînê û li kû rûdinin dide nasîn:69PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Şêx Pîr Mirebî Hoz Li kû heneŞêxobekr Sîba Hesen Pîr Şikak Qestel, BaflûnŞêx Mend Esnalke Şêxobekr ReşîBircê 'Evdêl,QîbarŞêxobekr Sîba Hesen Pîr ReşîQîbar,Turundê,QitmêŞêxesenHesen OmerQîbar,ReşîMeman XalaEbû Ke'bêŞêşemsHemedRebenŞêxobekr Dina QîbarŞêxesen Hacalî Şêxobekr Dina QîbarŞêxesen Esnalke Şêxobekr DinaBasûfan (ŞêxMend)ŞêxesenHesen OmerQîbarê-HekarîMeman XalaOmerîkaŞêxesenHecî ŞêxMihemed MihemedHekarî Feqîra (Pîra)Şêxesen Hacalî ŞêxobekrXendeqî(Nasirdîn)Şêxobekr Sîba Hesen Pîr ŞerqîŞêxesenHesenMemanOmerXalaŞêx Mend Esnalke ŞêxobekrŞêxesenHesenMemanOmerXalaPûrîXastî(Şerqî)BadînîBasûfanFeqîra(Merwanî)Bircê 'EvdêlGu.Mezin-Şêrewa70PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Zanyarên ola Êzdîli navça EfrînêZanayê ola Êzdî yê herî kevin li Çi.Kurmênc ku Êzdî bi bîrtînin, Sifo/Sifrî ye, ew li sedsala nozdehan jiyaye (1) . Sifo Feqîrbû û Xerqe li xwe dikir. Sifo Li destpêkê, li Gu.Feqîra rûnişt.Wî dora /500/ Qewl li ezber kiri bû, gelek sirûdên olî jî dizanîn.Van her du kesan: Reşoyê Henên ji Gu.Ebû Ke'bê û Şêx Melêji Gu.Xezîwê zanînên xwe yên olî ji Şêx Sifrî biri bûn, û ewher du jî Şêxesenî bûn.Pişt re, Şêx Husoyê Şêx Birîm, apê Şêx Husên ŞêxêÊzdiyê Efrîn ê niha, zanîna xwe ji Şêx Husoyê Xelo û jiŞemoyê Kalo bir, ew her du jî Şêxesenî bûn û zanistên xwe jiNasirê Evdikê biri bûn, ew jî Şêxobekrî bû.Û ji ber ku Êzdî, zanînên xwe yên olî nanivîsin û Şêxênwan ên berê û niha jî nexwende ne, pir tiştên Êzdiyan, çi yênolî û çi yên dîrokî nehatin tomarkirin û winda bûn.Ji zanayên ola Êzdî ku di nîvê diduyan de ji sedsala bîstannaskirî ne, ev in: Şêx 'Elî kurê Şêx Berkêt, her du bira ŞêxHusên û Şêx Brîm ji Gu.Xezîwê û ŞêxMihemed Kalo ji Gu.Bircê.- Şêx 'Elî kurê Şêx Berkêt (1930-1994):Ew ji Gu.Basûfanê, ji Şêxên Şemsanî-Nasirdînî û ji hoza Dina ye.Şêx 'Elî li sala 1949an çû Şengalê û rasala 1955an lê ma. Ew li wir li baFeqîrekî xudan Xerq ji mirûdên Şêx Eliyê Şêx Berkêt1 - Navê Sifrî, pîrozgeha “Sifrî Dede” ku li navbera gundên Tirmûşa ûErendê ye tîne bîra mera.71PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Şêxbekr bû, rûnişt.Piştî ku ji Şengalê vegerî, Cemîlê Şemo ku wê hîngêrêberê Êzdiyan bû, jê xwast li Gu.Qîbarê rûne û herwiha ramirina xwe li Qîbarê ma.Şêx Elî dora nod Qewlî û gelek srûdên olî li ezber kiribûn (1) . Ew mirovekî hişmend bû, şorxwaş û sincîbaş bû. Olaxwe rind nas kiri bû û tê de baş zana bû. Wî heyama civakaxwe jî baş nas dikir, û gelek bûyerên ku bi dîroka navçê vegirêdayî bûn hewldidan.- Şêx Husên kurê Şêx HesenêŞêx BirîmMalbata Şêx Husên ji ŞêxênŞêxesenî ji nofa Adanî ye, hoza xwe jîXaltî ye.Wî zanîna xwe ya olî ji apê xweŞêx Husoyê Şêx Birîm û ji Şêx ElîBerkat wergirtye.Şêx Husên jidayîkbûna 1936an e,ew ji Gu.Xezîwê ye û lê rûdine.Şêx Husên Şêx BirîmEw mirovekî dilfereh û zarxweş e.Rêzdariya mirovên ji her ol, temen û qadên civakê digre. Ew diolbaweriyên xwe de reyalîst û lêbordar e. Wî zanînên ola xwerind nas kiriye, ji civak û ji derdora xwe re jî têgihîştiye.Şêx Ĥusên li miha Adara sala 2000an di konfiransa Êzdiyanya giştî li Aleman beşdar bû.1 - Di salên heştê de ji sedsala bîstan, ekadêmîkê Kurd Celîlê Celîlgelek Qewl û srûdên ola Êzdî kom kirin. Ew li nav Êzdiyên Na.Efrînêgerî, bi kesên ku Qewl li ezber kiribûn re rûnişt û ew nivîsandin, Şêx'Elî jî yek ji wan bû.72PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

- Şêx Mihemedê Kalo:Li sala 1942an li Gu.Îska ji dayîkbûye, li Gu.Bircê rûdine. Ew ji pileyaAdanî û Şêxê Şêxesenî ye. Wî zanînaxwe ya olî ji Pîr 'Elo, ji Şêx 'Elo û jiFeqîr: Berkat Kaso biriye, ew her sê jiKurdistana Êraqê ji Şenagalê ne.Şêx Mihemed KaloPîrozgehên ÊzdiyanLi navça EfrînêÊzdiyan jî mîna bawervanên olên din, salixên pîrozdariyêdanîne ser gelek cigeh û warên kevin û xistine nav sîstemapîroz ya rêwresmên ola xwe.Piştî ku hinek Êzdî Îslam jî bûn, wan dîsa salixên pîroziyê liser pîrozgehên xwe yên berê, û delametên wan ên olî û civakîyên ku berê li ser wan pîrozgehan hebûn, hîştin û bikar anîn.Li gundên ku şêniyê xwe li ser ola Êzdî mane jî, pîrozgehênxwe yên kevin parastine. Li gundên qarişq jî, dîsa rêzdariyawan pîrozgehan li ba bawermendên her du olên Êzdî û Îslamma.Tiştên ku pîrozgehên Êzdiyên Na.Efrînê, ji yên Mslimanancida dikin pir hindik in, nemaze li gundên deşta Cûmê, deveraŞikaka û Çi.Lêlûn. Li wan deveran, piraniya zaretan ji hêlabawermendên Êzdî û Misliman de tên pîrozkirin.Pîrozgehên ku di navbera bawermendên her du olan dehevbeş in, hinek jê ev in: Pîrozgehên Turindê, Bircê, Xezîwê,73PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Şadêrê, Îska, Sînka (Şêx Xerîb), li Şera (Ebdilmewlana) (1) , liGu.Bircilqasê (Şêx Qeseb)… û hd.Pîrozgehên mera kane bêje ku ew ên Êzdiyan e jî, ev in:Parse Xatûnê û Şêx Hemîd li ber Gu.Qestela 'Elî Cindo. ŞêxŞerfedîn li Gu.Baflûnê. Ĥecerkê, Melek Adî û Çêlxane liGu.Qîbarê. Şêx Rikab li Şadêrê. Şêx Sîdî li Feqîra. Şêx 'Elî liGu.Basûfanê. Şêx Berkat li ser Çi.Şêx Berkêt. Pîr Ce'fer linêzîk Gu.Meşalê li ber Pîrozgeha Ĥenên. Pîrozgeha Menên liGu.Serêkaniyê li ser bêla Menên.Ew pîrozgeh li gundên Êzdiyan e, lê Misliman jî wan pîrozdikin û rêwresmên olî li ber pêk tînin, mîna vêxistina mûman lişevên Çarşem û Înê û hd.Lê mixabin zanînên ku li derbarî dîroka wan pîrozgehanhene pir hindik in. Emê li vir wan pîrozgehan salix bidin ûkurtegotinekê li ser her yekê ji wan bêjin.1. Pîrozgeha Şêx Berkêt:Ev pîrozgeh li ser Çi.Şêx Berkêt e. Li serdema Yûnanî,navê çiyayê û cihê pîrozgehê jî “Korîfos”/ Pozik-Elqumê bû.Pîrozgeh li başûrê bajarê Efrînê bi nêzîkî 30km ye. Bilndiyacihê wê 870 m e. Ew çiya ji bakur de bi ser deşta Cûmê de xûzdibe.1- Ev pîrozgeh di zemînê de kolandî ye. Pîrozgehên zêrzemînî jîperestgehên zêrzemînî yên serdema gelê Mîtanî tînin bîra mera, wanew perestgeh ji Xwedêyê xwe (Mîsra) re ava dikirin, û Ûcaqê Êgir jîtê çê dikirin. Kinîseyên Filehên destpêkê jî wilo bûn, pirtûka/Qiraltiya Alalax, L. Wolly, rûp 88/.74PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Pîrozgeha Şêx BerkêtLi ser pozê Çi.Şêx Berkêt, rûbereke dûz û çargoşe liderdora pîrozgehê heye, her koşeke xwe 68 m e.Ew dûzahî bi sîpereke şûnewarî ya mezin hatiye sînorkirin.Bawerî heye, ku ew kavilên wargehekî kevin e. Li aliyê wê yêbakur kevirên şekirî yên mezin hene, gelek nexş û xaç jî li serhatine nîgarkirin. Pîrozgeha Şêx Berkêt jî li aliyê wê dûzê yêbakur e.Pîrozgeh odeke lodkî û biçûk e, qabek di bin de ye bi çarpêplûkan dadikevinê.Li derbarî vê pîrozgehê û şûnewarên li derdora wê,Dr.Şewqî Şe'is dibêje, ku ew mêravekî Îslamî ye, û ew liserdema Yûnanî perestgeheke bû, ji Xwedêyê Birûskê “Ziyos”(1) mêrê Xwedêya “Riya” re hati bû avakirin (2) .1 - Dr.Şewqî Şe'is: Kela Sem'anê, Rûp 46.2 -Dr.Mufîd 'Abêd: Pirtûka/Dîroka Yûnanî/, Zanîngeha Şamê 1992-1993.75PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Di Ferhenga Xaknîgarî ya Sûrî de jî hatiye, ku ew şûnewarkavilên perstgehên her du Xwedê “Cobîtir û Sîlîne” ne, ew jiserdema Romanî û sedsala yekê ya zayînî de ne.Li ser navê çiyê jî hatiye, ku ew navê Micahidekî ye, lidema hatina Îslamê hatiye şehîdkirin û navê wî yê sergihayî“Mihemed Nofel Berekat” bû.Hin nivîsar û dîrok li cihê perestgeha Şêx Berkêt hene diyardikin, ku ew cih ji destpêka sedsala yekê ya zayînî de û ra sala170ê zayînî, herdem şên bû û avahî lê radibûn (1) .Baba Bûlis Yetîm jî li derbarî wê mijarê dibêje, ku Çi.ŞêxBerkêt ji destpêka serdema Fileh de çiyakî şênkirî û pîroz bû, ûew wiha dibêje: ((Li destpêka sedsala Pêncan zayînî, RahibEmyanos xwe avêt şikeftên Çi.Berkêt, gelek xort û mêr jî lidora wî civîn, wan jiyana sêfîltî (zahêd), nimêj û karê bidestanli ser xwe pejirandin, Sem'anê Stûnî jî yek ji wan bû, û herwihaew çiya bû çiyayê “bereketên fereh” li tevahiya bakurêSûryê (2) .Şêx Husên, Şêxê Êzdiyan jî li derbarî wê pîrozgehê wihadibêje: Ew pîrozgeke Êzdiyan e, û têkliya wê bi “Mîr ÎbrahîmEdhem kurê Derwêş” re heye (3) . Lê dibe jî, ku têkliya navê“Şêx Ebûl Berekat Sexir kurê Sexir kurê Misafir” biraziyêŞêxadî jî bi pîrozgehê re hebe. Ji ber ku Pîrozgeheke bi navê“Şêx Berkat” li Çi.Şengalê li başûrê Kurdistanê jî heye (4) .1 - Ebdela Heccar: Kinîsa Mar Sem'an, rûp 91.2- Bûlis Yetîm: Gotarin di şûnewarên Sûryê de, rûp 16.3 - Îbrahîm Edhem: Mirovekî Tergedunya ji Belxê - Efganistanê bû,Ferhenga Elesedî, cild 1, rûpel 31.4- Ebdirezaq Huesênî: Êzdî, niho û pêşeroja wan, rûp 133.76PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Roja îro, ew ji pîrozgehên Êzdiyan ên giring e, şahiya cejnasersala Êzdiyan li ber tê lidarxistin û qurban jî li ber tên kirin.Ji bilî Êzdiyan, bawermendên binola Durzî jî tên berpîrozgeha Şêx Berkêt, ew jî dibêjin ku Şêx Berkat li cigehêpîrozgehê hatiye kuştin û li seba bîranîna wî ew mêrav hatiyeavakirin.Lê eger rewşa pîrozgeha Şêx Berkêt çi be û ne çi be, roja îroew li ba şêniyê Çi.Kurmên, çi Êzdî û çi bilî wan jî, pîrozgehekegiring e, cihê rêzdariyê ye û hîn jî delametên civakî wekhêviyên çareserkirina naxwaşiyan li ber tê kirin.2. Pîrozgeha Çêlxanê:Ev pîrozgeh li ser Çi.Lêlûn li başûrê Gu.Qîbarê bi nêzîkî2/km di geliyê Çêlxanê de ye.Pîrozgeh şikefteke, di rîfekî zinarî de hatiye kolan. Ferehiyawê: 4.5/m dirêjî, 3/m pehnahî û 2/m bilindî ye. Hin kortikênbiçûk li binê wê hene, ava ku ji binbana şekeftê dadirve tê dekom dibe.Dareke guvîjê li ber deriyê wê heye, bi sedan paçik ji hêlaseredaniyan ve bi şaxên wê ve hatine girêdan, bawerî heye kudilxwazî bi wê rêwresmê pêk tên.Navê Çêlxanê ji du bêjeyan pev dikev: Çêl/Çel û ji bêjeyaXane(rêzdar) yan jî Xanî(mal) pêk tê. Tê gotin, ku kesêdixwast perestvaniya nasiktiyê bike û bibe nasik, yan jî Çelêrojiyê bigre li Çêlxanê rûdinişt, lewre jî belkî navê wê ji (Çel)êrojiyê hatibe.Çêrokeke din heye dibêje, ku Şêxadî çelekî xwe di Çêlxanêde girtiye, lê ew gotineke lawaz e.Berê gorek jî li ber deriyê pîrozgehê hebû, belkî ew yaperestvanekî bû, li wir mir û hate veşartin.Gelek cihên din jî li77PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Pîrozgeha ÇêlxanêÇi.Kurmênc hene hejmar (40) hildigrin, wek: Çêlmîrê, ÇêlKaniya li başûrê Gu.Maratê … û hd. Li navça Çiyayê Şengalêjî pîrozgeheke bi navê Çêlmîra heye. Xelk ji hemî ol û nofantên ber Çêlxanê, berik/kevirên biçûk bi binban û diwarê wêdixin û hêviya bicihanîna dilxwaziyan dikin.3. Pîrozgeha Melek Adî:Ew li ser Çiyayê Lêlûn li başûrê Gu.Qîbarê bi dora 2/km ye,û dora 300 mitir li rohilatî Pîrozgeha Çêlxanê ye. Avahiya wêkilasîkî û bi lod e. Şikêrên Gu.Qîbarê yên kevin li ber wê ne.Qîbariyan berî dora 200 sal ji wir barkirine û daketine deştê.78PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Pîrozgeha Melek AdîLi aliyê pîrozgê yê bakur û li dûriya dora 300 mitir,mezelekî Êzdiyan î kevnar heye û hîn jî bikar tê.Ji nîşanên giring yên cihê pîrozgeha Melek Adî, “BircaCindî” ye. Dîroka avakirina wê Bircê ne nas e, lê li gorserpêhatiyên ku li ser wê tên gotin, guman dibe ku ew ji dusedsal de hebû û navdar bû jî.Ew Birc li aliyê mezel ê rojava ye, û bi deşta 'Erşê dinêre.Dibêjin ku Birc bi axa ku bi şîr hatiye istiran hatiye avakirin.Çinkî, li gor baweriyên ola Êzdî, guman li ser pakbûna avêheye, lê li ser ya şîr tineye. Ew şîr jî, bi dore ji gundên derdordihat civadin.Delameteke wê Bircê ye olî ye giring hebû, tê bawerkirin kuXerqeyên riziyayî tê de dihatin veşartin, belkî ew ji boveşartina hin oldaran re jî bi kar dihat, çinkî gava ku dizênşûnewaran binê kavilên Bircê vedan, qerqodeyekî mirovan û79PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

pariyên kincên riziyayî tê de hatin dîtin, lewre ne dûr e, ku ewgovdê Feqîrekî nasik bû û bi Xerqeya xwe ve hati bû veşartin.Li sala 1998an, hin kesan dîwarê pîrozgeha Melekadî yêrojhilatî hilweşandin, binê wê kolan û li defîneyan gerîn, lêbawermendên Êzdî ew ji nû ve ava kirin.Berê, Melekadî pîrozgeheke pir giring bû li ba Êzdiyan.Dareke Zergozê jî li ber hebû, pê Xerqeyên kesên Feqîr dihatinMorkirin, û rêwresmên ketina nasiktiyê/Feqîrtiyê li ber dihatinlidarxistin.4. Pîrozgeha Şêx Rikab:Ew li Gu.Şadêrê ye. Avahiya wê kilasîkî û bi lod e. Ew jipîrozgehên Êzdiyan ên sereke ye. Mezelekî Êzdiyan î kevin liber wê ye, Êzdiyên gundên derdor mîna Basûfan, Keferzît,Ĝezîwê, Îska… û hd, miriyên xwe lê vedişartin. Gelek kevirênşûnewarên kevin jî li kêleka wê hene.Pîrozgeha Şêx Rikab80PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

6. Pîrozgeha Parse Xatûnê:Ev pîrozgeh li ser Çi.Parsê li nêzîk Gu.Qestela 'Elî Cindoye. Avahiya wê Kilasîkî, bi lod û biçûk e. Deriyê wê li rojhlate. Li ber deriyê wê dareke sindîganê ye gewre heye. Li rojavaywê jî bi dora pêncî mitrî, mezelekî kevin heye. Li rojavayê wîmezelî bi çend deh mitran jî, zêrzemîneke avê ye pir mezinPîrozgeha Parse Xatûnêheye, ew sarînca kela Canpolêt a ku li ser Çi.Parsê li bakurêSarîncê bû.Navê pîrozgehê ji du bêjeyan pev dikeve: Parse û Xatûn.Parse: Wateya parskirinê dide. Ew şor bi zimanê Mîdî j biwateya “yê li aliyekê, li kêlekekê” tê (1) . Xatûn: Jina malmezin1- Pars gotineke Medî ye, bi wateya “yê/yên li aliyekî” tê. Ew nav jigelên li aliyên sînorî yên Impretoriya Medî re dihat gotin, navê gelê“Pars/Fars” jî ji wê hatiye, /Pirtûka Medya, Diyagonof, werger81PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

e. Û bi wî rengî, ew nav bi tûmî vê wateyê dide: “XatûnaParseker” yan jî “Xatûna li aliyekî û bi tenê”. Wek tê zanîn,gelek caran, parsekerî di têgihîştina gelêrî de ji bo bicihanînasozekî, yan ji bo nêzîkbûna ji Xwedê ve jî tê kirin.Li derbarê dîroka wê pîrozgehê, di pirtûka /EldurrElmintexeb, rûp 96-97/ de wiha hatiye: ((Li Çi.Parsê ji deveraEzazê, gora Bersîsa heye. Ibin Şedad dibêje ew mêravaPêxember Dawûd e. Şêx 'Elî kurê Ebî Bekir Elhurewî jî gotiye:Çi.Parsê warê Bersîsayê Perestvan e, û gora Şêx Bersîsa û warêPêxember Dawûd e jî. Hatiye gotin jî, ku li devera Ezazê liçiyayê ku bi ser de xûz dibe, warê Dawûd û perestgeha wîheye)).Wekî ku nas e, gelên Medî û pişt re jî Pars li ser ola Zerdeştbûn û perstgehên xwe yên Êgir li serên çiyan ava dikirin.Pêwendiyên ola Êzdî bi Zerdeştiyê re naskirî ne. Û eger dîrokawê çi be û ne çi be jî, Parse Xatûn roja îro jî ji hêla Êzdiyan vetê pîrozkirin.Gotineke Êzdiyan din jî heye dibêje, Parse Xtûnê Kuftikêngerm digihandin Şêx Berkêt li ser Çi.Şêx Berkêt. Ev gotinXedêyê Birûskê yê Yûnanî “Ziyos” ku perestgeha xwe li serÇi.Şêx Berkêt bû û jina wî Xwedê “Reya” tîne bîra mera, ewyek dihêle mera guman bike, ku pêwendiyê pîrozgeha ŞêxBerkêt bi pîrozgeha Parse Xatûnê re hebe.Lê ya herî balkêş, mirov ji van zanînan tê digihê, ku çiqasçand, têkilheviyên ramanî, olî û netewî jî li dirêjahiya dîrokê linavça Çiyayê Kurmênc hatine dîtin û çê bûne.7. Pîrozgeha Şêx Qeseb (Qesab):Dr.Wehbiye Şewket, rûp 14/. Em bawer dikin, ku navê parsûyên sîngjî ji wê gotinê hatiye, ji ber ku ew jî li dora sîng in.82PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ev pîrozgeh li ber Gu.Kilotê li ser Çi.Lêlûn/Şêrewa ye. Ewwek şikeftekê ye, guhanên kilsî ji binbana wê dadikevin ûaveke zelal jê dadirve.Çêrokeke olî ye Êzdiyan li derbarî wê pîrozgehê heye,dibêje: (Li sedsala hejdehan, gundên Êdiyên çiyayê Şêrewa ûCûmê ji hêla hin hozên Tirkmanan ve dihatin talankirin. Ji berwê yekê, şêniyên wan gundan alîkarî ji Mîrê xwe li Welat Şêxxwastin. Mîr jî rabû çel siwar ji wan re şand. Gava ku ew siwargihîştin ber gundê Kilotê, hêvar li wan dahat, wê hîngê wanhespên xwe girêdan û li ber wê şikeftê razan. Û gava ku sibe liwan vehat, dîtin ku her hespekî cihêrek dan li ber e, lê tikes jî liwir nîne, wê hîngê wan Siwaran bawer kir ku ew ji huner ûkerameta Şêx Qeseb Xudanê Pîrozgehê ne!!.Kurdên wan gundan ên Êzdî û Îslam jî tên ber wê zaretê ûwê pêroz dikin. Hin mirovên ji binola Şî'î ji bajarokê Niblê jîrêzdariya wê digrin.8. Pîrozgeha Şêx Hemîd:Ev pîrozgeh li başûr rojavayê Gu.Qestela 'Elî Cindo binêzîka 3km ye. Deriyê wê li rojholat e. Wek miĥrabekê jî didîwarê wê yê başûr de heye. Mezlekî Êzdiyan li ber pîrozgehêye, bîreke avê ye kevin û kevirên şûnewarî yên mezin jî li dorapîrozgehê hene, ew kevir mîna yên avahiyên serdemên Alefirgîyên berî Îslamê ne.83PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

9. Pîrozgeha Şêx 'Elî:Pîrozgeha Şêx HemîdEw li nav gundê Basûfanê ye. Avahiya wê kilasîkî ye.Kevirên wê girs in, û ew destnîşan dikin, ku ji mêj ve hatiyeavakirin, yan jî bi kevirên şûnwaran di avakirina wê de hatinexebtandin.10. Pîr Cefer :Li bakurê pîrozgeha Ĥenên bi dora 70 m ye. Avahiya wêkilasîkî û bi lod e. Ji xelkê ye ku ew bi ser pîrozgeha Ĥenên veye, lê belê ew ya Êzdiyan e û navnîşana pilevaniya “Pîr” aÊzdîtiyê hildigre. Lê navdariya pîrozgeha Ĥenên daye ser navêPîrozgeha Pîr Ce'fer û ew hatiye jibîrkirin.84PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

11. Pîrozgeha Ebû Ke'bê:Ew li kêleka gundê Ebû Ke'bê ye, ew pîrozgeheke giring bûli ba Êzdiyan. Lê pişt ku ew ji gund biderketin û çûn li gundênderdor rûniştin, ew pîrozgeh hat berdan û giringiya wê vemirî.12. Hecerka Şêx Husên:Pîrozgeheke kilasîkî ye li bşûrê Gu.Qîbarê di çiyê de ye. Ewji demeke nêzîk de li ser bextê mirovê Êzdî Şêx Husên hatiyeavakirin.13. Pîrozgeha Menên:Li ser bêla Menên di ser gundê Serê Kaniyê re ye. Avahiawê kilasîkî ye.14. Pîrozgeha Şêx Seydî:Ew li nav Gu.Feqîra ye, di nav malan de maye. Avahiya wêkilasîkî ye û li ber hilweşandinê ye.85PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

86PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Beşê DiduyanDîroka Êzdîtiyê û ÊzdiyanLi navçaÇiyayê Kurmênc87PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

88PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Lêkolîna yekêDîroka Êzdîtiyê û Êzdiyanli Çiyayê KurmêncHin destnîşanên Êzdîtiyê yên kevinli Çi.KurmêncGelek nîşanên olbaweriyên kevin ji serdemên berî zayînêde li navça Çi.Kurmênc hene. Hin jê ra roja me di navbaweriyên ola Êzdî de xuya dibin. Ev in hinek ji wan:- Pîrozkirina Masiyan:Masî di ola Êzdî de wek jndarekî pîroz tê dîtin, û girtin ûxwarina goştê wan ĥeram dike. Ji ber ku, Masî di baweriyênÊzdîtiyê de, mîna cewhera rastiya Xwedê ye di binê deryan de.Şêniyên gundên deşta Cûmê, gunehkar dikirin ku ti kesMasiyên di kaniyên gundên wan dijîn bigirtin û goştê wan jînedixwarin. Hîn jî ew bawerî li ba hin mirovên navsal heye.Jêderên dîrokî destnîşan dikin, ku gunehkirina girtinaMasiyan ji baweriyên pir kevin e li navça zewra çemê Efrînê;Dîroknivîsê Yûnanî “Kizênfûn” li sala 400 b.z, çemê“Kalos”/Efrîn û devera wî salix daye û li ser baweriyên şêniyêku li perava wî dijiya wiha gotiye: ((Çem tijî Masî bû. Mirovê89PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Sûrî wan pîroz dikin û nahêlin kes dest di wan bide…, rûpel55)).Ji wê gotinê tê têgihîştin, ku baweriya pîrozkirina Masiyan liÇi.Kurmênc, tewir hindik, ji 2400 sal de heye û ra niha hatiyeparastin, tewir hindik jî, ew di heşt sedsalên dawîn debaweriyeke Êzdiyan e naskirî bû.- Tawis û Xaç:Li gundê Kîmarê, li ser kevana xwînrêja kinîsekê ku di sala573an zayînî de hatiye avakirin, neqaşa du Tawisan li hemberhev hene. Di navbera wan de jî xaçek di hundurê dugiloverikan de hatiye neqişkirin.Neqşa Xaçan pir bala mera nakşîne, ji ber ku hebûna wan liser şûnewarên Filehî, nemaze kinîsan, tiştekî normal e, lêhebûna wêneya Têrtawis li ser xwînrêja kinîsekê, çi weteyêdestnîşan dike? Nemaze eger em zani bin ku Tawis dibaweriyên ola Êzdî de, destnîşana Frîşte Melek Tawis dike, ewjî di Êzdîtiyê de serokê civata her şeş Pêriyên mezin yênnaskirî ne (1) .1- Lêkolînvanê Kurd Tewfîq Wehbê dibêje: Koka navê Tawis“Diyawûs” e, Diyawûs jî li ba perestvanên endamên sirûştê ji gelênHindo Ewrupî – Arî Xwedêyê ezmên bû, ji xwe Kurd jî di nav wande ne. Li wan deman Diyawûs Xwedêyê herî mezin bû di nav civataXwedêyên Arî de. Li dema serdariya gelê Horî, ango di hezarêndiduyan û yekê berî zayînê de, Diyawûs roja ku nedihat şikandin bû,û bi “Mîsra” binav dibû û rêberê komelgehek Xwedêyên ji pilayadiduyan bû, endamên wê komelgehê jî bi navê “Êzîde” dihatin nasîn.90PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Neqşa du Tawisan li ser kevana Xwînrêja kinîsekê liGu.Kîmarê-ŞêrewaWekî ku em dizanin, ew civata Firîşteyan di ola Mîsrayî yakevin de jî hebû, Mîsra jî Xwedêyê Rojê yê Mîtanî-Horî bû ûgewretirîn endamên Civata Xwedêyan û serokê wan jî bû.Û ji ber ku, Mîsra/Diyewûs teşeyekî Xwedêyî yî gewre bû,zeredeşt jî dest jê berneda, ew xist nav sîstema xwe yaXwedêyî û di pevçûna dijwar de bi Xwedêyê Şerxwaz“Ehrîman” re kir alîgirê Ehoramezde Xwedêyê Çêxwaziyê,mîna serokê desteya ĥesabkirinê roja qiyametê jî danasîn û birojê û bi agirê pîroz hat destnîşankir û nimûnand.Perestvaniya Xwedê Mîsra li rojhilata nêzîk û Ewrupa radawiya sedsala diduyan piştî zayînê hebû, lê li dema ku Filehîderhat, ola Mîsra xwe li ber negirt û têk çû.Lê digel wê yekê, hebûna neqşa Tawis li ser xwînrêja kinîsaFilehan destnîşan dike, ku Xwedê Mîsra pîroziya xwe li baFilehên navça me winda nekiri bû û ta piştî borîna çendsedsalan ji belavbûna ola Fileh jî li navçeyên Çiyayên91PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Kurmênc û Lêlûn, Mîsra dihat pîrozkirin û nîşana wî“Tîrtawis” jî dihat xebtandin.Li gor baweriyên ola Mîsrayî, wêneya hebûna neqşa Tawisli dor guloverekê ku xaçek di nav de ye, destnîşan dikir kuXwedê Mîsra li her çar aliyên zemîna gulover serdar e (1) .Û da em nas bikin, ku eger ew neqşa li ser xwînrêja kinîsê,li ba Êzdiyan jî tiştekî dinimîne yan na, me ji rêberê ÊzdiyênNa.Efrînê Şêx Husên pirsî, û wî wiha got:((Li gor baweriyên ola me, “golverik” şana gozemînê ye,xaça her çar baskên wê qaserî hev jî, destnîşana her çar aliyênzemînê dike, her aliyekî zemînê jî bi Firîşteyekî tê parastin:Tawisî Melek li bakur, Şêxesen li başûr, Nasirdîn li rojava ûSicadîn li rojhilat e)).Ji bilî wê, guloverik di ola Êzdî de şana pevgirêdanabaweriyên olî ye jî, û ew nahêle cindî/bawermend ji riya olaxwe derkeve, ev bawerî ra niha jî li ba Êzdiyan heye. Wek têzanîn, mirovê Êzdî yaqa kirasê xwe gulover didrû, da ku herew kirasê li xwe ke ustubariyên ola xwe bi bîr wî ne.1- Xaça Filehiyê destikê xwe yê jêrîn dirêjtir e. Lê xaça ku her çardestikên wî bi qaserî hev in, navnîşana Xwedêyê MîteHorî “Mîsra”ye. Ew xaç destnîşan dike ku destê Mîsra di ser her çar kenarêngerdûnê re ye. Kurd li Na.Efrînê, Êzdî jî û Misliman jî, ra roja mexaça ku her çar destikên xwe bi qaserî hev in pîroz dikin, wêneya wîjî ji bo vegirtina ji nexwaşiyan li ser govdê zarokan dikşînin û li serhêvîr, meşka dêw jî… resim dikin. Xaça kevnartir ku di dîrokê dehatiye naskirin, her çar destikên wê qiloç in, ew xaç li ser qermîtekîji serdema kevirî ya baqirî de li navça sêgoşa Zapê Mezin, Dicle ûFeratê Navîn (Kurdistana Êraqê) hatiye dîtin, /Mortkart, rûpel 21/,ew navçe jî dergûşa ola Êzdî ye. Ji bo zanînên bêtir li van çavkaniyanveger: Corc Hebîb: Êzdî bermahiya oleke kevin. Nûrî Sma'îl: Olazerdeştî- Mezdêsna. Şakir Fetah: Êzdî û ola Zerdeştî. MihemedBerzincî: Koka ola Zerdeştî.92PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Li ber roniya van tiştan, neqşa Tawis li ser xwînrêja kinîsê,bi hêsanî netê şirovekirin eger em van çend xalan nedin berçavên xwe:- Mîsra xwedêyê gelê MîteHorî ye. Hebûna wî miletî linavçeyên çiyayên Toros, Amanos û ra Deryaya Sipî zor pirbû, hîn jî hin olbawerî û rêwresmên MîteHorî li ba Êzdiyantên dîtin, wek: Gerandina Senceqê (pûtê TêrTawis – şanaMîsra), pîrozkirina guloverika ku xaça Mîsrayî (Horî) di navde û hd (1) .- Gelek tiştên hevbeş di navbera Êzdiyetiyê û Zeredeştiyê dehene, gelek kes hene Ola Êzdî bi ser Zeredeştiyê vedijimêrin, wek em jî dizanin, ola Zerdeştiyê gihîşti bûÇi.Kurmênc. Ji nîşanên hebûna Zeredeştiyê li vê navçê,nivîsa ku li ser deriyê pîrozgeha Qerecurnê daliqandî ye, ewdibêje: “Ev pîrozgeh mêrava şehîdekî Misliman e, navê wîHogir e, ew kurê Kahinekî Zeredeştî bû ji gundê 'Endarê, lisedsala dozdehan zayînî bi destê xaçeperestan hat kuştin”.Di belgeyên lêkolînên komcivîna navnetewî ya cihanî li serdîroka Sûryê, di /rûpel 179/ de hatiye, ku kevirekî camî yîbiçûk li girê 'Endarê, di asta pêncan a Exmînî de hat dîtin, ûneqşa Xwedê Zeredeşt (Ehoramezde) li ser hebû, wek emdizanin, ew jî bi mirovekî bi roja bi bazik re bûye yek, tênimûnandin.Ji van nimûnan tê têgihîştin, ku olbaweriyên Zerdeştiyê berîderhatina Şêxadî li navça Çi.Kurmênc hebûn.1 - Pitik û daxdana bi êgir ji baweriyên olî ne li ba gelek miletênrojhilata navîn. Ew sincî ji koka xwe de Zeredeştî ye, çinkî diZerdeştiyê de agir nûra Xwedê dinimûne û hêzên şerxwaz, reşantiyê ûnexwaşiyan tune dike.93PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Li derbarî hebûna Êzdiyetiyê li Çi.Kurmêmc jî, şikavlin lidevera Reco li ber Gu.Hesen hene, bi “Gundê Qewala” tênbinav kirin, qewal jî nofek e ji oldarên Êzdîtiyê. Li navberabajarokê Şiyê û Gu.Merwanê jî, bêlek bi navê Qiracê Şengalêheye, Şengal jî navendeke Êzdîtiyê ye giring e li KurdistanaÊraqê.Li ber roniya van rastiyan, hebûna dîrokî ya baweriyên olaÊzdî li Çi.Kurmênc, rastiyeke rast e û ji kûraniya dîrokê hatiye,û tevî ku belkî piranya kesan jî wate û mebestên wan tiştan ûdîroka wan a olî nizanin jî, lê hîn ra dema me xelk wan bawerîû rêwresman di jiyana xwe ya rojane de bikar tîne û pîroz jîdike.Destpêka hebûna Êzdiyanli navça Çi.KurmêncDemeke diyar û rind naskirî ji hebûna Êzdiyan re linavçeya Çi.Kurmênc nehatiye zanîn, lê hin lêkolîn û jêderêndîrokî yên rastgo hene, ew pirs şirovekirine û li derbarê peydabûna Êzdiyan li navçê axivîne. Emê di vê lêkolînê de, wekî kuji destê me hat, li ser dîroka Êzdiyên Çi.Kurmênc rawestin.Yek ji jêderan, nivîsekî ku li ser Êzdiyên navça Çi.Kurmêncaxivîne, Qis Hênry Lamans e. Wî li destpêka sedsala bîstan liser Êzdiyên devera Çi.Lêlûn wiha gotiye:((Li dema berê, rûniştina Êzdiyan li Sûryê li başûrêÇi.Sem'an/Lêlûn bû. Gundê Kefer Basînê jî ku niha Ereb lêrûdinin, li ba Êzdiyan bi dîrokeke wan ye biha ve girêdayî ye,ew dîrok digihê dema berî gihîştina Êzdiyan li bakurê Sûryê. LiSûrya navîn jî, tewir hindik, me şûnewarekî çûnhatina Êzdiyandît. Wek tê zanîn, berê bawermendên Ola Êzdî bi “Bsîniye” jîdihatin binavkirin. Me jî ev nav li gundekî ku dora 2094PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

kîlomitran li bakur rojavayê bajarê Humsê ye, dît. Me nivîsek liser tabûta Qidîs (Tomas Salos) ligel neqşine din ku bi duzimanan hati bûn nîgarkirin dît, ew nivîs wiha bû: ((KurdênDazîniya)) (1) . Yanê ew gundê Kurdên Dazîniya, ango KurdênÊzdî ne. Yanê em kanin di (Kurdên Dazîniya) de, komeke Êzdîye kevin bibînin…Li dema komên miletên ku ji aliyên nijadî, şaristanî û kokaxwe de cida bûn, arzûyên impretoriya Silcûqî li hev parvedikirin, Êzdiyan jî Ferat derbas kirin û bi rojava de hatin, belkîhatina wan berî wê dîrokê be jî. Lewre em bawer dikin, kugerek e hatina Êzdiyan ya navça çiyayên Kurmênc û Sem'anêpiştî şerên xaçeperstan be, yanê li sedsala sêzdehên zayînî be,komên destpêkê ji Êzdiyan jî li wê demê gihîştin Çi.Sem'anê.Belkî sedemên hatina wan pevçûnên xwebixwe bûn, yan jîtalanên tund ên ku bi ser wan dihatin bûn, dîroka wan jî di wîwarî de pir dewlemend e.Û ji ber hejmara wan a hindik û baweriya wan a taybet,wan di wê navçê de (Cûm, Çiyayên Lêlûn û Kurmênc), dibajarên wê yên mirî de, ewên ku ji cigehên navendên bajarênmezin û riyên sereke dûr bûn, warekî hêmin ji xwe re dîtin kutê de tikes şerê wan neke)) (2) .1 - Di perçê yekê de ji pirtûka Şerfname ku ji çapkirina wergêrMihemed Elî Ewnî ye, wergêr li binê rûpela çaran nivîsiye, û dibêjeku di pirtûka “Ferhenga Welatan” de li derbarî navê Dasnî wihahatiye: ((Ew li bakurê Mûsilê li aliyê Diclê yê Rojhilat e, ew çiyakîgewre ye şêniyê wê ji hozên Kurd in, jê re dibêjin (Dasnî) û bi nofaÊzdî jî tê nasîn)). Bêjeya Dasnî jî ji (Di êve sine) hatiye, koka wê(Dêv) yan (Dêw) e, ew jî Xwedêyekî Arî yî kevin bû.2 - Lêkolînek ji hêla Qis Hênrî Lamans de, li sala 1907an li Çi.Lêlûnû gundên Cûmê yên Êzdî hatiye kirin û di kovara zanîngeha QidîsYûsif ya li Bêrût li sala 1957an di bin navê ((lêkolînek li ser95PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Şerefxanê Bedlîsî jî, gava ku di “Şerefnamê” de li serÎmareta Kilisê deng dike, hebûna Êzdiyan li bakur rojavayêHelebê bi bîr tîne û di beşê jînenîgariya destladarên Kilisê dewiha dibêje:((Mîrekî Kurd bi navê Mend, hêzek ji hozên Kurdî li doraxwe civand û bi siltanên Eyûbiyan re gerî. Pişt re, yekî ji wanSiltanan devera Qusêrê ji wîlayeta Entekê, wek senceq da MîrMend û ew û xelkê xwe lê rûniştin. Pişt re, Kurdên Êzdî yênCûm, Kilis û ewên ku di navbera Hemayê û Meraşê de bûn, liwî kom bûn…)) (1) .Ji gotina jorîn xuyan dibe, ku Mîr Mend di dema dinavbera derhatina Selahidînê Eyûbî û sala têkçûna dewletaEyûbî 1260an.z de, ango di nîvê yekê de ji sedsala sêzdehênzayînî, bi Eyûbiyan re gerî ye. Ji ev gotina Şerefnamê têtêgihîştin, ku hebûna ola Êzdî û bawermendên wê, berî dîrokaEyûbiyan li navçê hebû, yanê ew ji dema derhatina Şêxadî ûbelavbûna mirûdên wî li sedsala dozdehên zayînî li navçeyênBakur û navîna Sûriyê hatine dîtin.Di wan deman de, komine mezin ji hozên navendaKurdistanê bi mîrên Eyûbiyan re derketin û berve welatê Şamêû Misirê hatin, wan taybetiyên xwe yên netewî, civakî ûbaweriyên xwe yên olî jî bi xwe re rakirin. Bêguman, di nav debawermendên ola Êzdî (Ededwî) jî hebûn ku wê hîngê nû linav Kurdan belav bibû. Yanê em kanin dîroka sala 1183an,sala vekirina Helebê ji hêla Siltan Selahidîn de wek dîrokekenêzîktir ji gihîştina ola Êzdî re li van navçan qebûl bikin.xaknîgarî û şaristaniya gelên rojhilatî, bilindahiyên Çiyayê Sem'an ûÊzdiyên Sûryê)) de hatiye belavkirin, Rûpel 376-388.1- Şerfxanê Bedlîsî: Pirtûka Şerefname, rûpel 230, sal 1596.96PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Eger em tiştê ku di pirtûka Şerefnamê de hatiye, û dîrokagihîştina Selahidîn ya bakurê Helebê, û vekirina kela Ezazê lisala 1183an, û dîroka sedsala sêzdehan ya ku Qis H.Lamanswek dîrok ji hatina Êzdiyan re li van navçan biriye, eger emvan dîrokan bidin ber hev, emê bibînin ku ew hemî li dîrokasala 1247z tên.Li wan deman, mîritiyeke Şêx Husên kurê biraziyê Şêxadîli derdora Mûsilê “li Kurdistana Êraqê” hebû. Lê li sala/1247an/z, Bedridîn Luilui xudanê Mûsilê, mîrê Êzdiyan ŞêxHusên kuşt, şêniyê mîritiya wî û Êzdiyên wê jî dan ber kuştinê,û hejmareke mezin ji Êzdiyan bi her aliyekî de mişext bûn.Ji wan Êzdiyan, lawekî Şêx Husên bi navê “Şêx ZênidînYûsif” jî berve Şamê çû, wî ji wir de pêkol kir ku mîritiya bavêxwe vegerîne, lê ew li sala 1298an mir û armanca xwe bicihnanî. Kurê wî Şêx Ezdîn jî di wê şopê de xebitî, lê ew jî bi serneket û di girtîgeha Memalîkên Çerkez de jiyana xwe ji destda. Êzdî dibêjin, mêravekî Şêxadî li “Bab Elmeqam” li Qahîrêjî heye, belkî ew jî ji wan deman de be.Li deverên mişextiyê, neviyên malbata Şêx Husênbaweriyên xwe yên olî parastin, gelek ji wan li Helebê û lideverên derdora wê jî bi cih dibûn. Li destpêka serdemaOsmanî, mîrekî wê malbatê bi navê Ezdîn Yûsif El Kurdî, bûmîrê Îmareta Kilisê û tevahiya Kurdên li welatê Helebê (1) , û li1 - Di pirtûka Ebdirezaqê Ĥusênî /Êzdî li niho û pêşeroja wan, dirûpel 18 de hatiye, wî jî ji pirtûka ((Dur Elĥubeb)) ya ElrredîElĥemebelî (ji sedsala dehan goçerî ye) biriye û dibêje: (('Ezdîn kurêYûsifê Kurd ê 'Edewî, li dawiya dewleta Çerkezî û destpêka yaOsmanî, mîrmîranê senceqa Helebê bû. Ew li ser şopa Şêx 'Edî binMisafir, Xwedê jê razî be bû û bi mala Şêx Mend dihat nasîn. Didema wî de, mîr Ĥebîb kurê 'Erebo li bin kela Helbê hat bidardekirin,ji ber ku di navbera mîr 'Ezdîn û lawên 'Erebo de dijmantiya dîn û97PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

sala 1541an jiyana xwe ji dest da. Ew Mîr 'Ezdîn ji mala ŞêxMend bû, Şêx Mend jî şaxek e ji binola 'Edewî (1) .Lê gelo, ma Mîr Mendê ku Şerfxanê Bedlîsî çêrê bûye û lisedsala sêzdehan mîrîtiya Kilisê damezrandiye, Êzdî bû?Ji bo bersivdana li vê pirsê, gerek e em van rastiyan bibîrwînin:- Li destpêka bicihbûna Mîr Mend li devera Qusêrê (DeştaĤemqê), Kurdên Êzdî ku li deşta Cûmê û Kilisê bûn, li dorawî kom bûn. Wek tê zanîn, li wan deman ol û binolan reng ûnavên komemirovan, destlatdaran û dewletan jî diyardikirin. Em bawer dikin, ku kombûna Êzdiyan li wê çaxê lidora Mîr Mend, Êzdîtiya wî diyar dike.- Di pilevaniya ola Êzdî de, pileya (Şêx Mend) heye,endamên wê ji tamara Şêx Mend dikşên. Di pirtûk û jêderênku me xwendine de, ji bilî vî Şêx Mendî, em rastî ti ŞêxênÊzdî, yan ne Êzdî, ku navê wî (Mend) e nehatin. Ji bilî ku diqewla “Laveya Rojava” de ya ji gotina Şêx Husên, navê“Şêx Mendê Helebê” bi şêweyekî zelal hatiye gotin. Dawiyawî Qewlî wiha dibêje:((Bidî xatirê mîrê bilind, Feqîrê sozdayî, mîrêTebekê Şamê, Siltan Êzîd li Şamê, şêx Mendpaşayê Ĥelebê, mezela Kekê Ezîz)).- Têkliyeke xort di navbera neviyên Mîr Mend mîrê Kilisê ûalîgirên binola Durzî de li Lubnanê heye. Li sala 1607an, lidema pevçûna neviyên Mîr Mend bi Osmaniyan re,Canpolatiyên Mendî xwe avêtin çiyayê Dirûzan li Lubnanê,dinyayê hebû. Çinkî mala 'Erebo şopedara Sinne bû û mala ŞêxMend jî Êzdî bûn)).1 - Ebdirezaqê Husênî: Pirtûka /Êzdî li niho û pêşeroja wan, rûpel 18/.98PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

pişt re jî ew bûn kesine payebilind di civaka wan de. Ev jîdesnîşan dike, ku Mîr Mend û neviyên wî -ya tewir hindiknemislimanên Sunne bûn. Bi rastî jî, hîn cil û qiyafetaÊzdiyan û Dirûzan nêzîk hev in. Dirûzên gundên parêzgehaIdlibê jî, Kurdîtiya xwe dupat dikin û ew jî mîna Êzdiyanpîrozgeha Şêx Berkêt ku li ser Çi.Şêx Berkêt pîroz dikin.Guman heye jî ku koka têkliyên Êzdiyan û Dirûzan digihêŞêx 'Edî bin Misafir, çinkî ew li destpêkê, li gundê (BêtilFarê – Enefarê) li deşta Buqa'a Lubnanê rûdinişt, paşê jî ewji wir çû li Kurdistanê bicih bû, ew dem jî tenê dora pêncîsalî ji dema derhatina Mîr Mend dûr e.Hêjaye em bibîr wînin jî, ku Isma'îlê Durzî damezrawêbinola Durzî, ji koka xwe ya netewî de Kurd e, belkî jî Farisbe, çinkî ew ji deverên rojhilatî ji welatê Kurdanbiderketiye, û li serdema dewleta Fatimî çûye msirê, ji wir jîhatiye Lubnanê û baweriyên xwe yên olî li wir belav kirine,ew olbawerî jî bi paşnavê wî “Durzî” hatine nasîn. Embawer dikin, ku ev dîrok kane pir tiştên hevbeş ku dinavbera Êzdî û Durûzan de hene şirove bike.Em bawer dikin, ku ev zanînên me li jor anîne, Êzdîtiya MîrMend mêlag dikin û gumanê li ser nahêle.Êzdî piştî Mîr Mend:Piştî ketina dewleta Eyûbî û mirina Mîr Mend, malbata wîmîrîtiya xwe li navçeyên Kilisê û Çi.Kurmênc parast, û lidrêjiya dema dewleta Memalîkên Deryayî (Tirk) (1260-1382ê)z serbixwe ma.Piştî ku li sala 1382an, destlata dewleta Memalîkên Tirk ketdestê Memalîkên Bircî (Çerkez), qiralên wan xwastin mîrîtiyamalbata Mendî bixin nav sînorên dewleta xwe, lê Ehmed Beg99PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

kurê 'Ereb begê, ku wê hîngê destlatdarê Mîrîtiya Kilisê bû,serê xwe ji wan re danenî û serbixwebûna mîrîtiya xwe parast,[Şerefname, rûp 231].Wê hîngê Memalîkan mîrekî Kurd î Êzdî bi navê Şêx 'Ezdînji mîrîtiya Kilisê re vebjartin, lê belê digel gelek hewildanênŞêx 'Ezdîn û Siltanên Memalîkan, wan nikanî Ehmed Beg ji sertextê mîrîtiyê danîna, û wî serbixwebûna mîrîtiya xwe bişêweyekî serghayî parast.Piştî mirina Ehmed Begê, kurê wî Ĥibîb begê destlat radestbir, lê belê qiralên Memalîkan bi şora Şêx 'Ezdîn, Ĥebîb Beg bidibare vexwandin Helebê, li wir kuştin, û destlata mîrîtiyê jîradestî Şêx 'Ezdîn kirin.Lê belê Qasim Beg birayê Ĥebîb Begê li dijî wê yekê rabû,wê hîngê Şêx 'Ezdîn subayek ji Êzdiyan bi hev xist û biserdariya Şehreyar Begê û alîkariya serbazên Siltanê MemlûkîEl-Ĝorî, hêriş birin ser Qasim Begê, lê ew di wê cengê debiserneketin, û bê encam vegerîn Helebê, û serbixwebûnamîrîtiyê jî hat parastin, [Şerefname, rûp 232].Êzdî li serdema Osmanî:Li sala 1516an, cenga “Merc Dabiqê” ya navdar li navsînorên mîrîtiya Kilisê ya Kurd çê bû, û di encamê de, SiltanêOsmanî Selîm Xanê Yekê destlata Memalîkan ji van welatanhilkir.Di ew rewşên siyasî yên nû de, Şêx 'Ezdînê ku em li jorçêrê bûne, xwe gihand hakimê Osmanî yê yekê li Helebê“Qerece Paşa”, û bêbextî li ba wî li Qasim Begê kir. Bi wêyekê, Qasim Beg li Stembûlê hat bidardekirin û mîrîtiyaKurdên wîlayeta Helebê radestî Şêx 'Ezdîn bû.Destladariya Şêx 'Ezdîn ra mirina wî li sala 1541ê ma. Û jiber ku -wek jêder dibêjin- di nav kur û mirovên wî de kesekî100PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

hêjayî kurkê mîrîtiyê tine bû, mîrîtiya Kurdan radestî mirovekîbi navê Mihemed Beg bû, ku ji malbata destladarên mîrîtiyaHeskêfa ya Kurd bû, [Şerefname, rûp 232].Lê belê pir ne çû, destlatdariya mîrîtiyê dîsa li malbataMendî vegerî û vê carê kurkê wê kete destê mîr Canpolat kurêQasim begê, û Canpolatî ra sala 1607an li ser textê Mîrîtiyêman.Li wê salê, Elî Begê Canpolatî serbixwebûn li bakurê Sûryêragihand. Lê ew li sala 1607an, di cengekê de bi artêşa Osmanîre têk çû, mîrîtiya Mendî jî hat rûxandin û Elî Beg bi xwe jî bixinizî li ser destê Osmaniyan hat kuştin, û bi wî rengî, û piştîku malbata Mendî, ya Kurd ku ji koka xwe ya olî de Êzdî ye,dora çar sed sal li ser textê mîrîtiya Kilisê sebixwe ma, rolaxwe bidawî hat û mîrîtî jî wêran bû.Piştî têkçûna malbata Mendî, hakimên mîrîtiya Kilsê bûnMisliman û ji koşka Siltên de li Stembûlê dihatin binavkirin.Wek çavkanî dibêjin û şêniyê navçê jî dizane, li navînasedsala hejdehan, rêberkî Kurd bi navê Betal Aĝa kurê BetalAĝayê Gênc li navça Kilisê û Çi.Kurmênc bider ket. Wî ji kelaBasûtê de destlatdarî li deverên Cûm, Kilis û navçeyên bakurêHelebê kir.Jêderên ku li derbarî ola Betal Aĝa axivîne pir hindik in, lêtiştê tekûz ew e, ku wî pişta xwe dabû Kurdên Êzdî yên ku lideverên Cûmê û Lêlûn rûdiniştin, û motka hêza wî ya çekdar jîji wan pêk dihat (1) . Serdariya Betal Aĝa li ser wan deveran radagîrkirina Ibrahîm Paşa kurê Mihemed Elî Paşa ji bakurêSûryê re ma. Li dema Îbrahîm Paşa, waliyê Helebê Betal Aĝa1 - Tê gotin, dema ku serbazên dstlatê kela Basûtê dorpêç kiri bûn, ûgava ku mirovek digirtin û dixwastin nas bikin ku ew peyayê BetalAĝa ye lê na, jê dixwastin navê (Firîşteyê Xinaniyê-Iblîs) hilde, egerhilnedida, wer dizanîn ku ew Êzdî ye û ji peyayên Betal Aĝa ye.101PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

i dibare bir ba xwe û ew, lawê wî û çerxciyê wî yê Êzdî (EliyêŞindî ji Gu.Maratê) li binê kela Helebê bi dar de kirin.Piştî kuştina Betal Aĝa û derketina Îbrahîm Paşa ji Sûryê,alîgirên Betêl yên Êzdî toşî zordariya Osmaniyan bûn, û ji wêdemê de rola wan li Çi.Kurmênc û li navçeyên Helebê pirdagerî. Li wan deman, û di bin zora gelek kirdeyan de,hejmareke mezin ji Êzdiyan neçar bibûn ola xwe berdin û bibinMisliman.Ma em bêjin, ku li destpêka serdema Osmanî, Êzdî wekbawermendên oleke cuda dihatin dîtin, û dewletê ji ber xizmetaleşkeriyê ve jî pere ji wan distandin. Lê li dawiya serdemaOsmanî, ew mîna binoleke Îslamî hatin nasandin û diçûnlêşkeriyê jî, û li ser nasama wan jî wiha dihat nivîsandin:(Mislêm-Yezîdî).Êzdî li sedsala bîstan:Êzdiyên navça Çi.Kurmênc bi pergaleke lawaz û bê rêberênolî û civakî derbas sedsala bîstan bûn. Li wan deman, gelekÊzdî û piraniya Aĝeyên hoza Şikêk û Cûmê jî di nav de bûn,ola xwe berda bûn û bibûn Misliman. Wê yekê valahiyekehikardar di nav civaka Êzdiyên navça Çi.Kurmênc de hîşti bû.Lê belê, di heyama Şerê Cihanî yê Yekê de, û di rewş ûencamên wê de, rêbertiyeke Êzdî ye civakî ye nû hat meydanê.Vê carê ew ji nav pileya olî ya Mirûdan bider ket. Ew rêberê nûDewrêşê Şemo ji gundê Qîbarê bû.Dewrêşê Şemo kî bû?Zanînên mala Şemo dibêjin, ku bapîrên wan li sedsalaşanzdehan li dema Şêx 'Ezdîn li Helebê rûdiniştin û li şeqamaNecaran karê necariyê dikirin. Lê ji ber hin nîrên civakî yên102PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

taybet, wan ji Helebê bar kir û hatin li nav mirovên xwe ligundê Qîbarê rûniştin û karê necariyê kirin.Li dema şerê cihanê yê yekê, destlata Osmanî biryarekbiderxisti bû, li gor wê, her kesê ku di birîna daran de ji boÇimana Rojhilatî ya Lezok dixebitî, ne diçûn eniyên şer ûbelgeyeke taybet jî ji bo wê yekê didan wan. Wê hîngê,dandina wan belgeyan ket destê hin mirovên ji Çi.Kurmênc jî,yek ji wan jî Dewrêşê Şemo bû. Wê yekê kir ku Dewrêş bêtirwere nas kirin û di nava civaka Êzdî de bi rû bibe.Piştî destlata Osmanî li Sûryê têkçû û Înglîz û paşê jîFirensiyan bakurê Sûryê standin, Dewrêş û birayê xwe Nasir, jiber Êzdiyan ve bi qiral Fêsel re rûniştin, helwesta xwe ya li dijîOsmaniyan diyar kirin, û ji destlata wî re jî erê kirin.Wek tê zanîn, li dawiya şerê cîhanê yê yekê, destlat û dewletnema bû, wê yekê rewş bêhêminiyek li navça Çi.Kurmênc jîpeyda kiri bû. Li sala 1918an, Tirkan hêzên Çete “QiwayîMilî” li navçeyên bakur û rojavayê wîlayeta Helebê ya Osmanîdamezrandi bûn û doza şerê gawiran dikirin, hinekan ji wandoza dijîtiya Êzdiyan jî dikir, çend pevçûn jî di navbera Çetanû Êziyan de derketin. Yek jê li kêleka Gu.Qîbarê bû, û DewrêşêŞemo bi xwe tê de birîndar bû (1) . Gava hêzên Firensî bi şopawê pevçûnê ketin, û piştî naskir ku pirs çi ye, Misteşar Firensîxwast bi nûnerên Êzdiyan re rûne. Wê hîngê, du mirovên Êzdîçûn hevdîtina Misteşêr, yek Dewrêş bû û yê din jî 'Eliyê Cindo(2)ji Gu.Qestela Elî Cindo bû.Li dema hevdîtinê, Misteşêr ji wan xwast ku nûnerekî ji berxwe ve bi nav bikin. Wê hîngê Dewrêş xortekî jîr bû û di nav1- Dewrêş li bakurê Gu.Qîbarê li cihê Çi.Sipî di pevçûna bi çetan redi lingê xwe de birîndar bû.2 - Ew bavê jina Dewrêş Aĝa ye û ji pismanên wî ye.103PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Êzdian de naskirî bû, û herwiha ew wek nûnerê Êzdiyan hatvebjartin.Ji hêleka din ve, li destpêka ketina Firensiyan ya navçaÇi.Kurmênc, ew dixebitîn ku bi rewşa asayişî li navçê hêminbikin. Lewre wan hewildida ku hemî komikên olî, binolî û hozîji xwe razî bikin.Li wê demê, Êzdî nofeke olî li ser hev bû, hinek peyayênxwe yên çekdar jî hebûn. Lewre, Firensiyan xwastin wan bialiyê xwe xînin û rê dan Êzdiyan da ku hêzeke xwe ya çekdar arewa jî ava bikin. Ew hêz bi navê (subaya siwarên Kurd) hatnaskirin û Nasir birayê Dewrêş jî bû serdarê wê. Li wê demê,dibistanek taybet jî ji bo zarokên Êzdiyan hat vekirin.Piştî ku îdara Sûrî ya sivîl li navça Çi.Kurmênc hatdamezrandin, mixtar û navserên gundên Êzdiyan,daxwaznamek pêşkêş misteşarê Firensî kirin, tê de xwastin, kuDewrêş bibe serokê Êzdiyên Na.Çiyayê Kurmênc. Wê hîngêqeymiqamê Kurdaxê-Efrînê li dîroka 10.5.1925an li serdaxwaza wan erê kir û bi yekê Dewrêş bi şêweyekî fermî bû(serokê hozên Êdiyan) li navçeyên Ezazê û Çi.Kurmênc, û wekpayebilindiyeke civakî, navnîşana “Aĝe” jî wergirt.Piştî wê bi du salan, Dewrêş Aĝa wekaleteke tevahî li serÊzdiyan ji Mîrê Êzdiyan li Welat Şêx jî anî, ew wekalet lidîroka 2.6.1927an biderketiye, [Belge 1]. Li gor wêwekaletnamê, Dewrêş Aĝa karûbarên Êzdiyan li van her dunavçan, Ezaz û Çi.Kurmênc, bi dest xwe xistine û bi wê yekêrêbertiya Dewrêş ji Êzdiyên Çi.Kurmênc re tekûz û sergihayîbû (1) . Û Herwiha, û piştî çarsed sal ji mirina rêberê Êzdiyan êdawîn li wîlayeta Helebê (Şêx 'Ezdîn kurê Yûsifê Kurdî),1 - Hin malbatên Êzdî li hember wî sekinîn. Helwesta wan, wekkencekê bû ji nakokiya çekane ku li Welat Şêx hebû. Li wê demê,Hemoyê Şerê dixwast mîrîtiya Êzdiyan ji dest Se'îd begê bigre.104PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

êbertiyeke Êzdiyan e nû derket, ew ji nû de li navçê bûnhêzeke civakî ye naskirî, û rol û gernasiya Dewrêş Aĝa jî mînaAĝeyên navçê yên dinhat çespandin.Belge -1- Wekaleta Se'îd begê ji Dewrêş Aĝa re.105PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Wergera deqa belgeya wekaletê, [belge -1-]:((Li gor wekaleta min a tevahî ji ber Mîrê Şêxan Se'îd Begkurê Elî Begê kurê Husên Begê ve, ku li Gu.Ba'ezrê yê bi serqeza Şêxan li Senceqa Mûsilê ve ye, û rêdana wî ji min re ji bowekaletkirinan li gor belgeya wekaletnameya ji hêla nivîskarê'edliyê de, dîrok 10 Şubatê 1923an, nimre 461/217, ez eşkeredikim ku min jî ji hêla xwe de, Dewrêş Aĝa kurê Şemo jiGu.Erş Qîbarê li Qeza Ezaz/Kurdax ya bi ser bajarê Helebê veye ji bajarên Sûryê, wekaleteke tevahî li ser hemî doz ûnakokiyên ku pê re û li ser wî bibin daye wî, min ew li ba hemîdadgehan daniye ser ewqafên Şêx Adî yên di nivîsara wekaletêde hatine, ew dadgeh jî: Şer'î, medenî, mafî, bazirganî, cezayîsulĥî û li dayîre û li encûmenên fermî, wek dozkar û dozbar ûkesê sisiyan û yê ketiye dozan… û wek encam, min bi ewwekaleta tevahî, nûnertiya xwe û ewqafên Şêxadî yên bi vêwekaletê ve girêdayî ne, dan dest Dewrêş Aĝa kurê Şemo daher tiştê ku dibîne baş e bike, mafên mirovê ku ez wekilandimeû mafên ewqafê jî biparêze, ew li ber roniya wê çawa xwast ûdît kane bilive, ew li gor vê wekaletê bi rewa û destûr e,û ji bodiyarkirina wê yekê min ev belgeya nivîskî dayê.Wekîlê tevahî ji ber Se'îd Begê kurê Elî Begê Mîrê Şêxan, ligor wekaleta ku dîrok û nimra wê hatiye nasandin.Rola Dewrêş Aĝa:Avokat Ebdilehed kurê Ilyas)).Dewrêş Aĝa li dema xwe, ji rêberên Çi.Kurmênc yên çalakbû. Ew ji koka xwe de ne zengîn ne jî xudan arzûyên fereh bû.Lê wî bi keda xwe û bi alîkariya Firensiyan, xizmetbawermendên ola xwe dikir.106PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Kevirê ser avahiya dibistana Êzdiyan, ev biwêj li serhatiye nivîsandin: ((Ev dibistan bi saya Xwedê û biwestana Dewrêş Aĝa Şemo li sala 1927 hat damezrandin)).Wek nimûne, li dema ku Aĝayên navçê li hember xwandinêû vekirina dibistanan disekinîn, Dewrêş dibistaneke fermî bipereyên camêriya Êzdiyan ji zarokên Êzdiyan re li Gu.Qîbarêvekir û mamosteyê Êzdî “Xidir Efendî” ji Şengalê jê re anî. Diwê dibistanê de, fêrkirina zimên û zanînan bi zimanê Erebî bû,zanînên ola Êzdî jî bi Kurmancî bû.Fêrkirina zanîna ola Êzdî li wê dibistanê ra sala mirinaDewrêş Aĝa li sala 1931an ma, pişt re mamoste Xidir Efendîvegerî welatê xwe, û fêrkirina ola Êzdî jî rawestî.107PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Li aliyekî din, li dema ku bajarokê Efrînê hat damezrandin ûbû navenda kargêrî ji navça Çi.Kurmênc re, Dewrêş Aĝa jîmîna Aĝeyên navçê, maleke xwe lê ava kir (1) .Ji hêla siyasî de jî, pêwendiyên Dewrêş Aĝa bi rêberêntevgera netewî ya Sûrî re wek Îbrahîm Henano… xort bûn. Jibilî ku dostaniya wî bi rêberên malbatên ku ji koka xwe deKurd bûn re jî hebû, wek Henano, Bermede û Kîxiye...Ji aliyê netewî de jî, pêwendiyên baş di navbera DewrêşAĝa û neviyên Bedirxan Paşa, Mîr Celadet û Kemîran Begê dehebûn. Wan her duyan seredana Gu.Qîbarê dikirin û li DewrêşAĝa dibûn mêvan. Piştî mirina Dewrêş Aĝa, ew têklî bi CemîlAĝa re jî berdewam bûn.Di wê navberê de, yanê li nîvê diduyan ji salên bîstan jisedsala bîstan, pilanek hevbeş ji hêla Firensiyan û Îngilîzan deji bo Êzdiyan hat pêşniyarkirin, wan dixwast teşeyek siyasî linavçeyên Şengalê û Şêxanê li Kurdistana Êraqê ji Êzdian redamezrînin. Li gor wê projeyê, wan dê Êzdiyên Çi.Kurmûnc liSûriyê û yên Çi.Reşa li Tirkiyê rakirana û li nav sînorên wêdestlatê bi war bikirana.Dewrêş Axa li ser wê pilanê erê kir, û birayê xwe Nasir şandMûsilê da ku Mîrê Êzdiyan bibîne, pê re baxive û warênrûniştina nû jî nas bike. Lê ew pilan bi sedemên ne diyar bicihnehat. Tê gotin, sedemek jê nakokiya ku di navbera Mîrê Şêxanû kesê bi navê Ĥemoyê Şero de hebû, bû, ji ber ku evê dawîndijîtiyeke çekdar li dijî Mîr rakiri bû û doza Mîrîtiya Êzdiyan jixwe re dikir, wê hîngê ew li dijî projeya Englo-Firensî rawestî.1- Ew avahî li dawiya dehsala sisiyan ji sedsala bîstan hat avakirin.Ew ra demeke nêzîk navenda postexanê û telefûnê bû, pişt re xudiyêwê yê niha ew kirî.108PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Dewrêş Aĝa têkliyên xwe yên baş bi hemî aliyan re libakurê Sûryê diparastin, ew ji Firensiyan ve nêzîk bû, û li sala1926an nîşanek ji desteya erkana subayên rojholatî yên Firensîwergirt. Pêwendiya wî bi welatperwerên Sûrî re jî rind bûn. Wîguh dida pirsa netewî ya Kurdî jî. Ji xwe, wî wekaleteke tevahîji bo serokatiya Êzdiyên bakurê Helebê ji Mîrê Şêxan jîwergirti bû. Belkî ji ber wan hemî tiştan jî, çavên AĝeyênÇi.Kurmênc li ser Dewrêş Aĝa sor bûn.109PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Dewrêş Axa li sala 1931ê bi destê Êzdiyekî ku pasewanê wîbû hat kuştin û hîn pêncî sal ji temenê xwe derbas nekiri bû.Sedema kuştinê di rû re, taybetî û kesane bû, lê bawerî hebû,ku di paş kuştina wî de nakokiyên civakî û siyasî yên wê demêhebûn.Di ortê de Kamîran Bedirxan, li aliyê wî yê çepê DewrêşAĝa û li aliyê rastê Sma'îl Bag, li paş jî Cemîl Aĝa.110PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Rola Cemîl Aĝa:Piştî mirinaDewrêş Aĝa, kurê wîCemîl ji bo seroktiyaÊzdiyan hat vebjartin.Û li gor belgenamawaliyê Helebê yadîroka 9.3.1932an,[Belge 3], Cemîl bişêweyekî fermî wekserokê Êzdiyan liwîlayeta Helebê hatKerta Cemîl Şemo DerwîşSerokê hozên Êzdiyan liEzazê û Kurdaxê.binavkirin, ew bû dadmendê olî yê şer'î jî, û hemî karûbarênÊzdiyan ên zagonî û olî ketin destê wî.Se'îd Begê jî, wekaleta xwe yatevahî ji bo serokatyaÊzdiyên wîlayeta Helebê ji Cemîl Axa re şand, dîroka wêwekaletê li sala 1934an e, [Belge 4].Piştî mirina Se'd Begê, dya wî Meyane Xatûn keça 'EbdîBegê, ku li ser neviyê xwe yê biçûk Tehsîn Begê wesîkar bû,wekaleteke tevahî ji Cemîl Aĝa re şand, [Belge5].Cemîl Aĝa li ser riya bavê xwe meşî, wî pêwendiyên xwebi Firensiyan, welatperweran û bi Bedirxaniyên Kurd re jîparastin.Cemîl Aĝa bi alikariya Kamîran Begê, serokê zanîngehaEmrîkî li Bêrûtê “Piyard Dodc” nas kir û pêwendiyêndostaniyê di navbera wan de hatin girêdan. Hin name ji sala1934an de di navbera wan de hene, Cemîl Aĝa tê de bicihkirinahin şagirtan di zanîngeha Emerîkî de jê dixwaze.111PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Belge -3- Erêkirina waliyê Helebê li ser serokatiya Cemîl Aĝa jiÊzdiyên Ezazê û Kurdaxê re.112PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Deqa erêkirina waliyê Helebê, [belgey -3-]:(( Wîlayeta HelebêQeymiqamtiya KurdaxêDîwana NameyanCenabê Qeymiqamê Kurdaxê yê rêzdarXoşewîst, alîkarê Nûnerê Payebilind ê Firensî ez agahdarkirim, ku Cemîl kurê Dewrêşê Şemo, daxwaznamek li roja 27Şubatê/1932an pêşkêş kiriye, tê de daxwaz dike, ku destlatênkargêrî û dadgehî û seroktiya Êzdiyan bi wî were hilpesartin,wek piştgirî jî ji daxwaza xwe re, belgenamek ji bawermendênbinola xwe de li qezayên Ezazê û Kurdaxê aniye. Nûnerê alîkarê xoşewîst dibêje, ku ew tu egeran ji bo nepejirandina daxwazawî nabîne. Tika me ew e, win agahiyên gerek ji destlatên her duqezan re bişînin, da ku li daxwaza wî û wek çawa ku ji bavê wîyê mirî re hebû, mikûr werin. Û rêzgirtina me qebûl bikin.9 Adar 1932Waliyê Helebê: Mihemed NebîhJi bo ku Cemîl kurê Derwêşê Şemo wek serokekî olî ji tayfaÊzdî re were dîtin. Bigihê serokên dayîreyan ên rêzdarQeymeqamê KurdaxêEhmed Hemdî Ebdilnûr))113PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Beleg -4- Wekaleta Se'îd Begê ji Cemîl Aĝa re.114PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ev e beşek ji deqa wekaletnama Se'îd Begê ji Cemîl Aĝare, [belge-4-]:((Ez Se'îd kurê Elî Begê kurê Husên Begê Mîrê Şêxan ku li navendaBa'ezrê ji Senceqa Mûsilê rûdinim… ji ber xwe ve û wekî ku ezwesîkarê ewqfa Şêxadî me, min Cemîl kurê Dwerêş Aĝa kurê Şemoji gundê 'Erşqîbarê li nevçeyên 'Ezaz û Kurdaxê yên bi ser bajarêHelebê ve ne ji bajarên Sûriyê, min wekaleteka tevahî daye wî da kuli hemî doz û nakokiyên ku hene û yên dê bi min re û li ser min bibinwekaletdar be, ew li ba hemî dadgehên Şer'î, Ĥiqûqî, Tîcarî, Cezayî,Sulĥî û li ba hemî dayre û civatên giyanî û fermî, wek dozvan,berdoz, kesê sisiyan mafdar be, …………. û wek encam min CemîlAĝa Kurê Dewrêş Aĝa kurê Şemo li şûna xwe li ser hemî ewqafênku bi weqfên Şêxadî ve girdayî ne danî, da ku kani be her tiştê kudibîne baş e û mafên min û mafên ewqafên ku em çêrê bûnebiparêze, ji ber wê jî ew kane bi vê wekaleta min a tevahî, durust,şer'î û rewa tiştê ku dibîne başe û gerek e bike, ji ber wê jî minbelgemana wekatetê bi nivîskî dayê.14.7. 1934.Yê ku ev wekatet bi naveroka wê ve dayeji navenda devera Ba'ezrê li senceqa MûsilêSe'îd Beg Kurê Husên BegMîrê Şêxanê e))115PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Belege -5- Wekaleta Meyane Xatûnê ji Cemîl Aĝa re))116PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ev e beşek ji wekaltnameya Meyane Xatûnê ji Cemîl Aĝare, [belge 5]:((Meyane Xatûn keça Ebdî Begê ji ber xwe ve û wekî kuwesîkar e li ser Tehsîn kurê Se'îd Begê ku li gor nama wezaretaÊraqê ya karê hundur di bin nimre 21963 û dîroka 25.9.1944wek Mîrê Şêxan hatiye binavkirin, ……… ew wekaleteke tevahîdide Cemîl Aĝa kurê Dewrêş Aĝa ku li gundê Erş Qîbarê ya biser wîlayeta Helbê- Sûriyê ve ye rûdine, li gor wê wekaletê ewkane hemî rêwresmên olî, karûbarên Şer'î û birêvebirinaÊzdiyan li wir bike, kane jî hemî karên ola Êzdî û pirsên di navÊzdiyan de çareser bike. Ew di guhdan û bendewariya şêniyêÊzdî de xudî biryar e, û ji hêla Mîrê Şêxanê û wesîkara wîMeyane Xatûnê ve rewadar e. Û gava ku gerek be, Cemîl Aĝakane bi vê wekaletnamê serdana hemî navendên destlata Sûrîbike………Wekaltdar: Derwîş Mecîd ji şêniyê gundê 'Ên Sifnê-Qeza Şêxan li Senceqa Mûsilê, li gor wekaleta tevahîji ber Meyane Xatonê ve)). 26.9.1945.Li dema rêbertiya Cemîl Aĝa li sala 1932an, serhejmartin ûtomarkirina yekê ji Êzdiyan re bidawî bû û nasname jî hatindan. Di nasnaman de, û di cihê ola mirov de, (ola Êzdî) dihatnivîsandin, carina jî wiha dinivîsîn (Sûrî – Êzdî), carina netewamirov jî dihat nivîsandin, wek: (Sûrî – Êzdî – Kurdî), [Belge 6].Li destpêka salên pêncî ji sadsala borî, Misto lawê DewrêşAĝa, di civîneke serok hozên Sûryê, Êraqê û Urdunê de beşdarbû, ew civîn li Urdunê hat girêdan, lawekî Şerîf Husên jî lêamade bû. Mebesta wê komcivînê ew bû, ku raparînekê rakin ûdestlatine Qiraltiyê li wan her sê welatan damezrînin.117PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Piştî serbixwabûna Sûriyê û bi behaneya ku têkliyên CemîlAĝa bi Firensiyan re hebûn, hemî bidestkeftiyên olî û civakî jêhatin kişandin. Cemîl Aĝa jî xwe da alî û li mala xwe rûnişt, tali 11. 12. 1972an jiyana xwe ji dest da.Rewşên niha yên Êzdiyên Na.Efrînê:Li van dehsalên dawîn, Êzdî li ola xwe miqyat bûne,berdana wan jê re pir hindik bûye. Lê dîsa mîna berê, rêberênolî yên xwende peyda nabin, ew jî pirseke îjdil û ziyandar e liba Êzdiyan.Ji hêla dewleta Sûryayê de jî, teşeyeke fermî û nasraw ji olaÊzdî re li Sûryê tineye. Ol û binolên ku bi şêweyekî fermî li badewletê naskirî ne, ev in: 1- Misliman û rêyolên wan. 2- Fileh ûnofên wan. 3- Ola Mûsewî (Cihû). Ev lêmikûrnehatina olî jiserdema Osmanî de maye, dewleta Sûrî ya nû jî, bêyî kurewşên olî û civakî yên nû di ber çavan re bibe û li ser raweste,ew zagona wek xwe hîşt û bi kar tîne (1) .Di van çend salên dawîn de, guhdaneke baş ji hêla sazî ûalavên ragihandinê yên Kurd de bi ola Êzdî heye û wê başdidin nasîn. Lê ya ji hemiyan giringtir ew e, ku mirovê Êzdîmîna berê ji ber ola xwe ve bi kêmaniyê hestewar nabe.Roja îro, digel ku gelek dewlemend û rewşenbîr di navÊzdiyan de hene, lê rêbertiyeke Êzdiyan e civakî ye yekbûyê liNa.Efrînê netê dîtin.Li van rojan, Êzdî baş guh didin xwendinê, gelek xudanfêrnameyên zanîngehî û yên cureyên zanînên bilind jî di navwan de peyda bûne, lê belê hîn helwesta piraniya rewşenbîr û1 - Fuad Hilal û Nedîm Feqş: Rêbera Helebê ya geştevaniyê, weşanaçaran 1997, rûpel 173.118PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

xwendevanên Êzdî li derbarî ola xwe neyînî ye, û ne wek têxwastin e.Ji destpêka salên şêstî de ji sedsala borî, mişextiyek pirmezin di nav Êzdiyên Na.Efrînê de çê bûye. Piraniya wanbarkirine û çûne bajarê Helebê, hejmareke mezin jî çûyewelatên Ewrupî, bi taybetî jî Aleman. Ên ku li gundên xwemane jî, di çandinya xwe de dixebitin û bi karên aborî yêntêvel radibin.Êzdî di hemî rêxistinên siyasî yên Kurdî û Sûrî de kar dikin,lê belê ti kes ji wan negihîştiye astên bilind û giring di postêndestlatê de. Tenê rehmetî Sebrî Huso ji gundê Qestela ElîCindo, di salên heştê de ji sedsala borî, bû endamê encûmenaparêzgeha Helebê.Hemî Êzdî Kurd in, lewre qezenckirina mafên wan ên olî,civakî û siyasî jî, bi rewşa tevahî ya gelê Kurd ve girêdayî ye.119PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Belge -6- Nasnama jinekê ji Gundê Kîmarê ji sala 1934an.Nav û paşnav: Bedriyê, Yezîdiyê, Sûriyê, Kurdiyê.120PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Lêkolîna diduyanHejmara Êzdiyanli navça EfrînêLi sala 1907an, Qis H.Lamans hejmara Êzdiyan bi qaserî3000 kes texmîn kiri bû. Tê bawer kirin, ku ew hejmar li wêhîngê nêzîk rastiyê bû. Çinkî wî texmîna xwe li ser seredanayekser ji gundên Êzdiyan re danî bû.H.Lamans di nivîsara xwe de, gundên Êzdiyên ku Îslambibûn jî anîne zimên. Tiştê ku bala mera dikşîne ew e, hejmaraÊzdiyan a ku H.Lamans ji gundên ku ew lê rûdiniştin re aniye,pir nêzîk rewşa wan a niha ye.Serhejmara fermî ya Êzdiyan ya yekê li navça Çi.Kurmêncli sala 1932an bi dawî bûye. Ji bilî wê, me kanî du serhejmarênfermî yên Êzdiyan yên din jî, ji serdema Firensî de li Sûryê bidest xistana, ew jî wiha ev bûn:Yek: Serhejmara salên di navbera 1927-1932an de, di wêde, lîstek bi navên gundên ku Êzdî lê rûdinştin û navên kes ûfamîlan jî hene. Ew lîste ji Êzdiyan re wek kutikê nifûsê bikardihat. Belgeyên wê serhejmarê li ba Dewrêş Aĝa Şemo bûn ûpaşê jî li ba Cemîl Aĝa man.Didu: Serhejmara 3.6.1941an a nifûsgeha Efrînê.Dema ku mera van her du serhejmaran dide ber hev,cidatiyeke aşkere di nav wan de tê dîtin. Çinkî, di serhejmaranifûsgehê de, belkî ji ber helwestên teng yên hin nivîskarên121PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

nifûsê di tenga ola Êzdî re bû jî, gelek Êzdî, bêyî ku zani bin, dikutikê nifûsê de wek Misliman hatin tomarkirin (1) . Wê yekêhîşt, li şûna ku hejmara Êzdiyan li gor pirbûna xwazayî bilindbibe, piştî deh salan ew hejmar di kutikê nifûsê de nîvenîvdaketiye.Me jî ji hêla xwe de, bi alîkariya Şêx Husên, li sala 1995anSerhejmareke texmînkî çê kir. Me malên Êzdiyan li hergundekî jimartin. Li gor wê, hejmara malên Êzdiyan gihîşt677an, eger em zani bin ku hejmara neferên mala Sûrî ya gundîheft kes in, hejmara Êzdiyan li wê salê li navça Efrînê dê wihabe: 677*7= 4975 kes. Û ji ber ku pileya mişextiyê ji deverêngundên Êzdiyan li wê salê dora %53 bû, hejmara Êzdiyan atevahî li sal 1995an, li gor serhejmara me ya texmînkî, dê dehhezar kes be.Ev e lîstek bi wan hersê serhejmarên Êzdiyan û navêngundên ku lê rûdinin. Me navên gundan wekî ku çawa diserhejmara Firensî de hatine nivîsandin, [lîste -1-]:GundSerhejmaraFirensî1927-1932anKutkê nifûsê1941êSerhejmaratexmînkî1995anQîbar 431 313 350Îka 38 20 70Remadiyê 6Dêwa 6Cûmkê 10Kanî Gewrkê 22Cindirês 7 1401 - Hin Êzdî Ehmed Ce'fer tewanbar dikin û dibêjin, dema ku ew lisalên 1940-1942an nivîskarê nifûsê bû li bajarê Efrînê, bêyî ku Êzdîzani bin, wî gelek ji wan Misliman nivîsandin. Lê gava ku me ew yekda rûyê Ehmed Ce'fer, wî ew tişt bicarekê înkar kir.122PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Çolaqa 7Qujûma 7Kokebê 14Basûtê 12Tilhemo 11Miskê 15Çeqelê Cûmê 24 70Başemrê 50 109Fafirtîn,114KibêşînGundî Mezin 171 68 21Bircilqasê 72 12Kîmar 149 157 60Xezîwê 219 161Turundê 139 123 120'Endarê 22 70Birca Evdêl 115 76Şadêrê 111 21 70Keferzîtê 57 35Basûfanê 199 245 910Qerebaş 216 60 700Baflûn 64 350Sînka 187 64 98Qestela Cindo 361 235 840Beradê 112Qitmê 228 13 300Bi'iyê 14Birc Hêderê 6'Elî Qîna 105Aşkê Şerqî 42Bajarê Efrînê 500Tevahî 3369 1746 4975Lîste -1- Lîsteya serhejmarên Êzdiyan li salên (1927-1932)anû 1941ê û serhejmara me ya texmînkî ya 1995an.123PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Sedemên dagerîna hejmara ÊzdiyanBerî nîvê yekê ji sedsala nozdehan, piraniya şêniyê gundêndeşta Cûm, devera Şikaka û Çi.Lêlûn, ku pêtirî sed gundî ne,Kurdên Êzdî bûn.Lê ji destpêka nîvê diduyan de ji sedsala nozdehan, gelekÊzdiyan ola xwe berdidan û dibûn Misliman. Wê berdanê radawiya nîvê yekê ji sedsala bîstan ajot. Ew guhertina olî di binbandora hin kirdeyên civakî, aborî û siyasî de çê dibûn, û olaÊzdî li Çi.Kurmênc toşî windabûneke rastînkî dikirin.Em kanin van kirdeyan, wek sedem ji dagerîna hejmaraÊzdiyan re bi nav bikin:1. Li nîvê yekê ji sedsala nozdehan, gelek hêrişên subayênOsmanî bi ser welatê Kurdan de dihatin. Li wan deman,Osmaniyan gelek caran artêşa xwe bi ser navçeyênÊzdiyan de jî li Şengalê û li Şêxanê û bi ser warên hozênKurd yên Êzdî de jî dibirin. Li navça Çi.Kurmênc jî, piştîku Betal Aĝayê Diduyan li sala 1932an hat kuştin,hejmarine mezin ji Êzdiyan ji tirsa destlata Osmanî re,Êzdîtiya xwe înkar kirin û li dawiyê jî yekcar Îslam bûn.2. Destlata Osmanî ji destpêka serdema xwe de, Êzdî wekkomeke olî ji Misilmantiyê veqetîbûn, didîtin. Dorhêlagelêrî ya civakî ya Îslamî jî, Êzdî wek gawiran dijmartin, ûdigotin ew perestvaniya Firîşteyê Xinaniyê dikin. Lewre, ûda ku wan ji (gawirtiyê) rizgar bikin û bikin Misliman,destlatê û hin Mislimanên Kurd û cîranên wan ên li gundênrojhilata çiyayê Lêlûn in jî, zixtine derûnî, civakî û aborîdidan ser wan.3. Êzdiyên Çi.Kurmênc ji gelek hozan dikşên, wek Şikak,Dina, Xaltî, Dimilî... û hd. Ev komikên hozî yên biçûk,Êzdî ji piştgiriya hozî ya ku li wan deman pir giring bûbêpar dikirin, û rê nedidan ku rêbertiyeke Êzdî e civakî ye124PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

xort were meydanê, da ku kani be bawermendên ola Êzdîbiparêze.4. Ji bilî tunebûna rêbertiya civakî, rêbrtiyeke Êzdî e olî jîpeyda ne dibû. Rojekê ji rojan, rêbertiyeke olî ye xwedîgiraniyeke zanistî li Çi.Kurmênc bider neket, û herdemŞêxên olî ne xwende bûn.5. Bi demê re, pêwendiyên Êzdiyên ku ji navenda Olî liŞêxanê bi dûr keti bûn, lawaz dibû, coşa wan ji ola xwe rekêm dibû, û roj li dû rojê jî ew winda dibûn.6. Di çar salên piştî şerê cihanê yê yekê de, çalakiyên çekdarên germ ji hêla Çetan ve li navça Çi.Kirmênc dihatin kirin.Çetan cîhada olî ya li dijî hêzên Firensî ji xwe re kiri bûnbingeha xebatê. Di wê heyamê de, Êzdiyên navçaÇi.Kurmênc jî toşî destdirêjiyên wan dibûn. Ew destdirêjîli salên sî ji sedsala bîstan ji hêla Tevgera Mirûdan ve jîhatin kirin û heyameke tirsê li dor Êzdiyan peyda kir, lomajî gelek Êzdiyan ji tirsa re ola xwe înkar dikir û paşê jîdibûn Misliman.7. Di dehsalên sisiyan û çaran de ji sedsala bîstan, dema kupere ji bo karûbarên rêbertiya Êzdîtiyê re dihatin civandin,tê gotin ku gelek malên Êzdî yên xizan, ji bo ku perannedin, digotin em Îslam bûne û pişt re jî bi rastî ola xweberdidan.8. Êzdîtî oleke Kurdî ye, yanê di nav Kurdan tenê de heye.Ew ti caran jî, ji ti teşeyên siaysî re nebûye oleke fermî.Ango kirdeyê siyasî ku derfetên baştir ji mandina olan ûpêşdebirin û belavbûna wan re peyda dike, ji Êzdîtiyê repeyda nebûne. Ew jî kirdeyeke zor giring bû.9. Ji bilî van tiştan, Êzdîtî olek ne vekiriye, yanê ji bilî kesênku ji bav û diya xwe de Êzdî ne, ti kesên din di nava rêzênxwe de qebûl nake.125PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Bêtarên ku bi ser Êzdiyan de hatineDi navbera sedsalên sêzdehan û nozdehan deÊzdî dibêjin, ew di dîroka xwe ya dirêj de, ji hêla gelek artêşû dewletan ve, toşî 72 fermanên qirkirinê bûne. Ew gotin jî taradeke bilind rast e. Çinkî li dirêjiya heşt sed salan, Êzdî ûnavçeyên wan, li ser destê destlatdaran, paşê jî ji hêla waliyênOsmanî de, toşî gelek talan, kiryarên kuştinê û goçkirinanbûne. Wan talanan, war, pîrozgeh û rêberên Êzdiyan dikirinarmancên hêrişên xwe û herdem pêkol dikirin ku bawermendênola Êzdî ji meydanê rakin û tune bikin.Zordariya destpêkê li sala 1246an bi destê Xudanê MûsilêBedridîn Luilui hat kirin. Di wê bûyerê de, wî biraziyê Şêxadîû rêberê ola Êzdî yê navdar Şêx Husên kuşt, mîrîtiya wî kavilkir, alîgirên wî jî yan kuştin yan jî derbeder kirin. Wê hîngêhejmareke mezin ji Êzdiyan li deverên Kurdistanê belav bûn,hinek jê ra li deverên Helebê û li Şamê bicih bûn.Pişt re, bêtarine din bi ser Êzdiyan de hatin, çi li navenda olîli Welat Şêx, û çi bi ser hozên Kurd ên ku bibûn Êzdî de. Diwan zordariyan de û li dirêjiya sedsalan, bi deh hezaran Êzdîhatin kuştin û komine mizin jî jê mişext bûn. Hinek ji Êzdiyanra gihîştin Ermenistanê û Gurcistanê, gelek jî hatin li ba kesênol û netewa xwe li deşta Cûmê û li ciyayên Kurmênc, Zagê ûReşa li rojavayê çemê Ferêt bi cih bûn.Emê dîrokên hin hêrişên subayî û encamên wan li serÊzdiyan, wek di jêderên nivîskî de hatine, hewaldin (1) :- Li sala 1571an, waliyê Bexdadê Silêman Paşa hêrişek birser Şengalê, hezar peya kuşt û wêrankirineke mezin kir.1 - Şakir Fetah: Êzdî û ola Êzdî, Rûp 108-123.126PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

- Li sal 1638an, Ehmed Paşayê Osmanî, artêşek rakir serÇi.Şengalê, 13 hezer peyayên Êzdiyan kuştin û bi hezaran jin ûzarok bi xwe re birin.- Li sala 1786an, waliyê Mûsilê Ebdilbaqî Paşa, hêriş serhoza Dina ya Êzdî kir, bêtirî sed mêrî jê kuşt û hejmarekemezin jê mişext kir.- Li sala 1799an, waliyê Mûsilê, tev hin hozên Ereb, hêrişbirin ser gundên Êzdiyan, gelek ji wan kuştin û hejmarekemezin ji zarok û jinan birin û li bazarên Mûsilê firotin.- Li sala 1807an, waliyê Mûsilê Nu'man Paşa kuştinekemezin di nav Êzdiyên Şêxanê de çê kir.- Li salên 1767, 1779, 1792, 1793, 1794, 1800, 1802, 1803,1809, 1835, 1836 (1) , 1839, 1844, 1847an, Êzdî ji hêla waliyênBexdadê û Mûsilê ve toşî gelek hêrişên leşkerî bûn, hejmarênmezin ji wan hatin kuştin, hin mişext bûn, perestgeh û gundênwan hatin hilweşandin û arzûyên wan jî hatin talankirin.Piştî hêrişa sala 1847an, Înglîzan xwe gihandin SiltanêOsmanî û kirin ku hinekî destê Siltên li ser Êzdiyan sivik bibe.Lê li sala 1890, serokê artêşeke Osmanî bi navê UmerWehbî Paşa, dîsa hewilda ku Êzdiyan ji dînê wan bike, ûmêrava Şêxadî veguhast kir dibistaneke olî ye Îslamî, lê belêew zû li biryara xwe vegerî. Ew kiryar hewildana Osmanî yadawîn bû ku li dijî Êzdiyan û ola Êzdî hat kirin (2) .1 - Tê bawerkirin, ku Welî Aĝayê Ĥec Omer destlatdarê Kilisê li wêdemê, di hilmeta leşgerî ya 1836an yan 1839an de beşdar bibû. Wî dujin ji talana Êzdiyan anîn. Bawer dibe ku pêwendiyên mirovatiya wanjinan bi Mîrze begê re hebû. Jinek jê bi navê (Gulê Xatûn) bû.2 - Ebdirezaqê Husênî: Êzdî li niho û pêşeroja wan, rûp 154-155.127PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

128PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Beşê sisiyanBiservehî (1)ZeredeştPêxemberê yekirina XwedêPiraniya jêderên dîrokî dibêjin, ku Zeredeşt di sedsala şeşande li berî zayînê, li herêma Medya ku di navbera deryayaXezerê û çemê Dîcle de bû, jiyaye.Di kultûra Zeredeştiyê de hatiye gotin, ku roja jidayîkbûna wîbêmînak bû. Di wê rojê de, sirûşt tevde şabû, Iblîs jî revî û xweveşart, lê wî peyayên xwe şandin da ku ew zarokê nûhatîbikujin. Lê gava ku ew nêzîk dergûşa wî bûn, nûbûyê şîrmijdeng kir, lavek ji Xwedê re got û peyayên Iblîs birevandin dan.Gava ku Zeredeşt piçekî mezin bû, dîsa Iblîs xwest wî ji rêbike, vê re qirar kir, ku eger ew ''peyama xwe ya Pêxembertiyê''berde, dê hukmê tevahiya gerdûnê têxe destê wî, lê Zeredeştrazî nebû û Iblîs qewitand.Zeredeşt di xortaniya xwe de cihê baweriya xelkê bû û jisinciyên baş re mînak bû. Pişt re, derbas nav olperestan(kahinan) bû, û bû bawermendekî oldar ji olên ''Hindo Ewrupî''yên Xwedênenas re. Wê hingê, ew di nav hevalên xwe de bizanîn û zanebûna olî dihat nasîn. Lê belê pir neçû, ew ji wanveqetiya û guhertineke olî ye gewre di olbaweriyên Êranê ûhemî mirovatiyê de çê kir.129PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Rojekê Zerdeşt daketi bû nav avekê, da ku avê ji hevrêyênxwe re wîne. Û gava wî kunê avê dagirt û kir ku ji avêbiderkeve, jîndarekî ji roniyê li ber kendalê çem diyar bû.Zerdeşt jê tirsî, lê belê jîndar vê re peyivî, ew hêmin kir, xwedanasîn û got, ku ew “Fohomana” ye, ew yek ji şeş teşeyêngiyanî yên ku li dora Xwedêyê tekûbitenê “Ehoramezde” ye.Wî Firişteyî bi destê Zerdeşt girt, bir ezmên û di nav destênEhoramezde û teşeyên giyanî “Emîşe Spênte” de danî. Wêgavê, Zeredeşt peyama pêxembertiyê ji Xwedê wergirt û jê hatxwastin, ku miletê xwe û hemî mirovan pê agahdar bike. Gavaku Zerdeşt peyama pêxembertiyê wergirt, di sî saliya xwe debû.Piştî ku Zerdeşt ji ezmên vegerî, wî doza peyama Xwedê kir.Lê gel jê bi guman bû, û bi tirs li doza wî nihêrî, nemaze gavaku wî ew bi êşkenceya dinyadin gef dikirin û digot, ku hermirovek kane nemirî bibe, netenê mirovên zengîn.Piştî deh salan ji dozkariyê, û gava ku Zerdeşt ji gelê xwebêhêvî bû, wî barkir çû welatê Xuwarizmê. Li wir QiralêXuwarizmê bixêrhatina wî kir, û wî û jina xwe bi ola Zeredeştbawer kirin û herwiha rê li ber Zerdeşt vebû, ola wî belav bû.Zeredeştiya resen di rêwesmên xwe de, pir sivik û hêsan bû.Gerek mirov li destpêkê, zanînên olî nas bikirana û têgbihîşta,paşê jî ev lava bigota: “Ez diyar dikim, Ehoramezde pîrozdikim, bi Zeredeşt bawer dikim, Iblîs tune dikim, her şeş EmîşeSpênte rêz dikim û çêxwaziyê li ba Ehoramezde dibînim”. Bivê laveyê mirov ola xwe ya berê berdida û dibû bawervanêZeredeştiyê.• Bingeha baweriya Zeredeştiyê:Hîmê Zerdeştiyê yê bingehîn yekbûna Xwedê bû. Ew carayekê bû di dîroka mirovtiyê de dihat gotin, ku: Xwedê yek e,ew Ehoramezde ye, î tekûbitenê ye, wî her tiştên çê û baş130PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

afirandiye, û ji şerxwaziyê ne raziye, ji ber wê jî ew ji destpêkêde li dijî şer rawestiye, çêxwazî û rastî jî dê li dawiyêbiserkevin, şerxwazî jî dê bişkê, Iblîs û karên wî jî dê bicarekêtêk biçin.• Afirandina civata giyanî/Firîşte:Li destpêkê, ji Xwedê Ahoramezde pêve tiştek tine bû. Pişt rewî cêwiyek giyan afirand û her du azad kirin, yek''Spêntemayno'' û yê din ''Angiramayno'' bû, û Xwedê ew ji bovebjartina delameta sinciyane jî azad kirin.Spêntemayno sinciya çêxwaziyê vebjart û bi ''Giyanê Pîroz''bi nav bû. Angramayno jî sinciya şerxawziyê vebjart û bi“Giyanê Xinan” (xebîs) bi nav bû. Û ji ber ku ew vebjartinekeazad bû, pêgerek bû ku her yek ji vebjartina xwe re dilsoz ûpêbend be. Loma jî, sê baweriyên Zeredeştiyê yên bingehînhene: Azadî, vebjartina azad û dilsozî ji her du bingehêndestpêkê re. Li gor wê yekê, bingeha birêveçûna heyînê diZeredeştiyê de, çi ji şêniyê zemînê û çi ji yên ezmên re, li serpêkanîna wan her sê hêman û baweriyên radibe.Piştî ku wan her du teşeyan rêkên li dijberî hev vebjartin,pevçûna dijwar û demdirêj di nav wan de dest pê kir. Û digelku Xwedê ji destpêkê de kanî Angiramayno tune bikira, lê wîbiryar xwe standi bû, ku gereke ew jî ji zagona azadiyê, ya kuji hemî afrandeyên xwe re danî bû, pêbend û dilsoz be.Û ji bo ku ew zagona “vebjartina azad” bicih wîne, Xwedê bidilê xwe bi aliyê Spêntemayno girt. Û da ku hêza xwe jipevçûnê re xort bike, wî bi beşdariya “giyanên pîroz”, şeşteşeyên ji roniyê, wekî ku çawa mûmekê ji mûmekê vêxe, jigiyanê xwe afirandin û nav li wan kir “Amîşaspênta”, yanê“nemirên pîroz”, ew teşe jî ev bûn: Fohoyama (ramana çê), Aşavahêsta (rastiya rast), Kişatar Vêra (firîşteyê paşrojê), SpêntaArmaytî (dilsozî), Horvat (sergihayî), Êrmîtî (nemirin).131PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Wan her şeş pêriyan, alîkariya Xwedê di afrandina gerdûnêde kirin û di navbera Xwedê û hemî afrandeyên wî de bûnnavbêncî.Piştî wê, Emîşespênta jî çend jîndarên pîroz afirandin û binavê “Ahora” hatin nasîn, Ehoramezde ew jî di warê pevçûnabi şerxawziyê re ustubarkirin.Li hember wê, Angramayno jî çend teşeyên giyanî, ku berê birû bûn û bi (Dêva) bi nav dibûn, hişyar kirin, xopandin û kirinku li kêleka Angramayno, li dijî her karekî qenc ku ji Xwedê têbisekinin.Bi vê hawî, jiyana giyanî, berî jiyana şênberî (madî) hatafrandin.Di ser vê jiyana du nikî ya şerdar re, Ahoramezde bigewretiya xwe ya payebilind, di ser her tiştekî re radiwestî. Lêbelê wî di ew pevçûna dergûşkî de, pişta hêzên çêxwaziyêdigirt.Lê belê Ahoramezde dizanî, ku şikandina şerxwaziyê ûalîgirên wê, dê bê afirandina jiyaneke şênberî (madî) ku mirovnavnîşana wê ye, ne gengaz be. Wî didît ku jiyana şênber dêbibe meydaneke lêhatî ji bo pevçûna di navbera serbazênrastiyê û xinaniyê de. Xwedê dizanî jî, ku Angramayno dê bihemî hêza xwe, hêriş rindî û qenciyê bike, lê belê ewê lidawiyê, di keftelefta şerê dijwar û berdewam de, biweste ûwere tunekirin, rola mirov jî dê di wê serkeftinê de pir giran be.• Afirandina gerdûnê:Xwedê gerdûn bi du qonaqn çê kir:1. Li destpêkê, Xwedê rewşeke şênberî ye hevîrkî (cêlî,hûlamî) ye bê reng û şêwe bi navê ''Mênog'' afirand.2. Piştî ku Xwedê giyan bi tiştan de berda, rewşa şênberî yabi reng û şêwe jî peyda kir, navê wê rewşê jî ''Gêtîng'' bû.132PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Gêtîng bi şeş pêngavên demkî hate çêkirin. Li destpêkê, Xwedêezman ji zinarekî kirîstalî çê kir, paşê jî li pê hev ev tişt çêkirin: Av, zemîn, keskahî, jîndar û li taliyê jî mirovê yekê çêkir.Piştî ku Ehoramezde afirandina gerdûnê kuta kir,Engrameyno xwe avête nav û dûzana wê ji hev xist. Wî stêrk liezmên belav kirin, ava deryayê şor kir, nerindî li cîhanê belavkir û tovên şer û kavliyê di gerdûnê de çandin. Pişt re, ew ketmejiyê mirov jî û sinciyên her nebaş tê de çandin.Wê hîngê, Emîşespênte rabûn li hember wî sekinîn û tiştênku Engrameyno û alîgirên wî wêran dikirin, durust dikirin. Ûherwiha, pevçûn di navbera her du aliyan de ranaweste. Û digelku çêxwazî dê li taliyê bi ser keve, lê belê FirîşteyênEmîşespênte, wekî ku teşeyên çêxwaziyê ne, dê bê alîkariyamirov bi ser nekevin.Ji ber wê jî, ji mirov têxastin, ku erkên xwe yên sinciyane nasbike, bi ramana xwe, gotina xwe û bi karê xwe yê qenc, piştahêzên çêxwaziyê bigre, da ku pevçûna gerdûnî ya çêxwaziyêbiserkeve û dîrok biçe asta xwe ya dawîn. Li wê demê dêheyîna şênberî û giyanî ji şer û ji xinaniyê pak bibin.• Pêngavên dîrokê û derketina ''Rizgar'':Ehoramezde dizane ku dawiya şerxwaziyê dê were, loma jîwî pîlaneke ji sê qonaqan danî, her qonaqek jî serdemeke demêdestnîşan dike:1. Qonaqa yekê (qonaqa afirandina bêkêmanî): Ehoramezdegerdûn bi ciwantirîn û sergihatirîn şêwe afirand, ew demekêdirêj wilo ma, Iblîs jî di wê demê de razayî bû.2. Qonaqa diduyan (qonaqa têkilhebûnê): Iblîs hêrişafrandeyên Xwedê kir, jehra xwe berdayê û çêxwazî ûşerxwazî têkil hev kirin.133PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

3. Qonaqa sisiyan: Ew bi cudakirina çêxwaziyê ji şerxwaziyêdest pê dibe û bi têkçûna Iblîs bidawî dibe. Wê hingê gurdûndê vegere rengê xwe yê ciwan û bêkêmanî, dîrok jî dê bigihêdawiya xwe, û demeke herdemî ye bê nakokî û bê dijberî dêdest pê bibe. Di wê demê de, nexweşî, êşek, xeydîn û mirinnamîne.Qonaqa sisiyan bi hatina Zeredeşt dest pê dibe û bi hatinaRizgar ((Şawşinyat yan Şoşanz – Mesîĥê Bendewar)) digihêdawiya xwe, ji ber ku Şoşanz dê şerê taliyê di navbera hêzênçêxwazî û hêzên reşantiyê de bajo.Rizgar bi xwe jî dê ji keçeke keçîn bibe, gava ku ew xwe digola ((kana sava)) de bişo, dê bi ducanan bibe, çinkî tovaZeredeşt a ku ji hêla Firîşteyan de di golê de hati bû hilanîn,derbas malçûka wê dibe û wê avis dike. Yanê Rizgar ji piştaZeredeşt tê. Û digel ku Rizgar bi ew şêweyê awarte dibe û têcîhanê, lê ew ji dê û bavekî mirovî ye, ev yek jî diyar dike, kurizgariya gerdûnê ji şerxwaziyê ji ustubariya mirov e, ewê wêkeftleftê bajo serî û dê li her deverekê bide pê serbazênreşantiyê û wan ji rûyê zemînê bimale.• Çawatiya DinyadinPiştî ku mirin derbas jiyana mirov bû, bawerî bi vijînê,hesêb û jiyana din (dinyadin) hat. Mirov bawer kir, ku miringuhertineke, jîndar pê ji rewşa ''Gêtîng'' ya şênberî derbas yagiyanî ya zelal ''Mînog'' dibin.Piştî ku giyan ji govdê mirov biderdikeve, ew ta dema kugovde ji binê zemînê radibe di berbeqa Mînog de li benda rojaqiyametê dimîne, wê hîngê ew her du dîsa bi hev re bibin yek.Sirûdên Gata yên ku li ser zimanê Zeredeşt li derbarî giyanhatine gotin, wiha dibêjin:134PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Piştî ku giyan govde berdide, li ber ''Mîsra'' serokêdadmendên dinyadin radiweste. Mîsra li karên ku wî di jiyanaxwe de ji ber mirovatî û çêxwaziya gerdûnê de kirine, dipirse.Her du alîkarên Mîsra, Sirwaşa li aliyê rastê û Raşno li aliyêçepê disekinin û karên mirî bi mêzîna hesêb dipîvin. Qenciyênwî dixin aliyekî û xirabiyan dixin aliyê din, eger kêla xêrangiran bû, ew diçe bihuştê û eger ya xirapiyan dagerî, ew diçedojehê. Wê hîngê, qurban, rêwresm û laveyên wî sûdê lê nakin,tenê raman, gotin û karên wî yên qenc tên hesabkirin.Piştî wê, giyan diçe ser “Pira Sîratê”. Ew pire li pêş giyanêmirovê çêxwaz fereh dibe û bi hêdîka berve deriyê bihuştêdiçe. Lê ew li ber giyanê pîs teng dibe û di nav agirê dojehêwer dibe. Giyanê ku rindî û pîsityên xwe jî biqaserî hev bin,pirê derbas dike û diçe li cihekî di navbera bihuşt û dojehê demîna remtelekî bê hest dimîne.Gava ku Rizgar Şawşînyat dertê, roja dawîn nêzîk dibe.Zemîn hestiyên miriyên ku ji pêvajoya dîrokê de di bin xakê deveşartî bûn, hildide. Dojeh û bihuşt jî ji mirovan vala dibe, ûhemî tên roja ĥeşra gewre. Li wir, kesên ku ji hezar salan demirine û yên ku hîn dijîn, hev du dibînin û hemî tên ĥesabêdawîn.Di wê rojê de, Firîşte êgir berdidin zemînê, çiya dihelin,çemekî ji ronavîke agirî çê dibe, divê herkesek tê re derbas be.Kesên çêxwaz, wekî ku çawa di çemekî ji şîrê sarûgermî redimeşin wî derbas dikin. Yên şerxwaz jî, li ber lehiya êgir diçinû ji rûyê zemînê winda dibin. Li wê çaxê, serbazên reşantiyêyekcar têk diçin û bi lehiya çemê êgir re diçin kûrahiya dojehê,cihê ku Engramayno û yên pê re revî bûnê. Û herwiha yekcardawî li şerxwaziyê tê.Piştî wê, dojeh jî mîna hemî gerdûnê, xwe pak dike û dibeherêmek ji zemîna şehreza. Ew kesên ku çemê êgir derbas kiribûn jî, li ser zemîneke pak û li bin ezmanekî nû dijîn, ew zemîn135PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

û ezman yên berê bixwe ne, lê mîna destpêka afrandina xwepak û zelal bûne.Piştî wê, Ehoramezde radibe ava nemiriyê dide wan hemiyan,û ew di bihuşta ku firehiya xwe qaserî erdê û ezmana ye,nemirî dibin. Her quncek ji bihuştê jî, di buhareke herdemî dedimîne û ji her rengên darûber û gul tê de şîn dibin.• Sincî, lave û erkên sinciyane:Li gor baweriya Zeredeştiyê, mirov û Teşeyên Pîroz (Firîşte)ji hêla erkên dijîtiya şerxwaziyê ve mîna hev in. Loma jî,gereke mirov li birayê xwe yê mirov û li hemî afrandeyênXwedê miqate be, li giyan û govdeyê xwe jî miqate be.Lêmiqatebûna govde jî bi paqijî, xwarin û vexwarina sivik û bihevsengiya (tewazin) di her tiştî û karî tê kirin. Lêmiqatebûnagiyanî jî bi pêkanîna sîstema sinciyan a rast a ku Zeredeştdaniye pêk tê. Ew erk jî bi sê hêmanan tê naskirin:1. Ramana baş: Gereke mirov bi ramanên baş mijûl bibe ûyên pîs ji xwe bi dûr bixe.2. Gotina baş: Gereke gotinên baş ji devê mirov derkevin.3. Karê baş: Gerek e mirov herdem karê baş ji bo mal ûcivata xwe bike, û hîç ziyanê negihîne jîndarên din.Û ji ber ku mirov hêjatrîn afrendeyê Xwedê ye, gereke hiş ûzanebûna ku Xwedê dayê, têxe xizmeta rindkirina gerdûnê, daku bigihê asta xwe ya pak û gewre, ya ku dê li dawiya demêbigihê. Çinkî mirov di nav hemî afrendeyên Xwedê de motik e,wê lomê jî, ustubariya wî ye ku afrandeyên Xwedê jibindestiya Iblîs rizgar bike.• Rêwresim û lave:Di dema Zeredeşt de, Zeredeştî oleke sade û hêsan bû, tenêçend rêwresmên wê yên olî hebûn. Lê bi demê re,bawermendan gelek tiştên têvel û têkilhev lê zêde kirin.136PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Zeredeşt pênc çax nimêj ferz kirin, berbangî, nîvro, îkindi,rojava û nîvşev. Giringiya nimêja nîvro û nîvşev taybet bû, jiber ku li nîvro, hêzên ronahiyê di bilintirîn hêza xwe de ne,mîna dema ku Xwedê gerdûn nuh çê kiri bû. Li nîvşev jî, hêzênreşantiyê di bilintirîn çalakiyên xwe de ne, ji ber wê jî, û ji bopiştgiriya hêzên ronahiyê, bawermend êgir dadidin û nimêjdikin.Berî nimêjê, bawermend avdaz dike, dest, rû û lingên xwedişo, radibe li nav destên Ehoramezde disekine, destê xwe bixwe de berdide û laveyên nimêjê dibêje. Di dema nimêjê de,gereke çavên wî li êgir bin. Ew li dema nimêjê, pişta xwevedike, bi her destan digre, paşê jî wê sê caran li nava xwedalîne û li pêş û li paş girêdide, ew bi wê yekê, destnîşanahersê sinciyên Zeredeştiyê yên ku me li jor goti bûn, dike.Di ola Zeredeşt ya resen de, pîrozgeh, pût û cihên şerjêkirinaqurbanan tune bûn, ji ber ku Xwedê li her derekê ye. Xwedêyêku zemîn û ezman têrê nake, di maleke ku bi destê mirovhatiye çêkirin de rûnane, ji ber wê jî, nimêj li her dereke pak kuûcaqê êgir lê hebe, gengaz bû.• Rêwresmên mirinê:Govdeyên jîndarên zindî ji gerdûna Ehoramezde ne, pak in,lê dema ku dimrin, laşên wan dikevin gerdûna Engirameyno ûdibin tiştine pîs û pintî. Ji ber wê jî, û ji bo ku zemîn qirêj nebe,Zeredeştiyan laşê miriyan danetanîn ser xakê, ew li cihekî bêkes li ser tehtekê datanîn ta goştê wî dirizî yan balindeyandixwar, pişt re û da ku kani be li roja vejînê ji nû ve rabe, ewhestû binax dikirin.• Rêbazên pakbûnê:Di Zeredeştiyê de, kufik, gemrandin û qirêjî ji karênEngiramayno ne, wê ûştê Zeredeştî ji hemî miletan bêtir pakiyagovde, kinc û xwarina xwe diparêzin. Li ba Zerdeştiyan,137PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

pakbûn di asta nimêjê û karê qenc de ye. Ji ber ku mirov bipakbûnê jî kane tevle Xwedê dibe û li dijî hêzên Iblîs ûşerxwaziyê şer bike.• Kurtahiya rola Zeredeştiyê:Ola Zerdeştî li rojhilat û li rojava belav bû. Olbaweriyên wêketin nav hemî olên ku li dû wê hatin. Hin ji wan baweriyan raniha hikariya xwe li jiyana giyanî ya mirovatiyê dikin, yênGiringtirîn jî jê ev in:1. Bingeha sinciyane ji heyînê re:Xwedêyê jorîn Xwedêyekî sincîdar e. Pêwendiya di navberawî û mirov de, li rada yekê, sinciyanî ye. Rêwresm û şêweyênperestvaniyê ne ji bo koletiya mirov ji Xwedê re tê kirin, bikarên perestvaniya Xwedê bor (nefs) ji nerindiyan pak dibe û jidijîtiya pîsîtiyê re xortir dibe.Di Zeredeştiyê de, bingeha sinciyaniyê, ji tevahiyaafrandeyan re bingeheke serekî û cewherî ye. Yanê, hebûnagerdûnê li ser wate û bi mebesteke sinciyvanî ye, ji ber ku jidestpêka afrandina wê de, heyînê şêwe û salixeke sinciyanîstandiye.2. Hevkariya Xwedê û mirov:Di olên Rojhilatî yên kevnare de, armanca mirov ya dawînew bû, ku mirov daxwazên Xwedêyan nas bike û di jiyaneke bêwate û bê armanc de û di demeke bêdawî de bi Xwedê re bibeyek. Lê belê, di Zeredeştiyê de, mirov di projeya gerdûnî ya lidijî Iblîs de û ji bo vegerandina pakî û zelaliya gerdûnê yadestpêkê, dibe hevparê Xwedê. Û wilo, berpirsiyariya guhertinû nûjenkirina gerdûnê, li rada yekê dikeve ser milê mirov.3. Yekirina Xwedê:Zeredeşt kesê yekê bû ku têgihîştineke zelal di warê yekbûnaXwedê de danî û bi rêbazek tekûz û hevgirtî darijt.138PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

4. Bingeha şerxwaziyê û ramana Iblîs:Zeredeşt şerxwazî di kesayetiyeke giyanî ye mezin de bicihkir. Bi wê yekê, wî yekemîn şirovekirin ji hebûna şerxawziyêre li gerdûnê, ku bi hêsanî tê pejrandin, danî. Lê belê digelhemî hêza Iblîs, ew şerxwazî ne herdemî û ne jî nemirdî ye, ûdê li dawiyê têk biçe.Yanê baweriya Zeredeştiyê ji habûna gerdûnê re dunikî ye,çêxwazî û şerxazî, lê belê cewherê gerdûnê yekirin e, yanê ewbi destê Xwedêyekî yek û bi şêwekî pak û çêxawz hatiyeafrandin.5. Azadiya mirov:Taybetiya bingehîn a ku agahiyê ji şênberiya bêgiyan (Madî)cuda dike, azadî ye. Ji ber ku agahiya bê azadî, şêweyek e jişêweyên bêgiyantiyê. Di Zeredeştiyê de, mirov di jiyana xwede azad e, ne dibin ti zordariyê de ye. Lê belê, ew azadî, mirovdixe bin berpirsyariyê, bi berpirsyariye re jî hesab tê meydanê,çinkî her berpirsyariyek hesabek e, gava ku berpirsyarî tinebehesab jî netê kirin.6. Mebesta mirovatiyê:Cara yekê bû ku di dîroka mirovatiyê de, têgihîştineke diyarji mirovatiyê re di Zeredeştiyê de hat dîtin. Zeredeştiyê diyarkir, ku mirovetî ne tenê komek mirov e û her kes bi çarenûsaxwe de mijûl dibe, wê da zanîn ku bi mirovan civateke yekgirtîçê dibe û hemî mirov roleke bi hev re di tevgera dîrokê ûmebesta wê de dilîzin.139PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

140PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Biservehî (2)((Qewl û srûdên olî, yên ji gotina Şêx Husên kurê Şêx Birîm))Afrandina dinê((Qewla zibûnî dilmeksûr))Qendîl ji ba nazil bûPadşê min lê kiribû çav eÇi got wê durrê ji durrê werî av eAv ji durrê weriyabû derya û pengiyaPadşe merkeb best (çêkir) û tê geriyaEw û her çar yar eLi merkebê bûn siwar eTê seyrî çar kenar eHat li Lalişê sekinî û got : Ev heq war ePadşê min hêvan avête vê deryayêDerya meyî dûmanek jê hincinîHeft ezman pê nijinînPadşê min bi ezmana ve biraste (çû)Mekan danî û textê xwe veguhasteXwedê Ti'ala got:Hezkirina min ji qebda (dest) rast eBi ezmana ve kiri bû sefer eCara zinar kiribû ker bi ker (perçe) eKire riknî çendî menber (dîne) eAşiqa (milaîke) jê xeber daŞaxeka dî jê berdaEw jî kir riknî çendî erdaErd mabû behitî141PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Xudûdekî (ihtîzaz) xwe dikîErd bê wê surê neditebitîPiştî çel salî bi hejmar eErdê xwe ranedigirtî heşar eHat mihbet û xerza nûranî di nav de dihinare (dişand)Ku Laliş nezilîNûra mihbetê tê de qendilîErd şabû û pê xemilîKu Laliş dahatLi erdê şîn bû nebatPê xemilî çendî kaynatÇendî kaynat pê zeyinînAv, ax , ba û agir têk hincinîQalibê Adem pêxember pê nijinîPadşê min rebil izet eWî ewil afrand melayket eDa destê wan doje û cinet ePadşê min herheft surên xewle neEw rayekê (fikrekê) dikineYêqîn bike ez dê kinyatekê ava bikimeŞemiyê danî esas eLi Înê kirî xelas ePiştî heft sed salHeft surr gihaştin durran û kas eQalibê Adem ma bû bê kaf e (rih)Gote rihê bo çi naçî nav eRihê got: bo aşiqa me'ilûm eHeta ji mere nên şaz û qudûm e (def û şibab)Nîveka rihê û qalibê Adem zor tixûm eŞaz û qudûm hatin hedirîn142PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Nûra mihbetê hingufte serîRih hat û tê de wetinî( kire welat)Adem pêxember ji wê kasê vedixwar û vedijiyaMest bû hejiyaGoşt lê rihiya xwîn tê geriyaHewa kasa nûrî neAdem pêxember vewxar eşq û dilê yeqî neLew li cesedê wî gerî goşt û xwîn neAdem pêxember ji kasê vedixwareKerameta wê kasê hatî bal eEw kasa li adem pêxember xwaş têKerameta kasê digihîştêWê kasê Adem pêxember bire bihiştêŞehîd pêxember (Şîs) ji wê kasê dibû nest eNe pê ye ne dest eRebê min keramet ber wî dixisteŞehîd pêxember ji wê kasê vedixwareEw kerameta wê kasê hatî bal eLi horiya nav Hena borîd hinar e**********Du'a ŞifaqêYa rebî sibe yeMîr û melek ji te didin medeh eEw in xasê navê Qubeh eEw in ronahiya ber sibaRonika berê sibê lê dahir bûBor li îbadeta xwedê siwar bûSed xaza min li wî rihî bePêş terîqeta xwe pawesta bû143PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Sed xaza mina li wî rihî bePêş terîqeta xwe pawest eAşiq û meşûq (Şêşems û melek Fexredîn) û raya destaMe mirazê xwe ji wan dixwasteWan mirazê xwe ji heqîqetê dixwasteŞêxê HeqîqetêŞêxadî şêxê çi ye?Wî danî bû ol û erkan me'rîfet û rê yeErd û ezman pê xwaş dibe yeŞêxadî şêxê kehfê yeEwilî ji wî lûfî yeLûh û mehfûz navê xwedê yeŞêxadî û melek Şêxesen bi şêxitî qebilandErş û kursî bor dixemilandĤoriya ezman bor hilhilandinŞêxadî şêx qebûleZeyînan dibû Sitiya stonaDîwan Şêxadî û melek Şêxesen şewq û nûr eSercêş binî me yeیا سید الصبح،‏ الأمیر العالي،‏ الفقیر الوعداني،‏یا ربي تقبل دعاءنا مع دعاء المؤمنین،‏یا رب تقبل دعاءنا مع دعاء الصالحین،‏یا ربي تقبل دعاءنا بدعاء المختارین،‏یا سید الصبح،‏ الصباح الجدید،‏ الملك الشھید،Nefesa heq sira siltan Êzîdانت المفر یا سلطان إیزید،‏شیخ ، وپیر،‏ ومرید،‏ أحد لآخر مابرید،‏نحن مریدوك،‏ كما تأمر نحن نرید.‏آمین االله،‏ یا ربي تفتح علینا باب الخیر،‏عملنا مع عمل المؤمنین،‏یا ربي فتح قریب،‏ عملنا مع عمل المؤمنین،‏یا ربي ادفع البلاء عنا،‏ عملنا مع عمل المؤمنین.‏144PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Kaniya sipî quble yeSinetxane bi navê XwedêSiltan Şêxadî melek Şêxesen didan şehde yeTemam Xwedê.***************Du'a SibêAmîn Amîn AmînTebarek Ellahû idîn, Ellahû eĥsenû mîn kull xaliqînHimeta me Şemsedîn, Fexredîn, Nasirdîn, Sicadîn, Amadîn,BabadînŞêşems e , qiweta dînMelekî Tawis tacjil ewlîn heta êxrînXêra bide şera wergerînHeq el hemdila rebil alemînŞehda dînê min yek ElahMelek Şêxesen heq hebîb ElahSibeh e ro li me hildihateLi ser milê me du celat eHilo (rabin) ji me re bibin şahîdSibeh e ro zeriqîNûr bi nûrê şifiqîMelek 'Umrîn (Şêşems) li ber tifiqîSibhan ji te xaliqîSibe ye rojhilat eşukriya me ji te xwedê yeYa Xwedê:Me yek sidiq, heya dîn û îman ji te divê yeSibe ye Şêşems da beyan eNav û dikarê (zikir) şêşems 'Elê Selam eRoniya Şêşems da çarde tebeqe red û ezmên eJi malê heta malê145PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Şêşemsê xudanê sîqalê (pakbûnê)Em Şêşems ne birin û xeyal eJi derecê heta derecêŞêşems xudanê ferecêEm tewaf bin dest û damana ŞêşemsŞona birkit ke'bit Ella û hecêji stonê ta stonêÇel mifte hundura xezînêŞêşems da dest xudanê merîfet û nasînêJi çava heta devîMora Şêşmes lê dikevîJi muhbeta mîr melekaGer me nehêle em binivî (xafil)Ji devî heta çav eMora Şêşems geriya li nav eYa Şêşems me bi te silav eYa Şêşems hev dinya si'et û gav eSerî heta pê yeYa Şêşems te em nexşandine ser vê rê yeEm sinetxane ji te hêvî yeYa Şêşems te em vexandin ber vê xilmetê (rêkê)Ber me veke dergekî reĥmetêBipirse li ĥalê me ehlî çendî sinetêSinetê ku sinet eZibûnekî kêm taqet eEwana Şêşems înet eSinetê go sinî neZibûnê mandîn eEwana ji Şêşems hêvîn eYa Şêşems, umetê beĥrê giran dimeyînî146PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Bo min mezheb û dîn eSed xazma min li wî rihî beBa te tê ye û jê nastîneZor dereca re bigerînîYa rebî tuyî reĥîmîXaliqekî minî ji ezel de tuyî qedîmîLi hemû derda tuyî ĥekîmîYa rebî tuyî rehîmîXaliqekî minî bi canîLi hemû derda tu dermanîLi hemû mixliqata bi xudanîŞêşemsî minî mîr eBavê me derwîşa, qelendera (xudan keramet) û feqîra reKaniya şêxan û pîraYa Şêşems tuyî li bangê tuyî li gaziyêGel ixtiyara gel rêwiyaErkan sikiniye li ser milê EdewiyaEm sinetxane ji te hêvî neYa Şêşems tuyî li bangê tuyî li mihderaGel ixtiyara (zanyarên dîn) gel rêberaErkan sikiniye li ser milê QelenderaYa Şêşems me bi te nefer eYa Şêşems tuyî mefer eYa rebî tu xaliqekî min î her û herîTu rizqa didî rizqa dibirîŞêşemsî minî nûrîn eSer kursiya zêrîn eKilît û mifte bi destê wî neVedike derê zor xezîneEm sinetxane ji te hêvî ne147PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Tu dermanê hemû birînaTemam Xwedê û Siltan Şêxadî, baqî Ella****************Du'a NîvroYa Rebî..tu bidî xatirê Hesen zerbaba (keramet)Def û şibabaQudis, Meke, Medîne û Ki'beÊzdîn e mîr bavê bavaMezinê çendî siĥabaYa Rebî ..tu bidî xatirê melekê ber rojêÇawîşê Şêşems, Bercis Adêl, Marîn, Es'ed, Malikil Mişterî,Amadînê Şemsa, Qedîbilban, Hicm û Mendûm, Mendê Şerîf,Mendê Tûkilkî.Ya Rebî..tu bidî xatirê dirra sipî ye,Pedişe û bêrî yeNefesa ĥeq sira Siltan Êzdî yeMelek Şerfedîn, xêr û sebîl, şerpik û çira yePerî qendîl dergehê dîwan siltan Şêxadî kîYa Rebî..tu bidî xatirê Ixtiyarê MixfîSira li pê pira seratêĤadêr, Nadêr, Qadêr, Cencerî, CebrînQubit xilûrî alî tu bi 'Umranê Hindî kîYa Rebî..tu bidî xatirê mezin meydana melekaSer holê sekiniye dewrêşê QatanîSerdarê heştê hezar siwarê mala AdiyaPîrê Libna, pîra Fat, Re'biya Edewî, Sitiya Ês, Maka Şêxadî,Xatûna Fexra, Şêxfexrê Adiya, Şêx Mend, Nasirdîn, Sicadîn,Kafê û Zemzemê, qublitil bidûr, Êzdînemir kî148PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ya rebî..tu bidî xatirê Kaniya sipîSeyêdil Kewdel, Ĥewdel, kewdel kekê Şêx şehîd Ella, Pîr Bab,Pîr Mendî Gorî, Delîlî Behrî, Zencerî wereq, Miş'el, sira TawisîMelek, her heft kurê Pîrê, sûka me'rîfetê, pênc ferzên ĥeqîqetê,dîwana aĝê Qelendera, dergeha Mîr li Mîr Amadîn kîYa Rebî..Tu bidî xatirê Idrîsî Xeyat, banî erş e,Bilalî Hebeş, Şêx Mihemedî Harûnî, Reşî Gorayî, Melek Zîn,Melek Fexredîn, Çel Mîrî li ber secadê kîYa Rebî..Tu bidî xatirê Pîrî Kûza, Pîrî Kemal, Pîrî Tercuman, ŞahêSiwara, Seyêdil Bekir, Guharzer, Zerguhar, Dara Qewala, DarêQelendera, Sitiya Ês, Maka Şêxadî, Qepiyê Reş, Qepê MirazakîYa Rebî..Em mirazê xwe ji te dixwazinDîn û îman û kemal eTemam Xwedê û siltan Şêxadî*****************Du'a RojavaYa rebî, bidî bona xatirê mîrê Rojhilat, Rojava, dotê û dayê, çeleynil beyzayêYa rebî, me sinetxanê xelas bikî ji qeda û belayêYa rebî, bidî bona xatirê erş û kursî, ga û masîYa rebî, tu li ĥalê me û sinetxanê bipirsîYa rebî, tu bidî bona xatirê erş û sema, lûĥ û qelem e, Hewa ûAdem, Êsa û MeryemYa rebî, li bangîna me û sinetxanê bê hemî çaxa, hemî demaYa rebî, bidî bona xatirê zerhêvarî, bihuşt û darê, kafê ûzemzemê û miĝarê, Siltan Êzîd xudanê biryarê, Siltan Şêxadî libêtil farê149PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Ya rebî, li bangîna me û sinetxanê bê vê evarêYa rebî, bidî bona xatirê Siltan Êzîd edqatê, reĥtil fi'êlaxudanid xêra, kafê û her heft mêra, melek Fexredîn her çar gêlaYa rebî, li ber me û sinetxanê Vekî dergekî xêraYa rebî, bidî bona xatirê erşan û feleka ĥoriya û meleka TawisMelek çarde tebekaYa rebî, ferceka xêrê li ber me û sinetxanê vekîYa rebî, bidî bona xatirê sûka me'rîfetê, Pênc ferzê heqîqetêMêrê çê, Derwêş bi rojê dike xilametê, bi şev û roj digîşteîbadetêYa rebî, li ber me û sinetxanê vekî dergekî reĥmetêYa rebî, bi qedrê kasê kî, bi qedrê durrê kî, bi qedrê IxtiyarêMixfî sira binî beĥir kî, nefesa ĥeq, sira Siltan Êzîd kî, hêvî ûmehdere kî, li ber me û sinetxanê li ba xwe ciyekîYa rebî, bidî xatirê durra sipî ye, padşê bê rî ye, nefesa heq sirasiltan Êzêdî yeYa rebî, me û sinetxanê ji te hêvî yeYa rebî, bidî bona xatirê dirra zer e, ba û agir e, erd ûezman û ber e, dîwanê axê Qelender e, Êzdî ne mîr her çarsir eYa rebî, di bangîna me û sinetxanê wereYa rebî, bidî xatirê durra sor e, kursiya ji batin de mor e,mekanê siltan Êzîdî minî sor e, Lalişek avakir li jor e, dergek lêdanî qubitil bidûr eYa rebî, li bangîna me û sinetxanê wereYa rebî, bidî bona kursiya reĥmanê, can lawê can e, erd ûezman e, Qudis û mûsĥan e, sira qere Şêxmendî Fexran e, li berme vekî dergekî xêran eYa rebî, bidî bona kursiya cebêr e, xudanên xêra, gavê her heftmêraYa rebî, li bangîna me û sinetxanê wereYa rebî, bidî bona xatirê Ezazîl, Dirdaîl, Mekaîl, Cibraîl,Israfîl, Şemxaîl, Nûraîl, her heft melekên kibêrEwan çiqas sal û wext û bedîl150PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Her û her sekinîne li qeĥif û qeyser, hizreta melekil celîlDi dest wan de mifte û kilîtYa rebî, me û sinetxanê nekî ji bîr eYa rebî,Bidî xatirê mîrê bilind, Feqîrê sozdayî, mîrê Tebekê Şamê,Siltan Êzîd li Şamê, şêx Mend paşayê Ĥelebê, mezela kekêEzîz.Temam Xwedê û siltan Şêxadî*****************Du'a HêvarêŞihada dînê min yek Elah, melek Şêxesen heq hebîb Ella.Meqbûlî mergeh selahSilava meqbûlî li mergehêLi Lalişê xudanid qubehêCiyê mehê binê mehêCiyê Sinetxanê li dû Şêxadî dikşîn ber xwedêJê re dikin ebadet û sicadetêXwedayê minî xefûr eŞêşems nûr eMin şihade îmana xwe bi navê Xwedê û Tawis Melek dikeqebûl eŞêxadî padişa yeŞêxubekir mewla yeŞêşems çira yeMelek şêxesen serî xetma yeŞihada îmana xwe bi navê Tawisî Melek min heq dida yeHeq Xweda yeMelek Şêxesen serî xitma yeXwedê heqê min eŞihada dînê min yek Ella , Melek Tawis heq ĥebîb Ella***************151PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Du'a Si'ûraEyneta dînê Êzdî te li me kiriye ferz, em sê ro rojî li bo tebigirin.***************Du'a FitaraYa rebî westana me li boşê nedî, xilmeta me qebûl bikî.**************Du'a BiskêRojeka ji rojan eEm destûrê xwedê û mêran eBiska şêxalê Şemsan eRoj e kaniya sipî didan eLê danîn ĥed û sed û ol û erkan eMicade û Çelxan eLeylet Qedir sîret rehman eKaf bilind bû çû ezman eDu çiya li hev dan wekî beran eŞemsê Êzdî lê danî nîşan eYa siltan Şêxadî ji dest e ji te lava n eYa rebî qurbana vê biskê jê re qebûl bikîHeger gay e û heger beran eHoz hoz bimbarek be. Pîroz*****************FatĥeAmîn Amîn AmînTebarek Ellahû idîn, Ellahû eĥsenû mîn kull xaliqînHimeta me Şemsedîn , Fexredîn, Nasirdîn, Sicadîn, Amadîn,BabadînŞêşems e , qiweta dîn152PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Melekî Tawis tacjil ewlîn heta êxrînXêra bide şera wergerînHeq el hemdilla rebil alemînŞehda dînê min yek EllahMelek Şêxesen heq hebîb Ellah**************Ev lava jêrîn jî li ser mirî, yan gava mirov di bermezelekê, pîrozgehekê û tiştên mîna wan re diçe, tê gotin:Heq tu Xweda yîXudanê mor û mayîYa rebî kes ne ji te û tu ne ji kesa yîYa rebî tu layiqî medĥa yîKes nizane tuyî çawa yîKes nizane tu çi lewnî çi rengîKes nizane tu çi sewtî çi dengîYa Rebî tu rehmî tu rehîmîXaliqê ezel de tî qedîmîLi vê dinê tu kar tînîVî ezmanî vê stûn radiwestînîLi hemû derda tî hekîmîSed xwaziya wî rihî tu pê dî jê nestînîZor derece bigihînîTu bi rehma xwe ya Xwedê Tu me birehmînî* *Jêder1.2.Qis Hênrî Lamans: Kovara zanîngeha Qidîs Yûsif sal1957, Bêrût:Fuad Hilal û Nedîm Feqş: Rêbera Helebê ya geştevaniyê,weşana çaran 1997,.153PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

3.4.5.6.7.8.9.10.11.12.13.14.15.16.17.18.Corc Hebîb: Êzdî bermahiya oleke kevin, weşangehaPêtra, Şam 1996.Nûrî Sma'îl: Ola zerdeştî- Mezdîsna, lêkolîneke taybet.Mihemed Berzincî, koka ola zerdeştî.Şerfxanê Bedlîsî: Pirtûka Şerefname, çapxana Bexdad,1953.Şakir Fetah: Êzdî û ola Êzdiyetî, 1997, Bêrût, Libnan,wergerandin ji Kurdî Dr.Dexîl Şemo.Ebdirezaqê Husênî: Pirtûka /Êzdî li niho û pêşeroja wan,çapa heftan 1980.Kovara Metîn, hejmara meha Tebax 1994, ji belavokêPartiya Demoqrat a Kurdistanê Êraq.Pîr Xidir Silêman: Pirtûka Êzdiyetî, çapxana fêrkirinabilind, Hewlêr 1996.Fîlîp Sîrîng: Nîşandek di huner, ol û jiyanê de.Dr.Xelîl Cindî: Li derbarî naskirina rastiya ola Êzdî,sîstema pilevanî, sal 1998.Entiwan Mortkart: Dîroka rojhilata nêzîk ya kevin,derhatina sala 1950, wergerandin: Tewfîq Elî, Elî Ebû Esafû Qasim Tiwêr.Kovara “rengrengiyên kolîja rojhilatnasiyê” ya zanîngehaQidîs Yûsuf li Bêrûtê, sal 1957, gotara: ((lêkolînek li serxaknîgarî û şaristaniya gelên rojhilatî, bilindahiyên ÇiyayêSem'an û Êzdiyên Sûryê- sal 1907 - Qis hênry Lamans)).L.Wolly: Alalax Qiraltiya jibîrkirî, şalyariya Çendeyî yaSûrî, Şam 1992, wergerandina Mihemed Eldalatî.Dr.Şewqî Şe'is: Kela Sem'anê, belavokên weşangeha “darElqelem Elerebî”, Heleb, 1991.Dr.Mufîd 'Abêd: Dîroka Girêkan/Yûnan, Zanîngeha Şamê1992-1993.Ebdela Heccar: Kinîsa Mar Sem'an û şûnewarên çiyayênLêlûn û Heleqe, weşangeha Mardîn, çapxana Elêf baEledîb, 1995.154PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

19.20.21.22.23.24.25.Bilis Yetîm: Gotarin di şûnewarên Sûryê de, çapxana Îman,Heleb 1977.Diyagonof: Pirtûka Medya, werger Dr. Wehbiye Şewket,Ram ji bo çapê û belavkirinê, Şam.Kovara Laliş, hejmar 11, sal 1999, ji navenda Lalişê yaÇandeyî.Mishefa Reş û Celwe, du nivîsarên Êzdiyan ên kevin.Kizênfûn: Rêwîngiya deh hezaran (Anabasîs)sal 401 b.z,pirtûxana Besam, Mûsil. Wergerandin ji Îngilîzî Ye'qûbEfram Mensûr.Fîras Elsewaĥ: Rehman û Şêtan, belavokên weşangehaEladîn, çapa sisiyan 2004.Fîras Elsewaĥ: Çalakiya hiş a destpêkê, çapa diduyan,1981, Dar Elkelîme, Bîrût-Libnan155PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

NaverokBeşê YekêÊzdîtî li Çi.KurmêncLêkolîna Yekê 7Ola Êzdî li Çi.KurmêncLêkolîna diduyan 33Bawerî û perestvaniyê serekeCejin û boneyên ÊzdiyanAdet û teqalîdên taybetPilevanî di ola Êzdî dePîrozgehên ÊzdiyanBeşê diduyanDîroka Êzdiyan li Çi.KurmêncLêkolîna yekê 95Êzdî û hebûna wan a destpêkê li Çi.KurmêncÊzdî li serdema OsmanîLêkolîna diduyan 129Êzdî li sedsala bîstanRewşên Êzdiyan ên nihaBelayên serê ÊzdiyanBeşê sisiyanBiservehî (1)… Zeredeştî 137Biservehî (2)… Qewlên herêmkî 150Jêder 164156PDF created with FinePrint pdfFactory trial version http://www.fineprint.com

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!