You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Codstandardî

“Zarokên filîstînî

qehreman, lê yên kurd

terorîst in” u 4

Şîdeta li dijî jinê

Tevî hemû hewldanan

şîdeta li dijî jinê li Bakur

zêde dibe u 9

Stêrkek modayê

Keçeke kurd xwest û bû

milyoner u 10

Îşkence didome

“Polîsên dewleta tirk îşkenceyê

hîn jî wek rêbazekî

bi kar tînin” u 15

Çar cejnên

Êzdiyan bûn fermî

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên

Ayînî, Merîwan Neqişbendî

ragihand ku li ser daxwaza Wezareta

Ewqaf, Hikûmeta Herêma

Kurdistan’ê razî bûye ku ji tevahiya

heft cejnên Êzdiyan, çar ji wan

bibin bihênvedanên fermî bo Êzdiyan.

Neqişbendî herwiha got ku

Êzdiyan daxwaz kiriye ku cejna

Sersala Êzdî li seranserê Herêma

Kurdistan’ê bibe bihênvedana fermî

û anî ziman ku pêwistiya vê

yekê bi standina raya hemû hevwelatiyên

Herêma Kurdistan’ê heye.

Her çar cejnên ku bo Êzdiyan

bûne bihênvedanên fermî, ev in:

Cejna Sersala Êzdiyan, Cejna Cemayê,

Cejna Çileyê Havînê û Cejna

Rojiyên Êzî.

4 191631 701506

9 771869 104000

:�ﻣﻼ��� �و�ﺗ����� ���ﺳ��ر�ﺑ

��ﯚهد ﺎه����رﺎ� ﺎﺗﺎ�ﺟ

ت��د رﺎ� ﺎﺳﺎ� �ﺑ

00009

08

Great

Britain

Çend roj beriya hilbijartinên Parlamena

İraq’ê, lîsteyên Kurdistan’ê

di nav rikberiyeke germ de ne. Bi

her cûreyê propagandayê aliyên siyasî

hewl didin ku dengdêrên bêbiryar

bikşînîn aliyê xwe. Partî û

lîsteyên siyasî jî (Hevpeymaniya

Kurdistan, Goran, Komel û Yekgirtû)

bawer in ku ji niha ve dizanîn ka

ew ê li kijan parêzgehan bi ser bik-

���ﺳﺎ�ﻧﺎ��د �ر�ﺗ ��و ﺎ���ﻣ

��ﻧﺎﻬ�ﺟ �����ﺳ�� وود

ندر�� �� ��ﯚﺗ

evin û çend kursiyan bi dest xwe ve

bînin. Ji niha ve PDK xwe wek

hêza serkeftî li parêzgeha Dihok’ê

dizane û li Mûsil’ê jî ti aliyekî kurdî

yê din wek rikberekî xurt nahesibîne.

PDK hest dike ku tenê di wan

herdu parêzgehan de 16 kursiyan

misoger bike. PDK bi hêza xwe

bawer e ku li paytexta Herêma Kurdistanê,

Hewlêr’ê jî bibe hêza

نا��ﻧ�د ﯚﺑ ن�ه نﺎ�ﺟر�ﻣ نﺎﻧژ

نﺎ�ﻧﺎ�����ﻧﺎ� �ﺑ

"نﺎﻧژ �ﺳ�د ���و��ﺑ ق��ﺗ ﺎﺑ"

12 t 8 t 16 t

ÇAPA EWRÛPA

Parêzgarê Kerkûkê: Em serbixwe ne

Parêzgarê Kerkûk’ê Ebdulrehman

Mistefa ji Rûdaw’ê re ragihand ku

ew li gel hemû lîsteyên sînorê parêzgeha

Kerkûk’ê civiyaye û ji wan

re diyar kiriye ku ew rê nadin ti lîst

û pêkhateyeke beşdar ku tevlîheviyan

dirust bikin û di heman demê

de tekez kiriye ku nabe dezgeh û

saziyên hikûmetê bo propaganda

hilbijartinan bên bikaranîn.

Ebdulrahman Mistefa diyar kir

ku hemû dezgeh û saziyên hikûmetê

hatine agahdarkirin ku divê

Xwînerên Rûdaw’ê bêtir dizanin

Deutschland 1,50 Euro | Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF | England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Danmark 15,00 DKK

Li gor pêşbîniyên li ser hilbijartinên Parlamena İraq’ê:

serbixweyiya xwe di hilbijartinên

pêş yên Parlamena İraq’ê biparêzin:

“Hemû dezgehên hikûmetê û

hêzên polîsan hatine agahdarkirin

ku nabe bi ti awayî piştîvaniya lîsteke

taybet bikin û her dezgeh yan

kesê ku karekî wiha encam bide,

em ê lêpirsînên tund di derbarê wî

de bikin.” Ebdulrahman Mistefa

diyar kir ku hemû lîste hatine agahdarkirin

ku nabe bibin sedemê dirustkirina

metirsiyan li ser daniştvanên

Kerkûk’ê.

yekem, weke ku berpirsekî bilind

yê PDK’ê dide zanîn: “Emê bibin

hêza yekem li Hewlêrê”. Li gor

Berpirsê Buroya Hilbijartina

PDK’ê Cefer Êminkî, PDK çaverê

dike ku li Silêmani’yê jî sê yan çar

kursiyan bi dest ve bîne.

Berevajî PDK’ê, YNK bi ceribîneke

gellekî giran re rûbirû ye ku

derketina ji wê pirr zehmet e. YNK

Ji bo serkeftinê her rêyek mûbah e!

Wekî di vê konvoya propaganda hilbijartinan a Tevgera Goran li Silêmani’ye de,

di gellek çalakiyên hilbijartinan de zarok ji bo rêklamhilgirtina lîsteyan tên bi

kar anîn. Lê ne tenê Lîsta Goran, hemû lîsteyên din yên Kurdistan’ê alên xwe bi

zarokan didin hildan û sloganên xwe didin qîrîn. (Wêne: Rûdaw)

HEJMARA NÛ DERKET · LI FIROŞGEHAN

diplomatique kurdî

LE

MONDE

www.lemondediplo-kurdi.com

info@lemondediplo-kurdi.com

Hejmar/Nr. 33 | 23. Sibat /Februar 2010 | www.rudaw.net

PDK li Dihok, Hewlêr û Mûsil’ê yekem e

Wekî din tê pêşbînîkirin ku Goran jî li Silêmanî û YNK jî li Kerkûk’ê bibe hêzê yekem

ji bo ku lihevhatina stratejîk di navbera

wê û PDK de bidome û bo pêşerojê

di hikûmetê de bibe şirîk,

pêwîstî bi wêya heye ku hêza xwe

derxe holê. Berê Kerkûk û Silêmanî

malbendên YNK’ê bûn, niha

Lîsta Goran gellek bi piştrastî dibêje:

“Em lîsta yekem in li wan

herdu parêzgehan.”

Li gor çavkaniyeke agahdar ya

nav Tevgera Goran, serkirdayetiya

Bizava Goran çaverê dike ku heşt

kursiyan li parêzgeha Silêmani’yê

bidest bîne. Silêmanî xwedî 17

kursî ye û ji hemû parêzgehên din

zêdetir rikberî li ser tê kirin. Ji

xeynî Lîsta Goran, YNK, PDK,

Yekgirtû, Komel a Îslamî û hevalbendên

din yên PDK û YNK’ê – ku

Sosyalîst, Komunîst û Zehmetkêşan

in – jî di rikberiyê de ne ku li

vê parêzgehê kursiyan bidest bixin.

Herçiqas Berdevkê Tevgera

Goran Mihemed Tofîq Rehîm

behsa hejmarê nake ku wê çend

kursiyan bînin jî, lê di daxuyaniyeke

bo Rûdaw’ê de eşkere kir ku

di vê hilbijartinê de Goran li hemû

herêmên Kurdistan’ê ji hilbijartina

berê baştir dibe û Goran wê li Kerkûk

û Silêmani’yê serkeftinên

mezin bidest bîne û li navçeyên din

jî dengên baş bidest bixe.

Kerkûk jî bajareke ku ti hêzek bi

tenê nikare bibe xwediyê wê. Ji bo

kurdan jî dijwar e ku bikarin ji heşt

kursiyan zêdetir bidest bînin. Li gor

serkirdeyê Goran li Kerkûk’ê Mam

Rostem, Goran wê dengên baş bi

dest bîne û bibe hêza yekem û çaverê

dike ku ji xeynî kurdan, ji ereb

û turkmanan jî dengan werbigre.

PDK jî çaverê dike ku li Kerkûk’ê

du kursiyan bîne. u 2 - 3

TZP li zimanê kurdî xwedî derket

Li Bakûr’ê Kurdistan´ê û Tirkiye’yê

ji bo Roja Zimanê Dayikê

daxuyanî û meş hatin lidarxistin. Di

meş û daxuyaniyên ziman de daxwaza

perwerdehiya ziman hate

xwestin. Di meşan de dûrişmên

wek, “Bê ziman jiyan nabe”,

“Welat bê kurdî nabe”, “Ez kurd im

bi kurdî serfiraz im”, “Welat bi

kurdî xweş e” hatin avêtin. Tevgera

Ziman û Perwerdehiya Kurdî

(TZP) jî xwest ku 21’ê Sibat´ê,

Roja Ziman a Cîhanê ku ji aliyê

UNESCO ve bi boneya parastina

mafên kêmayan di sala 2000’an de

hate îlankirin, wekî roja serhildana

zimanê kurdî bê îlankirin.

Di derbarê Roja Ziman a Cîhanê

Serokatiya Konseya KCK’ê jî daxuyaniyek

da çapameniyê. Di daxuyaniyê

de hat gotin ku dewleta

tirk bi stratejiya “yek dewlet, yek

netew, yek ziman“ re dixwaze gelê

kurd tûne bike, lê gelê kurd vejîna

xwe ya netewî ava kir...belê asîmîlasyon

hîn jî didome.
2

Hılbıjartın

Dilê gellek dengdêranan ji lîstên cude re lêdixe, wekê yê vî xortê kurd ku alên Hevpeymaniya Kurdistan û Goran hildaye. (Wêne: Rûdaw)

Lîstên cude - Dirûşmên wekhev

Rêbend Sedulla Hewlêr

Hemû berendamên lîstên ku tevî

hilbijartinan li Kurdistan´ê dibin di

dema propaganda de behsa nehiştina

gendeliyê, vegerandina Kerkûk

liser Herêma Kurdistan´ê û çareserkirina

pirsgirêkên daleqandî yên di

navbera Hewlêr û Bexda de, dikin.

Lê hê jî xalên bingehînî yên dirûşmên

hemû lîsteyan hevbeş in û cudahiyeke

ewqasî mezin di navbera

wan de, nîne.

Serokê Tevgera Goran Noşîrwan

Mistefa berî çend rojan ji destpêkirina

kampîna propaganda Hilbijartinan

de hevpeyivînekê li gel

El-Cezîre ragehand ku cudahiyeke

ewqasî balkêş di navbera armancên

Tevgera Goran û Lîsteya Hevpeymaniya

Kurdistanî de nîne: “Lê şêwazên

me cuda ne.”

Hêmin Umer ê 41 salî kasibkarê

li bazara Hewlêr´ê û di derbarê

bandora dirûşm û sozên lîsteyan

cude de wiha ji bo Rûdaw´ê got:

“Me wek malbat biryara xwe yekalî

RÊBIWAR KERÎM WELÎ

Ji destpêka vê hefteyê ve, hemû

lîstên beşdar ji bilî nasandina berendam,

slogan û dirûşmên xwe,

bernameyên xwe yên hilbijartinan

jî li pêş çavan radixînin.

Mîna her carê Hewlêr sir û sar e

kiriye ku “emê deng bidin kî?”

Loma slogan û propaganda hilbijartinan

çi dibin bila bibin lê ti bandorê

li me nakin.”

Berendamê PDK´ê li Hewlêr´ê

ser bi Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanî

Şiwan Mihemed Teha bo

Rûdaw´ê daxwiyand: “Hilbijartin

bi tevahiya xelkê Kurdistan´ê ve girêdayî

ye. Loma normal e ger sloganên

hemû pêkhate û lîsteyan ji

hev nêzîk bin.” Li gor Teha hinek

bingehên siyasî yên hevbeş di navbera

lîsteyên Herêma Kurdistan´ê

de hene ku îradeya hevbeş û armancên

hevbeş ên xelkê Kurdistan´ê

temsîl dikin.”

Berendamê Yekgirtû ya Îslamî li

Hewlêr´ê Usama Cemîl nerîneke

nêzîk ji nerîna Şiwan Teha dûbare

dike û dibêje sloganên hêzên siyasî

yên Herêma Kurdistan´ê di dema

propaganda hilbijartinan de nêzîkî

hev in: “Lîst û pêkhateyên siyasî li

pirsgirêkan mikur tên û ti alî nikare

bike slogana xwe bi tenê. Lê her

lîstekê nerînên xwe yên cuda hene

Bernameyê lîstên beşdar û

komedî ya hinek berendaman

û hê ti kes germ nebûye. Ji herkesî

zêdetir hizbên Îslamî milê xwe

dane ber milê hev û her yek ji wan

di wê xemê de ye ku îspat bike ew

mezintirîn hizbê Îslamî ye. Dihok

jî her wek caran e. Li Kerkûk û Silêmaniyê

jî tevî ku tomarkirina gilînameyan

li ba komîsyonê

berdewam e, lê hê rewş negihaye

astekê ku bibe cihê metirsiyê, ji

bilî bûyerên revandinê li Silêmaniyê

ku rewş xistine xeterê.

Li Hewlêrê PDKê bi awayekî

sist kar dike, berevajî vê çendê

YNK, Goran û hizbên Îslamî ketine

xirecirê. Di vê navberê de tiştê

ku bala mirovan dikişîne berna-

derbarê awayê çareserkirina van

pirsgirêkan.”

Li gor pîvanên navdewletî dema

kampîna hilbijartinan mehek be

baştir dibe lê li gor Cemîl: “Min

dixwest dema kampîna propaganda

hilbijartinan bi tenê 10 roj bin ne

mehek, da ku xelk sergêj nebin lê

pêşbînî dikim piraniya xelkê biryara

xwe yekalî kiribin.”

Bi baweriya Akam Mihemed ê

21 salî ku xwendekarê zanîngehê

ye dûbarebûna sloganan tiştekî

asayî ye, jiber: “Her berendam û

lîstek hewl dide di kampîna hilbijartinan

de mînaka herî baş a xizmetkirinê

di sloganên xwe de bikar

bîne. Li Kurdistan´ê jî daxwaza

piraniya xelkê ya neteweyî vegerandina

Kerkûk´ê ye û di warê

darayî de jî erzanî û wezîfedarkirina

derçûyên zanîngehan e.” Lê

bi baweriya Akam li Herêma Kurdistan´ê

slogan ewqasî ne bibandor

in, ji ber ku “Xelkên Kurdistan´ê

bêtir li ser bingehê hizbayetiyê

deng didin.”

meyê lîstên beşdar, daxuyaniyên

hinek berendaman û awayê nasandina

wan bi dengderan e.

Kêm, hindik bernameyên hilbijartinan

ê hemû lîsteyan wek hev e

û ti cudahiyên mezin di navbera

wan de nînin. Hemû lîste wek hev

behsa pirsgirêkên çarenûsî dikin,

bê ku ti alî bide xuyakirin tiştê aliyên

din nikarîbûn cîbicîh bikin,

ewê çawa cîbicîh bikin. Berendamekî

behsa federalîzma rastteqîne

dikir û radigihand ku ewên din nikarîbûn

bi ereban bidin fam kirin,

ka federalîzm çi ye. Serê min bi vê

daxuyaniyê gêj bû. Erê berî hemû

tiştî, tiştê ku niha kurd xwediyên

wê ne ne federalîzm e lê belê konfederalîzm

e, lê nav lê kirine federalîzim.

Ereb jî baş vê yekê dizanin

loma dixwazin ne ku bi tenê federaliyê

bistînin lê herwiha bînin ser

otonomiyê. Êdî kaka ger hûn pêngavekê

ber bi pêş ve navêjin tikaye

pêngavekê ber bi paş ve jî navêjin.

Tevahiya lîsteyan nikarîbûn di

bernameyên xwe de tiştên dahatû

bo pêşeroja Kurdistan’ê pêşkêş

bikin. Hinek pirsgirêkên me yên

herdemî li gel Bexda û mentalîteya

şovînî ya ereb li İraq’ê hene

ku hebûna kurdan wek netew

qebûl nakin, dev ji mafên me yên

rewa berde. Pirraniya lîsteyan dixwazin

ji me re bêjin ku kurdan

heta niha nizanîbûn li gel ereban

diyalogê bikin, yan na ereb û şovînîst

zêde mêrên çê ne û ya heqê

me be, ew ê bê kêmanî bidin me!

Bi baweriya min diviyabû pêdagirî

li ser karê takekesî yê kesên ku

li Bexda bûn bihata kirin. Helwêsta

siyasî ya kurdî li İraq’ê

diyar e, pirsgirêka me ne ya gotara

siyasî ye lê pirs pirsa kar e. Gelo

kesên ku li Bexda’yê karbidest û

parlamenter bûn dikarîbûn çi bikin

û nekirin?

Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010

Rûdaw

Mesîhiyên Eynkawa li

benda encamên cude ne

Di hilbijartinên 2005’an yên

Parlamena İraq’ê gellek Mesîhiyên

Hewlêr’ê dengên xwe dabûn lîsta

serokwezîrê berê Eyad Ellawî.

Rêbend Sedulla Hewlêr

Berovajî hilbijartinên borî yên Parlamena

İraq’ê, vê care tê pêşbînîkirin

ku niştecihên Mesîhî yên

navçeya Eynkawa ku dikeve rojavayê

bajarê Hewlêr’ê, dengên xwe

bidin berendam û lîstên Mesîhî. Cîgirê

Serokê Civata Netewî ya Kildanî,

Suryanî û Aşûriyan, Conson

Siyawş di vê darbarê de bo

Rûdaw’ê ragihand: “10 berendamên

me hene ku li ser penc bajarên

İraq û Kurdistan’ê hatine dabeşkirin.

Em çaverê dikin ku pirraniya

kursiyên kota bo me bin.”

Derbarê sûprîza hilbijartinên

2005’an ên Parlamena İraq’ê li

Eynkawa ku wê demê xelkê dengên

xwe dan Lîsteya El-İraqiye, Siyawş

got: “Ew xeletiyek mezin bû,

lîsteya Ellawî yekem lîste bû ku li

dijî danîna kursiyên kota bo Mesîhiyan

derket, loma ew xeletî dûbare

nabe.” Ew li bendê ye ku vê carê

zêdeyî ji sedî 80 ji Xiristiyanan

dengên xwe bidin lîsteyên xwe.

28 hezar alên Kurdistan’ê

tên belavkirin

Zaxo (Rûdaw) - Rêxistina Ala ku

bo parastin û çavdêrîkirina ala Kurdistan’ê

hatiye damezrandin, desthilata

wê li ser hemû sazî û

dezgehên hizbî û hikûmî heye ku

nehêle paqijî û ciwaniya ala Kurdistan’ê

bê têkbirin. Rêxistina Ala

dest bi dabeşkirina alên Kurdistanê

li ser hemû xwendekarên devera

Zaxo kiriye. Berpirsê Rêxistina Ala

Yusiv Hesen bo Rûdaw’ê diyar kir

Dîna Joseph a 25 salî jî got: “Tenê

Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê ji

me re kar kiriye û ne pêwîst e em

deng bidin Ereban.”

Ji bilî posterên berendamên Mesîhî,

li Eynkawa posterên lîsteyên

kurdî jî hene. Lê ti posterên Goran

û lîsteyên Îslamî tune. Serkirdeya

Tevgera Goran li Hewlêr’ê, Sefînê

Mele Qere bo Rûdaw’ê daxuyand:

“Goran ji bo kursiyên kurdan li

Hewlêr’ê xebatê dike. Mesîhiyên

Eyankawa kotaya xwe, berendam û

lîsteyên xwe hene ku deng bidin

wan.” Li Hewlêr’ê du lîsteyên Mesîhî

hene.

Li gor sererastkirina yasaya hilbijartinên

2005’an li İraq’ê, pênc

kursî bi sîstema kota bo Mesîhiyan

hatine danîn. Ev her pênc kursî li

ser pênc parêzgehên İraq’ê, Bexda,

Nînewa, Kerkûk, Duhok û Hewlêr’ê

hatine dabeşkirin. Li İraq’ê ji

ber xirabiya rewşa ewlekariyê gellek

malbatên Mesîhî ji cihên xwe

barkirin û niha belkî hejmara wan

750 hezar kesan derbas neke.

ku ewê di demeke kurt de 28 hezar

alên Kurdistan’ê yên qebare biçûk

li ser hemû xwendekarên sînorê

perwerdeya Zaxo dabeş bikin û da

zanîn ku Rêxistina Ala heta niha

zêdeyî 4 hezar al dabeş kirine û got:

“Ti armancên me yên propogandekirinê

bo lîsteyan nînin, ji ber ala

Kurdistanê bi ti kes û lîsteyan ve ne

girêdayî ye lê belê ala her kurdekî

ye.”

Dema ez propaganda hilbijartinan

a hinek berendaman dibihîzim,

ne bi destê min e, dibêjim

pepûkino! Kurd bi kesên wiha dixwazin

li Bexda siyasetê bikin. Di

radyoyê de dibêjin: “Filanê kurê

bêhvan mamoste û xêzandar e û li

filan gundî mamostetî kiriye û

niha hê mamoste ye! Filanê kurê

bêhvan tevî zêdeyî sê dewreyên

komputerê bûye” û hwd.

Erê mirovekî ku sê caran tevî

dewreya komputerê bûbe û hê fêr

nebûbe, çawa emê wî bişînin

Bexda? Yan yekî ku endamê kampanya

Duayan bûye, yan yekî ku nizane

Şêrîn Ebadî xelata Nobel’ê ya

aştiyê wergirtiye... Birayê min, eger

mirov niha bi rêya Facebook ji destpêka

rojê heta êvarê bersivê bidî, wê

bibe endamê rêvebirina 20 kampanyayan.

Pirr li gor min ecêb e ku vî

biraderî di dema pênc salan de tenê

beşdarî di kampanyekê de kiriye.
Rûdaw Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010 Kurdıstanî

Elektrîka Kurdistan’ê

ji ba tê çêkirin

Barzan Mihemed Hewlêr

Bo sûdwergirtinê ji ba bo berhemanîna

elektrîkê, Wezareta Elektrîkê

ya Herêma Kurdistan´ê

girêbestek li gel şîrketa Zagros

girê da. Bi mebesta danîna 15 bircan

bo pişkinîna wizeya bayê li

hersê parêzgehên Kurdistan ê, ku

bi tenê li ser pişkinînan zêdeyî 4

milyar û 500 hezar dînaran tê

serfkirin. Piştî bicîhanîna pişkinînê

wê hikûmet elektrîkê bi rêya

bayê hilberîne.

Rêvebirê Hydropower û Wizeyên

Nû li Wezareta Elektrîkê Mihemed

Emîn Hewramî ragihand:

“Bo berhemanîna vê wizeyê, emê

15 bircan deynin bo pîvankirina

lezgîniya bayê. Bi rêya heyvên

destçêkirî agahî bo me tên. Emê

salekê van tecrubeyan bikin û di

şeş mehan de encaman analîze

bikin da ku em nas bikin çend

megawatt ji elektrîkê bi rêya bat

ê berhemanîn.”

Berhemanîna elektrîkê ji ba û

Rojê li piraniya welatên pêşkeftî

de heye. li Herêma Kurdistan´ê hê

jî elektrîk pirsgirêkeke serekî ya

xelkê ye. Ji ber vê yekê jî hikûmet

dixwaze bi rêya bikaranîna bayê

û tîrêjên rojê vê pirsgirêkê çareser

bike.

Bilindbûna bircan 50 metro ye

û li her parêzgehekê 5 birc tên

danîn. Lewre li Iraq’ê lezgîniya

bayê nehatiye diyarkirin. Ji bo dîtina

atlasa lezgîniya hewayê li Herêma

Kurdistan’ê; atlasa cîhanî

wek bingeh tê girtin. Atlasa cîhanî

lezgîniya hewayê li navçeyên

Kurdistan´ê diyar dike. Herwiha

jî rêveçûn û pirbûn yan kêmbûna

wê.

Diyare ku birc li deşta Hewlêr’ê,

navçeya Mexmûr, Deşta Herîr,

Pîrmam û Soran, herwiha li

Silêmaniyê jî li navçeya Çemçemal,

Germiyan, Şarezûr û Çiwarqurne

û li Dihok´ê jî li deşta

Sêmêlê û Zaxo bên danîn.

“Mehrkirina li cem meleyan

ne wacibeke olî ye”

Rewa Ebdulla Hewlêr

Hendrên Newzad li pêşiya odeya

dadwer çaverê dikir ku mehra xwe

bibire. Wî berê mehra xwe li ba

mele birî. Newzad dibêje: “Dadwer

yasayên pêwîst ên mehrbirînê wek

meleyan bicîh nakin, loma jin û

mêr li hevdu helal nakin.” Baweriya

gellek xelk û mamosteyên olî

bi mehrbirîna dadgehê nayê. Dadgeh

jî dixwaze mehirkirina li cem

meleyan nemîne. Hendrên Newzad

ê 23 salî dibêje: “Baweriya min bi

mehrbirîna dadwer nayê, ger min ji

mala xezûrê xwe re bigota ezê

mehra keça we li ba dadwer bi tenê

bibirim, dibû ku keça xwe nedaba

min.”

Li gor serjimariyeke Dadgeha

Rewşa Kesayetî ya Hewlêr’ê, sala

borî 7928 peymanên hevseriyê hatine

encamdayîn û 250 mehrbirînên

derekî jî hatine pesendkirin. Çavka-

niyeke dadgehê diyar kir ku pirr

kes mehra xwe li ba meleyan dibirin.

Berdevkê Civata Dadwerî ya

Herêma Kurdistan’ê, Dadwer Ebdilbasit

Ferhadî got ku “dadgeh ti

girêbestekê girê nade, ger ne dilniya

be ku razîbûn heye, herduyan

testên pizîşkî derbas kirine û keçikê

temenê mêrkirinê xilas kiriye.”

Herwiha got: “Hin kesên bi nav

mele, tenê bo bidestxistina pereyan

mehrbirînê dikin û ji mafê dadwer

e heta sê salan wan bixe zindanê

de.”

Endamê Yekîtiya Zanayên Olî,

Dr. Mihemed Gezneyî dibêje:

“Hemû mele dizanin mehrbirîna

qazî li dadgehê dirust e û dema kur

û keçek li ba dadwer mehra xwe bibirin,

ti pêdiviya mehrbirîna mele

namîne.” Gezneyî dibêje: “Ti pirtûkên

olî mehrbirîna li ser destê meleyan

nekirine merc. Loma divê

hikûmet meleyên ku wiha dikin

ceza bike.”

Derbarê hewldanên nehêştina

mehrbirîna berî dadgehê, Rêveberê

Ragihandin û Berdevkê Wezareta

Ewqaf, Merîwan Neqişbendî got ku

divê kesên ku mehra xwe li ba meleyan

dibirin, seredana dadgehê jî

bikin: “Em qet qebûl nakin ku mele

ji ber mehirbirrînê bê cezakirin.”

Baweriya hinek meleyan jî bi

mehirkirina dadgehê nayê. Gotarbêjê

mizgefta Şêx Ebdilreşîd Gerdî

li devera Behirke, Mele Reşîd

Gerdî dibêje: “Ji dirustbûna mehrbirrîna

dadgehê ez bi guman im, ji

ber gellek dadwer peyva “Nîkah û

Tezwîc” bikar nayînin, ev jî li dijî

naveroka Qurana Pîroz e.” Gerdî

bo çareserkirina vê pirsgirêkê got

ku divê herdu wezaretên navborî

beşekî li hundirê dadgehê vekin û

çend mamosteyên olî bo vê mebestê

terxan bikin.

WLADIMIR VAN WILGENBURG

Kurdistan ne wek Tirkiye û

Sûriyê ye

Ji mêj ve rojnamevan Kemal Çomanî bo rêxistina

taybet bi azadiya rojnamevanan RSF derbarê

azadiya rojnamegeriyê li Kurdistanê

dinivîsîne. Divê Çomanî vî karê xwe berdewam

bike û bi rastî jî di vî warî de kurt û kêmasî

hene, lê azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistan´ê

qet li gel Sûriyê, Îran û Tirkiyê nayê

daneberhevkirin.

Lobîkarê dijî Hikûmeta Herêma Kurdistan´ê

Michel Robin liser bingehê rapora rêxistina

RSF babeteke nû nivîsandiye. Di dema xwe de,

Robin bi xwe Kurdistan wek buhiştekê pêşan dida û niha jî her roj

êrîşan dibe ser Hikûmeta Herêma Kurdistan´ê. Robin di nivîsara xwe

de dibêje ku Kurdistan bûye wek Sûriyê. Sernivîskarê kovareke Kurdî

jî ji min re got Kurdistan ji Tirkiyê xirabtir lêhatiye.

Rast e hêzên asayiş û partiyên kurdî gelek caran karên xirab dikin,

wek mînak dema sezaya zindakirina Kemal Seyid Qadir ji holê rakir.

Di kultûrê rûmetparastina kurdî de xelk zûtir hawara xwe digihîn tundûtûjiyê

li gor çanda sar û seqem a Holendî. Li gor rapora RSF`ê Rêbiwar

Kerîm Welî ji aliyê Dr.Berhem Salih ve gilîname liser hatiye

tomarkirin û herwiha çend rojnamevanan jî ew tehdît kirine. Xala

herî balkêş jî kuştina rojnamevanê kovara Livîn Soran Mame Heme li

Kerkûk´ê ku hê bi awayekî hurbîn lêkolîn di derbarê kuştina wî de

nehatine kirin.

Ji bilî van xalan ti rojnamevanek nehatiye zindan k irin û yasaya çapemeniyê

jî desteserkirina rojnamevanan liser karê rojnamevaniyê

qedexe kiriye. Jimareke zêde ya rojnamevanan di nivîsarên xwe de

dijûnan bikartînin û ev bê guman ne karekî baş e. Bi kurtî, hê Kurdistan

kamil nebûye û gendeliyeke mezin lê heye û şefafiyet tune. Herwiha

hinek berpirsên kurd xwe di ser yasayê re dibînin. Lê li Sûriyê

û welatên din ên Rojhilata Navîn rewş pir xirabtir e.

Li gor yasaya çapemeniya Sûriyê rojnamevan dikarin bi tohmeta

sivikkirina dewletê, lawazkirina yekîtiya niştîmanî û nizmkirina heybeta

hêzên asayiş bên girtin. Li Sûriyê bi sedan malper hatine qedexekirin

û jimareke zêde ya rojnamevanan di zindanan de ne û bi

awayên herî hovane û xirab tên îşkencekirin. Neynûkên wan tên rakişandin..htd.

Li Sûriyê opozisyoneke wek Tevgera Goran nikare bê

hebûnê. Ger rojnamevanên kurd ên ser bi dezgehên Livîn, Rûdaw, Hawelatî

û Awêne yan her rojanmeyeke din li Sûriyê kar bikira, ji mêj

ve wê bihata girtin û îşkencekirin.

Li Tirkiyê yasayên zêde tund dijî terorê hene û sivikkirina Ataturk

qedexe ye. Li wir jî sedan malper hatine qedexe kirin û div ê dema

dawî de rojnamevanekî kurd jiber propaganda bo PKK kiribû, bi 21

salan hat mehkumkirin, jixwe PKK bi timamî li Tirkiyê qedexe ye.

Li Îranê jî ger mirov rexne li hikûmetê bigre, wê bi tohmeta sîxûriyê

bê destgîrkirin.Ev yek bi awayekî ron û eşkere di guherînên piştî hilbijartinên

dawî de hat xwiyakirin. Rojnamevanan Îranî-Amerîkî Roxana

Saberî ku vê dawiyê min wê dît digot ew hew vedigere Îran´ê

jiber ku ditirse wê destgîr bikin. Roxana berê li Îran´ê hatibû girtin û

bi sîxûriyê hatibû tohmetbarkirin, lê bi kotekî hat berdan.

Bi gotineke din axaftineke bê wate ye ger bê gotin rewşa azadiya

rojnamevaniyê li Kurdistan´ê xirabtir ji rewşa welatên cîran. Li Herêma

Kurdistan´ê kêmasî hene: Çanda namûsperestiyê, konservatîzm,

rewşa jinan a xirab di civakê de, xizmperestî û wasîtekarî lê belê

rewşa azadiya rojnamevaniyê baş e. Loma jî bi baweriya Ubeyd Hirûrî

ku yek ji rêveberên International Exchange Board (IREX) e yasaya çapemeniyê

ya Herêma Kurdistan´ê modeleke baş e û dikare bo hemû

welatên Rojhilata Navîn bibe nimûnyeke baş.

Kampanya hilbijartinan ji

rojnamevanan re bela ye

Kawe Şêx Ebdilla Silêmanî

Di rapora şeş mehên dawî yên sala

2009’an de ku ji aliyê Lîjneya Dakokîkirin

ji Azadî û Mafên Rojnamevanên

Sendîka Rojnamevanên

Kurdistan’ê hatiye belavkirin, derket

ku di dema propagendeya hilbijartinên

25 Temmûza borî de,

bêtirîn rêjeya binpêkirina li hemberî

rojnamevanan li sînorê Parêzgeha

Silêmaniyê bû.

Lîjneya Emnî ya Parêzgeha Silêmaniyê

ji rewşê bêzar bûye û dako-

3

kiyê li wê yekê dike ku ”Bêtiriya

destdirêjiyan ji aliyê hêzên asayişa

navxwe hatine encam dayîn.”

Enwer Hisên berpirsiya garentîkirina

aramiya rojnamevanan dixe

stûyê wan hêzan. Berdevkê Lîjneya

Emnî li bajarê Silêmaniyê dibêje

”Me ji hemû karmendên xwe re gotiye

ku her kesê bêrêziyê li rojnamevanan

bike, emê pêrabûnên tund

hemberî wî cîbicîbikin.” Tevî van

axaftinên wî jî, lê diyare heta niha

ti kesek ji ber wan binpêkirinan nehatine

sizadayîn.”
4 Kurdıstanî

Codstandartiya dewleta tirk:

Firat Kelehkî Taybet

Nêzîka du sal dibe roj nîne ku li bajarekî

Bakurê kurdistan’ê yan bajarên

Tirkiyê çend zarokên kurd

neyên girtin. Zarokên kurd bi

“kevir avêtin’’, “propaganda û endambûna

rêxistinê’’, “hevkariya

rêxistinê’’ tên tawanbar kirin û bi

dijayetîkirina ‘Yasaya Civîn-Meş û

Xwepêşandanan’ li Dadgehên Ewlekariya

Dewletê (DGM) tên darizandin

û sezakirin. Temenê van

zarokên han jî di navbera 11 û 17

salan de tê guhertin.

Di navbera salên 1984-1997’an

de ji 2 hezar û 601 zarokên ku li

Dadgehên Ewlekariya Dewletê

(DGM) hatine darizandin, 624 zarokan

ji “kevir avêtin’’, “endambûna

rêxistinê’’, “hevkariya

rêxistinê’’ û “çalakiyên bi çek’’ bi

dijayetîkirina ‘Yasaya Civîn-Meş û

Xwepêşandanan’ seza wergirtine.

Li Dadgehên Sezayên Giran ên

Xwedan Desthilatên Taybet de jî di

çar salên dawî de ji 2 hezar û 400

zarokên ku tên darizandin 175’an

ceza standine.

Jimara zarokên girtî dighe

3 hezar kesan

Derbarê jimara zarokên kurd ên

mexdûrê Lijneya Dijî Terorê (TMK)

di girtîgehan de Parêzera Zarokan

Keziban Yılmaz agahî dan Rûdaw’ê

û got: “Niha di girtîgehan de çiqas

zarok hene jimareke rast di destê me

de tune, jiber her roj tê guhertin.

Wek mînak di 2008’an de tenê li

Amed 106 zarok hebûn, herî dawî

meha îlonê 28 lê di cotmeh û mijdarê

de jimara zarokên girtî derket

85’an. Piştî bûyerên meha mijdar û

befranbarê jimara zarokên girtî û bin

çavkirî derket 106´an. Niha li

Amed’ê 83 zarok girtîne. Lê dema

mirov bi giştî berê xwe bide meselê

wek Êlih, Edene, Stenbol û İzmîr’ê

zêdeyî 3 hezar zarok girtîne.’’

Prz. Yılmaz, da zanîn ku di nav

wan zarokên girtî de tenê yên bi

propagandekirina rêxistinê tên tawanbarkirin

jî hene û got: “Bi giştî

zarok, li ser “endambûna rêxistinê’’,

“propaganda ya rêxistinê’’ û

dijî “Yasaya Civîn-Meş û Xwepêşandanan’’

tên darizandin.’’

Filistînî qehreman, zarokên

kurd wek terorîst tên îlankirin

Sekreterê Komeleya Mafê Mirovan

(İHD) Şaxa Amed’ê Burhan

Zoroğlu jî da zanîn ku heta niha jimareke

rast a zarokên girtî di destê

wan de tune lê hemû bi tawanên

‘endambûn, hevkariya rêxistinê û

kevir avêtinê tên darizandin: “Mixabin

li Tirkiyê, di bûyerên civakî

de ji aliyê polîs, daraz û dewletê ve

hakaret li zarokên kurd tê kirin. Erdoğan

li Davos’ê zarokên filistîniyan

wek qehreman îlan dike lê bi

çavê terorîstî li zarokên kurd tê temaşe

kirin û wek terorîst tên îlan

kirin.’’

Gelek caran di ragehandinê de

hat belavkirin ku di girtîxaneyan de

û dema zarokan vediguhêzin dad-

gehan îşkence li wan tê kirin, Prz.

Keziban Yılmaz, di vê derbarê de jî

bo Rûdaw’ê wiha axifî: “Par û îsal

jî hema bêje me bi hemû zarokan re

hevdîtin çêkirin. Ji bo Amed’ê nikarim

bêjim tiştekî wiha heye lê bê

guman wan li ser destê xwe jî

nakin. Li Amed ji aliyê gardiyanan

ve tu tundûtûjî li beramber zarokan

nayê kirin, lê dema zarok bo dadgehê

tên veguhestin ji aliyê leşkeran

ve îşkenceya psîkolojîk li wan

tê kirin. Par dema min zarok dîtin,

gotin; dema wan dibin dadgehê ji

efseran bigre heta leşkerên pile

nizm wek terorîst in ligel wan tevdigerin.’’

Lê di heman demê de Yılmaz, dibêje

li girtîgehên din rewş diguhere:

“Wek mînak li Girtîxaneya

Edenê dema bi zarokan re axifîm

gotin; ji aliyê gardiyanan ve jî tundûtûjiyeke

xirab li beramber wan tê

kirin.’’

Ger dewlet bixwaze dikare

pirsgirêkê çareser bike

Li gor Parêzera Zarokên Mexdûrê

TMK’ê Keziban Yılmaz, dewlet

ger bixwaze dikare vê pirsgirêkê

çareser bike: “Ev zarokên han hê bi

başî negihiştine, nûciwan in, nizanin

çalakiya dikin wê bibe sedema

çi û çi jê derkeve, ne di wî temenî

de ne baş binirxînin. Lê ji hikûmetê

weye bi van sezayan wan perwerde

dike. Heta girtin û binçavkirin

hebin, beşdariya bûyer û çalakiyan

jî zêde dibe.’’

Yılmaz dide zanîn ku ne tenê

wek parêzera zarokan lê ligel Parêzvanên

Adaletê Bo Zarokan û

çend grubên din di warê polîtîk, civakî

û li ser rewşa zarokan a di girtîgehan

de gelek agahî dane

Yekîtiya Ewrûpa û berdewam dike:

“Kar û çalakiyên me berdewam in,

çi li Amed yan bajarên din. Şandên

ewrûpî jî hatin û me rewş ji wan re

rave kir. Lê mixabin em di cihê xwe

de dijmêrin. Sala 2009´an gotin

derbarê zarokan de wê hinek guherankariyan

di TMK’ê de bikin,

proje-yasa hat amadekirin. Di vê

derbarê de ligel gelek saziyan me

Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010

Zarokên filîstînî qehreman, yên kurd terorîst in

“Mixabin li Tirkiyê, di bûyerên civakî de ji aliyê polîs, daraz û dewletê ve hakaret

li zarokên kurd tê kirin.”

Parêzera Zarokan Keziban Yılmaz

(Wêne: Rûdaw)

Tevgera Fethullah Gülen

Televîzyoneke kurdî bi navê Dünya TV vedike

Dilbixwîn Dara

Karsazê Tirkiye’yê oldar ku li seranserê

cîhanê xwedî dezgehên

mezin e û yek ji çapxaneyên herî

mezin li Tirkiyê di destê grûpa wî

de ye, Fethullah Gülen, destûra vekirina

yekemîn televîzyona kurdî

ya prîvat li Tirkiye’yê stand.

Fethullah Gülen, ku li Başûrê

Kurdistan’ê jî zanîngehek bi navê

Işık vekiriye, ji nêzîk ve bi pirsa

kurdî re mijûl dibe, lê belê ne yekser

bi navê xwe. Grûpa wî di gellek

waran de xwe tevlî pirsa kurdî dike.

Bi gotûbêjkirina vekirina kanalên

televîzyonê yên taybetî re, bi zimanê

kurdî, grupa Fethullah Gülen

berî hemû kes û dezgehên din,

weke her carê, ev fersend bi dest

xwe ve anî. Fethullah Gülen ku

niha li Amerîka’yê dijî û di sala

2008 de di lîsteya 100 kesên ronakbîr

de cih girt, bi xwe ji Erzirom’ê

ye û tê gotin ku bi eslê xwe kurd e

û xwe weke şagirt û mirîdekî Seîdê

Nûrsî (Seîdê Kurdî) dibîne. Ew li

ser bingeha şopandina rêya Seîdê

Kurdî derketiye û dixwaze fikrên

wî li seranserê cîhanê belav bike, lê

belê ne tenê di warê olî de, ew di

her warî de kar dike, ji siyasetê bigirin,

heta bi derxistina rojname,

kovar û radyo û televîzyonan, her

wiha bankên wî jî hene. Heta wê

dereceya ku li Tirkiyê gellek kes

Fethullah Gülen bi serê xwe weke

hikûmetekê bi nav dikin. Grûpa

Gülen ku bi navê Grupa Samanyolu

tê naskirin, di sala 1999 de

dest bi karê medyayê kir. Niha ew

grûpa herî xurt e di warê medyayê

de, weke nimûne rojnameya herî

zêde li Tirkiyê tê firotin (rojane

783.200), rojnameya Zaman e.

Di grupa Samanyolu de ku niha

6 televîzyon hene, amadekariya vekirina

kanala 7’mîn tê kirin, ew jî

Dünya TV ye. Dünya TV wê bi zimanê

kurdî be û ji bajarê Dîlok’ê ji

bo seranserê cîhanê weşanê bike.

Berpirsiyarên Samanyolu diyar

kirin ku wan hemû karê burokratîk

temam kirine û li benda roja destpêkirina

weşanê ne.

Birêvebirê berê yê Grupa Samanyolu

li Enqere’yê Remzi Ketenci

wê bibe rêvebirê televîzyona

Dünya TV, ew bi xwe jî ji Erzirom’ê

ye û 39 salî ye.

Televîzyon wê bernameyên curbecur,

weke nûçe, programên olî,

guftûgo, belge, rêzefîlm û programên

muzîkê biweşîne. Dünya TV

wê li ser satelîta Türksat 3-A weşanê

bike.

Zarokekî filistînî bi keviran êrişî panzêrek îsraîlî dike.

Fethullah Gülen

Rûdaw

Zarokên kurd bi keviran êrişî polîsên tirk dikin. (Wêne: Diha)

civîneke berfireh Li Enqerê lidarxist.

Nîqaşên me liser proje-yasayê

bûn. Lê pişt re DTP hat girtin,

bûyer derketin û ev bûn hincet ku

proje-yasa neçe meclîsê û derbas

nebe.’’
Rûdaw Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010 Kurdıstanî 5

Balyozê Îran’ê li Hewlêr’ê Seyd Ezîm Husênî:

Pêwîstiya me bi çalakiyên sîxurî li Kurdistan’ê nîne

Di destpêka vê mehê de, çend rûpelekî Quran’ê di nav barekî sêvan de ku ji Îran’ê bo

Kurdistan’ê hatibû şandin hat dîtin.

Hêmin Barzan Hewlêr

Balyozê Îran’ê li Hewlêr’ê ragehand

bi fermî dilgiraniya xwe ji raporên

ku badikşînin ser çalakiyên

sîxuriyê yên Îran’ê li Herêma Kurdistan’ê

gihandiye desthilatdarên

Herêma Kurdistan’ê û red kir jî ku

ti sîxurekî Îran’ê li Kurdistan’ê

hebe.

Husênî aramiya Kurdistan’ê wek

bingeha peywendiyên baş di navbera

Îran û Herêma Kurdistan’ê de

wesif dike û tekez dike ku reftara

Herêma Kurdistan’ê bandorê liser

rawestandina topbarankirina Îran’ê

dike: “Ev demeke topbaran neqewimiye.

Îran li gel rayedarên Herêma

Kurdistan’ê lihev kir ku

parêzvaniya sînorên xwe bike da ku

dijminên Îran’ê sûdê ji wan wernegirin,

berpirsan gote me wan ji wan

rêxistinan re gotiye ti karê provokatîv

û ne yasayî nekin.” Lê navbirî

ti garantiyê bo dûbare nebûna topbaranan

nade: “Ger pirsgirêk ji

xaka İraq’ê derkevin, wê topbaran

bidomin.”

Di destpêka vê mehê de, çend rûpelekî

Quran’ê di nav barekî sêvan

de ku ji Îran’ê bo Kurdistan’ê hatibû

şandin hat dîtin. Husênî wiha

axifî: “Heta niha ti agahiyên min

derbarê ti kesî yan şîrketekê nînin

ku kirdarên vê rûdanê bin, emê şopandinan

bikin, dibe ku hinek kes

bixwazin vê meseleyê mezin bikin

lê ev mesele ne li Îran’ê çêbûye.”

Berî dû salan di 11.01.2007an de

hêzên Amerîka êrîş birin ser nivîsîngeha

konsolxana Îran’ê li Hewlêr’ê

û bi tohmeta girêdanên wan li

gel hêza Qudus ve, 5 kes destgîr

kirin û di nav wan de konsolger jî

hat girtin, roja 05.11.2008an jî piştî

demekê ji daxistinê, konsolxana

Îran’ê li Hewlêr’ê ji aliyê balyozê

Îran’ê ve li Bexda hat vekirin.

Husênî bê agahiya xwe ji destgîrkirina

sîxurê Îran’ê di nav hizbên

Kurdî yên opozisyonê yên li herêmê

pêşan dide, nemaze sîxurê ku berî

çend rojan ji aliyê Komele ya Zehmetkêşên

Kurdistan’ê ya Îran’ê ve

hat ragehandin: “Ti sîxurên Îran’ê li

Herêma Kurdistan’ê tune, jiber pêwîstiya

me bi sîxuriyê li Herêma

Kurdistan’ê tune, komîsyona me ya

siyasî, ewlekarî û serbazî heye û li

gel Hikûmeta Kurdistan’ê û herdû

aliyan gotûbêjan dikin, peywendiyên

me li gel İraqiyan xweş in, nemaze

li gel kurdan.”

Herwiha navbirî dilgiraniya xwe

ji belavbûna raporên rojnamevanî li

Herêma Kurdistan’ê pêşan da û eşkere

jî kir ku bi fermî nîgeraniya

xwe ji wan raporan gihandine dest-

Rêxistina Rojnamenavên Sînornenas:

Îran di girtina rojnamevanan

de li pêş Çîn’ê ye

Sabir Qadirî

Rêxistina Parastina Mafên Rojnamevanan

di raporekê de Îran wek

“zindana rojnamevanan” wesif kir û

wezîrê rewşenbîriyê yê Îran’ê ragehand

ku Wezareta Îtîla`at ji çarenûsa

rojnamevanên girtî berpirs e.

Rêxistina Peyamnêrên Sînornenas

di rapora xwe ya salane de ragehand

ku niha nêzîka 65 rojnamevanên

Îranî di girtîgehên Komara

Îslamî ya Îran´ê de ne û bi vî awayî

di warê girtina rojnamevanan û binpêkirina

azadiya rojnamevaniyê de,

Îran daye pêş Çîn´ê ya ku jimara daniştvanên

wê zêdeyî milyar û sê sed

milyon kesan e. Rêxistinên parastina

mafên rojnamevanan ên cîhanî

nerazîbûna xwe liser van kiryarên

Îran´ê pêşan didin.

Berpirsê Liqê Îran´ê yê Rêxistina

Peyamnêrên Sînornenas Reza

Mu`înî di daxwiyaniyekê de ji bo

Rûdaw´ê binpêkirinên ku rojnamevan

li Îranê rastî wan tên eşkere

kirin û wiha got: “Zêdeyî 100 rojnamevan

di dema çend mehên piştî

hilbijartinên serokkomariyê yên

Îran´ê de hatin desteserkirin. Rojnamevanên

ku hatine desteserkirin

wek Maşalla Şemsulwa`zîn, Îmadeddîn

Baqî û çend çalakvanên

warê mafên mirovan wek Şîwa

Nezer Aharî û Mihemed Dawerî.

Piraniya van rojnamevanan bi tohmetên

ne zelal wek propagandekirina

dijî desthilatiyê, xirabkirina

navê berpirsan û têkdana ewlekariya

giştî hatine desteserkirin.”

Rojnamevanên Rojhilatê Kurdistan´ê

jî rastî girtinan tên. Niha

gelek wek rojnamevanên Kurd

Ednan Hesenpûr, Hîwa Botîmar,

Keywan Mêhregan û Kawe Qasimî

Kirmaşanî di zindanên Îranê de ne.

Di warê jimara rojnamevanên

zindankirî de li seranserê cîhanê,

Îran bi zindankirina 65 rojnamevanan

di pileya yekem de tê û Çîn bi

zindankirina 24 rojnamevanan di

pileya dûyem deye.

hilatdarên Herêma Kurdistan’ê:

“Raporên ku behsa hebûna sîxurên

Îran’ê li Herêma Kurdistan’ê dikin

me nîgeran dikin, û me bi awayekî

fermî nîgeraniya xwe gihand desthilatdarên

Herêma Kurdistan’ê. Hinek

hêz û alî li Herêma Kurdistan’ê

hene dijî hebûn û berjewendiyên

Îran’ê li Herêmê kar dikin, Baas’î û

welatên navçeyê naxwazin peywendiyên

me yên baş li el İraq’ê hebin,

nemaze li gel kurdan.”

Derheqê cudakirina Îran’ê di

peywendiyên wê li gel partiyên sekûler

û yên Îslamî yên Herêma

Kurdistan’ê, Seyd Ezîm Husênî dibêje

ku Îran ti cudahiyê liser vê bingehê

nake û tekez dike ku Îran

piştîvaniya partiyeke Herêma Kurdistan’ê

dijî partiyeke din nake, lê:

“Piştîvaniya me me`newî û şêwirmendî

ye û bo piraniya hizban tê

kirin. Îran piştîvaniya daraî bo ti

hizba Herêma Kurdistan’ê nake.”

Derbarê peywendiyên Îran’ê li

gel Tevgera Goran, Husênî dibêje:

“Cudahî û nakokî divê negihin astê

şerê navxweyî, şerê navxweyî yê di

navbera hizbên herêmê de zirar gihand

Îran’ê. Îran di dema ku şerê

navxwe li herêmê hebû, bi hezaran

penaber wergirt û zirarên zêde ji

aliyê civakî, siyasî û aborî lixwe

girt.”

Komela Gelên Di Bin Talûkê De - GfbV:

Peymana paşvaşandina pênaberên

Sûriye’yê betal bikin

Diusburg - Rêxistina mafê mirovan

(GfbV) ji bo gelên di bin gefê

de ji wezîrê dervê yê Almanya

Guido Westerwelle daxwaz kir kû

pêymana paşva şandina penaberan

li Sûriye’yê were betal kirin û dewleta

Almanya ji bo serbest berdana

151 girtiyên kurd zextê li ser dewleta

Sûriye’yê bike.

Li gor agahiyên teze li Sûriye’yê

dîsa girtiyekê polîtîk bi teda û lêdan

hat kuştin. Li ser vê serokê GfbV

Tilman Zülch ji wezîrê dervê Westerwelle

daxwaz kir kû ji bo serbest

berdana girtiyên polîtîk li ser dewleta

Sûriye’yê fîşaran pêk bîne. Di

nav girtiyên polîtîk de 2 hevalên rêxistina

mafê mirovan GfbV ji hene.

Polîtîkwanê kurd Muhammad

Misto Rashid di sala 2008’an de

hatibû girtin. Ew wê demê pir giran

hatibûn işkence kirin. Li gor agahiyên

ku 17.02.2010 an de gihiştin

GfbV Muhammad Misto Rashid ji

ber birînên xwe yên di sala

2008’an, di 19.01.2010’an de li girtigeha

Heleb’ê mir. GfbV her tim li

ser mirinên ûsa di girtigehên Sûriye

de raya gişti agahdir kiriye. Niha li

girtigehên Sûriye’yê de bi qasî

3.000 girtiyên polîtîk hene.

Di sala 2008 an de di navbera

wezîrê hinder yê Almanya Wolfgang

Schäuble û serokdewleta Sû-

Balyozê Îran’ê Seyd Ezîm Husênî. (Wêne: Rûdaw)

Bi baweriya Husênî hinek alî

li hundir û derveyê Herêma Kurdistan’ê

sûdê ji nakokiyên nav-

riye’yê Baschar al-Assad de peymanekê

pêk hat. Li gor vê peymanê

Almanya dikare penaberên suriyeyî

ji Almanya bişine Sûriye. Rêxistina

GfbV wê demê vir va ji bo betal ki-

bera Goran û YNK’ê de werdgirin:

“Lê ev nakokî zirarê digihînin

Îran’ê.”

Ji bo betal kirina peymana şandina penaberan li Sûriye’yê têdikoşe.

rina peymana şandina penaberan li

Sûriye’yê têdikoşe.

E-Mail:

nahost@gfbv.de - www.gfbv.de

Rûdaw

Xwedî: Rudaw Media GmbH

Serokê Civata Birêvebir: Nûredîn Weysî · nuradinwaisi@rudaw.net

Sernûser: Ako Mihemed · akopress74@yahoo.com · Rêvebirê Beşa Soranî: Hêmin Ebdulla

hemen@rudaw.nl · Navnîşan: Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a · 50823Köln/ Almanya

Telefon: +49 (0) 221.26 00 40 02 · Telefax: +49 (0) 221.26 00 49 81 Web: www.rudaw.net

E-maîl: info@rudaw.de (Beşa Kurmancî) · E-maîl: rudaw@rudaw.net (Beşa Soranî)
6 Nûçe Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010 Rûdaw

Kurdistan’ê 12 milyar Dolar

kişandin herêmê

“Hawler Mall” yek ji wan projeyan e ku di salên borî de li Hewlêr’ê hatin avakirin. (Wêne: Rûdaw)

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Hilberînê

ya Herêma Kurdistan’ê ragihand

ku herêmê di dema sê sal û

nîvên borî de ji bilî sektora petrolê,

nêzîka 12 milyar dolar ji xwe re

anîne û beşa herî zêde jî di sektorê

niştecihkirinê de bûye.

Rêveberê Giştî yê Desteya Hilberînê,

Kameran Muftî got ku

rewşa Kurdistan’ê berevajî ya

İraq’ê ye: “Kesên zûtir tên wê bêtir

qezenc bikin.” Muftî da zanîn ku

ger projeyê geştyarî bi buhayê 6

milyar Dolaran li gel şîrketeke

Îmaratî biserketa, wê ev mîkdar zê-

Îmarat (Rûdaw) - Revenda kurd li

Îmarat ku gellek ji wan karsaz û

karker in, dixwestin sûd ji serdana

Serokwezîrê Herêma Kurdistan’ê,

Berhem Salih wergirin û hevdîtinekê

li gel wî pêk bînin.

Di nameyekê de ku roja 17’ê

Sibat a 2010’an ji bo Dr. Berhem

Salih hatiye nivîsandin, Serokê Re-

Kerkûk (Rûdaw) – Gruba ciwanên

Arabxa li bajarê Kerkûk’ê ankêtek

li ser xwendina rojnameyan

çêkirin. Li gor anketê derket holê

ku hevwelatiyên Kerkûk’ê ji sedî

62 ji rojname û kovarên sivîl û li

beramber vê yekê jî ji sedî 36 bêhtir

ya hizbî dixwînin.

Berdevkê Gruba ciwanên Arabxa

li bajarê Kerkûk’ê Helo Xelîl Kakeweys

ji bo Rûdaw’ê ragihand ku

ankêta wan di dema du hefteyan de

detir bûye.

Li gor lêkolînên saziyên fermî

sermayedarên herî mezin ji Kuweyt

û Libnan’ê bûn. Nêzîka 8.59 milyar

Dolar jî ji aliyê şîrketên navxweyî

yên İraqî ve hatiye hilberandin û

mîkdara sermayedariya şîrketên

hevbeş jî nêzîka 660 milyon dolar

bûye. Di serjimariyan de ti sermayedariya

sektora petrolê tune ku

gellek şîrketên biyanî girêbestên

hilberînê di vî warî de li gel Hikûmeta

Herêma Kurdistan’ê mohr

kirine.

Kameran Muftî bo ajansa Reu-

venda Kurd li Îmarat, karsazê kurd

Arif Remezan diyar kir ku ew li

bendê bûn wî bibînin û li ser rewşa

û rola kurdan li Îmarata Erebî gotûbêj

bikin.

Arif Remezan got ku rojnameyek

li Îmarat’ê tune ku kurdekî nivîskar

têde nebe. Remezan ku bi xwe ji

Rojavayê Kurdistan’ê, ji bajarê

Kerkûk

Rojnameyên hizbî kêm tên xwendin

hatiye çêkirin. Armanca ankêtê ron

dike û dibêje: “Mebesta me ku em

bizanin ciwanên Kerkûk´ê çiqasî bi

xwendinê ve girêdayî ne û ka nexwendina

ciwanan çi bandorê liser

bûyer û pêşhatên bajarê Kerkûk’ê

dike. Herwiha ciwanên Kerkûk’ê çi

dixwînin û rewşa Kerkûk’ê heta kîderê

bandor liser ciwanan kiriye ku

kijan babetan bixwînin.”

Helo Xelîl dibêje: “Xwendevanên

kovar û rojnameyên hizbî ber

ters ragihand ku sektorên niştecihkirin,

pîşesazî, kiştûkal û banke balkêştirîn

warên rakişana sermayedaran

in. Wî herwiha diyar kiriye

ku ji Tebax a 2006’an ve heta Sibat

a îsal, 241 mohletên sermayedariyê

derxistine. Rêveberê Desteya Hilberînê

got ku di nav nêzîka 1200

şîrketên biyanî yên ku li Herêma

Kurdistan’ê kar dikin, 620 şîrketê ji

Tirkiye’yê jî hene: “Em ji sermayedaran

re dibêjin ku pêwîstiya me bi

wan heye û ti cudahî di navbera

sermayedarê herêmî û yê biyanî de

nayê kirin.”

Kurdên Îmarat’ê çûn pêşwaziya

serokwezîrê xwe lê nedîtin

Amûd’ê ye, bal kişand ser wê yekê

ku kurd li Îmarata Erebî tevlî civaka

wî welatî bûne û li kêleka pîrozkirina

cejnên netewî, gellek semîner û

konferansan li gel nivîskar û ronakbîrên

ereb jî li dar dixînin.

Tevî hemû hewldanan jî, wan nikaribû

Serokwezîrê Herêma Kurdistan’ê

Dr. Berhem Salih bibînin.

bi kêmbûnê ne, ev jî tê vê wateyê

ku rojname û kovarên hizbî baweriya

xwe ji dest dane û taqeta xelkê

tune êdî babetên hizbî bixwînin.”

Gruba ciwanên Arabxa, grubeke

gencan e û di 17’ê Tebax’ê 2009’an

de li Kerkûk´ê hatiye damezrandin.

Berdevkê grubê ji bo Rûdaw´ê wiha

axifî: “Armanca grubê xizmetkirina

bajarê Kerkûk’ê û dirustkirina minbereke

diyalogê di navbera tevahiya çîn

û texên bajarê Kerkûk´ê de ye.”

MUSTAFA ŞEFÎQ EDILBÎ

Rûdaw di karwanê

rojnamevaniya kurdî de

Dîroka rojnamevaniya kurdî weke perçeyek

ji dîroka tevahiya gelê kurd xwedî zehmetî û

taybetmendiyên xwe ye. Tê zanîn ev dîrok

gellekî dijwar e, belkî di cîhanê de dîrokek bê

hevta ye. Yek ji aliyên herî giran yê vê dîrokê

qada rojnamevanî û ragihandinê bûye. Siyaseta

dagîrkerî li cîhanê bi gîştî ne dûrî hev e.

Ji bo ku gelên bindest bêziman bihêlin, hertim

xwestine derfetên ragihandinê teng

bikin, li pêşiya ragihandinê rêkan bigirin.

Di vî warî de siyasetên herî gemarî li ser

gelê kurd hatine meşandin. Serpêhateya rojnamevaniya kurdî bi

rengekî giştî weke her aliyekî din ê dîroka gelê kurd serpêhateke

dijwar û pirr hevraz û nişêve. Ji roja ku rojnama Kurdistan li Qahîre

derketî û heya niha karwanê rojnamevaniya kurdî di berxwedanek

xurt de ye. Weke çawa gelê kurd ji bona hebûna xwe li

her derî xistin, di warê rojnamevanî de jî eger îmkan û derfetek

biçûk ji kurdan re pêk hatibe ew îmkan bi kar anîne. Elbete Bedirxaniyan

di vî warî de rolek pêşeng lîstine, lê hîn asteng û tengasiyên

li ser rêya vî karwanê hanê bi dawî ne hatine. Gellek

pêşveçun hene, gelekî deskeftên mezin jî çê bûne, lê di pirr waran

de asteng didomin. Ne xasime rojnamevaniya kurdî li derveyî

welat heya roja îro di rewşek hebûn û tûnebûnê de ye. Carna serî

hildide, dixwaze gavan bavêje, mînakên baş diafrîne, paşî demek

din ev serhildan jî bi dawî dibe, weke gundên wêran bûyî tenê

şûnwar dimînin.

Mirov dikare bêje çawa serhildanên Kurdistan’ê bi komkujî û

şikestên tirajîk bi dawî tine, rojnamên kûrdî jî dem bi dem geş

bûne, xelkek baş li dora xwe kom kirine, hêviyek avakirinê, paşî

demekê ji bê îmkanî û bê xwedîtiyê bi rengekî tirajîk bi dawî hatine.

Hîn jî ev rewş didome. Ne şaşe mirov bêje rojnama kurdî li

derveyî welat hîn sêwî ye. Bê guman her organekî ragihandinê çê

dibe piştevaniyek wêya heye, dibe ku ev piştevanî ji partiyek siyasî

wergire, an jî hinek hêzên xêrxwaz hevkariyê bikin. Di vê watayê

de ragihandin xwedî dê û bav e, lê heya roja îro ev organên bi vî

awahî meşiyane jî jiyana wana kin bûye. Ji ber ku hem di warê şiyarbûna

netewî de hem jî di warê eleqederbûn û çanda xwendina

çapemeniyê de gelê kurd xwedîtiyek xurt li ragihandinê nake, ragehandina

kurdî sêwî dimîne. Dema rojnamên kurdî li firoşgehan

di bin tozê de dimînin, an jî rojnamefroş dibêjin “kurd rojname

naxwînin”, mirov fedî dike, ji xwe di pirse, “gelo ji kurdan re rojname,

yan çapemenî ne pêwîste?” Miletekî ji hizir û zanistê hatiye

dûrxistin, ji her kesê zêdetir pêwîstiya wî heye, lê em ew qasî pêwîstiya

xwe nabînin, xwedîtî li çapemeniyê jî nakin. Ger gel bi xwe

xwedîtî neke ne mimkun e rojnamevaniya kurdî bi rengekî rêkûpêk

dirêjî bi jiyana xwe bide.

Di demekî de ku rojnamevaniya kurdî van pirsgirêkan jiyan dike

û her roj fatîhe li ser komek dezgehên ragihandina kurdî tê xwendin,

rojnama Rûdaw gav avêt nav vî karwanî. Rûdaw weke rojnameyek

di warê pîşeyî de profesyonel ku dixwaze bersiva

pêwîstiyên netewa kurd di vî warî de bide, bi perspektifek gerdûnî

di warê ragihandin û ramanê de kar dike û heya roja îro mînakek

serkeftî nîşan daye. Ji dervî ku Rûdaw bi xwe weke naverok û

şêwe mînakek bilind nîşan daye, li her çar perçeyên Kurdistan´ê

torek berfireh ji peyamnêr û xeberhinêr li dora xwe kom kirine,

herweha li çar dorê cîhanê xwedî pêwendiyên rojnamevanî yên

giring e. Ji dervî van tevan jî şirketa Rûdaw bo karê ragihandin kariye

piştevaniyê bide dehan projeyên rojnamevaniya giring. Sexmeratî

van tevan wek tê gotin “ê ku dev ji şîr şewitî pifa dew dike”,

hêj xelkê me dipirsin; “Rûdaw li derveyî welat dikare dirêjayî bi

jiyana xwe bide an na?

Rûdaw jî weke dehan rojnamên kurd ji rojnama Kurdistan heya

Peyama Kurd ewê rû bi rû heman çarenivîsê bibe? Ewê kurd xwedîtiyê

li vê rojnamê nekin ew jî wê bibe xwedî dawiyek tirajîk

weke evên din an na?” Gelek pirsên din ji vî babetî em ji xelkê

xwendevan û dostên xwe dibihîzin. Em dixwazin di serî de gelê

xwe li derveyî welat, paşî dost û xwendevanên Rûdaw´ê dilniya

bikin; weke hêz û derfet Rûdaw xwedî hêz û derfetên mezin e û

di vî warî de îdîaya Rûdaw´ê bilind e. Lê pêwistiya Rûdaw bi destek

û piştevaniya xelkê kurd heye. Li derveyî welat rojnameyên

kurdî nîne. Rûdaw tena rojname ye ku dixwaze valatiya di vî warî

de heyî dagire. Rûdaw dixwaze bigehe her mirovekî kurd li her

derekê cîhanê. Ji bo ku Rûdaw bikare ev rola hanê bi serkeftî bilîze,

bi her awahî pêwîstî bi hevkarî û piştevaniya xelkê kurd heye.

Rûdaw ji bona van îdîayên xwe bi cih bîne, bi her awahî bênavber

xebata xwe didomîne. Rûdaw bawer e ku ewê bi piştevaniya gelê

kurd di karê xwe de serkeve û karwanê rojnamevaniya kurdî bibe

serkeftinê.
Rûdaw Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010

Muzîkala kurdî “Çîroka Zivistanê”

li Amed’ê ye

• “Ez bi hêza huner bawer dikim. Huner navbeynkarekî

pirr girîng e ji bo ku dijminatî û xeyda di nav mirovan de

ji holê rakê.”

• “Li kolanan ez dimeşim, zarok, kal, keç, ciwan destê min

digirin, min hembêz dikin, kefxweşin ku ez li Amed’ê me.”

Şanoger Haldun Dormen (li çepê) ligel lîstikvanan di dema provayê de. (Wêne: Rûdaw)

Medya Deniz

Şanoger Haldun Dormen bi heyecane

ku ‘ji bo aştiyê kevirekî biçûk

deyne’ pêşniyara ‘Çîroka Zivistanê’

qebûl kiriye. Sê meh çêbûn,

lingekî Dormen li Stenbol’ê ye û bi

lingê din jî li Amed’ê li ser vî karî

dixebite. Dormen rojan dijmêre û li

benda roja 26’ê Sibat’ê ye. Muzîkal

a ku 8 reqskar û 28 lîstikvan di nav

de cih digrin, bi alîkariya berpirsyarê

Şanoya Şareda- riya Bajarê

Mezin a Amed’ê, Rüknettin Gün tê

amadekirin. Ji bo xwendevanên

Rûdaw’ê Dormen muzîkal a kurdî

‘Çîroka Zivistanê’ nirxandin.

Mamoste, hûn di 82 saliya xwe de

Muzîkale bi rê ve dibin. Gelo ev

hêz ji ku tê?

Ez wxe pirr ciwan dibînim. Vejena

min ji xebata min tê. Ji zarokatiya

min ve ez bi vî rengî me.

Herdem ez lezgînim. Nûbûn coş û

xiroş dide min. Ji bîr nekin vejena

min, ne di temenê min de ye, vejena

min di giyanê min de ye. Giyanê

min ciwan e, ciwan.

Ramana muzîkal a kurdî ji ku

hat?

Xwediyê ramana muzîkal a kurdî

arîkarê min Engin Coşkun e. Gelo

em ê karibin muzîkal a kurdî çebikin?

Bandora muzîkal a kurdî wê

çawa be? Min jî got çima na? Ji bo

min nûbûn bû. Min xeyal kir, nezîk

hat. Me bi kefxweşî biryar da. Piştre

ji bo proveyên lîstika ‘Çîrokên

Zivistanê’ bi Şanoya Şaredariya

Bajarê Mezin a Amedê re me têkîlî

danîn. Bi hev re me dest bi xebat ê

kir. Ji hêla Wezîrê Çandê piştgîrtiya

lîstikê hat kirin. Wezîrê Çandê

diyar kir ku gellek pêdivî û girîng

dibînin. Serokwezîr Tayyip Erdoğan

jî destê min girt û sipas kir.

Wate û giringiya vê xebat ê çi ye?

Ev xebat coş û xiroşek pirr mezin

da min. Wateyeke nû tevlî jiyana

min a hunerî kir. Herdem ez bi hêza

huner bawerim. Huner navbeynkarekî

pirr girîng e ji bo ku dijminatî

û xeyda di nav mirovan de ji holê

rake. Ez hêvîdarim ku ev mûzîkal a

kurdî, li Tirkiye’yê bibe navgîn ji

bo aştiyê. Min xwest bi hunera xwe

ji bo aştiyê kevirekî biçûk deynim.

Amed çawa ye, nezîkbûna gel

çawa ye?

Amed bajarekî dîrokî û çandê ye,

pewîste ku mirov bibîne. Ji nezîkbûna

gel ez bawerim ku lîstik wê

gellek werê temaşe kirin, ez wê rastiyê

dibînim. Li kolanan ez dimeşim,

zarok, kal, keç, ciwan destê

min digirin, min hembêz dikin,

kefxweşin, bi coşin ji ber ku ez li

Amed’ê me. Bi hevî û xiroş...

Li hember muzîkal a kurdî hest

çawa ne, çawa tê pêşwazîkirin?

Bi zimanekî ku ez nizanim kargerdaniya

lîstikê ji bo min serpêhatiyek

e. Serpêhatiyeke ku gellek

coşê dide min. 82 salî me, herdem

nûbûn min coş û xiroş dike. Gelek

baş çêdibe, ez dem nabînim ji bo

kalbûnê.

Xebat wê di dema pêş de berdewam

be, provayên we hene?

Dema ku hewceyî min be, çima

na. Ez amade me. Derfet û fersend

werin vekirin ezê bi keyf û coşeke

mezin beşdar bibim.

Çand û Huner 7

10 fîlmên herî serkeftî yên

10 salên dawî

Washington - Rojnameya Washington

Post 10 fîlmên herî serketî

yên 10 salên dawî diyar kir.

Di nav van deh fîlman de “Masiyê

Winda Memo” di rêza yekem

de ye. Fîlmê “Jiyana hinên din”

(The Lives of Others) ê ku di sala

2007’an de Xelata Fîlmê Biyanî

yê Oscarê girtibû, di rêza sêyem

de cih girtiye. Fîlmê ku li ser Almanya

Rojhilat a Sosyalîst bû,

gellek bal kişandibû.10 fîlmên ku

di 10 salên dawî de yên herî serkeftî

hatine hilbijartin ev in:

1- Masiyê Winda Memo (2003)

2- You Can Count on Me (Ti

Dikarî Bi Min Bawer Bî)

(2000)

3- Jiyana Hinên Din (The Lives

of Others) (2006)

4- Kêmîna Mirinê (2009)

5- Diya Te Jî (Tu Mama Tambien)

(2001)

6- Labîrenta Pan (Pan’s Labyrinth)

(2006)

7- Li Qeraxa Jiyanê (Yaşamın

Kıyısında) (2007)

8- Bayê Dostaniyê (A Mighty

Wind) (2003)

9- Ji Serî De (Eternal Sunshine

of the Spotless Mind) (2004)

10- Wê Xwîn Birije (There Will

Be Blood) (2007)

Berpirsyarê Şanoya Şaredariya

Bajarê Mezin a Amedê, Rüknettin

Gün amadekariyên muzîkal a

kurdî nirxandin.

Sedemên pêşneketina muzîkala

kurdî çi ne?

Zimanê kurdî pirr dewlemend

e. Lê belê ne ehîlbûn di aliyê çêkerî

û kadro de mecal nedaye ku

muzîkal a kurdî were peşxistin.

Muzîkal pirr bi mesref e. Pewîste

çêkerî xwe bide ber. Hewceyî

reqsker û dengê baş heye. Mijara

giring lîstikvan in. Di aliyê sînema

û mûzîkal de ev pirsgirêk

hene.

Hûn mêvandarî ji muzîkal a

kurdî re dikin, hestên we çava na?

Cara yekem e ku Şanoya Şaredariya

Bajarê Mezin a Amedê

muzîkal a kurdî dilîze. Derhêne-

Şanoger Haldun Dormen - (Wêne: Rûdaw)

riya muzîkalê şanogerê navdar

Xaldun Dormen – ku ew bi xwe

hostayê şanogerî û muzîkal e – ji

me re pîrozbahî ye. Dive hevalên

me, gelê me pirr kêfxweş û serfîraz

bin.

Ji bo ku li muzîkal e temaşe

bikin, wê kî beşdar bibe?

Çapemenî beşdar dibe. Rojnamevan,

nivîskar û bernameçêkerê

televîzyonan. Wezîrê Çand

û Tûrîzmê birêz Ertuğrul Günay

wê beşdar bibe. Heval û dostê

birêz Harun Dolmen yên hunermend

wê beşdar bibin. Hunermenda

navdar Sezen Aksu

mêvan e.

Muzîkal a kurdî li bajarên din jî

tê pêşkeşkirin?

Bi tevayî li 10 bajaran bernama

me ya turneyê heye. Em di

nav amadekariyan de ne.
8

Hasan Hüseyin Deveci

Mahmut Celayir yek ji ressamên

naskirî yên kurd e. Wênekêşê ku li

Almanya û Tirkiye’yê gelek pêşangeh

vekiriye, ji sala 1986’an û vir

ve ye li Stuttgart’ê dijî û xebaten

hunerî hîn jî li vî bajarî berdewam

dike. Mahmut Celayîr, hunermendekî

gelekî girîngî dide xweza û

xakê, her wiha em dikarin vê yekê

di xebatên wî de jî bibînin.

Bi hostetiyeke sî û ronahiyê ya

razber, rasteqîn û mîna ku ger hûn

destê xwê bavêjinê hûnê karibin bigîjinê,

çiya, zozan, deşt û stiriyan

bi rewşa xwe ya xwezayî we digîjîne

hev.

Di hunera xwe de ku li ser ronî,

ronahî, sî û tariyê kûr kiriye, topografiya

erdnîgariya Mezopotamya’yê

bi hostetî radixîne ber

çavan. Di xebatên xwe de di

heman demê de di dîmenên xwe

yên mîna tenêtiyê, ziwatiyê û terikandinê

tîne ziman, mîna ku dibêje

yê dîroka xwe bipirse û jê dersan

derxîne dikare ber bi pêşerojê ve

here.

Celayîr, di xebatên xwe de li ya

windabûyî digere, dixwaze nîrxên

Mezopotamya’yê ku xwedî çandeke

kevnar a bilind e, derxîne ronahiyê.

Gava ku li nasnameya van xakên

hatine talankirin, terikandin û ziwakirin

ên Mezopotamya’yê digere,

di heman demê de di nava lêgerîna

kesayetiya xwe jî de ye. Bi lêgerînên

hunerî; dîrokê, xwezayê, demê

û xakê bi xwe re dike yek, bi nazariyên

kûr û felsefîk mîna ku cîhaneke

nû diafirîne; li demeke dûr,

devereke dûr, mîras û pêhesiya rabirdûyê

ya nikare were tunekirin.

We li ser sêwiran û razdariya sehneyê

û graf îkê perwerde stendiye.

Bê gûman hunermendek dikare di

gelek waran de xwedî huner be, lê

belê gelo çima em Mahmut Celayîrî

ne weke razdarkar û graf îsyen

lê belê weke wênekêş dibînin?

Min di dibistana bilind a hûnerên

bedew a dewletê de perwerdeya

grafîkê stend, armanca min ew bû

ku weke hunermend tim li pey hin

tiştan herim. Min perwerdeya hunerê

ji pîşeyekî ji bo bidestxistina

pereyan zêdetir, ji bo bidestxistina

nêrîneke artîstîk a cîhanê esas girt.

Di dibistana me de derfetên kirina

vê cûdakariyê hebûn. Her wekî din

ez hunera grafîkê, ji bo famkirina

estetîka darbekar a serdema me, gelekî

girîng dibînim. Jixwe dibistana

me qadeke azmûnî ya ji hemû hûneran

re vekirî bû. Lewra di dewsa

bikevim nav perwerdeyeke klasîk û

akademîk a wênekêşiyê de, ji dîtina

perwerdeya heyî gelek razî mam.

Gelo hûn di navbêra razdariya şanoyê

de û pevxistina wênekêşiyê de

ku hûn bi xwe pevdixin û bi tevahî

Çand û Huner

Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010

Ressamê kurd Mahmûd Celayir:

Zimanê min yê xweza û axê ye

Ez hewil didim ku ev ziman ji azmûnên min bi xwe, ji afirînên min bi xwe

pêk were û nasnameya min bide xûyakirin.

girêdayî we ye, têkîliyeke çawa datînin?

Razdariya sehneyê ango dikê, di

nav rêzika xwe de navgîneke hunerî

ya girîng a vegotinêye. Bi taybetî

di razdariyên sehneya operayê

de gelek tiştên bi bandor û xweser

tên kirin. Helbet razdariya sehneyê

xebeteke zêdetir hevbeş ferz dike.

Di netîceyê de divê girêdaneke organîk

a razdariya sehneyê bi afirande

yan jî berhema were pêşkêşkirin

re hebe. Her wiha li vir,

mirov dikare vegotinên hunerî yên

cûr be cûr ên weke wêne, fotograf,

fîlm û ensetelasyonê di nav hev de

pêşkêş bike. Bi vê rewşa xwe xebateke

zêdetir pevxistinî mijara gotinê

ye. Di afirandina çêkirina wêne

de tenêtiyeke teqez heye. Hûn

neçar in di hundirê xwe de lêhûrbibin.

Lê di encamê de li vir çêkirinek,

pevxistinek, pêvajoyeke fikirandinê

û dîsîplîneke jê re pêwîst

heye.

Di hûnera hemdem a roja me de,

êdî girîngiya stîl û ekolên berê

neman. Hunermend zêdetir hewil

didin stîlên xwe yên xweser biafirînin.

Ez hewildanên we yên di vî

warî de dibînim. Ku ez niha ji we

bipirsim stîla we ya xweser çiye,

hûn bixwazin çi bêjin?

Gelek girîng e ku hunermendên

roja me ya îro, xwedî zimanekî

xweser bin û destnivîsa xwe bi afirînin.

Êdî her hunermend herikîna

xwe bixwe diafîrîne. Ez jî bê

gûman li pey vegotina xweser im.

Ez bawer dikim ku incex bi vî rengî

werim ferqkirin. Ez hewil didim ku

ev ziman ji azmûnên min bi xwe, ji

afirînên min bi xwe pêk were û nasnameya

min bide xûyakirin. Helbet

li vir mijara gotinê ewe ku ez ji bermayiyên

dîroka min a kesayetî û

hevbeş safîbûneke estetîk dijîm.

Zimanê min zadê xwe ji xwezayê û

axê distîne, ev ziman zimanekî ji

çiyayên welatên min tê. Lazim e ku

ev ziman, bi têgihiştîna hunerî ya

roja me ya îro girêdayî be. Bi vê

yekê berî hertiştî behsa nîrxên wêneyî

yên weke şêwe, form û reng

dikim.

Naxwe hûn dixwazin bi empatiyê

bigîjin Rêya Gel û welat! Ango hûn

dixwazin bûyerê cûda bigirin dest û

bi afirênderiya hunermendî tişta

dixwazin bidin lêpirsîn li ber çavan

bigirin û balê bikşînin ser?

Ez dibêjim divê kirpînên di xebatên

hunerî de li ber çavan werin girtin.

Eger hûn tiştekî rasterast bidin

şayesandin û wesifandin hingî dê

kûrahiya xwe winda bike. Huner

divê ji gelek-watedariyê re vekirîbe

û temaşevan li gorî azmûna xwe

karibe têkiliyekê bi berhemê re

deyne. Ez zêdetir li pey lêpirsîneke

estetîk û hêlbestî me ya derbarê

pirsgirêkên bingehîn ên mirov bi

xwezayê re. Min zêdetir wêne bi

xwe baldar dike. Lewma ez naxwazim

zêde wate bidim ser xebatên

xwe. Berhemeke bandora wê ya estetîk

û nûjeniyeke wê ya hemdem

hebe, jixwe peyamên pêwîst di nav

xwe de digire, çavkaniyên xwe

dide xûyakirin.

Gava em li pey şopên dîrokî dirin

û cîh û waran vedikolin, em di xebatên

we de rastî karektereke

giran a mîtolojîk tên. Hûn di

heman demê de bi vê yekê hewil

didin li nasnameya xwe bipirsin û

xwe û kokên xwe yên dîrokî bibînin.

Weke hunermendekî kurd, bi

van lêgerînên xwe hûn dikarin

Mahmûd Celayir, Gerêk li Avînê-2 (Akrîl) - Efekt Rûdaw

çawa di kurdan de hunerên estetîk

û plastîk bikin yek, di vê mijarê de

hûn dixwazin çi bêjin?

Mixabin em kurd weke li hemû

civaka îslamê de heye kevneşopiyeke

me ya mezin a wenêkêşiyê ku

em karibin tiştan jê bistînin, tune.

Lê belê dîrok, xweza û kokên çandî

yên gelê me dikare weke materyalekî

baş were dîtin. Di vê wateyê de

mîtolojî ji ber ku rêze-pirsgirêkên

hebûna însên tîne ziman û ji ber ku

helbestvaniyê di nav xwe de dihewîne,

di pêş de tê. Ez rast nabînim

ku bi gelê xwe re li ser bingeha gotinên

mîtolojîk û xwezayê bikevim

Rûdaw

nav têkiliyê de. Li cem me, xweza

yan jî xak xwedî barekî giran ê dîrokî

ye. Ez wisa difikirim ku divê

ev bar bi hêza hunerê were lêkolînkirin.

Hunermend gelek caran ew kes e

ku qadên herêmî buhurandiye û

dixwaze bigîje ya gerdûnî, ango vê

yekê dike armanc. Li gorî baweriya

we, mirov çawa dikare tişteke herêmî,

xweser û otantîk derbasî ya

gerdûniyê bike, her wiha girîngiya

vê divê çawa be?

Çawa ku we li jor gotiye, divê

em materyalên xwe yên otantîk û

xweser, bi tazetî û nûjeniya wê ve

pêşkêş bikin. Eger were pirsîn, ev

yek dê çawa bibe; bersiva vê yekê

her hunermend di çarçoveya azmûn

û bîreweriya xwe de dide. Ev pêvajoyeke

lêpirsînkar û dirêj e. Di vê

wateyê de handîqabên hunermendên

kurd hene. Beriya hertiştî ji bo

ku bi hunera hemdem re bikevin têkiliyê

de, nîrxên gerdûnî û mayînde

keşif bikin rêyeke dirêj heye. Ji dervehî

vê yekê di bin bandora gotinên

siyasî de mayîn, li faktorên folklorîk

aliqîn, nasnameya xwe anîne

zimên carinan gelekî derkeve pêş.

Eger em hêrsa xwe ya mafdar û

rewa, bi zimanekî sergiran bînin

ziman, hingî em dikarin hêza efsûnî

ya hunerê zêdetir bikarbînin û em

zêdetir dikarin behsa wê bikin.
Rûdaw Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010 Jın û Cıvak 9

Firat Kelehkî Amed

Wek gelek welatên cîhanê li Bakurê

Kurdistan’ê jî tundûtûjiya beramber

jinê zêde dibe û tu hewlên

ciddî jî nayên dan bo nehiştina vê

diyardeya çewt di nav civakê de.

Dema tundûtûjiya beram- berî jinê

zêde dibe bi xwe re kuştin û întîxaran

jî tîne. Li Bakurê Kurdistan’ê

bajarekî wek Amed 10 sazî û kome-

“Ev ne pirsgirêka

bakur û Tirkiyê ye,

pirsgirêka hemû

cîhanê ye loma em

nikarin ji hev cuda

bikin ji ber ku li

tevahiya Tirkiyê

şîdet, kuştin û

întîxarkirin hene.

Em dixwazin

civaka xwe bipêş

bixin.”

leyên jinan û 2 stargeh hene; yek

ser bi dewletê ya din bi Şaredariya

Mezin a Diyarbekir’ê ve girêdayî

ye, lê van saziyan jî nikarîne wek

pêwist bibin bersiv bo nehiştina

tundûtûjiyê herçiqas hewl û xebatên

xwe jî didomînin.

Wek mînak di meha yekê ya

2010’an de li tevahiya Tirkiyê 16

jin hatin kuştin û 14´e jî întîxar kir.

Derbarê kuştin, întîxar û tundûtûjiya

beramberî jinê li Bakurê Kurdistan’ê

Rêvebera Navenda Selis a

Rawêjkariya Jinan Harîka Peker

agahî dan Rûdaw’ê û got: “Şîdeta

beramber jinê roj bi roj zêde dibe û

ji bo nehiştina vê diyardeyê tu polîtîkayeke

dewletê tune. Civak jî bi

erkê xwe ranabe. Niha em hewl

didin tundûtûjiya di nav malbatê de

nehêlin. Çavkaniya şîdetê malbat

in, ger malbat bên perwerde û hişyar

kirin, tundûtûjî jî dê kêm bibe.’’

Medya rola xwe nabîne

Peker da zanîn ku tenê di meha

yekê ya sala 2010’an de li tevahiya

Tirkiye’yê 16 jin hatine kuştin,

14an întîxar kiriye û ev rewşa han

wek me- tirsî dît û got: “Dema

mirov vê jimarê dibîne kambax e,

Li Bakur şîdeta li

dijî jinê zêde dibe

Behsa derxistina yasayan tê kirin,

lê nakevin pratîkê û bê wate dimînin.

roj bi roj jî kambaxtir dibe. Wekî

din tu îstatîstîkên fermî li ber destê

me tune ne, heta em bizanin li

bakur çiqas jin tên kuştin yan xwe

întîxar dikin. Bê guman jimareke

zêde ye, jiber gelek kes tên kuştin

her nayê bihîstin jî, di vir de rola

medya girîng e lê rola xwe nabîne

û wan kuştinan bi egerên bê wate

ve girêdidin.’’

Peker bal kişand ser rewşa mal-

batên ku ji gund û navçeyên bi sedema

şer û aloziyan koçberî bajaran

bûne da û got: “Wextê ew malbat

li gundên xwe bûn, jin û mêr û

hemû malbatê di nav zevî û baxên

xwe de karûbarê xwe dikirin û

dema wan nebû bi tiştên din ve

mijul bibin, lê ku hatin bajêr di navbera

çar dîwaran de jin jî aciz dibe

bi taybetî di werzê zivistanê de,

evna jî tundûtûjiya malbatê bi xwe

re tîne. Wate koçberî jî rola xwe di

şîdeta beramberî jinê de dilîze.’’

Ger komisyoneke şopandina

bûyeran hebe pirs çareser dibe

Rêvebera Navenda Selîs, di mesela

tundûtûjiya beramberî jinê de

keça Kurd a 16 salî bi navê Medîne

Memî ku li Kahta ya Adiyaman’ê

ye bi zindî hatibû çalkirin, wek

mînak pêşan da û wiha dirêjî bi

axaftina xwe da: “Ger heta niha bîrkirineke

wiha di nav civakê de

mabe, dê tiştên balkêştir jî biqewimin.

Behsa derxistina yasayan tê

kirin, lê nakevin pratîkê û bê wate

dimînin. Ger komisyoneke hebe û

bi pey van bûyeran de here û tawanbar

bên sizakirin, tundûtûjî jî

kêm dibe.’’

Divê têgeha ‘namûsê’ di nav

civakê de bê sererastkirin

Peker behsa girîngiya perwerdeya

civakê jî kir û wiha dirêjî bi

axaftina xwe da: “Em hewl didin di

vî warî de civakê têbighînin û wê

têgeha ku hemû tiştekî bi ‘namûsê’

ve girêdide nehêlin, ger ev têgeh

nemîne êdî em rûbirûyê van bûyerên

diltezên nabin. Kar û çalakiyên

me berdewam in û heta ji me were

emê hewl bidin tundûtûjiya beramber

jinê kêm bikin.’’ Li ser wêya li

Bakurê Kurdistan’ê jin zêdetir

pêrgî tundûtûjiyê dibin yan bajarên

Tirkan, Peker got: “Ev ne pirsgirêka

bakur û Tirkiyê ye, pirsgirêka

hemû cîhanê ye loma em nikarin ji

hev cuda bikin ji ber ku li tevahiya

Tirkiyê şîdet, kuştin û întîxarkirin

hene. Lê em niha li bakur karê xwe

dikin û em dixwazin civaka xwe

bipêş bixin. Wate civaka Kurd têbighînin

ku êdî ev diyardeya han ji

êş û janan zêdetir tiştekî nade me û

divê nemîne.’’

Stargehan hêvî ji jinan re

çêkiriye

Peker bal kişand ser girîngiya hebûna

stargeh û navendên jinan jî û

axaftina xwe wiha qedand: “Hebûna

stargehan bo jinan bûye hêviyek,

lê mixabin hê jî zêde jin

serdana wan nakin û di jêr fişarên

malbat û civakê de rûbirûyê tundûtîjî,

destdirêjî, lêdan û kuştinan

dibin. Jin zû bi zû berê xwe nadin

wan navendan lê wek çareya dawî

tên, ev jî pirsgirêkeke din e. Ger jin

zû werin dibe ku ji kuştin û întîxaran

rizgar bibin.’’

Jin li dijî şîdeta

mêran dicivin!

Stenbol (Rûdaw) - Di pêşengiya

jinên mexdûrên destdirêjiyê ku

“Platforma Jinan a li hemberî Şîdeta

Zayendî” hate sazkirin, ji bo

mexdûriyeta jinên rastî şîdeta zayendî

tên kêmtir bikin di nava

xebatê de ne. Jinan ku şîdeta zayendî

wekî; “Polîtikaya pergalê”

bi nav dikin, bal kişandin ku travmaya

piştî taciz û tecawizê, ji ber

têgeha zayêndî ya serdest zêdetir

dibe.

Li Tirkiye’yê yekemîn car, beriya

salekê bi pêşengiya mexdûrên

tecawizê, bi hevkariya

rêxistinên jinan ên ku hatin cem

hev û ji bo mexdûriyeta jinan vebêjin

û li hemberî polîtîkayên şîdata

zayendî têbikoşin, “Platforma

Jinan a li Hemberî Şîdeta

Zayendî” hate avakirin. Jinên ku

rastî destdirêjiyê tên ji ber tabû û

têgeha zayendî ya civakê bandora

li ser wan çêbûye venabêjin

û ev yek wekî travmayakê derdikeve

pêşiya wan. Jinên bûne

mexdûrên tecawizê, ji ber têgeha

şîdeta zayendî ku berhemê per-

gala zilamtiyê ye, naxwazin nasnameyên

xwe diyar bikin û bi

riya rêxistinên jinan, li hemberî

tiştên hatine serê wan têkoşîna

xwe didomînin. Endama “Platforma

Jinan a li Hemberî Şîdeta

Zayendî” Esen Özdemîr ku ji damezrandina

platformê heta niha

di nava xebatan de cih digre,

diyar kir ku hişmendiya damezrandina

vê platformê, piştî serlêdanên

jinên mexdûr ên destdirêjiyê

zêde bûye.

Özdemir, destnîşan kir ku

mexdûran berê di nav xwe de

“înîsiyatîfa bila tacîz û tecawîz bi

“Platform bi sê

armancan hatiye

damezrandin: yek ji

bo pêşxistina

zanebûna der barê

şîdeta zayendî de,

ya duyemîn jî li

hemberî van sûcan

meşandina têkoşînê

û ya sêyem jî

kemkirina

mexdûriyetê ye.”

dawî bibe” ava kiriye û da zanîn

ku Amargî jî di serî de bûye sekreteriya

vê avasaziyê û piştre jî

ev înîsiyatîf veguheriye platformê.

Özdemir, anî ziman ku

platform bi 3 armancan hatiye

damezrandin, yek ji bo pêşxistina

zanebûna der barê şîdeta zayendî

de, ya duyemîn jî li hemberî

van sûcan meşandina têkoşînê û

ya sêyem jî kemkirina mexdûriyetê

ye.”

Gulşilav dest bi qursên

zimanê kurdî kir

Mala Jinan a Gulşilav ku ji bo têkildarî jinan xebatan bimeşîne di bin

banê Şaredariya Nisêbîn’ê de hatibû sazkirin, li ser daxwazên zêde ji

bo jinan qursên xwendin û nivîsandina kurdî da dest pê kirin.

Mala Jinan a Gulşilav ku piştî dest bi qeydan kir, rastî eleqeyek

mezin hat. Berpirsa Mala Jinan a Gulşilav’ê Gul Berki, diyar kir ku

heftê du rojan ders didin û di encama anketa çêkirine de jî profîla

jinên Nisêbîn’ê derxistine. Berki da zanîn ku ew dixwazin ji bo jinan

cihêkî cuda ava bikin û ji bo pêşkevin xebatan dimeşînin.
10 Dîaspora

Ji ber şîdeta bavê xwe

Keçeke kurd bû milyoner

Keçeke ciwan a kurd xwediyê yek ji şîrketên herî mezin û

serkeftî ya modeyê li Ewrûpa’yê ye û ji dergistiyê xwe yê

çermreş jî gellekî hez dike. Dergistiyê wê keçê jî lîstikvanekî

navdar yê futbolê ye û zû zû gûlên plastîkî jê re dişîne.

Xwedana şîrketa modayê “Supertrash” Olcay Gülsen.

Amesterdam (Rûdaw) - Li Ewrûpa

kes tune ye ku çavdêriya modeyê

bike û navê Olcay Gülsen a 29

salî nebihîstibe. Ew keça bejn zirav

a xweşînşîrîn ku bi gotinên xwe zû

diçe nav dilan. Olcay di dawiya

salên 1980’an ji malbateke têkel a

kurd – ermenî li bajarê Waalwijk a

Holanda ji dayîk bûye. Lê ew herdem

xwe wek keçeke kurd bi

medya û xelkê dide naskirin.

“Mejiyê gundiyekî kurd”

Çîrokên Olcay ên derbarê malbata

wê ya kurdî jî ne ewqas xweşik

in. Ew malbata xwe wek

“karesat” dide naskirin. Ji ber ku di

bîra wê de ye dema ku zarok bû, di

malekê de jiyan dikir ku şeş xuşk û

bira bûn û bi awayê herî tund û dijwar

dihatin êşandin û perwerdekirin.

Ji wêna jî nexweştir bavê wan

nexweş bû. Olcay dibêje: “Bavê

min nexweşiya şîzofirîn heye,

lewra jî em bi tundûtûjî hatin mezinkirin.

Mebesta min ji tundûtûjiyê

êşandina laş e. Em bi aqliyeta

gundiyeki kurd hatin perwerdekirin.”

Olcay li ser axaftina xwe berdewam

dibe û diyar dike: “Me qet

nedikarî li gel zarokên din bilîzin.

Hemû karesatên ku di cîhanê de

bidî berçavê xwe, hatin serê me, lê

min herdem ji xwe re digot: “Dema

ez mezin bûm, di jiyana xwe ya

taybet de ezê bi corek cuda bijîm.”

Di rastî de Olcay her karek wiha

jî kir û niha wek modekareke mil-

yoner û xwediya fîrmaya navdar a

Supertrash dijî.

Gulên plastîkî ên Deyvîds

Navê dostê reşik yê Olcayê

Edgar Devids e. Davids di salên

borî de wek stêrkekî navdar yê

futbolê di seranserê asta cîhanê de

vegeşiya. Heta Serokê FIFA Pele

navê wî daniye nav lîsta 100 lîstikvanên

herî baş ên cîhanê. Ew yaneyên

diyar û mezin ku Davids ji wan

re lîstiye, ev in; Ajaks, AC Mîlan,

Juventus, Barcelona û çend yaneyên

din.

Wiha dixuyê ew dostê çermreş

yê keça kurd a serkeftî, yara xwe

baş nas dike. Ji ber ku dema meha

borî Olcay di rêûresma vekirina

‘Hefteya Modeya Navdewletî ya

Amesterdamê’ de beşdarî kir, di

nav hemû xelkê de ku ji bo silavkirin

û wergirtina vîzîtkartê sekinî

bûn, Olcay bi hatina destegulekê

kenî û hawar kir: “Waaaaaw!” piştre

ji hevkarekî xwe re pirs kir: “Erê

rastî gul ne ên plastîkî ne?”, demekê

jê re gotin ne plastîkî ne, bersiv

da: “Diyare ne ji aliyê evîndarê

min hatine. Ew dizane ez bi gulên

rastî xemgîn dibim, lewra herdem

gulên plastîkî ji min re dişîne.”

Olcay naveşêre ku Dayvids ne

xortekî gellekî xwînşirîn e. Lê li gel

wêna jî gellek kêm hev dibînin. Ji

ber ku herdu zêde mijûl in. Bi taybet

jî Olcay ku wek bi xwe dibêje

hemû rojekê 24 demjimeran kar

dike! Lê wiha dixuye wêna bandor

nedanîbe ser vînadariya Dayvids ji

bo Olcay a çavreş, pordirêj û bejinzirav.

Olcay a milyoner

Olcay destpêka karên xwe ji buroyeke

peydakirina kar destpê dike.

Li wir karê wê ew dibe ku kesên

guncaw ji bo karê guncaw û jêhatî

destnîşan bike. Dûre wek firoşkar ji

bo şîrketên biçûk ên modeyê li

London’ê dest bi kar dike. Di vê

derbarê de Olcay da zanîn: “Wê

demê serê min çi li mode û tiştên

wiha dernediket, lê min hest dikir

ku hesteke min a fêrkeriyê heye ji

bo wan tiştên ku difirotin û min

digot dikare baştir were kirin.” Piştî

demeke kurt Olcay diçe New

York’ê û li wir fêrkerên modeyên

ên herî mezin nas dike. Oncay ku

piştî demeke kêm dibe milyoner,

wiha diyar dike: “Min li New

York’ê fehm kir ku dikarim bibim

bazirganeke serkeftî di warê modeyê

de.”

Niha şîrketa Supertrash a

Olcay’ê bûye markeyek ku heta lîstikvanê

Hollywood’ê jî jê hez dikin

û nikarin jê birevin.

Sîrwan H. Berko Berlîn

Piştî ku şirketa balafiran a almanî

Lufthansa eşkere kir ku ewê havîna

îsal dest bi geştên İraq û Kurdistan’ê

bike, pîlotên wê vê biryarê

rexne dikin. Rêxistina Cockpît, ku

mezintirîn rêxistina pîlot û endezyarên

balafiran li Almanya’yê ye, ji

endamên xwe dixwaze ku nefirin

İraq’ê. Cockpît balê dikişîne ser

rewşa ewlekariya li İraq’ê û diyar

dike ku Wezareta Derve ya Elmanî

welatiyên xwe ji bo rêwîtiyên

İraq’ê hişiyar dike. Cockpît got ku

„çendîn ev hişyarî ji bo hin herêman

[mebest herêma Kurdistanê

ye, Rûdaw] hatiye sivikkirin, Wezareta

Derve bi hişyariyeke weha

balê dikişîne ser metirsiyeke nenormal

ji bo vê herêmê“. Bi vê yekê

Cockpît piştrast dike ku ew naxwaze

ku endamên wê yên pîlot bifirin

Kurdistan’ê jî, ku xwe di asta

navneteweyî de wek herêmeke

aram îsbat kiriye. Xalek din a giring

ji bo rêxistina Cockpît’ê ku li

dijî biryara Lufthansa’yê derkeve,

Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010

Rûdaw Şertên Abonetiyê

Ji bo salekî: Almanya, Belçîka, Awûstûrya, Fransa,

Hollanda: 60 Euro · Swîsre: 120 CHF · Brîtanya: 60

GBP Swêd (Schweden): 900 SEK · Danîmarka

(Danemark): 600 DKK · DYA (USA): 100 USD

Kanada : 120 CD · Tirkiye: 100 TL

Ji bo şeş mehan: Almanya, Belçîka, Awûstûrya,

Fransa, Hollanda: 30 Euro · Swîsre: 60 CHF · Brîtanya:

30 GBP · Swêd: 450 SEK · Danîmarka: 300 DKK

DYA (USA): 50 USD · Kanada: 60 CD · Tirkiye: 50 TL

Rûdaw

Pîlot û kamendên Lufthansa nerazîbûna xwe li hemberî şêwazê kar tînin ziman.

(Wêne: Rûdaw)

Pîlotên Lufthansa

naxwazin bifirin İraq’ê

ew e ku „di ezmanê İraq’ê de hebûneke

nenormal a firînên leşkerî û di

nav de jî sîstemên lêkolînê yên bêmirov

peyda dibe“. Cockpît balê dikişîne

ser Rêxistina Cîhanî ya

Pîlotan (IFALPA), ku ezmanê İraqî

wek „Security Deficient” (ewlekariya

xerab) û firînên li wir wek

„Operations in Hostile Fire Zones”

(operasyonên di herêmên agir ên

dijmin de) şirove dike û ji rêxistinên

xwe yên endam daxwaz dike

ku di ezmanê İraq’ê de nefirin.

Di rêxistina Cockpîtê de 8200

endam cî digirin, ku pirraniya wan

xebatkarên Lufthansa’yê ne. Çendîn

ev rêxistin bi hêz e, di van rojan

de xuya dike, ku ji ber greveke endamên

wê Lufthansa mecbûr bû ku

bêtir ji nîvê firînên xwe rawestîne.

Lufthansa guh nade van metirsiyên

Cockpît’ê û – eger tiştek mezin

çênebe – havînî dest bi geştên İraq

û Kurdistan’ê dike. Lê ewê ji bo

van geştan bi tedbîrên ewlekariyê

yên xurt rabe, da ku balafir, karmend

û zibûnên xwe nexe xetereke

mezin.

Ji bo Almanya: Rudaw Media GmbH

Bank: Deutsche Bank Köln · Konto Nr: 2450161

BLZ: 37070024

Ji derveyî Almanya:

IBAN: DE48370700240245016100

BIC: DEUTDEDBKOE

Navnîşan:

Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a

50823 Köln / Almanya

E-maîl: info@rudaw.de
Rûdaw Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010 Dîaspora

11

Rojek li gel Sîxên Hindistan’ê

Heta mirinê berdan tune!

“Li Hindistan’ê Misilman, Hindus û Sîx tên çewsandin, demokrasiya ku behsa wê dikin tenê teorîk e.

Barzani’yê we jî ku salên dirêj têkoşîn kir jiber ku kurd dihatin binpêkirin.

Mistefa Çiwartayî Köln

Di serdana Rûdaw´ê bo perestgeha

Sîx’an li bajarê Köln’ê de, Serokê

Perestgehê Stnam Sîng û hevserokên

wî, herwiha Serokê Rêxistina

Azadîxwaz ya Sîxan Reşam Sîng

pêşwazî li me kirin û bo me behsa

ola xwe kirin.

Jin di ola Sîxî de

Setnam Sîng dibêje jin û mêr di

Ola Sîxî de wekhev in û mafên wan

wek hev in: “Wek hûn dibînin niha

li vê perestgehê bi mêr û jin bi hev

re nimêj dikin û sirûdên olî dibêjin

û nan dixwin, mafê wan wek hev

e.”

Li gor peyrewên Ola Sîxî, hevsergîrî

tenê di navbera Sîxan de tê

kirin. Sîng dibêje: “Di hemû olan

de wiha ye, kesê ku baweriya wî

bihêz be wiha dike, ger na dikare

hevsergîriyê li gel kesên ser bi olên

din jî bike.”

Li cem Sîxan hevsergîrî yek car

e û yek jin rewa ye, ger yek ji herduyan

mir yê din dikare şû bike yan

mêr jinê bîne û di Ola Sîxî de berdan

tune.

Yek ji her pênc erkên ola Sîxî ku

bi kaya pêncem (kîrpian) tê naskirin,

hilgirtina xencerê ye. Hilgirtina

xencerê berevajî yasa ye, lê Setnam

Sîng wiha dibêje: “Ji me fam dikin

û guşar liser me nîn in, ev erk û semola

me ye, ev 29 sal in li Almanya

me û tu pirsgirêk çê nebûne, em şer

nakin û êrîşî tu kesî nakin.” Ew di

bersiva vê yekê ku ger gencekî Sîxî

li gel biyaniyekî de şer kir û xencera

xwe bikaranî, wiha dibêje:

“Kesê ku dibe Sîx divê fêrî aramî û

liserxwebûnê bibe, demançe li gel

hemû polîsan heye, lê gelo ew di

hemû pirsgirêkan de xelkê dikujin?

Destûrê me heye.” Kîrpian ji dû wişeyan

pêk tê: Kîrp tê wateya piştîvaniya

kesên lawaz û ian yanî

serbilindî.

Köln (Rûdaw) - Mossad û kûştina

berpirsyarê Hamas’ê, Mahmud al-

Mahbouh vê hefteyê bi berfirehî di

çapemeniya cîhanê de cih girt.

Wekî din gelllek rojnameyên Ewrûpa

û Amerîka’yê bi Îran, Sûriye

û hilbijartinên İraq’ê re mijulin.

Rojnameya almanî Die Welt ji

Berlin’ê nivîsandiye ku “Piştî kuştina

Şefê Hamas’ê, Mahmud al-

Mahbouh, Îsraîl ketiye tengasiyê“.

Di kuştina Mahmud al-Mahbouh

de hemû rê Mossad û polîsên Îsraîl’ê

nîşan dide. Ji ber ku kûjer bi

nasnameya sexte ya brîtanî derbasî

Dûbaî bûne, Brîtanya jî gellleki ji

vê yekê xwe aciz kiriye. Ew pasaport

jî bi maddeya ku tene li Brîtanya’yê

tê temînkirin, hatiye

amadekirin. Di derbarê buyerê de

Sîxî di salên 80 ji sedsala borî bo

otonomiyê dixebitîn, heta ku dewletê

êrîş bir ser perestgeha Zêrîn ku

tê de serkirdeyê Sîxî Bendrawal hat

kuştin lewma ev yek bû sedem ku

dû pasevanên serokwezîra wê demê

ya Hindistan’ê Andera Gandhi ku

Sîx bûn, di heyfilanîna vê yekê de

Gandhi bikujin. Setnam Sîng dibêje

ku xebata wan hê berdewam e:

“Jiber em li diyasporayê dijîn, ez

29 sal in bê welat im, herwiha

Reşan Sîng Babere ku Serokê

Baber Kalsay ye li Almanya û ji

dema 29 salan li vir dijî. Em xebatê

bo azadiyê dikin û herdem rêya xebata

aştiyane didin ber xwe.”

Berevajiya gelek kesan ku bi baweriya

wan Hindistan di rêza welatên

demokratîk de dijmêrin, Reşan

Sîng got: “Li Hindistan’ê Misilman,

Hindus û Sîx tên çewsandin,

demokrasiya ku behsa wê dikin

tenê teorîk e. Barzani’yê we jî ku

salên dirêj têkoşîn kir jiber ku kurd

dihatin binpêkirin, gelo İraq’ê

demokratîk bû yan Efxanîstan?

Na, çawa Kurdistan azad nebûye,

em jî wiha ne. Em bo dewleteke

serbixwe xebatê dikin lewre di

sala 1846’an de dewleta me hebûye.”

Xaka Sîxiyan dikeve Xalistan li

Bakurê Hindistan’ê ku herêmeke

Pencab e û piştî cudabûna Pakistan

ji Hindistanê, Pencab di navbera

herdû welatan de hat dabeşkirin.

Kurtiyeke dîroka Sîxiyan

Ola Sîxî di dawiya sedsala panzdehan

de ji aliyê “Nanak” ku piştre

wek Gurû Nanak yanî Mamoste

Nanank hat naskirin li Herêma Pencab

li Bakurê Hindistan’ê hat damezrandin.

Nanak di sala 1469´an

de jidayik bû, mirovekî ronakbîr û

agahiyeke wî ya berfireh liser olên

Îslam, Hindus û Budîzmê hebû. Wî

serdana Bexda, Mekke û Çînê kir.

Piştî Gurû Nanak, 9 gurûyên din

Rojeva çapemeniya cîhanê

dewleta Almanya jî nerazîbuna

xwe nîşan da, ji ber ku navê pasaporta

sexte ya Almanya’yê jî di

bûyerê de derbas dibe.

Rojnameya îngîlîsî The Times

ji London’ê jî dibêje ku “di suîkasta

li dijî serkirdê Hamas’ê li

Dûbaî tiliya Mossad’ê xwe nîşan

dide.“ Rayedarên Dûbaî li ser suîkasta

berpirsyarê Hamas’ê îstixbarata

Îsraîl’ê sûcdar dibîne. Hemû

delîlên bûyerê berpirsyariya Mossad

nîşan didin. Emîratên Yekbûyî

yên Erebî jî têkîliyên xwe yên dîplomatîk

bi Îsraîl re wê di ebr çav

re derbas bikin.

Rojnameya Îsraîl´ê The Jerusalem

Post (Jerusalem) di derbarê

kuştia serkirdê rêxistina filistînî

Hamas’ê wiha nivîsandiye: “Se-

Sê sirûdbêjên olî yên Sîxî li perestgeha bajarê Köln’ê. (Wêne: Rûdaw)

hatin, û yê herî girîng Gurû yê pêncem

Arcon e 1563-1606, Gurû

Arcon hemû bingehên olî yên

Sîxan di kitêbekê de kom dike û

navê wê kitêbê dike”Adî Grant-Sahîbî

wate kitêba yekem, herwiha

perestgeha zêrîn ava dike ku hê pîroztirîn

cihê Sîxan e, Mexulên Misilman

jê ditirsin û wî digrin û

piştre dikujin. Gurû yê dawî bi navê

Gibend Sîng (1666-1708), ku di

sala 1775’an de di temenê 9 salan

de dibe gurûyê dehem, ne tenê rêberekî

ruhî ye lê herwiha cengawer

û helbestvan bûye jî û bi zimanên

Hindî, Farisî û Pencabî helbest nivîsandine,

dewleteke serbixwe damezrandiye

û destûrê wê daniye û

pêne paye boo la xwe daniye ku

wek pênc”k”êyan tên naskirin.

Baweriya Sîxiyan bi Xwedayê

tek û tenê heye, herwiha baweriya

wan bi yeksaniya mirovan û nehîştina

çînayetiyê tê. Bi baweriya wan

rokwezîr kuştina Mabhouh erê

kir.“

Rojnameya The Daily Mail di

çapa xwe ya roja yekşem’ê de

jî ruh ji kesekî vediguheze bo kesekî

din. Li ba Sîxiyan xwarina

hemû corên gotş, herwiha masî û

hêk jî qedexe ye. Cigere û Alkohol

heram in û çê nabe bo perestgehê

bên birin. Rengên şîn û perteqalî li

daye xuykirin ku Serokwezîrê Îsraîl´ê

Benyamîn Netanyahû bi

awayekî binavgîn kuştina Mabhouh

qebûl kir û kûjerê wî jî pîroz

ba wan pîroz in. Her rojê dû caran,

sibehê û êvarê nimêj dikin, lê rojî li

ba wan tune. Nasnavê hemû mêran

–sing- yanî şêr e û hemû jin jî Kwar

yanî şahjin e.

Pênc payeyên ola Sîxî ku bi pênc

–k–yan tên naskirin ji van pêk tên:

Kîs: Yanî mû, mû yên serî û rihê nayên kurkirin û qusandin û divê

neyê kêmkirin.

Kanga: Yanî şan e her Sîxek hildigre û di dema pêwîstî pê hebe li

serî û riha xwe dide.

Kaşa: Derpiyekî kurt e heta kabokê ye (ji xwarê ve).

Kara: Bazinekî pola ye di destê rastê yê her Sîxekî de heye.

Kîrpan: Xencereke polayî ye û hemû mêrên Sîxî hildigrin û bi fesefeya

hêzê û kesatiya gurûyê dehem Gobend Sîng ve girêdayî ye.

Felsefeya Ola Sîxî liser sê bingehan hatiye avakirin: Kêmgotin,

Kêmxwarin û Kêmrazan.

kir.

Rojnameya awustiryayî Der

Standard (Wien) jî li ser “têkîliyên

Amerîka û Sûriye’yê“ sekiniye:

“Pirs li dor Îran’ê ye. Hedefa

balyozxaneya nû ya Amerîka li

Sûriye’yê ew e ku têkîliyen Suriye’yê

bi Îran’ê û Hîzbullah’ê re

qut bike û Suriye’yê ji wan dûr

bixe. Amerîka bi slogana “Bê Suriye

aştî nabe”, dixwaze ku pirsgirêka

Rojhilata Navîn çareser bike.

Dîsa rojnameyeke ji Almanya’yê

Neues Deutschland (Berlin)

bala xwendevanên xwe

kişandiye ser İraq’ê. “Propaganda

hilbijartinê bi iraqî: Hefteyekê ye

ku li İraq’ê propaganda hilbijartinan

bi resmî dest pê kiriye. Konseya

Ewlekariyê ya Netewên

Yekbgirtî daxwaz kir ku dive di

hilbijartinên pêş de mafên hindikayiyan

bên parastin û ji bo wan

ewlekarî bê temînkirin.
12 Ewrûpa

Kosovo welateki serbixwe ye û ne jî

Kosovo

2’emîn salvegera

serxwebûna xwe

pîroz kir.

Belgrad: Pirsgirêk

bêyî Sirbistan’ê

nayê çareserkirin.

Köln (Rûdaw) – Rayedarên kosovoyî

di 17’ê vê mehê de 2. salvegera

serxwebûna Kosovo pîroz

kirin. Heta niha 65 dewletan serxwebûna

Kosovo qebûl kiriye. Tevî

Sirbistan’ê, Rûsya, Çîn, Hindistan

û çendîn welatên din jî serxwebûna

Kosovo qebûl nekirine û wekî sedema

jî gavavêtina yekalî ji aliyê

albanên Kosovo ku li gor wan welatan

vê yekê qanûna navdewletî

binpê kiriye, nîşan didin.

Hikûmetên Prîştîna û Belgrad’ê

bi awayên cuda pêşveçûnên heta

niha li Kosovo şîrove dikin. Hikûmeta

Kosovo serkeftinên xwe derdixe

pêş ku di nav wan de avakirina

wezaretan û hêzên ewlekariyê û lidarxistina

yekemîn hilbijartinên herêmî

hene. Wekî din jî Kosovo bu

endama Fonda Diravî ya Nevnetewî

û ya Bankeya Cîhanê.

Serokê Sirbistan’ê Boris Tadic di

heman demê de bi bîr anî ku bêyî

razîbûna welatê wî, Kosovo we ti

Köln (Rûdaw) – Dadgeheke almanî

keçeke 14 salî mafdar dît ku

dixwaze bibe alman lê tirk jî bimîne.

Dadgehê biryar da ku hemwelatîbûna

Almanya’yê nayê

wateya windakirina hemwelatibûna

Tirkiye’yê.

Dadgeha Îdarî a bajarê Stuttgart’ê

biryar da ku eyaleta Baden-

Württemberg hemwelatiya almanî

bide keçeke tirk a 14 salî û cothemwelatiya

wê qebûl bike. Dadgehê di

biryara xwe de got ku dewleta tirk

derxistina ji hemwelatîbûnê bi şertên

giran girê dide û ev yek nikare

bê xwestin. Biryara dadgeha Stuttgart’ê

(AZ: 11 K 3612/09) dikare

bibe destpêk bo gelek serlêdanên

din jî.

Keça ku doz vekiribû, di sala

1995’an de li Almanya’yê ji dayîk

bûbû û dêbavên wê hemwelatiyên

Tirkiye’yê ne. Serlêdana wê bo hemwelatîbûna

almanî di Tebax a

2008’an de hat redkirin. Wekî sedema

redkirinê rayedarên almanî nivîsandibûn

ku beriya ku ew bibe

hemwelatiyê Almanya’yê, pêwist e

ew hemwelatîbûna xwe ya tirk paşve

vegerîne. Keça navborî biryar îtiras

kir û ji aliyê Dadgeha Îdarî a bajarê

Stuttgart’ê mafdar hat dîtin.

Alên Kosovo li bajarê Kocaka di 2’emîn salvegera îlankirin serxwebûna Kosovo de.

caran nebe endamê Netewên Yekgirtî

û got: “Tenê ev yek nîşan dide

ku pirsgirêka statuya pêşeroja Kosovo

û Metoxya (herêmek di hundirê

Kosovo de) wê bêyî Serbistan’ê

neyê çareserkirin.”

Tadic bal kişand ser neqanûnîbûna

îlankirina serxwebûna Kosovo

û got ku Sirbistan’ê ev pirs bo

lêkolînkirinê gihandiye Dadgeha

Navnetewî li Den Haag’ê. Tadic

got ku ew li benda çareserkirinên

bikêrhatî, aştiyane û bo herdu aliyan

qebûlker in.

Piştî şerê NATO yê bi rêvebiriya

DYA li dijî Yûgoslavya’yê ji 24’ê

Adar a 1999’an heta 10’ê Hezîran

a 1999’an, Kosovo ji jêr desthilata

Serbistan’ê hate derxistin û ji hingî

ve ji aliyê Netewên Yekgirtî (NY)

ve tê rêvebirin. Tevî ku Kosovo ya

xwedi du milyon nîştecih beriya du

salan serxwebûna xwe îlan kir ji, lê

dîsa jî Hikûmeta Kosovo ne xwedî

Li Almanya

Codhemwelatî hat qebûlkirin

Heta niha karbidestên alman koçber dişandin ber destê welatên

ku jê reviyane. Biryara nû dikare wan ji vê yekê rizgar bike.

Li gor qanûna Tirkiye’yê eger

keça tirk li Almanya’yê bibe xwe

hemwelatiya almanî, ew hemwelatîbûna

tirk winda nake. Keça 14 salî

nikare hemwelatîbûna xwe paşve jî

bide, ji ber ku kesên di jêr 18 salan

de tenê bi şertê ku dêbavên wan jî

ji hemwelatîbunê derkevin, dikarin

bo derketina ji hemwelatibûna tirk

serî li rayadaran bidin. Ji ber vê

yekê diviyabû keça 14 salî heta 18

saliya xwe bimaya û paşê bo hem-

welatîbûna Almanya’yê serî li rayedaran

bidaya. Dadgehê biryar da ku

ev yek ji keça 14 salî nikare bê

xwestin.

Zarokên ku piştî 1’ê Çile ya

2000’î li Almanya’yê ji dayîk dibin,

automatîk hemwelatiya almanî jî

werdigrin. Lê herî dereng di 23 saliya

xwe divê ew kes hilbijêrin: an

divê ji hemwelatîbûna welatê dêbavên

xwe derkevin, eger na ew hemwelatiya

almanî winda dikin.

hemû desthilatê ye û di gellek

waran de gotina dawî ya rayedarên

NY ye. Heta di pirsên navxweyî jî

rayedarên NY xwedî gotin in.

Tevî ku Yekîtiya Ewrûpa’yê ji

dema dawiya şerê Kosovo heta

niha derdora çar milyar Euro alîkarî

daye Kosovo, lê hîn jî gellek pirsgirêkên

kosovoyiyan nehatine çareserkirin.

Rêjeya bêkariyê pirsgirêkek

herî mezin e. Li gor statîstîkên

fermî – ku ne pêwaber in – rêjeya

Rûdaw (Strasbourg) – Dadgeha

Mafên Mirovan a Ewrûpa’yê

(DMME) ku navenda wê li bajarê

Strasbourg e, serlêdana weşanxaneyeke

ku di sala 2004’an

de bi 684 milyon lîreyên tirkî hatibû

sezadan, pejirand. Weşanxane

ji ber ku bi zimanê tirkî

romana sado-erotîk bi navê

“Yazdeh Hezar Kamçî” (Onbirbin

kirbac) ya Guillaume Apollinaire

– ku cara yekem di sala

1907´an de li Fransa’yê hatibû

belavkirin – çapkiribû, hatibû cezakirin.

Pîrtûka bi navê “Les Onze

Mille Verges” (Yazdeh hezar

kamçî) ya nivîskarê fransî Guillaume

Apollinaire di sala

1999’an de li Tirkiye’yê bi zimanê

tirkî ji aliyê Rahmi Aktaş

ve hatibû çapkirin û di heman

salê de ji aliyê dadgehek tirk ve

hatibû qedexekirin. Li gorî dadgeha

tirk, di naveroka pîrtûka

Guillaume Apollinaire de “tahrîkkirin

û îstismara zayendî û bêexleqî“

hatiye dîtin û ji ber vê

yekê jî ji aliyê dadgeha tirk ve bi

cezaya pere hatibû cezakirin û

biryara şewitandina pîrtûkê hatibû

dayîn.

Piştî bîryara dadgeha tirk, weşanger

Rahmi Aktaş serî li Dadgeha

Mafên Mirovan a Ewrû-

Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010

Rûdaw

bêkariyê li Kosovo ji sedî 45 e, li

herêmên dûrî bajaran ev rêje hîn bilindtir

e. Tevî ku aboriya herêmê

hinek pêşketin bi dest ve aniye, lê

dîsa jî hema ji pêncan yekê kosovoyiyan

debara xwe rojane bi kêmtirî

yek Euro dike. Bi awayekî statîstîkî

dahata her nîştecihekî kosovoyî salane

1.760 Euro ye – bo danberhev

ê: dahata nîştecihên welatên endamê

Yekîtiya Ewrûpa’yê salane

24 hezar Euro ye.

Tirkiye Guillaume Apollinaire qedexe kir:

DMME jî Tirkiye mehkûm kir

pa’yê dabû û di encamê de Tirkiye

ji aliyê DMME ve hat mehkûmkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan

di biryara xwe di dide xuyakirin

ku Tirkiye’yê bi biryara

xwe xala 10. a Peymana Mafên

Mirovan a Ewrûpa binpê kiriye.

Dadgeh ronî kiriye ku herçiqas

“wêne û dîmenên sêksî yên grafîk

di romanê de hene jî, lê belê

di civakekî demokratîk de cezayê

pere û komkirina pîrtûkan ne pêwîste

û li dijî armanca xwe ye.”

Dadgehê herwiha biryar da, ji

ber ku Aktaş di dema xwe de gilîname

li dijî dadgeha Tirkiyê

tomar nekiribû, mafê wî yê tazmînatê

nîne.

Guillaume Apollinaire

ON BİR BİN

KIRBAÇ

Türkçesi

Hurşit Gara
Rûdaw Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010 Cîhan

13

Reklama hilbijartinan li DYA:

Çekek nû di destê lobiyîstan de

Sînorên li pêş fînanskirina reklamên hilbijartinan rabû. Budceyên herî hezin êdî serkeftinê destnîşan dike?

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Piştî

biryareke Dadgeha Bilind a

DYA’yê, şîrketên DYA’yê ji niha û

şûn de dikarin bi qasî ku dixwazin

pereyan bo reklamên hilbijartinan

xerc bikin. Di hilbijartinên Kongresa

amekîrî yên payîza pêş, biryara

nû dikare bibe sedema

serkeftin û têkçûna berendaman.

Awayê karkirina lobiyîstan û

bandora wan a neyîni li ser biryarên

siyasî – wekî ku temaşevan di fîlmên

Hollywood’ê dibîne – ji niha

û şûn de li DYA’yê bi awayekî yasayî

rêve diçe. Bi biryara Dadgeha

Bilind a hejmara 08-205, ku bi pênc

li hemberî çar dengan hat pejirandin,

sînordanîna li ser fînanskirina

reklamên hilbijartinan ji aliyê şîrket

û sendîkayan ve hat rakirin. Bi vê

yekê şîrket ji niha û şûn de dikarin

bi rêya spotên di televizyonan de,

di radyoyan û bi her awayê reklamê

banga dengdana bo berbijêrekî siyasî

bikin, anjî banga dengnedana

wî bikin û bo van reklaman çiqas

pere bixwazin xerc bikin. Heta niha

ev yek qedexe bû, şîrketan tenê dikarîbû

li ser naveroka bernameya

berbijêrekî raya xwe bi rê reklaman

belav bikin, lê binavkirina birbijêrekî

di hefteyên pêş dengdanê qedexe

bû.

Li gor pisporê zanîngeha “Ohio

State University“ Edward Foley,

biryara dadgehê wê dînamîzma hilbijartinan

bigorê û xerciyên siyasî

yên şîrketên mezin bo reklamên

hilbijartinan wê pênc qat bibin: “Bo

reklama siyasî jî wiha ye: dubarekirin

bandorê dike. Yên xwedî bud-

ceyên herî mezin, wê bi ser kevin.“

Li gor pêşbîniya Foley sektorên ku

herî zêde bandora qanûnên mezin li

wan dibe û ew ê hewl bidin ku wan

qanûnan bi rêya lobiyîstan li gor

xwe bidin gorandin, sektorên bankeyan,

enerjiyê, dermançêkeran û

sîgortayan in. Berbijêrên ku di berjewendiyên

van sektoran de bixuyên,

dikarin li benda piştgiriyek

xurt ji aliyê van sektoran bin.

Rêxnegirên vê biryara Dadgeha

Bilind bi fikar in ku siyasetvan ji

niha û şûn de wê ne tenê hewl bidin

ku alîkariya aborî ji şîrketan wergirin,

lê ew bi zextên şîrketan re rûbirî

dimînin. Weke ku rojnameya

Piştî kuştîna serkirdê HAMAS’ê

“Şefê MOSSAD’ê bigrin!”

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Di

20’ê Çile ya 2010’an de serkirdê

rêxistina filistînî HAMAS’ê, Mahmud

al-Mabhuh di hoteleke lûks li

Dûbaî hat kuştin. Polîsên Emîratên

Erebî yên Yekbûyî daxuyandin ku

11 kesên biyanî bi nasnameyên ewrûpî

ev kar pêk anîne. Îsraîl’ê tevlîbûna

îstixbarata xwe MOSSAD’ê

di vê bûyerê de red kir. Hikûmetên

ewrûpî jî bi tundî helwest nîşan

dan, ji ber ku kesên kûjer nasnameyên

welatiyên ewrûpî bikar anîne.

Brîtanya’yê bangî balyozê Îsraîl’ê

kir û ji wî xwest ku ew îzah

bike ka çima şeş ji kûjeren Al-Mabhuh

bi nasnameyên brîtanî yên

sexte derbasî Dûbaî bûne. Li gor

çapemeniya brîtanî, rayedarên brîtanî

wê tevî berpirsên Emîratên

Erebî lêkolînan bimeşînîn. Ji bilî

Brîtanya, Îrlanda, Fransa û Almanya

jî bikaranîna nasnameyên

sexte yên welatê xwe şermezar

kirin.

Herçiqas Hikûmeta Brîtanya’yê

heta niha Îsraîl bi fermî bo bûyerê

berpirsyar diyar nekiriye ji, lê ji

niha ve hişkbûnek di danûstandinên

dîplomatîk de peyda bûye û ev

wekê nîşanên krîzeke dîplomatîk di

Di hilbijartinên Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê, gellek şîrket û saziyên sivîl bi milyonan pere ji bo reklama bebijerên xwe xerc dikin.

Mahmûd al-Mahbuh di hoteleke lûks li Dubaî hat kuştin.

navbera herdu welatan de tên şîrovekirin.

Di vê navberê de berpirsên

Dûbaî daxuyandin ku bi îhtimalekî

gellekî mezin îstixbarata Îsraîl’ê ji

bûyerê berpirsyar e. Şefê polîsên

Dûbaî, Dahi Khalfan Tamim ji rojnameya

“The National“ re got ku

ew ji sedî 99 bi wê yekê bawer e ku

MOSSAD’ê ev kar pêk aniye û got

ku divê Şefê MOSSAD’ê Meir

Dagan bê girtin eger berpirsyariya

wî bê piştrastkirin.

“New York Times“ di sernivîsa

xwe de nivîsandiye, Dadgeha Bilind

bi vê biryara xwe çekekî nû

xistiyê destê lobiyîstan: “Yekî lobiyîst

êdî dikarê zextê têxe ser her

parlamenterekî: Eger tu bi awayekî

şaş deng bide, şîrketa min wê pereyekî

bêsînor xerc bike, da ku disabijartina

te pêk neyê.“

Biryara dadwerên Dadgeha Bilind

mîrasekî dewra George W.

Bush e jî. Serokê berê yê DYA’yê

di dewra xwe de du dadwerên Dadgeha

bilind destnîşan kirin û bi vê

yekê pirraniya baskê kevneşop yê

dadgehê misoger kir. Dadweran di

dema dengdanê de li gor baskê xwe

Tevî ku Îsraîl li gel pirraniya welatên

ewrûpî di nav pêwendiyên baş

de ye jî, lê bikaranîna nasnameyên

sextê yên welatên wan ji bo kuştina

dîjberên Îsraîl’ê dikare bandorek

neyînî li van pêwendiyan bike. Tevî

ku heta niha ti welatê ewrûpî rasterast

Îsraîl ji bo kuştina serkirdê HA-

MAS’ê berpirsyar nîşan nedaye jî,

lê ji ber ku MOSSAD di kuştina dîjebren

Îsraîl’ê de gellek caran nasnameyên

sexte bikar tîne, Îsraîl

weke tewanbar tê dîtin.

yê siyasî deng dan. Dadwerê baskê

kevneşop xwestin hemû sînorkirin

bên rakirin, baskê çep-lîberal li dijî

rakirina sînoran bû.

Serokê DYA’yê Barack Obama jî

ku hewl dide çendîn reforman pêk

bîne û bandora lobiyîstan li ser siyaseta

DYA’yê sînordar bike, bi

biryara Dadgeha bilind ne kêfxweş

bû: “Ev serkeftinek mezin e bo sektora

neftê, Wall Street, sektora dermançêker

û hemû wan kesan ku

bandora xwe li Washington’ê dixin

dewrê, da ku dengê xwe li ser

dengê hemwelatiyekî amerîki yê

norman ferz bikin“

Mînakek bo wê yekê, ka dengdê-

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Pêwendiyên

cinsî yên serokê Afrîka

Başûr Jakob Zuma qada siyasetê jî

tevlîhev kir: Tê gotin ku beriya demekê

20. zaroka Jakob Zuma bi

keça Shefê Komîteya Amedekar a

Peşbirka Cîhanî ya Futbolê re çê

bûye.

Çêbûna 20. zaroka Zumas bûye

mijara çapemaniya Afrîkaya Başûr

jî û tê pirsîn ka bi rastî çend zarokên

Zuma hene. Tê îdiakirin ku di

rastiyê de 34 in. Di 4’ê Çile de

Zuma bi jina 5’em re jî zewicî.

Hezkiriya Jacob Zuma yê 67 salî

ku di Cotmeh a 2009’an de 20. zaroka

wî anî dinê, keca hevalê

Zuma, Irvin Khoza yê Shefê Komîteya

Amedekar a Peşbirka Cihanî

ya Futbolê ye. Zuha heta niha ti daxuyanî

nedaye û Sonono Khoza jî

red kir ku ti zarok jê re çê bûne. Lê

rojnameyên Afrîka Başûr nivîsandin

ku Sonono Khoza ya 5 salan

berdayî sala borî ketiya betlana zarokê

û Zuma jî qelen daye.

Partiya desthilatdar ANC vê mijarê

weke karê Zuma yê şeqsî dibîne

û daxuyand ku serokê welêt ti

yasa binpê nekirin e û pewendiyek

di navbera du mirovên mezin de ne

rên amerîkî wê di hilbijartinên pêş

de rastî çi werin, li eyaleta Massachusetts

hat jiyandin. Piştî mirina

Edward Kennedy diviyabû senatorekî

nû bihata destnîşankirin. Ji ber

valabûnekî yasayî, saziyên mîna

Odeya Bazirganiya DYA’yê û însyatîfa

sivîl “Amerîkî bo misogerkirina

cihê kar“ bo berbijêrê

komarparêz Scott Brown televizyonên

herêmî bi reklaman dagirtin. Di

heman demê de wan saziyan antîpropagandayek

reşkirinê li dijî berendamê

demokratan meşandin.

Encam: berbijêrê komarparêz Scott

Brown piştî 40 salan postê senatoriyê

ji demokratan wergirt.

Pirrjinî li Afrîka Başûr:

Serok mînakekî xirab e

karekî şermî ye. Lê gellek siyasetmedar

– û gellekên partiya ANC jî

di nav de – dibêjin ku Zuma bi van

karên xwe mînakekî xerab e bo ciwanên

Afrîka’ya Başûr û kampanyên

bo pêşîlêgirtina AIDS’ê li

welêt bêwate dike. Li Afrîkaya

Başûr derdora pêc milyon mirov bi

vîrûsa AIDS’ê ketine.

Zuma hertim alîgirê pirrjiniyê bû

ku di nav gelê zûlû de pirrjinî karekî

belav e. Lê di nav nifşên nû de

kevneşopiya pirrjiniyê her ku diçe

alîgirên xwe winda dike. Li ser pirseka

beriya çend hefteyan di Forûma

Aboriya a Cîhanê li Davos’ê

di derbarê pirrjiniya wî de, Zuma

got ku ew li gel hemî jinên xwe bi

yek awayî tevdigere û pêwiste kevneşopiya

gelê zûlû bê qebûlkirin.

Di sala 2006’an de jî, wê demê

ew cîgirê serok bû, Zuma ji ber destavêtina

jinekê, ew jî keça hevalekî

wî bû, derketibû pêşberî dadgehê û

hatibû beratkirin. Wê demê Zuma

qebûl kiribû ku wî bêparastin bi kesekê

re ketibû pêwendiyên seksê.

Di vê navbera de tê gotin ku partiya

wî jî karta zer nîşanî wî daye û

jêre gotiye ku skandalekî din ew ê

derbas neke.
14 Zazakî

Welatparêzê

kurdan Zilkîf Uzel

şi rehmet

Hêlîn Cudî

Armenîstan de perwerdeyê kurdkî

yê bi alfabeya Latînî bi resmî.

Serra 1941 ra nat Armenîstan de

kurdî bi alfabeya Kirîlî perwerde

vînenê û demeyêko derg o seba ke

perwerdeyê xo bi alfabeya Latînî

bikerê mucadele kenê. Axir perwerdeyê

kurdkî yê bi alfabeya Latînî

bi resmî.

Resmîbiyayîşê alfabeya Latînî ya

kurdkî dewa Elegezî ke sey merkezê

ziwan û kulturê kurdanê Armenîstanî

qebul bena de, bi yew

kombiyayîş ame eşkera kerdene.

Muxtarê dewan, mudirê wendegeyan,

malimî û roşinbîrî beşdarê nê

kombiyayîşî biy.

Kombiyayîş de beyan bi ke, kîşta

ziwanê resmî armenkî de do hewte

de 3 saetî perwerdeyê kurdkî biyero

dayîş. Ame eşkera kerdene ke, seba

sinifê 1. û 2. yê wendegeyê verênî

kitabê derse amade biyê û xebate

dewam kena ke hetanî 12 sinifan

kitabê derse yê kurdkî amade bibê.

Serekê “Şêwra Gelê Kurdên Armenîstanê”

Kinyasê Hemîdî qiseykerdişê

xo yê kombiyayîşî da va,

domananê kurdan yê ke Armenîstan

de yê seba ke bi alfabeya Latînî

ya kurdkî perwerde bivînê ma

rewna ra mucadele kenê.

Alfabeya Latînî ya Kurdkî

Biye Resmî

Kinyasê Hemîdî qiseykerdişê xo

de va: “Zemanê Sovyetan ra zafê

kitabê ma yê perwerdeyî bi alfabeya

Kirîlî nusiyabiy û nê bingeyî

ser o wendegeyan de perwerde di-

yayêne. Rijyayîşê Sovyetan ra nat,

teqrîben 20 serrî, kitabê ma neşr

nêbiy. Di serrî verê cû, ma na persa

xo berde resna îdareyê dewleta Armenîstanî.

Bi destekê mudiranê

wendegeyan, muxtaranê dewan û

roşinbîran Armenîstan de alfabeya

Latînî ya kurdkî biye resmî û hem

zî kitabê derse yê kurdkî amade biy.

Kitabê ke amade biyê, herinda

alfabeya Kirîlî de bi alfabeya Latînî

ya kurdkî ke 31 herfan ra viraziyaya

û temsîlê yewiyiya ziwanî yê

40 mîlyonî kurdan ke Kurdîstan de

ciwiyenê kena, domanê ma zî êdî

do nê bingeyî ser o perwerde bivînê.

Amancê ma yê tiyayî no yo ke

yewiyiye û yekpareyiya ma hîna

xurt bibo. Viraziyayîşê na yewiye

ma zerrîweş kena. Êdî domanê ma

kamca benê wa bibê, bingeyê yewi-

Amed - Welatparêzê bêhempa

Zilkîf Uzelî, nêweşiya kanserî ra

12.02.2010, saete 19.30 de Îstanbul

de, xestexaneyê Çapa de dinyaya

xo bedilnaye.

Eynî şewe saete 24.30 de cenazaya

ey resaye bi Diyarbekir. Gelek

welatparêz, dost, embaz û merdimanê

ey, teqrîben qasê 500 merdiman

roja 13.02.2010 cenazaya

Zilkîf Uzelî berde dewa Pîranî

Himbêl û saete 11.00 de qebristanê

dewe de defn kerde.

Zilkîf dewanê Pîranî ra Himbêl

de roja 10.03.1946 de maya xo ra

biyo. Ey demeyêko derg Kurdistan

de mamostayî kerde. Ciwaniya xo

ra hetanî wefatê xo seba xoserbiyayîşê

Kurdistanî mucadele kerd.

Wextê cûntaya eskerî ya faşîste

de seba na xebate, dawaya KÎP-

DDKD ra gîriya. Îşkencexaneyanê

eskeriyan ê Diyarbekirî de demeyêko

derg îşkence diy. Çend serrî

zîndanê namedar ê Diyarbekirî de

mend. Zîndan ra veradiyayîşî dima

xebata xo ramite. Reyna gîriya û

reyna demeyêko derg îşkenceyo zaf

giran diy.

Ey serranê peyênan de TEV-

KURDî miyan de xebata xo domnayinî.

Zilkîf hem demê nê îşkenceyan

de hem zîndanê eskerî yê Diyarbekirî

de hem zî teber ra welatperwer

û şorişgêrêko nimûne bi.

Armenîstan de perwerdeyê

kurdkî bi resmî

yiya ziwanî ser o do bişênê ziwanê

xo yê dayîke biwanê û binusê.”

Edîtorê rojnameyê Zagrosî Elîxanê

Memê ke kitabê derse amade

kerdê zî tekîd kerd ke, badê mucadeleyêkê

dergûdilayî resmîbiyayîşê

alfabeya Latînî averşiyayîşêko

muhîm o.

Malim û mudiranê wendegeyan

zî da zanayîş ke, seba destpêkerdişî

kitabê derse hol ê la înan pêşniyaz

kerd ke ganî nê kitabî biyerê dewlemend

kerdene. Peynî de mudiranê

wendegeyan ewraqê resmî

îmza kerdiy û kitabî ameyî vila kerdene.

Çime:

http://www.firatnews.tv/index.ph

p?rupel=nuce&nuceID=21775, 16

sibate 2010, 16: 13

Kiştiş

Murad Canşad

Hûmare 33 | Sêşeme | 23. Sibate 2010

28ê menga êlule 2009 de, dewa

Licê Xembaz de teqnayîşêk viraziya

û domanêka diwêsserra

parçe-parçe biye merde. Tayê gonîweran

çar rojê dinya pizêza diwêsserra

rê zêde vînaye. Derê,

hedîseyo winasî cayêkê bînî de

ke biqewimiyayênê, mesela Filîstîn

de, Bosna de, Çeçenîstan de

ke biqewimiyayênê, se biyênê

Tirkiya de?

Ceylanan diwêsserra malî

(pesî) ver de biya, mal çerênayo.

“Mi rê meqerne bipewje” vato

dayîka xo rê wexto ke keye ra

teber biya. Ez zanena, nika bi

keyfweşiya meqerneyêkê weşî

malî ver ro amey şiya. Nika sey

xezalan ê bêj û beyaran ro çing

dayo. Û dima teqayîş, dima a

bejna delale parçe-parçe… O

riyo masumo pak, ê çimê girsê

gilorî verê çimanê ma de aliqiyaye

mendî.

Kiştoxê Ceylane, ê gonîwerî

hema-hema bellî yê. Feqet destê

xo çitur şî bi Ceylana ma, a zalimiye

çitur kerde hîna rinda-rind

bellî niyo. Delîlî estê, delîlî zaf ê.

Hemkar û piyakarê ê gonîweran

kewtê bi dima ke delîlan çin bikerê.

Dewij û keyeyê Ceylane

vanê ke hawan o. Nêzdî ra, yew

qereqol ra hawan ame eştene û

Ceylane kişte. Erkanê pêroyî yê

Tirkiya hawanî înkar keno. Dorûver

de, a roje qet qereqolêk ra

hawan nêameyo eştene, vano. Çi

ke teqiyayo, verê ra erazî de

biyo, kêneke pêkaykerdo, teqiyayo,

vano. Erkanê pêroyî keno

ke gune bierzo vileyê tayênê

bînan. Derheqê çekan de kesêkê

ekspertî keyeyê Ceylane xeberdar

kerdo ke kêneke bi çekêka

xususiye amaya kiştene. Na çeke

wexto ke gonî de temasê xo ama

meydan, teqiyena û hedefê xo

parçe-parçe kena. Na yena a

mana ke gonîweran nayo pira û

Ceylane kişta…

“Kerga mi” yena vatene zereyê

keyeyî de. Wina aseno kesêka zaf

şîrine biya. Xora domanêka di-

Rûdaw

wêsserra yewbîna çitur bena

ke?... Ekseriya “vereka mi” yeno

vatene. Feqet “kerga mi” zî

hende şîrinî û nazdarî û delaliye

îfade kena. Dayîka xo bermena

“Ceylane kerde parçe-parçe!”

vana. Bedenê cîgera xo ya winasî

rê dest dana, zerriya kamcîn dayîke?...

A zî bi nê derd û kulê

zerrî bermena.

Ceylane nika dewa xo de, a

bejna xo ya delala nazenîne, o

bedenê xo yo parçe-parçe biyaye

binê erdê siyayî de pelixiyeno û

poyiyeno. Gorna (mezelê) aye

ser o gul û vilikî estê. Qijkek-qijkek

salê gorne estê. Domanî ê

salan ro keleyê xo birnenê. Dayîka

xo her roje bi ziwanê xo ya

a gorne ser o lornena, derdê cîgera

xo vana.

Sala gorna Ceylane ser o nuşte

esto: “Ceylana me, dilê me parçe

parçe.” Ya, dilê me parçe parçe;

zerriya ma parçe-parçe. Înanê ke

no nuşte nuşto weş û war bê,

destê xo weş bo.

Temam…

Ma sala gorna Ceylane ra, bi

ziwanê aye, bi ziwanê dayîka aye

çend çekuyî çira çin ê? Zaf zaf

zehmet o ke merdim “Ceylana

ma” binuşno? “Zerriya ma parçeparçe”

nuştiş zaf zor û zehmet o?

Dayîka xo her roje gorna cîgera

xo ser o lornena, ziwanê aye ra

çend çekuyan fehm bikero?

Derê, vengê dayîke nêame hesnayene

yan ame peygoş kerdene?

Kesî ci ra taba fehm nêkerd yan

xo na bi fehmkoriye?

Ma zanenê, o riyo masumo

pak, ê çimê girsê gilorî tima-tim

kiştoxanê aye ser o yê. O çîkayîş

û lornayîşê dayîke tima-tim goşanê

înan de gulbang dano. Ê nê

ezabî ra nêeşkenê xo bixelisnê.

Feqet…

Seba gorna Ceylane ro bi ziwanê

aye, bi ziwanê dayîka aye

ke çend çekuyî meyerê nuştene,

no ezab gîraneyê ma zî ranêverdano.

Ma zî nêeşkenê nê ezaqbî

ra xo bixelisnê.

Hepisxaneyê Tîpê E yê Edîrne
Rûdaw Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010

Şaro İbrahîm Garip Badbol

Parezer û parazvanê mafê mirovan

Sezgin Tanrıkulu ku demekî li

Amed’ê serokatiya baroya parezaran

kir li Bakurê Kurdistan û Tirkiye’yê

wek parazvanê mafê mirovan

jî tên naskirin. Tanrıkulu di çarçova

xebatên xwe de tevlî gelek çalakiyên

navnetewî jî dibe. Cara dawîn

li Almanya tevlî konferanseke Akademiya

Badbol’ê bû û bahsa rewşa

hiqûqî ya Kurdistan’ê û mafê mirovan

kir. Tanrıkulu di derbarê pêşveçûnên

li Kurdistan’ê de pirsên me

bersivandin.

Birêz Tanrıkulu gelo li Tirkiye’yê

hêna binpêkirinên mafên mirovan

ên giran çêdibin, yan jî hêna serlêdanên

zêde ji bo Dadgeha Mafê

Mirovan a Ewrûpa’yê hene?

Bê guman her çiqas ne weke berê

be jî serlêdan hene. Li Dadgeha

Mafê Mirovan a Ewrûpa’yê, yek ji

welatên herî zêde derheqê wê de

doz hene Tirkiye ye.

Hûn ji Kurdistan’ê tên, êşkence,

zext û zorî yan jî kuştinên kiryarê

wan ne diyar, di çi rewşê de ne?

Bê guman eger em bêjin, tabloyeke

weke ya salên 90’î tune wê

fişal be. Lê belê hêzên asayîşê û

polîs, hîn jî êşkenceyê weke rêbazekê

berdewam dikin. Ango heta

niha eger hejmara kesên kûjerên

wan ne diyar kêm bûbe, ev yek ji

ber ku pêdivî pê nabînin. Naxwe ev

fikir ji serê hin kesan derneketiye.

Gotina “toleransa sifir” a ji bo êşkenceyê

tê gotin gelo raste?

Ez bi xwe ne xwedî fikreke wisa

me ku “toleransa sifir” bi cîh hatiye.

Hêzên asayîşê, di her bûyer û

rûdawê de, ku ew rewa bibînin êşkenceyê

jî dikin. Helbet rêbaz gûherî.

Weke berê bi falaqê fîlan

çênakin, bi awayekî ku şopan nehêlin

çêdikin.

Şert û mercên girtîgehan di çi

rewşê de ye?

Ji girtîgehên li Amed´ê ti gazincên

esasî tine. Ez ne zêde xwedî

agahîme ka ev yek ji ber sedemên

siyasî ye yan jî şert ne gelekî xirabin.

Ez wisa difikirim ku girtiyên

PKK’yî şert û mercên Öcalan tê de

ye li ber çavan digirin û lewma

zêde gazincan nakin.

Em hinekî werin ser tabloya siyasî

ya giştî. Li gorî we, di asoyê de destûreke

bingehîn a nû xûya dike?

Ez bawer nakim ku di demeke

kin de destûreke bingehîn a nû

were rojeva Tirkiye’yê. Lê belê

piştî hilbijartinên 2011’an, Tirkiye

wê destûreke bingehîn a nû bixe rojeva

xwe de û wê nîqaş bike.

Başe, pêvajoya jê re dibêjin pêngava

demokratîk rawestiya ye?

Derheqê pêvajoya demokratîk

de, divê li ser çareseriya pirsgirêkê

ya ji dervehî şîdetê were rawestîn.

Ji ber ku şîdeta çekdarî xwedî rîzî-

koyeke potansiyele. Lewra divê atmosfereke

ku tê de pevçûn tune,

were afirandin. Ez difikirim ku wê

ji aliyê dewletê ve xebatên ji bo vê

yekê berdewam bike. Ji ber ku di

atmosfereke şer de, pêngava demokratîk,

ne ji aliyê kurdan û ne jî

aliyê tirkan ve nikare piştgiriyê bibîne.

Ya ku dewlet divê li ser bisekine,

afirandineke rewşeke fîîlî ya

bê pevçûne.

Li vir ez dixwazim tiştekî bipirsim.

Ji dervehî dewletê, bi taybetî li

Amed’ê, bangên hin derdorên bazirgan

û sermiyanan çêbûn. Gelo

mirov dikare bêje ku li Tirkiye’yê

sermiyan ji şer bêzar bûne û însiyatîfa

xwe bi awayekî eşkere di

aliyê aştiyê de danîne?

Bê guman li herêmê derdorên

kar, ji van pevçûnên didomin bêzarin.

Ji ber ku di encamê de atmosfera

çerxa aborî jî lewaz dibe.

Pevçûn ji bo vekirina qadên nû yên

kar astengiyê çê dike û rê li ber projeyên

potansiyel digire. Li Başûrê

Kurdistan’ê ji bo Tirkiye’yê potansiyelek....Lê

hema ji ber pevçûnan

li wir jî kapasîteyek nikare were

afirandin.

Li dijî girtina partiyan, wê helwesta

kurdan bigîje heta kû?

Kurdan dest bi pêşandana nerazîbûnên

xwe kirin. Li gorî min divê

kurd xwe ji qada yasayî venekişînin.

Hebûna DTP’ê ya di parlemenê

de ji bo kurdan û ji bo tirkan

navendeke girîng a hêzê bû. Beriya

hingî jî partiyên siyasî yên kurdan

hebûn lê ji ber ku bi tena serê xwe

nebûn ew çend bi tesîr jî nebûn.

Hebûna kurdan a di parlemenê de

bi xwe-baweriyek jî afirand. Girtina

partiyan nikare siyaseta kurdan

lewaz bike lê belê bi hêzbûna wan

jî girêdayî projeyên wan e ku li ser

vê yekê ava bikin. Eger partiya nû,

Hevpeyvîn

Parêzer Sezgin Tanrıkulu:

Polîsê tirk eşkenceyê hîn jî wek

rêbazek bi kar tîne

Ez bawer nakim ku di demeke kin de destûreke bingehîn a nû were rojeva Tirkiye’yê.

Piştî hilbijartinên 2011’an, Tirkiye wê destûreke bingehîn a nû bixe rojeva xwe de.

Parezer Sezgin Tanrıkulu di civînek çapemenîyê de.

navgînên demokrasiyê baş bikarbîne

û girseyên nû baş hembêz

bike, xeteke li ser vê bingehê bişopîne

wê partiya nû ya siyasî hîn bi

hêztir bibe.

Rêveberiyên herêmî...

Bê guman azmûneke deh salan

heye. Ya rastîn li vê derê kurd bi

xwe di nav pêvajoya biryar-stendinê

de ne ango dewlet tune. Mirov

dikare bêje rêveberiyên herêmî di

çarçoveya qanûnên heyî de jî dest

pê kiriye. Demekê toleranseke kurdan

yan jî DTP’ê ji bo AKP’ê hebû

yan jî îtîfaqeke zimnî hebû. Di eslê

xwe de berjewendiya AKP’ê de vê

yekê de hebû. Lê belê dengê xwe ji

girtina DTP’ê re dernexist, lewma

mirov vê yekê çawa şîrove bike,

gelo îtîfaq gûherîn yan jî AKP xwe

nêzî baskê nasyonal dike, nizanim.

Ne rast e ku mirov AKP weke

partiyeke yekpare bibîne. AKP koalîsyona

meylên cîhêreng e. Serokwezîr,

alîkarê wî di daxûyaniyên

xwe de eşkere kirin ku ew li dijî

girtina partiyanin. Lê belê weke

mînak Cemil Çiçek got, divê ev

partî were girtin. Lê belê AKP di vê

mijarê de tişta diviyabû bikira

nekir. Wexta ku Dadgeha Destûra

bingehîn derheqê wan de biryara

girtinê yan jî negirtinê dabû, nêrîneke

binasî ango bi sedem nivîsandibûn.

Dan xûyakirin ku parlemen

ango qanûn destûr dide girtina partiyan,

lê belê pêwîste ev yek were

zehmetkirin. Nivîsand in ku di vê

gûherînê de, ne dadgeha destûra

bingehîn lê belê parlemen hêza

esasî ye. AKP, di ew çend pêvajoya

derbasbûyî de qanûnê negûherand.

Eger qanûn bigûherîba, wê ev rewş

derneketa holê. Di hilbijartinên

22’ê Tîrmehê de kurdan ji DTP’ê

zêdetir piştgirî dan AKP’ê. Li gorî

min li pişt vê destekê, bendewari-

yên ji AKP’ê yên ji bo gûherandina

dewletê hebûn. Lê belê tablo di

29’ê Adarê de berovajî zivirî.

Serokwezîr Erdoğan, car caran

weke xwe derewîn derxe 360 derece

gotinên xwe digûherîne. Eger

hûn li Ahmet Altan binêrin, wê

weke lîderê rojhilata navîn dide

lansekirin. Gelo bi rastî jî Erdogan

xwedî vîzyoneke wiha ye?

AKP hêna di serî de projeyeke

wê ya yekpare ya demokrasiyê tune

û ne xwedî ekîbeke wiha ye jî.

Lewma tim û tim dişewişe.

We gava din got ku destûreke bingehîn

a nû, di demek kin de zehmete.

Wer xûya ye mebeseteke

AKP’ê ya wiha tine?

Hem mebesta wê tine, hem jî

hêza wê...

Wer xûya dike ku vegera ji vê pêvajoyê

tine. Başe, ger destûreke

bingehîn a nû çênebe, çareseriyên

bi çi rengî yên demborî dikarin çêbibin?

Weke mînak kurdî dikare bikeve

statûya zimanên biyanî de û dikare

di hîndekariyê de cîh bigire. Lê

belê heger kurd zimanê xwe weke

zimanekî biyanî bixwînin, ev yekê

kurdan dilşkestî bike. Pirsgirêkên

derbarê perwerdeyê de, bi qedexeya

di xala 42’emîn a destûrabingehîn

ve girêdayî ye. Lewma her çi

sererastkirinên werin kirin, dikare

li xala 42’emîn bi aliqe û dikare ji

aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve

were betalkirin. Jixwe mesele dizîvire

digere tê di ziman de disekine.

Ev yek jî ancex bi gûherîneke destûrê

ve pêkan bibe. Ez bi xwe

bawer nakim ku xala 42’emîn tenê

ji bo kurdan were gûhertin.

Modela otonomiyê, li herêma

baskê her çend pirsgirêkê bi tevahî

çareser neke jî, niha ne şer û ne jî

aştî heye. Li gorî we, modela he-

Parêzer Sezgin Tanrıkulu

15

rêmî ya mevzûbehs ango gûherîna

qanûna rêveberiyên herêmî dikare

li Tirkiye’yê bibe çareseriyeke

dawî?

Di encamê de mafê kurdan heye

ku di nava demokrasiyê de serbixwe

bijîn û doza serbixwebûnê

bikin. Li gorî min eger em niha

bêjin ku Komara Tirkiye’yê di nav

şert û mercên heyî de wê ji bo çareseriya

pirsgirêka rêveberiyên herêmî

bibe alîkar yan jî çareser bike,

ev yekê bibe îdîayeke mezin.

Di roja me ya îro de jî bizav û

tevgerên kurdî yên doza federasyon

û serxwebûnê dikin hene, eger di

dema pêş de evana bi hêz bibin, bê

guman wê rewş bigûhere. Lê belê

ji bo roja îro modela herêmî dikare

were pêkanîn.

Hûn îhtîmal dibînin ku di dema

pêş de welatekî Awropî ji bo aştiyê

bibe navbênkar?

Nexêr. Ji ber ku li Tirkiye’yê têra

xwe sazî û kesayetiyên ku van

karan karibin bikin hene. Ger ew

potansiyel bikeve nav liv û tevgerê

de hingî pêdivî bi hakemtiya navneteweyî

re namîne.

AKP û serpereştên dewletê li komîsyona

lêkolîna heqîqetan çawa

dinêrin?

Niha pêkhatineke wiha tine. Lê

di encamê de eger mesela kurdan

meseleyeke dadweriyê be yan jî

mesela rehetbûna wijdanên mirovan

be, hingî divê heqîqet jî werin

pêşiya Tirkiye’yê.

Behsa 17 hezar kuştinên kûjerên

wan ne diyar tê kirin. Hûn destên

xwe bavêjin kû, hestiyên mirovan

derdikevin, kesên avêtine çalên

asîtê jî mirov nikare ti carî wan bibîne.

Yekîtiya Baroyan yan jî hûqûqnas,

ji bo eşkerekirina vê

mijarê, hewildanên wan ên ji bo

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa’yê

hene?

Niha jixwe gelek dosyayên çûna

dadgeha mafê mirovan a Ewrûpa’yê

hene. Bê guman di salên 90’î

de, hem ji maxdûran hem jî ji bo

parêzeran xetereyeke mezin bû ku

dozan bibin dadgeha mafê mirovan

a Ewrûpa’yê. Bi tevî vê xeterê

gelek doz çûn, heta Dadgeha Mafê

Mirovan a Ewrûpa’yê weke komîsyoneke

heqîqetan xebitî û hatin Tirkiye’yê

û lêkolîn kirin. Lê belê ji bo

dosyayên din bibin dadgeha mafê

mirovan ji ber prosedûrê hinekî

zehmet xûya dike.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa’yê

carnan Komara Tirkiye’yê

mehkûmî tazmînatê dike. Gelo

tazmînat bi rastî tên dayîn yan

na?

Bê guman di nava 6 mehan de

tên dayîn. Lê belê ne mûmkîn e

mirov bêje ku ew tazmînat êş û azarên

mexdûran bi dawî dike. Di mijara

darizandina kiryaran de tiştek

nayê kirin. Tenê bi dayîna tazmînatan

dadwerî bi cîh nayê.
16 Keskesor

Hejmar 33 | Sêşem | 23. Sibat 2010 Rûdaw

Rêzefîlmê “Maşellah Almanya” tê kişandin

Dîmenek ji seta rêzefîlmê “Maşellah Almanya” - (Wêne: Rûdaw)

Stranbêj Nadia

Bin Îsa li Almanya

hate girtin

Darmstad (Rûdaw) - Dozgeriya

Almanya bi şêweyekî fermî

stranbêjeke almanî ku bi eslê

xwe mexribî ye, tewanbar kir ku

wê nexwşiya Aids li Almanya

belav kiriye. Stranbêja grûpa No

Angels Nadia Bin Îsa ya 27 salî,

li Almanya bajarê Frankfurt´ê di

dîskotekekê de hate girtin. Nadia

Bin Îsa, ji dezgehên pêwendîgir

yên Alman re negotibû ku wê têkiliyên

sêksî bi mêrekî bi nexweşiya

Aids re danîye. Her wiha

wê ji wan dezgehan re negotiye

ku ew bi xwe jî bi Aids ketiye. Ji

ber vê yekê ew niha bi belavkirina

nexweşiya Aids li Almanya

tê tewanbarkirin.

Weke tê zanîn Grupa No Angels,

di sala 2000´an de hatibu

avakirin û weke baştirîn grûpa

muzîkê ya jinan li Almanya tê

naskirin. Girtina vê stranbêja

navdar, Almanya tevlîhev kir.

Her wiha medya jî bi dorferehî

behsa wê û belavbûna nexweşiya

Aids li Almanya dike. Doza

Nadia Bin Îsa ji aliyê dozgeriya

bajarê Darmstad ve berdewam

dike.

Dilbixwîn Dara Bonn

Derhênerê kurd Casimê Wezîr

me vedixwîne roja kişandina rêzefîlma

xwe. Em bi şev digihên xwaringehê.

Li wir lîstikvan, derhêner,

senarîst, kameraman û karmendên

teknîkê amade bûbûn û her yekî ji

wan rola xwe dilîst.

“Ax ji destê medyaya kurdî! Me

îhmal dike, guh nade me, em çi

dikin, çi nakin, ne xema wê ye,

weke ku em tune bin... ev bi mehane

ku ez amadekariya vê rêzefîlmê

dikim, lê xebera kesekî jê

tune ye...” gazinan dike.

Pewîstiya Kurdan bi rêzefîlmên

kurdî heye. kurd di malên xwe de

di televîzyonên Tirk, Ereb û Farisan

de li rêzefîlman temaşe dikin. Yan

jî di televîzyonên xwe de li rêzefîlmên

doblajkirî ên kevin dinêrin, ku

qet eleqeyan wan bi civaka kurdî re

tune ye. Weke rêzefîlmên spanî, înglîzî

û Koryayî.

Casimê Wezîr dixwaze wê valahiyê

dagire, lê belê ji tu aliyan ve tu

piştgirî û alîkariyê nabîne.

Casim ku bi xwe ji kurdên Gurcistan’ê

bajarê Tiflîsê ye û niha li

Almanya dijî, dramatologî xwendiye

û li Gurcistan´ê di gelek fîlm

û rêzefîlman de cih girtiye, têra

xwe profesyonel e.

Piştî ku bêhnekê didin kişandinê,

Casimê Wezîr di derbarê rêzefîlma

“Maşellah Almanya” de wiha dibêje:

“Ev rêzefîlmeke civakî-komedî

ye. Bûyerên wê li Almanya di

nava malbatên kurd de rû didin. Rêzefîlmeke

dirêj e, sînorê wê tune

ye. Em çiqas bixwazin ew dikare

were dirêjkirin...”

Casimê Wezîr wiha dibêje: “Li

Almanya gelek malbatên kurd ku ji

gundan hatine hene, ew di nava du

kulturan de wenda bû ne. Tiştên

wisa çêdibin ku mirov ji xwe bi

halê wan bikene û kêfa xwe pê

bîne...”

Derhênerê rêzefîlmê Casim diyar

dike ku bûyer di nava 6-7 malbatên

kurd de derbas dibin.

Ekîba “Maşellah Almanya” ji 30

kesî pêk tê û hema hema ji her çar

perçên Kurdistan’ê kes têde hene,

Köln (Rûdaw) – Herçiqas Tony

Blair êdî ne Serokwezîrê Brîtanya’yê

ye jî, lê postê wî yê berê

heta niha jî ji bo wî sûdmend e. Bo

mînak Blair dikare wekî axaftvan

were dawet kirin – bo her xulekê

2300 Euro.

Li gor daxuyaniya berdevkekî,

Blair ji bo axaftineke li pêşberî rêvebirên

hedgefond a “Lansdowne

Partners” li London’ê hatiye vexwendin.

Weke ku rojnameya brîtanî

“The Guardian” belav kiriye, wê

Blair ji bo axaftina xwe ya 90 xulekî

li ser siyaseta cîhanî herî kêm

180 hezar sterlîn’ê brîtanî wergire,

yanî 2300 Euro bo her xulekê.

hemû lîstikvan amator in. Lê belê

baş dikarin rola xwe bilîzin.

Li kêleka kişandina vê rêzefîlmê

Casim her wiha dersên aktorî û lîstikvaniyê

jî dide. Ev demeke dirêje

ew xort û keçên kurd fêrî hunera sînemayê

dike.

Ew her tiştî li ser hesabê xwe çêdike

û tu alîkariyê ji tu kes û aliyan

nastîne. Hezkirina wî ji vê hunerê

dibe sedema ku ew mesrefekî, hem

li fîlmê hem jî li dersdanê bike.

Casimê Wezîr karsazên kurd jî

rexne dike û dibêje “ew piştgiriya

projeyên hunerî nakin û ew ne

amade ne pereyên xwe bixin vî

karî...”

Casim dibêje, ewê projeya rêzefîlmê

bide wezareta rewşenbîrî ya

Kurdistan’ê û televîzyonên kurdî.

Hêviya wî ewe ku hinek kes derkevin

û guh bidin deng û xebata wî.

Li gora Casim, êdî pêwîste hikûmeta

Kurdistan’ê xwedî li talentên

hunerî derkeve û ji projeyên wiha

re bibe palpişt û “me bi tenê nehêle.”

Heqdestê Tony Blair:

Her xulek 2300 Euro

Serokwezîrê berê yê Brîtanya’yê

Blair vê gavê yek ji axaftvanê ku

herî zêde tê xwestin e, wekî ku berdevkê

wî got. Berdevkê Blair nexwest

li ser heqdesta Blair ti agahiyan

bide, lê got ku Blair wê bi

awayekî berdewam ji bo hedgefond

a Lansdowne Partners nexebitê.

Angajmana Blair li cem hedgefond

a navborî li Brîtanya’yê bû cihê nerazîbûneke

mezin.

Ji bilî karê axaftvaniyê Blair

wekî şêwirmend jî pereyên xwe qezenc

dike. Di nav mişteriyên Blair

de vê gavê bankeya amerîkî JP

Morgan û a swîsreyî Zurich Insurance

jî hene.