You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURDIStANî u 3

• Bexda projeya

destûra herêmê tehdîd dike

DîASpORA u 10

4 191631 701506

9 771869 104000

�ﺗرۆز �ﻧژ �ﻧﺎ��ه ﯚﺑ

ن���د ��ﻓ نﺎ�ﺳدر�� �ﻧاوﺎ��

00008

07

Great

Britain

ÇAPA EWRÛPA

Adar a îsal ne tenê ji bo şahiyên

Newroz’ê veqetandiye, belkî

bûyerek hîn giringtir ji bo kurdan

di vê mehê de pêk tê. Herçiqasî

ev hilsengandin ji ber giringiya

Newroz’ê bo gelê kurd ne di cih

de bixuyê jî, lê hilbijartinên Parlamena

İraq’ê ku wê di 7’ê

Adar‘ê de pêk werin, bo bandora

kurdan li Bexda’yê û bi vê yekê

bo pêşeroja Herêma Kurdistan’ê

xwedî giringiyek mezin e.

Berovajî hilbijartinên Parlamena

İraq’ê yên 2005’an ku

kurd ji bilî çend berendamên serbixwe

bi du lîsteyan beşdarî hilbijartinan

bûn, vê carê kurd bi

çar lîsteyan (Hevpeymaniya

Kurdistan, Goran, Komela û

Yekgirtû) beşdarî hilbijartinan

dibin. Gelek kes beşdarbûna kurdan

bi çar lîsteyên cuda ne di

berjewendiyên kurdan de dibînin

û guman dikin ku kurd wê çendîn

kursiyan ji ber belavbûna

dengên kurdan ji dest bidin.

Di Parlamena İraq’ê ya niha

de kurd xwedî 59 kursî ne. Di

hilbijartinên pêş de tê pêşbînîkirin

ku kurd hejmara kursiyên

xwe derxînin 60-70 kursiyan.

Pisporên siyasî li bendê ne ku

Lîsta Hevpeymaniya Kurdistan

bi derdora nivê kursiyên kurdan

bibe lîsta yekê û Lîsta Goran jî

��در�� ���

و�ﺑ ��وﺎﺑ �ﺧاد�ﻟ

��ﻧﯚ��ﻣ �ﺑ

bibe lîsta duyem. Komeleya Îslamî

û Yekgirtûya Îslamî jî ji bo

rêza sêyem di rikberiyê de ne.

Hilbijartinên îsal ji bilî pirrbûna

lîsteyan çendîn guherînên

din jî bi xwe re tîne. Berovajî hilbijartinên

borî, ku dengdêran

tenê maf hebû ku dengê xwe

bidin lîsteyeke girtî, di van hilbijartinan

de dengdêr xwedî du

dengan in: Yek ji bo lîste û yek jî

ji bo berendamên di nav lîsteyan

de. Bi vê guhertinê dengdêr ne

tenê biryarê li ser serkeftina lîsteyan

didin, lê biryarê didin ka

kîjan berendam ji nava lîsteyê bi

ser dikeve û diçe Bexda’yê.

Sê hefteyan beriya hilbijartinan

propaganda lîsteyan li Herêma

Kurdistan’ê jî gurr bûye û

ji niha ve dixuyê ku rikberiya

herî dijwar wê di navbera Hevpeymaniya

Kurdistan û Lîsta

Goran li Silêmanî û Kerkûk’ê

be. Tevî ku gelek derdor bi

guman in ku rikberiya di navbera

herdu lîsteyan bibe sedema tundiyan

jî, lê pisporên siyasî ne li

benda şîdetê ne, ji ber ku pêywendiya

van hilbijartinan ji rikberiya

hundirê Kurdistan’ê

zêdetir bi hêza kurdan li Bexda’yê

heye û aramiya li Kurdistan’ê

di berjewendiyê hemû

kurdan de ye.

13 t

HEJMARA SIBAT’Ê DERKET · LI FIROŞGEHAN

diplomatique kurdî

LE

MONDE

www.lemondediplo-kurdi.com

info@lemondediplo-kurdi.com

Deutschland 1,50 Euro | Nederland, Belgique, France 1,50 Euro | Schweiz 2,70 CHF | England 1,40 GBP | Sverige 21,00 SEK | Danmark 15,00 DKK Hejmar/Nr. 32 | 16. Sibat /Februar 2010 | www.rudaw.net

• Armanc almanî li Kurdistan’ê bibe

zimanê zanistê

HEVpEyVîN u 15

• Parêzgar Newzad Hadî:

Li Hewlêr’ê 400 hezar otomobîl hene

KESKESOR u 16

• Sibel Can bi 40 hezar dolaran

Newroz’ê pîroz dike!

JIN Û CIVAK u 9

• Li Silêmanî festîvala fîlmên jinan

ÇAND Û HUNER u 8

• Karîkaturîst İnayet Dîko: Rewşenbîrên

me ji mizdanê gelek hez dikin!

• Li Berlinale bratiya Bollywood û

Hollywood!

Kajol Devgan

11 t

7 t

:د��ﺣ�ﻣ �ﺟﺎﺣ �د�ﻣ��ﻣ

�ﺳ �ﻟ ���ﺷﺎﺑ �ﺑ �و��ر�� ���

Hilbijartinên İraq‘ê

Kurd dikarin bi çar lîsteyan

yek deng bin?

Ûkrayna endameka PKK’ê radest dike?

Endameka PKK’ê ku li Ûkrayna

hat girtin bi xetera şandina

Tirkiye’yê re rûbirû ye. Kurda bi

navê Heval Menal ku bi emdamtiya

PKK’ê tê tawanbarkirin, ji

aliyê îstîxbarata ûkraynî ve li bajarê

Odessa’yê du meh berê hatibû

girtin. Li gor hinek çavkaniyan

Heval Menal li ser daxwaza

Tirkiyê hatiye desteserkirin

û ew bi rêya Înterpol’ê hatiye

daxwazkirin. Tê gotin ku kurda

navbirî demekî li Başûrê Kurdistan’ê

li baregehên gêrîlla maye û

ji ber rewşa xirab a tendirustî ew

şandine Ûkrayna. Menal niha di

girtîgeha bajarê Kiev de ye. Tê

gotin ku dibe ku Ûkrayna wê radestî

Tirkiye’yê bike, lewma jiyana

wê di xeterê de ye.

Berdevkê KCK’ê Ahmed

Denîz nûçeya destgîrkirina Menal

piştrast kir: “Dixwestin wê

teslîmî Tirkiye’yê bikin, lê xeter

li ser jiyana wê heye, lewma ji

aliyê hinek rêxistinên mafên mirovan

ve kar li ser dosyeya wê tê

kirin.”

4 milyon kurd bi 4 lîsteyan tevlî hilbijartinan dibin! (Wêne: Rûdaw)

Ji Edîtor

Bi xatirê we!

FAYSAL DAĞLI

Xwînerên hêja, nêzî heşt mehan

e em di Rûdaw’ê de bi hevre

ne. Di vê maweyê de me xwest

em rojnameyeke serbixwe, nûçeyî

û netewî derxînin. Heta ji

destê me hat, me hewlda ku em

bigîjin vê armanca xwe. Hêwîdarim

Rûdaw a Ewrûpa bi van

taybetiyên xwe derbasî dîroka

çapemeniya kurd bibe.

Di hemû çîrokan de dawiyekî

heye. Ji bo min jî dawiya serpêhatiya

Rûdaw’ê hat. Ez xebata

Rûdaw’ê êdî dewrê hewalên din

dikim. Helbet emê di jiyana rojnamevanî

û ragehandinê de di

gelek qadên din de rastî hevûdû

werin. Bi hêwî me ku meşa Rûdaw’ê

li gor îdeal û pêwîstiyên

xwînerên kurd bidome. Ji hevkar

û xwînerên Rûdaw’ê re gelek

spas dikim ku bi ked û baldariya

xwe piştgirî kirin.
2

Kurdıstanî

Yekgirtû û Komele rikberiya

lîsteya sêyem dikin

HÊMİN BABAN REHÎM

Hewlêr - Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan

a Komeleya Îslamî dibêje

bo bidestve anîna rêza sêyem di

nav lîstên Kurdistan’ê de di hilbijartinên

07.03.2010’an de, hevrikiyê

li gel Yekgirtû dikin, lê

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a

Yekgirtû jî dibêje Komele wek hevrikê

xwe nabînin û rêza sêyem ji

wan re misoger e.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a

Komeleya Îslamî ya Kurdistan’ê

Zana Rûstayî bo Rûdawê ragehand

ku Komele ya Îslamî bi lîsteke serbixwe

li 6 parêzgehên Iraqê bi 43

berendaman tevî hilbijartinan dibe,

û di kampîna hilbijartinan de pêdagiriyê

liser parêzgeha Silêmaniyê

dikin jiber “Jimara herî zêde ya

dengderên lîsta Komeleya Îslamî li

parêzgeha Silêmaniyê ne, piştre li

Hewlêr û Dihokê ne.” Zana Rûstayî

pêşbîniya bidestve anîna 2-3 kursiyan

dike: “Bi kêmanî emê dû kursiyan

bidestve bînin.” Navborî ron

kir ku di kampîna hilbijartinan de,

“Di seranserê proseyê de Îslamîbûna

me diyar e. Komele bêhtir pêdagiriyê

liser pirsên olî û sincî dike,

herwiha em di dirûşmên xwe de pêdagiriyê

liser nehiştina gendeliyê û

xweşikkirina sîmayê Herêma Kurdistan’ê

di warê mafên mirovan de,

dikin.”

Zana Rûstayî hevrikiya lîsteya

xwe li gel Lîsta Yekgirtû liser bidestve

anîna rêza sêyem di hilbijartinan

de tekez dike û wiha dibêje:

“Dengderên ku biryara xwe yekalî

nekirine dengên xwe bidin kî ji sedî

20 ji tevahiya dengderan pêk tînin.

Em dixwazin van dengderan qa-

zanc bikin û çaverê dikin li Kurdistan’ê

rêza sêyem bînin piştî Lîsta

Hevpeymanî û Goran. Hevrikê me

liser rêza sêyem Yekgirtû ye.”

Lê Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan

a Yekgirtû Beşîr Mihemed ku

lîsteya wan li 7 parêzgehan bi 122

berendaman tevî hilbijartinên parlamenê

Iraqê dibe, di daxwiyaniyekê

de bo Rûdawê got ku rêza

sêyem ji wan re misoger e û Komele

ne hevrikê wan e liser vê rêzê:

“Li gor pêşbîniyan Lîsteya Goran li

Kurdistan’ê dûyem dibe, loma Lîsteya

Yekgirtû lîsteya sêyem dibe

jiber ku tê çaverêkirin Lîsta Goran

jimareke zêdetir ya kursiyan li gor

me bidestve bîne. Li gel ku di her

hilbijartinekê de sûprîz jî hene, lê

Komele ya Îslamî ne hevrikê me ye

jiber pileya sêyem bo me yekalî

bûye.”

Gelek ji lîsteyên îraqî ên erebî jimareyek zêde ji Parlamenterên xwe dûbare berbijar kirine. (Wêne: Rûdaw)

RÊBIWAR KERÎM WELÎ

Hilbijartin û pêşbînî

Di nivîsara xwe ya berê de, min

nivîsîbû ku hilbijartinên vê carê

zêde girîng in. Lê belê hilbijartin

nabin sedemê vê yekê ku di şev û

rojekê de balansên siyasî li Herêma

Kurdistan’ê hilweşin, lê wek

xwe amadekirinekê ne ku partî di

pêşerojê de bi tenê tevî nav hilbi-

jartinan bibin û piştre bihev re bikevin

hevpeymaniyan de.

Berî hilbijartinên temûza borî,

di hundirê PDK’ê de nerîneke

bihêz hebû ku digot bila her kes bi

tenê tevî hilbijartinan bibe û piştî

hilbijartinan bi hev re hevpeymaniyan

bikin. Niha li gel ku PDK û

YNK’ê hevpeyman in jî, lê bi rêya

hilbijartina berendaman, vê carê

derfeta wê yekê hatiye pêş ku her

hizbek giraniya xwe ya rasteqîne

ne bi tenê di hundirê sînorên Herêma

Kurdistan’ê de lê herwiha li

dervey van sînoran jî, yanî li

Musil, Xaneqîn û Kerkûkê jî nas

bike.

Rêbaza ku alîgirên şepola Sedrî

di hilbijartinên vê carê de peyrew

dikin, dibe ku li ber guhê PDK,

YNK’ê û Tevgera Goran jî ketibe.

Bi mebesta bidestve anîna dengên

berendamên xwe liser astê tax,

bajar û bajarokan, Şepola Sedirî li

her taxekê berendamekî xwe destnîşan

kiriye da ku rê li ber vala

çûna dengên wan bigre û di heman

demê de îspat bike kî li kuderê piranî

ye.

Ji aliyekî din ve jî, niha di hundirê

hizban bi xwe de jî, nemaze di

hundirê YNK’ê de hevrikiyeke

tund li holê ye bo serxistina berendamên

ku ji aliyê baskan hatine

pêşniyarkirin, herwiha hewldanên

serxistina wan tên dayîn. Ev yek

careke din nîşanderê karîgeriya

van baskan e li navçeyên ku wek

yên xwe dizanin.

Tê gotin ku PDK wê li navçeya

Behdînan û Musil’ê rastî sûprîzan

bê. Goran û Yekgirtû behsa vê xalê

Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

NEWzAD MEHMÛD

Silêmanî - PDK’ê û YNK’ê, deh

parlamenterên Bexda bo gera dahatû

ya parlamenê berbijar kirine û

Bizava Goran jî Bayezîd Hesen di

nav lîsta xwe de daniye. Lê Komel

û Yekgirtû ya Îslamî tu Parlamenterekî

berê ên xwe berendam nekirine.

Ji aliyê PDK’ê ve heryek ji Dr.

Mehmûd Osman, Sîrwan Kakeyî,

Arif Teyfur, Mihemed Xelîl û Muhsîn

Sedun û ji aliyê YNK’ê jî, Dr.

Fûad Masûm, Firyad Rewandizî,

Xalîd Şiwanî, Ala Talebanî û Ebdulbarî

Zêbarî, ji bo gera dahatû ya Parlamenê

İraq’ê hatine berbijarkirin.

Gelek ji lîsteyên îraqî ên erebî jimareyek

zêde ji Parlamenterên xwe

dûbare berbijar kirine, ku rêjeya

wan digihe ji sedî 20 di nav hinek

lîstan de. Li gor pîvanên navdewletî

jî divê ew rêje ji sedî 15 – 20 e, ji

bo ku şarezayî di parlamenê de bimîne.

Berpirsê Buroya Hilbijartina

PDK Cefer Emînkî, diyar dike, wan

wek partî ew pênc parlemanter liser

wê bingehê berbijar kirine ku wan

rola zêde hebûne li pêşîgirtin ji

pirsgirêka herêmên cihê nakokiyê.

Emînkî got, di welatên demokratîk

de jimareyek ji wan parlamenterên

ku rolê baş lîstine, careke din tên

berbijarkirin: “Me jî liser wê bingehê

ew pênc parlamenter berbijar

kirine.”

Berpirsê Buroya Hilbijartina

YNK’ê ji bo destnîşankirina wan

pênc parlamneterên YNK’ê, bo Rûdaw’ê

diyar kir: “Tu lihevhatinek di

navbera me û PDK’ê de tunebûye

ku me ew parlamenter berbijar ki-

Rûdaw

PDK û YNK 10

parlamenterên kevn

dişînin Bexda’yê

“Her partiyek ew parlamenterên xwe ku

azmûn û jêhatîbûna wan heye, dûbare

berendam neke, wê bixwe zirarê bike.”

dikin, lê xwezaya van sûprîzan

nayê gotûbêjkirin. Lê belê sûprîz

bê lihevkirina jêr bi jêr bo guherandina

dengan di navbera lîsteyan

de serî nagire, lê Yekgirtû red dike

ku lihevkirineke bi vî awayî li gel

Tevgera Goran kiribe.

Eşkere ye wê hevrikiya herî

tund li Kerkûk û Silêmaniyê rû

bide. Ji roja yekem ve, Goran îdîa

dike ku posterên wan li seranserê

Kurdistan’ê hatine dirandin. Lê

her ku hilbijartin nêzîktir dibin, îhtîmala

derketina girjî û nakokiyan

zêdetir dibe. Divê hikûmet rolekê

aktîf û serbixwe di rêvebirina proseya

kampanya propaganda hilbijartinan

de, bilîze.

Gelek hisab û misab ji her 60-62

kursiyên ku tê çaverêkirin bibin

beşê Herêma Kurdistan’ê li parlamenê

dahatû yê İraq’ê de, tên

kirin. Li gor pêşbînî û texmînên jimareke

zêde ya kesan, PDK dikare

rine, belku liser pîvana cografî me

ew pênc berendam kirine. Em hêvîdar

in di gera dahatû ya parlamenê

de ew bikarin rolekî zêdetir

bilîzin.”

Di sala 2003’an de, serkirdayetiya

Yekgirtûya Îslamî biryarek derkir

ku tu kes di nav Yekgirtû de

nikare dûbare posteke hikûmetî û

parlamenî werbigire. Her di çarçoveya

wê biryarê de, tu yek ji parlamenterên

Yekgirtû ku niha li Civata

Nûneran li Bexda ne, nehatine berbijarkirin.

Endamê Polîtburoya Yekgirtû ya

Îslamî Selahedîn Babekr di vê derbarê

ji bo Rûdaw’ê wiha axifî:

“Tenê serkirdayetiya Yekgirtû dikare

wê biryarê biguherîne.” Selahedîn

Babekir wê biryarê bi dursit

dizane û dide zanîn, hemû endamên

Yekgirtû jî wê biryarê diparêzin.

Wek çavkaniyeke agahdar ragehand,

di dema diyarîkirina berbijaran

de dû nerînên cuda di nav

YNK’ê de hebûye, dîtinek ew bûye

zêdeyî wan pênc kesan werin berbijarkirin

û nerîna dûwem jî ligel

wê yekê bûye hemû berbijar ên nû

bin.

Dr. Mehmûd Osman ku wek berbijarê

PDK ji Lîsta Hevpeymaniya

Kurdistan li Silêmaniyê hatiye berbijarkirin,

bawer e diviya hemû ew

Parlamenterên ku karên baş kirine

û di nav Parlamenê de diyar bûn,

careke din bihatana berbijarkirin,

Dr. Osman wiha axifî: “Ne heq bû

ew bên guhertin.” Dr. Osman di

berdewamiya axaftina xwe nerîna

xwe wiha anî ziman: “Her partiyek

ew parlamenterên xwe ku azmûn û

jêhatîbûna wan heye, dûbare berendam

neke, wê bixwe zirarê bike.”

nîvê van kursiyan bidestve bîne û

derbarê kursiyên din jî derfeta

Goran a serkeftinê ji ya YNK’ê zêdetir

e nemaze piştî ku di hundirê

YNK’ê de bi mebesta serxistina

berendamên baskan hevrikiyê

destpê kir. Beşdarînekirin û xwe

dûrgirtina vê carê (tê gotin beşdariyê

di kampanya propaganda hilbijartinan

de nake) ya Nêçîrvan

Barzanî wek Cîgirê Serokê PDK’ê

di van hilbijartinan de, dibe ku

bandoreke negatîf liser dengên

PDK’ê bike.

Ger rêjeya beşdariyê li Herêma

Kurdistan’ê bilind be jî, lê aloziyên

sîstema dengdanê ya vê carê

ku heta niha jimareke zêde ya

kesên xwendevan jî nizanin çawa

dengên xwe bidin, dibin sedem ku

gelek deng ne li Herêma Kurdistan’ê

bi tenê lê belê li seranserê

İraq’ê jî; ger wiha dom bike, vala

biçin.
Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Kurdıstanî

“Nabe serokkomarî ji kurdan

bê stendin”

HAWAR EBDuLREzAQ

Hewlêr - Pisporê amerîkî di Lijneya

Washington bo Polîtîkayên

Rojhilata Navîn û şarezayê karûbarên

navxweyî yên İraq û Herêma

Kurdistan’ê Wayne White ragihand

ku Şîa û Sunnî karekî xelet dikin

ger hewl bidin postê serokkomariyê

ji kurdan bistînin. Di heman demê

de White got ku di “berjewendiya

kurdan” de ye ger hêz û pêkhateyên

siyasî yên Herêma Kurdistan’ê berevajî

siyaseta dema borî “bi awayekî

ciddî guhê xwe bidin dilgiraniya

kêmneteweyên din û dilsoziyeke

rasteqîne li hember daxwaziyên

neteweyên ji bilî kurdan,

pêşan bidin.”

Wayne White yê ku xwedî agahiyên

baş e li ser rewşa niha ya Herêma

Kurdistan û İraq’ê, di

hevpeyvîneke li gel Rûdaw’ê anî

ziman ku hevrikî û rikaberiyên siyasî

li Herêma Kurdistan’ê zirarê

nagihîne pêgeha kurdan li Bexda lê

berevajî vê çendê: “Dibe ku pêgeha

Herêma Kurdistan’ê bihêztir bikin.”

White hêvî jî kir ku kampanyên

propaganda hilbijartinan li

Herêma Kurdistan’ê neguherin

karên girjî û tundûtûjiyê, lê di

heman demê de jî got: “Nabe îhtîmala

derketina şer û nakokiyan bê

paşguhxistin.”

Derbarê vê yekê gelo ev dabeş-

Wayne White (Wêne: Rûdaw)

bûnên siyasî wê bibin sedemê ku

kurd piştî hilbijartinan postê serokkomariyê

ji dest bidin, wek ku

hinek çavdêran pêşbînî kiriye,

White wiha got: “Ger hêzên kurdî

zêde bi hev re tund bin, dibe ku

zerar bigije pêgehê kurdan li derveyî

Herêma Kurdistan’ê, lê nabe

Sunnî û Şîa hewl bidin postê serokkomariyê

ji kurdan bistînin. Serokayetiya

kurdan di van çend salên

rabirdû de roleke girîng lîst û berjewendiyên

niştîmanî li ber çav girtin.

Ji ber van nerînan Talabanî

hinek alîgirên xwe li hundirê Herêma

Kurdistan’ê wenda kirin ji ber

ku kurdan hinek caran wiha hest kiriye

ku Talabanî berjewendiyên

kurdan piştguh dike, lê bi baweriya

min ev yek xelet e. Talabanî serokê

tevahiya İraq’ê bûye û divê kurd

fam bikin ku pêwîst e Talabanî di

vî postê girîng de karên wiha bike.”

Di salên navbera 2000-2005’an

de, Wayne White Cîgirê Serokê Nivîsîngeha

Lêkolîn û Agahiyên Rojhilata

Navîn li Wezareta Derve ya

Amerîka bûye û di dawiya salên

heştêyan ji sedsala borî jî di beşê civandina

agahiyan a ser bi Wezareta

Derve, li welatên Rojhilata Navîn

kar kiriye. Li gor White divê hêzên

kurdî li gel hêzên siyasî yên İraq’ê

hevpeymaniyan dirust bikin lê dom

dike: “Bi mercê ku mebest ji van

hevpeymaniyan ne gihandina zerarê

bi hêzeke din a Herêma Kurdistan’ê

be.”

Derheqê wê yekê jî ka gelo divê

kurd çi bikin da ku jimareke zêde

ya dengan li derveyî sînorên Herêma

Kurdistan’ê di van hilbijartinan

de bidestve bînin, navborî got:

“Divê partiyên siyasî yên kurd sozdariyeke

ciddî di derbarê daxwaziyên

neteweyên ji bilî kurdan pêşan

bidin. Di dema borî de hat xuyakirin

ku siyaseta kurdan di derbarê

ereb, tirkmen û mesîhiyan de bi yek

awayî ye û bi tenê berjewendiyên

gelê kurd li berçav digre. Lewma di

berjewendiya gelê kurd de ye ger

ku bi awayekî ciddî guh bidin nîgeraniya

kêmneteweyên din.”

Barzanî bersiva pirsa xwe

ji Amerîka wergirt

QuBAD TALABANÎ*

Serdana Serokê Herêma Kurdistan’ê

Mesud Barzanî bo Amerîka,

hebûna wê peywendiya taybet diselimîne

ku di navbera Herêma Kurdistana

İraq’ê û Amerîka de heye û

xurt jî bûye. Serok Barzanî û şanda

pê re ne tenê ji aliyê Serok Obama

ve li Koşka Spî hatin pêşwazîkirin,

lê pênc rojan li wir man û li derdora

Washington’ê geriyan û li gel çendîn

kesên payebilind ên sîstema siyasî

ya Amerîka hevdîtin pêk anîn.

Civîn pêkhatîbûn ji xwarina nîvroyê

li gel Cîgirê Serokkomarê

Amerîka’yê Joe Biden û civînek bi

serkirdên Kongreyê ku Seroka

Kongreya Amerîka Nancy Pelosi

mêvandariya wê civînê kir.

(...) Serok Barzanî bi mebesta

wergirtina bersiva pirsekê hat Amerîka,

ew jî ew bû, ‘Gelo vekişyana

arteşa Amerîka ji İraq’ê, bi wateya

vekişyana piştgiriyê û nemana berpirsyariya

Amerîka li İraq û Kurdistan’ê

ye? Di civînê de me guhdariya

‘nexêreke’ zelal û eşkere kir. Herwiha

berdewam bi me hat ragehandin

ku Amerîka wê hewlên xwe

bidomîne ji bo ku alîkariya hêzên siyasî

ên hundirê İraq’ê bike da ku li

ser nakokî û dijheviyan zal bin. Herwiha

wê îdareyê hezkirina xwe

diyar kir ku Herêma Kurdistan’ê

Serokê Herêma Kurdistan’ê Mesûd Barzanî li gel Serokê DYA’yê Barack Obama.

pêşketin û geşekirinên xwe bidomîne,

di heman demê de li ser rola

xwe ya sereke di proseya demokratîkkirina

İraq’ê de berdewam be.

Lê ya ku ji bo min zêde cihê

kêfxweşiyê bû, dubarekirina pêdagiriya

Amerîka nebû ku her piştgiriya

İraq’ê dike an pesna Amerîka

bo Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê

tîne ziman ji bo wê rolê erênî ku li

İraq’ê hebûye, di rastiyê de dîtina

çêkirina bingeha wê peywendiya

taybet bû ku di navbera Amerîka û

Kurdistan’ê de heye, peywendiyek

ku ji peywendiya taktîkî û silavdan

û himbêzkirina hev derkeve, gavan

biavêje bo peywendiyeke zêdetir

sereke û stratejîk. Peywendiyek ku

nigeranî û stratejiyeke hevbeş têde

bê behskirin û armanc û hêviyên

herdu aliyan têde werin diyarîkirin.

(...) Divê em hewl bidin ev peywendiya

taybet bidome û kulîkan

derxe. Divê em hewl bidin ku hevpeymaniya

me û têkiliyên me li gel

Amerîka ku dîroka wê tejî karesat,

firotin û hevaltî ye, hêviyê bide

xelkê me ji bo pêşerojeke geş û

asûde bo xweşderbaskirinê.

*Nûnerê Hikûmeta Kurdistan’ê li Amerîka

(Nivîs ji Webloga taybetî ya Qubad Talabanî

hatiye wergirtin.)

Bexda projeya

destûra herêmê

tehdîd dike

“Bi tenê Dadgeha Bilind a İraq’ê dikare

destûra Herêma Kurdistan’ê rawestîne,

piştî ku gilîname li dijî destûra herêmê

digihe ber destê wê. Bê guman di dema

çêkirina referandûmê jî her desthilateke

İraqî wek parlamen yan hikûmet dikare

rexne li naveroka destûrê bigre.”

Hewlêr - Li gel nêzîkbûna dema

hilbijartinan, di nav elîta siyasî û

yasayî ya Herêma Kurdistan’ê de

tirsek peyde bûye ku derfeta biryardanê

li ser projeya destûra Herêma

Kurdistan’ê bi rêya referandûmê bi

yekcarê lawaz bûbe û ew dem êdî

qediyabe ku kurd bi awayê ku dixwazin

biryarê li ser projeyê destûrê

xwe bidin.

Piştî ku Parlamena Kurdistan’ê

di Hezîran a borî de bi tevahiya

dengên 97 parlamenteran projeya

destûra Herêma Kurdistan’ê pesend

kir, biryar bû di 25’ê Tîrmeh a borî

de li gel hilbijartinên Parlamena

Kurdistan’ê proje bikeve referandumê,

lê bilindbûna dengên nerazîbûnê

ji aliyê çend aliyên navxwe û

piştre nerazîbûna Bexda û guşarên

Amerîka bûn sedemên paşxistina

pêkanîna referandûmê.

Mafperwer û endamê gera borî

ya Parlamena Kurdistan’ê Dr. Nûrî

Talabanî bo Rûdaw’ê ragihand: “Li

gor destûra İraq’ê, mafê Herêma

Kurdistan’ê heye ku destûrekî xwe

hebe, lê pirsgirêk li ser naveroka

destûrê ye, pirsgirêka naverokê jî

pêk tên ji nakokiyên navxweyî li

Herêma Kurdistan’ê li ser destûrê û

dijayetiya Hikûmeta Bexda li dijî

projê.”

Dr. Nûrî Talabanî ku piştî serhildanê

yek bû ji wan kesên ku daxwaza

danîna destûra Herêma

Kurdistan’ê dikir, wiha dibêje: “Min

gellek caran daxwaz kir berî ku destûra

İraq’ê bê pesendkirin, em destûrekî

ji xwe re deynin da ku bibe

bingehê daxwaziyên me û tiştên ku

em dixwazin di destûra İraq’ê de bê

dariştin, lê ev yek nehat kirin.” Derbarê

paşketina projeya destûra Herêma

Kurdistan’ê de, Talabanî got:

“Kesên ne pispor ku rawêjkarên aliyên

siyasî bûn, pirsgirêka destûrê

gihandin vê rojê.”

Serokwezîrê İraq’ê Nûrî Malikî

bi awayekî eşkere ragihand ku ew

li pişt guşarên Amerîka’yê bûye

derbarê rawestandina dengdana li

ser projeya destûra Herêma Kurdistan’ê.

Niha jî ji aliyê hinek çavdêran

ve metirsiya wê yekê tê kirin ku

piştî hilbijartinên 07.03.2010’an

guşarên Bexda li ser projeya destûra

Herêma Kurdistan’ê zêdetir

bibin, nemaze ger desthilateke

bihêz di encama van hilbijartinan

de bê dirustkirin û pêgeha kurdan

tê de lawaz be.

Parlamenterê Hevpeymaniya

3

Kurdistanî Mehmûd Osman ku careke

din bo Parlamena İraq’ê hatiye

berbijarkirin, wiha dibêje: “Bê

guman guşar dirust dibin wek çawa

di Hezîran a sala borî de, dema kurdan

xwest bixin dengdanê de,

Bexda pirsgirêk derxistin û ji amerîkiyan

re got.”

Mehmûd Osman wiha domand:

“Bi tenê Dadgeha Bilind a İraq’ê

dikare destûra Herêma Kurdistan’ê

rawestîne, piştî ku gilîname li dijî

destûrê herêmê digihe ber destê wê.

Bê guman dema çêkirina referandûmê

jî her desthilateke İraqî wek

parlamen yan hikûmet dikare rexne

li naveroka destûrê bigre.”

Lê ji xeynî nerazîbûna Bexda li

ser projeya destûrê, rexneyên tund

li ser projeyê ji hundirê Herêma

Kurdistan’ê bi xwe jî hene. Lê

Mehmûd Osman di warê yasayî de

vê yekê wek pirsgirêkeke mezin

nabîne ji ber ku; “Yasaya pesendkirina

projeya destûra Herêma Kurdistan’ê

ev pirsgirêk yekalî kiriye.

Li gor vê yasayê divê du ji sêyên

endamên Parlamena Kurdistan’ê

biryara sererastkirina destûrê bidin,

gelo kesên ku daxwaza sererastkirina

destûrê didin vê rêyejê pêk

tînin?”

Serokê Tevgera Goran Noşîrwan

Mistefa di Hezîran a borî de piştî

pesendkirina projeyê ji aliyê Parlamena

Kurdistan’ê ve ragihand ku

vê projeyê red dike û wê li dadgeha

federe de gilînameyê li ser tomar

bike. Herwiha jimareke zêde ya ronakbîrên

Kurdistan’ê rexne li projeyê

girtin û daxwaza rawestandina

wê kirin.

Derbarê paşketina referandûmê li

ser projeya destûrê, parlamenterê

ser bi Fraksyona Goran Zana Raûf

got: “Pêşbînî dikim desthilatdarên

Kurdistan’ê destûra herêmê wek

beşek ji bazareke siyasî danîbin bi

mebesta reftarkirina li gel opozisyona

Kurdistan’ê.”

Ji aliyekî din ve, Serokê Fraksyona

Yekgirtû Umer Evdilezîz

wiha peyivî: “Divê di demeke kurt

de gotûbêj li ser destûra herêmê

bên kirin. Bi baweriya me paşxistina

destûrê ne baş e û hebûna destûreke

pûç û kal ji nebûna

destûrekê bo Herêma Kurdistan’ê

baştir e. Naveroka destûrê çawa

dibe bila bibe, kesên ereb ên şovenîst

hene ku ger destûr dûviktiya

kurdan ji wan re ne çesipîne û ne

bi dilê wan be, dijî wê derdikevin.”
4 Kurdıstanî

FKKS, Bakuriyan li hev dicivîne

Kaplan, Bozarslan, Elçî û Bozyel. (Wêne: Rûdaw)

AzAD KuRDÎ

Stockholm - Federasyona Komeleyên

Kurdistan’ê li Swêd’ê

(FKKS) bi bêşdariya Parlamenterê

Şirnex’ê yê Partiya Aştî û Demokrasî

(BDP) Hasip Kaplan, Serokê

KADEP’ê Şerafettîn Elçî, Serokê

HAK-PAR’ê Bayram Bozyel di 7’ê

Sibat´a 2010’an de li peytexta

Swêd’ê, Stockholm’ê li ser pêvajoya

vekirina pirsa kurd li Bakûrê

Kurdistan’ê konferansek lidar xist

û bi encamnameyeke 6 xalî dawî bi

xebatên xwe anî. Di konferansê de

daxwaz hat kirin “Destûreke nû

were çêkirin, hemû maf û azadiyên

kurdan bên naskirin, zimanê kurdî

bibe zimanekî fermî yê perwerdeyê.”

Seroka FKKS’ê Aycan Şermîn

Bozarslan, di daxwiyaniyeke taybet

de bo Rûdaw’ê armancên pêkanîna

wê konferansê şirove kir û wiha

axifî: “Ji bo me giring bû ku em

wan aliyan bihev re kom bikin û

nerînên wan bikevin rojevê, xelk jî

guhdariya wan bike, kêmasî û pirs-

Amed - Xwendevan û nivîskarên

kurdî yên Bakurê Kurdistan’ê sedîsed

Pirtûkxaneya Avesta ya şaxê

Amed’ê xweş nas dikin. Kîjan pirtûkeka

kurdî ya nû derkeve meriv

li wir peyda dike. Gelek caran nivîskar

û xwendevanên kurdî bi xêra

Pirtûkxaneya Avesta li wir digihîjin

hev û li ser piyan behsa êş û derdên

kurdî ji hev re dikin. Ji pirtûkxaneya

Avesta ya Amed’ê Songul

Keskîn di derbarê xwendevanên

kurdî û pirtûkên ku li Amed’ê pirr

têne firotin de agahî dan Rûdaw´ê

û da zanîn ku li Pirtûkxaneya Avestayê

ev demek e ferheng û gramerên

kurdî pirr têne firotin. Keskîn,

bi ken gazincan ji nivîskarên kurd

jî kir, “Hin xwendevanên kurdî ji

gelek nivîskarên kurd bêtir pirtûkên

kurdî dixwînin û bala xwe didine

ser. Hinek nivîskar hene li Amed’ê

ji xwe qet pirtûkên kurdî naxwînin,

bi tenê navê wan nivîskar e mixabin!”

girêk bên destnîşankirin û piştre bi

rêya gotûbêjan bên çareserkirin. .”

Bozarslan got ku ew wek

FKKS’ê, di meha Nîsana îsal de,

wê di derbarê pêvajoya çareserkirina

pirsa kurd de ligel partiyên siyasî

û rêxistinên sivîl ên Swêd’ê

semînareke berfireh lidar bixin.

Serokê KADEP’ê Şerafettîn Elçî

di axaftina xwe ya konferansê de

diyar kir ku ev cara pêşîn e ku hikûmet

bi navê kurd dest avêtiyê

pirsa kurdî û dixwaze bi riya demokratîk

vê pirsê çareser bike. Elçî

wiha axifî: “Ev niqteyekê girîng e,

ji ber ku heta niha dewlet û hikûmetên

Tirkiyê pirsa kurdî wek pirsa

terorê bi nav dikirin û çaresiya wê

jî bi riya leşkerî didîtin.” Serokê

KADEP’ê herwiha daxwiyand: “Lê

di pêvajoya de derket ortê ku ne hikûmet,

ne jî raya giştî ya Tirkiyê ji

vê vebûnê re ne amade bûn û tu

projeyên konkret yê hikûmetê tunebû

ku pirsa kurd çawa çareser

bike û kurd jî di vî warî de ne

amede bûn.”

Di hember de, Parlamenterê Şir-

Li Amed’ê law ji keçan

zêdetir kurdî dixwînin

Ferhenga Zana Farqînî û

gramera Celadet baş tê firotin

Songul Keskîn kêfxweşiya xwe

bo firotina gramer û ferhengên

kurdî der kir, “Belê em her hefte sîparîşên

nû yên ji bo Ferhenga kurdî

ya Zana Farqînî û Gramera Celadet

Bedirxan didin. Lê bi taybetî em jî

li ser xwendevanan disekinin bo ku

bala xwe bidin pirtûkên ser zimanê

kurdî. Bo vê yekê em cihê taybet ji

ferheng û gramerên kurdî re hazir

dikin û bala mûşteriyan didide ser.

Em di dikanê de bi taybetî pirtûkên

kurdî derdixînin pêş…”

Li ser pirsa Rûdaw´ê ya, “Gelo

tesîra reklam û danasînên pirtûkên

kurdî li ser firotina wan dike?” jî,

Songûl Keskîn wiha bersivand,

“Tesîra reklam û danasînê gelekî

kêm e li ser firotina wan. Jixwe weşanxane

û mediya kurdî jî gohê

xwe nadin reklamên kurdî. Herî

zêde tesîra têkiliyên hevaltî û dostaniyê

li ser firotina pirtûkan heye.

nex’ê yê BDP’ê Hasip Kaplan, derbarê

giringiya civîna wan sê aliyên

Bakurê Kurdistan’ê bo Rûdaw’ê

wiha axifî: “Me wisa baş zanî ku di

vê dema hestyar de partî û rêxistinên

kurdî yekgirtî bin, bi taybet di

qonaxa niha de ev yek pir pêwîst

e.” Kaplan herwiha ragehand ku ew

wek parlamenterekî kurd di Konferansa

Stokholm’ê de beşdar bû, lê

diyar kir jî: “Nerînên min heman

nerînên BDP’ê ne.”

Serokê HAK-PAR’ê Bayram

Bozyel, diyar kir: “Heta niha civîn

û konferanseke wiha berfireh û cidî

çênebûye.” Bozyel di berdewamiya

daxwiyaniya xwe de bo Rûdaw’ê

nerînên xwe wiha rave kir: “Cara

yekem e ku li Swêd’ê konferanseke

bi vî awayî mezin û fireh tê lidarxistin

û nûnerên sê partiyên legal

ên kurdî bihev re dicivin. Konferanseke

dewlemend û zindî bû û

hemû aliyên pêvajoya çareserkirina

pirsa kurd li Tirkiyê xistin rojevê.

Pêwîstiyên Kurdistan’ê û gelê kurd

me neçar dike ku ji hev nêzîk bin û

ber bi hev biçin.”

Konferansa FKKS’ê ya bi beşdariya

sê partiyên Bakurê Kurdistan’ê,

wek encamnameyek bi van 6

xalan bidawî hat:

• Heta pirsa kurd çareser nebe, demokrasî

li Tirkiye’yê bicî nabe.

• Divê destûreke nû were çêkirin,

hemû maf û azadiyên kurdan bên

naskirin, zimanê kurdî bibe zimanekî

fermî yê perwerdeyê.

• Divê mafê kurdan yên giştî bên

qebûlkirin.

• Divê kurd di herêma xwe de

desthilatdar bin.

• Divê vesayeta leşkeran li ser hikûmetê

rabe û ew di bin kontrola

sivîl de bin.

• Divê hemû şaredar û zarokên ku

di girtîgehan de ne, bên azadkirin.

Jixwe kesê ku pirtûkeke kurdî biecibîne

miheqek ji yên din re jî pêşniyar

dike.”

Keskîn balê dikişîne ser zaravayê

zazakî jî û dide zanîn ku firotineke

berbiçav di pirtûk, ferheng û gramerên

bi zazakî de jî heye û ew ji

vê yekê kêfxweş e.

Li ser pirsa me ya li ser firotina

romanên kurdî jî Songul Keskîn

wiha dibêje, “Romanên Hesenê

Metê bi taybetî Gotinên Gunehkar

baş têne firotin. Li hêla din romana

Jan Dost ya Mîrname jî xweş diçe.”

Keskîn behsa xwendevanên Cegerxwîn

jî dike, “Hemû pirtûkên

Cegerxwîn têne firotin.”

Kurdî di bin manîpulasyona

tirkî de ye

Di vir de em gotina wê di nivî de

dibirin û jê dipirsin, “Di vir de hişê

Neteweyî çi tesîrê dike li ser firotina

pirtûkan?” Keskîn wiha berdewam

dike, “Bi pêşketina hişê kurdî re fi-

BAYRAM AYAz

rotina pirtûkên kurdî jî helbet zêde

dibe. Mesela vê dawiyê hinekî wisa

çêbû. Lê mixabin kurdî hê jî di bin

manûpilasyona zimanê tirkî de ye,

loma mûşteriyên wê jî kêmtir in.”

Keskîn diyar kir ku ew ti ferqiyê

naxin nava weşanxaneyên kurdî,

“Li ba me ji hemû weşanxaneyan

pirtûkên kurdî hene; ji Do, Belkî,

heta Doz û Perîyê û yên din. Jixwe

em li vir hinekî jî mîsyona pirtûkên

kurdî dikin. Loma em pirtûkfiroşgeha

Avesta ya Amed’ê jî wekî pirtûkxaneyeka

kurdî bi nav dikin û

wisa dibînin.”

Keskîn, li ser profîla xwendeva-

Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

Hilbijartin û dahatûya desthilata

Bexda’yê

Rûdaw

Roja 7’ê Adar’ê 2010 li seranserê İraq’ê û

Başûrê Kurdistan’ê hilbijartinên parlamentoyê

çêdibe. Hilbijartina berê vê di sala 2005’an de

çêbûbû. Desthilata îro li Baxda’yê encamê wê

hilbijartinê ye. Erebên şîa, sunî û kurdan wek

sê aliyan piştî bazareka zor desthilatê di nav

xwe de parve kirin.

Postê serokê İraq a Federal gîha kurdan,

Mam Celal bû Serokkomar; yek ji şia û yek ji

suniyan jî bûn cîhgir. Postê serokwezîr yekî

şîa bû. Roja 7’ê Nîsan’ê 2005 İbrahim Caferî

bû Serokwezîr. Karê wî 20’ê Gulan’ê 2006’an de bi dawî hat. Ew

mecbûr bû vî karî berde. Pişta xwe zêde bi İran´ê û Tirkiye´yê germ

kir û dijminahiya kurdan jî kir. Di çûna Caferî de rola kurdan roleke

karger bû. Piştre Nurî Malikî dewsa wî girt. Kurdekî û erebekî sunî jî

cîhgirê serokwezîr in. Heta berî vegera Kurdistan’ê Dr. Saleh Behram

ser navê kurdan wî postî bi serkevtî dimeşand.

Serokê parlamentoyê erebekî sunî bû û du cîhgirê wî yek kurd û

yek jî erebê şia heye. Dezgehehên birêvebirî û kargerî jî (wezaret û

yên din) di nav van her sê hêzan de hat parve kirin. Ev hersê alî hem

şirîkên hevdu ne û hem jî yekdu kontrol dikin.

Şirîkatiya li Baxda’yê karekî ne hêsa ye. Ji aliyekî ve peywendiyên

kurd û ereban hertim ne weka dilê mirov dixwaze dimeşe. Ji aliyê din

ve pirsgirêka nabeyna erebên şia û sunî jî pirseka zêde giran e. Pirseka

dîrokî ye, barekî hezar û sê sed salan e. Pirsa şia û suniyan wekî çiyayeke

li ser pişta siyasetê û desthilata Baxda’yê. Li Baxda’yê meşandina

siyasetê, ji aliyekî hûnereke mezin e û ji aliyê din ve

şarezabûnekî „canbazî“ jê re divê.

Di demên parvekirina desthilatê de hewce ye mirov bihêz be û bizane

ji bazara desthilatê çawa bi serkevtî derbiçe.

Nuha li pêşiya başurê welatê me pêvejoyeke wisa dest pê dike.

Roja 7’ê Adar’ê hevwelatî dengê xwe didin. Yanî diyar dikin, di

pênc salên pêş de kî û çawa di birêvebiriya siyasî û îdarî de xwedî

gotinê û desthilatê be. Helbet destûrek heye. Ev destûr di 2005an de

bi dengê xelkê İraq’ê û Kurdistan’ê bi rêjeyekî bilind hatibû qebûl

kirin. Belê, ev çarçoveyekî bingehîn e. Lê jiyan tiştekî din e. Cîbecîhkirina

biryarên destûrî, siyasî û rêvebirî mixabin hertim ne li goreyê

destûrê, yasa û biryaran pêktê, lêbelê li gor hêza terefan. Hêza

te hebe û hêzên navdewletî ne li dij bin, tu dikarî mafên xwe bi dest

bînî. Eger hêza te tunebe, kes goh nade kesî. Li İraq’ê heta îro wisa

bûye. Rê û rêbaza çareserkirina pirsa Kerkûkê û deverên din di destûrê

(xala 140) de hatiye zelalkirin. Lê erebên şirîkê desthilata

Baxda’yê nahêlin ev pirs çareser bibe. Di nav Baxda’yê û Hewlêr’ê

de gelek pirsên girîng çareser nebûye. Ereban van pirsan bi zanatî

paşde xistin. Hêviya wan ew e, roja 7’ê Adar’ê encamên din derkevin

holê û li Baxda’yê desthilat bê guhertin. Wek mînak kurd nikaribin

Serokkomariyê bi dest bîxin û bi serokatiya parlamentoyê razî bin!

Xeberekî pêşiyan heye, dibêje „Mirîşk di xewna xwe de qûtê dibîne“.

Xweziyên hinek hêzan dê di qirika wan de asê be.

Hilbijartina 7ê adarê dê desthilata Baxda’yê diyar bike.

Piraniya ereban dixwazin hêz û rola kurdan li Bexda´yê kêm bibe,

dengê wan bê birîn. Gotinên waliyê Mûsil’ê Esîl Nûçêfî , divê ji kurdan

re bibe „goharên goha“! Ev nezilam li parezgeha Mûsil’ê desthilatekî

piçûk bi dest xistiye, dixwaze kurdan ji Mûsil’ê bi zorê der bixe.

Eger ji destê erebên vî cureyî werê dê bixwazin Kurdistan’ê jî ji kurdan

vala bikin. Dibe ku ev gotin hinekî giran û ne dîplomatik bin, lê

rastî ev e.

Kurd divê di hilbijartinê de biserkevin, destkevtiyên li Baxda’yê

biparêzin û di bazara piştî hilbijartinê de bihêz bin. Divê em dereng

nemînin û dest bi seferberiya xebata hilbijartinê bikin.

nên keç û kuran jî wiha got, “Helbet

kur ji keçikan bêtir pirtûkên

kurdî dixwînin. Carna ez dêna xwe

didimê ku hinek law hevalên xwe

yên keç bi xwe re tînin û pirtûkên

kurdî bi wan didin nasandin û diyarî

wan dikin.”

Di dawiyê de me gefxwarin û

zordestiya dewletê jî jê pirsî, ewê

wiha berisvand, “Berî deh salan, ji

ber qedexeyên li ser pirtûkên kurdî

zordestiya dewletê li ser me hebû,

carcaran dihatin pirtûkên ku hatine

qedexekirin top dikirin, lê îro em

rihet in, tu gefxwarin û zordestî li

ser me tune.”
Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Kurdıstanî 5

Îran kurdan nake parêzgar

“Kurd jî jiber vê nirxandina desthilatê welatên ku lê dijîn, xwe

wek hevwelatiyên van welatan nabînin û dixwazin bi hemû

awayan serxwebûna xwe bidestve bînin.”

Dîmenek ji bajarê kurdnisîn.

SABİR QADİRÎ

Taybet - Nûnerên navçeyên

kurdnişîn li Parlamenê Îran’ê daxwaz

dikin berpirsên bilind li çar parêzgehên

Kurdistan’ê kurd bin, lê

desthilatdarên Îran’ê vê xwestekê

paşguh dikin.

Di dîroka sed salên borî de, û di

serdemê desthilatdariya meşrûtiyetê

de ku cara yekem yasa ya bingehînî

ya Îran’ê “destûr” di sala

1906’an de hat nivîsîn; li jêr bandora

Azeriyan û rolê wan di şoreşê

de, madeyek di yasaya bingehînî de

hat pesendkirin ku rê dide neteweyên

ji bilî neteweya Fars ku tevî

proseya rêvebirina karûbarên Îran’ê

bibin. Yasa ya ku wek yasaya rêvebirina

eyalet û wîlayetan (147 eya-

NEWzAD MEHMuD

Silêmanî - Nêzîka 300 malbatên

Kurd ên Rojhilatê Kurdistan’ê ku

jiber şerê heşt salî yê di navbera

Iraq û Îran’ê de di salên 1980 ji sedsala

borî de, ketin kampa Eltaş li

parêzgeha Rumadî û bi awayekî bê

rehm ew xistin jêr çavdêriyeke tund

heta ku çûna wan bo derveyî têlên

dirkî yên kampê jî bo çareserkirina

nexweşiyê jî, diviyabû mohletê

wergire.

Ji xeynî kêmendamtiya Ehmed

Elî Kakeweys, carina bihna wî jî diçike

û dibêje hikûmet me wek hevwelatî

nabîne û bi tenê pişta xwe bi

Xweda girêdidin: “Ev şeş sal in em

hatine vir, hikûmetê carekê ji

kampa me re negotiye merheba.”

Piştre berê xwe dide hizbên Rojhilatê

Kurdistan’ê û didomîne: “Ne li

me dipirsin û ne jî tên ba me.”

Piştî salekê liser rûxandina rêjîma

Saddam, UN sê cih pêşniyar

kirin bo daniştvanê kampa Eltaş da

ku yekê ji wan hilbijêrin û biçin

wir: Urdun, Sûriyê û Herêma Kurdistan’ê.

Beşek ji wan berê xwe dan

ser sînorê Urdunê û li wir rastî der-

let û 30 wîlayet) tê binavkirin, rê li

pêşiya daniştvanên navçeyên cuda

cuda yên Îran’ê vedikir ku rolê xwe

di rêvebirina desthilat û karûbarên

navçeyên xwe de, bilîzin. Lê yasaya

navborî di ti wextan de neket

warê pratîkê de.

Piştî serkeftina şoreşa gelên

Îran’ê di sala 1979’an de, destûrê

Îran’ê careke din hat nivîsandin û

di gelek madeyên wê de amaje bi

wekheviya daniştvanên Îran’ê tê

dayîn, lê bêhtir girîngî bi mafên

kultûrî û olî hatiye dayîn (madeyên

3-12-13-19-15-26-41-44 û 48).

Herwiha di warê siyasî de jî ti yasayek

tune ku mafê neteweyên

Îran’ê, Fars ne tê de, di rêvebirina

welêt de misoger bike.

Lewre rê li pêşiya beşdarîkirina

Penaberên Rojhilat li

Silêmaniyê jî ditirsin

deseriyan bûn. Selah Fetah dibêje

me Kurdistan hilbijart heta çavekî

me zindî bibe, ku di dojeha Eltaş de

Beis kor kiribû: “Me got madem

welatê me ye, emê ji nûve bijîn.”

Lê piştî derbaskirina şeş salan li vî

welatê ku Selah û 420 malbatên din

xewna dîtina wê dikirin. Selah dibêje:

“Em li vir jî ditirsin û ewlekariya

me ne parastî ye.”

neteweyên Îran’ê nemaze neteweya

kurd tê girtin di rêvebirin û derbaskirina

karûbarên navçeyên xwe de.

Nûnerên kurd ên bajarên kurdnişîn

bi rêya nivîsîn, bangewazî û lêpirsînkirina

ji wezîrê navxwe û karbidestên

bilind ên Komara Îslamî ya

Îran’ê hewl didin van pirsgirêkan

çareser bikin, lê belê encamên ewqasî

balkêş nebûn.

Nûnerê Bajarê Sine li Parlamenê

Îran’ê Evdilcebar Keremî nerazîbûna

xwe ji vê siyasetê pêşan dide

û daxwaz dike siyaseta ku xwe bi

nerîneke ewlekariyê berê xwe dide

navçeyên kurdnişîn bê bidawîanîn.

Keremî wiha bo Rûdaw’ê ragehand:

“Me wek nûnerên navçeyên

kurdnişîn gelek caran daxwaz kiriye

ku di rêvebirina navçeyên

kurdnişîn sûd ji hêza herêmî bê wegirtin,

lê mixabin heta niha me ti

bersiva erênî bidest nexistiye.”

Berdevkê Bereya Yekgirtî ya

Kurd li Parlamenê Îran’ê Dr. Ferhemend

dibêje: “Dema desthilat rê

nade xelkên herêmê karûbarên xwe

bi xwe rêve bibin, xwendineke dîrokî

li pişt vê yekê heye û ji berê ve

desthilat ji kurdan ditirse ku cuda

bibin. Ev yek bi kurdên Îran’ê ve ne

girêdayî ye, lê li hemberî kurdên

her çar parçên Kurdistan’ê tê bikaranîn.

Kurd jî jiber vê nirxandina

desthilatê welatên ku lê dijîn, xwe

wek hevwelatiyên van welatan nabînin

û dixwazin bi hemû awayan

serxwebûna xwe bidestve bînin.”

Daniştvanê kampa Eltaş: “Ne li me dipirsin û ne jî tên ba me.” (Wêne: Rûdaw)

Endamê Komîsyona Parastina

Peyrewa Navxwe ya Hizba Demokrata

Kurdistan’ê Celîl Gadanî daxwaz

ji Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê

dike daniştvanên kampa

Barîke wek hevwelatiyên xwe nas

bike û sanahiyan pêşkêşî wan bike

û wan ji xizmetguzariyan bêpar

neke.

MuSTAFA ŞEFÎQ EDILBÎ

Dola Guran - Bakurê İraq’ê

Di hejmara dawî ya rojnama Rûdaw de hevpeyvînek

li gel yek ji akterên rêzefilmê tirk

“Dola Guran“ (Kurtlar Vadisi) bi navê Memati

hatiye belavkirin. Ji hevpeyvînê xuya dike ku

gelek mirovan xwestine bi vî kesî re wêneyên

xwe bigirin. Ev mirovê hanê li hotêla herî navdar

a paytexta Kurdistan’ê, li Hetala Şeraton

mêvandarî jêre hatiye kirin.

Nizanim ev kesên ku mêvandarî jê re kirine

qet rêzefilmê “Dola Guran“ dîtine, an jî weke

nijadperestên ku ev film çêkirine bi rastî dijminên kurdan in? Yên ku

ev rêzefilm dîtine dizanin ku ji serî heya dawiyê ev film sivikkirina

gelê kurd e. Xwestine gelê kurd weke gelekî nezan, şûndamayî û xulamên

biyaniyan nîşan bidin. Pêşmerge di vî filmî de xerab, çete û

rêgir in. Civaka Kurdistan’ê weke civakek jihevketî dide nîşan. Mirov

nikare tevaya rêzefilmekî di çend gotinan de bîne ziman, lê armanca

sereke ya vî filmî tenê xerabkirina îmaja gelê kurd li pêş cîhanê û

gelên heremê ye. Ev jî ne tenê karê rêzefilmekî ye, belkî armancên

siyasî – îdelojî li pişt vî karî hene.

Tê zanîn paşî rûxana rejîma Saddam Hûsên firsetek nû ji kurdan re

çê bû, hevpeymaniyek xurt di navbera Amerîka û kurdan de pêk hat.

Ji demek dirêj û virde cara yêkem bû ji kurdan re delîvek bi vî awahî

çê dibû, kurd weke berê ewqasî pêdivî tirkan nediman. Bi kurtahî hêviya

rizgarbûna gelê kurd çê dibû, dijminên kurdan jî hertim ji vê

yekê ditirsin, ji ber vê çendê xwestin bi her awahî li hember kurdan

bisekinin. Ji aliyekî ve bi piştevaniya dagîrkerên Kurdistan’ê piştgirî

dan terorîstên heremê. Ji hêla din ve bi gelek rengên şerê taybet xwestin

van derfetên çêbûyî ji dest kurdan bigirin.

Ev film jî yek ji van rengên herî gemar yê vî şerê taybet e. Xwestin

bi rêya vî filmî îmaja kurdan ya azadîxwaz, pêşverû û aştîxwaz biguherin

û bikin îmajek kevneperest, terorîst û mirovên xerab. Di gellek

waran de bi terora leşkerî nekarîn bandorê li ser kurdan bikin lê ev

rengên şerê taybet şûnwarên nerênî li ser kurda hiştin. Tiştê balkêş ev

e: Kurd li hember vî şerê hanê ne şiyarin. Akterê rêzefilmekî ku xwestiye

kurdan sivik bike, li Hotêla Şeraton pêşwaziya wî tê kirin, kurd

qîmet didin wî û pêre wêneyan digirin. Gelo sivikdîtina netewa me

bi me ewqasî erzan tê?

Di heman rêzefilm de (Dola Guran) ji ber ku yahûdî têne sivikkirin,

Îsraîl’ê dewleta tirk hetikand. Tirk bi xwe jî qebûl dikin weke ku tirk

di krîza “qoltixa nizim” de hatine rezîlkirin, qet ti carî di dîroka Tirkiye’yê

de ewqasî nehatine rezîlkirin. Ji ber hinek rexneyan ku li ser

wan hatibûn kirin û yahûdî weke rekxerên komployan hatibûn nîşandan,

yahûdiyan ev reaksyona dijwar li hember tirkan nîşan dan. Lê

ew sivikatiya ku di vî filmî de li hember îsraîliyan hatî kirin, li gor sivikkirina

kurdan ne tiştek bû. Lê kurdan nerazîbûn nîşan nedan, berovajî

wê aktorê film xelat kirin, mêvandarî jêre çêkirin û ketin rêzê

ji bona bi wî re wêneyan bigirin.

Gelo em ne netewe ne, em jî weke hemû gelên cîhanê ne xwedî

rûmet û şerefa netewî ne? Gelo em mecbûrin ji celladên xwe hez

bikin? Gelo em neçarin van kesên xeberan ji gelê mere dikin, li Hotêla

Şeraton mêvan bikin. Diviya bû ew kesên li hember xaka Kurdistan’ê

sivikatiyê dikin cesaret nekiribana ku gavên xwe bavêjin ser vê xakê.

Ev kesên gelê me wek hovan dibînin diviya bû bihatana hêkbaran

kirin, diviya heya ku ji vê xakê derdiketin tomatêz li serê wana ketiba.

Dema ku ew çûn Hotêl Şeraton, diviyabû karmendên hotêlê bi gotina

‘bibûrin we heqaret li hember gelê me kiriye, we heqaret li hember

xaka me kiriye, heya hûn dawa lêborînê ji gelê me nekin, cihê we li

vî welatî nîne’ ew pêşwazî bikrana.

Ji bo rojnama Rûdaw jî sivikatiyek mezin bû ku weke rojnameyek

bêlayen ev hevpeyvîn li gel wî kesî belav kiriye. Pewist bû tenê pirsek

ji Memati hatiba kirin, ew jî ev bû: “Te û hemî hevkarên te di rêzefilmê

‘Dola Guran’ de we sivikatî li hember xaka me û gelê me kiriye,

hûn bi çi rûyî hatine ser vê xakê? Hûn amade ne li hember vî karê ku

we kiriye lêborînê ji gelê me bixwazin, an na?” Ger ku ew amade

bûne ku daxwaza lêborînê ji gelê me bikin, wê demê me jî cih dida

hevpeyvîna wî. Ger na diviyabû xeberekî nefret û tûrebûna gelê me

li ser wî hatiba amadekirin. Ne ku em bi vî awahî rojnameyên xwe jî

bikin alet ji bona wan kesên ku heqaretan li gelê me dikin.

Rûdaw

Xwedî: Rudaw Media GmbH

Serokê Civata Birêvebir: Nûredîn Weysî · nuradinwaisi@rudaw.net

Sernûser: Ako Mihemed · akopress74@yahoo.com · Rêvebirê Beşa Soranî: Hêmin Ebdulla

hemen@rudaw.nl · Navnîşan: Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a · 50823Köln/ Almanya

Telefon: +49 (0) 221.26 00 40 02 · Telefax: +49 (0) 221.26 00 49 81 Web: www.rudaw.net

E-maîl: info@rudaw.de (Beşa Kurmancî) · E-maîl: rudaw@rudaw.net (Beşa Soranî)
6 Nûçe Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Rûdaw

Dîmenek ji pevçûnên di navbera ciwanên kurd û hêzên polîsên tirk li bajarê Gever’ê. (Wêne: Diha)

Di salvegera girtina Öcalan

de bi sedan kurd hatin girtin

Amed – Salvegera girtina Serokê

PKK’ê Abdullah Öcalan li gelek

bajar û navçeyan bi çalakiyên kurdan

tê şermezarkirin. Li bajarên

Colemerg, Wan, Amed, Mêrdîn,

Riha, Êlîh, Agirî, Muş, Sêrt, Edene,

Entab, Gewer, Qoser, Pirsûs, Serêkanî,

Hewlêr, Wêranşar, Stenbol û

Mêrsîn’ê kurd derketin kolanan û bi

meş, daxuyanî, û greva birçîbunê

girtina Öcalan hat şermezarkirin.

Li aliyê din beriya 12. salvegera

girtina Öcalan ya di 15’ê Sibat’ê de

ji bo pêşiya çalakiyan bê girtin polîsên

tirk dest bi binçavkirin û serdegirtina

mal û saziyên kurdan kir.

Li hemû bajarên Bakurê Kurdîstan’ê

û Tirkiye’yê bi sedan kes hatin

binçavkirin û ji aliyê polîsên tirk

serdegirtina malan pêk hat. Di operasyonan

de bi sedan kurd maxdûr

dibin. Îsal jî polîsê tirk berî 15’ê Sibat’ê

de dest bi operasyonên girtinên

kir. Li bajarên Colemerg, Wan,

Amed, Mêrdîn, Riha, Êlîh, Agirî,

Muş, Sêrt, Edene, Entab, Gewer û

Îran weşanên hemû

televîzyonên derve asteng kir

SABÎR QADİRÎ

Taybet - Piştî ku pêşiya belavbûna

weşana bernameyên kanalên

BBC û VOA ya bi zimanê farsî li

Îran’ê hat girtin, weşana televizyonên

kurdî ên ser bi partiyên Rojhilatê

Kurdistan’ê jî hat girtin û ew

alî jî dibêjin Komara Îslamî bi şandina

sînyalan weşana televiyonên

wan li Îran’ê sekinandiye.

Bernameyên beşa farsî ya BBC li

ser satalîta Hotbird, ji aliyê xelkê

Îran’ê ve gelek bi berfirehî dihatin

temaşekirin, bi taybet piştî ragehandian

encamên dawî ên hilbijartinên

gera dehem a serokkomariyê li

Îran’ê û destpêkirina nerazîbûnên

Tevgera Kesk. Hikûmeta Îran’ê

fîltre avêtiye ser BBC ya farsî û

VOA ya Amerîka ku çend seetan bi

farsî weşanê dikin. Di qonaxa

Qoser’ê polîs û leşkerên tirk dest bi

binçavkirinê kir û bi ser gelek malan

de girt û hemû alav û amûrên malan

li nava hev xistin. Her wiha li malan

gelek bîlgisayar û pirtûk jî desteser

kirin Di nava van binçavkirinê de

endamên BDP’ê û komaleyên

mafên mirovan jî hene. Di operasyonan

de heta neha ji 200 kesî zêdetir

hatiye binçavkirin. Li gor bajarên

ku operasyon pêk hatiye de wek

Mêrdîn 20, Sêrt 17, Êlîh 10, Wan 11,

Amed 13, Agirî 14, Colemerg 31,

Muş 6, Entep 50, Riha 5, Edene 15,

Stenbul 13 kes hatine binçavkirin.

Operasyonên polîsan li gel çalakiyên

li gelek bajaran didome.

BDP: “Li hember zilmê dive tu

kes stûyê xwe natewîne!”

BDP li ser wan binçavkirin û zextên

li ser endamên partiyê daxuyanî

da capameniyê. Hevserokê BDP’ê

Gültan Kışanak û Selahattin Demirtaş

bang li gelê kurd kirin ku kes li

hember vê zilmê tu kes stûyê xwe

natewîne! Di daxuyaniyê de operas-

yekem de pêşiya belavbûna wan dû

kanalan girtin. Di encama wê valahiyê

de, kanalên kurdî cihê wan dû

kanalan ji bo belavkirina dengê

nerzîbûnê girtin, lewra Îran’ê bi

riya sînyalan weşana televizyonên

ASO SAT, Newroz, Rojhelat û

Kurd Chanel asteng kiriye. Yekem

kanal jî ku ber wê sînyalê ket, kanala

ASO Sat bû ku ser bi Komeleya

Zehmetkêşên Kurdistan’ê ye.

Berpirsê beşa farsî ya ASO SAT

Emîr Selewatî, şandina sînyalan bo

ser televizyonên ser bi opozîsyona

kurdî û Îranî wek beşek ji siyaseta

Komara Îslamî dizane bo rûbirûbûn

û kontrolkirina nerazîbûnên vê dawiyê

li Îran’ê: “Di çend mehên borî

de Parlamenê Îran’ê qanûnek pejirand

ji bo rûbirûbûna wan dezgeh û

medyayên dibin sedema çêbûna şoreşa

nerm, di qonaxa yekem a cîbi-

yonên ku li dijî BDP’ê tên lidarxistin

de wekî darbeyekî leşkerî tê binavkirin:

”Her roj malên endam û

rêvebirên partiyên me tê serdegirtin,

endam û rêvebirên me tên binçavkirin

û ragirtin.“

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang

li her kesî dikin ku ji bo protesto kirina

15’ê Sibat’ê û terora binçavkirin

û ragirtinê bê şermezarkirin divê

herkes derkeve qadan û mafên

xweyî demokratîk bikar bîne.

Li Ewrûpa jî salvegera 15’ê

Sibat’ê hate şermezarkirin. Li

Fransa li bajarê Strassbourg’ê bi deh

hezaran kurd hatin cem hev û salvegera

15’ê Sibat’ê bi meşek girseyî

protesto kirin û ji Öcalan re azadî

xwestin. Kurdan li meydana Boulevard

de Nancy meş û mitîngek lidarxist.

Di meşê de pankartên “‘Em

komploya navnetewi şermezar

dikin”, “Ji Öcalan re Azadî” balkişand.

Li Avusturalya li bajarê

Sydney û Melbourn’ê jî kurdan

15’ê Sibat’ê protesto kir.

cîkirina wê yasayê de jî, bi riya şandina

sînyalan weşana herdû televizyonên

BBC û VOA li Îran’ê

sekinand, piştre jî belavbûna weşana

çendîn televizyonên din wek

ASO SAT’ê li Îran’ê asteng kir.”

Selewatî herwiha da xuyakirin: “Ji

bo piştrastbûna zêdetir me peywendî

bi rêveberên Hotbird’ê re

çêkir û me ji wan re ragehand ku

sînyaleke bihêz û berfireh pêşiya

belavbûna ASO Sat û 7 televizyonên

Ewrûpa’yê girtiye.”

Bi sedema zêdebûna rojnamgerên

girtî li Îran’ê, di rêzbenda dawî

ya welatan de, Îran wek “Girtîgeha

Rojnamevanan” hatiye bi- navkirin.

Li gor nûçeya Rojnameya “Etemaad

Melli’ çapa Tehran”ê,

Komara Îslamî ji bo fîlterkirina 10

milyon malperên înternetê, 7 milyon

dolar xerc dike.

Li Atîna’yê 2 yûnanî kuştibû

Ji kurdekî re 85

sal zindan

KAWE ŞÊX EBDuLLA

Atina - Roja 10.02.2010’an dadgeha

Atîna ya paytextê Yûnanistan’ê,

sezaya 85 sal zindan liser

gencekî kurd bi navê Rêbiwar, birî.

Seza, piştî eşkerebûna desthebûna

Rêbiwar di kuştina dû mirovên Yûnanî

berî dû mehan, hat birrîn. Rêbiwar

ji Başûrê Kurdistan’ê ye û ev

zêdeyî 5 salan e li paytextê Yûnanîstan,

Atîna’yê dijî.

Di dema şopandin û lêgerîna li

kujerên dû gencên kurd li Atîna,

polîsên bajêr kujerên dû mirovên

Yûnanî desteser dikin.

Hevalekî Rêbiwar li Atîna’yê bo

Rûdaw’ê ragehand: “Berî dû mehan

Rêbiwar ji bo pereyên wan ku

nêzîka 700 euroyan bû, dû hevwelatiyên

Yûnanî di şevekê de kuştin.”

Herwiha hevalê wî dibêje

Rêbiwar bi kêreke tûj, ji pişt milên

wan ve serê herdû mêrên Yûnanî

birîye.

Roja 07.01.2010’an de li Atîna’yê,

polîsên bajêr termê dû gencên

kurd ku serê wan hatibû jêkirin

di avahiyekê de dîtibûn. Navê

herdû xortên kurd Reza Silêman

(35) û Newzad Mihemed Ehmed

(27) bû û herdû jî xelkê bajarê Silêmaniyê

û qezaya Derbendîxan in.

Çavkaniyeke Rûdaw’ê li Atîna’yê

DILBIXWÎN DARA

Bonn - Raperê kurd Xatar, ligel

3 kesên din tên tewanbarkirin ku

wan rê li pêşiya otomobîleke transportkirina

zêr girtine û zêrên têde

birine. Polîsê alman niha li her derê

li Xatar digerin. Li gora rapora dozgeriyê

Xatar bi xwe di bûyerê de

amade nebûye, lê serpereştiya bûyerê

kiriye. Dozgerê alman dibêje

bihayê zêrên hatiye dizîkirin 2,5

mîlyon euro ye.

Ji bilî Xatar di nava 3 kesên ku tên

tawanbarkirin de ji Mexrib‘ê gêncek

bi navê S., hemwelatiyek tirk bi

navê S. C û K.Q’yê ji Rojhilatê Kur-

dibêje: “Di hefteya yekem a kuştina

van herdû gencên kurd de, polîsên

Atîna’yê bi berfirehî lêkolînên xwe

destpê kirin û di vê demê de gumana

wan liser çi kurdekî yan biyanekî

çê bûbe, wan bo lêpirsînê

dibirin navenda polîs. Dema Rêbiwar

dikeve destê polîsan de li navçeya

Daphne ya Atîna’yê, destên

wî kelepçe dikin û bo lêkolînê wî

dibin. Piştî testan ji diyar dibe ku

destê Rêbiwar heman şûna destê

liser kêrê bûye ku berî demekê dû

hevwelatiyên Yûnanî pê hatibûn

gurandin. Loma Rêbiwar jî bi lez

rasyiya bûyerê ji polîsan re eşkere

dike.”

Rêbiwar Mihemed ê 30 salî daniştvanê

Qezayê Seyid Sadiq e. Ew

di sala 2005’an de çûye Yûnanîstan’ê

û li Atîna ya paytextê wê rûdine.

Li gor daxwiyaniyên hevalê

wî ji Rûdawê re, heta sala 2008’an

Rêbiwar karkerî dikir lê piştre jiber

bêkarî û bêpereyî dest bi karê

mafya kir û div ê demê de liser şerkirin

û xirabkariyê, zêdeyî carekê

hat zindankirin. Cara dawî ku Rêbiwar

hat zindankirin, liser kuştina

dû kesên Yûnanî ye û bi 85 sal zindan

hat sezakirin. Niha Rîbiwar li

zindana Kurdelo ku cihê girtina

mêrkujên çeteyên mafyayê li bajarê

Atîna’yê ye.

Polîs li Moskowa’yê li

Xatar digere

Xatar

distan‘ê tawanbarên bûyerê ne.

Li gor rojnameya almanî Ludwigsburger

Kreiszeitung, polîs texmîn

dikin ku çend ji tawanbaran li

Moskova‘yê ne. Li gora rojnameya

alman Welt, Xatar, bi riya Facebook

bi hevalekî xwe re ketiye pêwendiyê

û di nava gotinên wî de

gotinên ‘‘Moskova ranaze“ derbas

dibe. Piştî ku diyar dibe Xatar li

Moskowa‘yê ye polîsê Rûs jî ketiye

niha li cihê tawanbaran digere.

Tiştê balkêş ew e ku di vîdeo

klîba Xatar ya bi navê “Paragraph

31” de, hevalekî wî bi navê Samî

ku polîs niha li wî jî digere, Xatar

ew ji dadgehê, bi kincê polîsan direvîne.

Şîrovegerên kiryarên krîmînal

dibêjn, dîmenên wê klîbê nîşan

dide ku Xatar û grûba wî berê tiştekî

wiha plan kiribûn.

Rojnameya alman Express jî dibêje

Xatar ne li Moskova, lê li welatekî

Rojhilatê Ewrûpa ye.

Weke tê zanîn roja 15.12.2009

komeke rêbir otomobîleke ku zêr di

navbera bajarên Nürnberg û Pforzheim’ê

de transport dikir, rawestandibû

û bi zorê dest dabînbûn ser

zêran. Li gora rapora polîsan di erbeyeke

BMW de ku 2 an jî 5 lê

siwar bûn û bi kincên polîsan bûn,

di saat 10’ê sibehê de erebeya

transportê şêlandibûn. 2 kesên ku

têne gumankirin ku destê wan di vê

bûyerê de hebû ye û bûye alîkar, di

bin çavan de girtî ne.
Rûdaw

ÇIYA MAzÎ

Birêz Şêxmûs, we jî di salên

1990’an de dest bi nivîs û

helbestê kiriye, gelo wê

demê tiştê ku hûn ber bi nivîsê

û helbestê bir çi bû?

Dema we dest pê kir çi diqewimî

li dinyê û li welêt?

Salên 1990’an çend tiştên

spesifîk gava jê derbikevin

destpêka nivîsandin û berhemdayîna

wêjeya kurdî bû.

Ev yek ne mimkun bû ku ji

tevgera azad û berbiçûyîna

xwenaskirina şexsê kurd

cuda be.Yan jî ez dikarim vê

yekê ji bo xwe bêjim. Me

hêdî hêdî xwe nas dikir, bê

zimanê me zimanekî çawa

ye û kesên bi zimanê me dipeyîvîn

‘ji me ne’. Her çiqas

salên borî bi min dan fêmkirin

kesên ji ‘me’ xuya dikin

jî bi vî zimanî napeyîvin.

Destpêk ji bo min wisa bû.

Gava min dest bi nivîsandina

helbestê kir mixabin bi

tirkî bû û min nizanîbû

helbest dikarin bi kurdî

bên nivîsandin. Ji ber

min heta wê gavê yek

helbest bi kurdî nexwendibû

û emrê min jî

13-14 salî bû. Cara

ewil gava ez di

pola hefta de

bûm li dibistana

ku ‘yatili’

jê re dihat

gotin, mamosteyekî

min ew meyla min dît

û pirtûka Cigerxwîn da min.

Ew dem ji bo min bû destpêka

nivîsandina bi kurdî.

Ew salên hatina peşmergeyan

bû ku ji ber şerê Seddam

reviya bûn û li nêzî dibistana

me bi awayekî sefîl bicîh

bûbûn. Wan deman heta ji

min dihat bi wan re diketim

tekiliyê û min dixwest ji zimanê

‘wan’ baş fêm bikim.

Hûn dikarin hinekî qala

xwendevanên xwe jî bikin?

Bi rastî îroj ez bawerim

dibe çend îstîsna hebin lê ti

kes nikare qala xwendevanên

xwe bike. Ji ber ku hîn di

wêjeya kurdî de her tişt li

cihê xwe rûneniştiye.Weke

siyaseta kurdan wêjeya wan

jî di nav aloziyekê de ye.

Di helbesta min de dikarim

bêjim ku gava ku rû bi rû

li hin kesan rast têm xwe

weke xwendevanekî min

didin der. Lê problem ev e ku

kes li ser berhemê kesekî na-

Zarok li benda mezinan namînin:

Amed - Zarokên ku ji aliyê

Navenda Perwerdeya Şaredariya

Bağlar’ê alikariyê

werdigrin, rojnameyeke 8 rûpelî

bi zimanê kurdî û tirkî

çap dikin. Xebatkarê navendê

Senar Ataman diyar kir ku

armanca wan ew e ku zarokên

kolanan têxin nav xebatê

û hunera wan derxînin holê.

Rojnameya Dengê Zarokan

ye-kem rojname ye ku ji aliyê

zarokan ve tê amadekirin û

çap dibe. Ataman dibeje beriya

ku ew rojnameyê çap

bikin, wan lêgerîneke berfireh

kiriye û li ser vê bingehê wan

dest bi xebata xwe kirine.

Mijarên rojnameya Dengê

Zarokan ji aliyê zarokan bi

xwe tên amadekirin. Di rojnameyê

de mijara mafên zarokan,

mafê jiyanê, li cîhanê

mafên mirovan, hevpeyvînên

bi zarokan re, çîrok û

gelek cureyên nûçeyên din

cih digirin.

Ataman got ku pirsgereka

wan a herî mezin ew e ku

zarok nikarin bi hêsanî zimanê

dayîkê bixwînin û binivsînin.

Sedem jî ew e ku

zarok bi zimanê zikmakî perwerde

nabin: “Ji ber vê yekê

em giringiyê didin zimanê

kurdî. Naveroka rojnamê gelekî

dewlemend e. Di nameyên

ku ji aliyê zarokan ve tên

şandin, gelek babetên balkêş

hene, mirov dikare rojnameke

16 rûpelan ji wan nameya

çap bike.” Di dema peş

de navend plan dike ku li ser

fotografkişandinê û rojnamevantiyê

jî zarokan perwerde

bike.

Hejmara sêyemîn li kolanên

Bağler’ê hat belavkirin

Rojnameya Dengê Zarokan

me-hê carekê derdikeve

û di şahiyeke taybet de li

taxa Kaynartepe a ser bi şaredariya

Bagler’ê hat nasandin.

Zarokên ku ji Navenda

Perwerdeya Bagler’ê alîka-

Çand û Huner

Helbestvan Şêxmûs Sefer:

Heta niha, çend sîyasetmedarên kurd

çend pirtûkên kurdî xwendine?

nivîse. Carina ez ji xwe re dibêjim

ezê binivîsîm li ser

helbestê. Lê bawer bikin ji

bo min nivîsandina li ser helbestê

ji nivîsandina helbestê

zortir hat. Karekî pirr taybet

e. Ji ber divê hûn ruhê wê

helbestê hemû hîs bikin. Ev

yek di çîrok û romanê de hêsantir

e.

Gelo hûn helbestên kurdî

aniha û yê 15 sal berê bidin

ber hev, helbest û helbestvanên

niha wê karibin barê

helbesta kurdî hilgirin.

Yên vî barî ragirin wê helbestvanên

niha bin bêguman.

Lê wê barên xwe çawa ragirin

û wê çiqas giran be, ew jî

dimîne ser şexs bi xwe. Sedî

sed helbestvaniya kurdî li

gorî 15 sal berê pêşketîtir e.

Ev yek tiştekî diyalektîk e ji

xwe. Di destpêkê de weke li

her derê din, kesên ku helbestê

dinivîsin pirr in lê

kesên helbestvan dimînin

hindik in. Ji bo helbestvaniya

kurdî jî wê ev yek wisa be.

Hûn pêşeroja Wêjeya Kurdî

çawa dibînin, xweziya we bi

çi heye?

Xweziya min bi tiştekî

eman eman tune. Tiştan di

çavên xwe de mezin nakim û

heta ji destê min tê bi şiruştî

dijîm. Pêşeroja wêjeya kurdî

di destê wêjevanên rewşenbîr

de ye. Hûn dikarin bêjin

ev çi ye! Mixabin her wêjevan

ne rewşenbîr e. Di hev-

riyê dibînin, bi muzîk û govendê

beşdarî şahiyê bûn.

Zarokên beşdar li taxa Kayapınar

û Caddeya Sakarya

Dengê Zarokan belav kirin û

ji hêla şêniyan taxê ve bi

germî hatin peşwazîkirin û

eleqetek mezin hat nîşandan.

Di şahiyê de nêzîkî 800 heb

ji Dengê Zarokan hatin belavkirin.

Hemû nivîsên Dengê Zarokan

ji hêla zarokan ve tên

nivîsandin û amadekirin. Di

hejmara vê carê de babetên

weke “zarokên ku bûne qurbanê

yasaya li dijî terorê

(YDT)”, cejin, aştî, bûyerên

ji jiyana zarokan, cîhana xeyalên

zarokan, cih digrin.

Her di vê hejmarê de hevpeyvînek

bi mamosteya zimanê

kurdî Medya ya 10 salî

jî cih girtiye. Di demek kin

de Dengê Zarokan wê xwe bi

rêya înternetê jî, di jêr navnîşana

www.baglar.bel.tr de,

bighînî zarokan.

peyvîneke Ebdullah Peşêw

de ez hîn bûm ku li başûr

nêzî pênç hezar wêjevan (!)

ji dewletê meaş distîne. Di

vir de ferqa rewşenbîr û wêjevan

baş derdikeve holê.

Wekî hûn dizanin werger jî çê

dibin, lê wergerên helbestê ji

zimanê din bo kurdî kêm in,

herwiha di wergerên helbestên

kurdî bo zimanên din jî

kêmasî heye.

Bi rastî ji bo vê mijarê nikarim

zêde tiştekî bêjim ji

ber werger ne karê min e.

Divê wergêrên kurdî jî zêde

bibin. Ev yek bi bazarê re tekîldar

e. Vaye ji ber hin produksyon

û televizyonên

weke TRT-6 zêde jî dibin.

Kesên bi peran vî karî dikin

jî zêde dibin. Ev yek ji bo

ziman ne xerab e. Lê îroniyekê

jî bi xwe re tîne. Kesên

wergêr weke xwediyê zimanê

kurdî tê dîtin, mixabin.

Lê wê hêdî hêdî ew tişt jî bê

fêmkirin.

Di demek nêz de an demek

hinekî dûr de projeyên we çi

nin, an hûn çi xeyal dikin ji

bo nivîsandina helbestê ?

Min bi kîjan xeyalî çawa

dest pê kiribe hîn wisa didome.

Heyecana destpêke

pirrtir e, lê bi her helbestê

fêm dikim ku heyecan û

xeyal didome. Xeyala min ev

“Pêşeroja wêjeya kurdî di destê

wêjevanên rewşenbîr de ye. Hûn

dikarin bêjin ev çi ye! Mixabin

her wêjevan ne rewşenbîr e.”

e ku zarokên kurdan bi helbestê

û têr şîr mezin bibin.

Têkiliya we û helbesta beşên

welêt en din çawa ye.

Bi rastî ev mijar pirr tevlihev

e. Têkevim vê meseleyê

rûpelê rojnameyê têr nakin.

Ji ber alfebeyê zêde tekiliyek

xurt tune.

Hinek rexneyên we di derbarê

rewşenbîrî de, di weşanan

de derketin. Têkiliya

siyasetê û wêjeya kurdî çi ye?

Li welatekî bifikirin ku li

Rojnameya “Dengê zarokan” derxistin

7

hember desthilatdarekî hûn

serî radikin û bi amûrên wî

tevdigerin. Hewceyî serhildanê

namîne wê gavê. Li

mala xwe rûnê û tenê bi zimanê

xwe bipeyîve, bi ya

min mûteberdir e. Siyaset dikare

wêjeya kurdî pirr xurt jî

bike û wekî aniha pirr qels jî

bike. Aniha qels e, ji ber ku

em bi saya serê wan li ser

avê dinivîsinin. Ka bipirsin

bê çend siyasetmedarên kurdan

çend hep pirtûkên kurdî

xwendine. Bi rastî hewce nabînim

li ser vê meseleyê tiştekî

zêde jî binivîsim. Her

kes karê xwe dike. Ez bi

kurdî dinivîsim û ew camêr

û canikana bi tirkî dixwînin!

Av wê cihoka xwe bibîne…

Çarîn an beytikek helbestkarekî

din ku pir ketiye serê

we hûn dikarin bibêjin.

Ji Omer Heyyam pir hez

dikim.

Şêxmûs Sefer di sala 1977’an

de li Mêrdîn’ê ji dayîk bûye.

Zarokatiya wî li gund derbas

bûye. Piştî dibistana seretayî û

navîn ji bo ya amedehiyê çûye

Stenbol’ê. Çar sal jî li wir

maye. Piştî dibistana du salan

li Azadiya Welat xebitiye. Şêxmûs

niha li Amed’ê dijî û ji bilî

mijûlbûna bi wêjeyê, serokatiya

sendîkaya karmendan jî

dike. heta niha pirtûkek wî ya

helbestê bi navê “Bîstan hatin

derdan“ hatiye çapkirin.

Dengê zarokan yekta rojnameya zarokan a bi kurdî ye ku di temamî ji aliyê zarokan tê amadekirin.

“Dengê Zarokan” li kolanên Amed’ê rastî eleqeyekî mezin tê. (Wêne: Rûdaw)
8

EvDİLA KoÇER

Karîkaturîst İnayet Dîko li

herêma Kurdaxê (Rojavayê

Kurdistanê) hatiye dinyayê.

Xwendina xwe li bajarê Helebê

(Peymangeha Elektronik)

xwend û li dawiyê ji ber

sedem û behaneyên rêjîma

Sûriyê ji xwendinê tê bi dûrxistin.

Ev demek dirêj e, bi

karîkatûrên xwe ve bala civaka

kurd dikşîne ser xwe.

Meseleyên siyasî, serkeftin û

binkeftinên kurdan ji karîkatûrên

wî re dibin mijar. Li

gorî gotina wî, ew pir ji ken

û tinazan hez dike. Belê di

derbarê gelek pirsên din de

İnayet Dîko ji Rûdaw’ê re

axivî. Li ser destpêka karê

hunera karîkatûrê, Dîko

diyar dike ku destpêkirina

hemû huneran jî zehmet e,

“lê“ dibêje ku mirov bizanibe

ka di çi demê de dest pê

kiriye, “Ji ber pêlên hunerê li

pey hevin û sermedî ne, ne

diyar in mirov pê nahise, lê

wek dema di bîra min de

maye, ez hîn biçûk bûm û

diçûm dibistana pêşîn li

gundê me, di salên heftiyan

de, min bi rejî û perçeyên komirê

form û dîmenên hevalên

xwe li ser lat û diwar û

quncikên malan çêdikirin...”

Piştî vê yekê behs dike

gava wî ew sûret xêz dikirin,hemû

zarokên gund li ser

serê wî diciviyan, “Kenê

wan ber bi esman ve diçû û

min fêm dikir ku min diştek

afirand û ez jî dadiketim dîlana

ken û henekan. Û hêdî

hêdî ev huner bû parek ji jiyana

min...”

Karîkatûrê, maneya hunera

karîkaturê, ji xwe re

wekî fabrîkayeke biçûk bi

nav dike, “Çiqas tiştekî

mizin be, ramanek giran be,

romanek qalind be û avis be,

felsefeyek bi hêz be, tiştekî

bilind û xort be, ew fabrîkeya

karîkatûr dikare di çend

xêzan de û bi awayekî hesanî

wan hemû tiştan formole û

nazik û tenik bike. Û bê zehmetî

û westandin sêrkiriyên

hunera karîkatûr wan hemû

tiştan fêm bikin, çi zarok bin

û çi jî pîr bin!”

Elementên di destên

karîkatûrîst divê nakokî

û tevlihevî be

Li ser mîzaha reş ya di karîkatûrên

xwe de jî destnîşan

dike ku gava mirov li tabloya

hunerê bi giştî binêre wê bibîne

ku huner bi xwe neynika

jiyana civakî û siyasî

ye, “Loma jî belkî drama

bêhtir para xwe daye xêzên

min. Mizahî, tirazî, ken, komedî,

berevajiya hêbet û forman,

ji bingeh û damarên

xêzkirina karîkatûr e, ango

divê elementên di destên karîkatûrist

bi xwe, nakokî û

tevliheviya jîn û jiyanê bin,

ta ji wan liv û herdemiya

pêlên jiyanê bikaribe enca-

Çand û Huner

meke baş derî ne û biafirîne...”

“Gelo tu li mîzaha polîtîk

çawa mêze dikî? Divê hiş û

sînorê mîzahê çawa be?“, li

ser vê pirsa me jî İnayet Dîko

dibêje ku xêzkêşiya siyasî girêdayî

jiyana siyasî ye, “Girêdayî

çanda welatan e,

girêdayî felsefeya dan û standinê

ye, girêdayî azadiya fikr

û hiş û ramanê ye, girêdayî

destûr û qanûnên desthilatdariyê

ye. Lê mixabin ev

pîvan hemû li bejn û bala me

kurdan nayên. Jiyan bi sînor

e ,bav bi sînor e ,mixtarê

gund ji te re bi sînor e, civak

bi sînor e, bajarê te, dibistana

te, leşkeriya te, gerîlatiya te,

pêşmergahiya te, dostantiya

te, û li dawî berpisiyarên te

Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

Karîkaturîst İnayet Dîko:

Rewşenbîrên me ji rexneyan ditirsin,

lê ji mizdanê gelek hez dikin!

“Kew nîşana kurdan e, û kew jî birayê xwe bi dehfa nêçirvaniyê dixe, rewşa me

kurdan ev e, xwefiroşî, durûtî, xizmetkariya ji cîranan re, ne qebûl kirin, birakujî,

partîtî, ez ezî, pûtperestî ye. û gelek tiştin din ku nayên gotin...”

Kajol Devgan yek ji navdartirîn stêrkên Bollywood’ê ye.

Berlin (Rûdaw) – Van rojan

stêrkên sînemaya cîhanê

li Berlîn’ê kom bûne bo ku

filmên xwe yên nû pêşkeşî

cîhanê bikin. Lîstikvanên

navdar yên weke Pierce

Brosnan, Ewen McGregor,

Kajol Devgan û Shah Rukh

Khan rengekî navnetewî

didin Festîvala Filman a

Navnetewî a Berlîn’ê “Berlinale”.

Brosnan und Mc-

Gregor roja înê filmê Roman

Polanski “The Ghost Writer”

û stêrka Bollywood’ê Shah

Rukh Khan jî filmê xwe

“My Name is Khan“ peşkeş

kirin. 60. Festîvala Filman a

Navnetewî a Berlîn’ê “Berlinale”

pêncşema borî bi

yên partiya te hemû reqîb û

sînor in, li quncikên xewnên

te cellad û zebanî razayî ne,

rewş ev e...”

Meydana rewşenbîrên

kurd hîn wek sedsala

bihûrî ye

Di berdewamiya axaftina

xwe de rexneyên tûj li rewşenbîrên

kurd digire û dibêje

meydan û seyrangeha rewşenbîrên

kurd hîn wek sedsala

bihûrî ye, “Gelek

minakên min hene, min

gelek kesên siyasî û rewşenbîn

xêz kirin û yek caran jî bi

awayekî nivîskî min dihanîn

ser ziman, lê mixabin di encamê

de derket ku dostantî

kêm dibe, ji ber ku rewşenbîrên

me gelek ji rexnan ditirsin

lê ji mizdanê gelek hez

dikin...”

Karîkaturîst Dîko balê dikişîne

ser ku heta niha ew ji

xêzkirina karîkatûrekî xwe

poşman nebûye, “Ji ber ku ez

bi ya xwe xêz dikim, wêrekiya

min heye ku bi xêza

xwe re şer bikim.. Gelekan ji

min xwestin û daxwaz kirin

ku ji dîlana û govendên wan

re, ez xêz bikim, lê ji bilî dîlana

gundiyên xwe, sema û

filmê çînî “Tuan Yuan” (Ji

hev cuda, bi hev re) dest pê

kir û wê heta 21’ê vê mehe

bidome. Bi giştî derdora 400

film wê bên peşkeşkirin û

filmên serketî wê bi “Hirça

Zêrîn” û “Hirça Zîvî” bên

xelatkirin. Tê çaverêkirin ku

20 hezar mêvanên taybet ji

120 welatan û derdora 4200

rojnamevan ji 100 welatan

di dema festîvalê de berê

xwe bidin Berlîn’ê.

Surprîzekî festîvalê ku di

roja duyan de bala sînemahêzan

kişand ser xwe, filmê

navdar yê Fritz Lang, “Metropolis“

bû. Filmê bêdend

Metropolis ku yek ji navdartirîn

filmê science fiction e,

Rûdaw

govendan ji kesan re nagrim,

ji ber ku strana lorke lorke ez

ji gundiyên xwe hîn bûm, ne

ji tu kesan...”

Singa wî ji rexneyan re vekiriye,

ew ji rexneyên xwendevanan

tu carî aciz nabe, ji

bo vê yekê bangeke wî jî

heye, “Ez bi dilekî vekirî û li

pêş hemû pêlên ragihandinê,

ez gazî gişan dikim, ka werin

birano û rexnên xwe ji %

100 li min bikin, lê bihêlin

ku ez jî % 51 rexnan li we

bikim...”

Li ser awayên rexneyan jî

dibêje ku ger ew bimeşe û

serê wî rastî darekê yan pîkinekî

ji darê were, ew kêfxweş

dibe, “Lê gava lingên

min rastî kevirekî were ez

gelekî aciz dibim...”

Paşê sohbeta me vedigere

ser klîşeyên civaka kurd, li

ser vê yekê Karîkatûrîst

Dîko ji me re wê meseleya

meşhûr ya kewê vedibêje,

“Kew nîşana kurdan e, û kew

jî birayê xwe bi dehfa nêçirvaniyê

dixe, rewşa me kurdan

ev e, xwefiroşî, durûtî,

xizmetkariya ji cîranan re, ne

qebûl kirin, birakujî, partîtî,

ez ezî, pûtperestî ye. û gelek

tiştin din ku nayên gotin...”

Hollywood û Bollywood

li Berlinale gihiştin hev

Surprîzekî festîvalê ku di roja duyan de bala

sînemahêzan kişand ser xwe, filmê navdar yê

Fritz Lang, “Metropolis“ bû.

di sala 1927’an de hatibû kişandin

û demek dirêj beşik ji

film winda bûbû. Di sala

2008’an de beşê film yê

windabûyî li bajarê Arjentîn’ê,

Buenos Aires hat dîtin

û piştî restorasyonê film bo

cara yekê dîsa li Berlinale

hat nîşandan.

Çend favorîtên îsal bo

“Hirça Zêrîn” filmê Roman

Polanski “The Ghost Writer”,

“Jud Süß - Film ohne

Gewissen”, “Der Räuber”,

“Shuttler Island” bi lîstikvaniya

Leonardo DiCaprio,

filmê Shah Rukh Khan “My

Name is Khan” û filmê li ser

jiyana sê Musulman’ên li

Almanya’yê “Shahada” ne.
Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Jın û Cıvak 9

Xesûya Celal talabanî Gelawêj Xan:

Hemû zarokên min bi aliyekê

û Mam Celal jî bi aliyekê

Ez hemû xwarinekê dizanim çêbikim, hemû zarokên min ji

xwarinên min hez dikin, Mam Celal gelek ji xwarinên min

hez dike, bitaybet birincê ku ez çêdikim.

Gelawêj Salih Fetah (Wêne: Rûdaw)

SAMAN HEME XERÎB

Silêmanî - Gelawêj Salih Fetah

sala 1930´an li bajarê Musil ji

dayîk bûye û sala 1947’an ligel

Mamoste Îbrahîm Ehmed’ê nivîskarê

romana ‘Janî Gel’ zewiciye,

xwediyê pênc keç û 2 kuran bi

navên: Hêro, Helo, Şanaz, Hetaw,

Hawkar, Kurdê û Lîloz e. Gelawêj

Salih 17 roman nivîsandine û beşek

ji berhemên wê bo zimanê erebî hatine

wergerandin. Gelawêj diya

Hêro Xan yekem a İraq’ê, di yekemîn

hevpeyvîna xwe de ligel heftînameya

“Nim Nim” ku Rûdaw

diweşîne, amaje dide vê yekê ku ji

nivîsîna mijarên rojnameyên îro ên

Herêma Kurdistan’ê û tevlihevkirina

cilûberên kurdî ên jinan hêrs e,

herwiha tekez dike ku ew ji zavê

xwe ango Celal Talabanî pir hez

dike û rêz û hurmeteke taybet ji wî

re heye û dibêje: “Hemû zarokên

min bi aliyekê û Mam Celal jî bi

aliyekê, ez ewqas jê hez dikim.”

Gelawêjxan, navbera te û siyasetê

çawa ye û çawa heta niha te çi post

û berpirsyarî nebûye?

Ez ji siyasetê têr bûme, ji ber ku

her ji temenê zarokiyê ez li mala

xalê xwe mezin bûm, xalê min

Hemze Ebdula damezrênerê Partiya

Demokrata Kurdistan’ê bû,

lewra ji zarokiyê ve ez di rewşeke

siyasî de mezin bûm. Piştre ez bi

Mamoste Îbrahîm Ehmed re zewi-

cîm ku ew jî her mijûlî siyasetê bû,

li peyre ji ber Mam Celal û keça

min Hêro heta niha jî her di rewşa

siyasetê de dijîm. Ez endama tu

partî û rêxistinekê nebûme, lê tu demekê

di çepera xebat û tekoşîna

kurd neveqetiyame û li ser kurdayetiyê

min gelek êş û derd kişandine,

çaxê ez zarok bûm em

dûrxistin bo Ekef li parêzgeha Dîwaniye,

piştre em ji bo Besre,

Bexda û Kerkûk’ê dûr xistin, bi sedema

siyaset û kurdayetiyê kêm bajarên

Kurdistan û İraq’ê hene ku

min nedîtibe. Heta em di Kurdistan’ê

de bûn, me qet dû salan serhev

di avahiyekê de jiyan nekir,

heta em derbiderî welatên Sûriya,

Misr û Îran’ê jî bûne, bo cara dawî

êdî em li Birîtanya niştecih bûn.

Pêşmerge û Kurdistan ji bo we

sembola çi tiştî ne û tên çi wateyekê?

(Digirî) Pêşmerge kesê/a herî

pîroz e û bi xwîna wan ya geş roja

îro ji me re pêk hatiye, lê mixabin

heta niha bi awayê pêwîst xizmet bi

malbat û kesûkarên Pêşmergan nehatiye

kirin, Kurdistan jî rih û canê

me ye.

Peywendiya te ligel zavê te (Celal

Talabanî) çawaye?

Her pirs neke, hemû zarokên min

bi aliyekê û Mam Celal jî bi aliyekê,

ez ewqas ji wî hez dikim.

Peywendiya navbera we wek xesû

û zava ye an têkiliyeke hevalane

ye?

Berî ku em Hêro bidin wî û bi

hevre bizewicin, min Mam Celal

nas dikir û wî berdewam hatin û

çûna me dikir, ciwanekî ciwan yê

rewşenbîr û bi exalq û welatparêz

bû. Bi rastî min û Mamoste Îbrahîm

pir jê hez dikir, di şoreşa Partî de

ligel bavê Hêro bû.

Hun bi çi navekê gazî hev dikin?

Ez her ji wî re dibêjim Mam

Celal û ew jî ji min re dibêje Gelexan.

Kî navê te danî Gelawêj?

Bavê Hêro ev nav li min kir, ji

ber ku di destpêkê de navê min Sacîde

bû, piştre Mihemed ê xalê min

bi zorî navê min kir Jiyan, piştî ku

em ji bo deverên jêr ên İraq’ê bo

nav Ereban hatin dûrxistin, car din

ez bi navê Sacîde gazî dikirim.

Dema ez ligel Mamoste Îbrahîm

Ehmed zewicîm, wî navê kovara

xwe ango Gelawêj li min kir.

Te çawa biryar zewacê ligel Mamoste

Îbrahîm Ehmed da?

Îbrahîm ligel Hemze yê xalê min

di nav PDK’ê de kar dikir û gelek

jê hez dikirin, ji ber ku mirovekî

hêmin û rewşenbîr bû, dema hat bo

xazbîniya min (dikene), ez jî dicîh

de razî bûmû min bersiva erê da.

Tu ligel nivîsînê çawayî?

Gelekî baş im, niha jî berdewam

dixwînim û dinivîsim.

Çend pirtûkên te hene?

Min 17 pirtûkên çapkirî hene ku

piraniya wan roman û çîrok in, herwiha

pirtûka serpêhatiyên min, ku

niha berga yekem a wê di bazarê de

ye û mijûl im berga dûwem jî dinivîsim.

Ez herwiha liser romanek bi

navê ‘Dîwarê hundirê avê’ kar

dikim.

Ango heta niha jî tu berdewam dinivîsî?

Bêguman her dinivîsim, lê ez

gelek ji nivîsîn îro hêrs im, hin peyvan

bikar tînin ku bixwe jî nizanin

wateya wan çiye, başe ew ji bo kî

dinivîsin? Birastî şêwazê nivîsîna

rojnameyan pir xerab û tevlihev e.

Êdî tu li çi tiştekî din hêrs dibî?

Ez bi cilûbergên niha ên jinan

hêrs dibim ku binavê modelan kincên

kurdî tevlihev kirine, ew ne cilûbergên

kurdî ne, eger li welateke

din bûya, diviya dîzaynerên wan cilûbergan

bihatana cezakirin, ji ber

ku kinc tevlihev kirine.

Tu çi li înternetê dizanî?

Erê çawa nizanim, ez her bixwe

E-maîlan dişînim bo zarokên xwe û

serdana malperan dikim, ew jî (internet)

para xwe dema min digire.

Tu çi xwarinekê dizanî çê bikî?

Ez hemû xwarinekê dizanim çêbikim,

hemû zarokên min ji xwarinên

min hez dikin, Mam Celal

gelek ji xwarinên min hez dike, bitaybet

birincê ku ez çêdikim.

Têbinî: Ev hevpeyvîn di hejmara

dawî (10) a heftenameya ‘Nimnim’

hatiye çapkirin ku Kompanya

Rûdaw derdike.

Li Silêmanî festîvala

fîlmên jinan

Silêmanî (Rûdaw) – Yekîtîyên

Jinên Kurdistan’ê di 8’ê

Adar’ê de Roja Jinên Kedkarên

Cîhan’ê de festîvala fîlman lidardixe.

Mijara fîlmên ku vê tevlî

festîvalê bibin, divê li ser jinê be.

3. Festîvala Fîlmên Kin yên ku di

Salona Awar ya Silêmanî de tê lidarxistin

de, yên ku dixwazin

beşdarê festîvalê bibin, divê heta

26’ê Sibat’ê serî lêbidin.

Festîvala ku di 8’ê Adarê Roja

Jinên Kedkar ên Cîhanê de tê lidarxistin

de, di beşa senaryoya

herî baş, derhêner, lîstikvanê jin

û mêr û wekî din jî li ser dokûmentera

herî baş wê xelatan bide.

Fîlmên ku tevlî festîvalê dibin

wê ji alîyê komîyonekî pispor ve

bê hilbijartin. Li gor komîsyona

festîvalê şertên tevlîbûnê wiha

ye:

• Fîlm divê li ser jinê be.

• Divê bi sîstema (35 ml-HD-

DV) hatibe amadekirin.

• Fîlm divê ji 35 deqîqeyan dirêjtir

nebe.

• Divê fîlm di navbera sala 2007

û 2010’an de hatibe amadekirin.

• Fîlmên ku li Kurdîstan’ê hatîye

amadekirin, divê li tu cihî nehatibe

nîşandan.

• Fîlmên ku tevlî festîvalê dibin

û yên ku bên qebul kirin jî ji bo

arşîva festîvalê vê bê parastin.

• Divê naveroka fîlm û hinek

wêneyên fîlm li ser du CD bê

kopîkirin û şandin.

• Fîlmên ku ne bi kurdî bin, divê

bên wergerandin.

Fîlmên ku ji 35 deqîqeyan dirêjtir

be vê weke fîlmê mêvan wê

bên nîşandan.

Kesên ku dixwazin tevlî festîvalê

bibin, bi rêya e-maîl û telefonê

dikarin agahîyên berfireh

bistînin.

Ji bo agahiyê:

Yekîtîya Jinên Kurdîstan’ê

(Women Union of Kurdistan),

Tawar Palace, 11 Street, Silemanî,

tawarfes@yahoo.com,

Tel: 07501145509.

Dû jinên din jî (xwe) kuştin

Amed (Rûdaw) - Li navçeya Muş’ê Bulanik’ê bûka 14 (!) salî bi

navê Havva Üzüm di mala xwesiya xwe de dawî ji jîyana xwe anî.

Havva Üzüm 3 meh berê bi Burhan Köroglu a 23 salî re hatibû zewicandin.

Ji bo ku sedema mirina Havva Üzüm bê tespîtkirin, ji alîyê

serdozgerîyê lêkolîn dest pê kir.

Li Amed’ê nêzîka navçeya Bismil’ê jî cesedê keçek bi navê Emine

Aydeniz a 22 salî hat dîtin. Aydeniz ku di ava Dîcle’yê de fetisandî

hat dîtin, xwendekara zanîngehê bû û ji bo betlane hatibû Bismil’ê.
10 Dîaspora

SÎRWAN H. BERKo

Berlîn - Angelika Graf ji Partiya

Sosyaldemokrat (SPD) bi nûçeyeke

erênî dest bi axaftina xwe ya di Parlamena

Almanya’yê “Bundestag’ê“

de kir. Wê ji endamên parlamenê re

eşkere kir ku welatiyê kurd Xalid

Kenco ji Sûriye’yê reviya û li Tirkiye’yê

doza mafê penaberiyê kiriye.

Çend katjimêran berî ku

civîna parlamenê li ser Sûriye’yê

dest pê bike, malpera KurdWatch’ê

nivîsandibû ku Kenco ji Sûriye’yê

reviyaye, bi qaçaxî koçberî Tirkiye’yê

bûye û li Enqere’yê li cem

Komîsarê Penaberan ê Bilind ê Ne-

teweyên Yekbûyî (UNHCR) doza

mafê penaberiyê kiriye. Çîroka

Xalid Kenco bû ku mijara rewşa

mafên mirovan li Sûriye’yê – di

nav de jî rewşa kurdan – xist rojeva

siyaseta Almanya’yê. Di 1’ê Îlon a

2009’ê Almanya Xalid Kenco vegerand

Sûriye’yê. Ew li wir hat girtin,

îşkencekirin û li gor bendê

287’ê yê qanûna cezayan ji ber “belavkirina

bi mebest a nûçeyên şaş

an mezinkirî li derve“ doz li dijî wî

hatibû vekirin. Ji bo vê tawanê ta sê

sal zindan dikarin lê bên birîn.

Ji ber ku di sala 2008’ê de di navbera

Almanya û Sûriye’yê de peymanek

hat mohrkirin, ku li gor wê

Sûriye xwe mecbûr dike ku di vegerandina

penaberên ji Sûriye’yê

yên li Almanya’yê alîkar be, Xalid

Kenco û komek welatiyên kurd bo

Sûriye’yê hatin şandin. Ji ber ku

dewleta Sûriye’yê bendên peymanê

binpê kirin û hin ji wan kesan, di

nav wan de jî Kenco, girtin û xistin

zindanan, komek partiyên almanî

yên oposîsyonê ji hikûmeta xwe

doza rawestandina peymanê û vegerandina

penaberan ji bo Sûriye’yê

kir. Lê ew bi ser neketin.

Hikûmeta almanî li ser rewşa li

Sûriye’yê baş agahdar e. Endamên

hersê partiyên CDU/CSU û FDP di

civîna parlamenê ya pêncşema borî

piştrast kirin ku li Sûriye’yê mafên

mirovan tên binpê kirin û rêjîma

Sûriye’yê kesên dijberî xwe diçewisîne.

Lê dîsa ew naxwaze peymana

bi Sûriye’yê re rawestîne.

Hikûmet di wê baweriyê de ye ku

kesên ku nikaribin di rêyên qanûnî

re mafê penaberiyê bi dest bixin,

gerek vegerin welatê xwe. Ji bo ku

mirov mafê penaberiyê bistîne, qanûna

almanî dibêje ku ne rewşa

giştî ya welatê penaber giring e, lêbelê

sedemên ku hiştine mirovek ji

welatê xwe bireve û li Almanya’yê

doza penaberiyê bike. Ango: Rewşa

taybetî ya penaber rola sereke dilîze

di doza penaberiyê de.

Angelika Graf ji SPD diyar kir ku

çendîn nîşanên di siyaseta derve ya

Sûriye’yê de erênî bin, “lê mixabin

di heman demê de nîşanên rewşa

mafê mirovan li hundirê Sûriye’yê

xerab in”. Ji ber vê yekê partiya wê

ji hikûmeta almanî doz kir ku li gel

YE di peywendiyên xwe yên bi Sûriye’yê

re zextê li ser Sûriye’yê pêk

bîne, da ku rewşa mafên mirovan

Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

Rûdaw

Armanc almanî li Kurdistan’ê bibe zimanê zanistê

Enstîtuya Goethe û saziyên din hewl didin ku rê pesh zimanî almanî vekin, da ku bibe zimanê xwendinê.

RoBERT CHATTERJEE

120 ciwanên ku li baxçeyê dibistanê

hatine cem hev, bi almaniyekê

pirr paqij li ser bajarên Münster,

Frankfurt, Bochum û Berlin diaxifin.

Ew li Almanya mezin bûne, temenên

wan di navbera 10 û 17’yan

de ye û ew li Dihok’ê xwendevanên

Dibistana Nohat in. Dêbavên wan

demekê wek pênaberên siyasî li Almanya

jiyanê, lê ew ji sala 2004’an

ve hatine Kurdistan’ê ku ji bo nûva

avakirina welatê xwe alîkarî bikin.

Ew ciwan li vir xwe li welatê

xwe hîs nakin. Ew yekser pasaportên

xwe nîşana me didin. Dîlan 17

salî ye û çar salan li Dihok’ê dije.

Dîlan dibêje, “Li vir tiştê ku em bikaribin

bikin nîne. Ez ditirsim ku ez

almanî jibîr bikim. Lewra li vir qet

dersa almanî nîne. Ji ber wê ez dixwazim

piştî bekelorya (diplomaya

amadehiyê) biçim Almanya û zaningehê

bixwînim.”

Nûnerên Karûbarê Berdêl yê

Akademîsyenên Alman (DAAD),

Enstîtuya Goethe û Navenda

Ziman “Testdaf” Başûrê Kurdistan’ê

ziyaret kirin û hefteyekî hevdîtinan

pêk anîn. Ji wan hevdîtina

yek bi xwendevanên Dibistana

Nohat bu. [...] Armanca vê şandeyê

ew e ku li Kurdistan’ê almanî wek

zimanekê biyanî di dibistanan de

were xwendin û di zaningehên Almanya

û Kurdistan’ê de hevxebat

pêk were. Armanca wan ya dûr ji

ewe kû zaningeheke alman - iraqî

were ava kirin.

Ji bo endezeran hewceya

hînbûna almanî heye

Li Kurdistan’ê sê sale ku li çar

dibistanan tevî ingîlîzî û erebî almanî

jî tê hîn kirin. Ji bo dersên almanî

Enstîtuya Goethe alîkarî dike.

Ji wan dibistanan yek li Hewler’ê

Dibistana Gara ye. Mamosteyên

dersa almanî kurd in. Li Kurdistan’ê

û İraq’ê almanî zêde nayê tercîhkirin.

Lewra li gor seroka

Buroya Goethe “Dialogpunkts” Judith

Mirschberger, li vir têra xwe

wergerên zimanê almanî hene,

ango kesên almanî bizanibin, ew

nikarin di wî warî de kar bikin. Ji

aliyê din dîplomayên kursên ziman

û yên dibistanan, ji aliyê zaningehên

Almanya’yê ve nayên qebûl

kirin. Buroya Goethe “Dialogpunkts“

berî çend mehan li Hewler’ê

hatiye vekirin. Ew dixwazin

di sala 2010’an de dest bi kursên zimanê

almanî û testên ziman pêşkeş

bikin. Ew bi xwe nikarin mamostayan

perwerde bikin, lê dikarin wî

warî de alîkarî bikin.

Serokê şanda DAAD li ser wateya

perwerdeya almanî got, “He-

bûna mamosteyên baş pirr girîng e.

Lê divê dahatiyê de almanî li vir zimanê

zanistî yê duyemîn be.”

Li vir mirov ji sifirê destpê dike.

Lewra li hemû İraq’ê tenê Zaningeha

Bexdayê kursên almanî hene.

Serokê Navenda Ziman “Testdaf”,

Hans-Joachim Althaus dibêje, “zimanê

almanî ji bo endezyar, doktor

û înformatîkzanan hewce ye.” Di

çenteyê Hans-Joachim Althaus de

CD’yên hînbûna ziman yên “Deutsch

Uni Online” (DUO) hebûn.

[...] Bi vê bernameyê xwendevan

dikarin li cîhê xwe li ser înternetê

almanî hîn bibin. Lê li İraq’ê li her

cîhî îmkana înternetê nîne. Ji aliyê

înternetê îmkanên Kurdistan’ê baştir

in. Ji ber wê ji zaningehên Hewler,

Dihok û Suleymani’ye dixwa

-zin wan îmkanê bi kar bînin.

Li Kurdistan’ê kar kirin,

lê li ser İraq’ê fikirîn

Pirsgirêka hînkirina almanî di

gera Wezîrê Dervê yê Almanya yê

berê Frank-Walter Steinmeier ya

meha Sibat a 2009’an de jî hatibû

rojevê. Frank-Walter Steinmeier li

Bexda’yê bi wezîrê xwendina bilind

yê İraq’ê jî hevdîtin pêk anîbû.

Nûnerên DAAD’ê di hevdîtinan de

daxwaz kirin ku wek prensîp divê

ew bername li tevaya İraq’ê werin

pêk anîn. Nûnere DAAD Gerold

got, “em her tim ji hevkarên xwe

yên ereb re dibêjin ku em ji ber

rewşa ewlehî li Hewler’ê ne, ne li

Bexda’yê. Ji aliyê din em li Kurdistan’ê

dikarin karên xwe baştir û

zûtir pêk bînin.”

Hikûmeta Herema Kurdistan’ê

hewl dide ku DAAD li Kurdistan’ê

buroya xwe veke. Wezîrê Xwendina

Bilind yê Kurdistan’ê İdris

Salih her roj bi şandeya DAAD re

hevdîtinan pêk tîne û li ser potansiyela

zaningehên Kurdistan wan

agahdar dike. Di van salên dawî de

li Kurdistan’ê her ku diçe hejmara

zaningehan zêde dibe.

Armanca dûr avakirina

zaningehekê alman – iraqî ye

Rektore Zaningeha Dihok’ê, enstîtûyên

zaningehê, salonên werziş û

konferansan nîşana şandeya DA-

AD’ê dide. Leza karên avakirinê li

Kurdistan’ê pirr tesîrekê baş li ser

Gerold kir, wî got, “pirr girîngtir e

ku mirov wan avahiyan bi naverok

û wesp tijî bike, ew kar jî wê gellek

bidome. Ji bo wê jî pewîste bi zaningehên

Almanya re hevkarî pêk

were.”

© Zenith - Zeitschrift für den Orient

Wergera ji almanî: Seyîdxan Kurij

Almanya şandina penaberan bo Sûriye’yê ranawestîne

Keçên kurd tevî ala Kurdistan’ê li dijî rejîma Sûriye’yê dimeşin: “Em kurd in. Em netewek in.”

Xwendekar li Enstîtuya Goethe fêrî zimanê almanî dibin.

Rûdaw Şertên Abonetiyê

Ji bo salekî: Almanya, Belçîka, Awûstûrya, Fransa,

Hollanda: 60 Euro · Swîsre: 120 CHF · Brîtanya: 60

GBP Swêd (Schweden): 900 SEK · Danîmarka

(Danemark): 600 DKK · DYA (USA): 100 USD

Kanada : 120 CD · Tirkiye: 100 TL

Ji bo şeş mehan: Almanya, Belçîka, Awûstûrya,

Fransa, Hollanda: 30 Euro · Swîsre: 60 CHF · Brîtanya:

30 GBP · Swêd: 450 SEK · Danîmarka: 300 DKK

DYA (USA): 50 USD · Kanada: 60 CD · Tirkiye: 50 TL

baştir bike û kesên dijber serbest

berde.

Parlamenter Ulla Jelpke ji partiya

“Die Linke“ a çep helwesta hikûmeta

almanî qet fêm nake. Die

Linke jî mîna SPD û partiya Die

Grüne a kesk doza rawestandina vegerandina

penaberan ji bo Sûriye’yê

kir. Jelpke ji Rûdaw’ê re got ku hikûmeta

almanî di wê baweriyê de ye

ku qanûn mafê herkesî diparêze û

Sûriye’yê dema peymana bi Almanya’yê

re mohr kiriye, soz daye ku

mafên mirovan biparêze: “Rast e, di

peymanê de hatiye nivîsandin ku

divê Sûriye hemû peymanên mafên

mirovan ên navte- weyî pêk bîne, lê

ew berdewam van peymanan binpê

dike.” Jelpke balê dikişîne ser kesên

mîna Xalid Kenco, ku tenê ji ber

beşdarbûna di xwenîşandanên li Almanya’yê

yên li dijî peymana Almanya-Sûriye

“di xeterê de ne ku

ger ew vegerin Sûriye’yê, ew li wir

yekser bên girtin û zor li wan bê

kirin û ew bi têkbirina wêneyê Sûriye’yê

li derve bên tawanbarkirin.”

Ji bo Almanya: Rudaw Media GmbH

Bank: Deutsche Bank Köln · Konto Nr: 2450161

BLZ: 37070024

Ji derveyî Almanya:

IBAN: DE48370700240245016100

BIC: DEUTDEDBKOE

Navnîşan:

Rudaw Media GmbH · Gutenbergstr. 63a

50823 Köln / Almanya

E-maîl: info@rudaw.de
Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Dîaspora

11

Li Köln’ê rojek li gel Sîksên Hindistan’ê

Kêm bêje, kêm bixwe, kêm raze!

Tevî ku Sîksî tenê ji sedî sê ji xelkê Hindistan’ê pêk tînîn, lê di gelek waran de Siksî di rêzên peş de ne.

MISTEFA ÇIWARTAYÎ

Köln - Dema mirov ji deriyê perestgeha

wan “Gûrdwara” dikeve

hundir, li aliyê çepê stûneke bilind

hatiye daçikandin, aleke pirteqalî

ku dişibe ala dewletê, sembolek bi

wêneyê du xenceran bala mirov

dikşînin. Her Sîksek bê hundir

destê xwe ser wê bermîla ku stûna

alê tê de hatiye çikandin, dibe û

tîne. Dîmenê perestgeha Sîksan ji

gelek aliyan dişibe mizgefta Musulmanan.

Li derve pêlavan datînin û destên

xwe dişon, êdî yê ku serqot be li

derve serê xwe dinuxmîne û derbasî

hundir dibe. Herkes dikare derbasî

hundir bibe bi mercê serê xwe

bipêçe û cigere û alkol pê re nebe.

Di hundirê perestgeha de nêr û mê

weke hev beşdarî nimêj û rûtualan

dibin, lê jin li aliyê çep rûdinin.

Di pêşiya perestgehê de, ku dikeve

heman cihê minbera mizgevtê,

stûnekî rengîn hatiye xemilandin

û herdem baweşê dike û li

jêriya wê kitêba pîroz a sîxan (Adî

Grant) ku ji 1430 rûpelan pêk tê,

hatiye danîn. Li aliyê çepê sê kes

rûniştine û muzîkê lê didin û çend

kes bi dengên nizim û bilind sirûdan

dibêjin. Her kesê ku derbasî

hundir dibe bi razîbûna xwe hinek

pereyan dixe sandoqekê û wek hevkarî

pêşkêşî perestgehê dike. Piştre

sicde dibe û diçe cihekî rûdine. Li

perestgehê nîvro û êvaran xwarin tê

çêkirin û Sîksî ne qels û hestyar in

ger xelkên din jî biçin perestgehê û

xwarinê li gel wan bixwin.

Piştî xilasbûna nimêj û merasiman,

persat ku weke helawa kurdî

ye, li ser amadebûyan tê dabeşkirin,

êdî jin xwarin amadekirine û hinek

mêr xwarinê li ser hemuyan dabeş

dikin û hinek jî bi çaydaneke mezin

herdem avê digerînin, piştre kesê

bixwaze derdikeve û yê ku bixwaze

dikare heta nimêja êvarê bimîne.

Ji ber ku bingehên erkên serekî

yên vê olê pênc in, lewma desteya

serokatiya perestgehê jî pênc in.

Oldarên sîksiyan nîn in û Adî Grant

Hefteya borî jî gelek rojnameyên

navnetewî bala xwendevanên

xwe kişandin ser bernameya atomî

ya Îran’ê û nîqaşên li ser embargoyên

li hemberî wî welatî.

Rojnameya almanî ya aborî

Handelsblatt nivîsandiye ku divê

embargoyên ku li hemberî Îran’ê

bên danîn, li hemberî rêberiya

Îran’ê bin: ”Bi embargoyên kêrhatî

wê gangez be ku Îran bo destjêberdana

bernameya atomî bê

dehfkirin. Bo vê yekê pêwist e ku

zirar bighijê leşkeriyê û ne civaka

sivîl. Û Rûsya jî dive heman benê

Rojava bikşîne.”

Rojnameya îngilîzî The Guar-

Dîmenek ji perestgeha Sîksan li bajarê Köln’ê.

çavkaniya bersiva hemû pirsiyaran

e. Herçiqasî ku sîks ji sedî 3 ji xelkê

Hindistan’ê pêk tînin jî, lê kesên

herî girîng, pispor û endezyar û

behremend in li Hindistan’ê.

Di serdana Rûdaw’ê bo perestgeha

bajarê Köln’ê de, me Serokê

Perestgehê Stnam Sîng û hevserokên

wî, herwiha Serokê Rêxistina

Azadîxwaz ya Sîxan Reşam Sîng

dît û wan bo me behsa vê olê û raz

û nehêniyên wê kirin.

Stnam Sîng derbarê ola sîksî

wiha axifî: “Sala 1469’an Gûrû

Nanak ev ol damezrand, civaka

hindî çînayetî bû. Gûrû Nanak cara

yekem got mirov hemû çînek in,

herwiha yektaperestî anî holê. Bi

baweriya Hindûsan xweda pirr in lê

baweriya sîksan bi Xweda’yê yek û

yekta heye.”

Rojeva çapemeniya cîhanê

dian jî nivîsandiye ku bernameya

nukleyerî ya Îran’ê di dema Şah de

hatiye dêstpekirin. Di dema şerê

1980’an de, piştî ku Saddam

Hûsen bi çekên kîmyewî erîşî

esker û xelqên sîvîl kir, li ba gelek

îraniyan baweriya ku pêwîstiya

wan bi hebûna çekên nukleyerî

heye, xurt bûye. Heviya Xameney

jî ew e ku dema Îran bibe hêzek

atomî, wê demê wê kesek nikaribe

û cesaretê nebîne ku ji derve hewldana

guhertina rejîma Îran’ê bike.

Rojnameya îsraîlî Haaretz jî li

ser tekiliyên Îran û Suriye’yê sekiniye

û nivîsandiye: “Bernameya

nukleyerî ya Îran’ê ji bo heremê

xeterek pirr mezin e. Ji bo ku Îran

Derheqê jimara zêde ya pût û

peykerên Xwedayan ku li Hindistan’ê

hene, jî wiha got: “Pût û peyker

li ba me nîn in, armanceke din

ku ola Sîksî bo wê hatiye dirustkirin

xebatkirine bo dadmendî û bê

cudahî di navbera Musulman û Cihûyan,

yan Xiristyan û Budîstan e.

Deh gûrûyên me hebûn û canên her

yekî ji wan piştî mirina wî veguhaztiye

bo gurûyê piştî wî.”

Gurû tê wateya mamoste, damezrêner

û rêberên Sîksiyan wek gûrû

tên naskirin. Derbarê vê yekê ku

çima tenê 10 gurû hebûn û piştî wan

ti kes nebû gurû, Berpirsê Rêxistina

Xebata Azadîxwaz a Sîksan li Almanya

Reşam Sîng dibêje: “Gurûyê

dawî ku yê dehem bû Babbar

Khalsa kitêbeke pîroz daye me û

dema bi carekê koça dawî kir got

sist bibe û hêza wê bê kêmkirin,

dive Suriye ji aligiriya Îran’ê bê

dûrxistin“.

LeMonde diplomatique çapa

piştî min gûrûyekî din nayê, her

pirsgirêkên we hebin hûnê çareseriya

wê di vê kitêbê de bibînin, ev

kitêb destûr û yasaya jiyana we ye.”

Herwiha derbarê cudahiyên ku di

navbera herdu kitêbên pîroz ên Adî

Grant û Dasin Grant de hene, Serokê

Perestgehê Setnam Sîng wiha

dibêje: “Pirseke dijwar e. Dasin

Grant ji aliyê Gurû Gobend Sîng ve

hatiye nivîsandin, di wê serdemê de

ceng û ne aramî hebû û gelek tişt

hatine têkelkirin ku li gel ola me

naguncin. Hindograntî tê de ye ku

baweriya me pê nayê.”

Setnam Pal dibêje: “Dasin Grant

piştî Adî Grant bi 110-115 salan hatiye

nivîsandin û tiştên wiha tê de

hene ku ti kes nizane kî nivîsandine.”

Derbarê propagandên ereban

ku dibêjin wek erkekî olî divê her

almanî di hejmara xwe ya Sibat’ê

de bi firehî li ser siyaseta nû ya Hikûmeta

Tirkiye’yê rawestiye. Berpirsyara

LeMonde diplomatique

çapa îngilîsî, Wendy Kristianasen,

di gotara xwe ya bi sernavê “Tirkiye

xwe nû difikire“ wiha nivîsandiye:

“Hikûmeta AKP’ê li

Enqerê desthilata xwe ya hundurin

bihêztir kir – herî zêde jî li ser hesabê

leşkeriyê. Ev yek jêre rê bo

rolekê nû ya navbeynkariyê li herêmê

jî vedike. Mîmarê vê siyaseta

dervê jî Ahmet Davutoğlu ye. Tirkiye

dikare di demeke nêz de bo

Yekitiya Ewrûpa’yê balkêştir bibe.

LeMonde diplomatique çapa

kurdî jî cih daye kurdnase alman

Prof. Dr. Udo Steinbach ku li ser

rewşa kurdan sekiniye û di jêr sernivîsa

“Mezintirîn pirsgirêka li pê-

(Wêne: Rûdaw)

Sîksek Musulmanekî bikuje, piştî

pêkenîneke zêde Setnam Sîng wiha

axifî: “Em dijî her sitemkarekî ne û

sitemê li ti kesî nakin, ger em bên

tehdîtkirin, em bergiriya xwe dikin.”

Herwiha derheqê ku qaşo Gurûnak

piştî sefera Mekke hizra

damezrandina ola Sîksî kiriye, navbirî

got: “Berê bîra vê yekê biribû,

lê dema li Mekkê’ye dibîne Musulman

di yek aliyî de rawestiyane û

berê wan li merqedekê ye û nimêj

dikin, qaziyekî dibîne û jê re dibêje:

Mekke li her cihekî ye, ji ber Xweda

jî li her cihekî ye, hûn dikarin ji her

çar aliyan ve berê xwe bidinê û

nimêj bikin, ew jî dibê rast e.”

Hefteya peş di Rûdaw de: Rola

jinê di ola Sîksî de, dîroka ola Sîksî

û pênc payeyên ola Sîksî.

şiya siyaseta navneteweyî“ wiha

nivîsandiye: “Yek ji pirsgirêkên

herî mezin ên li pêşiya siyaseta

navneteweyî ya sedsala 21. çareserkirina

“pirsgirêka kurd” e. Ev

pirsgirêk beriya nêzî bi sedsalan

dîsa xwe nîşan dabû. Dema Împaretoriya

Osmanî sala 1918’an de

hilweşiya, erdên wê ji nû ve hatin

parvekirin. Ji bilî Îran’a ku dewletbûna

wê heta bi sedsala 16. diçe,

kurd li dewletên nû çêbûyî parçe

bûn. [...] Piştî jihevketina Împeratoriya

Osmaniya, ev cara pêşî ye

ku helwestên sereke yên realîst

yên ji bo çareseriya pirsgirêka

kurd xwe nîşan didin. Pêkanîna vê

her weha di destê kurdan de ye. Ji

bo pêkanîna van di navbera vîzyon

û rastiyê de divê ji lihevkirinê re

amade bin.”
12 Ewrûpa

peymana SWIFt hilweşiya

Parlamena YE’yê got: SToP!

Köln (Rûdaw) – Bi 378 li hemberî

196 dengan Parlamena Ewrûpa’yê

“Peymana SWIFT” a di

navbera DYA û Yekîtiya Ewrûpa’yê

red kir. Lê bi vê biryarê Parlamena

Ewrûpa’yê ne tenê peymanek

navnetewî hilweşand, parlamenê

di heman demê de nîşan da

ku ew êdî nema bi rola ”pilingekî

bêdiran” qayîl dibe û dikare bi serê

xwe jî biryarên giring bistîne. Biryar

wekî serkeftinek mezin bo Parlamena

Ewrûpa’yê tê nirxandin.

Tevî ku gelek hikûmet û derdoran

parlamenterên Parlamena Ewrûpa’yê

xistin jêr zextekî mezin jî û

heta Wezîra Derva ya DYA’yê Hillary

Clinton jî hewl da ku raya dijberên

“Peymana SWIFT” di Parlamena

Ewrûpa’yê de biguherîne,

lê dîsa jî parlamenteran guhê xwe

nedan fişaran û peymana ku di 30’ê

Mijdar’ê di navbera rayedarên

DYA’yê û wezîrên navxwe yên welatên

YE’yê hatibû mohr kirin, bi

378 li hemberî 196 dengan ruxandin.

Biryara Parlamena Ewrûpa’yê bû

cihê dilxweşiya gelek derdoran jî û

wek biserketina Demokratiya Ewrûpa’yê

hat binavkirin. Parêzvanên

înformasyonên şexsî dibejin ku

heta niha DYA’yê bêyî ku kesek bizane

ew di rastiyê de çi bi wan înformasyonan

ku digihijin wan

dikin, dikarîbûn agahiyên di derbarê

şandin û wergirtina pereyan li

seranserê Ewrûpa’yê kom bikin û

ev pratîk çendîn mafên bingehîn

yên hemwelatiyên YE’yê binpê

dike. Parêzvan dibejin ku bi vê bir-

NuRETTİN AKAD

Aalst - Her sal beriya rojiya 40

rojan a Xiristiyanên katolîk, li welatên

cûr be cûr ên Xiristiyanên katolîk

karnaval tê lidarxistin. Bi tevî

ku li gellek welatan tên lidarxistin

jî, karnaval bi awayekî bi coş herî

zêde li Hollanda û Belçîka tên lidarxistin.

14’ê Sibat ê, yekşema derbasbûyî,

karnavala 2010’an li yek ji

bajarên Belçîka ku karnaval bi awa-

yara Parlamena Ewrûpa’yê pêşî li

bikaranîna neyênî ya înformasyonên

danûstandinên diravî yê 500

milyon hemwelatiyên YE’yê hatiye

girtin.

Piştî bûyera 11’ê Îlon’a 2001’ê li

DYA’yê, li ser daxwaza rayedarên

amerîkî (CIA, FBI, Wezareta Darayî

û Bankeya Navendî), şîrketa

Newroz’a Belçîkiyan:

Karnavala Aalst’ê

Dîmenek ji karnavala bajarê belçîkî Aalst.

yekî rewnaq derbas dibe, li Aalst’ê

hate çêkirin. Kevneşopiya karnavalê

li bajarê Aalst’ê, digîje sala 1851’ê.

Di karnavalê de ku di hewayeke festîvalê

de derbas dibe, roja yekemîn

kortejeke bi kîlometreyan dirêj, bi

tevî kostum, kinc û cîlên renga reng

û fîgûrên karîkatorîk di nav kolanên

bajêr de derbas dibe. Karnaval,

çawa ku Newroz bi awayekî bi coş

ji aliyê kurdan ve tê pîrozkirin, bi

heman coş û heyecanê ji aliyê gelê

Aalst’ê ve jî tê pîrozkirin. Berî pî-

belçîkî SWIFT qebûl kir ku agahiyên

di derbarê şandin û wergirtina

pereyan a hemwelatiyên ewrûpî

bide saziyên amerîkî. Di çapemeniyê

de behsa agahiyên di derbarê

heta 20 milyon kontoyên bankeyan

tê kirin, ku şîrketa SWIFT salane

bo saziyên amerîkî dişandin.

Di çarçoveya ”Peymana SWIFT”

de şîrketa SWIFT navê kesê ku

pere dişîne, hejmara kontoyê, nirxê

pereyên şandî û navê kesê ku pere

bo wî dihatin şandin, ji saziyên

amerîkî re dişandin. Beriya ku rayedarên

amerîkî û wezîrên navxwe

yên welatên YE’yê peymana navborî

mohr bikin jî, saziyên amerîkî

bi dizî agahî ji şîrketa SWIFT werdigirtin.

Lê piştî ku ev yek bi rêya

rojnameya “New York Times“ eşkere

bû, rayedarên amerîkî mecbûr

man ku “lihevhatina di navbera

xwe û şîrketa SWIFT de“ têxin çarçoveyek

yasayî û dest bi danûstandinên

li gel rayedarên YE’yê kirin.

Piştî vê biryara Parlamena Ewrûpa’yê

êdî înformasyonên di derbarê

kontoyên hemwelatiyen YE’yê wê

bi awayê berê negihijin saziyên

amerîkî. Parlamenterên ewrûpî

gotin ku Parlamena Ewrûpa’yê wê

tenê bi wî şertî vegere nav danûstandinan,

ger ”şerê hevpar yê li dijî

terorîzmê” li ser bingeheke nû ku

mafên şeqsî yên hemwelatiyên

YE’yê binpê neke, bê meşandin.

Parlamenterên ewrûpî garantiyan ji

rayedarên amerîkî dixwazin ku

agahiyên di derbarê kontoyên hemwelatiyên

YE’yê ji bo kiryarên neyînî

neyen bikaranîn.

rozbahiyê bi mehan amadekarî tê

kirin. Her wiha organîsyona ku vê

festîvalê li dar dixe, salê 12 mehan

bi vê festîvalê ve mijûl in. Ji ber ku

festîval li vî bajarî xwedî cîhekî gellekî

cûda ye.

Di karnavala îsal de bi tevî ku

berf û hewa sar jî bû bi deh hezaran

mirov tevlî bûn. Karnaval li Belçîqa’yê

ji ber fikara tevlîbûna mirovan,

di heman demê de li hemû

bajaran nayê lidarxistin. Ji ber ku ji

bo temaşekirina festîvalê ji gellek

bajaran mirov tên. Û bajar bi bajar

karnaval di roj û katên cûda de tê

pîrozkirin. Karnaval festîvaleke gelerî

ya Katolîkan e. Karnaval beriya

çarşema ku jê re çarşema xweliyê

tê gotin, bi sê rojan pêş ve dest pê

dike. Li gorî kevneşopiyê, karneval

roja yekşemê dest pê dike, duşem û

sêşemê, sê roj û sê şevan berdewam

dike.

Li ser dîrok û koka vê kevneşopiyê

du riwayet hene. Lê riwayeta

zêdetir pê tê bawerkirin ev e: Li

gorî rîwayetê, Hz. Îsa piştî hatiye

çarmîxkirin, bi sê rojan ji nû ve jîn

bûye. Beriya salvegera jinûve vejîna

Hz. Îsa bi 40 rojan, cîhana katolîk,

dest bi rojiya goştnexwarinê

dikirin. Ji ber ku Hz. Îsa, 40 rojan

di înzîvayê de xwarin nexwaribû,

DR. NEBÎ KESEN

Komkujî (qetlîam) di tarîx û jiyana gelan da

bûyerek hovîtî ye û gora hiqûqa nawnetewî sûceke.

Ne kes û grûb, ne jî sazgehên dewletan

nikarin eşkere parastina komkujiyan bikin.

Raya giştî ya dinê û civata dewletan, di dema

îro de bi şermezarkirin û mudaxeleyan derfetên

komkujiyê kêm kirin, lê hîn jî nikarin bi

temamî ji holê rakin. Komkujiyên ku di tarîxê

da bûne, ji deh salan vir de di rojeva gelan û

dewletan da ne û dibin sedemên niqaşan û navekokiyan.

Va babet, bo kurdan jî derbas dibe.

Di sedsala 20‘an da gellek komkujiyên etnîkî pêk hatin û hinek ji

van, wek komkujiya ermeniyan yan jî ya yahudiyan, baş tên zanîn.

Mixabin li ser kurdan gellek komkujî ji aliyê dewletên ku Kurdistan

di nav xwe da perçe kirine çêbûne û heta niha neketin rojevê. Dersîm,

Enfal û Helebçe bo komkujiyên li hemberî kurdan mînakên bi nav û

deng in û di mêjiyê kurdan da cîh girtine.

Sedem, çap û şiklên komkujiyan ji hev cûda ne û divê di çarçeveya

xwe de bên lêkolîn. Kesên ku berpirsyarên qîrkirina gelan in, bi taybetî

ya kurdan, êdî tûne ne û nikarin ji aliyê Dadgeha Nawnetewî ceza

bigrin. Lê dewletên ku ev komkujî tê da bûne, mecbûr in wê qebûl û

şermezar bikin. Mînakek: Almanya, komkujiya Cihûyan di dawiya

şerê cîhanê yê dûyem de qebûl kir û deh salan tezmînat da kesên ku

ji komkujiyê zerer dîtîne. Ji aliyê din, gellek dewletan bîryar girtîne

ku komkujî li yahûdiyan bûye. Komkujiya ermeniyan jî mînakek din

e ku pirr dewletan qîrkirina ermeniyan wek komkujî qebûl kirn. Dîaspora

her du gelan bo qebûlkirina komkujiyê xebat kirin û di hewladanên

xwe da biserketin.

Mehên dawî, Komkujiya Dersîm‘ê kete rojeva kurdan û raya giştî

ya Tirkiye’yê. Di Parlamenta Ewrûpa de konferansek jî hat lidarxistin.

Gellek nivîs, şîrove û agahiyên kurdan di medya kurd da cîh girt. Texminek

ew e ku pirsa komkujiyên hatine serê kurdan bê bîrkirin, bi gotinek

din, ji rojevê derkeve. Bona vê, divê dîaspora ya kurd vê babetê

bi şiklekê din daxine rojeva xwe û xebatên dûr û direj bike armanc.

Pêwist e ku pirsa komkujiyan ji aliyê hemû kurdên dîaspora wek pirsek

netewî bê fam kirin û her dem di navenda xebatên wan de be. Ev

xebat bê rêxistin û program nabe bê berdewam kirin.

Derfet û kapasîteya kurdên dîasporayê ji aliyê lêkolîn û naskirina

komkujiyên li kurdan pirr in. Tarîxa kurd û Kurdistan‘ê bi serê xwe

tarîxa komkujiyan e. Zanist, lêkolîner, nivîskar û rêxistinên kurd yên

li dîasporayê dijîn, divê giraniya xwe bidin pirsa komkujiyan jî. Civata

dewletan û raya giştî ya nawnetewî, heta niha ev pirs an nexwestin

bizanin, yan jî bêdeng man. Guhertina vê helwestê bi hewldan û

xebatên kurdan mimkun e. Bona vê, divê ji aliyê rêxistin û şexsiyetên

kurd yên dîaspora konferansek li ser komkujiyan bê lidarxistin. Armanca

vê konferansê divê tenê pirsa komkujiyan û xebatên di vî warî

de be.

Eger dîaspora kurd rola xwe bo eşkere û naskirina komkujiyên hatine

ser kurdan nelîzin, qet ti car dewletên dinê li ser van nasekinin.

Wê demê, dewletên wek Tirkiye, Îran, İraq û Sûriye jî pêkhatina komkujiyan

qebûl nakin. Belê, pirsgirêka kurd çareser nebe, îhtîmala qebûlkirinê

ji aliye van dewletan jî tûne. Lê ew nayê wê manayê ku kurd

li ser pirsa komkujiyan ti xebat nekin. Ev pirs û niqaşên li ser wê bo

pirsgirêka kurd û çareserbûnê jî giring û pêwist in.

Daxwaz ewe ku rêxistinên kurd yên dîaspora wek enstîtuyên kurd,

KNK, PEN‘a Kurd û federasyonên komelan gavekê bavêjin û rojekê

pêşta konferansekê li ser komkujiyan pêk bînin. Armanc û encama vê

konferansê divê avakirina rêxistinek li ser komkujiyan be û xebatên

pêwist di vî warî de dest pê bikin.

katolîk jî vê rojê bi bîr dianîn û 40

rojan rojiya goştnexwarinê digirtin.

Beriya ev rojî dest pê bibe bi sê

rojan jî, xelk azad bû ku têr goşt

bixwin û kêf û şahiyê bikin.

Lewma di her salvegera vê rojiyê

de, berî rojî dest pê bike bi sê rojan,

karnaval dest pê dikin.

Li bajarê Aalst’ê herkes bi tevî

kostûmên xwe tevlî cejna karnavalê

dibin. Ji bo kostûman ti sînor û şert

tine. Bi hezaran rengên kostûman

dikare di vê festîvalê de bê dîtin. Ji

kostûmên heywanan heta ûnîform

û fîgûrên maşînan. Her wiha yek ji

fîgûrên ku di karnavalê de bi nav û

dengin, kesên kincên jinan li xwe

Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

Pirsa komkujiyê û kurdên

dîasporayê

Rûdaw

dikin. Ji van re jî di wateya “qûndeyê

qirêj/vuil jeanet” tê gotin.

Koka vê kevneşopiyê jî digîje rabirdûyê.

Li gorî tê gotin, berê dema

ku karnaval dihat pîrozkirin, kesên

ku kostûm û kincên xweşik nedidîtin,

diçûn kincên lewitî û qerpilî

yên jinan li xwe dikirin. Lewma bi

demê re ev jî bû fîgûrek ku di nav

gelê belçîkî de weke “vuil jeanet”

tê binavkirin. Her wiha sedemên ku

kostûm tên lixwekirin jî ewe ku

kesek neyê naskirin. Ji ber ku di

dema karnavalê de fîgûr û nivîs jî

tên hilgirtin, bi awayekî karîkatorîk

û qerfî, rexne li kesên bi nav û deng

jî tên kirin.
Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Cîhan

13

Rûsya ji NATo’yê ditirse

Piştî hilweşîna Sovyeta berê, Rûsya lawaz bû û gelek tişt qebul dikirin. Lê Rûsya nema Rûsya berê ye.

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Serokdewletê

Rûsya’yê Dmitry Medvedev

dîrektîvek leşkerî ya nû ya

“xetên bingehîn ên ewlekariyê“ pejirand.

Li gor vê dîrektîvê xetera

herî mezin ji bo Rûsya, berfirehbûna

NATO’yê li rojhilatê Ewrûpa ye.

Bicihkirina şemsiya parastina ji

rokêtan a DYA’yê û berfirehbûna

NATO’yê dibin cihê gumanan li

Moskow’ê. Di lîsteya “xeterên leşkerî

yên herî mezin“ a dîrektîva leşkerî

ya nû de ku ji aliyê Serokdewletê

Rûsya’yê Medvedev di 5’e Sibat’ê

2010’an de hat destnîşankirin,

berfirehbûna NATO’yê ber bi sînorên

Rûsya’yê di rêza yekem de cih

digre. Di dîrektîva ku heta sala

2020’an derbasdar e, tê rêxnekirin

ku her ku diçe “înfrastrûktûra leşkerî“

ya NATO’yê nêzîkî sînorên

Rûsya’yê dibe.

Bikaranîna bombeyen atomî

gengaz e

Piştî hilweşîna Sovyetê pirraniya

welatên rojhilatê Ewrûpa’yê bûn

endamê NATO’yê û Ûkranya û

Gurcistan jî dixwazin bibin endamê

vê hevbendiya leşkerî, lê Rûsya bi

Serwîsa Cîhanê (Rûdaw) – Afrîka

Başûr pêncşema borî 20. salvegera

serbestberdana Nelson

Mandela pîroz kir. Di merasimeke

li Parlamena Afrîka Başûr li Kapstadt’ê,

Serokdewletê welêt Jacob

Zuma xelatgirê Xelata Nobel’ê ya

Aştiyê û yekemîn Serokdewletê

reşik yê Afrîka Başûr pesinand.

Mandela’yê 91 salî jî tevlî merasimê

bû. Zuma bang kir ku bi berdewamî

ji bo xewn û rêbazên

Mandela bê xebatkirin.

Merasimek leşkerî li “Medyana Sor” li Moskow’ê.

Mandela di 11’ê Sibat’a 1990’î,

piştî 27 salan di girtîgehê de, serbest

hatibû berdan. Gotinên yekemîn

ku Mandela piştî serbestberdana

xwe arasteyî bi dehhezaran

kesên ku hatibûn peşwaziya wî û

cîhanê kir, ev bûn: “Hevalno, rêhevalno,

hemwelatîno; ez we bi navê

aştiyê, demokratiyê û azadiyê silav

dikim. Ez li pêşberî we me ne wekî

pêxember, lê wekî xizmetkarekî

gel.” Dema ku Mandela ji girtîgehê

derket, ew 71 salî bû. Ew hem di

dema girtîgehê de û hem jî piştî wê

sembola têkoşîna hemwelatiyên

reşik li dijî serdestiya çermspiyên

Afrîka Başûr bû û hîn jî ye.

Bi serbestberdana Mandela, pêvajoya

bidawîhatina serdestiya

dehsalan a çermspiyên Afrîka Başûr

dest pê kiribû. Bi hilbijartina

Mandela bo yekemîn Serokdewletê

reşik yê Afrîka Başûr di sala

1994’an de, ji hev veqetandina nijadan

– ya reşikan û ya çermsipiyan

wî welatî – ku bi Apardheid dihat

binavkirin, bi dawî hat. Lê tevî ku

serdestiya çermspiyan li Afrîka

Başûr beriya du dehsalan bi fermî

bi dawî hat jî, lê hîn jî têgihiştinên

dema Apardheid’ê bi temamî ji mejiyê

hemwelatiyan derneketiye.

Ji bo têkoşîna li dijî sîstema

Apartheid’ê û derbasbûna aştiyane

bo demokratiyê, Serokdewletê wê

demê yê Afrîka Başûr, Frederik de

Klerk û Nelson Mandela di sala

1993’an bi Xelata Nobelê ya Aştiyê

hatin xelatkirin. Mandela li seranserê

cîhanê bû sembola lihevborandinê

û bêtundiyê.

tundî li dijî vê hewldanê derdikeve.

Sekreterê Konseya Ewlekariya

Rûsya’yê, Nikolai Patrushew hefteya

borî gumanên xwe ji çapemeniyê

re ragihandin û got: “Em bi şik

in ku bi berfirehbûna NATO’yê ewlekariya

me mezintir bibe.“ Patrushew

NATO tewanbar kir ku bi

biçekkirina Gurcistan’ê di sala

2008’an de rê li êrişên wî welatê

yên ser Osêtyaya Başûr û Abxazya’yê

vekiriye û got ku NATO

hîn jî çekan dide Gurcistan’ê. Patrushew

pirsî ka gelo amadekariyên

êrişeke nû tên kirin û got ku nêta

Rûsya bi xwe a êrişekê tune.

Li gor dîrektîva nû Rûsya xwe

mafdar dibîne ku bombeyên atomî

jî bikar bîne, ger bi çekên atomî

anjî awayekî din yê tund welatekî

din êrişî ser axa wê bike. Êrîşên

pêşlêgir (preventîv) di dîrektîvê de

cih nagirin û li gor Hikûmeta Rûsya’yê

çekên wê yên atomî beriya

her tiştî ji bo çavtirsandina êrişkarên

mihtemel e.

Nakokiyên li ser şemsiya

rokêtan

Wekî xetereke din bo ewlekariya

Köln (Rûdaw) – Li gor rêxistina

masîgirên bajarê Kenya’yê

yê berav Malindi, hejmara masiyên

ku wan sala borî girtine, ji ya

hemû salên berê baştir bû. Serokê

rêxistina masîgiran, Athan

Seif ji ajansa nûçeyan Associated

Press (AP) re got ku sedemên vê

yekê ew e ku şîrketên masîgiriyê

yên biyanî ji ber xetera rêbirriyê

êdî newêrin nêzîkî beravên wan

bibin.

Weke ku AP ragihandiye, zêdebûna

masiyên girtî di bazarên

paytexta Somalya, Mogadîşû de

bûye sedema ketina buhayê

hemû coreyên masiyan û ji ber

vê yekê jî masîfiroş hejmarek

mezin a masiyan difroşin.

Li gor lêkolîneke sala 2009’an

a “Rajaratnam School of International

Studies” a sîngapûrî, salane

li nêzîkê beravên Somalya’yê

bi nirxê 90 heta 300

milyon dolar masî bi awayekî îllêgal

tên girtin. Rêxistina Netewên

Yekgirtî bo Alîkariya

Xwarin û Çandiniyê (Food and

Agriculture Organization –

FAO), hesab kir ku bi vî awayî

proteînê ku bi rêya masiyên îllegal

girtî dighijin gelê Somalya’yê

ji alîkariya ku civaka navnetewî

dide Somalya’yê bêtir e.

Li gor FAO bi giştî 700 keştiyên

masîgiriyê ji seranserê cîhanê

nêzîkî beravên Somalya’yê

masiyan digrin û gelek caran bi

awayên cude cude – heta bi

çekan jî – keştî zorê li masîgirên

Rûsya’yê, dîrektîva nû avakirina

“sîstema stratejîk“ a ku ji şemsiya

parastina ji rokêtan pêk tê, destnîşan

dike. Li gor dîrektîvê bi vê yekê

dengeya hêzê a cîhanê tê têkbirin.

Herçiqas piştî nerazîbûna Rûsya’yê,

Serokê DYA’yê Barack

Obama bicihkirina sîstemek parastina

ji rokêtan li rojhilatê Ewrûpa’yê

rawestandibû jî, lê niha

Hikûmata DYA’yê plan dike ku sîstemek

seyar a parastina ji rokêtan li

rojhilatê Ewrûpa’yê ava bike. Van

rojan eşkere bû ku tê plan kirin ku

beşekî vê sîstemê ku ji rokêtên SM-

3 pêk tê, li Romanya’yê bê bi cih

kirin.

Wezîrê Derve yê Rûsya’yê Sergej

Lawrow di vê derbare de di

serdanek xwe ya bo paytexta Almanya,

Berlîn’ê de got ku ew di

çarçoveya danûstandinên li ser

kêmkirina çekên atomî li benda

bersiveke têr in ji aliyê Hikûmeta

DYA yê. Lawrow tehdîd kir û got

ku ger ew bersivek têr wernegirin,

ewê heza xwe ya deryayî li Derya

Reş berfirehtir bikin. Bi heman

awayî payebilindên leşkerî li Moskow’ê

jî rêaksyon nîşan dan.

Xizmetkarê gelekî: Mandela Rêbirr hatin

hawara masiyan

Mandela di dema derketina xwe ji girtigehê di 11’ê Sibat’a 1990’î li gel hevjîna xwe Winnie.

Îran bi cîhanê dilîze!

REŞAD ÖzKAN

Armanca Îran’ê diyar e ku ew

dixwaze di Rojhilata Navîn de bibe

‘superpower.’ Rejîma Ayetullahan

ji herkesê baştir dizane ku îro di

dinyayê de dema dewletek bixwaze

bibe hêzek mezin, yek rêyek heye:

Bombeyên atomî.

Ev rêya Îran’ê ya niha îhtîmal

pirr mezin e ku wê dawîya rejîmê jî

bine. Tehran ketiye û nikare jê derkeve,

ji bo civata navnetevî jî bûye

wekî provakasiyonek limûmayî.

Rejîma Îran’ê ya Îslamî, wekî pisîk

bi mişkan dilize, bi cîhanê re di listîkek

her-û-were de ye, di listîkek

gelekî ecêb de ye.

Îran gerek baş fahm bike ku

dinya Îranek bi bombeyên atomî

naxwaze, ne erêb, ne cihû û ne cîhana

din. Di vê navbere de jî dêst û

mîlên Amerîka û Ewrûpa jî bo ku

“muxalefeta dijî rejîma Îran’ê“ qels

nebe, hatiye giredan. Êrîşek dijî

Îran’ê wê muxalefetê texê himbêza

rejimê û îranî wê li dijî vê êrîşê

bibin yek qivet. Tirsa mezin jî ev e.

Ji bo civata navnetevî li dijî rejîma

melleyan wê embargoyên

aborî û siyasî wek rêyek rastirîn

bin: Feqet çawa, bi çi awayî û bi

kîjan awayan?

Keştiyên navnetewî ji tirsa rêbirran

berê xwe nadin beravên Somalya’yê.

somalî dikin ku ji beravan dûr

bikevin. Tiştê balkêş ew e ku gelekên

wan keştiyên ku bi şîdetê

diçin ser masîgirên somalî û guh

nadin ti yasayan, keştiyên wan

welatan in ku ji bo parastina deryayê

ji rêbirran hatina herêmê.

Di raporta FAO de tê gotin ku

ne tenê somalyayî rêbirriyê li pêş

Somalya’yê dikin û balê dikşîne

ser wan keştiyên navnetewî ku bi

awayekî neyasayî masîgiriyê li

herêmê dikin. Rapor dibeje ku

ger helwest li hemberî hemû

kesên ku îllêgal masiyan digrin

bê nîşan dan, wê gavê wê tehmûla

ji rêbirrên somalî jî kemtir

bibe: “Bi rêbirriyê ew kesên tewankar

dikarin pereyekî baştir ji

karên normal qezenc bikin. Heta

aştî, xweragirî û ewlekarî li Somalya’yê

bi cih nebin, wê rêbirrî

jî hebe.“
14

Mehemed Uzun

Xeletîya mi!

MuRAD CANŞAD

Mehemed Uzun edebîyatkarêko

pîl o, edebîyatê kurdan de cayê xo

xeylê-xeylê muhîm o. Ey bi kirdaskî,

tirkî û swêdkî eserê xo nuştê,

pancês ra zêde eserê xo ameyê çap

kerdene. Mi rojnameyan ra taqîb

kerdbî; xora ke mi vîr de xelet nêmendo,

Mehemed Uzun bîbî mêmanê

festîvalê Munzurî û Mamekîye

de eşkera kerdîbî ke o do terteleyê

Dêrsimî ser o bi kirmanckî

romanêk binuşno. Çi heyf ke nê

edebîyatkarê hêcayî rew ra dinyaya

xo vurnaye û o kar zî ca nêame. Ez

naye sey bêbextîye vînena.

Mehemed Uzun herçiqas ke wayîrê

cîya-cîya eseran o zî, o zêderî

bi romannuştoxîya xo yeno zanayene.

Pêro-pêsero 7 romanê ey

ameyê çap kerdene: Tu (Ti), 1985;

Mirina kalekî Rind (Mergê Kalêkê

Rindî), 1987; Sîya Evînê (Sîya Sî-

nayîşî), 1989; Rojek ji Rojên Evdalê

Zeynikê (Rojan ra Rojêkê Evdalê

Zeynike), 1991; Bîra Qederê

(Bîra Qedere), 1995; Ronî Mîna

Evînê-Tarî Mîna Mirinê (Roşnî Sey

Sînayîşî-Tarî Sey Mergî), 1998;

Hewara Dîcleyê I-II (Hewarê Dîcle

I-II), 2002-2003

Eserê ey ê çapkerdeyî bi romanî

dest pêkenê û bi romanî qedîyenê.

“Ti” esero verên o, “Hewarê Dîcle”

esero peyên o.

“Ti” 1985 de çap bîyo, badêbadê,

Tirkîya de hetê weşanxaneyê

Îthakî ra ameyo çap kerde. Nê çapkerdişî

de, peyê kitabî de bi nameyê

“Romanê ‘Ti’yî Ser o” meqaleyêk

zî esta ke M. Uzun na meqeleya xo

de behsê nuştişê romanê xo keno û

romanî ser o malumat dano.

No roman yewendes qisman ra

yeno meydan. Qehremanê romanî

xortêko kurd o. No xorto kurd keso

welatperwer o, zerrîya xo erzena ke

Zazakî

seba heqanê şarê xo û welatê xo

mucadele bikero. Hemverê neheqîya

kolonyalîstan de zerrîya xo

dest nêdana ke dest û bazî girêdaye

bivindo. Axirê, xorto welatperwer

kolonyalîstan dest ra nêxelasîyeno,

yeno tepîştene û tewqîfkerdene…

Keso ke heyatê nuştoxî ser o wayîrê

zanayîşî yo, taf de tede vejeno

ke nuştox nê romanî de behsê serebutanê

xo keno.

Mekanê romanî teng o; zere û teberê

hepsxaneyî... Teber keye û

kulfetê qehremanê romanî yo, zere

heval û hogirî yê... Nê mekanî tengî

de yew roman pê yeno yan nêyeno?

Çike seba romanan hîra-hîra mekanî

lazim ê, komel lazim o, cîyacîya

hedîseyî, serebutî, qehremanî,

qerekter û fîguranî lazim ê. Feqet

ma tayê romanan ro zî nîya danê ke

mekan pêro-pêsero zereyê yew oda

yo, yew hucre ya. Yanî wina zî

roman beno!

Qehremanê romanî, xorto welatperwer,

tepîşîyeno, qereqol de îşkence

vîneno, tewqîf beno; benê

erzenê bi hepsxaneyê Dîyarbekirî.

Uca de naskerdoxê xo estê. O zî

rew ra xo dano ci, nasîya xo dano

kulfetê hepsxaneyî, zêde xerîbîye

nêanceno. Feqet roje yena ke esker,

mehkemayê şima esto, vano, ey û

xeylê teneyan genêo beno. Mehkema

mana ya, înan benê bi îşkencexaneyê

eskeran, her yewî hucreyêk

de ca kenê û dest bi zulm û

îşkenceyê pîlî kenê.

Qehremanê romanê zereyê hucreya

tarîye de çimanê xo akeno.

Tek-tena yo. Kêzikêk vîneno û

roman bi sanika Kêz Xatûne dest

pêkeno:

“Kêzê kêzê Kêz Xatûnê

Bi şima reqreqûnê

Bi şahira gulavdûnê

Tu bi ku derê de diçî”

Seke yeno zanayene na sanike

mîyanê kirmancan (zazayan) de zî

yena vatene (b. Kêz Xatûne, Kovara

Vateyî, Nr. 1 (21), r. 123, Arêkerdox:

Mihanî Licokic):

“Kêzê kêzê Kêz Xatûnê

Bi çarşeba gulavdûnê

Çapa dîyine yê kitabê dersanê kirmanckî

(zazakî) “Türkçe Açıklamalı Kırmancca

(Zazaca) Dil Dersleri” vejîya.

Kitabo ke hetê Deniz Gunduzî ra amade

bibi û M. Malmîsanijî kontrol kerdbi, reya

verêne 2006 de ginabi çape ro û rewna ra

pîyase de nêmendbi.

Kitab goreyê qaydeyanê xebata standardîzekerdişî

yê Grûba Xebate ya Vateyî

amade bîyo. Ê ke bi tirkî wendiş û nuştişê

înan esto, şênê xo bi xo qaydeyanê gramerê

kirmanckî (kirdkî/zazakî) bimusê.

Kitab heme 366 rîpelî yo 22 dersî tede

estê. Her derse ra pey, seba ke wendoxî

dersa xo tam fehm bikerê, temrînî estê. Her

derse de qismê gramerî yê derheqê derse

zî bi nimûneyanê dewlemendan pêşkêş

beno. Badê her derse seba manaya tirkî ya

çekuyanê kirmanckî yew ferhengek ronîyayo.

Nuştoxê kitabî Deniz Gunduz destpêkê

kitabî de wina vano: “Tadaya seserran ya

ke kurdkî ser o estbî hîna zî dewam kena

(...) Lehçeya kurdkî ke bi nameyanê kirmanckî,

kirdkî, zazakî û dimilkî name

bena, tewr zêde na rewşe ra mutesîr bîya û

tewr zêde texrîb bîya. (...) Na xebate netî-

ceyê dersanê ke mi zerfê şeş serran de cayanê

cîya-cîyan de dayê û notê ke mi nê

dersan de girewtê ra ameye meydan.”

Yanî, na xebate netîceyê pratîkêkê ceribnayî

ya. Qismêk şaşîyê herfan ke çapa verêne

de estbîy çapa dîyine de ameyê

rastkerdiş.

Kunyeya Kitabî:

Deniz Gunduz, Türkçe Açıklamalı

Kürtçe (Kırmancca/Zazaca) Dil Dersleri,

Hûmare 32 | Sêşeme | 16. Sibate 2010

Bi şimika req-reqûnê

Ti ser ra şina Kêzxatûnê?”

Qehremanê romanî kêzike rê

behsê sanika aye keno û aye de

qisey keno. Mi sanika to ra zaf heskerdênê,

vano. Kêzê, vano, kamî

zanayêne ke ez nê cayê teng û tarîyî

de rastê to yena û to kena mêmana

xo. Ma eşkenê xo rê pîya qisey bikerê,

vano. Kêzê, tenabîyayîş û tenamendiş

zor o, vano. Ya, ya... ti bi

xeyr ameya Kêz Xatûne, vano...

Qismê dîyine de ziwan vurîyeno,

kesêko/a bîn/e qehremanê romanî

rê behsê ey keno/a. “Ti” vano/a,

“to” vano/a. Şewa ke înan ti berda,

ancî şir-şira şilîye bîye, vano/a. O

zimistano ke ti û embazê to berdî,

vano/a. La ti zanena çîyo tewr weş

çi bî? vano/a. Ti cayê xo ra werişta

û ti şîya û to dayîka xo rê ber akerd,

vano/a…

Û roman wina dewam keno şino.

Qismêk de qehremanê romanî

behsê xo keno û hucreya tarîye de

kêzike de qisey keno, qismêk de zî

keso/a bîn/e behsê qehremanê romanî

keno/a, ca-ca hetanî domanîya

ey şino/a, ey hetanî berê

hucreya tenga tarîye ano/a.

Derê, o/a keso/a ke qehremanê

romanî rê behsê ey keno/a kam o/a?

Mi vat helbet ke kêzik a. Çike,

HESÊ BELÊ

Ray-ray Dat Emerî vatêni:

- Beko, Beko. Ti nêşermayenî, ti nenganê

gedonê şinikon çînenî.

Xal Beki vatê:

- Emer, Emer ez ca veyneno vano!

Dat Emerî vatê:

Rûdaw

verê, qismê verênî de qehremanê

romanî xo fek ra qisey keno; ma xo

rê pîya qisey bikerê, vano kêzike

rê. Dima a dest pêkena... Qeheremanî

rê behsê ey kena. Qismêk de

qehreman xo fek ra, qismêk de kêzike...

Wina dore bi dore hetanî

qismê yewendesine şinê û roman

qedîyeno.

Keyfê mi zaf pê ame. Çike metodêko

enteresan o. Merdim kêzike

bido qiseykerdene û fekê aye ra

behsê qehremanê romanî bikero...

Eynî sey sanikanê ma yo. Ci ra

tehmê sanikanê ma yeno. Roman,

çiqas mekanê xo teng bibo zî teknîkê

xo xeylê-xeylê enteresan o.

Labelê...

Wexto ke mi roman qedêna û

dest bi meqaleya peyî kerd, mi vîna

ke sey vatena mi nîyo, yê mi xelet

o. Nuştox vano, seke şima vînayo,

roman bi forman a ameyo nuştene;

formê “ti”, formê “ez”.

Formê “ti” de nuştoxî fekê xo ra

behsê qehremanê romanî kerdo.

Keso ke qisey keno kêzike nîya,

nuştox bi xo ya.

Ma nuştoxî çira wina kerdo?

O vano ke, çîyo ke formê “ti” de

ameyo nuştene, ameyo mi sere de

û mi o çî bi xo dîyo. Rehet nîyo ke

merdim bi fekê xo ya nê çîyan teswîr

bikero. Çîyo ke ameyo mi sere

de, ameyo xeylê kesan sere de.

Coka mi formê “ti” tercîh kerd ke

no tecrube mebo tecrubeyê tena

yew kesî.

Mi ke formê “ti” ser o qerar da,

vano nuştox, eserê ke bi nê formî

ameyê nuştene mi wendî. Nuştoxî

ca dayo ci ke ey seba nê formî kamcîn

nuştoxan ra îstîfade kerdo; Carlos

Fuentes, Oriana Fallaci, Julyo

Cartazar... û Îhsan Nûrî Paşa (Mektuba

ke Îhsan Nûrî Paşayî “Xortê

Kurd”î rê rusnaya).

Yanî, yê mi xelet bî. Nîyetê nuştoxî

tehmê sanikanê ma nêbîyo.

Feqet mi wina fehm kerdo! Ez

xemgîn nîya ke mi çira xelet fehm

kerdo. Feqet ez xemgîn a ke çira

fekê kêzika ma ra nîyo.

Hepisxaneyê Tîpê F yê Edîrne

Çapa dîyine yê kitabê dersanê kirmanckî vejîya

Çapa Dîyine, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul

2010, 366 rîpelî

Adresa waştişî:

Vate Yayınları

Katip Mustafa Çelebi Mahallesi,

Tel Sok. No: 18 Kat: 3

Beyoğlu – İstanbul

Tel: 0 212 244 94 14

e-post:

wesanxaneyevateyi@hotmail.com

Xal bek û gedeyî

- Mi fem nêkerd. Ti senî xo veray gedonê

şinikon kenî, zaf eyb o!

Xal Bekî vatê:

- Madem gede yê, çi nengan mi çînenî?

Madem fem nêkenî, qey nêvanî ti

may ma n..? Hertim vanî, Beko ma may

ton...
Rûdaw Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010

Masteplana nûjenkirina Keleha

Hewlêr’ê diviyabû heta niha bidawî

bihata, çima dereng ket?

Ji sedî 85 ji karê wê xilas bûye û

ji sedî 15 maye. Beşeke girîng a vê

masterplanê komkirina agahiyên dîrokî

yê derbarê kelehê ye. Mesele ne

bi tenê boriyê avê li ku bin û xanî

çawa bên başkirin, ev bi tenê beşeke

ji kar, lê beşê girîngtir ku çi dokument

derbarê kelehê de hene li seranserê

dinyayê bên komkirin, wek

mînak tiştekî girîng ku me bidest

xistiye tabloyeke li muzexaneya

Lover hatiye dîtin. Li gor tabloyê

hakimê dawî yê Împeratoriya

Medan (ku wek sîstema federe ji komeke

mîrnişînan pêk dihat), ku li ser

destê Daryoşê yekem hat darvekirin,

hakimê kelehê bû. Di tabloyê de,

wêneyê wî hakimî hatiye kişandin

ku herdu destên wî girêdayî ne û bi

xetên kevin li ser hatiye nivîsandin.

Diyar e navê keleha Hewlêr’ê ji ber

temenê wê yê dirêj di gelek bûyerên

mezin ên cîhanê de hatiye û gelek

belgename hene, beşeke masterplanê

komkirina van belgeyan e, li ku

devera cîhanê dibin bila bibin. Derengketina

masterplanê ji ber vê

yekê ye, ji xeynî amadekirina masterplanê

tiştekî din jî heye divê lezgînî

tê de bê kirin, ku 10 xaniyên ser

keviya kelehê ne û divê zû bên başkirin,

metirsî li ser van xaniyan heye

û hinek ji wan hilweşiyane. Tiştê me

di civîna dawî de li gel UNESCO

fam kir di 01.04.2010’an de wê dest

bi başkirina van xaniyan bê kirin.

Em bi nêt in hinek girêbestên din jî

li gel UNESCO îmze bikin bo dirêjkirina

karên me li gel wan, ji ber

niha wan keleh kandîd kiriye ku

bibe kevnewareke cîhanî. Awayê

karkirinê li UNESCO bi vî awayî

ye, di destpêkê de kevnewarek diyar

dikin da ku bibe şûnwarekî cîhanê,

ku hat qebûlkirin, êdî tên li ser kar

dikin.

Bi baweriya we, wê bê qebûlkirin?

Şîrketa brîtanî ku wan girêbest li

gel mohr kiriye, li seranserê cîhanê

11 cih wergirtine û her 11 jî wek şûwarên

cîhanî ji aliyê UNESCO ve

hatine qebûlkirin. Em geşbîn in û

kar hatiye ser rêya xwe, lê ev yek

dem, amadekarî û karê berdewam

dixwaze. Yek ji pirsgirêkên kelehê

ava pîs e ku ji ber nebûna zêrabê ji

malan çûye çînên xwar ên kelehê,

sibe di dema kolandinê de wê pirsgirêk

derkevin holê. Ji xeynî nûjenkirina

kelehê, kolandin jî wê tê de

bê kirin. Li hinek cihan bi kûrahiya

36 metreyan jinûve digihe ser erdê

sax. Lewma cihê destên gelek şaristaniyan

li ser kelehê diyar in.

Kî pereyan dide UNESCO, hûn an

Hikûmeta İraq’ê?

Li gor girêbestê divê em butçeyekê

ji UNESCO re dabîn bikin,

divê ev pere ji aliyê Hikûmeta Herêma

Kurdistan’ê ve bên misogerkirin.

Yanê Hikûmeta İraq’ê ti

pereyan nade.

Lê behsa pereyên ku Hikûmeta

İraq’ê terxan kirine, dihat kirin?

Di dema xwe de me wek parêzgehê

cuda ji nivîsîngeha Serokwezîrê

Kurdistan’ê 5 milyar û 200

milyon dînar wergirtin ji derveyê

beşê ji sedî 17 ê budçeya Herêma

Kurdistan’ê.

Ji aliyê kurdan ve, kî masterplanê

dişopîne?

Ez jî endamê desteyê me û emê

desteyê berfirehtir bikin, fermangeha

şûnwaran, komeleyên şûnwarnasên

Kurdistan’ê û zanîngeh.

Lê UNESCO jî ji aliyê xwe ve komîsyoneke

din a hunerî tîne û masterplanê

dinirxîne.

Mebesta we ku di pêşerojê de ti kes

nabêje ku nîşanên kurdewariyê bi

kelehê ve mane?

UNESCO van karan nake, ew rêxistineke

serbixwe ya cîhanî ye û

bednaviyê nayîne ser xwe û reftarê

li gel hemû şûnwarên cîhanê re

dike.

Tiştê heta niha ji we ve diyar e, di

hundirê kelehê wê çi bê kirin?

Di konferansa 2004’an de ku

Wezareta Rewşenbîrî taybet li ser

kelehê saz kir, hemû pêşniyar li ber

çavan hatin raxistin. Beşek ji kelehê

avakirî dimîne, beşekî din wek

motel û cihên hunerî û cihên firotina

aşyayên kelepûrî tên nûjenkirin

û hemû li ser awayê kevin dibe.

Bingehên rewşenbîrî yên çekî,

fransî û îtalî ku di hundirê kelehê

de ne li cihên xwe dimînin û keleh

Hevpeyvîn

parêzgar Newzad Hadî:

Li Hewlêr’ê 400 hezar otomobîl hene

“Li sînorê parêzgeha Hewlêr’ê nêzîka 400 hezar otomobîlan hene, lê trafîk li

Hewlêr’ê ewqasî zehmet nebûye. Di bernameya me de ye hinek proje hene,

wek meydana li nik nexweşxaneya Rizgarî ku biryar e îsal projeyekî under

bus û over bus lê bên çêkirin.”

ji hemû aliyan ve tê dewlemendkirin.

Serokê berê yê nûjenkirina kelehê

Şêrîn Îhsan Şêrzad di hevpeyvînekê

de li gel rojnameya Şerq-el

Ewsat dibêje dînasorên ku li Hewlêr’ê

peyde bûne bi rêya avahiyên

bilind ku dirust kirine rûçikê Hewlêr

û kelehê xirab kirine?

Êdî dînazorê herî mezin deriyê

kelehê ye. Deriyê rastî yê kelehê

hatiye hilgirtin û vê dawiyê di roj-

nameya Teaxî de jî mikur tên ku ev

derî li ser stîla Babîlî hatiye dirustkirin.

Rast e demekê babîlî li İraq’ê

bûn lê medî jî hevdemên wan bûn.

Di dîrokê de diyar e ku Medya û

Babîl lihevkirin û dewleta Aşûrî rûxandine.

Ew stîla ku wan aniye bi

kelehê re li hev nake, rast e di serdemekê

diyarkirî de ev şaristaniyet

jî li kelehê hebûn, nemaze aşûrî û

niha jî tê texmînkirin peresgeha

Îştar bi kûrahiya 13-16 metroyan li

jêr kelehê de mabe, lê ew deriyê çîmento

ku dirust kirine heta kûrahiya

36 metroyan çû xwarê, ger

dirêjî û pehniya dîwaran û kûrahiya

36 metroyan wergirî, divê çend ton

şûnewar û axa kelehê hatibe derxistin

û avêtin? Bi rastî mezintirîn

destdirêjî ku li ser kelehê hatiye

kirin, li ser şûnewaran ew deriyê ku

berî serhildanê hatiye dirustkirin e.

Hilgirtina dergeh yek ji biryarên

konferansê bû ji ber kirêt û dirustkirî

ye û ti peywendiya wê bi kelehê

re tune. Ger nirxandineke rastî

li ser dergeh bê kirin, wê derkeve

wek mînak Saddam çawa destkariya

hemû şûnewarên İraq’ê dikir.

Li Musil’ê tê dîtin ku li ser kavilên

aşûriyan koşkên Saddam hatine dirustkirin,

yekem ji wan jê re dibêjin

Koşka Rîmah, gava tu berê xwe

dide nexş û nîgarên li ser dîwarên

wê, tu dizane ku mebest ji dirustkirina

vê koşkê guherandina şaristaniyeta

Aşûrî bûye, angu bi erebkirina

şaristaniya Aşûr e. Li Babîl’ê

jî bi heman awayî dema hatin Îştar

û Babîl nûjen bikin li ser hemû dîwaran

pîtên S.H danîn û heta niha

jî her mane. Li Hewlêr’ê jî eynî tişt

Parêzgarê Hewlêr’ê Newzad Hadi. (Wêne: Rûdaw)

hat kirin, Saddam zanîbû ku keleha

Hewlêr’ê yek ji şûnewarên herî girîng

e, dirustkirina dîwar bi vî

awayî bi serdema wî ve girêdayî ye.

Saddam dixwest cihê destê xwe li

ser kelehê bihêle. Ev herifandina

dîrokê bi xwe ye.

Butçeya îsal a geşkirina Hewlêr’ê

çiqas e?

Em li benda serokatiya Civata

Wezîran in, ew jimarê diyar dikin.

Ne şert e ku butçeya pêşvebirinê li

Herêma Kurdistan’ê wek butçeya

parêzgehên din ên derveyî Herêma

Kurdistan’ê be. Wek mînak sala

2008’an ku mezintirîn butçeya pêşvebirinê

li İraq’ê hat danîn û diviyabû

Hewlêr 400 milyaran wergire,

lê 360 milyar dînar hatin dayîn.

Sala 2009’an nêzîka 200 milyaran

bû, lê îsal serokatiya hikûmetê hê

butçeya pêşvebirinê diyar nekiriye.

Dibe ku Hewlêr bibe qurbana pêşkeftina

xwe di meseleya danîna

butçeyê de?

İraq biryarê li ser awayê dabeşkirina

butçeya ji sedî 17 ya Kurdistan’ê

nade. Derbarê Hikûmeta

Herêma Kurdistan’ê jî, beşê zêde yê

butçeya hilberînê ya îsal di çarço-

15

veya projeyên ku berê hatine destpêkirin,

zêdeyî 2, 4 ji 3 milyaran bo

projeyên ku berê biryar li ser wan

hatiye standin. Plana Hewlêr’ê bi

xwe heye û tevgereke aborî ya bi

hêz li Hewlêr’ê tê dîtin û jiyandin.

Projeyê we yê herî girîng îsal çi ye?

Firokexaneya nû xilas bû. Projeyê

rêya dûsayt a Korê-Qendîl ku

172 milyon dolaran dixwaze, projeyekî

zêde mezin e. Projeyê girîngtir

kanalzasyona deşta Şemamke

ye ku me daxwaz kiriye îsal qet

nebe wek qonaxa yekem 50 milyon

dolar jê re bên terxankirin û bikeve

bernameyê. Xweşbextan e hikûmetê

razîbûna xwe li ser da. Berê

dîzayn û hemû tiştên proje amade

ne û nêzîka 80 hezar donim zevî

berav dike. Niha wek qonaxa

yekem 50 milyon dolar jê re hatiye

terxankirin û wê bibe projeyeke

zêde baş a Hewlêr’ê. Herwiha me

bername daniye du avahiyên nû ava

bikin, yek bo parêzgehê û ya din bo

dadgeh û fermangehên dadwerî ku

dikevin ser rêya Musil’ê. Armanca

me ji vê çendê cîbicîkirina masterplanê

ye, ji ber ev avahiyên niha namînin

û di dewsa wan de park û

tiştên din tên dirustkirin. Niha Koy

jî ser bi Parêzgeha Hewlêr’ê ye.

Desthilata we li ser Koy’ê heye?

Butçeya pêşvebirina wê li ba me

ye, karûbarên wê yên îdarî li ba me

vedigerin, lê guherandina qaymeqam

ne li ba me bû. Haya me ji danîna

qaymaqam nebû, wan bi xwe

danî.

Hûn rê didin vekirina parkên

hizbî?

Na. Li vir parka Şaneder û Minare

hatine vekirin, Akua Park hatiye

vekirin herwiha Parka Kanyaw

li nik Kesnezan hatiye vekirin.

Hûn hest nakin ku Hewlêr dike ji

qerebalixiya otomobîlan bixeniqe?

Li sînorê parêzgeha Hewlêr’ê nêzîka

400 hezar otomobîlan hene, lê

trafîk li Hewlêr’ê ewqasî zehmet

nebûye. Di bernameya me de hinek

proje hene, wek meydana li nik

nexweşxaneya Rizgarî ku biryar e

îsal projeyekî “under bus“ û “over

bus“ lê bên çêkirin. Lê bi giştî li

Hewlêr’ê pirsgirêkeke me nebûna

hokarên guhastina giştî ye wek nebûna

tram û rêkxistina guhastina

giştî, lewma zêdetir xelk otomîbîlên

taybet bikar tînin.

Biryar bû hûn navçeya pîşesaziya

bakûr veguhêzin?

Plan wek xwe maye, lê ev yek bi

butçeyê ve girêdayî ye, divê navçeya

pîşesazî ya nû bê dirustkirin,

piştre dest bi jinavbirina ya kevin

bê kirin. Li gel dikandarên wir li ser

dîzayna navçeya nû hatiye axaftin

û li gor daxwazên wan hatiye

danîn.
16 Keskesor

Hejmar 32 | Sêşem | 16. Sibat 2010 Rûdaw

EvDILA KoÇER

Bi pêşketinên mezin ên teknolojiyê

re kurd jî hewl didin ku di înternetê

de berê çand û zimanê kurdî

fireh bikin. Yek ji van xebatan jî

“malpera wergerine.com” e ku ev

demek e bala kurdîhezan dikişîne

ser xwe. Weke ku nav jî li ser e, ev

malper bernameyên kompûterê, fîlmên

navdar, teksta stranan, karîkatûran

werdigerîne ser zimanê kurdî.

Heke bixwazin van bername û fîlman

wekî DVD dişînîn mala we

jî... Na na, pereyan jî ji we nastînin.

Xwedî û edîtorê malpera Wergerîne.com

Muhsîn Elçî di derbarê

kar û barê malperê û dinyaya înternetê

de ji Rûdawê re axivî. Elçî

diyar kir ku berî ku malperê saz

bike bi çend hevalan re kovareke

heremî û biçûk derdixistine, “Piştî

ku karê kovarê sekinî û em belav

bûn, min jî biryar da ku bi projeyeke

wisa xizmeta xwe ya ji bo zimanê

xwe bidomînim. Ya rastî min

dixwest navê malperê ‘werger.com’

be lê navê werger.com berî min ha-

Xwedî û edîtorê malpera

“wergerîne.com” Muhsîn Elçî:

Di înternetê de

tenê “spas” û

“heval” bi kurdî ye!

“Li gor îstatîstîkên li Tirkiye hejmara kesên ku firefox bi rûsî

bi kar tînin ji hejmara kesên ku bi kurdî bi kar tînin zêdetir e.”

tibû standin. Ya din jî min xwest

malper ne tenê ya min be, min

xwest herkesî vexwînim wergerandinê,

loma min got wergerine....”

Li ser armancên wergera binnivîsên

fîlman jî, dibêje ku ew bixwe ji

fîlm û rêzefîlmên tirkî zêdetir li

fîlm û rêzefîlmên biyanî temaşe

dikim, “Lê mixabin ji bo temaşekirina

van berheman ez neçar bûm ku

binnivîsên bi tirkî bi kar bînim.

Heta niha rastî tu fîlmê biyanî nehatime

ku binnivîsa wê ya tirkî tune

be, lê ji bo kurdî qet tune. Vê yekê

ez êşandim. Helbet ji gelek aliyên

din ve jî kêmasiyên me hene lê di

vê mijarê de bi qasê min lêkolîn kir

tu xebat an jî hewldan tunebû û ev

kar tişteke wisa bû ku ji bo ku em

vê yekê bikin li ber me tu asteng

tune bû. Yanî, her kurdê ku xwedî

komputerek e, dikare wergera fîlman

bike. Jixwe hema bêje her

kurd bi zimaneke din jî dizane, yanî

kurdek îngîlîzî nezane jî dikare ji

erebî, tirkî an jî ji farisî wergerê

bike. Lê mixabin şûna em ji zimanên

din wergerînin kurdî em ji

kurdî werdigerînin van zimanan.

Loma min xwest ez gava yekemîn

bavêjim. Min pêşîn fîlma Braveheart

wergerand û paşê malperê saz

kir...”

Ferhenga îngîlîz-kurdî ya

online amade dikim

Di berdewamiya axaftina xwe de

ciwanê kurd Muhsîn Elçî dide

zanîn ku dema ewî malperê saz kiriye

tekane armanca wî wergerandina

binnivîsan bûye, “Lê paşê min

dît ku hê gelek tişt hene ku li benda

wergerê ne. Loma min paşê dest

avêt wergera stranên biyanî -ku

niha 80 stran hatine wergerandin!paşê

min hinek karîkatûr wergerandin,

paşê min dest avêt wergerandina

bernameyên komputerê (ku

heta niha ji 10 zêdetir bername

hatin wergerandin), paşê min xwest

alîkariya wergera Ubuntu / Linuxê

bikim (ku jixwe kurdî ye lê kêm e)

û dawiya dawîn jî niha ferhenga îngîlîz-kurdî

ya online amade dikim

ku niha tê de 2.100 peyv hene. Ji

ber vê niha serê min hinekî tevlîhev

e, ji ber ku ez êdî têrê nakim. Alîkarî

pêwist e lê mixabin gelek hindik

alîkarî heye. Lê belê, ez ji karê

xwe serbilind im, xwezî min zûtir

destpê bikira...”

Muhsîn Elçî li ser serdana mêvanên

malperê jî dibêje ku tenê yek

kes jî malperê bitikîne ji wî bes e û

wiha berdewam dike, “Zêdetir

kesên ku di mijara zimên de hestiyar

in, wergerine.com’ê ziyaret

Sibel Can bi 40 hezar

dolaran Newroz’ê

pîroz dike!

Dihok - Şîrketa Pîrogrub a geşt

û guzariyê li Dihok’ê geştek bo

Qibrsê amade kiriye û dê di hundirê

vê geştê de ahengekê bo

Sibel Can saz bike, kurdên Qibris’ê

jî dikarin tevlî ahengê bibin.

Xwediyê Şîrketa Pîrogrub Ebdulrehman

Doskî wiha dibêje: “Me

ji Tatlıses re bo şeva Newroz’ê

axifîn, ew razî nebû. Piştre me

peywendî li gel Sibel Can’ê kir.

Şîrketa Pîrogrub dixwaze karên

din jî li gel Sibel Can’ê bike,

lewre razî b û bi 40 hezar dolaran

were ahenga me ya Qibris ji ber

Sibel bi 100 hezar dolaran kêmtir

naçe ahengan.”

dikin. Li gor îstatîkên modûla daxistinê

a malperê herî zêde ev hatine

daxistin: 1) Bernameya

Klavyeya Kurdî a ji bo windowsê

2) Binnivîsa fîlma Slumdog Millionaire

3) Wergera bernameya Bulletin

4) Binnivîsa fîlma Braveheart 5)

Kurdiya bernameya MSN. Em dikarin

bêjin ku fîlm û bernameyên

komputerê ên popûler zêdetir bal

dikişînin...”

Di înternetê de tenê “spas” û

“heval” bi kurdî ye...”

Elçî li ser rewşa înternetê jî pêşniyar

dike ku her kurd di înternetê

de bernameyên xwe bi kurdî bi kar

bîne, “Bi ya min tişta herî girîng

kurdîkirin e ango werger e. Yanî ger

hûn îro bi firefox’ê bi kurdî bikevin

înternetê, bi a MSN yê bi kurdî bikevin

msn’ya xwe, bi OpenOffîsê bi

kurdî pel û pêşkêşiyan amade bikin,

bi uTorrentê bi kurdî daxin, bi

Smplayerê li fîlman bi kurdî temaşe

bikin, bi Ubuntuyê komputera xwe

komple bikin kurdî, bi Songbirdê li

stranan kurdî guhdar bikin, ger hûn

Facebook, youtube, google, twitter,

wikipedia û malperên din bi kurdî

bi kar bînin, ger hûn malperên kurdan

hemûyan bikin kurdî û hûn tê

de tenê bi kurdî bi kar bînin wê

demê wê înternet ji bo me bibe cihê

perwerdehiyê. Lê mixabin îro piraniya

kurdan bernameyên tirkî bi kar

tînin û di malperên xwe de jî bi tirkî

xeber didin. Di înternetê de tenê

“spas” û “heval” bi kurdî ye...”

Li ser pirsa me ya “Bi baweriya

Li gor gotinên Doskî ne xema

hunermendên biyanî ye çi ahengê

di çi helkeftê de bikin, lê ew bi

tenê berê xwe didin girêbestê

lewma Sibel Can razî bû di Newroz’ê

de ahengekê saz bike û got:

“Di hemû ahengên me de, hunermend

ji kijan neteweyê be dê ji

me re stranên kurdî bistrê. Bê

guman di ahengê de wê Sibel

Can stranên kurdî jî bibêje.”

Doskî bi rêya Rûdaw’ê ji hezkerên

dengê Sibel Can’ê re ragehand:

“Piştî Newroz’ê karê me

yê yekem di gel Sibel Can’ê ku

konserekê li paytexta Kurdistan’ê

Hewlêr’ê saz bike.”

te her roj çend mîlyon kurd dikevine

înternetê? Di înternetê de herî

zêde çi bala wan dikişîne, serî li çi

didin, çi ditikînin?”, balê dikişîne

ser ku heke 40 milyon kurd hebin

bawer dike her roj 2-3 milyon ji

wan dikevin înternetê, “Ev rêje ji

bo gelên din zêdetir e. Kurd jî herî

zêde ji lîstikên online, ji pevaxaftinê

(chat) û ji malperên weke youtube

û facebook hez dikin. Lê xuya

ye kurdî bala wan nakişîne. Li gor

îstatîstîkên dawîn li tirkiyê hejmara

kesên ku firefoxê bi rûsî bi kar tînin

ji hejmara kesên ku bi kurdî bi kar

tînin zêdetir e. Yanî li gor van îstatîstîkan

li tirkiyê Rûsî ji Kurdî zêdetir

tê axaftin. Helbet ne wisa ye,

lê mixabin di mijara zimanê bernameyên

ku kurd bi kar tînin de, rewş

wisa ye...”

Yek kilometre be jî dewletek ji

me re lazim e...

Pisporê Înternetê Muhsîn Elçî di

berdewamiya axaftina xwe de ji

xwendevanên Rûdawê re serpêhatiyeke

xwe ya balkêş parve dike,

“Rojekê min bernameyeke nû wergerandibû,

di malpera vê bernameyê

de her ziman bi alayek dihat

temsîlkirin. Min jî alaya kurdistan’ê

û wergera bernameyê ji wan

re şand lê min kir nekir alaya kurdistan’ê

neweşandin, bername niha

weke fermî bi kurdî ye lê mixabin

wergera kurdî di bin alaya îran’ê de

tê weşandin. Min wê rojê baştir

fêhm kir yek kilometre be jî dewletek

ji me re lazim e...”