You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
sivîl yên bêsûc di pevçûn û sergirtina gundan de hatin

birîndarkirin û kuştin. Gundiyên ku cerdevaniyê qebûl

nekirin ji aliyê dewletê û cerdevanan ve, yên cerdevaniyê

qebûl kirin jî ji aliyê PKK’ê ve hatin tacîzkirinê

û neçar man ku koç bikin. Herwiha yên cerdevaniyê

qebûl kirin, bi piştgiriya dewletê ve li derdora xwe li

gorî dilê xwe tevgeriyan, ew bi xwe bûn qanûn, destdirêjiya

mal û namûsê kirin û bûn nêçîrvanên însanan.

Di vê pêvajoyê de dewlet li metrepolan jî pirr kêm

kesa re fersenda bi cîbûnê da. Piraniya kesên din mal

û milkê xwe li pey xwe hiştin û li kevî û derdorên bajaran

di gettoyan de bi cî bûn û dest bi jiyaneke nû

kirin. Ev kesên ku ji debara xwe ya heta hingê dikirin

bûn, li bajaran li gorî polîtîkayên neolîberal ve, bûn

xwarker û kesên xeratekê. Ev kes ji alîkariya dewleta

sosyal bêpar man û her wiha ji aliyên bajarvaniyê jî

hatine dûrxistin. Di encamê de kesên koçber di dorpêçkirina

xizanî û bi pirsgirêkên psîkolojîk, tendurîstî

û perwerdehî de di nava hemwelatiya duwemîn de perçiqîn.

Piştî 15-20 salan, di sala 2004 an de qanûna ‘tanzîmê’

(bi gelekî kêmasî û bi hin tiştên derveyî aqîlane)

derket. Vegera gundan (ku li gorî lêkolînan pirraniya

koçberan naxwazin careke din vegerin cî û warên xwe)

û tanzîma zerar û ziyanê hate rojevê. Ji xwe ev dema

dîrêj ya ji bo tenzîmê jî dide xuyakirin ku ev pirsgrêk

çawa bûye girêkeke tund û derbasî nifşên nû bûye.

Ev pêşeroja ku min ji bo koçberiya bi zorê ya li Rojhilatê

başûr , di heman demê de ji bo kesên LGBT’ê

yên Kurd jî di heman wateyê de .

Koçberiya bi zorê ji bo jenerasyona LGBT’ê di aliyê

meyla cinsî û cudatiya nasnameya cinsî de, hîn zêdetir

giran dibe, hîn zêdetir trajediyekê pêş dixîne. Kesên

LGBT’ê di nav pirsgirêkên cudatiyê de, xizanî, bêkarî,

bi karneanîna mafên hemwalatiyê ku hemû mexdûrên

koça bi zorê tê de dijîn, di ser re kesên LGBT’eyî vê

carê ji aliyê vê civakê ve têne bi dûrxistin, dest bi koçeke

duyemîn dikin. Koçeke bê kontrol ber bi bajaran

ve hatiye û ev yek di aliyê demografîyê û civakê de

xerabûnekê derxistiye holê;li van bajaran nasîna kesên

LGBT ê bi çanda jêrdest yên kesên LGBT yên li van

bajaran re çê dibe. Di vê çanda jêrdestî de tişta pere

dike kedkariya seksê ye. Ji bo kesên ku nasnameya

xwe ya cinsî keşif kirine lê hê bi temamî nexistine şiklekî,

kedkeriya seksê ji bo debarê, tiştekî cazîp . Ji bo

kesên LGBT ê yên ku nasnameya xwe keşif kirine û

dixwazin bi vê nasnameya xwe bi rehetî bijîn, ev koç

di aliyekî de mifteya rizgarbûnê ye û di aliyekî de jî

gava yekemîne ji bo jiyaneke bi xeter û teşqele.

Lê pirsgirêk li vir naqedin. Di dorê de Kurdofobî ( tirsa

ji Kurdan) heye. .

Gelek mexdûrên koçber ku piştî koça bi zorê berê xwe

dane rojava, gelo dizanibûn dê kesek kar nede wan û

wê gelek pirsgirêk bên derxistin heta ku zarûkê xwe li

mektebekê qeyd bikin.

Ecêb e, ji bo hin kesên LGBT ê jî ku ji aliyê civakê ve

weke nexweşiyekê an jî çewtiyeke ku divê bê cezakirinê

tê dîtin, ji bo hevaltiya LGBT ê bi xala herî lawaz

yanî Kurdofobîyê ferqûmêleke din derdixîne holê. Bi

harbûna modernîzmê û nîjadperestiyê, kesên LGBT ê

yên Kurd ku ew jî mexdûrên koça bi zorê ne, hîn zêde

tenêtiyê dijîn.

Li gorî van hemû xelekan, giringiya rêxistinên LGBT

ê yên li dorhêlê hîn zêde derdikeve holê.

Di vê rewşê de tevgera koalîsyonên li dorhêlê ji aliyê

Hevjînê ve girîng e; Disa danasîna hebûna LGBT ê ya

Kurd li herêmê, şikandina pêşdaraziyê bi aweyekî bi

rêkûpêk û avakirina bajarekî ku kesên LGBT’ê karibin

hilmekê bistînin girîng e.

Û herwiha em çiqasî hemcins û transeksuel bin jî, ji

bo şikandina refleksên nîjadperestiyê jî…

Wergera Kurdî: Sabriye Çiftçi

KURD1 STEMBOL

Hin kesên LGBT ê yên ku ji bo kedkariya seksê koç

dikin an rastî sektora LGBT ê yên li van bajaran (otel,

mal, bar…. ) an rastî qesabekî ku emeliyatên guherîna

cinsî dikin (kesên ku veşarî emeliyatên guherîna cinsî

dikin) dibin. Û hin caran jî rastî mirinekê tên ku nizanin

ji kîjan hêlê de hatiye.

29