Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
1

Peymana Rakirina Hemû Awayên

Cudahîdanan Li Dijî Jinan

(1979)

166 dewletan ev peyman wajo kiriye (2000)

Komîsyona NY ya Jinan di 1946’an de ava bû, di

salên 60’î de dest pê kir û berê xebata xwe da

hemû awayên cudahîdanan li dijî jinan. Komîsyon

berê li ser mafên jinan ên siyasî û hevwelatiyê

xebîtiye. Grûpê danezanek amade kir ku civîna

NY ya giştî ew di 1967’an de qebûl kir. Ev

danezan bû bingehê peymana sala 1979’an a

rakirina hemû awayên cudahîdanan li dijî jinan (Bi

navê Peymana jinan jî hat binavkirin).

Peymana jinan ji 30 bendên ku bi mafên jinan ên

li hemû waran, pêk tê. Komîteya hemû awayên

Cudahîdanan li dijî Jinan (Committee on the

Elimination of All Forms of Discrimination

against Women, CEDAW) çavdêriyê dike, bê ka

Peymana jinan çawa tê şopandin.

Welatên ku Peymana Jinan wajo kiriye, divê her

sê mehan carekê raporan bidin komîteyê, heta ku

bê zanîn bendên Peymana Jinan çawa tên

tetbîqkirin. Komîte raporan dide “ECOSOC”ê

(Encûmena aborî û civakî) civîna NY ya giştî. Ev

rapor dû re ji Komîsyona Jinan re tên şandin.

Komîte dikare ji tiştên di raporan de tên gotin û

agahdariyên ji welatên peymanê tên wergirtin

hereket bike û pêşniyazên xwe û şîret û tewsiyeyên

giştî pêşkêş bike.

Di 1998’an de protokoleke ku di Çileya Pêşîn a

sala 2000’î de hate qonaxa rêvebirinê, bi ser

Peymana jinan ve hat kirin. Protokola servehî tê

wê mahneyê ku jinên ku mafên wan ên mirovî li

gora Peymana jinan pêpes bûne, ji bo

sererastkirinê û standina garantî û tezmînatê

dikarin giliyên xwe li bal NY bikin. Berê îmkana

giliyê takekesî li bal Komîteya NY ya

Cudahîdanan li dijî Jinan hebû. Niha jî mimkin e

ku miorv li pêpeskirinên giran, an jî sîstematîk

bikole.

Beş 1

Bend 1

Di vê danezanê de mebest ji peyva ”cudahîdanan

li dijî jinan” ev e; her cudayî, awarte, an jî

sînorkirina li ser bingehê zayendeyê ku encama

bisînorkirinê dide, an xwediyê armanceke weha

ye, an jî ji bo jinan qîmetdayina mafên mirovan û

azadiyên bingehî yên di warê siyasî, aborî, civakî,

çandî û hevwelatî de, an jî yên di warekî din de

bêyî ku li rewşa medenî û li bingehbûna

wekheviya jin û mêran û mifahwergirtin, an jî

bicîhkirina van maf û azadiyan binihêre, ji holê

radike.

Bend 2

Dewletên endam ên peymanê hemû awayên

cudahîdanan li dijî jinan mehkûm dikin û hemfikir

in ku bi awayekî minasib û bêyî biderengîketinê

berê siyaseta xwe bidin nehiştina cudahîdanan li

dijî jinan û bi vê armancê berpirsiyariyê werdigirin

ku

a) ger berê nehatibe bicîhkirin, ew ê pirensîpa

wekheviya jin û mêran têxin qanûnên xwe yên

neteweyî yên bingehî, an qanûnên bingehîn yên

minasib û dê bi qanûnên bingehîn û navgînên

minasib ên din ewle bikin ku ev pirensîp di partîkê

de tetbîq bibe;

b) gava pêwîst be, bi naveroka qedexekirina

hemû awayên cudahîdanan li dijî jinan, tedbîrên

qanûnî û yên din ên bikêrhatî bistîne;

c) li ser eynî bingehê mafên mêran, ji bo jinan

parastina hiqûqî peyda bikin û bi dadgehên

neteweyî yên mafdar û dezgehên resmî yên din ve

li dijî her kirineke cudahîdananê, ji bo jinan

parastineke efektîv misoger bikin;

d) xwe ji her kirin, an reftariyeke cudahîdanan li

dijî jinan bi dûr bixin û ewle bikin, da ku meqam û

dezgehên fermî li gora vê berpirsiyariyê liv û

hereket bikin;

e) ji bo rakirina cudahîdanan li dijî jinan a ji aliyê

kes, rêxistin, an şîrketan ve hemû tedbîrên

bikêrhatî bistîne;

f) qanûndanîn jî tê de, ji bo guherandin, an jî

betalkirina qanûn û biryarnameyên heyî, urf û

adetên ku tê hêceta cudahîdanan li dijî jinan, hemû

çareseriyên bikêrhatî bistîne;

g) hemû biryarnameyên neteweyî yên cezeyî ku

tê mihaneya cudahîdanan li dijî jinan betal bikin.

Bend 3

Divê Dewletên endam ên peymanê qanûndanîna

ji bo jinan geşepêdaneke tam û gavên pêş ewle

dike û bi vî awayî ji bikaranîn û îstîfadekirina

mafên mirovan û azadiyên bingehî yên li ser

bingehê wekheviya bi mêran re garantiyê didin

wan jî tê de, di hemû waran de û bi taybetî di warê

siyasî, civakî, aborî û çandî de, ji bo jinan hemû

tedbîrên pêwîst bistîne.

Bend 4

1. Stendina tedbîrên Dewletên endam ên

peymanê yên demî û taybetî ku ji bo bilezkirina

wekheviya jin û mêran a rasteqîn, divê li gora vê

Peymanê, weke cudahîdananê neyê dîtin, lê divê