Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

cudahêjayî û normên cîhê bi xwe re naîne; gava di

warê îmkan û miameleyan de wekhevî hat

bidestxistin, divê ev tedbîrên han betal bibin.

2. Tedbîrên ku di vê Peymanê de hene jî tê de,

stendina tedbîrên dewletên endam ên peymanê yên

taybetî yên ji bo parastina dêtiyê, divê mîna

cudahîdananê neyê dîtin.

Bend 5

Divê Dewletên endam ên peymanê hemû

tedbîrên bikêrhatî bistîne, da ku

a) awayê reftariya jin û mêran a civakî û kultûrî

biguherîne û ji bo bi vî awayî pêşhikmî û urf û

adetên ku xwe dispêrin fikra ku zayendek ji

zayendeke din kêmtir e, an baştir e û rolên ji bo jin

û mêran ên pûçbûyî, nehêlin;

b) ewle bikin ku avakirina malbatê di warê dêtiyê

de, weke fonksiyona civakî têgîhişteneke temam

bide û qebûl bike ku di warê xwedîkirin û

pêşvebirina zarokan de berpirsiyariya jin û mêran

a hevbeş heye ji ber vê yekê divê vêc û qazancê

zarokan beriya hertiştî bê.

Bend 6

Divê Dewletên endam ên peymanê ji bo li dijî

hemû awayên kirîn û firotina jinan û

mifahwergirtin ji laşfiroşiya jinan tê bikoşe,

qanûndanîn jî tê de, hemû tedbîrên bikêrhatî

bistîne.

Beş 2

Bend 7

Divê Dewletên endam ên peymanê ji bo ku

cudahîdanan li dijî jinan di jiyana welatî ya siyasî

û resmî de nehêlin û bi taybetî jî mafê jinan bi eynî

şertên ku ji bo mêran derbas dibin, ewle bikin,

hemû tedbîrên bikêrhatî bistîne,

a) di hemû hilbijartinan de dengên xwe bidin û ji

bo hemû organên bi hilbijartinên giştî ve tayin

dibin, bibin hilbijarbar;

b) beşdarî şikildana siyaseta organên civakî yên

birêvebir û bicîhanîna vê siyasetê bibin û bibin

xwediyên meqaman û di birêvebirinê de hemû

berpirsiyarên xwe yên resmî yên di hemû

sewiyeyan de tam bi cîh bîne;

c) di jiyana welatî ya resmî û siyasî de, beşdarî

komele û rêxistinên nedewletî bibin.

Bend 8

Dewletên endam ên peymanê ji bo ku ji jinan re

îmkanan misoger bikin, divê hemû tedbîrên

bikêrhatî bistîne da ku ew bêyî tu cudahîdanan li

dijîn, eynî mîna şertên mêran, di sewiya

navneteweyî de nûneriya hikûmetên xwe bikin û

beşdarî xebata rêxistinên navneteweyî bibin.

Bend 9

1 Ji bo ku jin hevwelatiya xwe bi dest bixin,

biguherîne, an jî ji xwe re bihêlin, divê dewletên

endam ên peymanê mafên eynî mîna mafên mêran

bidin wan. Divê ew bi awayekî taybetî ewle bikin

ku ne zewaca bi biyaniyekî re, ne jî gava mêr di

pêvajoya zewacê de hevwelatiya xwe diguherîne,

otomatîk bibe sedema guhertina hevwelatiya jinê.

2. Divê Dewletên endam ên peymanê di pirsa

hevwelatiya zarokên wan de, mafên eynî mîna

mafên mêran bidin jinan.

Beş 3

Bend 10

Divê Dewletên endam ên peymanê tedbîrên

bikêrhatî bistîne ku cudahîdanan li dijî jinan rakin,

da di pirsa perwerdeyê de û bi taybetî jî bi

bingehbûna wekheviya mêr û jinan, mafên eynî

mîna mafên mêran ji wan re misoger bikin:

a) ji bo pîşerênîşanderiyê, ketina xwendegehan û

wergirtina dîplomayê ya ji hemû dezgehên

perwerdeyê, hem li gundan û hem jî li bajaran

şertên wekhev; ev wekhevî divê di pêşdibistanan,

xwendinên giştî, teknîk û xwendina teknîk a bilind

de û herweha di hemû xwendinên pîşeyan de ewle

bikin;

b) ketina kurs û îmtîhanên wekhev, îmkana

mamosteyên bi qalîteya bilind û lokalên dibistanan

û techîzatên bi standarda wekhev;

c) bi rêya pêşdebirina xwendina tevde, an bi

xwendineke din ku bikaribe alîkariyê bike ku

mirov bigîhêje vê armancê û bi taybetî jî bi rêya

kontrolkirina pirtûkên dersan ve û li gora wan bi

sererastkirina metodên xwendinê ve, di warê rolên

jin û mêran de, di hemû astan de û di hemû

awayên perwerdekirinê de nehiştina têgihîştinên

pûçbûyî;

d) ji bo wergirtina bursan û alîkariyên xwendinê

yên din îmkanên wekhev;

e) programa xwendin û nivîsandinê ya ji bo

salmezinan, bi taybetî yên ku armanca wan bi

awayekî bilez kêmkirina cudatiyên navbera jin û

mêran e jî tê de, ji bo xwendinên dibin îmkanên

wekhev;

f) kêmkirina hejmara jinên xwendekar ên ku dev

ji xwendina xwe berdidin û ji bo keç û jinên ku zû

2