Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Li mala kalemêr, ji pîrejina wî pê ve keseke din tune bû.

Ji wê rojê û vir de, Marya bû bû keça kal û pîra misilman û navê wê

Emîne bû.

Emînê weke keçek misilman, ders û edeba misilmaniyê girti bû û di

hivdehsaliya xwe de jî gihiþti bû mêrekî misilman, pê re zewucî bû. Ji vê

zewacê jî Xwedê sê law û du keç dabûnê. Emînê jiyaneke bê bela û bê

nexweþî bihurandi bû û gihiþti bû temenekî giramgîr, mîna heftê salî. Lê

çendî ko ji kesekî re behs ne kiri bû û xwesti bû ji bîr jî bike, dîsan bîreweriyên

jiyana Marya ew berneda bûn. Nuha di rojên xwe ên dawîn de jî

ji nû ve bû bû Marya!

Lawê wê, yê mezin mîna ko ne dixwest diya xwe ya ixtiyar, di saetên

dawîn de tenê bihêle, loma jî her serî gavekê dihat, li ber serê wê rûdiniþt

û pê re mijûl dibû. Carekê jî dema jê pirsî bû ko tu xwestinên wê hene,

wê gavê diya wî çavên xwe ên giranbûyî heta nêvî vekiri bûn û bi þik li

lawê xwe meyizî bû. Lê dîsan jî bi hêviyekê, ji lawê xwe tika kiri bû û goti

bû; »Min bigire bibe dêrê! Ez dixwazim li dêrê metranekî bibînim!« Wê

gavê lawê wê bostekê ji erdê bilind bû bû! Û nemimkuniya vê daxwaziyê

xwesti bû ji diya xwe re kat bike.

Paþê jî ji xelkê malê re goti bû ko; »Diya me xurufîye!...« Bi dû de jî,

xelkê malê biryar dabûn da biçin melayekî bînin ko li ser çend fatîhe û

yasînan bixwîne!

Lê Maryayê fam kiri bû ko tiþtekî nemimkun ji lawê xwe xwesti bû û

herweha ne dixwest ko guhdarî li tu fatîhe û yasînan bike. Ji ber vê jî ruhstênê

ko li ber derî ecele dikir, vexwandi bû hundur û ruhê xwe teslîm kiri

bû.

Dema mele gihiþti bû ser, êdî dilê Maryayê rawesti bû, nema lêdixist.

Mela êdî hewce nedî ko tu yasînan li ser bixwîne, tenê fatîheyek xwendi

bû û bi paþ de vegeriya bû.

Dema mela çû bû, lawê wê xwesti bû laþê diya xwe rast bike. Gava destê

wê yê girtî ji ser sînga wê bilind kiri bû, bi ecêbmayî, çavên wî bi xaçeke

piçûk û zêrîn keti bû ko dibiriqî, rahiþti bû xaçê, nêzîkî çavên xwe kiri bû,

bi behîtmayî nivisa li ser xwendi bû;»MARYA«

E-POSTE: INFO@NEFEL.COM MALPER: WWW.NEFEL.COM

MEHKÛM • 15