Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANCÎ

Biyolojî

MARGÎSE

ÇAWA RENGÊN XWE DIGUHERÎNIN?

Di encama xebatên lêkolînerên Swîsreyî de hat

zanîn ku margîse, krîstalên di şaneyên çerm ên taybet

de ji nû ve serast dikin û bi vî awayî rengên xwe

diguherînin.

Zanîna beriya van xebatan ew bû ku ev ajal, pîgmentên

rengîn ên di şaneyên cuda de kom dikin an

belav dikin û rengên xwe diguherînin.

Lêbelê kifşên nû didin nişan ku ev yek ji ber “eynikeke

guherbar” ku ji krîstalan pêk tê, derketiye holê.

Her wiha hat zanîn ku ev ajal bi xêra tebeqeya şaneyeke

duyem ku tîrêjên dişibin enfarûjê (kizil otesî)

belav dikin, laşên xwe di hêkayiyê de diparêzin.

Margîse bi du awayan rengên xwe çêdikin. Ji bo

rengên tarî û germ jî şaneyên wan hene ku bi pîgmentan

tijî ne. Lê rengên şîntir û spîtir, wekî van

krîstalan ku jê re tê gotin “rengên binyadî” ji tîrêjên

ku ji elementên fîzîkî belav dibin, pêk tên.

Ev reng dikarin bên sentezkirin. Wek mînak bi

“rengekekî şîn ê binyadî” û pîgmentên zer rengekî

kesk ê rewnaq dikare bê çêkirin.

Hin guherîn bi cihguherîna

pîgmentan pêk tên.

Bestekokên melanîna

piçûk ên bi rengê tarî, bi

kurîşkên şaneyên melanofor

ên mezin belavî

her derê dibin an jî ji bo

ku dîsa çêrm rengzelal

bikin di navendê de kom

dibin.

Gelek masî û ajalên

xijok bi vê riyê, ji bo berteknîşandana

stresê an jî

ji bo pêkanîna lihevkirina

derdorê, rengên xwe

dikarin tarî an zelal bikin.

Margîseyên panter jî

ku ji aliyê zanyarên Swîsreyî

ve hatin lêkolînkirin

vê yekê dikin. Lêbelê

margşseyên nêr dema

dijberekî an ji xwe re cotekî

dibînin, xwe dikarin

têxên rengekî din jî wek

mînak dikarin rengê xwe

bikin keskekî nixumandî

an zerekî rewneqdar.

Heta niha gelek zanyaran

ev guherîn wiha

dizanibûn: pîgmentên

sor û zer bi heman awayî

tên belavkirin û ev yek

pêk tê.

46 | Kovara Zanko • 2015 Hezîran