Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no

Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANCÎ

Erdnîgarî

PÊKHATINA KU

BI DEWLEMENDIYA ZÊR Û ZÎVÊ TÊ

SIYANÛR

Gelo em ji we re

bibêjin rê û rêbazên bidestxistina

zêr û zîvê ku

aboriya welatan tevlihev

dike, dikare di nav çend

deqeyan de gerstêrkê

heta we jî bikuje, hûnê

wê gavê çi bikin? Va ye

ev çîroka siyanûrê ye ku

ji bo madenên zêr û zîv

tê bikaranîn û zirareke

mezin digihîne jîngehê.

PIŞTÎ ÇERNOBÎLÊ

KARESATA HERÎ MEZIN

Mirovahî ji bo ku ber

birçîbûnê bigire ket pêy

rê û rêbazên cuda lê ji

bo ku jehriyê bigihîne

xwe gubreyên kîmyewî

jî di nav de gelek tiştan

bi kar tîne. Siyanûra ku ji

bo kanên zêr û zîvê tê bikaranîn,

ji roja ewil heta

niha gelek caran zirar

gihand ekolojî û xwezayê.

Mirov jî bi qasî ajal

û nebatan para xwe ji vê

jehriyê digirin. Yek ji mezintirîn

çizirîna siyanûrê

ku ji bo xweza û jîngehê

dibe sedema karesatên

mezin, di sala 2000’an de

li Romanyayê pêk hat.

Karesata siyanûrê ku li

Romanyayê pêk hat piştî

karesata Çernobîlê ku di sala 1986’an de pêk hatibû

wek karesata herî mezin di dîrokê de cîh girt.

DI KANKERIYÊ DE SIYANÛR

Siyanûr navê ew metalan e ku ji hidrosiyanîk asît

û asîtên ku ji vê çêdibin. Sodyum siyanûr û potasyum

siyanûr di serî de tevahiya van metalan pirr bi jehr e.

Di kankeriyê de bikaranîna siyanûrê di sala 1980’î de

dest pê kiriye. Siyanûr didestpêkê de ji bo hilberîna

metalan dihat bikaranîn lê êdî di roja me de piranî ji

bo kanên zêr û zîvê tê bikaranîn.

Her çiqas alternatîfên

wek tiyo ûreyê hatibe

dîtin jî siyanûr bi taybetî

dema li derekê bikeve

madeyeke pir bi

talûke ye û di

wê gavê de

dikuje.

ÇERNOBÎL

56 | Kovara Zanko • 2015 Hezîran