Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURMANCÎ

Biyolojî

di ser daristan, avzê û

deştên dirêj re nafirin,

lêbelê li ser okyanosên

asfaltê, daristanên

balaxaneyan û zeviyan

difirin ku heta qirika xwe

di nav dermanên kîmyewî

de mane. Wexta ku

perperok xwe digihînin

daristanên Meksîkayê,

dibînin ku jînewarên wan

yên germiyanê bi destê

mirovan hatine kavilkirin.

MÎKRO KLÎMAYA

PÊWÎST

Çiyayên li Michoacanê

ku dirêjahiya wan

3 hezar metroyî ne bi

daran ve hatine pêçandin,

ev çiyayên bilind ji

bo perperokan mîkro

klîmayeke pêwîst dabîn

dikin. Bi milyonan

perperok ji bo ku xwe

ji rewşa xirab a hewayê

biparêzin û ji germa wan

sûdê werbigrin xwe bi

gewdeyên daran ve dizeliqînin.

Gewdeyên daran

çiqas mezin bin ewqas

zêde germahiya xwe

diparêzin. Jixwe tam jî

ji ber vê yekê parastina

rewşa heyî ya daristanê

zaf girîng e. Divê dar têra

xwe mezin bibin da ku

bi vî rengî di demên sar

û seqemê de bikaribin

perperokan biparêzin.

BIRRÎNA DARAN YA NELEGALÎ

Daristan, her diçe biçûk dibe. Ligel rêziknameya

ku di sala 1986an de derketiye û armanca wê parastina

daristana ye, tunekirin û xisara li ser daristanan

her berdewam e. Li herêmeke biçûk be jî birrîna

daran, wê derê ji bo perperokan dikare bike cihekî

bêstar.

Çend darên ku mane jî ji bo penahiya perperokan

a zivistanê têrê nake.

Birrîna daran ya bi kesbdar ku bi awayekî qaçaxî

tê kirin di ber re zêde dibe. Banka Cîhanê ji bo

karê birrîna daran êdî bi dawî bibe, û daristana 4

hezar hektarî be parastin ji aliyê aborî ve alîkariya

gundiyan dike. Lêbelê çeteyên darbirr ên qaçax û

derqanûnî her roj bêtir bi talûke dibin.

150 MILYON PERPEROK

Li daristanên Meksîkayê perperokên ku ji hewldana

bo wan tê kirin bêxeber in, dawiya dawîn koça

xwe ya mezin temam dikin. Di serê Mijdarê de, di ser

gundan re, bi komên ewrên mezin ve xwe digihînin

herêma Michoacanê. Zanyar texmîn dikin ku hejmara

van perperokan li derdora 100 - 150 milyonî ye.

Perperok bi qasî mehekê qet ji dewsa xwe nalivin,

tiştekî naxwin, bi ser hev de lod dibin, heta wê roja

şahiyê ya ku wê ji xewa zivistanê şiyar bibin, dikevin

xewê. Li ser şaxên daran bi komên ewqas mezin dicivin

ku şaxên daran di bin giraniyê de ditewin. Hewaya

hênik ya meha adarê perperokan şiyar dike.

- Omer Alan

52 | Kovara Zanko • 2015 Hezîran