Fqcst+S9aY=&limit=0&content_type=application/pdf&fsize=20069793&hid=d148d6a6d4756d137f86e7bed9268e06&media_type=document&tknv=v2&rtoken=876553fcd08c3e4d9acc94b407c85688&force_default=no

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
KURMANCÎ

Teknolojî

ÇÊKIRINA

TOPAN

Her çiqasî di dema kevnar

de li cîhanê amûrên wek topan

hatibin bikaranîn jî topên ku em

niha dizanin cara ewil li Çînê hatine

hilberandin. Ev jî topên ku ji

kaxiz û bambûyê dihatin çêkirin.

Top, ji şarapnel û barûda ku

dahênaneke din a Çînîyan e, dihat

dagirtin. Û her çendî li hemberî

dijminan dihat bikaranîn ji

bo bikarhêner jî ewqas xeternak

bû. Piştî demekê, top ji metal,

hesin an jî ji darêja birêncê ango

hesinê zer jî hat çêkirin. Çînî ji bo

ku dijminan ji xwe dûr bixin, li

ser Bedena Çînê bi hezaran top

bi cih kiribûn.

Teknolojiya Topan ji Çîniyan

derbasî alema Îslamê bûyê, paşê

jî li Ewropayê belav bûye.

Piştî ku top hatin Ewropayê di dorpêçkirin

û şêweya şerî de jî veguherîn çebû. Ramanger

û Feylesofê polîtîkayê yê Îtalyanî Niccolo

Machiavelli wiha gotibû: “Stûrbûna dîwaran

çiqasî zêde jî be, tu dîwar tûneye ku top nikaribe

hilweşîne.”

Dema ku Machiavellı ev yek gotibû sal

1500 bû, tê fehmkirin ku lûleya topê çiqasî

direj be, berikên topê jî dê bikaribe ewqasî

dûr biçe.

Piştî vê, bi rastî jî topên mezin hatin çêkirin.

Û lûleyên 3 mîtroyî û giraniya wan 9 ton

êdî ji rêzê hatin hesibandin.

Lê wek topên ku ji bambûyê tên çêkirin,

ev topên din jî ger ku lûlê biteqîne dê topavêjê

xwe jî birîndar bike an jî bikuje.

- Menazîr Aslan

64 | Kovara Zanko • 2015 Hezîran