Erfolgreiche ePaper selbst erstellen
Machen Sie aus Ihren PDF Publikationen ein blätterbares Flipbook mit unserer einzigartigen Google optimierten e-Paper Software.
Piştî kedeke mezin û hewldaneke dûr û dirêj xebata me ya bi navê ROYÊ Mİ amade ye. Di vê

rêwîtîyê de gelek heval û hogirên min, him bi piştgirîya maddî û him jî bi piştgirîya manewî,

ku tu car nikarim berdêla wan bidim, li cem min bûn. Herweha, vê xebatê careke din nîşanî

min da, ku tenê tişta di demên nemimkun de dihêle ku mirov bikaribe tiştên herî nemimkun

encam bide, hevaltî ye. Hevalên min ê ku ev xebat kirin mimkun, ev in:

Birayê min ê delal Erdem, wekî aranjorê min te kedeke mezin xist vê xebatê, te dilê xwe xist tê

de. Bê te ev albûm dernediket. Û spasîya endamên birêz ên Trio Mara,Nazê û Nûrê dikim ku

çendîn caran bi min re ketin studyoyê û bi deng û amûrên xwe digel min bûn. Ji bo tomarkirinên

wan ên bi sebr û zîrekî spasî bo Sebastian, Philipp û Hakan; ji bo ku wan dengên xwe

yên bedew tev li dengê min kirin spasî bo Mehmet û Evîn; ji bo hilma wî ya efsûnkar û fikrên

wî yên hêja spasî bo Yasîn; ji bo karên wan ên wergêrê, ku giyan dan peyvan, spasî bo John,

Klaus, Celîl û Jan; ji bo ku wî her tişt wekî xwe, bi xwerûtî resm kir spasî bo Levent; ji bo ku wê

dilê xwe li min vekir spasî bo Sîbel. Û spasî bo Atelier Musik Bielefeld, Sirvart Melikyan, Hüseyin

Erdem, Sefkan, Ayse, Tülay, Dido, Özgün, Kenan, Îbrahîm, Yeni Kadın, Deniz, Zerî û herkesê

din, ku keda wan ketiye vê xebatê lê belê navên wan li vir nehatine nivîsandin. Ji ber ku

we li min bawer kir, spasdara we hemûyan im. Hûn her hebin. ROYÊ Mİ keda we hemuyan e...