KURDISTANPRESS SAYI 1
Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
KURD Lİ SOVYETISTANE

JI JÎYANA KURDÊN

QAZAXISTANÊ

ZANYARA KURD

ieiiEMO

H elîm a E M O xeb a ta x w e hez dike

gelê x w e hez dike

zarn e a q il û k em a l, m ileth ez û kêrh a tî

te rb eî k irin e, ew w ela tê x w e hez dike

zanyareka h êja ye, d ê k î xem xur e

jirıek î dilovarı e.

üüNİ v" W

• TÊMÛRÊ XELÎL MÛRADOV

Min di nav çend sala de derheqa jîyan û karê

kurdên Qazaxistanê de kovar û rojnamên kurdî

yê lı Ewropayê re çend miqale nivîsîne û xwendevanên

wan weşanên kurdî re da naskirin. Wek

derheqa akadêmîkê kurdî pêşin li cihanê Nadirê

Kerem Nadîrov, dêlêgata Kongrêya Partîya

Yekîtî Sovyêtê Komûnîst 27-a Kubara

Dursun, gundê kurdayî Qeşqebilaxê, koma

Cembûlêye sitiran-reqasên kurdîye bi navê

“ Neynûk”, dostên Medoyê Elî, zanyar Huseynê

Sadiq û gelekên mayîn de. Ev yek nîşan dide,

ku kurdên vê komara Sovyêtî gelek derecan

de gihîştine destanên mezin, pêşdaçûne, navê

komarê û gelê xwe bilind kirine.

Miqala me ya îroyîn ji cêrga ji jîyana kurdên

komarên biratîyê derheqa zanyara kurd, doçênta

înstîtûta Qazaxistanêye li Alma-Aîayê malhebûna

gundîtîyê Helîma Emo daye, kîjan ji jinên

Yekîtîya Sovyête kurd ya pêşin e, ku navê doktora

ulmên kîmyayê sitand.

Helîma Emo, bi eslê xwe ve ji komara Qirgizsitanê

ye. Di sala 1941-ê de li navça Oşê, gundê

kurdayî Baxîşê de ji diya xwe bûye. Pey

temamkirina dibistana gundê heyştsalê re diçe

bajarê Cembûlê, para xwendinxana doxtirîyêye

welidandinê de tê qebûlkirinê. Wexta dayîna

întamên xwendixanêye kutakirinê, nava

jîyana wê jina kurd a delelda guhastineke berbiçav

dibe: zanyarê kurd Nadirê Kerem, ku îro

bûye sekreterê zanyariyî li akadêmîya Qazaxistanêyê

ulmî, tê Cembûlê mala qewmê xwe, li

wira rastî wê tê, dilê wana dikeve hev, û ew dibe

helala wî.

Peyra mêr û jin cîyên xwe diguhirinên û diçin

bajarê Xabarovskê, li wir Helîma Emo dixebite

çawa xûşka doxtirîyê û pere jî bi cûrê

dûreke fakûltêta înstîtûta Xabarovskêyê

kîmyayê-têxnologîyê de tê qebûlkirinê û sala

1968-a dibe asîstênta wê înstîtûtê. Salekê şûnda

Nadirê Kerem kivş dikin çawa prorêktorê

înstîtûta Çimkendêye li Qazaxistanê kîmyayêtêknologîyê.

Bermalîya wî jî wê înstîtûtê de di

xebite çawa dersbêja sere û pere jî dîsêrtasiye xwe ye doktoriyê ye, bi têma “Lênihêrandin û xebtandina

xwelîya kaxçîna Qazaxistanê bi mêtoda qinyatkirina wê bi çend cûrên kevirên medenaye mexsûs

ve” xwe dike. Ew sala 1973-a bû.

Pey wê re, gava Nadirê Kerem kivş dikin dîrêktorê înstîtûya Gûrêvoêye kîmyayê, xwe tebiyetî, ew

malê van diçin wira û Helîma Emo, înstîtûya wî bajarî de, li kafêd re kîmîyayê de dersbêj dixebite.

Lê di sala 1979-a de, gava mêrê wê pêşda dikişînin akadêmiya Qazaxistanê ulmada ser qulixa cabdar

bixe. Bi te, ew têne Alma-Atayê, û Helîma Emo tê kivşkirinê çawa dersbêja lêktor kafêdra kîmya

tomerî li înstîtûya Qazaxistanê malhebûna gundîtiyê.

Hetanî niha ber destê wê kulfeta delal bi seda xwendkarên cihê-cihê, herwaha gelek kurd, hîn

bûne û zanebûnên xwe dane dewlemendkirinê, nava xebata malhebûna gundîtiyê de didine xebatê,

emekê xwe dikine nava pêşdaçûyîna malhebûna vê komara biratiyê cimetê de.

Helîma Emo, xebata ulmî ya tevayî 3 kur mezin

kirine. Nuxuriyê we-Barî, doxtirê nexweşxaneke

bajarê Çîmkendêye, doxtirê zaroka ye.

Meha nîsanê bajarê Taşkentê de konfêransa

xwendkara hemtifaqîyê 26-a derbaz bû aliyê xîrûrgiya

zarokan de. Barî tevî xebata wê dibû,

û miqala wî ya ulmî ye bi sernivîsara “Prînsîpên

nêyrotravmatologîya lez bal zarok”, kemala

kîjanêye ulmîye mezin hebû, ji aliyê ulmdarên

eyan de hêjayî begemiyê û qîmetkirina bilind

bû.

Kurê wê yê dinê-Arif jî xwendina bilind dest

aniye, lê Dîma-dibistanê de dixûne.

Çawa em dibînin, ev mala kurda maleke bextewar

e. U dibe fıkra hineka re derbazbe, ku

ewana êdî hewcê çi ne, mirazê wana hatîye sâri,

jîyaneke şa û bextewar derbaz dikin. Rast

e, mirazê wana hatîye sêrî, şane, bextewarin.

Lê rasthatina min a tevî Helîma Emo ez anime

ser wê bîr û bawariyê, ku ewana hewcê erf-edetê

gelê xwe ne, dixwazin bi kurdîke xweş bipeyîvin,

dicedînin diha zef derheqa dîrok, lîtêratûra,

çanda gelê xwe de pê bihesin. Gelek cara

ewana tevî wan mecalên heweskar bûne, ku ji

aliyê kurdên wê komarê de hatine derbazkirinê.

Tevî êvariyên bîranîna nivîskarê kurd bi nav

û deng Erebê Şemo, cejna Newrozê bûne, dîna

xwe dane pêşdahatinên komên sitiran-dîlanên

kurdiyê xwe efrandinê ye “Neynûk” li Cembûlê

“Elegez” û “Birûsk” ji Qirgizsitanê, ku

gelek cara bi dûrdîtinoka Alma-Atayê jî nîşan

dane, bi şêwr û temya alî xwendkarên kurd kirine,

sitiran û pirtûkên derheqa kurdan de û yên

kurdî peyda kirine, xwendine; bihîstine. Cîkîkovarekê,

yanê rojnemekê da, ku rastî jîyana

gelê xwe hatine, pê şa û firnax bûne, cedandine

keda xwe bikine nava wî kari de, keri cimeta

xwe bên.

—Gava mêrê ser çend rojan ji ciyê xebatê dişandine

gund û navçeyên Qazaxistanê û komarên

Asya Navîn, -Helîma Emo dibêje-, ez jî pê

re diçûm xwestina min a pêşin ew bû, ku

wan dera rastî kurda bêm, wan re xeberdim,

zargotina gelê xwe re bibime nas. Wextê wan

rasthatina xebata min a hîmî û giring ew bûye,

ku ez ji wana hînî çêkirina gelek cûrê xwerinên

kurmanciyê cihê-cihê bibim. Min cûrê çêkirina

wan xwerinan gişk ba xwe nivîsîne. Ez

çend cara hatim kurdên Ermenîstanê û Gurcistanê

jî û ez wira jî hînî çêkirina gelek cûrên

xwerinên kurmancî bûme. Min ew gişk kirine

pirtûk û min nêtheye dixwezim, wê ya li Moskow,

bi zimanê rûsî, bi sernivîsara “ 100 cûreyî

zêdetir xwerinên kurdî” bidime çapkirinê. Belê,

Helîma Emo, çend cara hatiye Yêrêvanê, Min

ev malûmatiyên derheqa wêda wê çaxî hildan,

gava ew tevî Bariyê kurê xwe û çend kurdên

Qazaxistanê hatibû Ermenîstanê, mala dîrektorê

tora navça Abovyanê Kinyazê Hemîd, ku

dota wî-Narê, kurê xwe re nîşan bike. U van

roja bû dewata wan ewledên kurda, li ku gelên

biran tevayî hazir bûn usa jî gelek kurdên Qazaxistariê,

Ermenîstanê, Gurcistanê û Adirbêcanê.

U ew dewat bû nîşana dostiya wan gelan

û kurdan, bû rasthatina roşînbîrên kurdên wan

komara.

Belê, Helîma Emo xebata xwe hez dike, gelê

xwe hez dike, zarokên aqil û kemal, milethez

û kêrhati terbet kirine, ew welatê xwe hez dike,

zanyareka hêja ye, dêke xemxur e, jineke

dilovan e. Her kes jê bextevar e.D

KURD Ll AWROPA

□ □Li Belçîka nêzîkî 5.000 Kurd hene û ew li navçeyine

cihê, weka Heuzde-Zolder, Lieêge, Charleroi, Leuven,

Gent, Antwerpen û Bruxelles belav bûne. Li

Bruxelles jimara wan kêm e. Li vî bajarî, ji Kurdan bêtir,

Tirk, Süryanî, Ermenî, Kildanî û Aşûrî hene.

Piraniya Kurdên Belçîka, weka karker, ji Kurdistana

Tirkiyê û ji navçeyên Tirkiyê yên nêzîkî Ankara û Konyêji

sedema cîhilkirina bav û kalên wan ji Kurdistanê,di

dawiya sedsala 19mîn û destpêka ya 20mîn de, hin

Kurd di van navçeyên dawîn de dijîn-hatine.

Di destpêkê de, di salên 70 de, di çarçeva lihevhatina

her du hikûmetên Belçîka û Tirkiyê de, karkerên

Kurd, wtevî jin û zarokên xwe, li navçeyên belçîkî yên

bîrên komir bi cih bûn û dest bi karên girantirîn kirin.

Paşê,hêdi hêdî.ew hatin bajar û gundên din jî. Li bajarên

mezin, zilam di beşa avakirina xanî û kuçan de, û

jin di ya paqişkirinê de, dixebitin. Ango, jimara wan, bi

hêzanî ya jinan, di karxanan de gelek kêm e. Ev her

du beşên kar, bi hêzanî yê karê paqijkirinê, di vajayê

yên karxanan de, astengeke (engel) mezin in li ber şiyarbûna

çînî ya kerkeran û hevgihandina wan di nav

sendîka û rêxistinên belçîkî û Diyanî de.

Jimareke biçûk a xwendekar û penaberên rêzanî (4

multeciyên siyası) yên Kurd jî heye.piraniyan van xwendekaran

ji Kurdistana Iraq û îranê ne. Piştî şelpeya faşîst

li Tirkiye hin penaberên rêzanî ji Kurdistana Tirkiye

jî hatin.

Weka hemî karkerên biyanî li Belçîka û welatên Rojavayê,

Kurd gelek dijwarî û sitem (zulm) dikişînin. Em

dikarin van dijwariyan bi kurtî darîçav bikin:

Pirsa kar:

Peydakirina kar di dema vê krîza aborî de ji bo herkesî

pirr zor bûye. Lê ji bo karkerên biyanî hîn jî zortir

e. Karên ku ten dîtin jî pirr giran

in û gelek caran dibin sedemên

hin nexweşiyan, Weka

bronşît û rumatîzma. Bêkarî jî

ne bitenê ji aliye maddî, le manewî

jî gelek pirsen giran di nav

malbatê de derdixîne.

Xanî

Piraniya xaniyan kevn, bi ritûbet

û beha ne, bi hêzanî li bajarên

mezin. Zarok di nav mezelên teng de nikarin

bilîzin. Ev neçar (mecbûr) dibin derkevin kuçan yan jî,

ji tirsa bav, bêdeng rûnên û bi katjimêran (seetan) li televîzyonê

binerin. Ritûbet hinnexweşiyan, weka bronşît

û rumatîzma derdixîne.

I Pirsen zarokan |

Zarok li malê bi zimanê xwe, û li dibistan û kuçê bi

fransizî yan flamanî dipeyivin.

Gelek caran, ew her du yan her sê zimanan tev li

hev dikin. Dê û bavên wan çiqas daxwaziya wan hebe

ku zarokên wan baş hîn bibin û dîplomên bilind bistînin

jî,nikarin li malê alîkariya wan bikin, ji bo ku ew

bixwe nexwenda ne. Li dibistanê, bername ji bo Belçî

kiyan hatine pêkanîn û mamoste gelek tiştan li ser biyaniyan

û sedema hatina wan nizanin. Loma, divê ku

di aliyê amadekirina bernamên dibistanî û gihandina

mamosteyan de li ser çand û pirsên biyaniyan xebateke

kûr û dirêj bê çêkirin.

Ji bo ku piraniya Ewrupiyan

çand û urf û adetên me nas nakin,

û ji sedema propaganda

hin rêxistin û rojnaman dijî bi

BELÇİKA

yaniyan, bi hêzanî di van salên

Nijadparêzî

dawîn de, nijadparêzî dijwartir

bûye.Jİ bo ku Belçîkî sûcê vê

krîza aborî û civakî navêjin ser

hikûmetê, bala wan ber bi biyaniyan tê kişandin, hemî

suc li ser pişta wan tên avêtin û çare di vegerandina

wan de yan bi stendina netewahiya (cinsiyet) belçîkî tê

dîtin!

Nijadparêzî bêrîkirina welêt bêtir dike û dilbirînî biyaniyan

ji civaka Ewrupî hîn jî dûrtir dixe. Loma, ew bi

hemî hêzên xwe xwe dipêçin çand û ola xwe û di taxên

xwe de rûdinên.

Qedexekirina qeydkirina biyaniyan

li saredarivên Bruxelles

Bû nêzîkî sê sal e, piraniyan şaredariyên (belediye)

Bruxelles nema biyaniyên ku ji pênç salan kêmtir li Belçîka

rûniştine qeyd dike! Sedema vê rêzanê ev e ku

nisbeta wan bilind nebe û bi vî awayî xelkê belçîkî di

helbijartinan de dengê bide van berpirsiyarên

nijadparêz!

I Pirsen penaberan l

Pirsen penaberan (multecî) ji yên karkeran

hîn jî girantir in, ji bo ku ew ni karin

vegerin welatê xwe û li Belçîka girêdayî

alîkariya civakî ne. Heta ku rû nişti na wan

bê pejirandin (qebûl kirin) ew nêzîkî du

salan di endîşe û tirsa vegerandinê de dijîn.

Bi ser de jî ew di vê rewşa bendabûne

de ji gelek mafan bêpar in.

I Stema taybetî li ser Kurdan \

Ji derveyî van pirsên jorîn ku hemî biyanî

dikişînin, Kurd li Belçîka weka Tirk,

Ereb yan faris tên hesibandin. Ango,şexsiyeta

wan a netewî ne bitene li Kurdistanê,

lê li derve jî nayê pejirandin. Biyaniyên

din, çiqas bindest jî bin, hin mafên xwe

yên çandî, weka bernamên radyo û televizyonê,

hînkirina zimanê xwe di hin

xwendegehan de standine.

Loma, barê me yê giran ew e ku em

vê şexsiyetê bidin nas kirin û pejirandin.

Bi taybetî, bê ku Kurdistan serfiraz bibe,

li Ewrupa û li cihên din ên cihanê Kurd

weka gelekî nayên pejirandin. Lê ev ne

gotin e ku em divên li Ewrupa li benda

guhertina mercên me li Kurdistanê

bimînin.D

RUPEL / SAYFA 12 KURDİSTAN PRESS • 24 ILON / EYLÜL 1986