KURDISTANPRESS SAYI 1
You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
& W .N V /A V W W S S S

PASOK

A

__ A

parti sosya listi k u r d

□ Destpêkirina her şoreşekê çi li Kurdistana

Tirkiyê, çi li lraq, çi li Iran û çi jî li Sûrî, divê bibi

xizmetek ji bo Kurdistanek mezin.

□ Ev milet yek milet e. Pêwîste Kurd ji bo Kurdistanekî

mezin şer bike; heta ku Kurdistanekî

gewre û mezin ava bibe.

□ Ger, çepên Tirka, gelê Kurd yên ku, cînar û

di bin zordariya welatê wî deye, ji bîr bike û ji

bo mafê wî şer neke; jê re nayê gotin

“ şoreşger” û “çep”

K urdistan P ress li se r dam ezrandina 11 saliya PASOK,

ku kar û xebata xw e li Kurdistana B aşûr dike, b ib e rp irsiyarên

PASO K re hevpeyvînek pêkanin.

□ PASOK (Partî Sosyalîstî Kurdistan) çi çax û ji aliyê kî de hate

çêkirin

□□PA SOK di roja 12 ılonâ sala 1975’a de li bajarê Kerkük hate damezrandin.

Kongra PASOK ya yekemin di sala 1975’a de li Kerkukê

hate çêkirin. Kar û xebata PASOK di 1975’a de, piştê hilweşandina

şoreşa 12 îlonê destpêkir û di konferansa xwe de got:

“Şoreş vemîrî, lê Kurd ne hatiye vemirandin” 11 Ilonê 1975, şoreşa

Kurd li Kurdistana Iraqê destpêkir. PASOK roja 11 îlonê sala 1975

kiriye roja damezrandina xwe.

Xebata me, pêşî bi awayekî nêhînî bû, xebata çêkdarî nebû. Lê

piştî wê, di salal976’a de pêşmergên me li hemû şaxa dûrûst bûn.

Hem li bajar û hem li gundan û heta roja îro jî. Partiya me li gel hemû

partiyên din li Kurdistanê xebat li dijî kolonyalîzmê dike.

□ Bîr û baweriya PASOK di derheqa têkoşîna rizgariya netawa kurd

de çî ye

□ □ Bîr û baweriya PASOK di derheqa têkoşina rizgariya netewa

Kurd de weha ye: Kurd ji 25 mîlyona zêdetir in; Milletekî bindest

e, miletekî welatê wî hatiye dacirkirin.

Ew bû 2500 sal ku, kolonyalîsta welatê me kolonî hiştiye. Wan

dijminên kolonyalîst welatê me xistine bindestên xwe. Şoreşên

kurd yên ku hebûn, doz û armancên xwe yên bi rastî nekirine, armanca

xwe şaşkirî bûn weke numuneyekî; Me 11-12 salan şer ji bo

otonomî kir. u taliyê darbeyekî mezin ji dijmin xwar.

PASOK, roja ku li Kurdistanê bû partiyek doz û daxwaza

Kurdistanekî mezin kir. U got: “Ev milet yek

milet e. Pewiste Kurd ji bo Kurdistanekî mezin şer

bike, heta ku Kurdistanekî gewre û mezin avabibe.”

Ev xebat bi tenê ne ji bo PASOK e. Divê hemû rêxistin

û komelên Kurd yên ku hene, cepheyekî dûrûst

bikin. Lê berî hemû tiştan armanc û daxwazin xwe

nîşan bikin. Armanca bi rastî, ewe ku Kurd ji bo azadiya

Kurdistanekî mezin û serbixwe şer bikin. Azadiya

gelê Kurd di Kurdistanekî azad de ye. Heta ku

Kurdistanekî azad neyê avakirin, Kurd rizgar nabin.

Gelê Kurd bi standina hukmêzatî (otonomî) li Iraq,

an jî li Iran azad nabe. Ji ber ku Kurdên li perçeyên

din ne xwedî mafên xwe yê netewî ne.

Bîr û baweriya PASOK ewe ku destpêkirina her

şoreşekê çi li Kurdistan Tirkiyê, çi li Iraq, çi li Iran

û çi jî li Surî, di vî bibe xizmetek ji bo Kurdistanek mezin, yanî,

Kurd weke yek milet. Ê me em tu ferqê naxin nav Kurda. Kurd Iraqî

be, ıranî be, Tirkî be an jî Surî be. Bes bi tenê Kurd Kurdistanê be.

Ji ber ku Kurdistan bi destên kolonyalîstan hatiye perçe kirin. Sinorê

ku kolonyalîsta danîne, neyên naskirin û qebûlkirin.

□ Rewşa PASOK di nav hêza (cepha) CUD de çi ye

□ □ Cepha CUD, weke cepheyekî Iraqî, lê çend rêxistin û partiyên

hukmêzatî Saddam, û sazkirina sistemekî demokratî li Iraqê ye. Em

jî,yek ji wan çar-pênc grûb û partiyên ku di nav hêza CUD de cîh

girtiye. Danîna hêza CUD armanca me nîne. Bes,ê me îro rêk li ber

me ye. Hêza CUD hatiye avakirin, em bi tenê

rejima Saddam bixînin û kesek jî nikare bi

serê xwe Saddam bixî ne. Armanca PASOK

rizgariya Kurdistana mezin e. Ji ber vî awayî

em dom hêzekî Kurdistanî ya seranser difo'/i.Pêşiyê

Kurd bibn yek, alîkarî di gel

CUD de dikin, an jî di gel hêzekî din, ew meselek

din e. Em, CUD hêzekî baş dibînin,

çunkî; bi hindikayî ev grub û partiyên di nav

CUD de hevdû nakujin. u li ser armancekî

KURDİSTAN PRESS kuruluşunun 11. yıldönümü

nedeni ile PASOK (Kürt Sosyalist Partisi) ile görüştü.

Aşağıda görüşmenin türkçe özetini sunuyoruz.

PASOK 1975’te kuruldu. 1976’dan sonra peşmerge

örgütlenmesine geçti. PASOK, Kürdistan’da

otonomi için mücadele etmenin yanlış olduğunu,

mücadelenin Kürt halkının kendi kaderini tayin etme

ilkesi temelinde olması gerektiğini belirtmektedir.

Ve gerçek amaçlarının bağımsız bir Kürdistan

için mücadele etmek olduğunu vurgulamaktadırlar.

Ancak, Saddam rejimini devirebilmek için

TÜRKÇE ÖZET

taybetî bi rê ketin e. Ew armanc jî hilweşandina

hukmê Saddem û damezrandina demokrasi

li Iraq û Kurd jî bigihe mafê otonomî,

li perçê Kurdistana Başur.

E me em doza mafê otonomî nakin, lê di

bemama me da heye ku, her katek (şax) bikaribe

otonomî bigre, bila bigre. Belê, otonomî

bibe xizmetek ji bo mafê çarenusî.

□ Bîr û baweriya PASOK li ser Kurdistana

Bakur û çepên Tirk çi ye

□ □ Bîr û baweriya me li ser Kurdistan Ba-

kur: Bi rastî vahşîtirîn dijminê gelê Kurd hebe,

ew jî devleta Tirk û rejima Tirkiyê ye.

Kurdistana Bakur çêtirîn mewqiyek coxrafî

ye. Piraniya gelê Kurd li ser axa Kurdistana

Bakur dijî. Ji bo vî awayî, divê karî şoreşekî

gewr û mezin li Kurdistan Bakur bibe. Lê bi

mercekê (şert) ku ew şoreş li wê de ne bi tenê

ji bo Kurdistana Bakur û xelkê Tirkiyê be.

Şoreş bibe:

— Bingehê Tirkiyê hilweşîne.

CUD içinde yer almaktadırlar.

Kuzey Kürdistan’daki örgütlerin bağımsız bir Kürdistan

için mücadele etmelerinin kendilerini sevindireceğini

ve Kürdistan’ın kurtuluşunun, Kuzey

Kürdistan’ın kurtuluşuyla yakın bağlantılar içinde

olduğunu belirtmektedirler. PASOK yöneticileri

Türk solu ile ilgili şunları söylemeketedirler: “Eğer

Türk solu Kürt halkının kendi kaderini tayin hakkını

savunmazsa, istedikleri kadar Güney Afrika, Latin

Amerika, Angola, Filistin halklarının mücadelesini

desteklesinler onlara solcu ya da devrimci demek

mümkün değildir

—Şoreş bibe dîyalektîkî bo meselên Kurdên

li perçeyên din yên Kurdistanê.

Em pir dilxweş in ku, hemû partî û rêxistinên

Kurdistana Bakur armancên xwe dane

xuyakirin. Ev armancên wan yên geleka ji bo

Kurdistanekî mezin, serbixwe û mafê çarenusî

ne. Sînorê Kurdistana Bakur û sînorê

Sowyet digihine hev. Kurdistana Bakur di

bindestê Tirkiyê de ye û Tirkiyê jî xulamekî

emperyalîzma Emerîkê ye. Şertên çêbûna

şoreşekî Kurdê li Kurdistana Bakur çêtirên

heye, ji yên Kurdistana Başur û Kurdistana

rojhilat.

Kurdistana bakur; hem nifusa wê pir e,

hem jî cîhê wê baş e. Ji bo rojekî dûr Kurdistana

Bakur bingehê azadiya şoreşa Kurdistan

mezin e.

Çepên Tirk zûtir j i çepên Iraq û Iran ev tişt

femkirin û dibejîn; “ Kurd xwedî mafê çarenusî

ne” Çi çep li Tirkiyê çi jî li cîhî dinwextekî

ku karibe çepîtî û şoreşgeriya xwe îspat

bik, divê nerînên xwe bi rastî

li ser doza gelên bindest bide

xuyakirin. Ger, çep gelê Kurd

ye ku cinar û dibin zordariya

welatê wî de ye, ji bîr bike û ji

bo mmafên wî şer neke jêre

nayê gotin “şoreşger an jî

çep”. Çiqasî piştgirtiya gelên

weke Angola, Filistîn û Afrika

Başur bike.

□ Mesajên ku, hûn bi rêya KUR

DİSTAN PRESS ji xwendewanen

re bêjin, heye

□ □ Armanca ku, Kurdistan

Press daye ber xwe, pir hêja ye.

Cara yekemîn li Kahîre bi destê

Celadet Bedirxan rojnemeyek

weha baş hatiye weşandin. Dijminên

gelê Kurd imkan û mêcal nadin û nedane

ku, em rojnemeyekî ji bo piraniya miletê xwe derxin,

û gelê xwe li ser bûyerên ku li Kurdistanê dibin

agahdar bikin.

Roja îro jî rojname bi kurdî li Iraqê derdikeve, lê

ew rojname di bin destê Saddam û ji bo propaganda

BAAS’iya. Lê Kurdistan Press tiştên ku, Kurd jî

hêz dikin dinivîse. Em hevî dikin ku Kurdistan

Press bigihê armanca xwe, beredwam be li ser xebata

xwe û em serkevtina wê dixwazin. Rojnemeyek

ku, dengê gelê kurd li xelkê me û cîhanê belav

bike, divê bi her awayî alîkariya wê bêkirin.

Nameya KURDİSTAN PRESS li ber min e. Ez lê dinihêrim. KURDIS-

TAN PRESS bang li ronakbirên Kurd dike ku ew di rojnamê de binivîsin.

Bê qeyd û şerd. Li gor bîr û baweriyên xwe.

Xwezî...

Gava ez nameya rojnamê dixwînim, ev gotin ji devê min derdikeve. Xwezî

ev meriv bikaribin, bi hevre, di weşanin de binivîsin.

Di banga rojnamê de lîsteyeke dirêj jî heye. Navên kesên ku bang lê hatine

kirin. Tê de gelek kes hene, bi dehan nav; navên nas û yên nenas. Kal û pîr.

Xort û navsal.Her celeb nivîskar, rojnamevan, zimanzan, tarîxnas, musîknas,

alim, fîlosof. Ji hemû perçeyên Kurdistanê. Ji yekîtiya Sowyetê. Ji welatên

Rojhelata Navîn û Ewrûpayê. Tecrübe û agahiyên cûrbecûr. Ji Kurdî,Erebî,

Farisî, Turkî pê ve gelek zimanên din.Li ser bingehê welatevîniyê

bîr û baveriyên cuda.

Bi kurtebirî hêzeke stûr, bêhempa, rengîn.

Lê belê li vê derê pirseke pir girîng,pirseke malkambax heye ku me jê re

bersiv divê; ma ev nav dikarin, bi hevre, di rojnamekê de, yan jî di rojnamenin

de binivîsin.

Ez dixwazim, daxwaziya dilê min, daxwaziya ku ev nav bikaribin bi hev re

binivîsin, bi hev re biafırinin, bi hev re hêzeke stûr bînin pê, bi hev re rê li

geşbûna edebiyad û kulturê vekin, ne bi tenê daxwaziya min e. Dilê bi milyonan

merivên din jî bi vê daxwaziyê hildavê. Û berî her kesî, dilê navên ku

di lîsteya rojnamê de ne, bi vê daxwaziyê hildavê.

Berhemên nêzîkbûn û hevkariyeke weha ber bi çav in. Her kes dizana ku

pêşveçûneke weha ji derdan re derman û birînan re merhem e.

Beri niha bi şeş-heft salan, dema me li Swedê kovara Rizgariya Kurdistan

diweşand, me dil hebû ku navên nas yên edebiyata Kurd jî tê de binivîsin.

Me hêvî hebû ku bi vî awayî hem nivîsarên kudi çavik û berkêşkên maseyan

de veşartî bûn, rûyê ronahiyê bibînin û hem jî kovar û xwendevanên kovarê

M. FERZEND BARAN

PÊWESTIYA GAVÊN NÛ

ji berhemên hosteyan destkewtî bibin. Piştî demekê ev daxwaza me bi ser

ket. Navên hosteyan, wekî stêrkan, dest pê kirin di rûpelên kovarê de çirûsîn.

Berhemên wan hatin weşandin. Di navbera wan û xwendevanên kovarê

de dan û standinekê çêbû.

Tesira vê yekê, bi carekî, xuyabû; hejmara xwendevanan û nameyên wan

sêçar car zêde bûn. Nivisarên ku ji kovarê re dihatin, zêdebûn.Pirs û pirsiyarên

nû hatin pê. Rê li munaqaşeyan vebû. Heval û berpirsiyarên kovarê,

hîn bêtir, bi dil û can, bi karê xwe rabûn.

Mixabin ev pêşveçûn, ji ber sebebên pir alî, dewam nekir.Lê di vî warê de

tiştê ku hefî zêde bala min kişand, ev bû; hosteyên edebiyata me ji rewşê nerazî

bûn. Yanê wan nedixwest ku nav û berhemên wan li nik yên din bihatina

çapkirin. Ew kêm yan jî zêde, li dijî hevdû bûn û ji bo hevdû tiştine digotin.

Di wextê xwe de dijitî û berberi di navbera wan de hatibûn pê û rê li her celeb

hevkariyê hatibû girtin...

Dijîtî û berberi. Yanê taya mirinê

Lê,- hezar mixabin ku welatê me îroj ji ber derdê dijîtî û berberiyan dinale.

Welat ketiye nav lepên dijîtî û berberiyan. Mîsala jorîn, dijîtî û berberiyên

ku di navbera hosteyên edebiyata me de hene, di her warê civat û jiyana welatê

me dedixuyin. Warê siyasî jî nc ji ve yeke bi dûr e. Wekî mîsal: Kurdistana

Iraqê. Li wê derê du hêzên esasî û hâzine hûrtir hene. Pêşmerge şer dike,

hêz êrîş dibin ser dijmin, birînên dijmin kûrtir dibin. Lê biserketineke esasî

bi dest nakeve. Ji ber ku yekitiya hêzan tune. Dost jî, dijmin jî, her kes dizane;

gava hêzên esasî û yên din bi hev re yekitiyekê ava nekin, mafên esasî jî

bi dest nakevin. Li aliyê dinKurdistana îranê rêwş xopan e. Du hêzên wê derê

rabûne hev, li dijî hevûdu şer dikin. Di perçeyê heri biçûk yê Kurdistanê,

Sûrîyê de hejmara rêxistinên Kurdan ber bi dehan hildikişe. Li Kurdistana

Tirkiyê her kom û rêxistin, piştî cûntaya generalan, 1980, di nav xwe de kêmanî

bûn sê perçe.

Rewşa welatê me ev e. Rewşeke tahl û kirêt ku her kes gazincê lê dike, her

kes jê bêzar maye.

Li alîkîdaxwaziyadil: Yekîtîû hevkarî. Ji aliyêdin rastiyatahl: dijîtîûberberi.

Ji alîkî dermana derd û kulan. Ji aliyê din sebebên qelsî û jariya me.

Çima Çi divê Riya nêzikbûn û bi hev re xebatkirinê çi ye Çawan rê li vê

yekê vedibe Hostayên edebiyata me, ronakbîrên me, hêzên me yên siyasî

û civakî, yanê her kes, her hêz, di warê xwe de, çawan dikarin bi hev re bixebitin

Bê guman, ev pirs pir mezin in û bersivên wan ne di nîvîsarên weha de dikarin

werin dayin û ne jî di demeke kurt de tên peydakirin. Jê re wext û xebat

divê.

Lê, di dawiya nivîsara xwe de min dil heye pirseke din li pirsan zêde bikim:

Ma gava em li hember hevûdu bîhnfıreh bibin, li dijî bîr û baweriyên hevûdu

demokrat bibin, hingê em nikarin gavekê ber bi yekîtî û hevkariyê bavêjin

Herweha me hêvî hebe ku KURDİSTAN PRESS bibe mîsaleke hêja ji bo

vê gavê, bibe warê nav û penûsên xwedanbîr û baweriyên cuda, rê li xebatê

weha veke û -bêşik- nebe berdevka komekê û xwe jî armanc û daxwaziyên

demokratîk bi dûr nexîne.

-ja jT fö n ^ m m E S S -'-T rîL ö N t e y l ü l i 9m