12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Û ji ber vê yekê bû, ku hê di despêka salên 30-î rojnama Rya tezeda Hecîyê Cindî bi nav kirin wek mezmezkê pişta canda kurdî.Eva jî şûna xwe da. Ya here belkêş û mûhîm ewe, ku vênirxandinê hêz û rastiya xwe pir salan pişt ra jî unda nekir, gavaartêşeke ronakbîrên kurd ya giran li Ermenîstanê hev girt, çê bû.Ronakbîrên wek Hecîyê Cindî degimene û ne ku bi tenê navagelê kurd da.Lê nîgara Hecîyê Cindî wê ne temam be, eger em bi cîanînaberpirsiyariya wî weke alîkar û piştgirê merivan û bi teyîbetî yên kurd,wek mêrekî kurd yê dilsoz, bi rehm, mêvandar û li dawiyê wekmaixwê mala kurdî, wek bav- ranexin ber çevan.Mêvan ji mala Hecîyê Cindî xalî nedibûn: bilî qewim ûpismamên nêzîk, ku bi giranî ji ber hisret, kovana dîtina wî ji gundêndûrî Yêrêvanê dihatin, merivên xerîb jî qesta mala wî dikirin, yên kudi nava jîyanê da diketin tengasîyê, hewcê alîkariyê, piştgiriyê bûn. Ûkesek ji wana bê dil ji mala xwe verê nedikir: wek zilamekî çardeh salîdida pêşya wan û bi mesrefkîrina nav û rûmeta xwe ya bilind û mezinpirsên hemûşka dezgehên hukumetê, dewletê da çareser, hel dikirin.Lê çîqas keç û zilamên kurd bi alîkarya wî zanîngeh û înstîtûtênxwendina bilind da hatin qebûl kirinê, ji kîjan çend kes pişt ra bûnronakbîrên bi nav û deng. îdî ez wê yekê nabêjim, ku bê acizbûn, bidilfirehî û rûgeşî gelek ji wana mala xwe da dihewandin - gava ew bixwe bi malbata xwe va heft nefer bûn, lê her bi tenê du odên wîhebûn, ji wana yek jî pir teng bû.Bilî alîkarya di ware amadekirina kitêbên wî da weke serrastkiratîpan (korrêktor) ji bona çapxana, ku wî zemanê berê da karekî pirgiran û bi zehmet bû, xem û xerêqa qebûlkirin û verêkirina wan hemûmêvanan jî bi giranî ser mile hogira wî ya jiyanê -kulfeta wî Zeyinevaîvo bû. Ewê bi ser da jî pênc keç bi mêre xwe ra tevayî mezin kirin ûdane ber xwendinê, ji kîjana dudu bûn doktorên zanînên doxtiriyê ûhuriermendiyê, lê hersên dine pêşekzan û mamostên navdar. Lê yahere mûhîm ne ku bi tenê bi zar û zimanê xwe va, lê bi ruhê xwe vanava dor û berên biyaniyan da ne ku bi tenê kurd man, lê bi ser da jîbûn kurdên welatparêz. Wan herpênc keçan jî sirya xwe da bingehamalbatên esil kurdî danîn bi malxwên mala xwe yên kurdên miletperwar va û bi ser da jî yên ronakbîr, zanyarên bi nav û deng va.WEZIRE EŞO10.01.200810

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!