12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Têlêgrama bavê Koroxlî mera hatîye,Salixa, divê, şemdana koçika belek ditemirî.Bavê Koroxlî malda sîyar bû,Serda sebir ketê,Perîşanê gote Almastê:Go: - Bira xirav bive mala bavê min û teva,Dîtina kekê me bû roja qîyametê.Axayo, ezê çûme Mûşê bilindcîya,Perîşanê gote Almastê,Go: - Bira xiravbe mala bavê min û teva,Divê bavê Koroxlî Mûşêyî nexweşe,Serê wî ranabe ser belgîya.Axayo, ezê çûme Mûşê gale-gale,Vegeryame alyê malê, xeverdane,Xelqê unda kirye tekene tûke,Min qijikê unda kirye -Bavê Koroxlî- Rostemê Zale.Gotin: Farizê Emer Sardarov, 85 salî û Mecîtê Fariz, 45 salî.Niha li gundê Arêvşatê dimînin, li ser nehya EcmîazînêKur û bav dengbêjin, sala 1959.AXAYO QURBAAxayo qurba ezê çûme Mûşê, Mûş titûne,Bavê Koroxlî digere nava Mûşa şewitî bi feytûne,Xwedê meriva eyane bejna bavê Koroxlî -Serda çoxe, binda gulavtûne.Li minê, li minê,Axayo qurba, paşî bavê Koroxlî nemînim li dinê...Axayo qurba çûme Mûşê serî têlê,Ezê bazar bikim bavê Koroxlîra qutî dû dermanê vê simbêlê.Perîşanê korê, şerrê nemayê xelqê unda kirye tekan û tûka,Meyê unda kirye bavê Koroxlî, reyîsê êlê.Li minê, U minê,Paşî bavê Koroxlî nemînim li dinê...20

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!