12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Berdaye eskerê Mistefayê Cindî, syarê sîpkanî,Revek derxistîye -Ber Qeleça xirbê darê.Fetê go: - Xelîlo, bavî mino,Seglavya yêkî pêjda bileqîne,Esedyanî dûre, farizyan bêbextin,Kesek li hewarya Mîrze Resikê bavî Tewretê nayê.Şerekê li me qewimîye,Naza şewitî li dev gelyan,Gulle têne mîna tavîngaTeyroka baranê der biharê,Na wele gullê surmelîyan.Şahid,şûliûdê Mîrze Resikê gelek hene,Berdaye eskerê Mistefayê Cindî,Sêsid syarê sîpkanî revek,Ji qeleça xirbê darê nav xanîyan.Dilê minî gişte-gişte,Mistefayê Cindî syar bû-Koma pizmama xwe da pişte.Kulê tu bikevî mala Mistefayê Cindî,Gullekê li Mîrze Resikê bavî Tewretê daye,Neyare serda peya bûne,Ber xencera kirine rişte.Dilê minî kîne-kîne,Dêna xwe didimê li şêxan, melan -Kesek li vir tune,Bişeynin pêşiyê eskerê Mistefayê Cindî vegerîne.Kulê tu bikevî mala Mistefayê Cindî,Xulam, xizmetkaran -Rêka sê sehetan dane ortenga xwe û zîne.218ŞERESERWANEŞer qewimî kela Wanê wê Bazîne,Milazimê Romê hêsîr xeza kirine,Qîz-bûka xemlê serê xwe danîne,

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!