12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Êvar bû, wextê derî dadana, çiravêxistana,Kewa gozel ber derê malê sekinîbû,Go: - Lawiko, xema meke, xem xirabin,Cixare bikşîne, bira xemê dilê te belabin,Ez xewna te dîtiye ezê vê sibê şirovekim.Go, gede lawiko, te xewnek dîtye di xewnêda,Darekê hêşîn bûye hewşa mala bavê minda,Li darê belge lê bûn,Fêza belgê dikana sedefa bûn,Fêza dikanê sedefa zînê mozîya bû,Fêza zînê mozya çevkanî bûn,Fêza çevkanya şiverê bûn,Fêza şiverya meydaneke fire lê bû,Serê darê du kewê gozel sekinîbûn.Gede lawiko, dara ku hewşa mala bavê minda hêşîn bûyî-bejina mine,Belgê darê -gulyê minin,Dikanê sedefa - dev û diranê minin,Zînê mozya - pozê mine,Çevkanî - çevê minin,Şiverê - biryê minin,Meydana fire - enîya mine,Ew herdu kewê gozelBerê vê baharê - mirazê min û teye...Got: Fetoyê Ûso.MIRIŞKKişe, kişe, kiş mirîşkê,Wî serê min dêşe.Kişe, kişe, kiş mirîşkê,Wey devê min dêşe.Mirîşka wê ser kayê,Wî dilê min dêşe.Mirîşka ka vedayê,Wey serê min dêşe.Gede û zara wê berdayê,Wî sîngê min dêşe,141

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!