12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

ewê temam dike, di salên 1 929-1 930-î da dibistana gundekî kurda yêQundaxsazêda (niha Rya teze) mamostatiyê dike.Paşê fakûltêta (beşa)Fîlolojiyê ya zanîngeha payîtextê Ermenîstanê -Yêrêvanê da tê qebûlkirinê û di sala 1933 da ewê temam dike. Pişt ra Hecîyê Cindî di instîtûtatarîxa çanda madî da dest bi karê amadakirina têza doktoriyê dike.Gava sala 1937a rêjîma Stalîn ya dîktatoriyê li pirr kesên welêt têxezevê û ewana bi motîvên polîtîkî davêje hebsxanan, pişt ra nefî(sirgûn), yanê jî gulle dike - Hecîyê Cindî ji ber vê zor û zulmênafitile. Ewî sala 1938-a bi ronakbîrên kurd Cerdoyê Gênco û AhmedêMîrazî ra davêjin zindana îstîxbarata sovyêtiyê ya KGB û ew di wir darast salekê tê zêrandinê û îşkencekirinê.Sûcê wî û Cerdoyê Gênco yê herî giran wê yekê dihesibînin, kuew bi Celadêt Bedirxan ra hatibûn girêdanê, yê ku li Sûriyayê ûLibananê seroketî li partiya kurdî ya Hoyîbûnê dikir. Lê sovêt jî ji wêpartiyayê aciz bû, ber ku dihesivand, ku ew dijminên wê- Daşnakênermeniya û împêriyalîstên înglîsê ra hevkariyê dike.Lê gava HecîyêCindî li ber îşkencên here giran jî naşkê û nikarin sûcê karkirina wîdijî Yekîtiya sovêtiyê îzbat bikin, ewî aza dikin.Salên 1936-1959 da Hecîyê Cindî karê xwe yê lêkolînênzaniyariyê înstîtûta zimên û lîtêratûrayê da (edebyetê) ya AkadêmîyaErmenîstanê ya zaniyariyê da berdewan dike. Sala 1959-a, gava dinava goveka wê Akadêmiyayê da beşa kurdzaniyê weke ya SêktoraRojhilatzaniyê (pişt ra ew sêktor bû înstîtût) vedibe - Hecîyê Cindîdibe serokê wê beşê yê yekemîn, bingehdar, hetanî sala 1967a. Lê divê beşê da weke karkirê zaniyarî yê sereke ew xebata xwe yalêkolîneriyê berdewan dike hetanî dawiya jîyana xwe ya sala 1990-î liYêrêvanê. Bi daxweza wî ew li gundekî navça Aragasê yê Sîpanê(berê-Pampa kurda) binax kirin.Ji rojên danîna bingeha edebyet û çanda kurdî yên yekemîn da liErmenîstanê Hecîyê Cindî bi heyacan di ware perwerdekirina zimanêkurdî û her wa pêşvabirina edebyet û canda kurdî da kar dike. Ewsalên 30-î dibe mamostakî Xwendinxana kurdî ya pêdagojiyê liYêrêvanê, endemê kollêgiya redaksiyon ya rojnama kurdî ya Rya teze,lê di salên 1955-1957 da - cigîrê berpirsiyarê wê rojnamê. Salên 50-îdîsa dibe mamostakî beşa kurdî ya Xwendinxana ermenî yapêdagojiyê. Lê di salên 60-î û 70-î da mamostatiyê dike beşakurdzaniyê da ya fakûltêta Zanîngeha Yêrêvanê ya Rojhilatzaniyê wekmamostê ziman, lîtêratûra û zargotina kurdî.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!