12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

erf û baran, teyrok û lêyî, cew, kanî, leme-lema çema, ewir, mij ûdûman, siteyrêd rû ezmîn, hîv û ro, gul û gîha, kulîlkêd hezar navî...ew gişk xuber-xuber di nava kilamada cîwar dibin.Herçê çîya - ew ruhê dengbêjê kurde, cî-miskenê hizkirina wî, biwîra tevayî kul û derdê xwe ro dike, bi wîra tevayî şa dibe û bi wîratevayî dijminê xwe alt dike.Çîya piştovanê wîye, warê miraza,dilketîya...Nava zargotina meda kilamêd hizkirinê (bengîtiyê), çawa wekîdine cama têne navkirinê kilamêd keçika, gelekin...Ev curê kilamahimlî derva hatine gotinê, dil nava azayêda vebûye, di çil û çîya.Wextê wa ne ku tenê zar, lê eynî dila deng dane hev, dilê hizkirî zarîhev bûne. Vî wextî em du meriva dibîninqîzê û xortê berbi miraza,du dila, wekî ji herdu alîya hev dipesinin, besa hizkirina xwe dikin ûbi kilama halê dilê xwe hevra dibêjin.Wextê wa dil dibe kilam, kanîk, her dera xwe dide hesandinê.Xort û qîzê bengî li çolê û kewşen, çîyê, li zozana, li deştê, libindarûka kake-kaka wane, û tu hew zanî bûne şarûr û bilbil...Nava kilamêd usada bedewiya qîzên çevbelek, bejina wanetarihane bilind, "navkêlka wane ziravî", "sûretê wana sore xal-xalî","diranê wane sedefî", "çevê wane reşe leglegî", "xeberdana waneşîrin"... têne pesinandinê: "Meriv mala xwe bide, serê xwe bide, yekeusa xwera bîne...".Kilamada derheqa mirazê eynî bi dil têne sitiranê:Mirazê bê dil usane,Nolî bax û baxçê bê gul...Nava kilamêd hizkirinêda hene kilamêd derheqa xerîbiyêda.Xeribî dupa girêdayî bûye tunebûnêra, ji destî tunebûnê cahil çûnecîyê dûr, wekî bona parî nan bixebitin... Xerîbî usa jî bi eskeryêra,girtin û sirgûnkirinêra girêdayî bûye...Qîzaêd berbimiraz bi kûraya dilê xwe nelîyane û vê pirsêda gelekkilamêd agiralav hevanîne:Zewal gede, diçî welatê xerîba min bîr neke,Min sêveke xelatîke - berya xweke,Wexta diçî welatê xerîbiyê,Bîna te teng dibe, derxe,Eşqa min û xwera qasekê lê mêzeke...Hecîyê Cindî14

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!