12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

erev kirine û bi pêşgotin û pê nasînan dane weşandinê. Ew berevok jibêtirî 800 rûpêlan pêk hatiye.Zanyarê kurdî welatparêz ew barxana zargotina gelê xwe hemûşkbi desta, bi qelemê ji ber zarê zarbêjan girtiye û ser kaxez mor kiriye.Wî zemanî da kolektîva înstîtûteke zanyariyê ya tam û temam belkînikaribûya ev karê mezin bi cî baniya.Hecîyê Cindî lêkolîneke kûr û belkêş ser binaxa zargotina kurdîbi cî aniye û ew bi sernavê "Dîharbûna dostaniya gelên ennenî û kurdnava zargotinê da" bi zimanê ermenkî sala 1965-a daye weşandinê.Weke edebyetzan Hecîyê Cindî du kitêb bi zimanê ermenkîçapkirine: "Lîtêratûra (edebyeta) kurdî ya Ermenîstana sovêtiyê" (sala1954-a) û "Nivîsên ser litêratûra kurdî ya Ermenîstana sovêtiyê" (sala1970-î).Keda Hecîyê Cindî di ware amadekirina kitêbên perwerdekirinê,fêrkirinê da jî yên ziman û edebyeta kurdî geleke, çawa yên bonamerivên bi temenê mezin ûnexwendî û her wa ji bona şagirtêndibistanan ji. Ewî ew kitêb ji despêka salên 30-î amade kirine, lê yên jibona sinifên yekemîn û sêyemîn - hetanî dawiya jîyana xwe. "Elîfba"Hecîyê Cindî ji bona zarokên kurda deh cara û her carekê biwerguhastinên pêwîst va di nava zemanê bêtirî nîv sedsaliyê da hatiyeweşandinê.Hecîyê Cindî dihesibe wek bingehdarekî edebyeta kurdî liErmenîstanê û Yekîtiya Sovêtiyê ya berê. Wek endamê Yekîtiyanivîskarên Ermenîstanê, wek endamê Seroketî, rêvebiriya wê yekîtiyêbi temamî yê pir salan, ewî ji sala 1930-î hetanî ya 1966-a seroketî lisêksiyon, beşa nivîskarên kurd kiriye nava goveka wê yekîtiyê da.Berhemên Hecîyê Cindî yên edebyeta bedew yên bişiklêhelbestan, destanan û novêlan (çîrokan) bawer bikî di hemû berevok,antolojiyayên nivîskarên kurd da hatine bi cîkirinê û weşandinê jidespêka salên 30-î sedsala 20-î da.Ewî sala 1 947-a novel, kurteçîrokênxwe bi kitêbeke cuda bi sernavê "Siba teze" da weşandinê.Sertacaberhemên Hecîyê Cindî yên edebyeta bedew tê hesibandinê romana wî"Hewarî", ku di sala 1967 da li Yêrêvanê hate weşandinê.Gelek berhemên Hecîyê Cindî hatine wergerandinê ser zimanêngelên Yekîtiya sovêtiyê ya berê û bi tayîbetî yên rûsî û ermenkî.Romana wî ya "Hewarî" bi sernavê "Û bahar hat" bi wergera serzimanên rûsî û ennenî li Moskovayê û Yêrêvanê hatiye çapkirinê. Lêbi destî ronakbîr, zaniyarê kurd yê bi nav îsmayîl Hessaf "Hewarî"hatiye wergerandinê ser zimanê erebî û li Damişqê hatiye weşandinê.8

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!