12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Xulamekî bişîne koşka dûzêye,Pey Zeyneva xûşkêye,Bira nesekine heta vira bêye,Ay de lo, lo, ay de lo, lo.Xulam berê xwe dide koşka dûzêye,Lê dinhêre Zeynev xanim balkonêye,Selamekê Zeynev xanimê vedaye,Divê: - Hamê Mûsê derbaz dike kef û sedê dinêye,Hamê Mûsê divê: -Bira nesekine,Zeyneva xûşk heta vira bêye.Zeynev xanimê bala xwe didêReşîd paşa palkonêye,Selamekê li Reşîd paşa vedidêye.Hamê Mûsê gote Zeyneva xûşkêye:- Bêje, Reşîd paşa ferman - fermana xudêye,Qanûn-qanûna dewletêye,Şeşa bikuje, yekî bide ser xatirê min kevnêye.Zeynev xanim divê: - Dilê min yarî, mi bi yarî,Hemê Mûsê serekê hezar hevsid sîyarî,Derdê dilê min zevê teze Memed Alî,Ay de lo, lo, ay de lo, lo, lo, lo.Zeyneva xûşk hespê axelera tîne alîyê malêye,Divê: - Temo, lao, here bêje Reşîd paşa:Ferman-fermana xudêye,Qanûn-qanûna dewletêye,Ezê bidime te Zeyneva metêye,Çend sala hevra derbaz bikin kêfa dinêye..Temo syar bû, berê xwe da kavila Malatiyêye,Lê nihêrî Reşîd paşa palkonêye,Selamekê Reşîd paşa vedaye,Divê: - Reşîd paşa, ferman fermana xudêye,Qanûn-qanûna dewletêye,Me berêda kuştîye hevt mêrê vê malêye,Te kuştîye bavê min, her şeş apê min,Xûn ketiye ber xûnêye,De lo, lo, ay de lo, lo, lo.88

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!