12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

- Hey lo, lo, lo, lo, lo,Bese bike van viran û vizane,Ezê bêjim mêr û şenbezê mala bavê xwe- ,Wê te têne xurê tejî di tulane.- Hey lê, lê, lê, lê Meyayê,Porsorê, porgevezê, lê porê serê xwe belayê,Ezê Hesome hesê çakim,Ezê donzde qerda bidim, serê şûrê xu qezakim,Ezê hezar hevsid mêrê mala bavê te perekekî çirûk hesav nekim.Ezê danê vê baharê êla mala bavê te ji hev belakim,Hey lê, lê, lê, lê, lê.- Hey lo, lo, lo, Heso,Serê sivê li me zerbû,Devê koç û kerîyê êla kîka, mila û mirdêsya,Li ber çemê hevreng li me derbû,Heyrano, Heso, paxir û pûxirê mala bavê te hatin mala bavêminra berember bûn? Hey lo, lo, lo, lo, lo.- Hey lê, lê, lê, lê, Meyayê,Porsorê, porgevezê, lê porê serê xwe belayê,Raste, serê sibê li me derbû,Devê koç û keriyê êla kîka, mila û mirdêsya li ber çemê hevrengû li me derbû,Paxir û pûxirê mala bavê min bi zêrê mala bavê tera sêserbû,Were cara vê carê ramûsanekê bide mida nava sîng û berane.- Hey lo, lo, lo, lo,De here şivan, û di şivano,Teyê daye serê xweda papaxek liva hevt berxano,Teyê daye pişta xwe şeşek û du nano,Teyê daye destê xweda çomaqek polê hevt kerano,Teyê kirine lingê xweda zolek çermê gano,De here şivan, û di şivano.Go: - Hey lê, lê, lê, lê, Meyayê,Xudanê hezar hevsid malêd zixikîme,Ezê îsal jî pêra aşiqê bejin û bala teme,Ezî ne şivanim, ne jî kereşivanekim,Papaxek ji liva hevt berxane,204

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!