12.07.2015 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS
  • No tags were found...

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

150Lê ew teyrê qereqûşî -Ku hatibû serê kewê gozel lêdabû,Ew Oçoyê kurapê mine,Wê sibê bê min bikuje, te jî pêra.De lo, lo, lo, lo,De lo, lo, Rizgano qurba.De lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo,Rizgan dibê: - Nûrê, qurba, rabe vê sibê binhêre,Çika ber derê şikevta şewitî qet çi heye, çi tuneye?Nûrê diçe ber derê şikevtê, têye,Dibê: - Rizgano, qurba, li me barîye berfeke nerme,Rû erdê girtîye weke çerme,Oçoyê kurapê min nêçîrvane wê sibê tayê kivrûşkê bîne ser me,Wê min bikuje, te jî pêra.De lo, lo, lo, lo,De lo, lo, Rizgano qurba.De lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo,Xêlekê şûnda Nûrê dîsa dertê ber derîye,Tê, dibê: - Rizgano, qurba, li min hatiye berfeke sîse,Mîreta abêşîkê serê milê Oçoyê kurap diçûrise,Wê min bikuje, te jî pêra.Hela xeber devê Nûrêda bû,Kafîrê Oço ber derê şikevtê -Lingê xwe bi ecemî erdêda.De lo, lo, lo, lo,De lo, lo, Rizgano qurba.De lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo,Nûrê go: - Oço, ha Oço,Ezê qurbana serê kurapê xweyo,Tu were vê sibê Rizgan mekuje,Rizgan tayê tenêye, kurê xelqêye,Tu poz û guhê qîzapa xwe jêke,Bive nava hevala - ew tera him nave, him namûse.De lo, lo, lo, lo,De lo, lo, Rizgano qurba.De lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo, lo,

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!