Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Di havîna sala 1974'an dema programeke li ser Kurdan di televîzyona

Swêdê de tê nîşandin, li ser programê çend nivîsên rexnegiri

di rojnaman de tên weşandin. Ev fîlmê ku di roja 13-8-1974'an

hatîye nîşandin, bi navê televîzyona Swêdî qanalê duwemîn "Rapport"ê

li Kurdistana Iraqê hatîye kişandin, ev kara Nikola Maystrovic

û Lasse Söderberg hildane ser milên xwe. Nikola Maystrovic di

sala 1968'an de jî programeke li ser Kurdan amade kirîye. Çend

heftan ew di nav Kurdan de mane, tekoşîna Kurdan hildane fîlm.

Roja fîlmê bê nîşandin di rojnama Dagens Nyheter de nivîseke

kurt li ser fîlm ji bo danasînê bi navê "TV îro tekoşîna azadîya Kur-

Göran Lundin û Lars Hesselmark dema li Kurdistana Iraqê ne.

dan nîşan dide" hatîye weşandin(62). Di vê nivîsê de fîlmçêkir Lasse

Söderberg dîyar dike ku Kurdên bêşik rojekê serkevin û bigihêjin

azadîya xwe. Per Gahrton û Björn Ahren pi§tî nîşandina fîlm

çawa di nivîsên wan de tê xuyanê gelek azic bûne û eşîyane. Per

Gahrton piştî heftekî hem li dijî fîlm û hem jî li dijî vê nivîsa ku li

ser fîlm di Dagens Nyheter de çap bûye, derdikeve, fîlm û vi kurtenivîsê

rexne dike. Gahrton, tekoşîna gelê Kurd çawa fîlm de hatîye

112-