You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Verner von Heidenstam (1859-1940) gelek salan çûye walatên

Ereb wek Misir, Lublan û Surîyê, rohilat bûye semboleke fantazîyê,

xewnerojan di efrandinên wî de. Di helbesta xwe ya bi navê

Şam (Damaskus) de Heidenstam cîh dide Saladîn Eyubî, vî bajarî

wek bajarê Saladîn bi nav dike(6). Ew di romana xwe Endymoin de

dîsa navê vî patîşahê Kurd dide, li ser mirovhezî û aşîtîxwazîya wî

disekine(7). Ev romana li Swêdê wek romana pêşîn ya şêxan tê zanîn.

Heidenstam çawa tê zanîn di sala 1916'an de Xelata Nobelê ya

edebîyatê wergirtîye.

Di nîveke sedsala 19'an de çawa em dibînin du romanên J. Morier

ji zimanê îngîlîzî tên wergerandin û li Stockholmê bi zimanê

Swêdî tên weşandin. Ev cara pêşîn e ku li Swêdê tema Kurdan be-

§eke du romanên nûjen pêk tine. Di sala 1825'an de romana bi navê

Hecî Baba Ji îsfehanê (Haji Baba fran Ispahan) bi Swêdî der

diçe. Di vê romanê de fend-fêl û dek-dolavên Farisan cîhekî giring

digre. Beşeke here balkêş, beşa li ser keçeke Kurd e. Ev keça bi

navê Zeyno (Zeynep) di vê beşê de çi hatîye serê malbata wê û qala

zordestîyên Tirkan, Ereban û Farisan dike, wek keçeke dîlgirtî,

kole û berdestî li ser enînivîsa xwe disekine. Nivîskar enînivîsa

Zeyno û rewşa gelê Kurd wek hev dibîne, nêzîkî hev dike(8). Romana

Morier ya duwemîn jî, di sala 1836'an de wek du beşan li

Stockholmê çap bûye, navê romanê Ey§o-an jî keça bedew ji Qersê

(Ayesha eler den sköna flickan i Kars) e. Romanê li ser pêwendîyên

Kurdan û gelên mayîn li herêma Qersê hatîye nivîsîn. Morier

dema li ser mêrxasîya Kurdan disekine, ew dibêje ne siltanên Tirkîyê,

ne jî §ahên îranê karibûne zora Kurdan bibin. Morier di pê§gotina

vê romanê de navê Garzonî û berhema wî ya ku di sala

1787'an li ser zimanê Kurdî li îtalyê çapbûyî, dide(9). Wusan tê

xuyanê Mprier ev çavkanîya bi kêrhatî dîtîye û jê^ behre girêdaye.

Morier li îranê kar kirîye, di navbera 1810-1816 li îranê maye.

Li Swêdê cara pêşîn efrandineke bi temamî li ser Kurdan e, di

sala 1906'an de tê weşandin, ev romana nivîskarê Alman ji zimanê

Almanî hatîye wergerandin û bi navê Ji Nav Kurdistana Hov re Derbasbûn

(Genom vilda Kurdistan) hatîye weşandin. Ev romana cara

pêşîn li Almanyê di sala 1892'an de çap bûye, paşê roman bi 20 zimanan

biyanî hatîye weşandin, Kurd bi saya vê romanê li Ewrûpê

gelek hatine nas kirin. Bêguman navê romanê bandûreke neçê û

negatîf derheqa Kurdan de li ser xwendevanan hîştîye. Ji alîyê din

dîsa di sala 1906'an de be§ê vê pirtûkê yê yekemîn wek pirtûkeke

din hatîye weşandin, bi navê "// Nav Çolê re Derbasbûn (Genom

öknen) hatîye çap kirin. Di vî beşê yekemîn de mêrxasê romanê yê

-63-