Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Di helbesteke mayîn de jî, çayîr-çîmenên Kurdistanê dibe sembola

jîyîna Kurdan:

Ez niha hela hê li Konstantinija dijîm

eger mirov vê yekê jîyîn bi nav bike.

Ji mîrên Kurdan

yekî eşîra wî li dora Wanê

çayîr-çîmenên wan hene.

Gunnar Ekelöf, deftereke xwe ya destnivîsarên helbestan " Kesê

ku bizin hatîye dinê" (Kurdisk getaboren, Geta-boren) bi nav kirîye(18).

Çima bizinên Kurdan? Çawa me berê jî gotibû, îdentîfîkasyona

Ekelöf bi mîrê Kurd û bi giştî Kurdan ve gelek xurt bûye.

Bizin çawa tê zanîn ji serbestîyê hez dike, li vira bûye nîşana azadîyê,

Ekelöf xwe wek bizinekê dihesibîne. Di helbestên wî yên

mayîn de mirov wek mîsal rastî nêrîyan (getabock) jî tê. Çawa tê

zanîn nêrî bi xurtbûna xwe ve tekoşerîyê temsîl dikin, tirsê nizanin.

Derheqa vê yekê de dema me bi jina wî Ingrit Ekelöf re sohbet dikir,

wê got ku, mêrê min wek nêrîyan bû, neditirsîya. Di dawîyê de

wê bi serbilindî got ku: "Ew wek Kurdan mêrxas bû" (han var tapper

som en Kurd).

Hemû helbestên ku di vê dîwanê de cîh girtine, bi naverok bi

hevra girêdayîne. Dîwan bi tevayî li ser jîyîna Mîrê Kurd e, wek

efrandineke bîyografîk dikare bê hesibandin. Bi mercên dîrokî ve

hunandî, nitirandî wek tabloyeke sedsalîya yanzdan li hêla gola

Wanê, dorberê robarên Dîcle û Firat û Kurdistana ku wê demê

meydana §er bû, tîne li ber çavan.

KÎ YE EV MÎRÊ EMGIONÊ?

Ekelöf çawa di noteke dawîya pirtûkê de dide kivşê wekî Mîrê

Emgion ji eşîreke Kurdên îranê tê: "Ji ber hin sedeman, ez dikarim tevî

wê bawerîyê bim wekî Mîrê E. ji nav eşîreke îrana bakur tê, eşîrên Kurd li gelek

alîyên împaratorîya Bîzansî hebûn, lê belê berî her tîştî li deverên çîyayên li

dorberê Gola Wanê, ew bi Ermenîyan ve tevayî dijîyan". Çawa emê pa§ê jî

bibînin, ev mîr Ekelöf bi xwe ye, tenê wî di helbestên xwe de cilên

Kurdan yên rengîn xwe kirîye. Ji ber vê yekê jî, ewî li vira nîşana

"Mîrê E." bi kar anîye, E. kî ye gelo, Ekelöf e, an Emgion e?

Di çend helbestên ku berî 1965'an de çapbûne jî em rastî mîrê

bi navê Mîrê Emgionê tên, wek pirtûka Non Serviam de (1945)

helbestê Havstema û di pirtûka Impos Incertum (1959) de helbestê

-84-