You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
EVINAROHILATE

Her çiqas îlhama li ser Kurdan li bal Ekelöf pîştî gera wî ya Istenbolê

di sala 1965'na de teqîyabûye jî, welatên rohilatê, zimanedebîyat,

çand û dîroka wan di xortanîya wî de, di sala 1926'an de

Ekelöf berbi xwe kişandîye. Di sala 1926 ew diçe îngîlterê wekî rohilatnasîyê

di xwendegeha School of Oriental Studies de bixwîne,

ew li wira termînekê berdewam dike, paşê tê Universîta Uppsala

di beşê Zimanên Rohilatê de fêrî zimanê Farisî dibe. Ew li ber destê

rohilatnasê navdar H.S.Nyberg derheqa rohilatê de zanîyarîyên

xwe pêşta dibe, ew wusan jî diçe Parîsê. Di nameke xwe de ew vê

destpêkê wek "Evîna min ya rohiiatê" (min karlek till Österlandet) bi

nav dike(5). Li salên pê§ ev evîna rohilatê, li ser hunera helbestvanîya

wî de bandûreke fireh dihêle.

Piştî xwendina xwe ya rohilatnasîyê, ew bi taybetî li ser edebîyata

rohilatê bala xwe gelek kûr dike. Di vî warî de pirtûka Muhyi'ddin

Ibn Al-Arabi (1165-1240) ya bi navê Tarjuman El-Aswhaq

(Tercumanê Daxwaziyê) bandûreke gelek mezin li ser wî dihêle û

jê îstîfade dike(6). Ekelöf dema dîwana xwe ya li ser mîrê Kurd di

sala 1965'an diweşîne, çend xetên vê pirtûkê jî, di rûpelê pêşîn de

cîwar dike wek prologeke Al-Arabî:

Ev helbestê min bê kafîye ye

ez tenê dîyarî Wê dikim.

Peyva "Wê" armanca min e

û naxwazim qebûl bikim pevguhastineke din

ji "Bide" û "Bistîne" zêdetir.

Ji alîyê din Ekelöf di rêça resamê Swêdî Ivan Augeli (1869-

1917) de meşîyaye, ew gelek ecibandîye. Ji ber ku Augeli tema rohilatê

di hunerê xwe de xistîye babeteke balkêş, Erebî ba§ zanibîye,

gelek salan li Misirê û li welatên mayîna maye. Çawa N.S.Nyberg

di lêkolîneke xwe ya li ser wî de dîyar dike ku, Augeli, Al-Arabi ji

xwe re "şêxekî mezin" hesab kirîye(7). Bi kurtî Ekelöf bi alîkarîya

Ivan Augeli, Al-Arabi ji xwe re kirîye mamoste, bi vî tehrî Ekelöf

bûye peyketîyê Ivan Augeli(8) û Al-Arabi. Lêkolîneke mayîn ku

Ekelöf bêtir jê hez kirîye, ji xwe re çavkanîke giring hesibandîye,

derheqa rohilatê de, jê re derîkî nûh vekirîye, lêkolîna Prof. Karl

Krumbacher(9) ya bi navê Dîroka Edebîyata Bîzansî ye (Geschichte

der byzantischen Litteratur). Bi taybetî destana Digenis

Basileios Akratis gelek bala Ekelöf kişandîye. Bûyerên ku di vê de-

-78-