25.09.2013 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Swêdî derheqa Kurdan de bi tehrekî vekirî awa fireh bawerîyên

xwe pêşkêş kirîye.

Di nav van bîst salan de çawa çawa em berê jî li ser sekinîbûn,

derheqa çend pirtûkên ku li ser Kurdan hatine weşandin, gelek pirtûknasî

(recension) ji alîyê rojnamevan û nivîskaran de hatine nivîsîn,

di dawîyê de ev nivîs bûne bingehên rexneyên fireh li ser

Kurdan, forum û platformên kêrhatî pêk anîne. Di vî warî de Per

Wastberg, Sigrid Kahle û Per Gahrton sê kesên ku pirtûknasîyên

here zêde nivîsîne, dikarin bên hesibandin. Di vî warî de pirtûkek

ku zêde rexne lê bûne, nivîs li ser hatine nivîsîn, pirtûka Mahmut

Baksî û Elin Clason e ya ku di sala 1980'an de bi navê "Kurdistanli

ser zordestî û tekoşîna rizgarîyê" der çûye. Rexneya pêşîn li ser

pirtûkê ji alîyê Per Gahrton hatîye nivîsîn, ew çend kêmasîyên pirtûkê

nîşan dide. Nivîskarên pirtûkê di beşekê pirtûkê de li dijî nivîskarê

Tirk Yaşar Kemal derdikevin, derheqa Kurdbûna wî,

§a§îyên wî derheqa Kurdan de rexne dikin, ew Yaşar Kemal îtham

dikin wekî wî folklora Kurdî wek ya Tirkî nîşan daye, bêbextî li

Kurdan kirîye. Derheqa Yaşar Kemal de, Per Gahrton di nivîsa

xwe de wek Baksî û Clasonê nîn be jî, peyvên "bêbext" (svikare)

û"xwefiro§" (quisling) bi kar tîne(125). Berpirsîyarê weşanxana ku

pirtûkên Yaşar Kemal wergerandine zimanê Swêdî - Kristen Gidlung

di nivîseke xwe de van îfadeyên Gahrton §aş û xelet dibîne.

Ew dîyar dike ku Yaşar Kemal ne bi nivîskî, ne bi devkî Kurdî dizane.

Yaşar Kemal tu wext xwe nefirotîye dewleta Tirkîyê, Yaşar

Kemal cara pêşîn zordestîyên li ser Kurdan eşkere kirîye(126). Pa-

§ê nivîseke Siwe Raadik tê weşandin, ew jî wek Baksî û Clasonê di-

fikire, weki Yaşar Kemal çanda Kurdî kirîye Çanda Tirkî ew vê

yekê ji bo Yaşar Kemal şermekê dibîne(127). Pi§tî çendekî Baksî

bersîva Kristen Gidlung dide, ew dîyar dike ku Yaşar Kemal Kurdî

zane pipeyîve û destana Çîyayê Araratê ji devê gundîyên Kurd wergirtîye(128).

Pi§î van rexneyan dor tê Yaşar Kemal, di rojnama Expressen

de nivîseke wî wek bersîva Gahrton, Baksî û Raadik tê

weşandin. Di vê nivîsa xwe de Yaşar Kemal van rexneyên li dijî

xwe qebûl nake, di cîhekî de dinivîse tenê carekê wî li ser "perçê

rohilata Tirkîyê" nivîsîye ew jî Destana Çîyayê Araratê ye(129). Sigrid

Kahle jî nivîseke dirêj li ser pirûkê dinivîse, lê belê tevî raberzînên

derheqa Yaşar Kemal nabe(130). Mahmut Baksî di dawîya

meha heyştan vê carê bersîva Yaşar Kemal dide, dijî gotinên wî

derdikeve(131). Çawa tê zanîn di van mehan de Yaşar Kemal li

Swêdê dima, paşê vegerîya Tirkîyê.

-126-

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!