Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Dema di sala 1893 'an de Högberg vegerîya Swêdê li şuna wî mî-

syoner E.J. Larsson li Tiblîsê hatîye li ser kar . Ew çûye Iranê û Tir-

kîyê, li bajarê Erzurmê tevî konferanseke mîsyonerîyê bûye.

Larsson li ser 35 salîya kar û xebatên Yekitîya mîsyonerên Swêdî li

Qafkasyê pirtûkeke bi navê Li binatara çîyayê Araratê ( Vid Ararats

fot) nivîsî. Li ser rewşa Kurdên êzîdî bendeke mîsyoner Olga

Moberg jî di vê pirtûkê de cîh girtîye(12).

Mîsyonereke mayîn ku bi Kurdan ve pêwendî danîye Elin Sundvall

e. Ev mîsyonera di nav Kurdên ku dorberê sînorên Tirkîyê,

îran û Urisetê dijîyan, gelek ger pêk anîne, rewşa Kurdan bi çavê

xwe dîtîye. Di sala 1913'an de diçe li dorberê Wanê, ew dibêje ku

di van salan de li Wanê nêzkaya 110 000 Kurd diman(13), ew wusan

jî çûye nav Kurdên îranê. Di dawîya vê gera îranê de wê bendeke

bi navê Di nav Kurdên îranê de gerek, nivîsî. Derheqa gera

îranê de ew dinivîse wekî rewşa Kurdan qet nebaş bûye. Kesên ku

naxwaş bûne, derman li wan belav kirîye, birînên hinekan pêçyaye.

Çawa ew dide kivşê sê salan alîkarîya mellekî Kurd kirîye. Wek

dîyarî vî mellî jê re dîkek anîye, eger ba§ bibe, gotîye ezê hespekî jî

bime te, Elin Sundvall dibêje pa§ê ez li bajarê Dillema rastî vî Kurdî

hatime, ew baş bûbû, lê belê "çîroka hespê" ji bîr kiribû... Ji alîyê

din ev mîsyonera dema li îranê dimîne rastî begekî Kurd tê, navê

wî Tîmur beg bûye, dema ew ji vî begî dipirse gelo mîsyonerên

Swêdî dikarin li vira dibistanekê vekin? Li hemberî vê pirsê Tîmûr-

Beg vê bersîvê dide: "Ezê wek çavên xwe we biparêzim"(14).

Elin Sundvall di nivîsareke xwe ya mayîn de dîyar dike ku li Erîvanê

bi Usif begê re li ser vekirina dibistanekê ji bo zarokên Kurd

deng kirîye(15). Sundvall di nameke ku ji Yekitîya Mîsyonerên

Swêdî re şandîye, tê de dinivîse wekî ew hewl didin li îdirê maleke

zarokan vekin û ew hêvîya destûra hukmetê ne(16). Elin Sundvall

heta sala 1921'an li dorberê Qafqasyê maye û li wira jî mirîye. Pi§tî

§erê cîhanê yê yekemîn êdî mîsyonerên Swêdî li hêla Qafqasyê û li

îranê namînin vedigerin welatê xwe, li şuna Swêdîyan wek Ermenî,

Suryanî û Gurcîyan wekîlên wan kar kirine.

Rêxistinên mîsyonerên Swêdî bi taybetî giranîya xwe dane li ser

başkirina rewşa Kurdên êzîdî. Mîsyoner Wilhelm Sarwe bi salan li

deverên Uralê kar kirîye, paşê di sala 1896'an de hate Qafqasyê li

vira karên xwe yên mîsyonerîyê berdewam kir. Sarwe ji bo Kurdên

êzîdî destpêkirina xebateke mîsyonerîyê gelek pêwîst didît. Di pir-

tûkeke xwe ya ku ji du cilda pêk hatî de ew vê xebatê " Çiqlekî Mîsyonerîyê

yê nûh" bi nav kirîye. Çawa Sarwe dide kivşê di sala 1898'an de

xebatkareke bi navê Ida Öberg wî li bajarê Tiblîsê zîyaret dike,

-34-