25.09.2013 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS

Create successful ePaper yourself

Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.

Rojnamevan Ann Eriksson piştî gereke xwe sûretên ku

li Kurdistanê kişandiye, li Swêdê nişan dide.

ber bi lez pêşketina bûyeran çawa em dibînin ketine zikê hev. Di

weşanên perîyodîk de ew sûretên ku hovîtîya nedîtî nîşan didan,

yên ku tê de dihate xuyanê leşkerên Xumeynî çawa li ber dîwaran

Kurdên çav û destgirêdayî didin ber gullan. Ev suretan ji gelek nivîsan

zêtir bala xwendevanan kişandine ser xwe. Ev tabloyên hov di

rojnamên Swêdî, yên van salan de bi firehî cîh girtine(114).

Di sala 1979'an de babeta çend nivîsan dîsa Kurdistana Iraqê

pêk anîye. Ann Erikson di sala 1979'an de li ser sînorê Tirkîyê re

derbasî Kurdistana Iraqê dibe. Piştî sala 1975'an Kurdistan çawa

kavil-xopan bûye, hatîye vala kirin ,li vê herêma xalî ew dibe şahîdê

belengazî û perîşanîya Kurdan. Angorî agahdarîyên wê wek zanîyarîyên

berê 250 hezar Kurd bi zorê ji cîhên xwe hatine bi dûr xistin(115).

Ann Erikson ne tenê wek rojnamevan, ew wek wênekêş jî

hatîye nas kirin, gelek wêneyên wê di rojname, kovar û pêşegehên

cuda-cuda de hatine nîşandin. Ann Erikson, di sala 1975'an de bi

du hevalên xwe ve tevayî li ser gereke xwe li Kurdistana Tirkîyê nivîseke

dirêj di rojnama Dagens Nyheter de we§andibûn(116).

Di van salan de rojnamevaneke jin li ser Kurdan çend nivîs amade

kirîye, Aino Heimerson e. Ew çûye Iraqê, Iraqê welatekî wek

jêderxistinokekê dibîne, sîyaseta Iraqê derheqê Kurdan de zêde

ba§ nabîne(117). Paşê ew derbasî Kurdistana îranê dibe(HŞ).

Di sala 1979'an de çawa me li jor jî gotibû Kurdistana îranê di

weşanên perîyodîk de cîhekî berbiçav digire. Piştî destpêka §erê

-124-

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!