Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
"Jin tevî govendê dibin" (Sven Hedin, 1917).

di nav xudanê de mabû" (Svetten lackade fran Kurdernas ansikten).

Hedin ji alîyê din gelek suretên cîwan ji vê govendê kişandîye. Li

Iraqê dema Hedin vedigere Helebê, ew di nav Mêrdînê re derbas

dibe. Dema ew vedigere li gundekî Kurdan de rastî jinên Kurd tê,

Hedin dibîne ku jineke Kurd li ber xolika xwe digirî, girî û qîjîna vê

jina Kurd erd û ezman tevlihev kirîye, paşê ew fêr dibe ku kurê wê

ji bo §er birine leşkerîyê(12). Sven Hedin bi xwe di warê xetkêşî û

wêneçikirinê de hunermendekî jêhati bûye. Wêneyên wî yên bi "Lî-

stikvana Kurd li Baxdayê" û "Kurdê 80 salî Selman Petto" bi rastî gelek

cîwan in.

Gerok û rojnemevan Alexis Kuylenstierna di navbera salên

1894-1902'an li gelek welatên Rojhilatê gerîya. Ew ji alîyê din bûye

nûçegîhanê rojnama Swêdî Dagens Nyheter (Nûçeyên Rojê). Ew

di navbera salên 1985-1898 li Tirkîyê maye, gelek nûçe li ser bûye-

rên ku di van salan de pêkhatî, gîhandîye Swêdê, bi taybetî li ser jenosîta

Ermenîyan, nebaşbûna pêwendîyên Ermenîyan û Kurdan û

derheqa Alayên Hamîdîyê de. Ew li bajarê Maraşê bûye şahîdê kokanîn

û qirkirina Ermenîyan, di pirtûka xwe ya bi navê Gerên Min

Li Rojhilatê de nivîskar dûr û dirêj li ser van bûyeran disekine(13).

Alayên Hamîdîyê çawa tê zanîn ji Kurdan pêk hatibûn, bi taybe-

tî li dijî Ermenîyan ji alîyê hukmetê de dihatin seferber kirin. Ji bo

vê yekê jî gelek serokeşîrên Kurd ji alîyê dewleta Osmanî de hati-

-45-