Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Ji bo ku mêrkujê Palme ji nav Kurdan de hilbijêre, Holmer dix-

wast êrîşî malên Kurdan bike, nêzkaya 200 kesî bigre bîne qerekolê,

an jî navendên polês. Holmer ne tenê li pey Kurdên şikbir bû,

wî wusan jî dixwast îfadên Kurdên ne şikbir jî bigre, wî bawer dikir

sedî- sed "tiştek" an iî "dengek"ê ji nav van kesên girtî derkeve.

Angorî Ann-Marie Asheden bi van metodên polîsî, wî dixwast

Kurdan biwestîne, bitirsîne û bikire (12). Di dawîyê de hejmara

van "Kurdên Holmer" (Holmers Kurder) dakete 69. Ji ber muhale-

feta sawcîyan ev hejmara kêm bû. Vê êrîşê di çavkanîyan de navê

"Nêçîra Kurdan ya Holmer" (Holmerska Kurdjakten) wergirt. Di

dawîyê de Holmer ev êrîşa li dijî Kurdan (Kurdrazzia) di berbanga

roja 20-1-1987'an de dest pê kir, di vê êrîşê de malên Kurdan hatin

sero-bino kirin, çend kes ji alîyê polês de hatin girtin. Polês ev êrîşa

"Operation Alpha" bi nav kir, ji alîyê hin rojnamevanan de pêkanîna

vê lêdanê bi "Chicago still" hate nav kirin. Hinekan jî ev

êrîşa wek êrîşên salên 1950 li Amerikayê li dijî komînîstan "Nêçîra

McCarthys" dîtin. Bi kurtî bê delîl û bê îspat girtina van Kurdan di

nav hêzên demokrat de întîbake neçê, nebaş hîşt. Derheqa vê dorgirtina

Kurdan (Kurdsvep) de şefê sawcîyan Solveig Riberdahl awa

digOt: "Em wek Şiliyê hin deştên futbolê naxwazin" . Sawcî bi van gOtinên

xwe ve tradejîya berevkirina demokratên Şilîyê piştî darbeya Pinoche

di sala 1973 li deşteke futbolê dixwast bîne zimîn, rewşa Kurdan

û Şiliyan hemberî hev dikir.

Nêçîra Kurdan ya ku bi destê Holmer amade bibû, kolonîya

Kurdên Swêdê gelek bêhuzir kiribû. Nêzkaya deh hezar Kurd bêrûmet

bûbûn. Navê Kurdan pir xirab derketibû, Kurd bûbûn benîştê

nav dev-diranan, ew ji ber çavên Swêdîyan yekten ketibûn,

bûbûn kesine krîmînal, kesine mêrkuj...Di zimanê Swêdî de ferhengokek

jî, li ser Kurdan hate pêk anîn, wek Kurdspdret, Kurdjaktet,

Kurdteorin, Kurdmorden, Kurdsvepen, Kurdnojan,

Kurdtramset...Ev termînolojî bêguman li ser hîmên çend realîteyên

vekirî hat çêkirin. Di rojname, kovar, radîyo, televîzyon û organên

mayîn de bi dubarekirina van peyvan , di hi§ û mêjûyê Swêdîyan de

îmajek, suretekî neba§ derheqa Kurdan de peyda bû. Ev suretê neba§

bi dirêjahîya salan bêguman di beşekî mijûyên Swêdîyan de bivê-nevê

dê cîhekî bigre.

Hans Holmer dema Kurd wek mêrkujê Palme nîşan da, ne tenê

Kurd, gelek komên biyanîyan yên mayîn jî êşîyan. Ji ber ku ew jî

wek Kurdan li Swêdê biyanî, xerîb û porrej bûn. Peyva "Kurd" û

"biyanî" gazî hev dikirin, ketibûn nav hev. Biyanîyên mayîn ji ber

biyanîbûna xwe, bi Kurdan ve, xwe yek didîtin. Ev îdentîfîkasyona

-143-