You also want an ePaper? Increase the reach of your titles
YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.
Tirkîyê û Iraqê ev gera lêkolînê ya komîsyona Musilê çend rojan

dereng dikeve, komîsyon di roja 5-2-1925 bi resmî dest bi karê xwe

dike, di dawîya meha Gulanê de ew karê xwe li Musilê diqedîne, ji

bo bawerîyên xwe amade bikin endamên komîsyon diçin Cenevrê.

Ji ber ku serokê vê komîsyonê Swêdîk bû, rola Swêdê jî, di pirsa

Musilê de li Swêdê hatîye munaqaşe kirin(21).

Di warê çêkirina rîyên hesin de, di sala 1927'an de projek ji alîyê

fîrmayên Swêdî û Danmarkî dest pê dike, ev proje 8 salan dajo.

Proje ji xeta çemê Filyoz û Fevzipaşa-Dîyarbekir pêk hatîye. Li ser

vê projê di sala 1937'an de pirtûkeke projeyên teknîkî bi zimanê

Fransî û Danmarkî çap bû(22). Di derheqa vê rîya hesin de zanyarî

û danasînên fireh ji bo xwendevanên Swêdî ji alîyê nivîskar Ludvik

Nordström de tê amadekirin. Ludvik Nordström bi însîyatîfa berbirsîyarê

balyozxana Swêdî G.O.Wallanberg diçe Anadolîyê, li dorberê

rîya hesin lêgerînan pêk tîne, ni navê Swêda Cîhanî pa§ê

pirtûkekê dinivîse, ew di vê xebata xwe ew li ser rewşa Tirkîyê ge-

lek agahdarîyên dîrokî û civakî pêşkêş dike . Di beşeke vê pirtûka

xwe de Nordström ji bo serhildana Şêx Seîd tiştine neçê dibêje, vê

serhildanê angorî "Zîhnîyeta Ewrûpî" ya ku bi pêşengîya Ataturk

dest pê kirîye, wek "Zîhnîyeteke Asyayî" dibîne, vê serhildana Kurdan

bi çend serhildanên Swêdî yên ku di dewra Gustaf Vasa de pêk

hatine, rûberî hev dike, wek serhildanên "Klockuppror" û "Dackfejd".

Ji van serhildanan ya Klockuppror ( Serhildana Zengilan) di

sala 1531'an de ji ber hatina bacên ji bo zengilên dêran dest pê kirîye.

Çawa tê xuyanê Nordström di derheqa serhildana Kurdan de

bingehên etnîk zêde giring nedîtîye, tenê xêra Tirkîyê daye ber çavên

xwe. Bo vê yekê jî ew Ataturk wek "Gustaf Vasayê Tirkîyê" bi

nav dike(23).

Dirêjkirina rîya hesin heta Dîyarbekirê, piştî şkandina serhildana

Şêx Seîd wek armanceke stratejîk ji alîyê hukmeta Tirkîyê de

hatîye qebûl kirin. 70 kilometreyên dawîn ya rîya Dîyarbekirê bi

destê Tirkan tê çêkirin. Wusan tê xuyanê Swêdî û Danmarkîyan

nexwestine di navçeyên ku Kurd têda zêde ne, kar bikin. Wan ev

navçana "Navçeyên bê emnîyet" bi nav kirine. Swêdîyekî di sala

1930'an de raporekê li ser van karên xwe ji Swêdê re di§îne, li ser

hin dijwarîyan disekine. Di vê raporê de îfadeyeke gelek balkê§ cîh

girtîye, tê gOtin ku: "Gundên Kurdan yên piçûk wek hêlînên dumeqeskan li

ser kendaian de darda dibin". Ji bo Kurdistanê bikaranîna îfadeya

"Herêmên Bê Emnîyet" tenê di çavkanîyên Swêdî de derbas nabin,

ev îfada ji alîyê piranîya gerokên Ewrûpî de hatîye bi kar anîn. Nivîskara

Swêdî ya bi navdar Fredrika Bremer (1801-1865) dema li

-48-