25.09.2013 Views

Untitled

Untitled

Untitled

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Ji alîyê din bala gelek Swêdîyan li ser hebûna heywan û hêşnayên

(Fauna-Flora) ku li Kurdistanê peyda dibin, berev bûye. Di warê

"heywanên xwe ka§ dikin" wek mar, beq, dumeqesk ...di van

salên dawîn de çend Swêdî çûne derketine dorberê çîyayê Araratê,

li wira lêkolînên cuda-cuda pêk anîne, wek mîsal Mikael Norström

çar cara çûye Kurdisanê(45). Dîsa lêkolîneke Börje Flardh jî, di sala

1983'an de li ser van heywanan di kovareke Swêdî hatîye weşandin(46).

Em ji nivîseke Leander Tell derdixin ku du hevalên wî ji bajarê

Lundê çûne nav Kurdan (47 ). Li Kurdistanê çend lêkolîn pêk anîne.

Yek ji vana doktor Theodor Hyllander, kurê xu§ka avakarê

çanda bajarê Lundê ye, yek jî doktor K. Lindberg ye ku heta Kurdistana

îranê çûye, dîtinên xwe yên li ser Kurdan di pirtûkeke xwe

de şiro vedike (48).

Di sedşala 19'an de çawa em dibînin bi sedan gerokên Alman,

Fransî û îngîlîzî çûne welatên rohilatê, li ser van welatan gernamên

fireh nivîsîne. Hejmara gerokên Swêdî û van welatan dema

mirov rûberî hev dike, hejmara gerokên Swêdî rastî kêm in. Li

Swêdê ji bo derheqa rohilatê de vê valahîya hînbûn û zanînê tijî bikin,

di sedsala 19'an de çend gername bi taybetî ji zimanê Almanî

hatine wergerandin. Ji alîkî de dûrbûna navbera Swêdê û welatên

rohilatê, ji alîyê din angorî welatên mayîn kêmbûna pêwendîyên

Swêdî bi rohilatê re û wek dewletekê piçûkbûna wê bê§ik li ser hatin-çûyina

Swêdîyan berbi rohilatê bandûreke mezin hî§tîye.

Di vê babetê de çawa em dibînin di sala 1853'an de li bajarê

Örebroyê wek du cildan gernameke mezin li ser îranê û Kurdistanê

bi Swêdî hatîye weşandin, gername ji alîyê gerokê Almanî Moritz

Wagner de di salên 1851-1852'an de hatîye nivîsîn, piştî vê

çapa Alman ji ber giranbihabûna xwe bi çend zimanên mayîn jî

wek Fransî, Ingîlîzî û Swêdî hatîye çap kirin. Çapa Swêdî ni navê

Berbi îranê û welatê Kurdan (Resa till Persien û Kurdernas Land )

der çûye û tê de pêşgotineke Swêdî jî cîh girtîye. Ev cara pêşîn bû li

Swêdê berhemeke ewqas fireh di van salan de li ser Kurdan dihate

weşandin. Di vê pêşgotina Swêdî de bi kurtî li ser vê gernamê û nivîskarê

wê Moritz Wagner zanîyarîyên kurt tên dayîn. Di cîhekî vê

pêşgotinê de wergervanê Swêdî dibêje ku eşîrên Kurdan yên li serê

çîyan gelek bi tehluke ne, gelek zaneyên Alman û îngîlîz wek

Schultz, Browne, Darfurz bi destê Kurdan hatine kuştin. Ji alîyê

din ew dibêje ku Moritz Wagner nikaribûye here zikê Kurdistanê û

Çulemêrgê, ji bo Kurdistanê jî îfada "Hêlîna rêbiran" (Röfvarenastet

Kurdistan) bi kar tîne.

-55-

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!