Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Iranê jî ji bo ko piştrast bibe, heta roja piştre, ango 11-ê

mehê, xwe ji ketina bajarê Tewrêzê, da alî.

Li vir efser Kiyomers Salih dinivîsîne: Dema ko bajarê

Tewrêzê hate girtin, ez ji bo derxistina hejamereke nû ya

Mahnameyê vegerîyabûm Tehranê.

Rojên piştre biryara çûyîna ber bi Kurdistanê ve, ji artêşê re

derket, her ji bona vê yekê, yekîneyên leşkerî yên ko her ji

serdema komara Kurdistanê ve li Sine û Kamyaran û

Dîwandere, heta nêzî Seqizê bi cih bûbûn û carna jî bi leşkerê

komara Kurdistanê re rastî pevçûnan dihatin, ji wan re

biryara çûyîna ber bi Mehabadê ve derket.

Leşkerê Tehranê bi hin yekîneyên leşkerê îranê re li Tewrêzê,

ji bo ko bigîje hêzên me li jor navê wan anî, ji riya Qezwînê

ber bi Kurdistanê ve da rê. Ev leşker di roja 19-ê meha çileyê

de giha Mehabadê û pir bi lez efserên taybet ketin pey Qazî

Mihemed û Seyfî û Sedr. Artêşa îranê li padgana piçûka

I^ehabdê danî û li wir bi cih bû, her wê şevê bi bêtelê

pêwendî bi Tehranê re danî û daxwaza çawaniya yeklakirîna

çarenûsa qaziyan kir, yên qazî jî di leşkergehê de girtî bûn.

Pir bi l^ez bersîv ji Tehranê hat ko komîteya dadgeha meydanî

ava bûye û va ye ji bo dadgehîkirîna wan, ber bi Mehabadê

ve tê.

Roja 26-ê çileyê komîteya dadgehê bi serokatiya kolonel

Xulam Husên Ezîmî û dadger kolonel Hesen Kofaniyan û

dadyarê sergurd Caferê Saniî û di bin çavdêrîya kolonel Emîr

Hoşeng Xilitber de gihiştin Mehabadê û civîna dadgehîkirîna

qaziyan dest pê kir.

Efser Kiyomers dibêje: Ez jî di hemû rûniştin û civînên

dadgehîkirîna wan de amade bûm, rûniştinên dadgehê hin

seetan berdeam bûn, pirsiyar û sûç ji bal dadger kolonel

Hesen Kofaniyan ve dihatine berçavkirîn, dikarîm bêjim

pirsiyar rona û zelal nebûn.