23.12.2014 Views

UG3CWQ2MB5

UG3CWQ2MB5

UG3CWQ2MB5

SHOW MORE
SHOW LESS

You also want an ePaper? Increase the reach of your titles

YUMPU automatically turns print PDFs into web optimized ePapers that Google loves.

Lê belê dîsa jê xwest ko ji wan re bibêje. Qazî Mihemed jî

got: Baş e, lê belê ez bi tenê dikarim di hin hevokan de

bêjim, çi zelamînî û keramet û şerafet û mirovantî û egîdî û

merdî û sexawet û mêrînî û netirsiya kesên mezinên di dîrokê

de heye, tev li cem Mela Mistefa hene, bawerî û rastî û pakî û

dilsoziya jj Xwedê û ol û xelkê hejar û damayê gel re, yên di

despêka îslamê de hebûne, ev hemû li cem Barzanî hene,

Mîna ko Sadî dibêje: Her ançê hemê darend, û bê tenha

dared. Ango: Yê ko li cem teva bi hev re heye, hemû bi tinê

li cem wî hene. Ca hun dixwazin bawer bikin û bila li we xweş

bêt, dixwazin jî bila li we nexweş bêt.

Tevên ko 11 dadgehê bûn, ji vê pesna Qazî Mihemed hêbetî

man. Qazî Mihemed dixuyî ko ev hemû gotin ji kûrahiya dilê

xwe û bi bawer digotin û ti sawîr û guman nebûn ko pesna

dida Mela Mistefa, ne ji bo xatirê şabûna Mela Mistefa û ne jî

ji ber xatirê grûpa dadgehê bû.

Etayî jê pirsî: Ev hemû xeyidîna we ya ji cenabê kolonel

Nîkozad çima bû! ji ber me bihîstiye ko li vî welatî mîna te

hêmin, aram û liserxwe nîne!.

Qazî Mihemed got: Ez wî mafî nadim ti kesî ko sivikahiyê bi

gelê min bike, niha ji bona gelê min cezayê bidarvekirinê li

min hatiye birîn, niha ez ji bo xatirê çi amade bim sivikahiya

her xwêrî û nemerdekî qebûl bikim û min bi tinê bersîva wî

daye, ne bêtir, ev karê Xwedê ye ko divê xwêrî û

bêserûlingek bêt sivikahiyê bi gelê kurd bike, ne ji hêjayî û

lêzaniya wî ye. Ca ez çi dixwazim ko her bêhurmetiyekê

qebûl bikim!, her wek helbestvanê fars Sadî dibêje: Her an

kes dest ez can bişûyed, her ançi der dil dared

bigûyed. Ango: Her kesê ko dev ji canê xwe berde, divê ko

her tiştê di dilê wî de ye, bibêje. Eger ko ez ne wek

bênezaketî dibînim, hê jî di dilê min de tiştê ko min bigota pir

e, niha tiştê ko min ji Xwedê hêvî dikir, Xwedê ew daye min,

ango merg û şehîdbûna ji bona ol û gelê xwe û hêvîxwaz im

ko ez bi rûkî sor biçim bargehê Xwedayê mezin û dilovan.

Hooray! Your file is uploaded and ready to be published.

Saved successfully!

Ooh no, something went wrong!