Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Pêşgotin..

Dema ko di tîrmeha 2000-ê de, le Selahedînê hevalê min

Bedredîn Salih ji nişka ve ket odeya min ya Kurdistan TV û di

destê wî de ev nivîsa li jêr hebû, beriya ko li nivîsê binêrim,

min qed bawer nedikir ko ezê rojekê ji rojan vê nivîsê bibînim

û zanibim ka pêşevanê kurd, serkomarê Kurdistanê Qazî

Mihemed û hevalên wî li Mehabadê çawa hatine dadgehîkirin

ij di wê dadgehîkirinê de çi derbas bûye. Dema ko min dest

bi xwendina wê kir, bi awakî welê ketim bin bandora wê, te

digo qey ez bi xwe di rûniştina dadgehîkirinê de amade me,

bawer dikim ev yek dê ji bo we jî tiştekî pir balkêş be.

Bedredîn ev nivîs ji pirtûkek farsî bi awayekî ji îranê bi dest

xistibû û wergerandibû ser soraniyê, wî ji min xwest ko

soraniya wê bikim kurmanciya bi tîpên latînî û bi herdu

awayan jî em wek pirtûkek biweşînin. Bi rastî jî gelek û gelek

karên min hebûn û ez pir mijûl bûm, lê belê ev nivîs tiştek

welê bû ko qed nedikaribûm bêjim na, lewra jî bê yek û du

min qebûl kir û di nava çend rojan de min kire kurmand.

Helebt ji ber gelek sedemên ko kurd pê dizanin, çi qasî ji

destê wan hatibe, dagîrkerên Kurdistanê nehiştiye ko kurd

dîroka xwe zanibin û hertim jî her tiştê kurdan yê dîrokî

ketibe destê wan, winda kirine û rê nedane ko haya ti kesî ji

wan çê be, hinek dokumentarên weke vê nivîsê jî ko hene, di

refên tarî îj nepenî de veşartine û çi qasî ji wan bêt, dê rê

nedin bikevin destê kurdan, lê belê dimîne ka kî ij kengê û li

kû, kurdek, yan dilsozekî kurdan derfetê bibîne û tiştên weha

ji tarîtiya wan cihan derxe û roniyê bibînim. Bi hêviya ko

paşerojê ev derfet mezin û zê de bibin.

Belê, di vê nivîsê de beşdarekî rûniştina dadgehîkirina

pêşevan Qazî Mihemed lî hevalên wî Sedr ij Seyfî Qazî, hemû

gotin û bijyerên dadgehîkirinê rekord kirine û wê demê ji bo

hin aliyên taybet yên Şah û leşker û hukûmeta îranê çap

kiriye, lê belê piştre ev yek wek eşekerekirina nepeniyên