Create successful ePaper yourself
Turn your PDF publications into a flip-book with our unique Google optimized e-Paper software.
Efser Kiyomers Salih dibêje: Helbestek pir bi mane û bilind û

germ bû, ko bi farsî xwend û rih û rîşalên ecem û şîeyan

derdixist. Min dixwest wê helbestê binivîsînim û bizanibim ka

helbesta kê ye, lê belê dem dema dadgehîkirînê bû, min

nedikarîbû dîsa helbestê pê bidim dubarekirîn. Qazî Mihemed

piştî xwendina helbestê got: Hun weha nîşanî me dane û ji

me re nasandine, hezar rehmet li wan bin.

Kolonel Eta dîsa ji Qazî pirsiyar kir: Ji dema ko Mela Mistefa ji

vê derê çûye, çi pêwendiyên we pê re hebûne, eger hebûne,

kîjan rojê û çawa bûye.

Qazî Mihemed got: Heta Barzanî gihiştibû derdorên Şino û

Nexedê jî, pêwendiyên me bi hev re hebûn, lê belê ji dema

ko ew dûr ketiye, ti pêwendiyên me nemane û

nîne.

haya min jê

Dîsa jê pirsî: Erê hun dikarin bibêjin ka dema pêwendiya we

bi Mela Mistefa re hebû, Mela Mistefa çi raspariye we çi

nexşeyên wî yên ji bo rizgarkirîna te hebûn!

Di bersîvê de Qazî Mihemed got: Mela Mistefa Barzanî pir

hewl da ko ez pê re biçim, heta hê neketibûm girtîgehê, ji

min re got ko ez diiê xwe bi bêsûçiya xwe xweş nekim. Mela

Mistefa wêneyê rastîneyê we eceman ji min re kişand û ez

têgihandim ka hun çawa û çi û kî ne!.

Kolonel Eta jê pirsî: Hun dikarin ji me re bêjin ka wêneyê me

yê wî ji te re kişandibû, çi û çawa bû

Qazî Mihemed got: Bi rastî jî wî ji her kesî baştir hun nasîne.

Mela Mistefa ji min re got ko ti gel û milet ne wek eceman in,

dema ko desthilata eceman hebe, kesên ji wan bêdilovanî,

bêwijdan û zalimtir nîne, lê belê eger bindest bûn, kes wek

wan nikare xwe mezlûm bike û bikeve hêvîkirinê, di dema

hêzê de her çi yê ji destê wan tê dikin, di dema bê

desthilatiyê de jî bi her çi awayî rîzgar bibin, dikin û dibêjin,

ca tu li benda wê yekê nemîne ko te ti sûç nekirîne û ecem

dê li te biborin.